Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

 

Pêkenok di çand û jiyana me Kurdan de ciyekî taybet digre. Piraniya pêkenokên ku li Kurdistanê hatine û tên gotin serpêhatî ne. Ciyê daxêye ku ev parçeyê çanda me hêdî hêdî wenda dibe. Gava nivîsek an tiþtek nekeve ser rûpelên kaxezê û neyê paraztin, nabe belge û ji zarok û pêþeroja me re namîne. Ev jî ziyanek mezin e û çand û edebiyata gelê me pê dêþe. Jiber vê em dixwazin pêkenokên xwe bi riya malpera Lotikxanê biparêzin û ji zarok û duweroja xwe re bikin xezîne.

Bavê Ronahî

 

 

DEDE HAT HEWARÊ

Ji gundek ji yên Dersimê, dema þivan pez diçerîne gurgek dikeve nav kerîyê pezê wî. Þivan dike qêrîn û gazî:  Heware, heware ! Ya Xwudayê mezin bigehe hewara min, pezê min ji vî gurgê zalim û xedar piparêze! Lê hewara wî pare nake, kes nayê hewarê . Þivan hêvîya xwe ji xwudê dibire û gazî Mihemed Pêxember dike: Heware , heware ya Mihemed Pêxember ! Bigehe hewara min, pezê min ji wî gurgê har bipareze! Heta hingê gurg deh pezekan didirîne lê kes nayê hewarê . Þivan hêvîya xwe ji Mihemed jî dibire û gazî û hewara xwe dibe Elî: Heware, heware! Ya Elîyê þêrê xwudê, bigehe hewara min, vî gurgê xedar pezê min bijikand, pezê min ji vî gurgî rizgar bike! Lê bê fayde ye, Elî jî nayê hewarê. Gurg çend mihên sor xenoqeyî dike. Wê rojê Dede jî jibo çêkirina cemê hatîye gund. Þivan hewara xwe dibe Dede, û dike qêrîn û hewar: Ya Dede! Ya Dede! Heware, heware ! Bigehe hewara min, pezê min ji destê vî gurgê pezdirîn bifilitîne! Hêjta gotin di devê wî de çi binêre, vaye seyek mezin ji yên Kangala Sêwasê, çend segên din dane pey xwe ber bi gurgî ve tên. Gurg çawa dengê segan dibihîze, pê revê dike lê seg digehinê gurgî dixendiqînin. Þivan, wusan bawerdike ko Dede bû hatî hewara wî . Hema pez dihêle û jibo spasdarîyê berê xwe dide gund, berbi xanîyê Cem lê çêdibe bazdide û bêhn çikîyayî , xwe tavêje dest û lingên Dede û dibêje: Sipas jibo alîkarîya te, ez vê qencîya te heta hebim jibîr nakim! Xwudê te serserê me kêm neke,te ew gurg xendiqan, pezê min ji wî gurgê xedar û zalim filitand.... Dede bi þaþo, maþo li þivan dinêre û dibê: Kuro pezê çi! Gurgê çi? Þivan dibê: Qet inkar neke, gurgek har ketibû nav pez, min hewar bir Xwudê, Mihemed û Elî, kes nehate hewara min. Min hewara xwe anî te, tu hema gihiþtî hewara min. Dede meraq dike û dipirse, kuro ez çawa gihiþtim hewara te? Þivan dibêje: Te postek segê Kangal li xwe kiribû, çend segên din jî dabûn pey xwe, te xwe gihand gurg û xendiqand. Ser vê gotina þivan, Dede aciz dibe, bi qehr ji þivan re dibêje: Dê heeeerrrr ji vir! Þivan dibê: Dede qet inkar neke, binêr hejta hirêêêên ji te neçûye...

 

TE RÎTE NAVDA


Du Kurdên Bahdînan diçin, jibo brayê kabrayekî, jinekê bixwazin. Brayê zavê, ji hevalê xwe re dibêje: Niha emê biçine wêrê, heke wan pirsa mal , milk , pez û hebûnên me bikin" ez dê bibêjim, lê tu jî  hinekî li ser zêde bike. Herdu bi hevre diçin mala bavê keçkê. Pîþtî xêrhatin, çayê û qehwê, bavê keçkê ji brê zavê pirsdike: Çi pezê we heye ? Brê zavê: Birek ( navbera 60- 100 serî ) pezê me heye. Hevalê wî: Ne ezbenî deh bir pezê wan heye. Bavê keçkê: Çend xanîyên we hene? Brê Zavê: Du xanîyên me hene. Hevalê wî: Na ,na! Deh xanîyên wan hene. Bavê Keçkê: Tirimbêl (erebe- seyare ) a we heye an, ne? Brê Zavê: Belê pîqabek me heye, em bo xwe dideyne þolî ( ji xwe re diþixulînin ). Hevalê wî: Bi xwudê deh tirimbêlên wan hene. Bavê Keçkê: Dibêjin li ser çavê brayê te ewr ( perde ) heye? Brê Zavê: Nexêr ewr nîne, lê xelkê  hema wesan pêverisandîye. Hevalê wî: Ne welahhhh ! Ji her du çavên xwe kore ye. ( kor e ) Bavê Keçkê dibêje: Dê rabin derkevin ji mala min! Ez kêtika (pisîng ) xwe jî nademe ( nadim ) hewe. ( we ) Brayê zavê û hevalê xwe ji malê derdikevin. Hinekî bêdengî dimeþin. Hevalê wî jê dipirse qey min xetayek kir ? Brayê zavê: Ne, ne! Te hema rîte nav da . ( te hema têde rît - te hema tê de gû kir )

 

TU DIKARÎ BIXWÎ


Hesen xortek ji Malatyayê ye, ew bûn pazdeh salan zêdetire, li beledîya Koln ê kar dike . Qey xwudê wextê ew çêkirî, jibo enerjîyê kêm mesref bike, çavekî wî þaþ çêkirîye. Hesen kesek ji xwe razî , li nîk dilê xwe Qulenber ( tolaz ) e. Dema kolanan rêþ dike, ko jinikek an keçikek ber wî de bibore dê fîtîk, an jî merhebayekê bidê û bibêje : Yeka çiqas ciwan bû, ko min bazdaba ser dê çiqas baþ ba. Rojekê ew û hevalek bi hevre kar dikin, çend jinik û keçikên delal berwan re derbaz dibin. Hesen ji hemîyan re merheba ê dide . Hevalê wî ,xwe jê aciz dike û dibê: Ma tu þerm nakî bela xwe li jinikan dixî? Heke hinek gilîyê me bikin, ez jî dê bi tere tewanbar bim! Nîv seetek di navberê derbaz dibe , keçikek gelek xweþik ji miqabilê wan tê, mirov fihêt dike lê binêre. Mirov dibê qey rebê alemê hemî ûmeta xwe daye alîyekî, bi mehan li ser wê sekinîye, heta ko ev xweþikbûn dayê û bê qisûr afirandîye. Hesen hema ji hevalê xwe re dibêje: Abê ! Allahini, dinînî seversen soyle! Bunun boku yenilmez mî ? ( Keko! Tu bi xwuda û dînê xwe heskî , ka bibêje, ma gûyê vê nayê xwarin ? ) Hevalê wî  nake nemerdî û dibê: Sen yîyebîlîrsîn , sana afîyet olsun. (Tu dikarî bixwî ji tere noþîcan be ) .

 

XALETA NEWROZ



Li derdorên bajarê wan û Hekarya melleyek ji alîyê niviþtî, bazbend û hemahîl çêkirinê de gelek navdar bûye. Her waha zilamek hebûye hertim, ji jina xwe ya hinekî eqilsivik re,digot: "Tîþxahr". Jina wî jî , ji vê gotinê zehf aciz dibû û li ber xwe diket . Rojekê dikeve bîra wê ko , melleyek heye niviþtên wî, ji her derdî re nojdar in ( Dermanê ko mirov bi yek û yek pê xweþ dibe ) Diçe nîk melle jê re dibê: Mêrê min hertim ji min re dibê Tîþxahr, ez hatime ko, tu tîþa min durist bikî. Mele dibê: Derpîyê xwe ji xwe ke û here ser rojînê, ka ez lê binêrim xahre, an ne. Jinik bi ya mellê dike. Melle ji jêr li tîþa wê dinêre û dibê : Mêrê te rast gotîye! Hinekî xahr e. Were ez jibo te rast bikim. Jinik tê jêrê û melle þolê wê diqedîne ( pêre radizê ). Jinik tê mala xwe, êvarî mêrê wê jî tê malê, dîsa dike gazî keçê tîþxahr! Ka bo min, avê bîne . Jinik: Nebêje min tîþxahr; min tîþa xwe da rastkirin. Mêrê wê: Keçê  te çawa da rastkirin, kî rast kir? Jinik: Filan Melleyî ! Mêrê wê lêva xwe digeze û ji jina xwe re dibê: Ez dê jibo heyamekê neyêm malê ,meraqa min neke. Zilam radibe destek kincên pîrejinan dikire, xwe dike diruvê pîrejinekê, navê xwe jî dike XALETA NEWROZ û diçe mala mellê. Li derîyê wan dixe ,bi hîvî û lavahîyan wan dixapîne û ji mala wan re dibe navmalî û xidamek bi nan û ziko. Di navbera hefteyekê de xwe wusan zîrek û ezman (ziman ) þirîn dike, herkes di malê de, bi serê wê sûnd dixwe. Melle sê keçên xwe yên di malê de mayî ( wextê zewaca wan bihorî lê ne zewicî ) hene. Dema melle ji malê derdikeve xaleta (xaltî ) Newroz û keçik û jina wî ,ji xwe re dikevin nava, sohbeta mêrên çeleng û axaftinên bin maldûxînî ( binzikî ). Rojekê jin , her sê keçên melle û Xaleta Newroz ,xwe li ser pîþtê dirêj kirine, Xaleta Newroz ji wan re dibêje: Ev çi hale em têde! Pênc jin bê mêr, niha heryek ji me mêrek, li berba wê çend xweþ ba. An jî niha, yek ji me biba mêr ,wê çend baþba ! Rabin em jibo xwe ji Rebbê alemê re duayan bixwazin, belkî duayê yekî ji me qebûl bibe û bibe mêr, da ko em agirê xwe pê vekujîn. ( tefînin- vemirînîn ) Ew jî bi ya Xaleta Newroz dikin ,duayan dixwazin, Xaleta Newroz dibêje: Kiçkîno, bi xwudê vaye tiþtek di nav lingên min de her diçe mezin dibe. Ez bawerim xwuda, li me hate rehmê û duayên me qebûl kirin… Werin binêrin ,ka ev çîye di nav lingên min de , her diçe mezin dibe! Keçik lê dinêrin çi bibînin ! Qeraseyek li gor dilê wan . Hema bi hevre dikevin eþq û meþkê. Xaleta Newroz , di ser hemîyan re derbaz dibe. Roja dinê, jin û keçên melle diçin hemamê. Xaleta Newroz jî, jibo þîvê kutilkên xeþandî çêdike. Melle jî bi tayê derpîyê dirêj ê spî ,malê de ye , Xaleta Newroz pencerê vedike û gazî melle dike û Dibê: Melle, melle! Li derve þer e. Xelkê hevûdu bijikandin, here hewarê. Mele pencerê de serê xwe dirêj dike, dibê: Ka ez tiþtekî nabînim! Li ku ne? Xaleta Newroz:: Xwe hinekî din biçemîne, tu ê bibînî . Melle xwe di pencerê de hinekî din diçemîne, Xaleta Newroz hema derpîyê wî tîne xwar û bazdide ser û pîþtî þolê wî jî qedand tola jina xwe bi zêdehî jê hilanî , bazda û çû , hey çû. Dema þîvê jin û keçên melle ji hemamê vedigerin, dibînin Xaleta Newroz ne li mal e, ji bavê xwe pirs dikin, bav dibê: Nizanim. Sufrê hazir dikin li benda  Xaleta Newroz disekinin lê nayê, Dawîyê bivê nevê dest bi xwarina þîvê dikin, Keça mezin kutilka xwe nîvî dike û dibêje: Nivê kutilka min, jibo Xaleta Newroz . Ya navê herwusa, ya biçûk jî, dîya wan jî dibê: Nîvê kutilka min jî, jibo Xaleta Newroz!. Melle meselê baþ fahm dike û dizane ka, Xaleta Newroz çi anîye serê malbata wî. Ew jî ji kerban radibe ser pîyan û kutilka xwe li nava sêhniyê dixe û dibêje: Ya min jî, jibo Xaleta Newroz! Li min çirand qûn li we dirand quz….



Bi vê wesîlê Newroza LOTIK XANÊ û hemî Lotikvanan bi dil û can pîroz dikim.


Kutilkên xeþandî: Li herêma Wanê û Hekarîya tê çêkirin. Derveyê wê bi savara strandî, nava wê jî rûn, kakilên gûzan û arvan bi hev re tê sorkirin, nava savarê bi wê xercê tê dagirtin paþê di nav dew de tê kelandin ,liba (heb) wê qasê taseke þorbê mezine, zilamek bi zorê dikare xulas bike.

 

WÎ TU DÎTÎ


Li Bajarê wanê û Hekarya Eþîra Giravîyan heye.Sexdo ê Qero axayek ji yên vê eþîrê ye . Ji ber hinek sedeman, hem li Culemêrgê, hem jî li gundê xwe cîhware. Dema tê Culemêrgê wek her halxweþek Culemêrgî, ew jî jibo mala xwe xeta têlefonê dikêþe. Du bîjmoltên ( firlatma ) Culemêrgî jî, ya xwe dikin yek û yek ji yê din re dibê: Tu here mala Sexdo axa, bêje min li filankesî xistîye û birîndar kirîye, ew neha li herderê li min digere, min xwe havêtîye ber bextê te, tu min veþêre, û xwe bike piþt kulînê. Ew jî wek hevalê wî gotî dike û diçe mala Sexdo axa xwe li piþt kulînê vediþêre. Kabirayê din ji mala Sexdo axa re telefonê vedike û dibê : Elooo ! Ew der mala Sexdo axaye? Sexdo axa: Herê! Tu kîyî? Ez filankes, ma bêvankes li mala we ye ? Sexdo axa: Ne, nee lêre ye! Yê telefon vekirî: Kusan ( çawa ) ne li wêrê ye! Wa dibînim xwe li piþt kulînê veþartîye! Sexdo axa ji yê piþt kulînê re dibêje: Kuro kîr quz da, derkeve ji piþt kulînê, wî tu dîtî !...



1) Kulîn : Li nava dîwar de, bi qasî firehîya doþek û lihêfan cîhek tê çêkirin, nivîn ( doþek û lihêf ) li wî cihî tên nijinandin (datînin ser hev ) .

2) Kîr kuz da: Dijûnek ya herêma Culemêrgê ye . Lê kes pê aciz na be.

//////////////

 

BAPÎRÊ MIN HAT BÎRA MIN


Kalê heþtêsalî li kenter ( salon ) a nexweþxwanê li ber derîyê mezela welidîn ( zayîn ) ê bi bêhnçikiyayî voltan tavêje. Bijîþk ( Doxtor ) ji mezela welidînê derdikeve û ji Kalo dipirse: „Xêr be Kalo, tu cima acizî?" Kalo bi dengek bilind dibê: "Jina min diwelide ez li benda zarowekê me". Bijîþk: "Ew jinika diwelide ya te ye?" Kalo: "Erê!"  Bijîþk: "Ne jinik hêþta bîstûpênc salî ye!" Kalo: "Êêê çi bûyeeeee!" Bijîþk dikene. Kalo  bi xeyd: „Tu çima dikenî ?“ Bijîþk: „Welleh bapîrê min hat bîra min, ew jî meraqîyê rav û nêçîrê bû. Rojkê min dulûle (Çifte ) girt û ez dê çûbama nêçîrê , bapîrê min bi kopal dimeþîya, got: „Îllah ez jî dê bi tera bêm“. Axir ez ketim bin milê wî, em hêdî ,hêdî çûn cihê nêçîrê. Ji neþkava bizinek kovî derket hemberê me. Bapîrê min got: „Ev nêçîra min e, tu gulê bernedê“ . Bapîrê min kopalê xwe li bizina kovî rastkir, nîþan lêgirt li bizinê xist û bizin ket“. Kalo: "De here lo,ma tiþtê wusan dibe, bi kopal li bizinê xe, yekî din lêxistîye!“ Bijîþk: "Na kalo! Ez jî heta niha dixwazim wê ,bi te bidim fahmkirin!"

 

HEÞTÊ ADARÊ


Xort û keçek ji yên bajarê Wanê ,yên þoreþger, bi hevre dizevicin . Çend meh di navberê de derbaz dibin jin ji malxwê xwe re dibêje: Ma tu dizanî ! dusubê roja ji dayîkbûna min e! Malxwê dibê: Erê ez dizanim. Malxwê wê jî gellek destteng bûye. Bi zorê debara mala xwe dikir , lê jiber rojbûna bermalîya xwe û jibo dilxweþkirina wê diçe nîk dost û hevalan perenan deyn dike; ji bermalîya xwe re paste, find û hinek dîyarîyan dikire . Sê mehûnîv di navberê de derbaz dibe, zarokek wan çêdibe. Malxwê bivê nevê jibo cil, landik (dergûþ ) ereba zarok gêrandinê, perenan deyn dike. Her diçe deyn lê zêde dibin, çûndin pir dibe lê hatin kêm e. Malxwê hêdî  hêdî dikeve stresê. Piþtî çend meh bûyîna zarokê, jinik rojekê dibê: Ma tu dizanî, hefteya tê wek îro salvegera zewaca me ye! Malxwê keserek kûr dikêþe û dibê: Erê, xatûn, erê ez zanim! Jiber deynên xwe nedane , nema dikare perenan ji kesî bixwaze. Radibe diçe dizîyê dike: Jibo bermalîya xwe dîyarîyan dikire.. Hinek deynên xwe jî pê radizîne. Du hefte di navberê de derbaz dibin, bermalî dibê: Ma tu dizanî 14 ê Sibatê roja, dilketîyan e! Malxwê erê, erê ez dizanim. Diçe careke din ji kesnan peran deyn dike û ji bermalîya xwe re gul û dîyarînan dikire. Bist rojek di navberê de dibore malxwê ji kar hatiye. Serê sibê heta êvarî çûye, berf li serbanên xelkê malîye, befra berderê malan daye alîyekî û rê jibo hatinçûnê vekirîye. Pêçîyên wî ji serman jan daye ( ji qerisînê diþewite ) û ji serman direcife. Ji betilîn û westîyanê daweta bavê wî hatîye bîra wî. Çawa dikeve hundir, bermalî ji mêrê xwe re dibêje: Ma tu dizanî îro 8 Adarê, roja jinên cîhanê ye! Malxwê wê dibê: Ne ez nizanim ! Ma çi bûye? Jina wî: Kuro tu çiqas paþverû yî ! Tu çawa nizanî ? Ma sala 1857 an li Amerîka, bajarê Þîkago, jinên karker jibo heqên xwe serî hilnedan û desthilatdarên Amerîkayê li wan nexist! Êþkence li wan nekir? Hindek ji wan nekuþtin? Malxwê dibê: Haaa,  niha tu wê roja sedubênceh sal berî niha, lêdanên jinên Amerîkanî bibîr tînî û êþa wan parvedikî û dixwazî bibî þîrîkê êþa wan!? Bermalî: Erê lê çawa! Ma tu nizanî ? Malxwê dibê: Gelek baþ e! Tu bisekine, ez niha têm.  Hema diçe derva, þiveterekê jêdike û dikeve hundir û li jina xwe dixe, lêxe hey lêxe.  Jinik dike qîrîn û hewar,  kuro qey tu dîn bûyî ? Tu har bûyî ? Qey te eqlê xwe berze kirîye ? Mêrê wê dibê: Be hey qehbe bav, nê ev þolene bi tenê bi teorîyê nabin, divê mirov pratîkê jî bijî. Be hey seg, keça sed segbavan, tû nabêjî sed û pênceh sal li kîderê û niha li kîderê? Amerîka li ku, Kurdistan li ku,? Þîkago li ku Wan li ku? Jinên karkerên tehda dîtî li ku tu li ku? Tu spêdê heta êvarî  li malê rûniþtîyî,nêhkan li erdî pahn dikî , serê heyamekê, dê îro rojbûna min e, dê sibê salweger e, dê dusibe roja dilketîyan e!, Ezê reben, dîyarîyan bikire her bikire. Heke tu carekê din qala rojên weha bikî ,ez dê îro, anko heþtê adarê bînim bîra te!

XWEWNA KAZO
 



Li bajarê Culemêrg ê Kazo rehma xwedê lê be , bi miruzek tirþ diçe dikana Ûsivê Salê. (Rehma xwudê li wî jî be) Çend kes jî li dikanê rûniþtine sohbetê dikin, Kazo silavê dide wan, ew jî silavê vedigerînin. Ûsif ji Kazo re dibê : Xêre Kazo! Ew bo çi mirûzê te tirþ e ?. Kazo: Ma ez çi ji te veþêrim, çi xwedê , þevê din min xwewnek bê serûber bi me herduyan ve dît. Ûsiv: Xêre înþallah . Kazo xwedê xêrê bide te û day û bavên te. Lê ez naxwazim bibêjim! Jiber ko xewnek nexweþ bî , tu dê pê aciz bî. Ûsiv ne,ne bêje, z pê aciz nabim! Kazo: Webî ez û tu bibûn du teyr, mezinahî û giranahîya me wek hev bû. Em bi ber armancekê ve difirîyan, em nêzik firîyan ,dûr firîyan ,dumahîyê (dawîyê ) em westîyan,qidûmên me þikestin, çeng û baskên me qerimîn, li jêr du çal li cem hev hebûn, yek tije gû, ya din tije hingiv bû. Ez diketim nav çala gû, tu jî diketî nav çala hingiv. Hindî dilê me bi yekûdu ( hevdu ) sot,  min tu alîstî, te jî ez alistim. Paþê, çend rêwî ji wê deverê derbazbûn,em ji çalê derxistin . Me ji wan re got: Tivê giranahîya me wek hev be, dako kes ji me li paþ nemîne û em hevûdu berze ( winda ) nekin. Wan jî em danîn ser qepanê û em kêþayîn ( wezinandin ) tu hinekî ji min girantir bûyî ,rabûn zimanê te jêkirin û kirin qûna min. Dîsan em wezinandin, vê carê ez ji te girantir derketim , rabûn kîrê min jê kirin û kirin qûna te...

 

SOFÎ QOPO

Li gundek ji yên Qereqoçanê, li bin dara tûya mezin , civat rûniþtiye ji xwe re sohbetê dikin. Di nav wan de Mamhostê gund û çend xortên ko xwe sosyalîst dizanin jî hene. Di dema sohbetê de, Mela ê gund bang dide, yên li bin dara tûyê rûniþtî hêdî, hêdî radibin diçin nimêjê. Mamhoste û xort dimînin, ji cîyê xwe nalepitin. Sofî Qopo jî radibe û dibêje : Mamhoste ma hûn narabin em biçin nimêjê ? Mamhoste jiber hurmetgirtinê nabêje, em nimêjê nakin, dibê: Sofî destnimêja me nîne, tu here emê paþê qeza bikin. Sofî Qopo jî, ji wan re dibêje: Dê rabin, destnimêja min jî nîne haa!

 

 

PÎVAZ

Gundîyek ji yên Qiziltepa Mêrdînê li gund li kerê xwe suwar dibe, jibo karekî tê bajêr. Li bajêr li ber derîyê dikana dikakfiroþ ( zerzewat- sebse ) peya dibe û dikeve hundirê dikanê. Kerê wî jî , li derve dikeve ser pîvazan û pîvazan dixwe. Dikakfiroþ ko dibîne ker pîvazan dixwe, ji xwedîyê kerî re dibê: Ker,kurê kerî, kerê xwe ji ber derê dikana min bibe! Pîvazên min hemî xwarin . Yê gûndî , jêre dibê: Ker kurê sed keran tu î! Ma ne bi parê xwe ye, kîloyekê jêre biwezîne, bila bixwe!