Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

 

Aso Elîka

 

Dr. Qasim. 1

 

Dr.Qasim textorek pirr bêhnteng bû, ji ber jîrbûna xwe jî bi nav û deng bû. Ji derdorê Qamiþlo ta bi Dêrika Hemko dihatin ser.

Mala Dr.Qasim tunebû û ne jî jin û zarok ew li Hotêlê bi cih dibû, li himber belengaz, jar û feqîran pir dilovan bû .

Rojekê nexweþek  hat cem û ew nexweþ cara yekê  ye ku li bajar diçe ser textor. Dr.Qasim jêre got „derkev ser text ta ez bêm“. De ew jî derket ser text, þipiyakî rawestiya. Dr.Qasim hat ku çi bibîne, zilamê me serê wî li bin zikê odê dikeve. Dr. yek nekir didu û got: De wek mela bizire!

 

Arû

Dema mixtiya ye fincik û arû (xiyar) nûhatî ne, nifþê yekemîne li wî gundê tirabêlkî „Sebehiyê“. Bêbavek hebû pirr cekûs û cavteng bû, ne dihiþt ku kesek nêzîkî lemê wan arûyan yan jî lemê fincika biba û ku yên malê _qîzê wî yan bûke wî_ biçiwana nav mixtiyan û bihatana mal diçû pêþiya wan û bêhn devê wan dikir, kûçikbav ji bo ku bizanibe bê kê arû xwariye û kê nexwariye .

Yabo carekê bûka wî ji nav bîstan vedigere mal, teres li hewþê li hêviya wê ye. Bang kirê û got, „ha lê, te çi li nav bîstan xwar?“ Bûka wî li xwe da mandelê û got, „min tiþtek nexwariye apo!“ Lê wî behwer nekir û bêhn devê wê kir. Yabo ji nivkê ve bû hewar û qîrîna vî  yixtiyarî, cinên wî hatênê,serê wî li bin guhê hevdû ket: Law we ev bêxwedî nehiþtin hewarêêêê! û berê xwe da nav mixtî, bi dînîtî ew lem ji erdê hildikirin û digot,“ bera win ji vî gûyê min nemîcînin (tehm nekin) i he i he i he i he de îca gûyê min bixwin…

 

Erdsêvk

 

Baran ji erd û ezman dihat, heftiyekê nehatibû birîn

hindik mabû ku lehî bi ser gundê GEBEKA  de bihata.

Ev heft roj in ku gundiya bazar û kolanê bajêr nedîtine .

Yek ji van gundiya Hemîdo ye ku kazikaza zarokê wî ji birçîna dihat.

Pencera Hemîdo li himber a Hecî Evdê  ye ku çend mitroyan ji hevdû dûr in. Hemîdo û Hecî Evdê  li ser van çend mitroyên erd di navbera herdû penceran pevdiçûn -yek dibê ê min e ê din dibê na bi tirba Þêx ê min e-.

Ji kazikaza û hewara zaroka yek dibê em nema mast û çayê dixwin û yek dibê em bi nanê tisî mirin. Hema Hemîdo serê  xwe di pencerê re derdixe û berê xwe bi ezman vedike û dibêje: Xwedêyo, hewarê hema çewalek erdsêvk (petat) ji mere bavêj vê zikakê zarok mirin  ma wê ci bi te bê? û pençerê bi gurmînî  digre lê bilez dîsa vedike û dibêje: Xwedê me ew çewal jî navê, bi namûs ku te avêt wê Hecî Evdê bêje ev erdsêvkê min in bavoo qurban.

 

Ningê min kul e

 

Li ser dengê  çivîka þiyar dibûn ew þivanê zîrek ên li gundê  Çamirlê. Picek nan û çortan davêtin binê tûrikê xwe, bê ku riwê xwe biþûþtana yan jî porê xwe þeh bikrana berê pezê xwe didan zozana.

Lê þivanek pir qels û bêkêr di gund de hebû, hîç ji þivantiyê hes ne dikir. Ku rok digihiþt nîvê esman ew ji xewa xweyî þêrîn radibû, çixarak li xurînî sor dikir û ban dikir: Taþtê ,taþtê çêkiiiiiiiiin! Bêyî ku kes nîþan bike yan bi navê wan banke

Ku xweh ba yan dê ba a giring ew e ku xwarin bihata ber.

Dêka wî her dem girî û gazinên xwe li ber bavê wî dikirin û digot: Ew pez di axur de bawî bûye,geh ez û geh jî kêþka min wî dibe çêrê.

Rokê lawik nigê xwey çepê bi terîþekê girêdide mîna birîndara û dibêje: Yabo nigê min kule (birîn e). Bavê wî jî dizane ku lawê wî li fen û fûta digere,ewî jî bi þev dema ku lawik razabû  terîþ ji nigê wî ê çepê vekir û li nigê rastê girêda. Bav serê  wê sibê li malê ma, li hêviya kurik e ku ji xew rabe.

Li qicîna germahiya nîvro lawikê me rabû tenha tenha xwe da ser nigê çepê û ê rastê ji erdê bilind dikir. Bav jî beyik di dest de amade ye hema êrîþ da ser û bi beyika li newqa  wî xist. Lawikê me bû wek tehjî û bi ser bêndera  re dibeziya .

Bavê wî ew bi beyika ji gund derxist.

 Elok û kûçikê har

 Havîn bû nû þevê kirasê xwe bera ser bêndera dabû. Bakî hênik û sivik xwe ji çiyayê Torosê de berdida nava gundê li ber nigê wî raxistî bûn, Til Kêfê û Doda  didu  ji wan bûn. Piþtî musimê ceh û genime, gundî bi þox û þengin.

Nezo ji gundê Doda li cem heval û dostê xwe Ezo bû ,de wî got ka Nezo em herin cem te bi kaxeza (Qelemaca) bilîzin. Wan jî da rê û stiran davêtin ber hev. Dighên kêleka gund dibînin ku elokek giran giran berê xwe daye kozika dora gund .

 Ezo dibê: Law kuro bê anha goþtê vê  çi xweþe.

Nezo jî mirçe mirça devê wî ye û dibê: Erê bi namûs de hema min nehiþt ku xwediyê vê elokê pê þa bibe û wê bike firavîn.

Yabo bi dû  elokê ketin.  Rebenê giran bû nikarîbû bibeze jî, girtin,serjê kirin ,qirþik û textik dan hev û biraþtin. Li ser wî agirê bi gum gum û periyê wê  feqîrê jî binax kirin da ku kes nebîne.

Li derengî þevê gihiþtin mala Nezo,pîreka wî hîn þiyar bû.

Nezo ban kirê: Jina min tu li hêviya mine ne! _teresbav goþtê elokê xwariye_.

Na porkuro Nezo eloka me ya sere îro nehatiye malê!

Nezo jî li xwe mikur nehat û got: Erê bi telaq dema ku ez û Nezo dihatin me di devê du kuçikê har de dît, periyê wê belav welav kiribû hema me jî ew binax kir û hew lê.

Min bêriya zaroka kiriye

 Li gundê Tûkê wek ku berê me dabû xwiyanî kirin, bê li ku dikeve, destpêka salê heyþtê bû ,malbatekê lawê xwey bicûk þandibû dibistana nêvîn (klasa hefta ta a neha) li Amûdê ji ber ku li gund ji pêvî dibistana pêþîn tune bû (yeka ta a þeþa).Ev xwendevan gerek her dawiya heftiyê bihata malê ji bo ku dê û bavê xwe û zaroka bidîta û hinek pere ji xwere jî bistîne. Lê yabo qurbano wî di heftiyê de du caran yan sê caran dihat malê, qey bêrya siwarbûna kera dikir, ji bo vê rewþê bavê wî pir bêhteng dibû Rokê bavê wî dixwest dakeve bajêr, wî da ser riya axa ku diçe ser riya tirimbêla û ew bixwe nîv katî  biser niga dûr bû. Ma hema wî dît yabo ku lawê wî li ser rê ye û berê xwe daye gund û dema gihiþtin ber hev bavê wî bêsilav pirs kir „kuro xulî li sero tê here ku?“ Wî jî xwe qurmisan nikarîbû li ser rê jî xwe veþarta ta bavê wî biçwa ji ber ku ti dar û newal tune bûn. Hema wî jî bi dengekî lerizî got: Yabo! Min bêriya zaroka kiriye! Yabo yek nekir didu hema wî derpiyê xwey sipî danî û kî..ê xwe jêre derxist û got „ji xwer têr lê biner wek ku te giþ dîtin, de bixar veger ji ter çêtire ez benî!“