Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Xaltîka me dîsa xwe bi dewletê þelaf kir
Ehmed Beyan- 13/12/07-Enqere- Belê, xaltîka me Aysel Tûglûk xanimê dîsa çend lotikên li gor dilê dewletê avêtin Kurdan û xwe bi dewleta Virqo þelaf kir. Tu dibê qey Kurdên baþûr zebeþên bavê wê dizî ne, ewqasî ku serxwebûna baþûrê Kurdistanê li zora wê û hevalên wê diçe.
Tûglûk xanima ku berî niha dagîrkirina baþûr ji artêþa Tirk re rewa dîtibû û daxwaza mîsakî mîllî dikir, îro jî radibe dîtî nedîtî êrîþî serxwebûna baþûrê Kurdistanê dike û aqil dide dewleta terorîsta Tirk. Xaltîka me di îhbarnameya ku di parlamentoyê de xwendiye dibêje:”Li baþûrê Iraqê dewletek ava dibe û ev bi destê dewletên mezin çêdibe. Ew dixwazin bi vê armancê Tirkiyê bikþînin wêderê û ji hev parçe bikin. Wê ev yek bibe bela serê Tirkiyê. Werin em berjewendîyên Tirkiyê nekin qurbana ihtîras û lotikên xwe. Ji bona biserneketina vê projeyê (serxwebûna baþûr) çare û lotikek tenê heye ku Tirk bi Kurdên xwe re (mebesta wê PKK û DTP) hevkarîyê bikin” filan û jehr û ziqûm.
Yanî, Tûglûk xanim eþkere dibêje ku PKK di pêþîya serxwebûna Kurdistanê de astenga herî mezin e û divê dewlet hevkarîyê pêre bike (ku rastîyek pir mezin di gotinên wê de heye)
Xanimê bê fedî radibe nimûna Zîya Gokalpê qûnek dide û dibêje:”Ne Kurd bêyî Tirkan û ne jî Tirk bêyî Kurdan karin bijîn” û çend derewên din. Ê keçko, ma emê ji te re bêjin çi!? Meydan ji te û dewleta te re maye û hûn jî li gora dilê xwe lotik û zîtirkan davêjin Kurdan.
Wey liminnnnnnn bê em Kurdên bakur çiqasî bêxîret bûne.......!