Lotikxane |
Bavê Jînê
Heçê bi mal e bi xaltîk û xal e |
Me berê di devê xwe de mîz nedikir
Camêrek kurê xwe diþîne cem melayan û dide xwendin. Kurik jî têra xwe jîr e. Diçe cem çend mela û seydayên bi navûdeng dixwîne, dibe fanatîk û melayek bi hemdê xwe, îcazeta xwe dike berîka xwe û dema bênderan tê gund.
Bavê wî li ser bênderê gêrê dike. Mele destê bavê xwe radimîse, hinekî xeber didin. Mîz bavê wî tengav dike û ji kurê xwe re dibê: “ Kurê min çavê te li heywanan be, ezê mîza xwe bikim”.
Bav berê xwe dide qiblê mele dibê: “ Nabe berê te bikeve qiblê û tu mîz bikî, guneh e”.
Bavê wî piþta xwe dide qiblê, kur dibê: “ Nabe piþta te bikeve qiblê”.
Bav berê xwe dide rojhilat, kur dibê: “ Nabe berê te bikeve rojhilat”.
Bav berê xwe dide rojava, kur dibê: “ Nabe piþta te bikeve rojava”.
Bavê wî ji kerban xwe tavêje ser piþtê, berê xwe dide ezman û dimîze. Mîza wî tê dikeve devê wî.
Radibe ser xwe û ji kurê xwe re dibêjê: “ Kurê kerêêêê! Qe nebe me berê di devê xwe de mîz nedikir, xenzîr!”.
Vêcar gelî xendevanan, berî ku hinek li Îmralîyê bibin mêvan û Kurd parlementeran biþînin meclisa Tirkan, me ne digot: “Kurd û Tirk bra ne, nenûk ji goþt venaqete, ev welat, ev al, ev dewlet ya me hemûyan e”. Bi kurtî, me di devê xwe de mîz nedikir û bi xwe ve nedirît.
Gelo raya we di vê derbarê de çîye ?
21.12.2009
Bikin guhar û bêxin guhên xwe
Pêr em çûbûn þahîya suneta nevîyê Necatî Tank Dîyar–Baran. Bi xêra çekalkê kîrê wî yê zêde, em dost û hevalên kevnar gihiþtin hev û me þevek xweþ û bi þahî derbas kir. Ji ber ku di hidir de kêþana cigarê qedexe bû, em kesên cigarekêþ derdiketin derva û me cigare dikêþa. Di ber re jî me ji xwe re sohbet û henek dikirin.
Di wê demê de Osmanê dirankêþ, Þêxê Ferqînî, Agir Silo, Ihsanê Tehmîrcî, Bavê Ronahî û çend kesên din sohbet dikirin. Agir Silo ji wan re got: “Rabin em herin destek nezere ( xoþgîn) bileyîzin û bên.
Þêx: Ma tu ji jina xwe natirsî?
Silo: Na ez na tirsim.... Ku hûn mêrin hûnê bên..
Þêx: Wille em nayên û em ji jinên xwe ditirsin, paþê wê jinên me malê li me biviritînin û li me xin.
Silo: Diviyabû hûn berê wî tiþtî bi fikirîyana. Ma hûn nabêjin ji bo çi min ji xwe re jinek hûrik bijart? Bavê ronahî jina min ya ewil nas dikir, zexim bû û li min dixist. Ev hûrik e, ku li min xwe jî destên wê nagehin ser û rûyê min û derb û zerbên wê li qefesa singa min dikevin, min na êþînin. Heta qitqidankên min vedibin, ez dikenim û kêfa min jî tê...
Waaaaaaaa, hûn dibînin bê çima hinek Kurdên me jinên wan kurtik û kinik in ne gelî xwendevanan!
Min jî ji xwe re digot ev raza (sirra) Agir Silo çiye û ji bo çi hinde ciwan dimîne. Hûn nabên ji ber ku jina wî hûrik e, hero lêdixe û bi lêdanê kêfa wî tê, dikene û ciwan dimîne.
Vêcar Kurdino, hûn jî tercûbe û nesîhetên Agir Silo bikin guhar û bêxin guhên xwe haaaa! Ez bixwe heke ( ji tirsa jina xwe biwêrim) carek din bizewicim, ezê wek Agir Silo bikim.
Nesîheta min li we be. Heke hûn jî dixwazin ciwan bimînin, jinên hûrik ji xwe re bînin da ku hûn lêxistinê nexwin. Ku hûn bixwin jî derb li ser û rûyên we nekevin.
Dê xwedê alîkarê we be.
14.12.2009
ÇAR PIÞKIL
Berî qetlîamên 1915an ên li ser xeyrî musliman, li derdorên Cûlemêrgê bi qasî 3.000 Cihû, 3.000 Ermenî û 30.000 Nastûrî-Kildanî hebûn. Aha di wan deman de dizek Kurd yê gelek navdar hebû. Navê wî dizî Hetoyê Mistefa efendîyê Bekiraxayî bû.
Rojekê Heto diçe Bîyadir gundê filehên “Nastûrî –Keldanî “. Filehê bi navê Yuhana
(Yuhanis ) ji ber ku nîyet kiriye çend hêstiran (qantir) bikire, ji xwe re govekê (axur) çêdike.
Heto ji Yohan re dibê: “ Ew tu govê ji boy çi çêdikî?”
Yohan: “ Ji bo hêstiran e”.
Heto: “ Derî nizim e. Hêstir ji Þamê tên, hêstirên Þamê bilind in. Divê tu derî bilind bikî . Ez jî vaye diçim Iraqê ji bo xwe çend hêstiran bikirim”.
Yohan: “ Madem tu diçî hêstir kirînê, ha jibo te van 15 zêran ji bo min jî sê hêstiran bikire. Heke zêr ji ber man, bila ew jî heqdestê te bin û ji te re afîyetbe. Lê ricayek min ji te heye.Ev bûn çar sal min bûk anîye malê, lê xudê kerem nekiriye û çi zarok jê re çênebûne. Tu ji kerema xwe niviþt an jî bazbendekê jêre bide çêkirin, belku em mirweta bûka xwe bibînin”.
Heto: “ Tu qet meraqan neke, niviþt û bazbend þolê (karê ) min e. Ezê niha biçim þikeftekê (ziwing) û niviþtekê ji bo bûka te çêkim” .
Heto diçe þikeftekê çar piþkilên pez dike nav kincirekê (patekê-pot-paçik), wek niviþtan li hev dipêçe û tîne li nav milên bûkê girêdide û dibêje: “ Bi avnehîya xudê heta 10 mehên dî wê xudê kerema xwe li gel bûka te biket û wê zaroyê wê çêbibe”.
Heto xatirê xwe dixaze û xwe sal û nîvê berze (winda) dike û zêran jî dixwe. Di wê navberê de bûka Yohan hemil dibe û çar zarowan bi hev re tîne. Ev ji bo Yohan dibe meraq û niviþtê vedike. Dinêre va çar piþkil di nav niviþtê de nin.
Piþtî sal û nîvê Heto tê nêzîkî gund, kincên xwe didirîne (diçirîne ) ser, çav, dest û lingên xwe hinekî brîndar dike û bi awayekî perîþan tê mala Yohan û jêre dibê:
“ Min hêstir bi barve anîn. Lê di rê de rêbirên Hertoþîyan rêya min birîn, hêstirên min û ên te tev birin û têra min li min jî xistin. Min bi zorê ruhê xwe ji destê wan xilas kir”.
Yohan dibê: “ Heto, bila zêr û hêstir bi qurbana te bin! Bûka min çar zaro bi hev re anîne, ezê te xelat bikim. Lê mal ava, gov tije piþkil bûn, hema te du piþkilên din jî xistiba nav wê niviþtê ma çî dibû. Wê gavê wê bûka min þeþ zarok anîba” û bi ser de jî Heto xelat dike.
Vêcar gelî xwendevanan, dewleta Tirkan ev bûn 900 sal in zêrên me û welatê me didizin, dixwin û me dixapînin. Li hember van zêran ew çar piþkilên di nav niviþtokê de pêþkêþî me dikin, wê çar zarowan bide me. Û emê jî rabin bi ser de wan xelat bikin. Ma ev bû? Ma law hey em bêyî piþkilên wan stewr namînin!
24.11.2009
ZEKEMA BERAZAN
Doh hinekî aciz bûm, ji malê derketim û hinekî geriyam. Di nava sûkê de rastî hevalekî xwe yê kar hatim û em çûn qahwê me çayek vexwar. Li ser masê em pênc kes bûn, 3 jê Kurd û 2 jî Tirk. Me ji xwe re sohbet û henek dikirin. Sohbet zivirî û hat ser vîrosa þewba berazan H1-N1, mirina 60-70 kesên Tikîyê û xisarên ku wê bide mirovan.
Hema min dît yek ji Kurdên rûniþtî got: “ Ma ew jî vîros e ! Vîrosa H1-N1 li ber vîrosa A1-P2 –O3 nabe xwelîya cixarê”.
Devê me hemiyan vekirî ma û me lê mêze kir. Wî gotina xwe domand û got:
“ Ev bû 30 sal zêdetire ev vîros di nav me de heye. Heta niha 60.000 kes bi nax kirine, 20.000 mirîyên zindî ne, hêjta nehatine bin ax kirin. 100.000 jî seqet û gêj kirine, hiþ di serê wan de nemaye. Heta niha çi çare û derman jî jêre nehatine dîtin” filan û bêvan.
Ku hejmar gotin, jetona min ket lê min dengê xwe nekir û girijîm.Yên din mesele fahm nekirin.
Yekî got:
“ Lawo ma qet di van 30 salan de çi derman ji bo vê vîrosê peyda nebûn malnexirab?”
Axêver got:
“Ji vê vîrosa A1- P2- O3 re çend derman peyda bûn lê tesîra wan zehf kêm bû. Vîros carnan bêdeng (pasîf) dimîne, paþê ji niþka ve çalak (aktîv dibe) û dipeke hinekên din”.
Yê Tirk got: “ Baþ e, çara wê çiye qardaþim?”
Axêver got: “ Çare Reþoyê Amerîka, AKP a Erdoxan û Baþûrê Kurdistan e. Ku ev hersê ya xwe bikin yek, wê vîrosa A1-P2-O3 bimîne lê wê kesî nekuje”.
Axir, mesela me li ser vîrosa berazan bû. Lê hê çi vîros û mar û dûpiþk di kemînê de ne xwedê zane....
17/11/09
Ji bo çi Ruhayî dengxweþ in?
B.Jînê- 13/02/09-
Þêx Sufyan kameraman û filimçêker e. Lewre navbera wî û hozan Þivan Perwer zêde xweþ e.
Þêx Sûfyan cîranê Bavê Jînê ye. Bi malbatî hatin û çûna wan heye û gelek qedirê hev digirin.
Êvarekê Bavê Jînê li mala Þêx þevbêrkê dike. Þêx ji B. Jînê pirs dike: “Mamo, ew jibo çi dengê Ruhayîyan hinde xweþ e û dengbêj û dengxweþên herî navdar ji wî bajarî derdikevin?”
B. Jînê: “Ji ber ku her mala Ruhayî di salê de sê heta pênc çewalên Îsotan dixwin. Hemi xwarinên wan tûj in”.
Þêx: “Mamo, yanî tu dibêji ji ber xwarina tûj dengê wan hinde xweþ e?”
B.Jînê: “Belê.Çawaçêlek dema buharan sîrikan dixwin û tama sîr ji þîrê wan tê, wusa jî dema jin tûjatî bixwin þîrê wan jî tûj dibe. Bi wî þîrî zarokên xwe dimijînin. Zaro jî wî þîrê tûj dixwûn. Dema di rîtinê de zehmetîyan dikêþin, zor bi wan dikeve û qûna zarowan diþewite. Ji ber wê zorvêketin û þewatê dibe warewar, qîjeqîj û qajeqaja wan. Bi wê qîjîn,warîn û qajênê perdên dengê wan vedibin û dibin kesên dengxweþ û deng perwerdekirî. Hetta hinek dibêjin Ruhayîyan peqlawe û qeþaþîr (bestane, dondirme , eis) a îsotan jî çêkirine. Lewre dibêjin “ ji ber xwarina îsotan kerên Ruhayê jî bi notayê dizirin”.
13/02/09
|
CANO, NANO Û NÎYANO
Bavê Jînê- 02/11/08-Elmanya-
Doh ez çûm Euro Salê daweta Kerboranîyan ji ber ku kirîvê min yê xwînê Xêredîn ji boy ku li kemançê xe hatibû dawetê. Ez jî jibo dîtina kirîvê xwe li wir bûm. Li wir çend kesên naskirî jî hebûn
Demekê du bra ji Kurdistana Torîyan hatibûn Almanya û heyamekê bibûn mêvanên min. Yek ji wan 13- 14 salî bû. Bejna wî kin, hûrik û þîrîn bû. Lê dema hatî Quranek jî bi xwe re anî bû. Lê Qurana wî ji wî meztir bû. Lewre min navê wî kir Mele û wusa jî ma.
Ev bû demek dirêj ku min Mele nedîbû. Mele cara duwem zewicîye û zarowên xwe jî hene. Lê zarowek wî di dawetê de tim li bersing û destê wî de bû. Mele hat li halê min pirsî. Paþê bavê wî hat, wî jî hal û ehwal pirsî û li cem min rûniþt. Me bi hevre hinekî sohbet kir.
Bavê wî ji min pirsî: Mele tu dîtî ?
Mi jî got: Erê lê xwîya dike bû ye dadok!
Bavê wî jî ji min re got: Sê þiklên (cure) mêran li dinyayê hene. Hinek Nano ne. Hinek cano ne. Hinek jî nîyano ne.
Vêcar gelî xwendevanên Lotikxanê, herkes bila li xwe binêre, ka ji kîjan cûre mêr e.
Nivîsên berê |
LEBLEBÎ TOPF II
Bavê Jînê-28/10/08-
Di leblebî topfa (labtop) yekan de min ji were qala destnexistina wê kiribû. Lê min xistibû serê xwe divyabû min kirîba, lê pare tunebûn. Min doz li keça xwe Ronahî û Jînê kir ku ji min re leblebî topfekê bikirin. Mala wan ava 400 Euro dan min. Min jî bo Leblebîcîyê Mêrdînî Nesîm Torî têlefon vekir û jê re got: Zû ji min re leblebî topfekê bîne kuro. Wî jî ji minre got: Herê apo, ez leblebîcî me (teknîkerê kompîtûranim) lê leblebî topfan nafiroþim. Leblebîyan çêdikim.
Min jî jê re got: Madem wisaye yekê ji min re peyda ke.
Ew jî diçe ba nasekî xwe yê Kurd û jê re dibê: Mamekî min heye, jê re leblebî topfek lazime. Lotikxanecî ye û parên wî jî evqas in. Ew jî dibê: Madem ku Lotikxanecî ye, ez çi kara xwe jê nastînim.
Axir, Nesîm Torî leblebî topf anî mal, eyar meyarên wê jî çêkirin. Min jê re got: Dê hadê da em leblebîyan jî çêkin (bikevin internetê). Em çûn oda zarowan ku labtopê bi înternetê re girêdin. Lê nerî ku Roûtera min nîne. Ango nok nînin. Ku nok nebin leblebî jî nayên çêkirin. Leblebîcîyê me ji min re got: Here nokan (Roûter) bikire bîne. Filan kabilê ji vir derxe bike wir û tuyê leblebîyan bixwu (bikevî înternetê)
Dotira rojê ez çûm min Roûter kirî û min anî malê. Min wek wî gotibû ji wir derxist kir vir. Lê leblebî çênebû. Min ew kabilên heyî ji hemî qulan derxist û kire qulên din lê çênebû. Min got: Ez kal bûme, dibe ku qulên ez dikimê xelet bin. Min banî kurê xwe Jîndar kir û jê re got: Ez kal bûme law, ka tu xwe lê biceribîne. Wî jî xwe lê ceriband lê bê fêde bû, tiþtek ji wî jî derneket.
Ez hinekî ponijîm. Min got dibe ku ev þolê mêrik be (Melekil Tawuz), a baþ ez banî Þexê me Êzdîyan þêx Sufyan bikim, belkî ew çarekê jêre bibîne.
Þêx Sufyan hat û got: Heke þuxulê mêrik be te þol pê nebit, ezê çêkim.
Wî jî hinek ayet mayetin xwendin û kire qulan û derxist. Ew jî bi seetan pêve mijûl bû lê çare nedît.
Ez rabûm min ji Xaltîka Fatê re têlefon vekir û jê xwest ku bi wan þîretên xwe yên qirase çend þîretan li kompîterê bike, belkî leblebî topf bi þîretên wê bixape û qulên rastî nîþanê me bide. Xaltîka Fatê hat çend þîret lê kirin, wê jî kire hemi qulan û derxist. Lê dîsa me nikarîbû leblebîyan çêkin. Hûn nabên leblebîcîyê me Nesîmê Torî jibo ku xwe ji min xelas ke gotiye: Apo hema ji vir derxe û bike wir.. Hûn nabên çêkirina leblebîyan ne wusan hêsan bûye. Hewceye mirov daran bêxê (sêdî-sêlik) germa wê eyarke û hwd.
Axir, min têlefon jibo Nesîm Torî vekir. Leblebîcîyê me Nesîm hat çi binêre, leblebî topf bûye wek jina pênc mêran. Her yekî li gor zanebûna xwe mejîyê wê bi ramanên cûrbecûr dagirtiye. Mejîyê feqîrê tevlihevbûye, ji hev çiryaye û diryaye.
Welhasil, Nesîm Torî tiþtên tê de tev paqij kirin û ji nûve dagirt. Lê wî jî tîpên Kurdî jê birin. Ez dîsa bêmefer mam. Axir dawîya dawîyê dîsa min xwe havête bext û tora Xaltîka Fatê. Wê porkurê jî hat ji min re tîpên Kurdî ji nûve danîn.
Va di navberê de deh roj derbas bûn, paþê leblebî topfa min tekûz bû û min leblebî xwarin.
Îcar Kurdino!
Heke dirav û direw li ba we tunebin, serê xwe wek min nexin çi belayan. Sererast li leblebîcî Nesîm Torî bigerin, lê ji bîr nekin tiþtê belaþ tune. Heqdestê wî jî amade bikin û bila li gor dilê wî be. An na wê ji min xurabtir bê serê we ellawekîl!
LEBLEBÎ TOPF
BavêJînê-13/10/08-
Ev çend rojin ez û zarok bi hevre qala Labtopekê dikin. Bermalîyê jî guhdarîya me dikir. Spêdê li Aûtokînoya bajarê Kolnê herêma Porzê, bazara kevnefiroþan (Trodel markt ) hebû.
Bermalî jî hêjta em di xewê de diçe bazarê. Em ji xew rabûn, ew jî ji bazarê hat û ji me re got: Li bazarê Laptopên nû hatibûn, hinek 150 hinek jî 180 Euro ya nin.
Min jî got: Dibe ku modelek gelek kevin be û di dest wan de maye, lewre erzanin.
Li ser salixdana bermalîyê ez çûm min cih dît. Çi lê binêrim! Ne laptop lê ekranên kevjimêrê (kompîtûr) difiroþin. Hûn nabên bermalîyê ekran û labtop tevlihev kirine.
Min jixwe re got: Hemicar tu hatiyî heta lêre, dê çavê xwe bigerîne belkû li ba hinekên din tu labtopekê peydakî.
Ez di nava bazarê de bi qasî seetekê gerîyam. Dawîyê min dît li cihekî tiþtên elektronîk yên tevlihev difiroþin. Jinikek Tirk ji yên esmer firotoxa wan tiþtan bû.
Min bi Almanî jê pirsî labtopên we hene?
Jinikê: Leblebîtopf! (beroþa leblebîyan)
Min: Nexêr nexêr, labtop ne leblebîtopf.
Li ser vê gotina min, me û yên derdora me dest bi ken kir. Ez 30 mitroyan jê dûr ketim û min li pêy xwe nêrî, jinik hêjî dikenîya..
Vêcar hûn dibînin xatûnê tiþtên elektonîk difiroþe. Lê labtopê leblebîtopf fahm dike. Bi vî halê xwe bazar jî girtine destê xwe.
DERMANÊ ÇÎNÎ YÊ HEMI DERDAN
Bavê Jînê- 10/10/08-
Civata kurdên Koln li ba temîrxana Ihsan rûniþtî ne, sohbetê dikin. Civata wan xweþ digere.
Ihsanê temîrker ji hevalên derûdora xwe re dibê: “Miþterîyekî min yê Çînî dermanek ji min re dîyarî anîye.Derman ji hemû derdan re nûjdar e. Navê dermên KÎR KIR SING e. Dermanê serêþê, pîþtêþê, dilêþ, kezebêþ, piþik û gurçikan û gelek tiþtên din e. Kî wî dermanî bixwe wek Brûslî dibe þervan, wek kovboyan çekdar, wek Memet Elî Klêr dibe boksor. Mêþ pê dibin çûk, kêzik dibin miþk. Kalên heftê salî pê dibin wek xortek bîstsalî û boxek ji yên þer yên arenayê, wek hespê reþ yê Rostemê Zal rabe ser herdû simên paþî û bi simên pêþ þer bike û bi hîrînîya wî derdor bilerize. Wek Gorîla destên xwe li singa xwe bide û bike borîn û bibêje “Ma mêr di ser min re hene” û derman dide destê Mamoste.
Agir Silo dibê: Bi Mamoste re nexweþîya dil heye jêre xeter e, jê bistîne û bide min.
Ser vê gotinê mamoste aciz dibe û dermên heta jê tê tavêje. Herkesek lê digere ku ji xwe re bibîne lê nabînin. Hinek bi ronahîya telefonê, hinek bi lepan, hinek jî erebên xwe ronahî dikin ku derman bibînin. Lê bê fayde ye, kes di wê tarîtîya þevê de, derman nabîne.
Dotira rojê spêdê tên lê digerin, çi bibînin? Ew gîyayê ku derman ketîye nav sê cm bû. Lê niha bûye nîv mitro. Hinan ceneretor, hinan ji redektorên xizînan anîne û li wî dermanî digerin û nagerin nabînin, nabînin û nabînin...
Li ser bextê fesad û ewanên derdorê be, dibên di nav wî gîyayê derman ketîyê de mêþ bûne wek çûkan,kêzik bûne wek miþkan, miþk bûne wek pisîkan û xwe tavêjin kûçikan. Kûçikekî Almanan xwe têde gevastîye bûye wek hirçan. Bejna gîya bûye mitroyek.
Ev bûn nêzîkî bist rojane ew celeb kes li wî gîyayî digerin lê dîsa nabînin, nabînin û nabînin.
Lewre jibo kesên wî giyayî bînin xelat hatiye danîn.
Ihsanê temîrker dibê: Kî wî giya bibîne û bide min, ezê erebek modela 2000 an bidimê û salekê temîr, guhartina parçan, lênêrîn, þûþtin û veþûþtin ji kîsî min.
ESSO Xidir gotiye: Mazot, benzîn û dohnê xirêz xema min.
Agir Silo gotiye: ( ji dûrî van deveran ) ku mirîyê wan bimire, þandin û hemi mesref ji kîsî min.
Þêxê Porxingilok gotiye: Dûa, yasîn, fatîhe jî xema min.
Dirankêþ Amedî gotiye: Derxistin, paqijkirin, tijîkirin û çêkirina taximê diranên hemi malbatê ji berîka min.
Gelek kesên din jî xelat danîne. Lê yên ku gehiþtin destên me ev in.
Bê goman Lotikxane jî ji xelatdayînê bêpar namîne û dibê:
Kî wî dermanê KÎR KIR SING bibîne û bide Lotikxanê, emê rûperekê di Lotikxanê de bidinê. Bila heta hebe, têde lotik, tiçik, zirtikan bide û têra xwe tirr û fissan bike.
--------------------------------
Serpêhatîya ava dara bizotkirinê
Bavê Jînê- 30/09/08-
Cemîl ji Yewnîstanê tê serdana Huso Tîmorleng û X. Sergovend. Bi xwe re wek dîyarî darekê tîne. Nîvê wê darê dide H. Tîmorleng, ew bi xwe re dibe Antalya û nîvê din dide X . Sergovend. Li ser tarîfa Cemîlo wê darê dikin nav ava sar, 3- 4 seetan di avê de dimîne, paþê qedehekê ji wê avê vedixwin. Çawa wê avê vedixwin, dibin wek bizot û qerasê wan dibe wek repa sibê. Ava sar li serî dadikin nayê xwarê, qulinca wî diþkênin nayê xwarê, dikin qula derî nayê xwarê, nayê xwarê û nayê xwarê..
Wek Hespên tovî yên zirietê dibe hîre hîra wan. Qerasê wan li destan, X. Sergovend li Almanya bajarê Koln û H. Tîmurleng li Antalya bi kolan û kuçan dikevin. Kîjan jinika xêrxwaz dibînin lê rast dikin. Lê tedbîrê li qerasê xwe nakin û qerase nayê xwarê.
X. Sergovend wê rewþê ji hevalên xwe, S. Agir, Þêxê Porxingilok, Dirankêþê Amedî, Î. Tirimbêlfiroþ re dibêje. Lê xwezîka ne gotiba!
Ji wê rojê virde dost, heval, hogir û nas ji serê sibê heta 12ê þevê li ber derîyê X.Sergovend ketine rêzê ku X.Sergovend qedehek ji wê ava bizotkirinê bide wan. Lê Sergovend li wan hatiye xezebê. Avê nade wan û bi serde jî ne derî ji wan re vedike, ne jî silavê dide wan.
Axir, hinek ji wan kesan hatin xwe avêtin tor û bextê Lotikxanê ku bêjin Sergovend da ku qedehek ji wê ava bizotkirinê bide wan. Lotikxanê jî ew neþkandin; nûnerê xwe þandin nîk X. Sergovend belkû xatirê Lotikxanê bigire, li dost û hevalên xwe bê rehmê, qedehek wê ava harûdînkirin û bizotkirinê bide dost û hevalên xwe.
X. Sergovend jî got: Jibo xatirê Lotikxanê bila roja îdê bên ber derîyê mala min, wek leþkeran rêz bin, bikevin îþtîmayê û destê min maç kin. Ezê li þûna beqlawe, liqûm, þekirok û paran, firtek ji wê ava dara bizotkirinê bidim wan. Bila ew jî bigehin miradê xwe, wek hespên fal, çêlekel û dêhlebayê bikevin nav kolan, kuçê û sûkên bajarê Kolnê dest bi tirçik û lotikan bikin û qeraseyên xwe li çendan rast kin.
Ma hevaltî jibo kengî ye? Bi vê wesîlê, em cejna rojîyê ya X. Sergovend, hevalên wî û hemi Kurdan pîroz dikin û ji wan re bizotnebûnê dixwazin.
-------------
Têbinî: Ev serpêhatîyek rast e û serpêger li Almanya bajarê Koln ê dijîn
Ji dilê xwe hez bike û sor li xwe ke
Bavê Jînê- 26/09/08-
Ji alîyê federesyona nexweþîyên dil û rehan jiboy ku bala rayagiþtî bikêþin li 100 welatên cûrbecûr di bin dirûþma “ji dilê xwe hez bike û sor li xwe ke” kanpanya hat destpêkirin. Ligor lêkolîn û ragihandinên federasyonê û sazîya tendurûstîya cîhanê, di salê de 17, 5 milyon kes ji nexweþîyên xetimandina rehan (damaran) û dil dimirin. Bi tenê ji 53 welatên Ewropa di salê de, 4 milyon 350 kes ji van nexwþîyan canê xwe ji dest didin. Ev hejmar li gor penceþêra pistan (sing –memik) 3 caran, ji qezayên trafîkê 47 caran zêdetire. Li welatên berbipêþteçûnê de ev hejmar du car ji welatên din zêdetire. Li Tirkîyê sedemên % 48 mirinan bi xetimîna reh û dil ve girêdayî ne ku ji % 80 yî wan Kurd in.
Kurdîno! Tev li vê qanpanyê bibin û xwe ji vê nexweþîya xetimîna dil û damaran bi parêzin. Jibo xwe parastinê pêþneyara me ev e.
Her roj berî xurinîyê qedehek çaya catir (kekîk-oregano ), þîlank an jî ava hinaran vexwin. Her roj, 2-4 heb kakilê gûz, bindeq, an jî bahîf, hejîr, mûwrûj (mewîj) bixwin. Li ber xwarinan bila keskatî kêm nebe. Bi xwarinan re, 3-4 çiq bexdenoz, lûþ, pûng, sibit (tere) an jî roko bixwin. (Hûn dikarin wan bêxin nav xwarinan jî).
Heke hûn van gotinên me pêk bînin, hûnê bikaribin xwe ji van û nexweþîyên din jî biparêzin, temenê xwe dirêj bikin û kiþt (zinde) bimînin.Ji bîr nekin ku hewcedarîya miletê me ji her Kurdekî re heye. Ji ber ku di her Kurdekî de cewherek heye, ew bi vê cewherê hesîya be an ne hesîya be, ev weha ye. (Heke vî cewherî jibo qencîya Kurdan bi xebitînin).
Lewre her Kurdek jibo me xwedî nirxek bilind û pîroz e. Em girîngîyê didin her Kuredekê- î û serê xwe bi van tiþtan têþînin.
Îcar ji me gotin, hûn dikin an jî nakin hûn bi kêyfa xwe ne.