Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Bavê Rewþê
Selmano
Xotek ji wan gundên jêr
Hero du ro tê bajêr
Li malê natebite
Ziman tim dilebite
Direve ji ber jinikê
Tim dikeve bi cinikê
Bi tizbîzêr þer dike
Wê ji hev ker ker dike
Liba li hev dixîne
Benê wê diqetîne
Heger bavê wê heba
Zimanê wê zêde ba
Wê gotiba selmano
Bêbexto bê wijdano
Min ji destê xwe bavê
Zilma tu dike min navê
Selman li wê vegerand
Zû îmama wê þikand
Go ez þêrê hîzka me
Ez wek sêlê dîska me
yê ser rake li ber min
Di bin wek hesin û cin
Berkevirê çel malin
Tev de ji ber min bê halin
Di nav wan de wek þêrim
Ziman tûjim wek kêrim
Helbestên berê |
Çîroka zerê û rewþê
Zerê û rewþê kîne
Herdu ji dê ûbav kîne
Du qîzin ew li malkê
pir zivrin wek bermalkê
Di kar de ew bê kêrin
Di þer de rengê þêrin
Zerê ziman dirêje
Rewþê reben û gêje
Herdu bi þer hatin hev
Karê wane herdem ev
Zerê dengê xwe rakir
Erê rewþê tu wer vir
Ezê tej hev veçirim
Wî pozê te bibirim
Bi hêz berê xwe dayê
Rewþê bakir got dayê
Biner li vê genîkê
Gukî terya pisîkê
Cav beqê rû bî xêzê
Dev þil bûye ji girêzê
Zerê got lêlê lêlê
Hûn binerin li vê hêlê
Li vê rewþa qam qutik
Bêvil pa,inê weke lik
Meþa wê wek ya qazê
Qirka wê kovka gazê
çavê rewÞê fireh bû
Zûka devê wê vebû
Nema bi ter diqedînim
Ezê talîya te bînim
Qemçik hilkir ser zendê
Got ya elah û ya xwedê
Gav avêtin çû zerê
por lê kir wek benderê
Destê xwe xist qirikê
Ew avêt nav pirikê
Li ser dilê wê rûniþt
ziman di dev de bû xiþt
Cawan hat û zemirand
Têma yekê vemirand
Rondikê zerê hati xwar
Wê kir qîrîn û hawar
Em tim li benda hevin
Ciran ji me direvin
Rewþê go ma giþ tî ye
Zimanê te genî ye
Peyva xweþ be tu nake
Derdê te bes tu bake
Hinekî rawestîyan
Dîsan rabûn ser pîyan
Zerê go îja were
Tê li halê xwe binere
Gav avêtin çû rewþê
Derketin orta hewþê
Hatin hevûdu bi sola
Herdu kecên ser pola
Cîran ketin orta wan
þerê wan ma bi ziman
Zerê got hela werin
Li karê min binerin
Metbex ,hevîr û tenûr
Firavîn jî serî û hûr
Firax tev ne þuþtîne
Mî û bizin jî tîne
Rewþê got ez jî wa me
Li karê xwe bela me
Ez di kar de bixarim
Ne wek zerê xewarim
Gelek heye karê min
Dest û dev tim dilivim
Nema li ba min dendik
Benîþt jî maye hindik
Bi kêr nayên dikancî
Qey nema tên qerecî
Ta destan bilivînim
Dirana biqircînim
Talî herdu rûnitiþn
Dest û rûye xwe þuþtin
Pozê xwe daliqandin
Lêvên xwe qermicandin
Serê xwe berdane xwar
Piþt jî sipartin dîwar
Ev þerê bê xwedîye
Kê ji qîza ne dîye
Kê bêje ez ne wa me
Ne wek herdu keça me
çiroka min dirêj bû
Zanim serê we gêj bû
Sipas dikim ji guhdar
Dil ji min megrin tu car
kevok û name
Bihar xemilî kesk û sor û zer
Dengê bilbila xweþ tê li her der
Qade wendaye ji zad û zevî
Av xweþ dimeþe bê derd û keser
Derketim ji mal çûm ber perê çem
Serbest dimeþim bê derd û bê xem
Min dit kevokek sipî li pêþ min
Hingê min lezand ta ku biçim cem
Gava ez dîtim kevoka sipî
Ji min tirsîya wê rû guherî
Zû basikên xwe ji hev belav kir
Xwest ku bifire û bughere cî
Ji cî firîya cend gaeakî çû
Dîsan min lezand min rê girt li dû
Çima ditirsî kevoka ciwan
Got ma tu kîye bo min bêje zû
Dostê teme ez li min meyzeke
Basik tu bigre çavên xwe veke
Ez xweþ dizanim tê min binasî
Doz û daxwaza min û te yeke
Doza te çîye ji dûr ve bêje
Ji min xuyaye tu mest û gêje
Yan jî dixwazî ku min bixe dest
Goþtê laþê min bo xwe bibrêje
Ne nêçîrvanim jibo te bigrim
Ez jî wekî te naxwazim bimrim
Min divê ku zû ez bighêm dozê
Kurdim dixwazim serbest bigerim
Tê ne gihiþtim çi ji min dixwazî
Bo demek dirêj li pey min dibezî
Doza te çîye ka bo min bêje
Titþê veþartî ev tiþtê razî
Divêm li cîhan tevdî bigere
Vê nameya min wê bibe b,xwe re
Li her welatan tu wê bixwîne
Talîya gerê li welat vegere
Ev nameya te li min girane
Li welatê we mirin erzane
Gelo ez herim ezê vegerim
Yan jî wê bêjin kew bû qurbane
BEJIN ZIRAVÊ
Bejna te zirave wek boqa pîvazê
Meþa te nazike wek ya bet û qazê
Qirka te dirêje wek kovika gazê
Bihna te pir xweþe wek sîr û pîvazê
Ma wê kî mala xwe xera bike li cem te razê!
De siktir bibe ji vir dev kasik û girêzo
Sistiko çepil xwaro þiliko bê merêzo
Dirv û kesmê te bûye wek kalekî bê hêzo
Tew tu henekê xwe bi min diki bê rêzo
Yeka wek pîrka min jî te naxe himbêzo
06/01/2008
Lehengê pêdar
Merovekî jîr pir welat parêz
Xwedî nav û deng pir xurt û bi hêz
Ew hate girtin bo tevgera xwe
Zindaneke reþ ew kirye himbêz
Kom bûn li ser wî pir qamcî û dar
Ji dev der nehat qêrîn û hawar
Ew maye pêdar ji rengê cîyê
Tu hêz nikare çîya bîne xwar
Zindan heyirî bi vî lehengî
Pêdarîya wî ma bi derengî
Tu þêwe nema û pê kar nekir
Darê xwe danî hatê bi semengî
Divê tu bijî ev jîn pir xweþe
Rêka te da ser pir zor û reþe
Van ramanên xwe li ba min deyne
Serbest û azad here bimeþe
Ev ramanên min ketine xwînê
Her ewin bo min heyvanê jînê
Ger bên meyandin ezê aza bim
Ji gorê rabim bighêm þêrînê
Ez vê dizanim nayên meyandin
Ev bend û zincîr nayên þikandin
Gelek merovên rengê te ser hiþk
Li vir nuxuyan serî çimandin
Ta can û cendik ji hev cuda bin
Pêlên xwîna min li qadê rabin
Ji nû ve ezê serê xwe deynim
Nav û dengê min wê pir belav bin
Ma qey dilê te kevir û pola
Zar û zîcên xwe berdane çola
Îro dosten te weha dibêjin
(Çû bi destên xwe gora xwe kola)
Nayêm xapandin bi vê gotinê
Ketim dilê gel bi vê girtinê
Zanim ku zarok bi rûmet dijîn
Qet xeman naxum ez ji mirinê
30/12/2007-Elmanya
Na nuxum
Ji wê roja ku ez çê bûm
Ji wê rojê dûrî dê bûm
Girêda min cilên cengê
Xebatkar bûm li ser rê bûm
Li ser rêka erê nayê
Digeryam ez li wê dayê
Nerawestîm heta îro
Þev û rojan min xew nayê
Li ser wê hiþ û ramane
Dil û can bo wê qurbane
Belê milet hemî wek min
Bi kîn û hêz û halane
Heger herdem li bin dar bim
Ku êzingê li ber ar bim
Warê min tev bibe agir
Di nav wî de ezê li dar bim
Ku ew dest û pîyan jêkin
Þev û rojan ku xwê lêkin
Dimînim kurdê pêdarî
Ku tiþtên kes nedî cêkin
Bi vî rengî dê ez anîm
Bi nazdarî li vir danîm
Demek dijwar dirêj bûrî
Ne min ew dit ne wê ez dîm
Çare nîne ku tim wa bim
Dûmana tang û topa bim
(Lê piþtî reþê rewþen tê)
Bi te dayê ezê þabim
19/12/2007-Elmanya
ZINDAN
Li zindanê girtî me lê zindan warê mêra ye
Birîndarê welatim can ji kevir û pola ye
Zincîra herdu milêm taca serê þaha ye
Kelebca girêdanê bazinê xatûna ye
Xwîna laþ û birînê hina destê bûka ye
Zindana reþ û tarî jibo min ew dibistane
Ez lê bûme nivîskar armanca min Kurdistane
Dîroka min tev eve him kuþtin û lêdan e
Min dûrxistin ji welat xwedîyê welat ew mane
Lê tucar nabin xwedî jî Kurda re Kurdistane
Ser cimandin liber neyar ne karê Kurdê mêr e
Bi zindan û lêdanê serî xwar nakim jê re
Di vê neyar zanibe Kurd wek piling û þêr e
Xwîna me bo welate ne jibo mal û zêr e
Heger bijîm bê welat tu zane mal bê kêr e
Nîgarê te
Qêrîna te bi þewatî tê guhê me
Birînek kûr te berda nav dilê me
Giran barek te danî ser dilê me
Nîgarê te ji ber çavê me naçe
Tu doza kurd tu armanc û nîþne
Ronakî çav tu xwîna dil û cane
Jiyan bê te jibo me tev bi jane
Nîgarê te ji ber çavê me naçe
Dibînim te di fira kew û çûka
Li govenda di xeml û xêza bûka
Di þîna de di rondikê li rûka
Nîgarê te ji ber çavê me naçe
Di cavên wan hemî ziçên li cola
Di qeþmûþên ewê xwîna li gola
Di gum gum û gerînoka li hola
Nîgarê te ji ber çavê me naçe
Di xuþxuþ û di pêlên wan çeman de
Di sorbûna þimamokên leman de
Dibînim te di þahî û xema de
Nîgarê te ji ber çavê me naçe
Li ser derya li zozan û þikêra
Li ezmana di nîvê wan stêra
Dimeyzînim li hîvê tim tu pêra
Nîgarê te ji ber çavê me naçe
Ku rok û hîv ji banî werne xwarê
Cihan tev de navê te bit þimarê
Bi dûr naçin tucarî ji vê rêwarê
Nîgarê te ji ber çavê me naçe
Ji nîv gorê mirî rabe bi jîn be
Merovên sax ku bê can û bê xwîn be
Bi avdanê li þûva ku xwê þîn be
Nîgarê te ji ber çavê me naçe
Tu doza kurd tu armanc û nîþane
Ronakî çav tu xwîna dil û cane
Jîyan bê te jibo me tev bi jane
Nîgarê te ji ber çavê me naçe
Têleke evînî
Þeveq hilat ji xew rabûm dengê zengil ji têlê hat
Silavek da bi rûkî geþ nizanim ji kîjan hêlê hat
Li rewþa min ewê pirsî digote tu bi xêrê hat
Tîrek avêt li pey pirsê li ser dil rengê kêrê hat
Me xweþ nasî hevala xwe evîndar bû ji yek hêlê
Bi hêvî bû sê-car salan ku carkê bidmê yek têlê
Me qet çîrok nizanî bû ku wê il daye ser sêlê
Digote min de wer lo looo dixweste bêjmê hey lê lê
Nizanîbû evîndar bûm wekî wê ez ji yek alî
Nizanîbû bihara dil ji ber min wê xwe da alî
Nizanîbû ku ez û wê ketin yek rewþ û yek halî
Digote min lo bêwaro bese paye û delalî
Me bersîv da me dil vekir li der wê danî ew ferheng
Hemî rûpel wê wergirtin digote min çine ev reng
Hemî sor û reþ û þînin ji carekê nehatî deng
Nizanîbû ku arê dil laþê min tev kirî êzing
17/11/2007
Dengvedana Evînê
Were porê te ez şeh kim tenê carkê bi van destan
Li sînga xwe bikovînim te agehkim bi van hestan
Li çavê te bixwînim lêêêê ezê cibkim bi helbestan
Li ser sîngê serî deynim min navên ser tu darbestan
Ewê roja bi te şabim ezê derdan ji dil derxim
Ezê ala evîna te di nava dil û ceger xim
Bibim şahê evîndaran ezê navê xwe pir derxim
Ne poşmanim di vê rê de ezê xelkê hemi li berxim
Ez bûm çîrok li ser zara ma dîlber qey tu nabînî
Li hawîr tîr û êrîşin li dora xwe bimeyzînî
Dixwazin min bixin gorê bi agir min bipêjînî
Evîna rast gelek caran evîndarê xwe dimrînî
11/11/07-Elmanya
------------------------