<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Bavê Tosin
Em xwedî dîrok in, xwedî qad in, xwedî ziman in
Berî demeke kurt rêjîma Sûriyê ya þoven xelekek nû ji pîlanên xwe yên þoven bi cî kir, heþt mamoste ji bajarê Amûdê û çar ji Qamiþlo û hijmarek biçûk ji derên din dûrî karê mamostetîyê kirin û ew avêtin dûrî bajarên wan. Wek nimûne yên Amûdê avêtin: 1- Serê Kanyê 2- Til Tamir 3- Hisiça 4- Til Birak 5- Til Hamîs Cihê herî nêzîkî Amûdê 75km dûrî Amûdê ye .
Bi vê pîlanê rêjîma Sûriyê dixwaze ku van mamosta bêþîne û þerê wan di pariyê nanê zarokê wan de dike tenê ji ber ku nerînên wan cuda ne ji yên rêjîmê. Ji ber ku Kurd in û xwedî nerîn, bawerî û prinsîp in. Cudayî baweriyên partiya Baas ya serdar in. Ji bo wilo ew wan dixin tengaya û hewl didin ku bihêle ev mamostana bi xwe karê xwe berdin, ji ber her yek ji wan her rojekê tibabek pere di rêya çûn û hatinê de datînin û piraniya roja wan li ser rêya derbas dibe. Ev bi xwe (devjê berdana kar) armanca rêjîmê ye da ku ev kesana bi pariyê nanê zarokê xwe mijûl bimînin û dem ji wan re nemîne ku di tiþtin din de biramînin. Ev ji hêlekê û ji hêla dî ve jî, ev dûrxistina van mamostan hewldaneke ji alî rêjîmê ve ku bi van mamosteyan yên din bitrsînin û ji wan re bêje : Binêrin kesê ku biwêre û bi ya me neke bê çi tê serê wan .
Di bal û baweriya rêjîma þoven de ku bi van karên qirêj wê me bitirsîne û emê nerînên xwe biguherînin, lê bela bi wilo þa ne be. Emê her û her bimînin wek xwe û emê li dû doza gelê xwe bin. Çiqasî ku ew me dûr bikin yan ji karan me biqewitînin, yan jî me têxin binê zindanan, bela zanibin ku ew bi mûkî ji baweriyên me kêm nakin, emê xwediyê ramanên xwe bimînin û xwediyê doza miletê xwe ta ku doza gelê me çareser bibe û em wek her miletê li cîhanê bigihên mafên xwe. Ji ber em jî miletek in, li ser qada xwe ne, em ne kêmî tiþtekî ne û em ne kêmî kesekî ne. Em xwedî dîrok in, xwedî qad in, xwedî ziman in û em ranawestin ta ku nebin xwedî welat û maf.
22/05/09
LI KÊLEKA MIN RÛNÊ
Aso Di çavên te de Razaye Bilbilek tê de Dinale Indeko Di lêvên te de Biþkiviye Di himêza te de Buharek Ji nesrîn û zaterê Þînbûye Ger tu Li kêleka min rûniþta Ezê bigiryama û bigiryama Ta çemê Amûdê Biherikya . Deryake serxweþ Di çavên te de Distirê Bi pêlên dîn Bi peravên xwere Þer dike Biskên te Bahozek koçberbûyîye Li çar hawîr Miþixt bûne Ger tu Li kêleka min rûniþta Minê te himêz bikira Ta birûskên ewrê porê te Li me biba tav .
Lêvên te Rezê Anahîta ye Kaniya meyê Ji wan diherike Ger tu Li kêleka min rûniþta Minê tu Vexwara û vexwara Ta çemê þebnemê Biçikiya .
Tenê ger tu Li kêleka min rûniþta Bela wê rojê Girê Þermola Bi giranî Li ser sînga min û te P E Y A B E...
PADÎÞAHÊ
Ji xewa þêrîn Çavan veke Padîþaha min Nêrgiza “siba te xweþ” Ji hevre gotin Çûkan sirûda sibê Dest pê kirin Neynik li benda Dîtina çavên te ye Sira bê dixwaze Biskên te þeh bike Kanî dixwazin Ava xwe biþon Bi rûçkên te Rok dixwaze Ronahiyê ji çavên te Pars bike Û ez Ez jî dixwazim Bi ramûsana sibê Jiyana xwe Berdewam bikim De ji xewa þêrîn Çavan veke Padîþaha min .
------------
Ne wilo li ser Amûdê tê gotin
Dema ku mirov birçî be, herdem çavên wî li xwarinê digere . Ji ber ku em jî birçiyê xwendin û zanistiyê ne, em çave xwe li nivîsandinên nivîskarên xwe digerînin. Ji ber ku her tiþtê li ser Kurd û doza Kurdî di pirtûk û çapemeniyê de qedexe ye, lewra em mane dîlê malperan yên ku cihê rêzgirtin û sipasiyê ne.
Di gera min de, hevpeyvînekê (di malpera Welatême – beþê zimanê Erebî de) bala min kiþand. Ew hevpeyvîn bi zimanê Erebî ye, ya Zagros Osman e û Hisên Ehmed pêre kiriye. Birastî min digot wê Zagros têde xwe wek nivîskarekî Kurd û berpirsyar di ber pêþketina doza milet de bibîne, ji ber dozên miletan û bi taybet pêþxistina van dozan barê xwendevan û rewþenbîran e û karê wan rexnekirina kêmasiyan e. Lê mixabin.
Zagros Osman, ev nivîskarê reþikî tozgirtî yê ku ji niþkekê ve çêbû û bi taybetî piþtî serhildana 12 ê Avdarê, di vê hevpeyvînê de bi sê telaqê jinberdanê sûnd dixwe ku ew dûrî rêxistinên Kurdî ye û ji bo teqez bike xwe dûrî siyasetê bi tevayî xuya kiriye. Tevî ku ew bi xwe di hevpeyvînê de dibêje ku nivîserên wî yên siyasî ji alî xwendevan û rewþenbîran ve cihê rêzgirtinê bûn, lê mixabin xuyaye wî jî xwestiye lotikekê li rêxistin û siyasetmedarên Amûdê xe.
Nizanim ne Zagros bêyî hiþî xwe bersiv dane û niza wek ku wî gotiye ku Þeytanê wî li gor nerîna wî gotiye.
Di bersiva xwe de li ser pirsa ku Hisên li ser piþtgiriya wî an jî dostaniya wî bi rêxistinan e jê kiriye, tevî ku di bawerya min de ev pirs bi xwe ne pirsa di hevpeyvînan debe, ev pirs ya piþtî vexwarin û serxweþiyê ye. Di vê bersivê de Zagros bi çewtî û mirov dikare bêje bi bêrêzî bersiv daye. Û dema tê ser Mereh El Buqaî (rêzgirtina me ji vê ciwanikê re), pênûsa xwe þîret kiriye, xistiye rêça rêzgirtinê, hevsar ji pênûsa xwe re berdaye da ku pesnê vê ciwanike bide û nivîsandinên wê bike doza miletên bindest û mirovaniya tevayî. Ez naxwazim li ser her pirsê pêre têkevim guftûgoyê. Bi taybetî li ser destpêka wî û çawa zimanê Kurdî hîn bû, çima ewqasî dixwest hîn bibe, digeriya û nedigeriya nikarîbû û û û û…… Ji ber wê dirêj bike, lê birastî ya herî ku Zagros xwe têde þaþ kiriye, sînorên azadiya xwe, nivîsandina azad û nerîna azad derbas kiriye, ew pirsa dawiyê ye.
Pirs - Tu çawa Amûdê dixwîne ji hêla:
Tore: Pirbûnek bêyî ku kes bikire. Siyaset: Li bazara Þemiyê ye, lê ji tirsa gurîbûna ji kincên kevn ez jê nakirim . Huner: Min ji pêvî pêkenînê, pêkenokên telefonê mobayl û opêra qazîmazî nedîtiye. Mirov: Li ku be lawirekî bizdok e.
Piþtî van bersivên li ser bajarê Amûdê, birastî ez wek yekî Amûdî li hember vê nirxandinê matmayî dimînim. Gelo kê ev maf daye te ta bi vî rengî tu li Amûdê binêre?
Gelo ev gotinên te gotin, dikevin çarçewa rexne yan jî nerîna azad? Li ser çi pîvanan te ev rexn û nerînên xwe ava kirine?
Lê xuyaye gazin jê nabin ji ber ew nû piþtî serhildanê çêbûye û gelek tiþtan nizane. Ew nizane ku Amûdê di rewþenbîrîyê de pêþeng bû, çi di rewþenbîriyê de û çi di berxwedanê de wê pêþeng bimîne. Nayê bîra wî û ew dîroka Amûdê nizane. Mele Ubêdellah, Reþîdê Kurd, Xoybûn, Dibistana Keþafe û hbd.
Lê dîsa ez dibêjim gazin ji nizanan nabe.
Di dawî de ezê kurte çîrokekê bînim bîra Zagros.
Dibêjin carekê yekî xizan û piçkî bêmirês xwe di hilbijartinan de dabû pêþ. Dema ku derbasî civatê bû, xortekî ji hevalê xwe pirsî: „Wê ev bibe nûnerê me?“ Deng çû wî ciwamêrî, rabû wî vegerand û got: „Keko encûmenên wilo nûnerên wilo ji wan re divên“.
Û têgihiþtina we, vêca wê ji were bêje kesê Amûdê nasneke ne hinkûfî ku bêje ez kurê Amûdê me!!
13/02/09
ROJÎNA BIÇÛK
Dilerizim Weke pelek payizî Di bahoza evîna te de Pûtek darî me Ji tîrêjên çavên te re Bûme nîþan Lêvek pûçim Bi sîtava te ve Radipelikim Qeyikek bê serdarim Windabûyî me Di panava derya Çavên te de Bilbilek per þikestî me Di pesindana buhara bejna te de Bê deng û lalim Rojîna min.
28/11/08
Hember Min Rûnê Canê
Lehya hêrsan Di gola bêdengiya min de Hilnayê. Lehya hêsran Di gola arama min de Hilnayê. Lehya evînê Di gola dilê min de Hilnayê. Tenê hember min rûnê, Ezê rawestgehan Ji kerwanê evîna tere Biafirînim. Tenê hember min rûnê, Bela tenahî Min û te Bi keskesoran bipêçe. Bela awirên te Bê sînor Di canê min de Bibiþkivin . Bela þalûl û bilbil Stiranekê ji himêzkirina Min û te re bistirên. Tenê hember min rûnê, Kêlîkekê ji demê, Perçake ezman û xak, Ezê bidizim Da ku kolegeha evîna xwe Bikim þaneþîn, Û te têde bikim padîþah Da ku hember min Tu rûnê û rûnê.
23/11/08
SEYDAYÊ MIN Seydayê min Her tu berpirsyarê Þikandina dilê minî Ola te ya nependî Laleþeke fireh di dilê min de Vekirye Rojê sê caran Eniya xwe Li pûtê Anahîta didim Rojê sê caran Hember pûtê raboriyên te Radiwestim Û hîn Te berê xwe ji min Guhertiye. Seydayê min Efsaneya Bîranîna te dixwînim Pel bi pel Û her û her Girnijandina te Çîrokên azadyê dilorîne De vegere ! Ne me çêkirine Ev sînor Xewna min û te sar nebûye Lê ji bendewaryê Em diwestin De vegere ! Te sînorên nû Ji aramê re datanî Û min tê de dilîst Reþo Tu di bîra min de Kela Nebî Horî ye Dengê te bi çemê Efrînê re Di raboriyên min de diherike Dara zeytûnê Rûbar û sûlavên te Di mejyê min de kolane Yek caran Bi pêlên dengê Elî Tico re Yek caran Li ber lingê Pûtê sînemeya Amûdê Û yek caran Di nav kulîlkên Kefercenê re Tu pêrgî min dihatî Yek caran Ez û tu Bi ava Meydankê re Têne xwar Û yek caran Em ji Heredere Ditirsyan 0 Reþo ! Ger tu yê bê Ezê di laleþa ARTA de Vî temenî bi nimêjê Di bendewariya te de Bi buhirînim De vegere Reþo Min gelek hêsir Ji himêzkirina te re Veþartine Sirûda min û te Nîvco maye Û gelek pevekên serjêkirî Di ferhenga te de kût mane Reþê min Girek ji zater û Indeko Min berevkirne Ezê derxim Pêþwaziya te Reþê min Ez nexeyidî me Lê tenê min diva Em sirûda xwe Bi hevre Berdewam bikin .
25/10/08
Rojekê
Rojek Dema ku ez hebûm , berê hebûm, min dilbera xwe himbêz dikir li herder min digot Ez ji te hez dikim . Rojek
Dema ku ez hebûm min di nav heval hogiran de distira Li herder awazên min bela dibûn . Rojek Dema ku ez hebûm Ez derdiketim ser iya Bi qîrîn min ban dikir Dengê min Bi sira bê re difiriya dikeniya . Rojek Dema ku ez hebûm Min kulîlkên hebûna xwe Li ser nexþeyekê diçandin Bi hêrs Bi aram Bi kul Bi þehîd Bi evîn Bi hêsir Bi van çavan Ji wê rojê de Ji berî hebûnê de Min nav lê kir Kurdistan .
05/10/08
TENÊ
Tîrêjên rojê, hember çiyê , Serî xwar kirin Kanyê bi nermayî Sirûda xwe berdewam kir Bêdengî him bi him Winda bû Çûk û þaxan “siba te xweþ” Ji hevre gotin Cotkar sitrana sibê Ji cotê ga re distirê Þivan bi sazê bilûrê Pez þiyar kir Wek dizê ro lê bê der Xewn bi lez revyan Hertiþt û herkesî Tevgera xwenî rojane Dest pê kirin Tenê ez Tenê ez bi tenha xwe Li ber derî Li bendî dîtina Çavên yarê Pûç û bê canim .
19/09/08- --------------------
DARA ZEYTÛNÊ
Evîna me Lêhatinek bû Min dilê xwe kola Jêre kir gor Lê çavên min Ahîna bê deng Bi dizî Belakirin . De bela bêje Dara zeytûnê Bela bêje Ew dizane Bê çend caran Min mijankên xwe Bo te dikirin sîwan Û Li ber sitiranên Dilê min Tu xilmaþ dibû. Bela bêje Dara zeytûnê Bê çend caran Min bi lêvên bêrîker Tu nixumandiye Bê çend caran Min dilê xwe Bo te kirye seyrangeh Û te bi mendalî Tê de dilîst Bela bêje Dara zeytûnê Bê çend temenan Min ji te hezkirye Û çend temenan Tu li min digerya .
Evîna me Lêhatinek bû Tu bi minre Lîska arama min bû Min dil dikir Dergûþ Tu têde dilorand þeqamên Helebê Li min û te digeryan Pirê “Heredere” Nêrgiz û Indeko Li ber lingên me Radixistin “Meydankê” Bi hêsrên þahiyê Himêzkirna me Bi xunavê Sîwan dikir Kela “Nebî Hûrî ” Ji ramûsana min û te Bîna Nefel û Zaterê Li rêwiyan Li evîndaran Hîn û hîn Bela dike
Evîna me Lêhatinek bû Min dilê xwe kola Û jêre kir gor Lê tîrêjên wê Ji çavên min Bi çûkan re firîn Kulîlkên wê Ji kesera min Bi pêlên bê re Bela bûn . De bela bêjin Heredere Meydankê Nebî Hûrî Û dara zeytûnê Bela vejînin Çîroka evîna me Bila bêjin . 09/09/2008-Amûdê
Tu pirsgirêk li Sûrî tunene
Roja yekþemê 31/8/2008 di Hura TV de programek bi navê (pir nêzîk) (QARÎB CIDEN ) hevdîtinek bi hunermend û lîskevana Sûrî ya sînema û TV ya xweþik û nermik (Sûzan Nicim Eldîn) re kir. Di hevdîtina xwe de xwe baþ berda, wê jî lotikek wek lotikên Munzir Mûsilî û hin þovênên din ji rewþenbîrên Ereb li me xist. Dema pirs jê bû û yê pêþkêþkerê programê jêre got: Li cem we li Sûrî pirsgirêka Kurda heye?
Xwedê hiþtê tew gotina Kurd yan jî Kurdî nanî ser zimanê xwe go: Tu pirsgirêk li cem me tunene .
Malik xerabê tu dibê ne ji vî welatî ye! Qaþo hunermende, diltenik û nazike zû bi zû berî her kesî bi rewþ û hestê belengaza dêþe! Malik xerabê em tune kirin, yê ku çîrokê nizanibewê bê wele raste tiþt li Sûrî tune Komara Eflaton e. Vê ciwanikê te ne serhijmara awarte bihîstiye, ne zinara Erebî, ma hela ev belkî piçkî kevnin, ma vê devlikenê qey serhildana Qamiþlojî nebihîsr? Ma ewqas çalakiyên ku li Þama paytext çêbûn û çêdibin, qey nebihîstiye? Yan bêbava devê wan nagere ku gotina Kurd bînin ziman? Tew , werin li bersiva din binêrin yaho, eva nermovingî çi dixwedeye kuro! Gava pirsa girtiya bû, vê porzerê go: Kes li Sûrî ji bo nerînên xwe nakeve zindanan, yên girtî helbet tiþtekî din kirine. Wax , wax , çi pelûl bi serê mede rijya yahooo!
Keçê hey porkurê, hey porkemê, ma Mîþêl kîlo, Arif Delîlê, Riyad Sêf , ûûûûûûû heta sibê xelas nabin , Miþel Temo , Mihemed Mûsa , ma vana tevan çi kiribû? Mane ev tev girtiyê di ber nerîn û baweriyên xwe dene, û her diçû û dihat yekîtiya Ereba tanî ziman. Te digo qey wê bireve, keçê ma kî dijî yekîtiya weye? Ma Kurda we perçe kirye heta tu wilo dexs be ji alî me ve?
Bela tu û çi kesê þoven xweþ zanibin ku Kurd miletek li ser xaka xwe ya dîrokî ne, û doza me bi xwîna þehîdên 12 avdarê hatiye neqiþandin. Tucarî ev doz nema radiweste ta ku em bi azadiyê þabibin û bi gelê Ereb û kêmneteweyên din re li Sûrî wek hevpar, wek bira bijîn. Rûreþî her ji kesên þovenî re ye. Serbilindî ji kesên dîmuqrat reye . Azadî ji bo girtiyên zindanê. 06/09/08-Amûdê-
Rewþê û Xabûr
Tîrêjên rokê rûçkên pelan û zinaran radmîse, Diclê awazên evînî ji kulîlkan re dirêse , dengekî zîz bêdengiyeke bi qêrîn ji kaniyan di çirisîne. Bakî bilyayî bîna gulavê li pozê Cûdî dixîne û nalenala birînekê li ser baskên xwe bajar bi bajar gund bi gund digerîne, li kolanan buxçika raboriyan radixîne:
Li vir hebû gundekî ava. Evana kêlên Helepça ne. Ev jî dûmahiya pênûsa Qadî ye . Li ser vî çemî Memo dest bi mirina xwe kir. Li vir jî bexçak hebû bi dar û gul, Siyamend evîna xwe têd çand. Evên bela bûyî kêlên pakrewanên sînema Amûdê ne. Û ev jî kêlên pakrewanên girtîgeha Hisiça ne. Çavê xwe vekir, xwe veparimand , xewna xwe anî bîra xwe. Rewþê di kilîlê debû li panavek kes, hawîrdora wê kulîlk bûn, bang dikir Reþoooooooooooooooooooo...... Reþo bi berde dilezand, lê tîrêjên rojê xewna wî birîn. -Tê biçe gund Reþo? Hevalê Reþo jê pirsî . -Erê, lê ezê zû vegerim. -Te bêriya destgirtiya xwe kirye ne ? Awira Reþo çû ser gustîlkê û xewn hat bîrê, ev bû du sê heyv Rewþê xwestiye, bê bersivdan bi girnijandin derket. Cûdî serê xwe ditewîne, Diclê û Xabûr dilorîne, gilovera sor ji rojhilat hêdî hêdî bilind dibe û pêre lat û zinar parî bi parî sîka xwe dicûn û datqurtînin. Kulîlkan serê xwe ji xew rakirin û bi pêþmergan re çaya sibê vedixun, sira bê rûçkê pel û kulîlkan ji xunavê dawdiþîne. Bêdengiyek dirêj derbas bû weke xewnerojekê, û rojê rêwengiya xwe ber bi dawî de ajot.
Dîsa xumxuma Xabûr û Diclê dengê dora xwe dadiqurtînin. Tîrêjên rojê hêdî hêdî berî didin paþ çiyê, kulîlkên ku ji tîna rojê xiloxavî bûne, bi sira bê veciniqîn. Sira bayê buharê yê êvarî li rûyê Reþo dixîne, tevzînok bi laþê wî ve dadkevin. Xumxuma Xabûr gurdibe û pêre dilê Reþo di kozikê de dike kute kut, xewna þeva çûnî li ber çavên xwe vedgerîne. - Reþooooooooooooooooooooooooooooooo !!!!
Dergehên hesinî hatin girtin, xumxumek bi saw ji Xabûr dipijiqî, bajêr serçavka xwe da ser çavê xwe , darê kulîlkên xwe þîr da û nixumand. Mêkew di hêlînê de dilerizî, Reþo dismala xwe li dor serê xwe pêça, dengê top û tivingan çirisandina çavên wî gur dikir. Di rûyê tivinga xwede digirnijî û xewna Rewþê himêz kir. - Reþo vegere ...... Ji panava kesk Rewþê di kilîlê de di nav kulîlkan de destê xwe bi ber Reþo ve dirêj dike Reþooooooooooooooooooooooooo! Him bi him teqîn nêzîktir dibe û pêre agirê nava Reþo gurtir dibe.
Qêrîn bi Xabûr ket. Li ser baskên bahozekê li çarhawîr bela bû. Girê Þermola veciniqî, çemê Darê girya, Qamiþlo û Dirbêsyê ketin taya sar û germ. Qêrîn bi Xabûr ket, mêkew ji hêlîna firyan, Diclê nema di peravên xwe de ditebitî, û Hemo jî di zindana Seydnaya de veciniqî. - Ma wilo keko, ne ji vî xortî ba emê tev biþewityana. - Kê agir vêxist ? - Hemo di xew re çû û agir ji çixara wî çêbû .
Qêrîn bi Xabûr ket, xumxua wî di mizgeftê Dirbêsyê, Amûdê û Qamiþlo de bang dida, Mendalên dergûþa xewnên dayikên birîn, Diclê dikelya, gurdibû û bi peravên xwe re þer dikir. Girtiyên Seydnaya li hev civyan, buxçika derd û kula vekirin, û Rewþê ji xew veciniqî û xewna xwe û Reþo vegerand.
Kurte nûçeyên êvara 25 ê heyva 3 ya sala 1993 an. Dûmanek bi ser Hisiça de rabû, agir bi girtîgeha navendî ket. Rivîna êgir di penceran re tara Neþwa ronî dikir, bû hawar û deryên hesinî man girtî. Agir bi dîwaran diket û ji dîwaran davête laþan. Laþên ku derî li wan girtî, deriyên ku ne bi destan, ne bi lingan û ne bi diranan dihatin vekirin. Bîna biraþtina laþan li sira bê siwar dibû û serî ji xwe sitend. Bû hawar û qêrîn, sira bê hawara wan li ser baskên xwe li Amûdê, Qamiþlo û Dirbêsiyê gerand. Kes di xew de nema ne mirov, ne kulîlk, ne çûk, ne mizgeft, ne kiniþt, ne çem û ne çiya. Miriyên gora serê wan li kevir ket, herêma Cezîrê tev veciniqî, kes di xew de nema ji pêvî kilîtên wan bê xwediyên deriyên hesinî. Pîlana kuþtinê hatibû danîn, qêrîn bi Xabûr ket.
Hêdî hêdî dengê gulan nêzîkî kozika Reþo dibû û ew jî dikeliya, çavên xwe girtin û berê tivingê da Bexdê. - Reþooooooooooooooo ...................... Xwêdanek sar pêket, rûniþt , xewna þevê çûnî hat bîrê. Rêstika raboriyan, gund, dost û heval, Rewþê . Û dîsa reþê ji panava kesk destê xwe bi berve dirêj dike. - Reþooooooooooooooooooooooooooooooooooooooooo. Qêrîna Rewþê û Xabûr gihan hev û di guhê girtiyên girtîgeha Seydnaya de çîroka xwe gotin û bi hevre kirin qêrîn.
Zimanê Me Nasnama Meye Hîmek û stûnek mezin ji stûnên hebûna gelan ziman e. Ji ber wilo jî mamostê mezin Celadet Bedirxan gotiye ( zimanê me nasnama me ye). Ziman ewe alava têghiþtinê, têkilî, danûstendin û yek ji taybetmendiyên gelan e .
Herweha em jî wek miletê Kurd miletek xwedî dîrok, xak û ziman in. Tevî bindestiya salan û qedexekirina zimanê me ji hêla rêjîmên dagirker ve, ev rêjîmên ku bi xurtî hewl didan ku miletê Kurd di nav xwe de bibiþêvin û winda bikin. Van rêjiman Kurd wek Tirkên çiyê, Faris û Ereb didîtin û bi giranî þerê me hat kirin. Bi her rengî û di her warî de, çi siyasî, çi rewþsenbîrî û çi aborî, tenê ji bo me tune bikin. Lê tevî vî þerê giran ku dijî zimanê Kurdî hatiye kirin , zimanê Kurdî karîbû xwe biparêze di rêya helbest, çîrok û stiranên ku nifþekî ew dispartin yê bi dû xwe de, ta ku em gihan dema ku van rêjimên dagirker nema karîbûn hember pêlên teknolojî û globalîzmê rawestin . Lê mixabin îro wek Kurdistanî em dibînin ku hin alozî û kêmasî di zimanê me de peyda dibin û di rêça têgihiþtin û danûstendinê de dibin astengî. Bi taybetî di rêça hebûna zimanekî fermî li seranserî Kurdistanê, ew alozî jî ji ber nîrên dûrketina ji hev , û ji ber demeke dirêj zimanê me mabû devkî û sînor di navbera me de hatibûn çandin, têkiliyên me yên civakî û rojane ji hev hatibûn birîn. Van sedeman tevan hiþtin ku hinek dûrketin têkeve navbera herçar þêwezarên zimanê Kurdi (Kurmancî, Soranî, Behdînî û Zazakî) û li þûna ku bibin zengînbûn ji zman re bûn qelsî. Îro li hember vê rewþê çi tê xwestin? Di baweriya min de, eger em Kurdistanî wek yek gel, yek milet, yek berjewendî û yek ziman li xwe binêrin, ji me tê xwestin ku em bi xurtî di vî warî de bixebitin, em komîte û saziyan damezirînin, zimanzanên herçar þêwezaran ji herçar perçên Kurdistanê û ji derveyî welêt bicivînin û komcivînan çêkin. Lêkolînan çêkin ta ku em bighên çêkirina kongirekî giþtî ji bo yekbûna zimanê Kurdi yê fermî ku li seranserî Kurdistanê pê bê nivisandin, da ku em çi kesê pêbilyayê ziman hêjayî hilgirtina navê Kurd û Kurdistan bin. Bi kurtî; bela ev nivîsandin bibe bangek, qêrinek ji bo saziyên ziman, ji bo serokatiya Kurdistana azad, ji bo rêxistinên Kurdi li herçar perça û ji bo her zimanzanî ku em destpê bikin ji ber bi rasti: Zimanê Me Nasnama Meye! 02/09/08-Amûdê-
Serhildan
Çend temen ji me re divên Da ku em vê serhildanê himbêz bikin ? Çend temen ji me re divên Da ku em vê xewnê destpê bikin ? Çend temen ji me re divên Da ku em vî temenî vejînin ? Bê rêber û serkêþ Dibûrin xewnên me Xewnên me yên pêçayî bi razên nependî Yên dorpêçkirî bi bêdengiyê Yên bêdenbûyî bi newêryê Dibûrin xewnên me Xewnên me yên lerizî Yên zuhabûyî Yên matmayî Yên revyayî Dibûrin Li ber birûskvedana ewrên sitewr Li ber pîlanên bendewariyê Dibûrin Di rêça kerwanê xewnên me de Em keleman bitof diçînin Û bendewariya bizdok dilorînin Dibûrin bilez û bez Pêxwas û kelogirî Nema tê bîra me Nema tên bîra me çîrokên lehengiyê Sirûdên mêraniyê Nema tên bîra me Nema tê bîra me serhildana nêrgiz û indekoyan Serhildana þûþtin û durustkirina asoyan Asoyên hêvî û xewnan Asoyên revyayî ji newêriyê Asoyên bargiranbûyî bi hevokên zuha Bi peyvên bazdayî ji ferhengên demê Nema tê bîra me Nema tê bîra me serhildana wêrankirina sînoran Serhildana wêrankirina efsane û peykerên tirsê Wêrankirina mîrniþîn û kelehên tirsê Serhildana wêrankirina Pûtên gemkirin û zindankirina evînê Evîna berbangan Evîna pekyayî ji çavê Anahîta Nema tê bîra me Û dîsan dibûrin xewnên me Û dîsan dibûrin temenên me Temenên me yên kin weke kurte çîrokan Weke pêkenokan Temenên me yên bi xweliya çixarê re diweþin Û berî berbangê Bê xatir xwestin pûç û ziwadibin Dibûrin bi lez xewnên me Dibûrin bi lez temenên me Dibûrin berî destpêkirnê Û hînjî em sînorên arama xwe vedzelînin Li ber kêlên 12 ê Avdarê Kelogirî dimînin Dibûrin Xewnên me Hêviyên me Arama me Asoyên me Temenên me Dibîrin Û em jî bi bendewaryê þadibin Û em jî di bendewaryêde xilmaþbûne De razê þehîdê mino razê De razê þêxê mino razê Îro tu bû Sibe gelo kiye ? De razê þehîdê mino razê Em jî bimînin xilmaþ Li bendî temenekî din Li bendî xewneke din Li bendî serhildaneke din Li bendî þehîdbûneke din Li bendî jiyaneke din Da ku em jîna xwe pê vejînin Da ku em jîna xwe pê vejînin. 28/08/08-Amûdê
KERWANÊ BERBANGÊ
Berbangê Ronî da Kerwan bi rêket Dema revê ji demê re Ne maye Keys nema dikeve Keysebazan Ku kedê daqurtînin Kerwan bi rêketiye ... Pêlên derya nema karin Sira bê rawestînin þev nema karin Rojê tarî bikin Kerwan bi rêketiye ... Xuþxuþa pelan Nema sawê dixe Dilê daristanan Ferat Nema ji xumxuma lehyan Ditirse Berf û qira zivistanan Nema karin Agirê dilê Ererat Sarbikin Zindan û lêdan Nema karin gembikin Berxwedana dil Berbangê Ronîdaye Kerwan rêa xwe Qeliþandiye Bi qîr Gazî Bi lez û bez Bi rêketiye Ber bijor hildaye Bi tîpên ji agir Navê Kurdistan
25/08/08-Amûdê
Rojîna min
Tu bû Ya ku min bijart Ya ku Abêya evînê Di dilê min de Afirand. Tu bû Ya ku di xewnên xwe de Min dikêþand Ya ku di derya çavên te de Min xwe dît Tu bû. Ez bûm Yê ku evîn Di þevbuhêrkên te de Di lorand Siwarê hespa sipî Di xewnên te de Ez bûm
Ez bûm yê got Û dibêje Û wê bêje: Ez ji te hezdikim Serê sibê Li ser evîna te þiyar dibim Nîvroj Evîna te li kulîlkan Bela dikim Êvarî Bi evîna te Xewnên min kesk dibin. Ez ji te hezdikim Ji berî xwarina sêvê Ta bi piþtî ÊDZ Ez ji te hezdikim Ku navê te bilêv dikim Simfoniya xuristê Bê deng dimîne ROJÎN Rojîna min Di çavên te de Tundtirînê helbestan Saz dibin Di lêvên te de Pirsa hebûnê Xwe veþartiye Hember lihevhatina Bejn û bala te Hunermendên cîhanê Wekû pûtan bê liv Radiwestin Hember ronahiya rûçkên te Heyv bi fedî Serî ditewîne . Ez ji te hezdikim Ez ji te hezdikim Û her dibêjim Dengê çûkan Xweþtir dibe Û her dibêjim Bîna kulîlkan Bêtir dibe Ez ji te hezdikim Rojîna min Ez ji te hezdikim De were Were em kolegeha evîna xwe Ji ramûsanan Avabikin Da ku Rojînên din Hobibin Ji Evîna Min û te .
24/08/08-Amûdê
ME GOT
Me got , Lê wan kir Me got Em bûn biyan Em birçî bûn Em miþixt bûn þeqamên bajaran Ji lingên me xwarin Me rast got Me çep got Dengê me bû dengên me Dengê me Di nav dengên me de winda bû
Me got , Lê wan kir . Me got Zinar li me pêçan Sînorên me winda bûn Me got Agir bi Cirnikê ket Dêrsim þewitî Zindan ji me tije bûn Me got Peymana Cezaُyir li darxistin Me got Kulîlkên Zêwe çilmisandin Me got Cigerxwîn Cigerxwîn çû Þivan ma biyan Me got û got Û her me got wan kir Dawî me got Kaniya xwînê Kaniya mirnê Li Helebça derbû Lê þerma mezin Hîn ew dikin Û em Dibêjin .
19/08/08-Amûdê
Ez li te digeryam
Bavê Tosin- 16/08/08- Amûdê
Ji mêj Ez li te digeryam Berî dadana agirê dojehê Ta piþtî þewitandina zindana Hisiça Ez li te digeryam Bê rawestan Anahîta dilbijok Dil ketibû azara min Arama min Anahîta devê Dojehê Di dilê min de vekir Di nav þewitandina Dilê min Û þewitandina Zindana Hisiça de Anahîta kelogirî dibû Û li ber kêlên Sînemeya Amûdê Rûniþt û girya û girya . Ez li te digeryam Tu ya nayê salixdan Ji girnijandina Lêvên xwe Yezdan tu afirand Bi meya yezdanî Li ser kavlên Helebça Tu þuþt Di kêþandina Girnijandina tede Anahîta di westiya .
Ez li te digeryam Geh tu diçû Geh tu dihat Dorpêkirî bi yezdanan Li hespê keskesorê Siwar dibû Geh tu dihat Û geh diçû Bi çûnatere Çiya stewr dibûn Hespê Derwêþê Evdî Diterpilî Gava tu dihat Girê MOZA Derdiket pêþwaziya te Edûlê dilîland . Ez li te digeryam Bi çûna tere ÞERMOLA Qêrîndike: “kuro lawo Girê MOZA berbatkirin .” Geh tu diçû Û geh dihat Ez li te digeryam Kolan bi kolan Derya bi derya Geh tu diçû Û geh dihat . Anahîta serxweþ dibû Ji guvajtina dilê min Û efsaneya Evîna min û te Nîvcodikir Ji lewra me jî Qevdek hêstir Li ber serê wê Datanî . Ez li te digeryam Te li hespê dikirin Bi lîlelîl Lê te nakin bûk Têlên bi stirî Dîwarên bilind Deryên hesinî Xew li te giran bûye Û te xewa xwe Davêt ser çavên me tevan Geh tu diçû Û geh dihat Ez li te digeryam Yek caran Min tu didît Tu dibû rewrewk Li meydana Çarçira Sê hêviyan Xwe darvekirin Qêrîna Girê MOZA Di benda de Kêferatê dike Kewa gozel Di gola Wanê de Hêlîn avakirin Min yek caran Tu didît Lê rewrewk bû Û yek caran Di nav toza siwaran de Lê tu dîsa diçû Geh tu diçû Û geh dihat Ez li te digeryam Ez li te digeryam Qorzî bi qorzî Li vî welatê ku bûye Çandira miþixtyê Gund bi gund Gelî bi gelî Mizgeft û Laleþ Bê rawestan Ez li te digeryam Her gavekê Û kêlek þiyar dibû Her gavekê Qundaxa tivingek birakujyê Û xewnek serjêkirî Vedciniqî Û her gavekê Û her gavekê Gulek Ji dilopek xwîn dipiþkvî Û ez li te digeryam Ji mêj ez li te DIGERYAM
|