|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
info@lotikxane.com |
Bavê Welat
HER KU TU TEV BIDÎ BÎHN Ê JÊ WERE.
Ev gotineke bav û kalane,
dibêjin HER KU TU TEV BIDÎ BÎHN Ê JÊ WERE.
Mesela birêz Hrant DINK her ku berfireh dibe
bîhna dewleta kûr zêde dibe û hê zêde hev û din di nava pîslixiyê de
digevizînin ( hetikandin).
Dibêjin dewleta kûr, gelo çima dewleta kûr?
Ka dewlet ji kê fedîdike û ji kê ditirse ku xwe kûr bike?
Bi Xwedê dewlet ne dûr û ne jî kûr e,
vaye li meydanê ye û di dest de jî rim û þûr e.
Gelo ma
di sala 1915 de dewletê tu karê di kûrahiyê de kir?
Na bi Xwedê, hema rast û rast li meydanê bi sed hezaran an jî bi milyonan
Ermenî ji holê rakirin. Ka kûrahî di kuderê de ye.
Herwiha .
28 caran warê Kurdan tar û mar kirin, 28 caran welatê me wêran kirin,
28 caran em bi zindî kirin gorê, 28 caran zuhabû þîrê berê dayikan,
28 caran tecawizî nirxên me kirin,
li dilê me xistin 28 caran xençerên zengarî.
Gelo ma ji ber çi dewlet xwe di kûrahiyan de veþêre?
Dewlet (qaþo) di mala ewlehiyê de (kerekol)
bi mêrkuj re wêneyan dikþîne,
dewlet ji mêrkuj re dibêje, abêy (keko).
Dema ku mêrkuj dibine girtîgehê, wek ku wekîlê gel
here zîndanê, ji mêrkuj re rêz û hurmeteke mezin têye girtin û
mêrkuj bi çepikan tê pêþwazîkirin.
Mêrkuj ji dewleta xwe re dibêje :
Ka we ji min re got ku ev kuþtina Hrant DINK ê veþartî bimîne (meçûl).
Yanê soz dane merkuj (Samas) ku kuþtina Hrant DINK ê veþartî bimîne...
Gelo vaye her tiþt li holê ye,
ma em bi pêy çi hûrî û kûriya dewletê ketine?
Carnan dibêjin ku Hrant DINK ji me alîkariya ewlehiyê nexwastiye,
ji ber wê me ew neparastiye.
Gelo ma li kudera dinyayê parastina berxekî
dane destê gurên har û dîn?
Birêz Hrarnt baþ dizanibû ku dewlet bi xwe kuþtina wî amade kiriye,
ka Hrant ê çawa û ji kê ewlehî û parastina xwe bixwaze.
Berê digotin, an ji me hez bike an jî vî welati biterkîne.
Vêcarê jî dibêjin, an sutuyê xwe bitewîne
an jî tu yê werî kuþtin.
Mêrkujê duemîn di destê cendermeyan de, rast û rast
diqîre û dibêje, bila Orhan PAMUK bi aqil be,
yanê vê carê rêza kuþtinê ya ORHANE....
Herweha mail ji Kurdan re têne þandin û dibêjin,
me Hrant kuþt vê carê rêza we ye.
Gelo ma qey hewceye ku mirov li dewleta hûr û kûr bigere???
Bimînin di xêr û xweþiyê de.
Yêzdanê dilovan we ji lotikên dewletê biparêze...
STÊRÊN ÇAVÊN
TIRSONEKAN
Her tiþtê ku ji hesabê Tirkan nehat
gotin qaþo.
Lê ez ne qaþo me vaye ez li virim.
EZ KURDIM, BI OLA XWE ISAWÎ ME Û WELATÊ MIN
KURDISTAN E. Ez ne qaþo me vaye ez li virim.
Gotin qaþo mesela ERMENIYAN, qaþo tevkujiya Ermeniyan
qaþo mesela KURDAN, qaþo çand û zimanê Kurdî
qaþo KURDISTAN.
Qaþo,qaþo,qaþo.
Lê di rastiyê de Tirkan bi van gotinên xwe
tirsa dilê xwe dianîne ziman.
Tirk ji milletên nav xwe tirsiyan,
ji olên nav xwe tirsiyan,
ji ramanên cûda tirsiyan,
ji navên çiya û deþtan tirsiyan û
ji reng û dengan nav xwe tirsiyan.
Ev tirsa Tirkan, Tirkiye kir wek zeviyeke
tije mayin, Tirkiye bû wek bimbeyeke di destê
har û dînan de û kesî nizanibû ku ka ew har û dîn
ê kîçax û ji ku pîmê wê bimbeyê bikiþînin.
Gelo ka mirov çawa dikane bi van dînên har re bijî?
Ji
tirsan, gotin:
Her Tirkek bedêlî dinyayê ye.
Gelo ka ev gotin çiqas raste ?
Xwedê giravî em bêjin ku raste,
baþe gelekî ku yek kesên wan berdêlî dinyayê be
ji ber çi, ji gelên nav xwe bitirse, ji ber çi
ji çand û zimanên cûda, ji olên cûda bitirse?
Ku çi tevkujî û zilm û zor hebû anîn serê KURD Û ERMENIYAN
li milê din jî gotin em gelekî bi þefqetin, gere hûn xwe
bavêjin hemêza dewleta bi þefqet!
KEK HRANT DINK di nivîsa xwe ya dawîn de
gotibû li vî welatî (Tirkiye) kes kevokan nakuje.
Birêz DINK, ez bi dil û can bawerim ku ruhê te ê
here cem JESUS KIRISTUS, tu layiqî cenetêyi.
Lê ez dixwazim bêjim ku ,ew daxwaza te ji ber ramana te ya
paqij û delale, an jî ji ber ku tu xwe ji guleyên
mêrkujan, ji guleyên dijminen azadiyê rizgar kî
te anîne ziman, lê dîsa jî te nikanibû ku xwe ji hov û haran
rizgar bikî.
Li vî welatî (Tirkiye)
ne tenê teyr û tur bi milyonan insan tê kuþtin,
li vî welatî bi hezaran gund têne þewitandin,
li vî welatî, welat têne tar û markirin,têne wêrankirin.
Li vî welatî tecawîzî mafên mirovan dibe,
tecawîzî mal û milkê insanan dibe,
li vî welatî, jexnî ola islametiyê û jexnî milletê Tirk
mafê kesî ê jiyanê tuneye KEK HRNT DINK.
OXIR BE JI TE RE TEKOÞÊRÊ INSANETIYÊ.
BIRA SERÊ BALBATA TE SAXBE...
Silav û rêz ji bo we
hemûyan.
EGER KU
MELLE TIR KIR CIVAK Ê BI XWE DE BIRÎ
Gelo ev bi deh salane ku em behsa qedexebûna li ser çand û zimanê xwe dikin.Lê
ev çi sosret û þermeke girane ku
bi dehsalane em van daxwazên xwe bi Tirkî tînine ziman. Di her civîn û civakan
de berpirsyarên me (qaþo) dibêjin (hevaller dilimizi geliþtirelim, Kurtce
konuþalim) lê dema ku kesek dixwaze du gotinan bi Kurdî bîne ziman, hevalek
radibe ser xwe û dibêje: Heval aramizda Kurtce anlamayanlar var Tirkî konuþ.
(hey xwedê te neparêze)
Qaþo evna berpirsyarên me ne, qaþo evna behsa qedexebûna çand û ziman dikin. Ev
bi deh salane ku bi vê þêwazê berdewam kir. Dayikên ku yek pêyva Tirkî nizanibûn
di komelayan de gelek xweþ fêrî zimanê Tirkî bûn. Gelo ev ne þermezariyek
mezine? Herwiha bi sedan Kurdên me ên Baþûr di komeleyan de fêrî zimanê Tirkî
bûn.
Ji ber ku di komale û saziyên Kurdan de Ev bû 30 sal ku perwerdahiya zimanê
Tirkê tê domandin. (sergirtî) Ji sistema Tirkan zêdetir berpirsyarên me em
piþaftin (asimilasiyon) lê mixabin kesek vê nîne ziman.
Kek Murad KARAYILAN ji bo axaftina zimanê Kurdî bang kir, lê ez bawerim ku hîç
ev bang li ber çavan
nehate girtin.
Gelo çima ev bang 10
sal an jî bîst sal berê nehate kirin ?
Sedmixabin ku komele û saziyên me lotikeke mezin li çand û zimanê Kurdî xistin.
Min ji çend kesan pirsî:
gelo çima hûn di komeleyên xwe de bi Kurdî naaxivin?
Camêr ji min re got:
Birayê delal serokê me bi Tirkî diaxive, Gerillayên me li çiyan bi Tirkî diaxin,
qadroyên me bi Tirkî diaxivin, xebatkarên eniyê bi Tirkî diaxivin gelo ma çima
em bi Kurdî biaxivin!?
Min got, bira tu gelek mafdarî,
Tirkî li we pîroz û bimbarek be...
Ji ber wê,
gotina bav û kalan hate bîra min
dibêjin
DEMA KU MELLE TIR KIR CIVAT BI XWE DE DIRÎ.
Eger ku Serok û saziyê me bi Tirkî axivîn
gel jî ê bi Tirkî biaxive.
SILAV Û RÊZ JI BO KURDÊN KU BI KURDÎ DIJÎN...
KOMA CINAN (CIN) 2.
Belê hemû dinyayê û hemû kesên dinyayi li gorî rews û daxwaza Cinan (CÎN) dîlan
girtin û gotin çarseme xwes çarseme.
Cinan jî daxwazên hemû kesan anîne cîh. Sedmixabin, bes li dinyayê me Kurdan li
dewsa gotina çarþeme xweþ çarþeme de me got: Pêncþeme xweþ pêncþeme û ji
ber ku em wek Cinan tevnegeriyan Cinan milikekî din dane ser milê me.
Ez dixwazim vê bêjim, hemû dinyayê bi EMERIKAYÊ re têkiliya xwe xweþ kirin û
hemû kes bûne xwediyê al û dewlet, bes ji me Kurdan pêve !
Qehr bibe Emerika , qehr bibe Emperyalizim û qehr bibe Sionîzm da pêþ xwe. Li
milekî ew kesên me yên qaþo polîtîk, qaþo welatparêz ji bo ku li Ewrupayê
rûniþtinê bistînin destên xwe wek rebenan li ber emperyalîstan vegirtin û hezar
derew li hev anîn û li milê din jî dîsa wek
hercar gotin; Qehr bibe Emperyalizim. Gelo ev çi nakokiyeke mezine!!!
Wek ku tê gotin,
dibêjin te dew terikand Q..... rûçikand.
Me jî meseleyên xwe ên bingehî terikandin û me destê xwe kire stukura EMERIKA û
emperyalîzmê.
Piþtî ewqas talan û wêranbûyîna welatê me û piþtî tar û marbûyîna gund û bajarên
me
ez bawerim hê nuh em bi birîna xwe hesiyan û hinek hîzbên me dibêjin ku em
dixwazin bi EMERIKAYÊ re têkevin têkiliyê û em dixwazin ku navbera xwe baþ
bikin.
Gelî heval û hogiran:
Ne tu hêz û ne jî tu dema me heye ku em bi Cinan re têkevin nakokiyan.
Ger tu bixwazî an nexwazî, EMERIKA hêza dinyayê ya herî mezine, gelo çiqas
raste û çiqas
li berjewendiya gelê me ye ku em rabin bi EMERIKAyê re têkevin dîlanê û herwiha
ku tu di dilana EMERIKAYÊ de nebêjî çarþeme xweþ çarþeme!
Cin bi hêsanî dikanin milikekî din jî dînin
ser milikê me...
BIMÎNIN DI XÊR Û XWEÞIYÊ DE.
KOMA CINAN
Rojekê mirovekî bi milik rastî koma Cinan tê.
Mirovê bi milik, wa mêze dike ku hemû Cin ketine nava þahiyekê û govend û dilan
girtine.
Di dîlanê de jî hemû bi hev re wek stranekê dibêjin: Çarþeme ha çarþeme,
çarþeme xweþ çarþeme. Kela dilê ew kesê bi milik radibe û ew jî dixwaze ku
beþdarî dîlana Cinan bibe.
Hema yekser bê hemdî dikeve nava dîlanê.
Ew jî wek Cinan û bi awaza wan dibêje: Çarþeme ha çarþeme, çarþeme xweþ
çarþeme...
Mîrê Cinan mêze dike ku yekî xerîb ku ne ji wane lê ku ew jî wek wan dibêje
çarþeme xweþ çarþeme...Mîr gazî Cinên xwe dike û dibêje: Zû bipirsin eger ku
çi daxwazên vî mirovî hene bi lez û bez bînin cîh ! Ji ber ku beþdarî dîlana me
bû û herwaha ku me di dîlanê de
çi got wî jî ew got, gere ku em xelatekê bidine vî mirovî.
Ji wan kesek ji milik dipirse: Ka bêje ji vê dinyayê çi daxwaza te heye emê
pêk bînin.
Mirovê bi milik dibêje „bes daxwaza min ji we hûnê milikê min ji ser min
rakin“.
Cin hema yekser milikê wî radikin û mirovê ku bi salane li þermiya milikê xwe
nikarîbû derkeve nava heval û hogirên xwe,vêca bi rengekî dilþa û bextewar çû
nava civakê.
Di gund de, mirovekî din ê bi milik hebû, ew mirovê bi milik ê duemîn, dibîne ku
milikê hevalê xwe tune bûye yanê baþ bûye.
Camêr dibêje: Heval ez benî, ji bo Xwedê ji min re bêje te çawa kir ku tu ji
milikê
xwe rizgar bûyî ? Mirovê ku milikê wî baþ bûbû hemû mesele ji hevalê xwe re
got.
Ew kes jî hema bi lez û bez diçe cîhê ku Cinan lê dîlan girtibûn. Camêr mêze
dike ku dîsa Cin di dîlanê dane û herweha ku dîsa dibêjin, „çarþeme ha
çarþeme, çarþeme xweþ çareme“...
Ew kesê ku bi hêviya ku Cin ê milikê wî jî rakin, hema wek hevalê xwe ew jî kete
nav dîlana Cinan, lê mixabin rebeno xeletiyek kir! Dema ku Cinan digot çarþeme
ha çarþeme, wî jî digot „pêncþeme ha pêncþeme, pêncþeme xweþ pêncþeme“...
Mîrê Cinan wa mêze dike ku mirovek di dîlanê daye û ku wek wan hereket nake û
wek wan nabêje çarþeme û çarþeme.
Mîrê Cinan dibêje mesekinin! Zû milikekî din jî bidin ser milikê vî kesê ku wek
me hereket nake.Cin yekser milikekî din jî didin ser piþta ew kesê ku neþibiya
civaka Cinan...
Ez naxwazim ku nivîs hê zêde dirêj bibe, ji ber ku hûn eciz nebin. Ezê
berdewamiya vê meselê di beþeke din de ji we re binivisînim.
Cîhê xweþ û bi wate hê maye.
Bimînin di xêr û xweþiyê de, silavê ji dil û germ ji xebatkarên
lotikxaneyê re.
XWARZIYÊ XWEDÊ.
Kesekî xizan ji ber ku ji xwe re karekî bibîne dikeve rê û rêça gundan.
Piþtî meþeke dûr û dirêj êvar dibe. Kesê xizan û reben neçar dimîne ku ji gundê
herî nêz bibe mêvan,
lê mixabin ku camêr li kîjan derî dixîne kesek wî nahewîne.Kesê xizan carek din
dixwaze ku bextê xwe biceribîne û bi hêviya ku hinek wî bihewinîn li deriyekî
din dixîne.Xwediyê malê derî vedike û dipirse: Tu kiyî ? Tu çi dixwazî?
Kesê xizan û reben, dibêje ez xwarziyê XWEDÊ ME !
Dema ku xwedîyê malê vê peyvê dibhîze, çav li serê xwediyê malê mezin dibin, bi
hêycan û lez û bez diqîre û dibêje;
jinik, jinik hele rabe ser xwe vaye felek li ruyê me keniya xwarziyê xwedê bûye
mêvanê me.Xwediyê malê bi malbatî rabûn hatin cem mêvan û bixêrhatina wî
kirin.Piþtî bi xêrhatin û merhebeyê, li gorî rewþa xwe xizmetekî gelek baþ ji
xwarziyê XWEDÊ re kirin.Mêvan mêzekir ku rewþ gelek baþe û di xizmet de tu qusûr
tuneye,mêvan dixwaze ku vê lîzka xwe çend rojên din jî bidomîne. Rojek, du roj û
hefteyek diçe, mêvan dil tuneye ku bi tu deran de here.Xwediyê malê ku çi
xwarina xwe ya xweþ hebû hemû yê bi xwarziyê XWEDÊ dide xwarinê.
Piþtî çend rojên din,xwedîyê malê neçar dimîne ku rê û rêbazekê bibîne
da ku xwe ji xwarziyê XWEDÊ rizgar bike.Xwediyê malê bi destê xwarziyê XWEDÊ
digre û berê wî dide mizgeftê.
Dema ku diçin hundurê mizgeftê, xwediyê malê ji xwarziyê XWEDÊ re
dibêje: Ev der mala xalê te ye, heta ku dilê te bixwaze tu dikanî li vir
bimînî...
Û her weha xwedîyê malê, bi vê rêbazê xwe ji xwarziyê XWEDÊ rizgar dike.
BIMÎNIN DI XÊR Û XWEÞIYÊ DE.
Çar gurên har
Li
dilê min ketin
çar derbên xedar
bi xençerên zengarî,
birîndar bû kezebamin
bi çar tîrên
nêçirvanê mirovan.
Pêçabûn dorhêlên min
çar gurên har,
çar wehþên hov,
çar rûviyên fenek û
çar keftarên dirende.
Bê destûr
ketibûn malamin,
çar mêvanên fetbaz,
çar keleþên bê bext,
çar dizên bê pergal û
çar çavsorên bê bav.
Li ber çavên min bûn
çar Gorên bê nav,
çar zarokên SEHÎDAN û
çar bûkên ser bi xêlî.
Ez ketim navbera
çar bahozên ji zilmê,
çar lehiyên ji xwînê,
çar çeperên ji agir û
çar artêþên har û dîn.
SILAV Û RÊZ JI BO KURDÊN KU BI KURDÎ DIJÎN.
MÊVANÊ BI XWE DE RÎ.
Rêwîyek, li gundekî Kurdistanê dibe mêvanê malekê.Piþtî merheba û bixêrhatinê,
mezûban ji bo mêvan
xwerin û vexwarinên taybetî amade dike.
Ev çanda gelê Kurde, herkesê ku Kurdan nasdike baþ dizane
ku gelê Kurd gelek mêvanperwere.
Ji xwe ku çi hate serê me ji bela mêvanperweriyê
hate serême.
Ya baþ ew ku em carek din vegerin ser mijara xwe.Mezûban û mêvan li hêlekê ketin
nava sohbetek
hûr û kûr û li hêla din jî hetta derengiya þevê xwarin,
vexwarin,þêrinahîyê dixwin.
Piþtî derengiya þevê, dema razanê tê û herkes diçe ser
nivînên xwe û radizên.
Lê mixabin ji ber ku mêvan zêde xwarin û þêrînahî
telvî hev kiribû bû qûreqûra zikê mêvan,
lê mêvanê reben nizanibû ku ka rêya detavê li kuye da ku
xwe rihet bike.
Herwiha fedî dikir ku ji mezûbanê xwe bipirse ka rêya
destavê li kuye.Di berbanga sibê de,
êdî mêvan nikani bû xwe bigre û mêvanê reben bi xwe de dirî. Mêvan ji þerman nizane ka ê çi bike
da ku xwe ji vê þermiyê rizgar bike.Mêvan
neçar dimîne ku ji xwe re rê û rêbazekê bibîne.
Piþtî ku tê dema taþtê xwarinê, mezûban ji mêvanê
xwere dibêje :
-Mêvanê ezîz, de rabe dereng bû
pêwîster ku em taþtê bixwin.
Mêvan dibêje:
-Mezûbanê min, min îþev xewneke
gelek bi wate û ewqas jî bi tirs dît, ji tirsan nigên min
ber min nagrine,
ez nikanime rabime ser xwe, ji kerema xwe re gazî Mela yê
gund bike bira ji min re xwena min þîrove bike û hinek
duhan bi ser min de bixwîne da ku ez kanibim rabim
ser xwe.
Mezûban bi lez û bez gazî Melayê gund dike û
Mela ji bo çend quruþ pere hema bi lez tê cem
mêvan. Mêvan xewna xwe ji Mela
ra wiha tîne ziman:
-Mela! Min di xewna
xwe de dît ku di nava deryayê de keleyek (KALE) gelek
bilind heye,
li ser hûþtikê (zirwe) keleyê minareyek heye, li ser
hûþtikê minarê jî zebeþek heye,
li ser zebeþ jî hêþtirek (deve) sekiniya ye, ez jî bi
nigê xwas li ser milikê hêþtirê sekiniyame.
Herwiha li der û dora kelê jî gil û hihayê teze heye û
hêþtir dixwaziye ku here wî gihayi bixwe.
Di nava avê de jî seg masî derine û têne, didanên wan wek
kêr û xençeranin, xwe dane benda min
heke ku ez bikevim rast û rast ezê bikevim navenda
segmasiyan û ê min di nava didanên
xwe de par par bikin.
Mela ji tirsa van gotinan dilerize û dibêje :
-Bese kurê min, eger ku di dewsa te de
ez bûma
ji tirsa vê xewnê minê bi xwe de biriya.
Mêvan dibêje Mela :
-Birastî min jî ji tirsan bi xwe de rî.
Mela û mezûban bi hev re dibêjin:
-Mêvan, li ber xwe mekeve, her kê ku ew xewna
bidîta ê bi xwe de biriya.
Mêvan bi vê rêbazê xwe ji þerma bi xwe de rînê
rizgar dike.
SILAV Û RÊZ JI BO KURDÊN KU BI KURDÎ DIJÎN
bavewelat@yahoo.de
GELO EM HÊ ZÊDE DEMOKIRATIN AN TIRK ?
Ez bawerim ku gelek heval û hogir ê bêjin, heval ma herkes baþ dizane ku
demokirasiya me (Kurd) gelek bi pêþ ya Tirkan da ye.
Li min biborin ez ne di wê baweriyêda me ku demokirasi ya me ji ya Tirkan
zêdetir be.
Wek mînak:
Ew bi deh salane ku em ji Tirkan û sistema wan gilî û gazinan dikin û
em dibêjin: Ji Tirkiya yê mafê mirovan tuneye, hîç tu kes nikane ramana xwe
bi renkekî azad bîne ziman, em di hêla pergala Tirkan de hatine piþaftin
(asimilasiyon)
û hwd (hin tiþtên wekî din).
Ew hemû ji sedî sed rastin.
Lê, ji kerema xwe rê carekê jî em li ser xwe bifikirin.
Yanê wek ku bavû kalan jî gotiye: Ewil derziyê di canê xwe re ke û paþê
þûjinê di canê hinekên din re ke.
Ez mêvanê we, em çiqas dikanin bi rengekî azad û bê tirs hev û din rexne bikin?
Em çiqas dikanin, ya dilê xwe, ramana xwe bê tirs bînine ziman ?
Gelo ji ber çi ew kesên ku mal û canê xwe dane rê û doza Kurdistan,
ew kesên ku jiyana xwe feda kirin ji bo Kurd û Kurdistan, bes ji ber ku xwestin
ramana xwe bînine ziman, ji ber ku wek me nefikiriyan, me yekser ew kesanê hêja
(haþa sume), wek xayinan nîþan dan, me navên cûrbe cûr li wan kirin.
Me xwest ku wan teþîr bikin, gelo ma qey eve demokirasi ?
Ka demokirasi li ku ma?
Ew ne demokirasiye.
Gelo ji kerema xwe re ji min re bêjin,
ka sûcê pîrê hunermendan KEK ÞIVAN PERWER (KURD PERWER) çibû?
Ew ÞIVAN PERWERÊ ku bi dengê xwe yî zelal, delal û helal
di Ruh û Giyana hemû Kurdan de Ruhê Netewî vejand û Kurdbûna me anî bîra me,
Ka kesê Ku bêje ez Kurdim ê çawa keda KEK ÞIVAN ji bîra bike ?
Dengê wî ê hêja bandoreke mezin li ser gelê Kurdîstaniyan kir û
bi hezaran keç û xortên Kurdîstanî bi dengê KEK ÞIVAN re
derketin serê çiyan.
Gelo ka çawa mirov dikane keda ew kesê hêja ji bîra bike ?
Lê sed mixabin ku bi niþkev de çend lotik bi derbekê de li ÞIVAN ketin.
Herwiha bi minasebeta vê nivîsê, ez wek Kurdekî dilsoz û Neteweperest sersala
50 saliya KEK ÞIVAN PERWER bi dil û can pîroz dikim,
temenekî dirêj û bi tenduristî jê re dixwazim.
ÞIVAN PERWER. ne ji bo xwe tenê bi taybetî ji bo gelê xwe pêwîste ku xwe baþ
biparêze...
Sûcê ÞIVAN ew bû ku, ÞIVAN Ruh û Giyana xwe nefirot, ÞIVAN bi Ruhê Netewî
tevgeriya, lê sed mixabin ku hinek kesan ji ramana ÞIVAN tehemûl nekirin û
xwestin ku
wî dûrî gel bixînin.
Gelo ma qey eve demokirasî?
Ka çi sûcê KEK YAÞAR KAYA hebû ?
Wî temenê xwe daye rêça Kurd û Kurdistanê, bi ramana min KEK Yaþar EHMEDÊ XANÊ
yê hemdemiye.
Mixabin ku sûcê wî jî, ew bû ku stuyê xwe ji kesekî re xwer nekir û bê navber ya
rast
anî ziman, herwiha sûcê duem jî, KEK Yaþar çepên Tirkan ên wek Mehrî Belli rexne
kirin.
Û lotikek li wî jî xistin.
Her Kurdê ku wek Tirko nefikiriya, Tirko yekser ji wan re got:
Hûn cûdaxwezin, hûn þakîne û hûn teroristin.
Hinek partî û saziyên me jî, her kî ku wek wen nefikiriya, gotin:
Hûn, xayinin, hûn tirþikcîne û hwd.
Ka bavê min demokirasî li ku ye ?
Bseeee êdî me ji lotikan têr xweriye, werin em aþitiya ewil bi hev re çêkin.
Werin em Baþûrê Kurdistanê ji xwe re bikin Qublegeh,
werin em Baþûrê Kurdistanê ji xwe re bikine mînak.
Gelo me bi deh caran destê xwe yê aþitiyê dirêjî ew dagirkerên ku Welatê me ser
û bin kirin, kir.
Me destê xwe dirêjî ew dagirkerên ku tecawîzî xawezaya me kirin, kir.
Birayên delal çima em yek carê jî destê xwe dirêjî birayê xwe nakin???
Hemû partî û saziyên Tirka hetta bên bese hev û din rexne dikin, carcaran
gotinên giran jî ji hev re dibêjin, lê dema ku mesela Kurd û Kurdistanê tê
rojevê,
di olperestên wan de bigere hetta Nijadperestên wan,
di komonîstên wan de bigre hetta sosyalîstên wan hemû li dij Kurd û Kurdistanê
dibin
yek ziman û dibin yek mêjî, ew mêjî jî mêjîyê inkarkirin û tunekirina Kurdane...
Gelo ma em Kurd ew qas bê fehmin? Gelo ma em ewqas neyarên hevin ?
Ji ber çi em nikanin li ser Ruhê Netewî di navbera xwe de itifaqekê ava bikin ?
Ez gelek dixwazim li ser vê mijarê hê zêde biaxivim û ez gelek dixwazim li ser
vê mijarê
niqaþê bikim lê ez ne qayilin ku hê zêde serê we biêþînim.
Bimînin di xêr û xweþiyê de, bimînin li ser Ruhê Netewî.
SILAV Û RÊZ JI BO KURDÊN KU BI KURDÎ DIJÎ.
EM NE KURDÊN BERÊ NE...
EZ GELEK JI LOTIKAN DITIRSIM. LÊ DÎSA JÎ GERE MIROV DEMDEMAN LOTIKAN BAVÊJE,
JIYANA BÊ LOTIK BÊ WATEYE.
Raste em ne Kurdên berê ne!
Berê, hemû Kurd bi ziman û çanda xwe dijiyan, Kurd bi Kurdî diaxivîn,
lê maþellah ji sala 1984 û vir de gelek Kurdan
çand û zimanê xwe dane alîkî û dest bi Tirkî kirin.
Di civînan de Xwedêgiravî ku yek bi xeletî dixwaze du gotinan bi Kurdî bîne
zimên, biraderek ê rabe ser hêlan û piyan û wê bêje:
Heval aramizda Kurtce anlamayan arkadaþlar var, Tirkî konuþ kî herkes
anlasin.
Hey Xwedê te neparêze, hey ne spas ji bo te...
Em ne Kurdên berê ne.
Berê, di sala 1977 / 78an de li bajarê AMEDê kesên ku bi Tirkî diaxivîn, AMEDiya
xwarin nedidane wan kesan.
Berê, dayikên me hîç bi Tirkî nizanîbûn, eger ku piçekî zimanê Kurdî hatiye
parastin ew jî bi xêra wan dayikane.
Lê sed mixabin ku ew dayikên me yên ku bi Tirkî nizanibûn, di komale û civînan
de bi saya hinek hevalên welatparêz (!) fêrî zimanê Tirkî bûn. MIXABIN….
Berê, doza Kurdan ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe bû, ji bo Al û azadiya
Kurdistanê bû.
Lê îro hinek hîzbên Kurdan wek ku biryar girtibin, bi eynatî di tu meþ û
xwepêþandanên xwe de ala Kurdistanê bi dest xwe nakin.
Berê, bav û kalên me digotin:
-Hetta Misto saxe ji me re jiyan yasaxe.
Lê îro? Xwedê me sitar bike, ji Tirkan bêhtir em li KEK Mistefa (!) xwedî
dertên.
Berê zarokên Kurdan di bîdonên zilgo (sergo) de li nan nedigeriyan.
Lê îro ? Bi sedan zarokên Kurdan di bîdonên zilgo de ji bo ku zikê xwe têr bikin
xwe serserî berdidin binê bîdonên zilgo...
Berê keçê Kurdan xwe nedikuþtin.
lê îro ? Teqrîben her roj agahiyên xwekuþtina keçên cîwan tê guhê me.
Carnan ez dibêjim xweziya em Kurdê berê bûna.
Gelo ji bo xwedê ka ji min re bêjin, em bi çi pozê xwe bilind dikin û em
dibêjin:
Em ne Kurdê berê ne!?
Ka hetta vê gavê, me bostek xaka azad heye? (Bakur)
Gelo ka hetta vê gavê ma tu navên gund û bajarên xwe yê bi Kurdî bi dest
xistiye ?
Me hetta vê gavê bi rengekî fermî navên Kurdî li zarokên xwe kiriye ?
Me ji bona çand û zimanê xwe bi sedhezaran þehîd dan, bi hezaran
gund û bajarên me tar û mar bûn, ka, îro em dikanin li Tirkiyê bi fermî
di xwepêþane kê de, an jî di civînekê de bi gelê xwe re bi Kurdi biaxivin ?
Gelo, evqas þehîd, evqas wêranbûna welat, ewqas berdêlên giran ne ji bona
çand, ziman, al û xaka Kurdistan bû ? Lê sed mixabin ku em ne li ala xwe
xwedî derketin û ne jî li çand û zimanê xwe.
Xweziya tehemula me ji hev û din re hebûya , xweziya tehemula me ji ramanên
cûda re hebûya, da ku gel bêtirs ya dilê xwe bianiya zimên.
Lê Xwedê mirov ji lotikan biparêze.
Em ji lotikên dijmin zêdetir, ji lotikên birayê xwe ditirsin.
Ez naxwazim hê zêde serê we biêþînim.
SILAV Û RÊZ JI BO KURDÊN KU BI KURDÎ DIJÎN.