Lotikxane

 

Cemîl Cewher

 lotikxane@lotikxane.com

 

Zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane

 

Xalê me Burkay ji Çoban Silo xirabtir kir

Çavê siyasetê kor be law, siyaset tiþtekî wilo ye ku ne tê xwarin û ne tê avêtin. Gava siyaset rast û dirust be, xweþ e. Lê ku siyaset wek nok û fasûlîyan meriv binepixîne û tirr û fisên gennî ji meriv berde, dibe quzilqurt û dilê meriv dixelîne.

Kurdan tucarî siyasetek rast û dirust li himberî hev nemeþandiye. Yan xwestine lingên hev biþemitînin û li ser ked û xwêdana hev rûnên, yan jî dek û dolab li serê hev gerandine û hevdu xistine xefikê. Hevdu kirine ajan, sîxur, mît û ît, hevdu kujtine û bi navê Kurdan xwîna Kurdan rêtine. Ji ber vê ez dibêjim “siyaseta rast û dirust xweþ e, lê  siyaseta çerqoberqo wek nok û fasûlîyan zik li meriv dike meþk û tirr û fisên atomî ji meriv berdide”.

Werhasil, mesela me li ser xalê me Kemal Burkay û lotikên wî bû.

Bila kes dilê xwe negre û xelet fêhm neke. Burkay mezinekî me ye, rûspîyekî Kurda ye û keda wî nayê û wê neyê înkarkirin. Ez bawerim kesê ku ked û xebata Burkay înkar bike, wê jina wî jê bê berdan û raste rast berê xwe bide nav agirê cehnemê. Lê ev nayê wê wateyê ku emê xalê xwe Burkay rexne nekin û lotikên wî li gora xwe þirove nekin.

Wek tê zanîn, PSK û PKK ji berê de wek dîk û mirîþkê hevdu dinikilandin. PSK,PKK wek þaxek ji þaxên MÎTê didît û PKK jî partî û hêzên ji derveyî xwe xayîn, cehþ û ajanên dewletê bi nav dikir. Bawerim hîna jî piranîya rêxistinên bakur Ocalan wek zilamê MÎTê û PKK jî wek rêxistinek tarî dibînin û PKK jî heman pelûlê bi serê wan de dirjîne. Ji ber vê jî min got “Kurdan siyasetek dirust li himberî hev nemeþandiye û herkes dibê ez û ne kesekî din”.

Axir, em dûr neçin û brînên kûr der nekin.

Piranîya we zanin, li Tirkiyê zilamek hebû jê re digotin Çoban Silo. Yanî, Suleyman Demîrel. Demîrel serokwezîrtî kir, serokkomartî kir, lê gotinek wî hev negirt û rojane siyaset dikir. Li gotinên ku doh gotibû xwedî dernediket û digot “dun dun dur, bugun bugundur- doh doh e, îro îro ye”.  

Îcar nizanim yan ew siyaseta Çoban Silo wek vîrûsekê ketiye bedena siyasetmedarên me, yan jî þert û mercên rojane wan mecbûrî wê siyasetê dikin. Lê di her halûkarê de siyaseta rojane û taktîkên lingþemitandinê ji Kurdan re xeter e û divê Kurd siyaseta Çoban Silo li himberî hev nemeþînin. Li himberî hev xwedîyê siyasetek rast, siyasetek netewî bin û berjewendîyên partîya xwe di ser berjewendîyên Kurd û Kurdistanê re negrin.

Werhasilî kelam, em vegerin ser fêda nok û fasûlîyên hiþk û tirr û fisên atomî.

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Hambûrg a Almanya be, dibêjin xalê me Kemal Burkay ji bo danasîna pirtûka xwe “Anilar-Belgeler- cild 2 –Bîranîn-Belge- cilda 2” li bajarê Hambûrgê bi xwendevanên xwe re civînek sohbetê li dar xistiye û di civînê de lotikên xweþ avêtine. Xalê me Burkay, di derbarê çareserîya pirsa Kurd de dîtinên xwe anîye zimên, federasyon paraztiye û dilê beþdaran rehet kiriye. Lê lotika herî xweþ di pirsa “protokola navbera PSK û PKK a sala 193an de” avêtiye. Xalê me Burkay gotiye:”Di dema protokolê de di nav gel de bawerîyek çêbû, hêvîyek peyda bû, moral bilind bû. Lê mixabin ew cepheya ku ji hêzên Kurd pêkhatibû neçû serî. Þerê PKK-ê li dijî Kurdên Baþûr û çalakîyên wan ên li welatên Ewropa, êrîþên wan ên li Almanya ku zirarek mezin da doza Kurdan, ev cephe têk bir. Îro jî heke PKK bêje em wê protokolê diparêzin, em dîsan jî amade ne ku li gel wan kar bikin.” Filan û fîstan.

Hella hellaaaaaa, ya siphan ella!

Yaw xalê Burkay, cîgerim, hetanî berî 2-3 heftekan jî te di televizyon û çapemenîya Tirkan de digot „MÎTê PKK ava kiriye û Ocalan jî zilamê MÎTê ye“ ne wilo? Yan ez xelet im?

Ê baþe qardaþim, ma wê xelk ji we nepirse „çawa hûn li gel zilamên MÎTê kar dikin babam? Madem MÎTê PKK ava kiriye û Ocalan jî zilamê dewleta kûr e, çi îþ û karê we li gel wan heye?“

Wê piþtre xelk û alem çi navî li we bikin û hûnê çi bersivê bidin xalê mino? Yan hûnê jî wek Çoban Silo bêjin „doh doh e, îro îro ye“ gelo!

Axir, em ne li dijî hevkarîya rêxistin û partîyên Kurdan e. Hevkarî þert e, yekîtî û tifaq pêwist û þertê serketinê ye. Lê ku rêxistin û partî bawerîyê nedin hev, rexne li xwe negrin, lêborîna xwe ji hev û ji gelê Kurd nexwazin, wê çi xwelîyê li serê hev bikin ez jî nizanim.

Werhasilî kelam, hêvîdarim xalê me Burkay rojek zûtir vegere welatê xwe û xebata xwe di nav gelê xwe de bidomîne.

05/11/09- Kurdistan

 

 

 

Xaltîka me Mîtterand da bin dûvê kakacanan

 

Cemîl Cewher- 07/10/09- Li ser bextê fitne û fesadên Hewlêrê be, dibêjin xaltîka me Danîelle Mîtterand, di parlamentoya baþûrê Kurdistanê de axivîye û lotikek bêîman li kakacanan xistiye.

 

Dibêjin xaltîka me Mîtterand, gotin anîye ser alîkarîya Kurdên parçeyên din û ji endamên parlamentoyê re gotiye:

 

” Kakaciyan, weyla xwedê topek li nav þeqê we nexistino, çima hûn alîkarîya Kurdên parçeyên din nakin baba? Ma law Kurdên parçeyîn din di dema Mistefa Barzanî de alîkarîya we kirin kirin, di dema Qiyada Miweqet de alîkarîya we kirin kirin, di dema enfalê de alîkarîya we kirin kirin, di qada navnetewî de piþtgirî dan we dan we, hûn bi xêra alîkarîya wan bûn dewlet bûn dewlet, êêêêêê? Ê çima hûn îro alîkarîya wan nakin babam? Ma ew ji Eyþika Ereb in ruhekem? Êdî bes e! Niha erk û dora we ye ku hûn stuyê xwe biþkînin û alîkarîya Kurdên parçeyên din bikin û xelas!” filan û fîstan.

 

Werhasil... 

 

Birastî ez tenê tiþtekî meraq dikim gelî xwendevanan.

 

Gelo di wê parlamentoyê de pozê kesekî ji gotinên xaltîka me Mîtterand þewitî?

 

Ê de bajon kaka bajoooonnnnnnn! Çawa be hevalê lingê þemitî tunin û di firehîyê de herkes kurê bavê xwe ye, de bajoooonnnnnnnn!

 

 

 

 

 

Gelo Sero Qadir dixwaze 30 milyon Kurmanc bike bi qurbana tîpên Erebî?

 

Cemîl Cewher- 31/07/09- Li ser bextê nivîskarê malpera Nasnamê Cemîl Demîrcan be, dibêjin di serdana baþûrê Kurdistanê de heyeta Nasnamê serdana qirasê zilaman û berpirsê weþan û çapemenîyê Sero Qadir kiriye û pêre çend lotik avêtine. Lê tê gotin ku Sero Qadir tirr ji heyeta Nasnamê berdaye û ew pir aciz kiri kiriye.

 

Li gora ku kekê me Cemîl Demîrcan dibêje, dibêjin Sero Qadir ji pesindana tîp û alfabeya Erebî pêve tiþtekî din neaxivîye û qûþ li 30 milyon Kurdên ku bi tîpên latînî dixwînin û dinivîsin qetandiye. Mêro rewþenbîrên Kurdên bakur bi “nezanîna tîpên Erebî” tawanbar kiriye û haþa min hizûr ew kirine þûna cahil û ehmeqan.  

 

Werhasil, xuyaye Cemîlê me ji Sero Qadir hatiye heta bi qirikê ku êdî hew îdare kiriye, lotikek bêîman li Sero Qadir efendî xistiye, tirr jê berdaye û gotiye:“Êdî bes e kaka! Wek papaxanan dubare û dehbare behsa pêwistî û giringîya tîpên Erebên qûnreþ meke, wîî! Em wek hinekan ji tu deverê meaþ û peran nastînin, em ne zilamê kesekî ne, em xizmeta xwe bi dilxwazî dikin cîgerim“ filan û fîstan.  

 

Axir, li gora ku Cemîlê me di nivîsa xwe de nivîsandiye, xuyaye Sero Qadir dixwaze 30 milyon Kurdên ku latînî dixwînin û dinivîsin bike bi qurbana 4-5 milyon Kurdekanên baþûrekan û wek Soranekan Kurmancekan asîmîle bike, bike xizmetkar û xulamên tîpên Erebên bêderpî.

 

Ê baþe ya Sero Qadir, ya mirîdê tîp û elfabeya Erebî, çima tu dev ji xwendin û nivîsandina tîpên Erebî bernadî û xwe tebayî 30 milyon Kurdan nakî baba? Heger bi hejmarê be em ji we zêdetir in û tirrê ji we berdidin, heger bi Kurdayetîyê be bi telaq dîsa em ji kesên wek te Kurdperwertir in, heger bi ciwamêrî, nivîskarî û rewþenbîrîyê be dîsa em têra xwe gene, êêêêêê? Naxwe ev çi zirt û virta te û perestîya elfabeya Erebî ye kekê mino? Ma em mecbûr in hînî wan tîpên wek lepûþkên pisîkan bibin cîgerim, waweylê! Yabo bela xwe ji tîpên me yên latînî vekin, bila ew xetik metikên Erebî li te û kesên wek te pîroz û bimbarek be û xelas, hella hellaaaaa!

 

Erê kuro, li þûna ku mêro rabe tîpên latînî biparêze, xwe bi 30 milyon Kurdên latîn re bike yek û doza yekîtîya Kurdan bike (ku ew jî li gor min bi hînbûn, xwendin û nivîsandina tîpên latînî mimkûn e), radibe wek hinek Soranekanim sînorekî ji dîwarê Çînê dirêjtir dixe navbera Kurdên latîn û Kurdên Ereb û qûnê li yekîtîya Kurdan diqetîne.

 

Wey aferîn Sero Qadir, bi sê telaqan te kir tirrrrrrrrrrrrr!

 

Ez bi serê serok Barzanî kim, heta ev hizr û ev „ezezî“ bi we re hebe, ne PDK û ne jî Kurdekan nagihên miradê xwe û tu sax…….

 

Haaaaa, yaw birêz Qadir, ji bîr mekin, azadîya ku hûn îro têde dijîn bi alîkarî û xêra wan Kurdên latînparêz bi dest ketiye haaaaaaa, yan na?    

 

 

Dîkê çê di hêkê de bang dide

Cemîl Cewher- 16/07/09- Hewlêr- Bav û kalên me dibêjin:“Dîkê çê di hêkê de bang dide“. Yan jî: „Berxê nêr ji bo kêr“. Ji bo jinan jî: „Jin hene û jinkok hene“. Yan jî: „Jina çê mêrê xwe dike wezîr, jina xirab mêrê xwe dike rezîl“.

Axir, mesela me ne li ser metelok û gotinên bapîran e. Helbet her metelokek Kurdî bi serê xwe felsefeyek, rê û rêbazek e. Her metelokek serpêhatîyek e û ew serpêhatî jî mirêk û eynika pêþerojê ye.

Îcar em vegerin ser fêda hêkên qelandî û mehîra bi sîr.

Li ser bext û namûsa Pukmedîayê be, dibêjin serok Mesûd Mistefa Barzanî, li Hewlêrê beþdarî merasîma rêzgirtina pêþmergeyan bûye (mixabin ji ber ku min bi þev beroþek þorba nîskê, kîlok îsotên tûj û 5 serî pîvazên nîvkîlo xwaribû, zikê min bûbû wek zikê çêlekê û min nikarîbû bi vî zikê nepoxî beþdarî merasîmê bibim) û çend lotikên Kurdewarî avêtine.

 Dibêjin serok Barzanî gotiye:“Ez bi serê Lotikxanê kim, heta ez hebim ez nahêlim carek din xwîna Kurdan bi destê Kurdan bê rêtin“ filan û bêvan.

Heheyyyyy, wey min çavên te xwaro! Kuro bi sê telaqan tu kurê bavê xwe ye, xelas! Ma ji vê hest û helwestê, ji vê lotikê xweþtir û rasttir lotik hene gelî xwendevanan? Ma çi hatibe serê Kurdan ne ji ber þerê brakujî û lotikên xwe bi xwe hatiye serê me qurban? Belê. Ma sedema bindestî û xwelîliserîya me ne ji ber þerê brakujî û nakokîyên navxweyî ye cîgerim? Belê. Êêêêêêê? Naxwe ev lotik ne wek ayeta quranê ye baba? Bi þeþ telaqan belê.

Îcar we fêhm kir bê çima dibêjin:“Jina çê mêrê xwe dike wezîr, jina xirab mêrê xwe dike rezîl“ newlo gelî xwendevanan?  De ka îcar vê metelokê bermeqlûb (paþûpêþkî) binirxînin û þirove bikin ka bê çi jê derdikeve cîgerlerim. Yanî, ka bêjin:“Serokê çê milletê xwe dike wezîr, serokê xirab milletê xwe dike rezîl“ bê çawa dibe. Bi sê telaqên bê fitû, wek beroþ û qapaxê li hev tê.

Îcar qurban, hewceyî bi gotina zêde nîne. Serokê çê doza xwe nafroþe, ji bo berjewendîya xwe bi qedera milletê Kurd nalîze, Kurd e û Kurdistanî ye. Û serokê xirab? Serokê xirab jî wek jina xirab doza xwe, milletê xwe, heval û hogirên xwe difroþe, rezîl dike û haþa min hizûr pozê wan dixe nav gû.

Îcar bi kurt û Kurmancî kaka, em jî wek sîxurên Lotikxanê yên li baþûrê Kurdistanê dibêjin:“Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey serok! Heta tu ev boxê berana be, heta tu li ser rê û rêbaza bavê xwe Mistefa Barzanî be“, wê Lotikxane li piþta te be, xelas!

 

 

 

Xewnan nebînin canekem!

 

Cemîl Cewher- 10/04/09-Hewlêr- Nîqaþa Kurmancî û Soranî, Kurmanc û Soranîperestan dîsa ket rojeva me û tirr ji me berda. Birastî wek Kurdekî bakurî mafê min nîne ez kirasê xwe biçirînim û Soranîperestan bidim ber lotik, pehîn û zîtirkan. Ev mafê Kurmancên Behdînî, yên Zaxo, Duhok û deverên din e. Lê ku ew dengê xwe nekin, dest bi raperîn û lotikên Kurmanckî nekin, ezê çi xwelîyê li serê xwe û 101 bavê xwe bikim? Ma hûn ne „fîftî fîftî“ ne kaka? Çima Kurmancên Behdînî wek peppûkan bêdeng in?

 

Welhasil, li ser bextê serxweþ û doxînsistên kolanên bajarê Silêmanîyê be. Dibêjin ev qederê salekê ye ku di rojnama Çawdêr de nîqaþên li ser yekgirtina zimanê Kurdî tê kirin, Soran û Soranîperestên wek Þêrko Bêkes û Ferhat Þakelî dixwazin zaravê Soranî li serê Kurdan bikin bela û bi wan ve bizeliqînin. Gerçî mafê me Kurdên bakur nîne em têkildarî karûbarê hikûmeta Kurdistanê bibin, çunkî hikûmeta Kurdistanê serê xwe ji Soranên Silêmanîyê re tewandiye, ew li ser serê xwe wek mîr û wezîr qebûl kirine û qîmetê pîvazekê bi zimanê Kurmancî nedane û ji niha û pêde jî nadin. Hem desttêwerdanên Soranekan û hem desttêwerdanên Tirkekan nahêlin ku zimanê Kurmancî têkeve rojeva Kurdên baþûr. Herkes dixwaze Soranî li Kurdan ferz bike da ku bi taybet Kurdên bakur têk biçin û zimanê Kurmancî hêdî hêdî wenda bibe. Gerçî vebûna TRT6ê hinek zîndeyî xistiya nav zaravê Kurmancî jî, lê ji ber ku ne qanûnî ye û bi fermî hebûna zimanê Kurmancî qebûl nebûye, pêþeroja jiyana TRT6 ê ne kifþ e.

 

Welhasil, dibêjin canekem, por û pirçekem, nivîskarê pozmezinên wek Þêrko Bêkes û Ferhat Þaqûnî dîsa dane zîtirkan û dest bi zîtirkên Soranî kirine. Tew ciwamêran Soranî li ser Kurdên baþûr tenê ferz nakin, dixwazin temamê Kurdên dinyayê Soranî biaxivin û qaþo Soranî bikin zimanê pêþeroja Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê.

 

Ey kakacanên Soranîperestekan,  ey dijminê Kurmanc û Kurmancîyekan, êdî bes e!

 

Hûn li herêma xwe çi dikin bikin, lê destê xwe dirêjî Kurmancî û Kurmancan nekin kaka! Soranî li we pîroz û bimbarek be. Lê bizanin ku Kurmanc þorba Soranî naxwin û pê virikî dibin. Hûn li baþûr kîjan zaravî dikin benîþtê devê xwe bikin, lê destê xwe dirêjî Kurdistana gewre û bi taybet jî bakur û rojava nekin çunkî ew Kurmanc in, newîyên Ehmedê Xanê, Melayê Cizîrî, Melayê Batê, Mela Seîdê Kurdî, Þêx Seîd û Cegerxwîn in.

 

Tikaya me ji we ev e kaka:

 

Ji niha ve Kurdan û Kurdistanê parçe nekin çunkî bi sedê salane dijminên milletê Kurd heman daxwazê dikin, di nav heman helwestê de ne. Soranî ji we re û Kurmancîya gewrik jî ji Kurmancan re. Na heger hûn bertîl û gendelîyê dixwazin, bi soz û peyman emê çend elokên qelew û savarek têrrûn pêþkêþî wî zikê we yê mezin bikin. Lê bizanin ku heta bi savara Kurmancan jî tirrê ji meriv berdide haaaaaaaa…..!

 

Binerin bê Þêrko Bêkes çi dibêje û çi dixwaze

 

http://www.kulturname.com/?p=1486#more-1486

 

 

 

 

Mam Celal got: Na kaka!

 

Cemîl Cewher- 03/04/09-Hewlêr- Mamê Kurdên sererd û binerd Mam Celal Talabanî, di serdana Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul de lotikek li PKK xistibû û zikê xwe firkandibû. Xwedêgiravî di serdana Bexdayê de Abdullah Gul gotibû „Kurdistan“ û Mamo jî dabû bin dûvê PKK û gotibû:“Na kaka, nabe! Yan çekên xwe radest bikin û yan terka Iraqê bikin. Destûra Iraqê rê nade hêzên biyanî ruhekem“ û dabû lotikan.

 

Welhasil, di vegera xwe de Abdullah Gul înkar kir û got:“Jina min ji min berdayî me min behsa Kurdistanê nekiriye qerdeþim“ û xwedî li gotina xwe derneket.

 

Balkêþ e ku Mam Celal jî di serdana xwe a Hewlêrê de ragihand ku wî ji PKK re negotiye „yan çekên xwe teslîm bike û yan bicehime ji Iraqê derkeve kaka“ filan û fîstan.

 

Welhasil, Abdulah Gul jî û Mamo jî gotinên xwe daqurtandin.

 

Îcar xwedê bikim hema gotinên wan di qirika wan de nemîne û hew.

 

 

 

 

Xwarin, vexwarin, lotik avêtin, lê negotin Kurdistan

 

 

Cemîl Cewher- 22/02/09-Hewlêr Navê Kurdistanê ji tirsa melkemot û ezraîlê xwedê jî xirabtir e. Tew ji bo Tirkan ev nav abes e, heram e û wek lixwekirina kefenê gorê ye.

 

Axir, lotikvanên Tirk û mirîdên sayin Sofî Fethûllah Gulen beg, di bin navê ABANTê de hatin Kurdistanê û çend rojan têra xwe tirr û fis kirin. Xweþ kirin heta hûn bêjin bes. Lê gava dor hat ser navê „Kurdistan“, bi xwe de rîtin û ji mêranî ketin. Kirin û nekirin ku li þûna „Kûzey Iraq“ bêjin „Kurdistan“ nikarîbûn. Xwêsîya wan di qirika wan de ma, zik li wan nepixî û bêhn li wan çikiya.  

 

Welhasil, Fethûllahçîyên me li Kurdistanê dibistan û zanîngehên xwe vedikin, têra xwe propaganda Pan Turkîzmê dikin, bi navê îslamê tirrê ji me Kurdan berdidin, lê bêbavan naxwazin navê welatê me bîzin ser zimanê xwe û bêjin Kurdistan. Îcar navê vê çiye?

 

Axir canim…

 

Na na… Bi ellawekîl çare û hêvî tenê di kekê me Îbrahîm Guçlu de ye. Heta Îboyê me wek Hezretî Elî þûrê xwe nekþîne, bi mîrkutan li serê van ronakbîr û rewþennebîrên Fetfo efendî nexe û wan neyne  îmanê, mesele vala ye.

 

De afîyet be ji we re sayin ronakbîr Tirrrrrrrrrrrkkkk qerdeþlerim…

 

 

 

 

 

Gelo Mamê ÞERAFETTîN ji Hewlêrê xeyi ye?

 

Cemîl Cewher- 11/02/09-Hewlêr- Baþûrê Kurdistanê bûye wek Kabeya Kurdan. Bi taybet bûye ziyaretgeha siyasetmedarên Kurdên bakur. Helbet pêþî Hewlêr û piþtre jî Silêmanî. Hewlêr Mekke û Silêmanî jî Medîne ye. Yanî, Kurd berê tên Hewlêrê tewaf dikin û piþtre jî diçin Silêmanîyê selewatan vedidin.

 

Welhasil, mamê me Þerafettîn Elçî vê carê ev adet têk bir. Berî ku Hewlêrê tewaf bike, di ser re qevizî û berê xwe da Silêmanîyê. Gelo mamê me Þerafettîn Elçî ji Hewlêrê xeyidîye yan dev ji tewafê berdaye û dixwaze tenê selewatan vede?

 

Axir, hûn zanin, di nav Kurdan de fitne û fesad zêde ne. Bi taybet sîxurên Lotikxanê ji Çeqel Qarlos jî xerabtir îstîxbaratê werdigirin.

 

Li ser bextê Beko ewanên Siêmanî ye be, hinek dibêjin mamê me Þerafettîn Elçî bêrîya mam Celal kiriye û hema yekser xwestiye pêre qehweyek tehl vexwe. Belkî jî xwarina goþtê elokan jî di serdana Silêmanîyê de bûbe sedem.

 

Niha ev pirs di serê Kurdekanên baþûr de heye: Gelo mamê me Þerafettîn Elçî çima di ser Hewlêrê re qevizî û çû tewafa Silêmanîyê?

 

Ez serê we neêþînim, sîxurên Lotikxanê niha li Silêmanîyê lêkolînên hûr û kûr dikin û li bersiva vê pirsê digerin.     

 

 

 

Hefteya Tirk kul-tiiiirrrrrîîîîîîî!

 

 

Cemîl Cewher- 16/01/09- Hewlêr- Li ser bextê xelkê be, dibêjin li gora ku jinên Hewlêrî li ser tenûran dibêjin, dibêjin heyetek bi serokatîya Eþber Yagmûrderelî Paþa hazretlerî ji Tirkiyê hatiye Hewlêrê û bi wezîrê kulturê Felakedîn Kakeyî re hevdîtinek kirine. Piþtî xoþbêþê, dibêjin biryar hatiye girtin ku li Hewlêra paytext hefteya kultura Tirkî bê lidarxistin û di kolanên bajarê Hewlêrê de dengê muzîk, zirne û dahola Tirkan bilind bibe.

 

 Gerçî ji berê de hunermendên Tirk bi stran û flîmên xwe di Hewlêrê de dikin zirezir û tirrê ji leç û xortên me berdidin jî, lê ku mesele ket fermîyetê û bi destê hikûmetê hefteya kultura Tirkî ( ji þer, kujtin û talanê pêve çi kultura Tirkan heye nizanim) bê lidarxistin, mesele dibe lotikek din. Tu dibê qey ew zir qirasa dewleta Tirko nikare hefteya kulturî li Tirkiyê lidarxe, hew Hewlêr di destê wan de maye.

 

Ê tabî kakacanên me jî pir insanî difikirin canim, ji bo navbera xwe û Tirkekan nermik û germik bikin, gotinek wan nakin dudu û dibêjin: „Ehlen we sehlen kaka, hefteya kulturî û ne tiþtekî din“.  

 

Welhasilî kelam, ez jî wek berdevkê Ergenekon û dewleta kûr a Lotikxanê þaxê Hewlêrê, vê ji kakacanên xwe re pêþniyaz dikim:

 

„Kakaciyan, li dinyayê tiþtekî belaþ nemaye, kes ne kurê bavê kesî ye.  Madem we li paytextê xwe pêþniyaza lidarxistina hefteya kultura Tirkî qebûl kir, ji kerema xwe hûn jî lotikekê li qûna Tirkan xin û bêjin:“Em jî dixwazin hûn li Enqerê hefteya kultura Kurdî lidarxin sayin Tirrrrrrrrkooooo qerdeþlerimiz“ û wan biceribînin“.

 

Aha wê gavê wê qûna reþ û spî derkeve holê haaaaaaaa!

 

Ka bê birastî wê Tirk jî wek me Kurdan di paytextê xwe de hefteya kultura „dijminê xwe“ lidarxin yan na.

 

Ma ne pêþniyazek maqûl e kaka?  

 

 

 

 

Bajon oxlim, heta em Kurd ev xwelîliser bin, hûnê hê gellek caran bidin bin dûvê me

 

 

Cemîl Cewher- 13/12/08-Hewlêr- Belê, ji hilbijartinên bajaran re mehek mabû û tofana Tirkan dîsa li Kerkûkê rabû. Bala xwe bidinê, çi dema ku di derbarê Kerkûkê de biryarek bê girtin yan tiþtek çêbibe, hew we dît teqandinek çêbû. Ê helbet Kurd jî ewqasî çavtirsandî û bêzirav bûne ku, tawîz li ser tawîzan didin Tirkan û hikûmeta Malikî û bi navê birayetîya Kurd û Ereban malikê li xwe dibin mîratê.

 

Ma Kurdekan nizanin ku dewleta Tirk koremar e, dijminê herî xedar e û ji wan bê wê Kurdan di firrek av de bixeniqînin? Belê. Ma Kurdekan nizanin ku “Nan û avê Tirkan li ser kaba wan e, bêbext û nankor in” û ewê di fersenda herî piçûk de jî tirrê ji wan berdin? Belê. Lê dîsa jî hefsarê xwe ji destê wan dernaxin, þîrketên wan li Kurdistanê cirîtan davêjin, sîxurên wan di bin navê karker û karmendên wan þîrketan de gav bi gav li Kurdistanê digerin, dek û dolaban dirêsin û tew zanîngeh û dibistanên kesên wek Fethûllah Gulenê “Îslamo-faþîst” li Kurdistanê vedibin. Hem jî bi kêf û eþq, bi hella hella, dahol û zirne.

 

Welhasil, me wek Lotikxane bi sedê caran bal kiþandiye ser vê ku þîrketên Tirk, Turkmen û nexasim îslamo-faþîstên wek Fethûllah Gulen, dixwazin di Kurdistanê de bibin xwedî gotin, desthilatdar, xwedî bingeh û hîmên dewleta Tirk di dil û kezeba Kurdistanê de biçikînin. Lê tu ji kê re dibêji?

 

Axir, dibêjin TÎB ê (Turk Întîkam Bîrlîgî) di malpera xwe de teqîna li Kerkûkê girtiye ser xwe û gotiye:”Olan Kurdler, me di we kirino, ma emê we rehet bihêlin? Hûn dixwazin Kerkûka Turkmenan bikin a xwe û lotikan bavêjin ha, ma em mirî ne law” filan û fîstan.

 

Gerçî dibe ku ev kîrquzdê dixwazin xwedî li vê teqandinê derkevin ji bo xwe bi hêz bidin xuyakirin û ji xwe re hevalbendan çêkin. Lê bawer nakim. Ji ber ji berê de jî rêxistinên wek TÎB û TÎT ê di bin sîya serekerkanîya artêþa Tirkiyê de kar dikirin û hîna jî dikin. TÎB jî parçeyek ji TÎT, JÎTEM, MÎT û ERGENEKONÊ ye û bi emrê serekerkanîya Tirkiyê çalakîyên xwe dikin. Ji ber vê jî, ez wek dîn û îmana xwe zanim ku di her teqandinê de tiliya Tirkan heye.  

 

Welhasilî kelam, heta em Kurd ev xwelîliser bin û ji bo dostanî û biratîyek sexte qûna Tirkan balêsin, wê TÎB, TÎT, JÎTEM û MÎTEM hê gellek caran bidin bin dûvê me û me bikujin û hûn sax!

 

Heger niha TÎB û JÎTEMên hikûmeta Kurdekan jî hebûna, li beramber teqînekê wan jî li bajarekî Tirkan biteqanda û serê wan bixista qûna bavê wan, bê birastî wê Tirkan wêrîba li Kerkûkê lotikan bavêjin.

 

Lê kaaaaaaa, ne Kurdekan û ne Hevalekan....Yên li derveyî hevalekan jî davêjin lotikên beredayîyekan..Îcar bo wê Tirkekan li Kerkûkê nekin teqînekan kaka ciyan!?

 

 

Bi telaq ez li gel Mîsakî Mîllî me!

Cemîl Cewher- 06/12/08-Hewlêr- Birastî çima Kurd nîqaþa „Mîsakî Mîllî“ nakin? Meselen, ma gava serokkomarê Tirkiyê Turgut Ozal dixwest baþûrê Kurdistanê jî têxe nav sînorên Tirkiyê û bi Kurdan re federasyonekê çêke, xerab bû gelo? Welhasil.

Dibêjin serokê Kurdên sererd û binerd sayin Ocalan, di hevdîtina vê dawîyê de doza Mîsakî Mîllî kiriye û Kerkûk û Mûsil jî xistiye nava wê.  

Êêêêê, ma tiþtekî xerab gotiye?

Bi sê telaqên jinberdanê ez pê re me qerdeþim. Ez îro dixwazim Kerkûk û Mûsil, temamê baþûrê Kurdistanê, û hetta rojhilat û rojavayê Kurdistanê jî têkevin nav Mîsakî Mîllî û bi bakurê Kurdistanê re bibin yek.. Law ma jê xweþtir heye cîgerlerim? Ma jê xweþtir heye ku du parçeyên welatê me bibin yek, Kurdên bakur û baþûr bibin yek, zimanekî yekgirtî çêbibe û Kurdistan ji 4 parçan bimîne 3 parçe? Ma doza me ne yekgirtina Kurdistana mezin û yekîtîya netewê Kurd e babam, wîî! Aha Mîskî Mîllî xizmeta vê dike ellawekîl.

Yabo bela bakur û baþûr bibin yek, bela dijminekî me kêmtir bibe, bi namûsa kerxanecî Misto ez pê re! Ji bo yekîtîya bakur û baþûr ez „Mîsakî Mîllî“ diparêzim û tenê di vê mijarê de piþtgirîya serokê Kurdên sererd û binerd A. Ocalan dikim qerdeþim, xelas!

Kesê ku yekîtîya Kurdên bakur û baþûr nexwaze, kesê ku yekîtîya herdu parçeyên Kurdistanê nexwaze û bi ser de jî rabe doza Kurdistana mezin û yekîtîya milletê Kurd bike,  bela serê xwe ji min re rake, deee!

Law sayin Tirko qerdeþlerim, min di we kirino,  bi sê telaqan Kurdistana Sûrî  û Kurdistana Îranê jî di nav sînorê Mîsakî Mîllî de ne. De qencîyekî bikin û hema bi xêra dê û bavê xwe, bi saya serê "Mîsakî Mîllî" Kurdistana gewre ji me re ava bikin û hûn sax. Hema carekê jî qencîyekê bikin law, ma dinya xera nabe babam,  wîî!

 

 

 

Ne ji Zanîngeha Fethûllah Gulen bûya em fêrî Ingilîzî nedibûn ellawekîl!

 

Cemîl Cewher-23/11/08-Hewlêr- Þikir ji xwedayê abadîn re, Fethûllah Gulen beg zanîngeha xwe li Kurdistanê bi fermî vekir û li Amerîkayê simbêlê xwe ba da.

Belê kaka, Zanîngeha Iþik a cemaeta Tirkperestên Tirkiyê (Cemaeta Fethûllah Gulenê Îslamo-Tirko) li Hewlêrê bi merasîmekê vebû û bi xêr û selamet wê dest bi lotikên zimanê ingilîzî bike.

Li ser bextê gotinên ser tenûrên bajarê Hewlêrê be, dibêjin heger ne ji Zanîngeha Fethûllah efendî bûya, wê Kurdekanên me nikarîbûna fêrî zimanê Ingilîzî bibûna.

Dibêjin ji ber ku Ingilîzîya Fethûllah beg ji ya Ingilîz û Amerîkanîyan pêþdetir, fesîhtir û naziktire, hem ziyaret û hem ticaret. Kurdekanên me hem dixwazin fêrî Ingilîzîya nazik û seksî bibin û hem jî dixwazin bi rêya Fetho efendî têkilîyên xwe bi Tirkiyê re xweþtir û germtir bikin.

Dibêjin heyetek ji Tirkiyê jî beþdarî merasîma vê lotika bi xêr bûye, ling avêtine ser lingan û simbêl ba dane.

Lê ya xweþ, rayedarên me bi vekirina zanîngehê pirr kêfxweþ bûne û gotine:“Kaka ciyan, canekem, ruhekem. Ême hêwîdarin ke ev lotikekan bibitin minasebetî geþkirdinî têkilîyekanî nawbera Kurdekan we Tirkekan“ filan û fîstan.

Ê de li ser xêrê be û xwedê Tirkan ji ser serê me Kurdekan kêm neke rebbî!

Madem mesele geþkirin û xurtkirina têkilîyên navbera Kurdekan û Tirkekan e, a herî baþ, têkilîya herî xurt ev e ku hûn sînorê navbera bakur û baþûr rakin, sînor bikþînin nêzîkî Bexdayê û herdu parçeyên Kurdistanê bikin yek û xelas!

Ma ji vê lotikê xweþtir têkilî û çareserî heye canekem? Hem wê têkilîyên we bi Tirkekan re bibin wek agirê cehnemê, germ û xurt bibin, û hem jî wê bi xêra we herdu parçeyên Kurdistanê bibin yek.

Me bi xwe qebûl e, lê hûn?

 

 

Kilîlîlîlîlîî, Homer beg Kurdistan kir fîftî fîftî

 

Cemîl Cewher- 13/11/08-Hewlêr- Heta niha Kurdistan 4 parçe bû. Lê bi saya xwedê û serê Homer Dizeyî beg, Kurdistan ji 4 parçeyan daket du parçeyan.

 

Dibêjin kakaciyan Homer Dizeyî di malpera PUKmedîayê de nivîsek bi Soranîya latînî nivîsandiye, behsa standartkirina zimanê Kurdî kiriye û tirr ji meselê berdaye. Homer efendî çi gotibe baþe?

  

Gotiye:“Kaka ciyan, bi sê telaqên jinberdanê, du Kurdistan hene. Yek ji Soran û Soranî re ye û yek jî ji Kurmancan û ji Kurmancî re ye. Divê Kurdistana Îranê û Iraqê ji zaravayê Soranîya Silêmanîyê re be û Kurdistana bakur û rojava (Sûrîyê) jî ji Kurmancan û Kurmancî re be“.

  

Tew mêro ji Kurmancî re jî dibêje „Kurmancîya Botanî“ haaaaa, pekkk! Kurmancîya Botanî kuro!? Naxwe ka Kurmancîya Toranî, ka Kurmancîya Omeranî, ka Kurmancîya Þêxbizinî, ka Kurmancîya Þorba Nîskê kaka?

 

Welhasil, Homer efendî lotika herî xweþ li Duhokîyan û Kurmancên baþûr daye, tirr di wan de kiriye fiss û gotiye:“Ji xwe hewce nake ew xwelîliserên Behdînîyan serê xwe bêþînin. Min mesele safî kiriye û xelas, wîî! Aha va Soranîya Silêmanîyê zimanê standart e û zêdeyî serê wan û bavê wan e, îcar Behdînî û Duhokî çi quzê kerê ye kaka?“ û ew dane ber lotik û pehînan.

 

Ez serê xwe û we neêþînim, di eslê xwe de Homer Dizeyî rast gotiye. Bi sê telaqên jinberdanê, bi gora M.Mistefayê nemir, heta 101 bavikên me rabin jî mesela Kurmanc û Soranan xelas nebû û nabe jî. Yan divê wek ku Homer efendî dibêje Kurdistan bibe du parçe – Kurmanc û Soran- û yan jî divê Kurdistan bibe 101 parçe û her herêmek bi devokê xwe biaxive.

 

Lê nehatîye bîra mêro ku li Îranê jî bi sedhezaran Kurmancên gewrik hene û bi Kurmancî diaxivin ha. Ji ber ku li hesabê wî nehatiye behsa wan nekiriye.

 

Axir canim,

 

Bi saya xwedê û serê Homer Dizeyî, Kurdistan ji 4an daket 2 parçeyan. Helbet ev jî ji tunebûnê çêtir e.

 

 Lê ku Homer efendî bigota „Kurd giþ Soran in û zimanê herçar parçeyên Kurdistanê jî Soranî ye“ meyê bigota çi? Emê di ser re bihatana û meyê bi xirrê wî bigirta ellawekîl! Yanî, mêro „fîftî fîftî“ kiriye ha, nîvî ji Soranan re û nîvî ji Kurmancan re. Bi telaq mêrik xwedî edalet û xwedî wîjdane û xelas!

 

Lê pelûla germ bi serê kê de rijiyaye hûn zanin? Bi serê Duhokî û Behdînanîyan de. Rebenan ji dêrê jî bûne û ji mizgeftê jî.

 

Welhasil,

 

Em wek Kurmancên bakur û rojava karin „Otonomîyê“ bidin Duhokîyan baba. Lê Soranekan tiþtekî didin wan nadin wan ew û wîjdanê xwe û hûn sax!

 

 

Mihemed ihsan tirr ji Kurdên bakur berda

 

 Cemîl Cewher- 04/11/08- Hewlêr- Birastî ez nizanim çi bêjim. Wezîrê Karûbarê Navçeyên Derveyî Herêma Kurdistanê Mihemed Ihsan, lotikek wisa bêîman li Kurdan xist ku ji Tirkan xerabtir anî serê me. Tam bi zimanê Tirkên bêbav axivî û helwesta gellek ji Kurdên baþûr raxist ber çavan. Min nedixwest ez li ser vê mijarê binivîsim, lê mixabin xewa min nehat, hêrsa min rabû û wîjdanê min qebûl nekir.

 

Mihemed Ihsan raste rast niyeta dilê xwe got û Kurdên bakur kir bi qurbana Erebên dolheram. Li gora Ajansa Dengê Iraqê dibêje, Mihemed Ihsan efendî çi bêje baþe? Mêro gotiye:”Dewleta Kurd ne gengaz e, herweha veqetandina Kurdistanê ji dewleta Iraqê ne mimkin e” filan û fîstan.

 

Heta vêderê ehlen we sehlen. Hûn ji Erebên qûnbigû vediqetin, venaqetin îþ û karê we, biryar û riza we ye kaka. Lê wekî din çi gotibe baþe?

 

Mêro li Kerbelayê gotiye:” Hemwelatîyên Iraqê yên li Kerbelayê dijîn, ji bo me ji hemwelatîyên Kurdên Tirkiyê (yanî ji Kurmancan) nêzîktir in”.

 

We fêhm kir ne wisa gelî xwendevanan?

 

Yanî, Mihemed Ihsan beg, dixwaze bêje ku, “Em Kurmancên bakur dikin bi qurbana xirrê Erebên Kerbelayê. Ereb ji me re ji Kurmancên bakur nêzîktir, þîrîntir û hêjatir in”. Yanî, qîmet û buhayê Kurdên bakur li cem Mihemed Ihsan beg efendî wek pîvazek xerabe jî nayê, 30 milyon Kurdên bakur dike qurbana serê Erebên dola Saddam Hisên.

 

Ma hewceye ez zêdetir binivîsim bavê min?

 

Bi sê telaqên jinberdanê, bi gora serok Barzanîyê nemir, Mihemed Ihsan beg tirr ji me Kurdên bakur berda û xwelîya heft gundan li serê me kir.

 

Niha hûnê bêjin “Ev siyasete kaka” û xwe biparêzin dizanim. Lê babam, tirr li ku û das li ku? Kurdên bakur li ku û Erebên li Kerbelayê li ku? Sedem çibû ku Mihemedê me Kurdên bakur û Erebên bêderpî miqayeseyî hev dike gelo? Yanî ku bigota “Hemwelatîyên Ereb yên li Kerbelayê nêzîkî me ne” ne bes bû? Lê çima hemwelatîyên Kurdên Tirkiyê bavê min? Yan birastî jî ev siyaseta hikûmeta Kurdistanê ye?

 

Welhasilî kelam,

 

Ez wek Kurdekî bakur ku li Hewlêrê dijîm, bang li serokwezîr kak Nêçîrvan Barzanî dikim ku guhê Mihemedê me bikþîne ku lêborîna xwe ji Kurdên bakur bixwaze.

 

Ez ji serok Barzanî tika dikim ku porê Mihemed Ihsan efendî  bide ber meqesên berbera û serê wî zelût bike da ku carek din lotikên dijminane navêje. 

 

Yan na, bizanin ku her lotikek nerast dibe sedema çavreþî û dilêþîya navbera Kurdên bakur û baþûr kaka!

 

 

Sefînê me serê Tirkan xist kuna wan

Cemîl Cewher- 26/10/08-Hewlêr- Tirk bi her awayî dixwazin PDK û PKK bînin himberî hev û wan bi hev bidin kujtin. Torinên Asenayê birakujîya Kurdan ji xwe re kirine armanc û qaþo hewl didin ku Kurdan bixapînin û wan bînin lîztikên dewleta Elî Osman.

Piþtî hevdîtina heyeta Tirkan û rayedarên Kurdistanê, çapemenîya Tirk dîsa dest bi lotik û pehînên kerîkî kirin û gotin ku PDK PKK wek rêxistinek terorîst dibîne û soz daye ku þerê PKK bike. Lê Berpirsê Têkilîyên Derve Sefîn Dizeyî lotikek li Tirkan xist û tirr ji wan berda.

 Dizeyî serê wan xist kuna bavê wan û got: “Tirrrrr li bin qûna wan, me negotiye PKK terorîst e û ji xwe þerê PKK qet ne di bîra me de ye jî kaka” û lotikek Kurdewarî avêt.

Welhasil, Tirk dîsa di ser qirasê Kurdan re hatin û pê girtin û hûn sax!

--------------------------------

 

Xwedê we bike bûk û zava rebbî!

 

Cemîl Cewher- 22/10/08-Hewlêr- Belê, Tirkan dîsa xwelî li serê me û bavê me Kurdan kir û bi riya þîrketa Fethûllah Gulenê dijminê riknê Kurd, zanîngeha xwe li Hewlêrê vekir. Ev bû nimro 10! Yanî, 10 qiraseyên Fethûllah Gulen beg ketin me. 10 dibistan û zanîngeh. Tu dibê qey ji dezgehên Fethûllah efendî pêve tu dezgeh nemane ku Kurdekanên me pê bixwînin û bibin zilam.

 

Piþtî min di televizyona Samanyolû a Fethûllah Gulenê panturkîst de temaþe kir, bawer bikin Kurdayetî li ber çavê min reþ bû, herimî. Çima dibistan û zanîngehên Tirkên bêbav lê ne ê Amerîkanî, Alman yan Ingilîz? Yan xiyarê Fethûllah Gulen beg ji ê wan þîrîntire?

 

Îcar rêvebirê giþtî ê zanîngehên taybet ê wezareta xwendina bilind Hîmdad Ebdulqadir efendî, di derbarê xwepêþandana xwendekarên ku zanîngehên Tirkan naxwazin de çi bêje baþe?

 

 Mêro dibêje: „Me wek wezareta xwendina bilind hemi rêyên zanîstiyê girtiye ber xwe, ev unîversîte jî hemi mercên zanîstiyê yên navdewletî tê de ne ku wê di pêþerojê de xizmeta xelkê herêma Kurdistanê bikin lewra em ne digel daxwaza xwendekaran in.”

 

Heyla agir bi nav doxîna te keto, weyla bêmirado, ma zanîngehên Amerîkî, Alman yan Ingilîz hemi mercên zaniztiyên navdewletî ne têde ne? Yan lotikên Tirko bi we þîrîntirin?

Kuro we bi rêya Fethûllah efendî milyon dolar ji dewleta virqo nesitendibin bavê min? Yan çima dibistan û zanîngehên Fethûllah efendî û Tirkan û ne hinekên din?

 

Welhasil canim, serê me pê naêþe. Çawa be kakacan hesabê Kurdên bakur bi pîvazekê nakin, wan bi xirrê xwe nahesibînin, îcar em çima xwe aciz dikin û xwelîyê li serê xwe û 101 bavê xwe dikin kaka, wîî!

 

De Fethûllah Gulen efendî li we pîroz û bimbarek be rebbî. Ew Fethûllah Gulenê ku televizyona wî Samanyolû ji sibê heta êvarî dijminatîya Kurdan dike û bazdide ser dê û jinên wan!  

 

Hûn ji baþûr kumê Tirkan bidin serê xwe û bila Kemalîstên me jî ji bakur kumê Kemalîzmê bidin serê xwe cîgerlerim.

De bê kî zora kê dibe, de bajoooonnnnnnn!

--------------------------------

Waweylê wey waweylê wey waweylê Sofî Xelef!

Cemîl Cewher- 09/10/08-Hewlêr- Belê.... Hewce nake em dûdirêj bikin. Dibêjin ne bi xêr û ne bi selamet, wê Zanîngeha Selaheddînê dest bi zimanê cewrên dêlegura Asenayê bike û wê xort û keçên Kurd di vî beþê zanîngehê de hînî lotik û pehînên Tirkane bibin. Tê ragihandin ku beþê Tirkî bi hewldana cemaeta Gûlen beg hatiye vekirin.

Di Zanîngeha Selaheddîn de, ku ji xeynî Soranî tu zaravayek Kurdî têde nayê xwendin û nivîsandin û ji xwe Kurmancî lê qedexe ye, zimanê Tirkî bi daxwaz û alîkarîya Tirkên hov, bi alîkarîya cemaeta Gûlen û Kolejên Iþik (Kolejên Fethûllah Gûlen) dest bi lotikên xwe dike.

 Çi sosretek mezine ne wisa?

Tu were zaravayên Kurdî ji Kurdan re qedexe bike, û di þûna wê de zimanê dijminê 50 milyon Kurd di zanîngeha xwe de bide xwendin. Û midurê zanîngehê Dr. Mihemed Sidiq çi gotibe baþ e?

Gotiye:

“Beþê Tirkî li ser daxwaza xelkê Kurdistanê hatiye vekirin. Ji bo vekirina beþê Tirkî Koleja Iþik a li Hewlêrê pir alîkarî kiriye” (Koleja Fethûllah Gûlen e ku cemaeta Gûlen dîn dijminê qewmê Kurd e, sîxur û hevparê dewleta Tirko ye).

Wey xwedê agir bi doxîna te xisto, çima tu nabê min têra xwe dolar ji Koleja Gûlen efendîîîîîîîîîî sitendiye kaka? Tu bi xwe dibêji ku Koleja Gûlen a li Hewlêrê pir alîkarî kiriye (ku sedî sed beþê Tirkî li ser daxwaza cemaeta Gûlen û dewleta Tirk vebûye).

Êêêêêêê? Naxwe ev çi derew û virt û zirt in kaka? Kîjan xelkê Kurdistanê daxwaza vekirina beþê zimanê Tirkî kiriye baba?

Wîîîîîîîî, erê kaka bibore...Ew xelkê Fethûllah Gûlen ne wisa?