Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

                             

               Seeta tavê û Çiyayê Simbir

 

Bavê Jîndar-13/12/07-Cûlemêrg-

Tê gotin ku Ahura Mazda rojekê  çiya rêzkirine û gotiyê, „bimeþ!“ .Çiya jî meþiyane û heta Hekarya hatine . Pêre gotiye „bisekin!“ û çiya sekinî ne .Di wê navberê de karê wî derdikeve, bi lez û bez diçe û bi wê çûnê . Êdî hew vedigere û çiya jî li wir dimînin. Lewre navek ji yên Hekarya jî „Welatê Çiya ye“..

Li Hekarya gelek rêze çiyayên bilind hene. Wek Cîlo, Reþko, Çiyayê Reþ, Kato Simbir û hwd. Herçend navê wî yê rastî Simbir be jî , lê Culemêrgî ji ber ku tîpa (r ) bikarnaynin, dibêjin. Simbi. Tirkan jî ji xwe re kirine Sunbul.  Simbir, li hember Culemêrgê, binê wê di kûratiya gelî de ye. Çemê Sê ( zap ) di qontara wê de ber bi baþûrê Kurdistanê ve diherike. Çiyayê Simbir ji geli 2440, ji behrê 3740 mitroyan bilind e.

 Di zarotiya min de, li Cûlemêrgê  derveyî qonaxa wali ,qonaxa hikûmetê û mektebekê pêde çu avahiyên beton tunebûn. Xanî hemu ji axê bûn. Her wusa çu minare jî  tunebûn . Xanîyê herî bilind du tebeq bûn ew jî yên maqûl û kedxwudanan bû . Bi tenê di çend malan de, radîyo hebûn. Seet jî li ba kêm kesan peyda dibû. Lewre Çiyayê Simbir wek  “SEET a TAV ê” bikar dihat.  Dema roj diçû ava, sîberê li ser Cûlemêrge de dadigirt, ronahiya tîrêja tavê ya zer tam di nîveka çiyayê simbir de dibiriqî. Piþtî sîberê bi ser Culemêrgê de dadiket, tam seetekê þûnde ew ronahî ji Çiyayê Simbir xulas dibû. Aha ji wê demê þûnde. pale, dikandar, zaro, rêwing, gavan û kebanîyan çavdêrîya wê ronahîyê dikirin. Xasma di meha remezanê de rola herî mezin dileyîst  Kebanîyan semawerên çaê dadgirtin û karê amadekirina þîvê dikrin  Ku zeratiya tavê ji Çîyayê Simbir xulas dibû, herkesî qesta mala xwe dikir, sûka Culemêrgê vik û vala dibû. Em zaro jî,fitarên me li berîkên me de, benda berzebûna tavê diman û me ew diþopand. Dema tav avabû medikir qîrîn, dayê tav ava bû!

 Kebanîyan hema sifre datanîn. Tam pênc dekîqe þûnde, melle derdiketin ser banên mizeftên ban ax, banga mexrib didan û xelkê jî fitarên xwe vedikirin. Mixabin herçend di pêkanînê de me Simbir wek “Seeta Tav ê bi kar tîna jî, lê di mejîyê me de, wek mal û tapuwa Mehemedê Têlî cih girti bû. Îro jî bêyî destûra A. Xenî ê Mehemedê Têlî, ( A.Xenî Çalli ) kes nikare hûrberkê ( çaqil taþî )  jî, ji Çiyayê Simbir ji xwe re bibe.

Gelî Culemêrgîyan, li Seeta xwe ya tavê xwedî derkevin  û Lotikekê li seetên din xin .Ev dana  Ahuûra Mazda ye. Çîya tapoya A. Xenî  Çallî be jî.  Pincar û seeta tavê ya we ye.

Dê hilon..! Jiyan bê Simbir nabe û bimînin di xweþîyê de.    

Têbînî :Min beþek ji vê nivîsê ji nivîsa Kek Ihsan Çêlemelîk ya di bin navê “ Gûneþ Saatî ku di Yuksekova haber de hatibû weþandin, girtîye. Gelek spasdarê kek Ihsan im ku ew demên xweþ yên zarotîya me anîn bîra me û ruhê me yê zarotîyê ji nûve vejenand.