Lotikxane

 

 

Ehmed Beyan

 

 Ronahî li pey tarî ye

 

 


Ahmet Altan û Tarafê îmana PKK teneke kir

Hinek hêzan em Kurd kirine wek mirîþka gêj, ji êþa berazan zêdetir, ji tofan û Tsûnamîya Taylandê xerabtir anîne serê me. Her tiþt, her nirxek pîroz, her berjewendîyek netewî, tev bûne bi qurbana Xelo û Celo û pelûl bi serê me Kurdan de rijiyaye.

Axir, emê zêde behsa pelûl, tirþik û þorbê nekin. Lê pelûla ku van rojan bi serê me de rijiyaye, pelûlek taybet û neqiþandî ye. Pelûlek ku bi 17 sanrîman hatiye çêkirin û bi agirê 17 santîman dikele, difûre û ha ha ji ser û binê erdê dibare. Evê pelûla ku 17 samtîman bi serê me de rijandiye, Osama Bîn Ladîn jî bi serê Amerîkayê de nerijandiye. Xortên me ji bo 17 santîman hatin kujtin, zarokên me hatin girtin û ketin zindanan, bajarên me di nav mij û dûmanê de man û tew zêdebûna ser kezebê, partîya me DTP jî li ser 17 santîman hat girtin. Wey aferîn ji parêzerên 17 santîman re! Þabaþ ji serketina Kurdan re, kilîlîllîîîîîîîîîî!!!

Axir, mesela me li ser rojnama Taraf û lotikvanê wê Ahmet Altan bû.

Ahmet Altan û rojnameya wî ya ku cîh li artêþa Tirk û Ergenekonê teng kiribû û serê wan xistibû quzê kerê, vê carê lotikek bêîman li PKK xist û tirr ji meselê berda.  

Di vê derbarê de Ahmet Altan, belkî cara yekem e ku bi dijwarî PKK û helwesta wê rexne dike û êrîþî ser dike. Ahmet Altanê ku mirovekî demokrat û aþtîxwaz e, li himberî helwesta PKK matmamî maye û dibêje ku „PKK qelleþî bi xelkê xwe re (bi Kurdan re) kiriye“.

Ahmet Altan, helwesta PKK diþibîne helwesta endamên çeteya Ergenekonê û dibêje ku „PKK bi vê kiryara provokatîf Kurd xeyalþikestî kirine û PKK kaosa ku Ergenekonê dixwest pêk anîye“.

Cîgerim Ahmet dibêje ku PKK ne cara pêþîn e ku van kiryarên provokatîf dike, di her dema ku aþtî nêzîk dibe, PKK heman provokasyonan dike û armanca çeteya Ergenekonê pêk tîne. Ahmet Altan, bawer dike ku PKK rê li ber aþtîyê digre, taþeronîya þer dike û armanca wê ne azadîya Kurdan e. Herweha Altan, dibêje ku PKK bi van kiryarên xwe îxanetê li gelê xwe (li Kurdan) û serokê xwe jî dike û xizmetê ji çareserkirina pirsa Kurd re nake. Cîgerim Ahmet dibêje „PKK ji bo berjewendîyên xwe yên siyasî pêþeroja gelê Kurd feda dike, darbecîyên Tirk ji bo berjewendîyên xwe çi tînin serê gelê Tirk, heman tiþtî PKK tîne serê gelê Kurd“ filan û fîstan û hezar tiþtên din.

Werhasilî kelam, vê carê rojnama Taraf û Ahmet Altan tirr ji PKK, Qendîl û mendîlê berda û da ser wan.

Axir, vê bêxwedîka 17 santîman kesên wek Ahmet Altan jî li PKK anîn xezebê û rakirin ser tapanan. Lê gelo em Kurd ji kerameta van 17 santîman re çi dibêjin ka hûn nabêjin gelî xwendevanan?

Gelo di þûna 17 santîman de 17 mîlîm bûya, wê heman pelûl bi serê me de birijiya yan na?  Ez dibêjim em mesela 17 mîlîman jî bihêlin ji bo berxwedan û serhildanek din, we go çi?

Ê de neyse, bimre 17 santîm û bijî 17 mîlîm!

12.12.2009- Enqere

 

Xiyaro xwedî li qetlîama bapîrên xwe derket

Gelo kesî dîtiye ku meriv li qetlîama bapîrên xwe xwedî derkeve û qatilên bapîrên xwe biparêze? Gelo kesî dîtiye ku meriv qetlîama bapîrên xwe bi sedema „ encama þertên þoreþê bû“ înkar ike û ji dijminên xwe re li çepikan xe? Lê bêxîretên ku vî karî dikin hene. Bêxîretên ku ji bo kursî û meqamên xwe her tiþtî înkar dikin hene û pir in. Meselen Cîhgirê Serokê Partîya CHP Kemal Kiliçdaroglû yê Dêrsimî.

Kiliçdaroglû yê ku Kurdekî Elewî û Dêrsimî ye, wek gellek Kurdên Elewî yên ku di nava partîya CHP de qûna Denîz Baykal û dolheramên mîna wî dalêsin, berê li dijî axavtina Onur Oymenê dewþîrme derket û ew rexne kir. Lê gava dît ku kursî û meqam ji rastîyan xweþtir û germtir e, rabû tifa xwe alast û dest bi paraztina Onur Oymen, CHP û qetlîama Dêrsimê derket. Kiliçdaroglû çi bêje baþ e?

Xiyaro xwedî li qetlîama dewleta Tirk derdikeve û bê þerm dibêje:“ Wê demê þertên þoreþê hebûn. Ne tenê li cem me, lê li gellek deverên cîhanê ev bûyer qewimî ne“ filan û jehr û ziqûm.  Yanî, xwînheramo qetlîama Dêrsimê ya ku bi destê Kemal Atatirk hikûmeta wî ve hatiye kirin, meþrû dibîne û qetlîamê wek tiþtekî ferz, wek bûyerek xwezayî dibîne.

Hûn dibînin bê xwînheramên wek Kiliçdaroglû çi tofan anîne û tînin serê gelê Kurd ne wilo? Tew ev kesên ku bi mejiyê Kemalîzmê mezin û perwerde bûne hene ya, aha esasen wan xwînheraman malik li Kurdan birine mîratê û doxîn li xwe û me sist kirine.

 Law ma ji vê bêxîrettir tiþt heye gelî xwendevanan?

Bila Selanîklî Misto û partîya wî CHP rabe bapîrên te, dê û bav, jin, zarok, kal û ciwanên te bide ber singûyan, qetlîamê bike, koka wan biqelîne û tu jî rabe di nava partîya CHP de xwedî li wê qetlîamê derkeve. Ma ji vê lotika bêîman a Kiliçdaroglû re „xiyanet“ neyê gotin wê çi bê gotin cîgerlerim?

30.11.2009- Enqere

 

 

 

 

Pîra perçiqî jî bayek ji ber serê xwe berda

 

Ehmed Beyan- 09/10/09- Enqere- Înkarkirina hebûna Kurdan ji Tirkan re bûye wek kurmê þîrî. Xwe bi heft qalib sabûnên Helebê biþon jî, ne pakij dibin û ne jî helal dibin. Tirkên ku ji sedî 90 ê wan dewþîrmeyên Boþnak, Mihacirên Bûlgar, Qereçîyên Romen, Laz, Çerkez, Abaza, Kurdên bênamûs, Rûm, Arnawût û jehr û ziqûm in, înkarkirina hebûna Kurdan ji xwe re kirine þertê jiyana xwe û ji insanîyetê bi dûr dikevin.  Meselen pîra perçiqî Muazzez Ilmiye Çig.

 

Muazzez Ilmiye Çig, qaþo Sumerelog û dîroknas e. Tew tirrekê rabûye bi navê “Qralîçeya dawîn a Sumeran” pirtûkek jî li ser jiyana xwe û Sumeran nivîsandiye û dixwaze wê pirtûkê jî bike wek fîlm. Xanima perçiqî û jihevdeketî ya 95 salî, kiþandina flîmê xwe li Anitkabîrê (yanî li ser qibleya Tirkan lo)  dest pê kir û got:”Mêrê min ji min berdayî be, emê rêya Atatirk biþopînin û dev jê bernedin” filan û fîstan.

 

Axir, rêya mêrê xwe berdide bernade ne mesela me ye, lê perçiqîyê radibe li ser avêtina gavên demokratîk jî çend lotikan davêje û dibêje:”Dîsa mêrê min ji min berdayî be, ez bi deling û doxîna xwe sûnd dixwim ku li Tirkiyê pirsek bi navê pirsa Kurd tune û tew ji xeynî Tirkî zimanekî din jî nayê qebûlkirin. Ev tev çîrok û vir û derew in” filan û jehr û ziqûm.

 

Aha Sumerelog û dîroknasên Tirkan ev in ha gelî lotikvanan.  Xanimê qaþo pispora dîroka Sumeran (Kurdan) e, bi xêra dîroka Kurdan bûye dîroknas, bi xêra wê dîrokê navek bi dû xwe xistiye û tew dîroka ku pê nan dixwe jî înkar dike kuro.

 

Keçê pîra perçiqî, weyla bapîrê min Sofî Xelefê Mêrdînî tirr ji te berdayê, ma law tu di 95 salîya xwe de çi ji Kurdên reben dixwazî keçko?  Ma law ew Atatirkê ku tu dibê emê rêya wî biþopînin, ne bi xêra xirrê Kurdan Tirkiye azad kir pîrebokê! Yan divê illeh yekî Kurd bazde ser we heta go hûn hebûna wan qebûl bikin ha!?

 

 

 

 

 

13 qebûl kirin ma 12

 

Ehmed Beyan- 09/09/09-Enqere- Þikir ji xwedê re, dewleta Tirk hebûna 13 milyon Kurd qebûl kir ma 12. Hûn zanin, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêdeyî 25 milyon Kurd henin. Serokê Dezgeha Perwerdeya Bilind (YOK) Prof.Dr. Yusuf Ziya Ozcan, di derbarê zimanê Kurdî de got ku “Kurdî ji alî 12-13 milyon kes ve tê bikaranîn. Divê ev ziman dûrî zanîngehan nemîne” û hebûna 13 milyon Kurd qebûl kir.

 

Ji berê de dibêjin:”Zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane”.

 

 Heger Kurdên me li ber xwe nedana û bi zora xwe doza xwe bi dewleta Tirko nedana qebûlkirin, belkî tew îro behsa hebûna Kurdan jî nehata kirin. Lê bi saya xwedê û xebat, ked û tekoþîna rêxistin û partîyên me (bi taybet keda PKK nayê înkarkirin), îro hikûmeta Erdogan, serekerkanîya artêþa Tirk û piranîya dem û dezgehên dewleta Tirko hebûna Kurdan qebûl dikin û tifa xwe ya 80 salî dalêsin.

 

Axir, Prof.Dr. Yusuf Ziya Ozcan, hebûna 13 milyon Kurd qebûl kir û da bin dûvê sermezinên wek Hasan Celal Guzel ê xwînheram. Hîna jî kesên wek Hasan Celal Guzel û çeqilmastên mîna wî, hebûna Kurdan qebûl nakin û wan wek Tirkên çiyayî qebûl dikin. Lê êdî tîr ji kevanê derketiye û berê xwe daye Tirkan. Êdî hebûna Kurdan û zimanê wan tirr di Tirkan de kiriye fis û bi ellawekîl ji ber pirsa Kurd hew karin bi rehetî di ber jinên xwe de jî razên.

 

De xwedê xêra Prof.Dr. Yusuf Ziya Ozcan qebûl bike û 31 jinên wek xaltîka Fatê bike qismetê wî rebbî....

 

 

Bêziravo dîsa dest bi çîrokan kir

Ehmed Beyan- 26/08/09-Enqere- Serokwezîrê Tirkiyê sayin Kasimpaþalî Receb, di avêtina hinek gavên demokratîk de ewqasî germ bûbû ku te digot qey wê sibê mafê Kurdan bide wan û mesele hel bibe. Lê ji berê de bav û kalên me dibêjin:“Nanê Tirkan li ser kaba wan e“. Ango, nankor in û bext bi wan re tune.

 Avêtina hinek gavên demokratîk û çend lotikên çareserîya pirsa Kurd, rojeva Tirkiyê kiribû þorbe û hejandibû. Tew partîyên wek MHP û CHP porê xwe hildiçinîn, li sînga xwe dixistin û digotin:“Hewarêêêêêê Tirkiye ji dest çû, Kurdistan ava bû“ filan û fîstan û kerê min bera nizanim ser çiyî xwe didan. Lê nizanîbûn ku Kasimpaþalî Receb jî ji wan ne kêmtir e û mejî her eynî mejî ye, gennî ye, netewperest e û nayê guhertin. Tew ji xwe bi qasî misqalekî jî zirav pêre tune. Ha ziravê mirîþkê û ha ê wî, eynî ye. Tew ji xwe go Serekerkan Îlker Baþbûg diranên xwe lê biqiriçîne û guhê wî bikþîne, dibe wek pisîka ku ketibe nav mêst pirtosekî dibe.

Werhasil, doh Serekerkanê Artêþa Tirk Org. Îlker Baþbûg, daxuyanîyek da û got:“Êdî bes e lan!“ Baþbûg dîsa behsa yek dewlet, yek millet, yek al û yek zimanî kir û mîrkutê xwe li nav serê Kasimpaþalî Receb xist.

Bi lêxistina vî mîrkutî, Recebê me tifa xwe alast, dest bi gotina çîrokên axirzemana kir, da dû þopa Baþbûg û got:“Bila kesek xwe nexapîne û ji kêfa re nefire ezmana. Wek me hertim gotiye, emê vê pêvajoyê bi hizra yek millet, yek al, yek dewlet û yek welat bidomînin. Emê tucarî rê nedin ku dewleta me ya unîter hilweþe“ filan û jehr û ziqûm.  Yanî, Recebo dîsa li ber serekerkanê artêþê bû pisîk û tirr têde bûn fis.

Ûlan cîgerim, hem tuyê behsa hebûna pirsgirêka Kurd bikî, hem tuyê bixwazî hinek gavên qaþo demokratîk bavêjî û hem jî tuyê behsa çîroka „yek millet“ bikî. Ma ev bû lan? Ka yanî qaþo tu Kasimpaþalî bû, tu mêrê bi 10o mêrî bû, tu zavayê Sêrtîyan bû, ma zilamtîya te ev bû qardaþim? Evî pozmezînê Baþbûg tu ziravqetandî kiriye bavo, hella hellaaaa ya siphan ellaa! Hema bela carekê mêranîya te bê te û tu jî mîrkutekî li nav serê wî xe me dinya têk naçe, wey!

Axir, xuyaye avêtina hinek gavên demokratîk û qaþo çareserîya pirsa Kurd tenê çîroka xapandina Kurda ye. Erê wê bihêlin Kurd bi Kurdî biaxivin (ji xwe berî 1980î jî her Kurdî bi Kurdî diaxavt) û çend hestîyan bavêjin ber me, lê hûnê bêjin wê hinek gavan bikin qanûn, xeyal e. Heta eskerên devbixwîn paþa û mîrên hikûmet û dewletê bin, wê kumê Xelo li serê Celo be û kumê Celo jî li serê Xelo be wesselam…   

 

 

 

 

Cîgerlerim dest bi lotikan kir

 

Ehmed Beyan- 10/08/09-Enqere- Sayin Kasimpaþalî Receb, dest bi lotik û zîtirkên Tirkane kir û wezîrên xwe li dora xwe civandin, bi wan re ket nav mesela gavavêtinên demokratîk û çareserkirina qaþo pirsa Kurd.

 

Li ser bextê fitne û fesadên meclîsê be, dibêjin Recebê me tam çar seetên qirase ji wezîran re behsa giringîya avêtina gavan kiriye û gotiye:“Êdî bes e! Madem me ev çîrok anî ser zimanê xwe, divê em dest bi lotik û zîtirkan bikin û vê tirrê ji DTP re nehêlin lan,divê em vê quzilqurta mesela Kurd bi xwe hel bikin wî“ û daye çargavê

 

Dibêjin piþtî civînê wezîrê dewletê û berdevkê hikûmetê dîsa sayin Cemîl Çîçek ê qama wî metro û nîvek, derketiye pêþ çapemenîyê û gotiye:“Dînime îmanime, ez bi gora beton Misto sûnd dixwim ku me pêvajo dest pê kiriye û êdî dem dema lotika ye. Emê berê bi partîyên nava meclîsê dest bi lotikan bikin, wan bînin ser rêya îmanê û piþtre jî berê xwe bidin partî, dem û dezgehên ji derveyî meclîsê. Bi sê telaqan heta em tirrê ji wan bernedin û mîrkutên xwe li nava serê wan nexin, emê dev ji wan bernedin. Hema bêjin emê bi herkesî re hevdîtinan bikin û giringîya çareserîya pirsa Kurd bi wan bidin qebûlkirin“ filan û fîstan.

 

Werhasilî kelam, li gora saloxdanên sîxurên Lotikxanê yên di meclîsa Tirkan de, dibêjin rojnamevanekî ji Çîçek beg pirsîye:“Lan oxlim, ma hûnê bi Lotikxanê re jî hevdîtinan bikin?“

 

Dibêjin gava behsa lotikxanê hatiye kirin, xwêdan bi Cemîlê me ketiye, destê wî ricifîne, tevzînok bi laþê wî ketiye, wek sofîyên mala þêx bi surrê ketiye û gotiye:“Naûzûbîllah, behsa terorîstên Lotikxanê nekin lan! Bi sê telaqên jinberdanê em bi terorîstbaþî Ocalan re hevdîtinan bikin, me bi Lotikxanê re nekir, ihiii“ û pêre piþkiyaye.

 

Ez serê we neêþînim, hikûmeta Kasimpaþalî Receb dest bi pêvajoya lotikan kiriye û dixwaze bi her hêlê re hevdîtinan bike gelî xwendevanan. Îcar fersend e, hema kî ji we karibe têkeve nava vê pêvajoyê û mûyekî ji sermezinên Tirk hilke, xêr e û ne guneh e ellawekîl…..

 

 

 

 

Çend þûþe eraq û ne tiþtek bavo!

 

Ehmed Beyan- 07/08/09- Enqere- Serokê me Kurdên bakur birêz û pir mezin Ehmed Turk, ji rojnamevanê Tirk Mûrat Yetkîn re derd û kulên xwe anîn zimên û gazind ji dostê xwe yê kevn Denîz Balkal kir. Wek hûn zanin, Denîz Balkalê sermezin serokê partîya CHP ye û ne tu zilam e, xerabe ye.

 

Werhasil lo, Ehmedê me dest bi bîranînên dema 70 û 80î kiriye û behsa xwe û vexwarina eraqa bi Denîz Baykal re dike. Tu nabê Ehmedê me ji Baykal re behsa girtina xwe û zilma li hepsa Diyarbekirê dike, dibêje û dibilîne. Ê tabî ji ber ku Baykal jî bi eraqê bûye leylan û wek hespên Behman Gobadî serxweþ bûye, Ehmed çi dibêje ew serê xwe dihejîne û dibê:“Meraqan meke cîgerim, heger em dîsa çûn meclîsê emê hesab ji wan qûnekan bipirsin û tirrê ji wan berdin, emê qûnê li wan bikin çarox ellawekîl“ filan û fîstan.

 

 Ê helbet gava Ehmedê me Denîz Baykalê serxweþ û yê niha dide ber hev, dibîne ku hayhooooo bê çi ferqek mezin di navbera wan de heye. Denîzo îro dijminatîya DTP, Ehmed Tirk û Kurdan dike û ne ew Baykalê ku bi serxweþî lotikên xweþ davêtin.

 

Ez serê we neêþînim, xuyaye Ehmedê me hîna jî sermezinên wek Baykal nasnekiriye. Kuro law ma bawerî bi Tirkên wek Denîz Baykal tê ya Ehmedê mala Sînan Axa? Ma bawerî  bi serxweþan tê cîgerim? Li ser masa eraqê herkes dibe demokrat û mirovperwer, lê piþtre? Piþtre dîsa dibin qûnekên berê û dijminatîya Kurdan dikin.

 

Îcar qerdeþim, ya Ehmed Turk. Heger tu dixwazi dîsa Denîz Baykal lotik motikên xweþ bavêje derûdorê û piþtgirîya we bike, hema çend þûþe eraq jê re bikire, wî serxweþ bike, derpî jê bike û mohra DTP li ser herdu telaþên qûna wî xe û hew…

 

Ez bi serê kalkê te Sîno kim, heta Kurd derpî ji van siyasetmedarên Tirk danexin kabokê, doxînê li wan sist nekin û çend lotikên Kurdewarî li wan nexin, biaqil nabin û nabin zilam û tu sax…..

 

 

Cîgerim dixwaze qehwakê bi DTP re vexwe

Ehmed Beyan- 04/08/09- Enqere- Rojeva Tirkiyê ji ber pirsa Kurd û avêtina hinek gavên partîya AKP germ bûye, bûye wek agirê cehnemê û derûdorê diþewitîne. Ji derveyî çend partî û siyasetmedarên sermezinên Tirk, hema piranîya dem û dezgehên Tirkiyê, rewþenbîr û qelemþûrên Tirk piþtgirîyê didin AKP û avêtina hinek gavên demokratîk. Gerçî wê AKP û sayin Kasimpaþalî Receb tu gavên wilo mezin navêje. Lê her gavek piçûk jî wê bibe wesîleya gavên mezin û pêþketinek din. Ji ber vê, hema Kasimpaþalî Receb di derbarê Kurdan de çi gavan bavêje kar e û ne zirar e.  

Werhasil, mesela me li ser Kasimpaþalî Receb û Ehmedê mala Sînan Axa bû.

Serokê “ampûla zer” sayin û pir mezin Erdogan, di civîna partîya xwe de lotikek germik û nermik avêt û bi sê telaqan sûnd xwar ku ewê di van rojên pêþ de hevdîtinekê bi general û baþçawîþên DTP re bike û qehweyek þîrîn bi wan re vexwe.

Cîgerim Receb, di derbarê serokê Kurdên sererd û binerd, serokê Kurdên Mars, Hîv û Rojê sayin û pir mezin Ocalan de got:”Hinek qûnek dibêjin emê serokê terorîstan wek mixattab bigrin û pêre rûnin. Bi sê telaqan derew e! Jina min ji min berdayî be me Ocalan wek mixattab qebûl nekir lo, wîî! Halîhazir mixattabê me DTP ye, emê van rojan lotikekê li wan xin û hevdîtinekê bi general, onbaþî û baþçawîþên wan re bikin” filan û fîstan.

Axir, mesele bûye wek þorba nîskê gelî xwendevanan.  Erdogan dibêje: “Ez bi serê Fethûllah Gulen kim, mixattabê me DTP ye qardaþim”. DTP jî xwe li ber dengê dahola Þemoyê Mitirb dihejîne, bi surrê dikeve û dibê:”Bi serê Xelo û Celo kim, îrada me li Îmralîyê ye, ma em çine ku karibin îrade û siyasetek serbixwe bimeþînin babam” û gokê davêjin ji rebenê sayin Ocalan re.  

Werhasilî kelam, rojeva siyaseta Tirkiyê  germ e û xwêdan di doxîna xelkê re davêje der. Îcar wê di vê germaya siyasetê de doxîn li kê sist bibe, wê kî tiliyê bavêje bin qûna kê ne kifþ e. Lê xuyaye wê di rojên pêþ de qûna reþ û spî derkeve meydanê....

 

 

 

 

Ma ev bû mamê Firat?

 

Ehmed Beyan- 18/05/09- Enqere- Bismillahirrehmanirrehîm. Serokê Kurdên sererd û binerd sayin A. Ocalan, hema bêjin di piranîya hevdîtinên xwe de li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikeve û xwestina dewletek serbixwe wek paþverûtî û kevneperestî dibîne.

 

Pirê caran dibêje:”Wextê netew dewletan derbas bûye” û lotikên bêîman li xewn û xeyalên me Kurdan dixe, hetta tirrê ji me berdide. Me ev fêhm kir, dîtina wî ye, herkes di dîtina xwe de azad e. Çawa be wextekî Çoban Sulo digot:”Demokrasîlerde çare tukenmez – di demokrasîyan de çare xelas nabin”.

 

Mesela me ne sayin Ocalan bû, lê mamê me Abdulmelîk Firat bû wesîle ku em behsa wî jî bikin. Welhasil.

 

Li ser bextê berdûþ û eraqvexurên kolanên Stenbolê be, dibêjin mamê me Abdulmelîk Firat, hevpeyvînek qirase, nermik û germik daye rojnamevana rojnama Vatanê Mîne Þenocakli û tirr ji hinek meselan berdaye.

 

Axir, mam Firat jî heman dîtinên Ocalan diparêze, lotikekê li xewn û xeyalên Kurdan dixe, serxwebûnê rewa nabîne û dibêje:” Kurd ne dewletê dixwazin ne jî cudabûnê. Dema dewletên li ser esasê netew dewletan derbas bûye. Ewrûpîyan xwe dane ser hev ku yekîtîyek konfederalî damezrînin. Bi milyonan Kurd û Tirk bi hevre zewicî ne (nabêje ku ew Kurd tev bûne Tirk û zarokên wan belkî levzek Kurdî jî nizanibin ha). Ku mafê Kurdan ê ziman, kultur û nasnameyê di makzagonê de cîh bigre, mesele temam e û pirsgirêk safî dibe” filan û fîstan.

 

Ji alîyê din mam Firat, mesele anîye ser PKK, dibêje PKK adet û toreyên Kurdan jar dike û ji 8 milyon Kurd tenê 2 milyon ray distîne. Yanî, ji %80ê Kurdan ne bi PKK re ne. Herweha Firat, bê þert û þûrt çekberdana PKK rast nabîne û dibêje ku Ocalan heq kiriye, bila cezê xwe bikþîne filan û bêvan.

 

Yaw babam, ma dewletbûn ji xelkê re adet lê ji Kurdan re qebhet e? Ma hema pelûl bi serê me de rijiyaye qerdeþim? Heta bi Filistînîyên qûnreþ jî doza dewleta xwe dikin, çima em Kurd ewqasî qidumþikestî û xwelîliser in cîgerlerim? Ewrûpî dixwazin konfederalîzmê damezrînin ha, ma serê me bi Ewrûpîyan dêþe bavê min, wîî! Ewrûpî dixwazin konfederalîzmê damezrînin, lê her dewletek Yekîtîya Ewrûpayê xwedîyê sînorê xwe ye, xwedîyê ala xwe ye û nahêlin çûk bi çûkanîya xwe di sînorên wan re derbas bibin brako, îcar konfederalîzma çi û halê çi babam? Hella hellaaaaaa ya siphan ella!

 

Birastî nizanim ne ez serxweþ û þêt im, ne jî hinek Kurdên me bi êþa mirîþkan ketine. Haaaaa, birastî vê dema dawîyê vîrûsa zekema berazan jî hatiye Tirkiyê. Ev Kurdên me bi vê vîrûsê neketibin law? Yan na çima wê bêjin dema dewletbûnê derbas bûye ji bo xwedê!  Temam me fêhm kir, madem hûn Kurdên xwelîliser layiqî dewletê nabînin, barî xewn û xeyalên wan neherimînin em xulam, wey!

 

Welhasilî kelam, ji alîyekî mamê me Firat, PKK bi têkbirina adet û toreyên Kurdan gunehbar dike, ji alîyekî jî dîtinên Ocalan diparêze, ji Kurdan re dewletek netewî naxwaze û ji bo ku qaþo bi milyonan Kurd û Tirk bi hevre zewicî ne (wey xwedê xêra wan qebûl neke rebbî) Kurd naxwazin ji Tirkan veqetin. Lê zewaca wan Kurd û Tirkan jî zewac e haaaaaa, heçê nizanibe wê bêje qey Kurdan jinên xwe yên Tirk kirine Kurd û zarokên wan jî wek bilbil bi Kurdî diaxivin. Lê nizanin ku ji %99ên wan zarokan bi lorîyên “Ne mûtlû Tirkim” diyene mezin bûne, bûne Tirk  û bûne wek þorba nîskê.

 

Bi kurt û Kurmancî, Kurdê ku bi yeke Tirk re jî dozewice dibe Tirk, û Kurda ku bi xiyarekî Tirk re jî dizewice dîsa dibe Tirk. Îcar me çi xêr ji vê zewaca Kurd û Tirkan dît yabo, iii ihiiii? Erê kuro, ji bo ku çend xiyarên me doza netewî kirine qurbana doxîna jinên Tirk, emê dev ji dewletbûnê berdin û doza dewletê nekin. Law ma reþikên Efrîkayê jî vê lotikê qebûl dikin? Bi sê telaqan na!

 

Axir, mamê me Abdulmelîk Firat rûsipîyê me ye, mezinekî me ye, em xulamê wî ne. Lê tu jî wek hinek kafiran lotikên bêîman li me nexe û xewn û xeyalên me têk nebe mamo!

 

Çi digot Hozan Vitvito?

 

Digot:

 

“Heçê bê war e, wek kerr û lal e, bê dîn û bê îman e”.

 

Îcar bawer bikin, kesê ku ne xwedî dewlet be, ne dîn pêre heye ne îman û hûn sax.....

 

 

 

 

Çar hawîr me diz û keleþ in tev dane dijmin

Ehmed Beyan- 05/05/09-Enqere- Rehma xwedê lê be, helbestek Seydayê Tîrêj hebû pir meþhûr û helbestek pir xweþ bû. Piþtre ew helbest bi devê hunermend Seîd gabarî bû stran û ket ser zimanan. Ey bilbilê dil þadî

 

Di bendek xwe de seyda digot:“Çar hawîr me diz û keleþ in têk dane dijmin, me ji hev radiqetînin  bir bi bir heyf û mixabin“ û berdewam dike.

 

Îcar mesela me jî mesela diz û keleþa ye.

 

Berî bi çendakê dewleta Tirk çend sîxurên xwe yên MÎTê xistin balafirkê, ew þandin Tehranê, bi qerpika stuyê serokê Þîeyên Iraqê Mukteda Sadr girtin û ew anîn Enqerê kirin mêvanê xwe. Sadr ê  ku Amerîkî qaþo lê digerin û wek tajî dane ser piþta wî, bi rehetî tê Enqerê nav çeqel û keftaran û civînên xwe li dar dixe, lotikên qirase li dijî Kurdan davêje.

 

Hatine Sadr ê þaþikreþ û ziktelêr di serê pir kesan de þik û guman çêkir. Me zanîbû dek û dolab di bin hatina vî zikmezinî de hene, lê me bêhna xwe fireh kir û me go de ka heta bêhn ji gûyê wan bifûre. Welhasil, gûyê wan fûriya û bêhna yekparîya Iraqê û Iraqîbûna Kerkûkê jê fûriya.

 

Dibêjin ji Qanada, Brîtanya, Hollanda, Lubnan û Îranê 80 qûnreþ beþdarî civînan bûne û bi þêwr û miþêwrên dewleta Tirkiyê lotikên bêîman li Kurdan xistine û biryar dane. Biryar dane û gotine:“Jinên me ji me berdayî bin, em bi þaþika Xumeynî sûnd dixwin ku wê Iraq parçe nebe, Kerkûk jî bajarekî Iraqê be û nekeve bin desthilatdarîya Kurdekanên þaþik sorekan“ û li ser namûsa xwe û Hesen û Hisên sûnd xwarine.

 

Û ev dek û dolab tev ji bin serê kê derdikevin? Tirkekan! Erê Sûrî û Îranekan lotikên kerîkî davêjin Kurdan, lê lotikên bergîlkî û yên þidyayî ji alî Tirkekan ve li Kurdan dikevin. Hema bêhnek gennî ji ku bifûre, bizanibin ku Tirkan di wir de tirr û fis kirine û tilîyek avêtine wêderê.

 

Axir, ez serê xwe û we neêþînim û heger bêþe jî ji xirrê mam Celal ve, her ku hilbijartinek yan tiþtekî din li baþûrê Kurdistanê nêzîk dibe, hew we dît ev diz, keleþ û keftar li hev kom dibin û tif devê hev dikin. Û em Kurd çi dikin?

 

Em jî tifa wan dalêsin û mixabin heta ji me tê em ji hev dûr dikevin, radiperikin ser serên hev û tirrê ji hev berdidin. Li þûna ku em di hilbijartinan de bi yekdengî li destketin û derfetên xwe xwedî derkevin û rê nedin dijminên xwe, em radibin parçe parçe lotikan li hev dixin û kêfa dijminên xwe li xwe tînin. Yanî, haþa min hizûr, dijmin jî tirra ji me berdidin û em jî tirra ji hev berdidin.

 

Îcar di encamê de çi dibe?

 

Em dibin çarox û diçirin wesselam….

 

 

 

 

Ev çi xewn bû sayin baþqan?

 

Ehmed Beyan- 14/02/09-Enqere- Bismillahirrehmanirrehîm! Vê carê mesele mezin e û dema daketina ayet û peyamên îlahî ye. Xwedê xêr bike rebbî!

 

Li ser bextê ANF û parêzerên Ocalan be, dibêjin serokê Kurdên sererd û binerd sayin Ocalan, vê carê di hevdîtina parêzerên xwe de tiþtên kesanedî gotiye. Bi taybet xewna ku dîtiye ji niha ve ji alî remildar û sêhrbazên dinyayê ve tê þirovekirin.

 

Dibêjin sayin baþqan cara yekem e xewnek îlahî dibîne û hem jî li ser bircên bedena Diyarbekrê. Lê çima ne li bajarê pêxemberan, ne li ser bircên bedena Ruhayê ez jî nizanim. Halbûkî Ruha bajarê pêxembera ye û sayin baþqan jî Ruhayî ye. Gerek ew peyama îlahî li Ruhayê jê re daketa û ne li Diyarbekrê.

 

Neyse, qey melayîketên xwedê Diyarbekir û Ruha tevlihev kiriye canim, yan na çi îþê peyamên îlahî li meskenê cilêtçî û pêxwasên Xançepekê heye qerdeþim, wîî!

 

Axir, ez dibêjim bila sayin baþqan bilasebeb dilê xwe xweþ neke û nede dû xewna pêxember û ewlîyabûnê. Peyamên pêxembertîyê di salên 40î de tên û ji xwe Hz-Mihemed jî pêxemberê dawî ye. Çi dibe bila bibe, xewna wî pîroz be û xwedê bikim piþtî 55 salan jî meriv karibe bibe pêxember. Belkî hema rojekê ew qismet bibe para min û we jî wesselam.

 

Esasen mesela me li ser çepên Tirk û hevkarîya wan bû. Lê xewna baþqan bû wesîle.

 

Dibêjin serokê Kurdên sererd û binerd sayin Ocalan, roja Çarþemê ji parêzerên xwe re gotiye:“Bi sê telaqan, bi serê Îsa û Mûsa, Ergenekonê piranîya çepên Tirk bi kar anîye û tirr ji wan berdaye“.

 

Baþqan bi berdewamî gotiye:“ Bi dîn û îman, Ergenekonê çep jî rast jî bi kar anîn. Ez nabêjim yekser têkiliyên çepgirên Tirk bi Ergenekonê re hene. Lê belê bi awayekî objektîf ketin xizmeta wê û ev rewþ hîn jî dewam dike“ filan û bêvan.

 

Ê yaw sayin baþqan, iki gozim, madem çepên Tirk qûnalêsên Ergenekonê ne, çima illeh û billeh tu dixwazi bi wan re Partîya Sîwan damezrîni cîgerim? Çima tu mîrkutekî li serê DTP naxe û berê wan nade hevkarîya çep û rastên Kurd ha? Ma çepên Ergenekoncîyên Tirk ji hêzên Kurd çêtir û bi xîrettir in? Çima bi Kurdan re ne Partîya Sîwan lê bi Tirkên Ergenekoncî û zinêkar re Partîya Sîwan û zîwan? Hella hellaaaaaa ya siphan ella!

 

Ê de neyse qerdeþim, xwedê bikim rojekê tu dîsa xewnek îlahî bibîne û di wê peyama îlahî de ev ayet ji te re dakeve:

 

„Dev ji çîroka biratîya Tirkan berde, êdî bes e!“

 

 

Kurê dêlê bûye berdevkê Ergenekonê

Ehmed Beyan- 27/01/09-Enqere- Berdevkên çeteya Ergenekonê xelas nabin. Yek tê girtin yê din derdikeve holê û dizirre. Heta niha sermezin Dogû Perînçek berdevkîya Ergenekonê û dijminatîya Kurdan dikir. Piþtî ku lotikek xwar û serê wî ket qûna bavê wî, îcar Albay Erdal Sarizeybek ê dewþîrme ketiye þûna wî.

Sarizeybekê ku ji rû û dirûvê wî kifþe ku dewþîrme û xwînheram e, di her wesîlê de zimandirêjîya tevgera Kurd û bi taybet jî serok Barzanî dike. Kurê dêlê vê carê dîsa li bajarê Konyayê zimandirêjî kir û serok Barzanî ji PKK xetertir û xayîntir bi nav kir.

Kurê dêlê sayin Sarizeybek zimandirêjîya serok Osman Baydemîr jî kir û verþiya. Qûneko got ku qaþo Osman Baydemîr ji dewletê meaþê xwe distîne, nanê dewleta Tirk dixwe û dixwaze Tirkiyê parçe bike, Kurdistanê damezrîne.

Weyla kerê min lotikek paþûpê li te xisto, ma te hindik nanê Kurdan xwar ewladim? Ma te li Kurdistanê hindik carî bazirganîya çek û eroînê kir û te zikê xwe mezin kir oxlim?

Binerin lo, çi qûnekê ku bi xwîna Kurdan, bi kujtina Kurdan dewlemend dibe û têr dixwe, radibe dijminatîya Kurdan dike û Kurdan bera ser jina xwe dide kuro, pekkkk!

 

 

 

Kûçik efendî lotikek li serokê xwe xist

Ehmed Beyan- 24/01/09- Enqere- Endamên çeteya Ergenegûyê bi hev dikevin û hevdu didin ber lotik û pehînên Tirkane. Bêbavan gava ûnîformayên eskerî li xwe dikin dibin wek þêr û pilingan. Lê ku tên girtin û av diçe bin qûna wan, dibin wek miþk û pisîkan û derhemê mêranîyê bi wan re dernakeve.

Tûggeneral Welî Kûçikê qatilê riknê Kurd, lotikek li serokê xwe serekerkanên kevn Ismaîl Hakki Karadayi û Huseyîn Kivrikoglû xist û tirr ji wan berda. Org. Karadayi berî bi çend rojan gotibû.“Jina min ji min berdayî be ez Welî Kûçik nasnakim, min qet navê wî qûnekî nebihîstiye“ filan û bêvan.

Îcar xuyaye ev gotinên Karadayi pir li zora qûna Welî efendî çûye ku, rabûye nameyek jê re ninîsandiye û gotiye:“Min di te kiro, çawa tu min nasnaki lan? Ma ez ne di bin emr û fermana we de bûm oxlim? Ma min bi serê xwe lotik davêtin derûdorê ha“ filan û fîstan.

Welhasil, dibêjin „sa goþtê sa naxwe“. Lê xuyaye gava li qûna wan zor tê hevdu dixwin û tew avê jî li hev venaxwin ellawekîl…

De xwedê bikim pirça serê hev biweþînin rebbî. Amînnn!

 

Mêr ketin kewara jin daketin hewara

Ehmed Beyan- 02/01/09- Enqere- Belê, TRT 6 ê dest bi weþana lotikên Kurdî kir, baþ xerab gavek avêt. Li gora ku min temaþe kir, galaya vekirina TRT 6 ê wek þorba kellê (bê xwê) bû. Çend parlamenter û malbatên wan bi dilekî sar û mirûsekî tirþ, wek peykerên kevirî guhdarî dikirin. Ji xwe çepikên wan ne ji dil, wek tembûra bê têl bûn.

Ya herî xerab û dilxel jî ev bû ku Rojîn xanim bi makyajek ewqasî xerab hatibû seyandin ku te digot qey pîra 60-70 salî ye. Mijankên xwe nîvmetro dirêj kiribû, çavên wê ji ber dirêjîya mijankên taxme nedihatin dîtin, boyaxa serûçavê wê wek herî û çirava binê sola min bû. Rojîna me ji Rojînbûna xwe derketibû û bibû wek “Bûka Baranê”, bi makyaja xwe þil û pil bûbû.

Nîlufera me dîsa hinekî di heddê xwe de, sergiran û navgiran bû. Erê Kurmancîya wê kêm û teqlo meqlo bû, lê ciwanikê zêdeyî xwe lotik navêtin û sînorê xwe derbas nekir. Lê Rojînê bi strana Tirkî (Ikimiz bir quzê kerê yiz) di nava TRT 6 a Kurdî de rît û bêhn pê xist. Yanî go xanimê di þûna Tirkî de stranek Soranî yan Dimilkî bigota nedibû ha, illeh wê qûna Tirkan balêsta û di bernama Kurdî de stranek Tirkî bixwenda.

Esasen minê qet behsa TRT 6 û galaya wê nekira ji ber malkambaxî û fîaskoyek mezin bû. Lê Wekîla Wanê, xanima dengxweþ, Kurda esîlzade Gulþen Orhan TRT 6 rûsipî kir û bi demgê xwe yê “Meyremxankî” ji Nîlufer û Rojînê re got: “Aha ev qûça we!”

Birastî piþtî Meyremxanê, ev cara yekê ye ku ez dengekî “xalis muxlis Kurdî”, dengekî ji dil, sade û bêhna Kurdayetîyê jê tê guhdarî dikim. Stranbêjên keç û jin pir in. Lê min  nedîye ku keçek Kurd deng û awaza Meyremxan ji xwe re wek mînak bigre, stranan ji kûranîya dilê xwe yê Kurdî, bi zelalî û tamxweþîya dengê Kurdî, bi zimanekî sade, zelal, zîz û aheng bistrê. Yan baþ Kurdî nizanin û di nava Kurdî û strana Kurdî de dirîn, yan meqam û ahenga stranê diguherin û dîsa pêde dirîn, yan rolên sexte dikin û qaþo xwe bi stranê re virde wêde dihejînin û yan jî tenê ji bo navê hunermendîyê bi dû xwe xin, bi navê hunerê di nava hunera Kurdî de dimîzin.

Gulþen Orhan hem wek wekîla AKP piþtgirî da TRT 6ê û weþana Kurdî pîroz kir, û hem jî bi strana “Were dotmam” esîlzadebûna xwe eþkere kir. Wek xanimek sade, xwezaî, Kurd û bi cesaret ji mêrên di nava partîyên dewletê (hetta bi ciyekî DTP jî di nav de) re got “Bi wir de herin, xêr ji we dernakeve” û li ser dikê, di dilê dewleta Tirko de, li paytexta wan zimanê Kurdîya zîz û zelal di dilê wan û dewleta wan de wek xinxerekê çikand.

Axir, ez serê xwe û we neêþînim cîgerlerim, Gulþen Orhana me hem rûyê TRT6, hem rûyê AKP, DTP û bi temamî rûyê me Kurdan sipî kir.

Îcar hesab li cem we gelî xwendevanan. Sê jinên Kurd derdikevin ser dika TRT a dewletê, bi Kurdî distrên, baþ xerab xwedî li Kurdî derdikevin, û mêr û zilamên me? Kanîn ew simbêlboqên ku nav naynin ser zilamtîya xwe û di siyasetê de zimanê wan ji kîrê kerê jî dirêjtir e? Kanîn ewên ku bi navê hunerê qûnê li ziman û hunera Kurdî diqetînin? Kanîn ew ciwangeyên ku di nava garanê de virde wêde poþ û qiloçan li ga, golik û çêlekan dixin û qaþo pêþkêþîya tevgera Kurd dikin? Kanîn ewên ku di qad û meydanan de qaþo xwedî li zimanê Kurdî derdiketin û doza mafê ziman û çandê dikirin?

Hûn li ku bûn law?

Ma Kurd keç û jinên xwe di nav destê dijminên xwe de bi tenê dihêlin û ji qadê direvin ha?

Welhasil, baþ xerab, kêm zêde, Nîlufer Akbal û Rojîna Omerî dan bin dûvê zilamên Kurd û tirr ji wan berdan. Ji xwe Gulþen Orhan xanimê dawa zilamên Kurd li serê wan pêça, haþa min hizûr “Gû di simbêlê wan da” û tirrrîîîîînîîîîîîîîî da bin dûvê wan.

Ê de þerm û fedî bikin ha hunermendinooooooooooo!

Ê de þerm û fedî bikin ha þêrgelenoooooooooo!

Ê de þerm û fedî bikin ha zimandirêjnooooooo!

Bi sê telaqan we bi xwe de rît, we sê jinên Kurd li ser dika TRT6 ê bi tena serê xwe hiþt û hûn ji qadê revyan, wey tifûûûûûû li wan simbêlên we be û xelas!  

 

 

Em tasa vala li tasa tije dixin

Ehmed Beyan- 23/12/08-Enqere- Xwedêteala gotiye „Tifaq ez li ser rizaq“. Yanî, bi tifaq bin, ez bi we re me. Me Kurdan ji bêtifaqî û þerê navxweyî winda kiriye. Heger di dîrokê de Kurd bibûna yek, wê niha halê me ne ev hal ba û emê ne pîkolên Tirk, Ereb û Eceman bûna. Lê mixabin, bav û kalên me jiyana xwe bi þerê birakujî û berberîya hev derbas kirin. Û em zarok û torinên wan jî wan diþopînin, þerê hev dikin û dikin û nakin nikarin bibin yek.

Hûn dev ji yekîtîyê jî berdin, tew em nikarin li ser maseyekê bi hevre rûnin, çayekê bi hevre vexwin û bi çavê dijminane li hev dinerin. Bi taybet li bakurê Kurdistanê bi salane ev nexweþî didome û bûye wek kansêrê, laþ û bedena me ji hev dijene.

Welhasil, mesela me li ser Partîya Civaka Demokratîk DTP bû.

Wek piranîya partîyên Kurdistanê, helbet di nava DTP de jî dîtin û fikrên cuda hene. Kurd û Kurdistanî hene, Tirk û Tirkiyeperest hene, dostên PDK û YNK hene, hevalên Mistoyê Kor û Xelo û Celo jî hene. Û hetta di nava wê de pêxwas, mêrkuj, tolaz û zinêkar jî hene. Lê di encamê de DTP partîyek Kurd e, li ser navê Kurdan di meclîsê de ye û bi qencî û xerabî, bi þaþî û kêmasîyên xwe ve jî partîya me ye. Em pêre bin yan nebin, ji lotik û zîtirkên wê hez bikin yan nekin, qenc qencên me ne û pîs jî dîsa pîsên me ne. Divê em destê qencan bigrin û hewl bidin ku pîsên xwe jî bînin ser rêya îmanê û wan hedayet bikin. Ma xeletîyên kê tunene? Ma di nav kîjan milletî de kesên xerab û nelirê tunene? Pir in. Kurd jî yek ji wan milleta ye.

Ji ber ku me Kurdan ji dîroka xwe ders negirtiye, me dîrok û serpêhatîyên xwe baþ nenirxandiye, em negihane giringî û pêwistîya fikra netewî û netewparêzîyê. Rastîya ku Ehmedê Xanê berî 600 salî dîtiye, me hê jî nedîtiye û naxwazin bibînin jî. Ji ber ku berjewendîyên kesayetî, malbatî û rêxistinî çavê me kor kiriye û perda reþ kiþandiye ser dîtina berjewendîyên netewî, em koreþevî bûne û hew rêya ber xwe dibînin. Çi gotiye Ehmedê Xanê? Gotiye:

Ger hebûya me îttîfaqek

Pêkve bikira me inqiyadek

Rom û Ecem temamî

Hemiyan ji me re dikir xulamî

Ma hewceye em van gotinên rehmetî Ehmedê Xanê þirove bikin gelo? Tifaq, tifaq û dîsa tifaq!

Îcar em bên ser fêda nok û fasûlîyên hiþk û bêhna lewento.

Bav û kalên me dibêjin:“Filankeso tasa vala li tasa tije dixe“.

Îcar tasa vala kî ye? Em kes û rêxistinên ku li derveyî DTP û PKK ne û ne hevalên wan in. Tasa tije kî ye? DTP û PKK ye. Ê baþe qerdeþim, madem tûrikê me vala ye, madem em nikarin çend kesan bînin ser hev û xwe bi xelkê bidin qebûlkirin, madem wek „tifinga zingargirtî a ku fîþekan qelp dike“ hatiye serê me û bi ser de jî zimanê me nizanim wek çi dirêj e, çima em tasa xwe a vala li tasa tije a DTP û PKK dixin? Erê em ne alîgirên wan in, lê ma heqê me heye em ji wan re bibin asteng û tew ji xelkê re bêjin „ra û dengê xwe nedin DTP?“ Yan bila xelkê reben ra û dengê xwe bidin AKP, CHP, MHP, Fazîlet û ODP gelo?

Welhasil, gunikreþê Kurd mamê me Celal Talabanî, di hevpeyvîna bi CNN Turk re piþtgirî da DTP û ew wek nûnera Kurdên bakur bi nav kir. Mamê me ji Kurdên bakur re got:“Biaqil bin, di meclîsa Tirkiyê de partîya ku Kurdan temsîl dike heye û ew jî DTP ye“. 

Ev tê çi wateyê? Tê wateya ku divê Kurdên bakur piþtgirîya DTP bikin, bi qencî û xerabîyên xwe wê bi tenê nehêlin û xebata demokrasîyê bi pêþde bibin.

Gelo kesî ji we meraq kir bê çima Mam Celal behsa rêxistin û partîyên din nekir û negot ew Kurdên bakur temsîl dikin? Çima? Ji ber ku li holê tunene û yên hene jî yan bi hev dikevin, ji hev dikevin û her serîyek dengek jê derdikeve. Ji ber tasa vala ne û firrek ava ku dikeve tasê jî dirjînin. Ji ber vê jî mamo tasa tije dibîne. Dibîne ku DTP baþ be, xerab be hêz û qiwetek e. Heger ev hêz jî têk biçe wê qûn li Kurdên bakur biqete û bi salan hew bi ser hiþê xwe bên.

Îcar hem emê DTP û siyaseta wê neecibînin, û hem jî emê nikaribin bên ba hev û alternatîfekê saz bikin. Navê vê çiye hûn zanin? Þeytanqûnî! Em þeytanqûnî bûne qerdeþim, wille, bille û tille em þevekorî bûne. Em hew rêya ber xwe dibînin, em hew siyasetek netewî dimeþînin, em hew karin xwe bi jin û zarokên xwe bidin qebûlkirin, erê em henekê xwe bi DTP û siyaseta wê dikin, lê bi ellawekîl em bi vê qûþê nagihên Mûþê û xelas!

Kesî ji we dîtiye ku meriv þûjina çavê xwe nebîne lê zimandirêjîya derzîya çavê xelkê bike. Em vê dikin. Em dengê tirrên xwe nabihîzin, lê gazindan ji fissên DTP dikin. Ev jî siyaseta betal û tiralan e. Madem em DTP û siyaseta wê naecibînin, madem em bawerin ku DTP nikare ji sînorê siyaseta Îmralîyê derkeve der, madem em bawerin ku DTP berê Kurdan dide Tirkiyebûnê, naxwe em xwelîliserên ku qaþo Kurdayetîyê diparêzin çi dikin û li hêvîya çi ne? Ma meriv bi xwezîya digihê baqê kezîya qerdeþim? Na!

Çare  û alternatîf çiye?

Yekîtî û tifaq. Tifaq, tifaq û 101 carî dîsa tifaq!

Heta em kesayet û hêzên li derveyî DTP xwe nekin yek û nebin yek dil û yek deng, heta em berjewendîyên kesayetî, malbatî û rêxistinî daneynin alîyekî û bi hestek netewayetî xwedî li doza xwe dernekevin, emê her û her têk biçin, bihilin, bimihin û ji rojevê derkevin. Ev jî xizmeta çi û kê dike? Em bixwazin nexwazin xizmeta xurtbûna DTP dike, xizmeta bêalternatîfbûna tevgera Kurd dike, xizmeta nêzîkbûna DTP û çepên Tirk dike û di encamê de meydanê ji xêrnexwazên doza Kurd û Kurdistanê re dike.

Ji ber vê jî ji van sê xalan divê em yekê jê hilbijêrin cîgerlerim:

a)     Têkevin nava DTP, di nava wê de xebata Kurdayetî bi pêþ xin, piþtgirîya welatperwerên Kurd bikin û rê li ber Tirkperwerên di nava DTP de bigrin.

b)     Berjewendîyên xwe yên þexsî û rêxistinî deynin alîyekî, li ser bingehek netewparêzî dest bidin hev, partî û rêxistinên wek HAK-PAR, KADEP, TEVKURD, DEMOKRATÊN ÞORÞGER, grûp û kesayetên Kurdperwer ên wek Xelo û Celo bên cem hev û alternatîvek hevbeþ û xurt damezrînin.   

c)    Heger em van herdu xalên li jorîn qebûl nekin û bêjin “xiyarê min tehl e, yan hûnê bixwin, yan hûnê di xwe kin” ji xwe heqê kesî tuneye bêje “lam û cîm” û bila herkes li mala xwe rûnê, di paxila jina xwe de lotikên germik û nermik bavêje, goþtê mirîþkan bixwe, þûþê wîskî û eraqê deyne ber xwe, here ser kompûterê û binivîse:

“Lo me çi kir me çi kir, me xwelî li serê xwe kir” û kumê xwe deyne ber xwe, kûûûûrrrrr û dûûûûûûrrrrrrrr bifikire...

 

 

 

Tabî canim, ma Kurdên ehmeq çawa ne taca serê we ne cîgerim!

Ehmed Beyan- 27/11/08-Enqere- Siyasetmedarên Tirk, nûner û lotikvanên partîyên Tirkan, dîsa Kurd kirin taca serê xwe tilî avêtin bin qûna wan. Hûn zanin, ji Tirkan re di dema tengasî û nêzîkbûna hilbijartinan de Kurd hene. Lê di firehîyê de Kurd terorîst in, cahil û ehmeq in, Tirkên çiyê ne. Lê bi dîn û îman çi ji me re bêjin, kîjan kurtanî li me kin heq e û misteheq jî maye.

  Welhasil, mijara me li ser hilbijartinên herêmî û li ser serokatîya þaredarîya paytextê Tirkiyê Enqerê ye.

  Partîya Kerçirênên Tirkiyê CHP, serokê SHP Mûrat Katayalçinê ku demekê têra xwe di Kurdan de bir û li wan siwar bû, kir namzetê serokê þaredarîya Enqerê. Namzetê Partîya Sextekarên Tirkiyê AKP jî dîsa Melîh Gokçek e.

Axir, niha herdu lotikvanên Tirk hêvî û çavê xwe berdane deng û rayên Kurdên Enqerê û derûdora wê û dibêjin:”Jina me ji me berdayî be, bi quran, incîl, tewrat û zebûrê em û Kurd brayên hev in, Kurd taca serê me ne yaw. Em tu ferqê naxin navbera Kurd, Çerkez, Laz û Ker û Bergîlan. Em dixwazin ku Kurd  rayên xwe bidin me” filan û fîstan.

Erêêêê erêêêêê.....

Tabî Kurd taca serê we ne canim, ma ku Kurd ne ehmeq bûna dibûn taca serê we sayin Tirrrrrkoooo qerdeþler!

 

Nivîsên berê

 

Aha ji we re edaleta Tirko

 

Ehmed Beyan- 16/11/08-Enqere- De kerem bikin li edalet û insanetîya Tirkan binerin. Binerin bê dadgeha Tirkên hov çi biryaran di derbarê Kurdên xwelîliser de didin.

   Dadgeha Bilind a Tirkiyê li dijî Kurdan biryarek heywankî girt û çend zîtirkên bergîlkî kirin. Sermezinên Dadgeha Bilind a Demokratîk Cewrik Cimhûrîyetî biryar girtin ku lixwekirina cil û bergên Kurdî, doza perwerdeya zimanê Kurdî, xwarin û vexwarina bi Kurdî, lotik û zîtirkên bi Kurdî qedexe bikin. Çima?

  

Qaþo cil û bergên herêmî (ê Kurmancî haaa) qûnê li adet û toreyên Tirkên dolheram diqetînin û daxwaza perwerdeya zimanê Kurdî jî dewleta xwînheraman parçe dike. Bi taybet ev biryar jibo jin û zarokên Kurd hatiye derxistin.

Serokê dadgehê Satilmiþ AsîlvenamûslûTirrrrrrkkkkkkkoglû gotiye: “Çi kesên ku cil û bergên Kurdî li xwe kin, çi kesên ku doza perwerda zimanê Kurmancî bikin, çi kesên ku di civînan de daxwaza van tiþtên ku li dijî adetên dolheram û dewþîrmeyên dewleta Tirko ne, wê bên cezekirin. Kesên van daxwazan bikin endamên rêxistina terorîst in û terorîst kurê terorîsta ne” filan û fîstan.

 

Hûn dibînin bê cewrikên Demokratîk Quzê Kerê Cimhûrîyetî çi biaqilin newlo!

 

Ji alîyekî dixwazin bibin Ewrûpî, ji alîyekî dixwazin televizyonên bi zimanê Kurdî vekin, û di binê perdê de jî Kurdan bera ser jinên xwe didin û ziman, cil û bergên wan qedexe dikin.

 

Îcar ji vê helwestê re çi tê gotin gelî xwendevanan?

 

Yanî, ev ne qehpîtî be çiye qerdeþim!?

--------

 

Cîgerim lotikek xweþ avêt

 

 

Ehmed Beyan- 03/11/08-Enqere- Tirk hêdî hêdî biaqil dibin û serê wan li dîwêr dikeve. Ji xwe heta serê meriv li dîwêr nekeve, aqilê meriv jî nasê serê meriv û tirr di meriv de dibin fiss. Yan bi gotinek Kurmancîya gewrik, „Zor gîzerê radike“ birano. Heta zor li Tirkan neyê û lotikên Kurdewarî nexwin, nabin zilam wesselam.

 

Siyasetmedar, dîplomat û nivîskar Îlter Turkmen jî ket nav karwanê rastîyê û di hevpeyvînek xwe de lotikên xweþ û rast avêtin. Turkmen di hevpeyvîna xwe de rexne li siyaseta dewleta xwe kir û got ku, „Bi sê telaqên jinberdanê, êdî bi asîmîlasyon û înkarkirinê doza Kurd xelas nabe. Na na, divê em nasnama Kurd qebûl bikin, zimanê Kurdî di dibistanan de bidin xwendin û dev ji çîrok û çîvanokên axirzemana berdin qerdeþim“ û hat ser îmanê.

 

Welhasil, bav û kalên me ji berê de gotine: „Zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane“.

 

Îcar ne bi zor, zêr û devê tifingê be, sayin asenanin cîgerim cewriklerî nayên ser rêya heqîyê û nabin zilam û hûn sax!

 

Sayin Kûçik dîsa verþiya

Ehmed Beyan- 15/10/08-Enqere- Sayin sermezin Yalçin Kûçik dîsa verþiya û êrîþî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. Yalçin Kûçikê ku wextekî wek þêwirmendê Ocalan lotik davêtin û bi gotina wî gellek ji kadirên PKK kirin Kemalîst, di hevpeyvîna xwe de li ser ixbarîya ku wê sûîkast li Ocalan bihata kirin axivî û got ku wî îndîrekt xeber daye Ocalan ku wê sûîkast li himberî wî bê kirin. Kûçik efendî dibêje ku, „Abdullah Ocalan pir pesnê Kemal Paþa dide, heyranê wî ye. Kurdan zikopiþto li erdê dixe. Neraste ku min Ocalan kiriye Kemalîst, ew bi xwe Kemalîzmê diparêze û her hefte di hevdîtinên xwe de pesnê Kemal Paþa dide“ filan û fîstan.  

Yalçin Kûçik bi berdewamî dibê: „Tiþtên ku hiûmeta îro dike xwestekên Amerîka û Îsraîlê ne. Qasidan diþînin cem Barzanî. Ne Ocalan lê Barzanî cudaxwaz e. Tiþtên ku Îlker paþa dibêje rast in. Kurdistana ku li wir çêbibe wê ji bo Kurdên bakur bibe navenda cazîbê û evê tirrê ji me berde. Heger em Mûsilê nestînin emê Diyarbekrê bidin“ filan û fîstan.  

Axir, Yalçin Kûçik, Dogû Perîngû û yên weke wî bi salan bi navê dostanî û biratîya sexte lotik li Kurdan xistin. Lê mêrikan îro di xizmeta dewleta xwe de ne û þêwirmendîya dewleta Ergenekonê dikin.

Ûlan oxlim, Kûçik efendî, ê de here Mûsilê bistîne ewladim, ma kesî destê te girtiye? Hewlêrê jî bistînin, Kerkûkê jî bistînin. Belkî bi xêra we em herdu parçeyên Kurdistanê bikin yek cîgerim, wîî!

Ê de here bistîne qurban deee….

 

Reva pisîkê heta dawîya kulînê ye

 

 

Ehmed Beyan- 11/10/08-Enqere- Êêêêêê, çi dibêjin? Dibêjin „destê ku tu nikaribi bitewîni ramîse“. Îcar ev jî mesela me û rayedarên Tirkiyê ye. Tirkên ku hetanî doh ji serokên Kurdan re digotin „serokeþîr, xulam û potînalêsên Amerîkayê“, îro hewl didin ku bi wan re li ser masê rûnên û bêjin selamunaleykum kaka!

 

Helbet ciyê dilxweþî û kêfxweþîyê ye ku dewleta Tirk bi serokên Kurd re bê ser masê. Ev hem tê wateya naskirina statuya Kurdistana federe, û hem jî qe nebe wê ew dijminatî û kîndarîya li dijî Kurdên baþûr rabe. Helbet rûniþtina ser masê jî bi hesab û kîtab in. Tirk ne aþiqê çavê Kurdekan in. Lê ku Kurdekan ji daxwazên Tirko bê qeyd û þert bêjin ehlen we sehlen, nabe. Divê kakacanên me jî li benjewendîyên xwe û Kurdên seranserê cîhanê bifikirin û li gora wê lotikan bavêjin.

 

Piþtî belavbûna nûçeyên li ser danûstendinên navbera Tirkiyê û Kurdistanê, serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul jî sediqand û got ku „divê ev wek tabû neyê dîtin“. Abdullah Gul wek berdevk û rayedarê herî desthilatdar ê Tirkiyê danûstendina bi Kurdên baþûr re qebûl kir û tu xeter tê de nedît. Ev jî nîþanên xêrê ne.

 

Axir, de li ser xêrê be û xwedê qiwetê bide herdu alîyan rebbî,

Hema çi baþ be Lotikxane li piþta baþîyê ye û hûn sax!

 

 

Me got û kesî bawer nekir

 

Av.E.Dîlan-  09/10/08- Enqere- Berî çendakê me êrîþa li ser qereqola Bêzelê wek provokasyon binav kiribû. Lê hinek rabûn lotik li me xistin û gotin “Ya starrrrrr bê Lotikxane çi lotikên bêbingeh davêje” filan û bêvan.

  Ê baþe qerdeþim, hûn ji me bawer nakin, ma hûn ji rayedarên dewleta virqo jî bawer nakin? Mêrikan li xwe mikur tên û dibêjin:”Bi her sê telaqên jinberdanê me istixbarat stendibû ku ewê êrîþ bikin” û dîsa jî rê li ber nehat girtin.

 

Serokayetîya Daîra Istixbaratê a Midurîyeta Emniyetê Gelemperî (Îstîhbarat daîre baþkanligi) di 17ê Îlonê de bala artêþê dikþîne ku wê grûpek PKKî ji 150-200 kesî êrîþî ser qereqolan bikin. Ev agahdarî ji ÎDB, MGK, JGK, MÎT, JÎT û gellek dezgehên din re tê þandin û pê agahdar dibin. Zêdebûna ser kezebê jî ev e ku esker bi termal kamerayan jî çûn û hatina gerîllayên PKK dibînin û diþopînin. Lê????

 

Axir, ev rastî ji alî Tûggeneral Metîn Gurak û Orgeneral Hasan Igsiz jî di civîna çapemenîyê de hat sediqandin. Yanî, istixbarat sedî sed rast e.  

 

Heman istixbarat di dema êrîþa 21.10.2007an de jî hatibû stendin. Li wir jî dîsa hinek alîyan çavê xwe girtibûn û di êrîþê de 13 esker katibûn kujtin. Albay Onur Dirik di dadgehê de rastî qebûl kiribû ku istixbarat ji wan re hatiye lê tiþtek nehatiye kirin.

 

Ez serê we neêþînim cîgerlerim. Kî çi dibêje bila bêje, destê kê di bêrîka kê de ye haþa xwedê jî nizane û hew.

 

General, Mît û Îtên dewletê li xwe mikur tên, û ên me hîna jî wek mirîþkên birçî berê xwe bi ezmên vedikin û dibên.”Na loooooo, hella hellaaaaaaa!”

 

----------------

Lêxe gerîlla lêxe, yekê li nêl xe yekê li bizmêr xe

Av.A. Dîlan- 04/10/08-Enqere-  De werin ji xwe re li kerametên gerîllayên PKK û êrîþa ser qereqola Bezelê binerin û bifikirin. „Tezkera êrîþkirina baþûrê Kurdistanê“ di 8 ê mehê de tê meclîsê. Ev roj jibo hikûmeta Kurdistanê rojek dîrokî ye. Heger tezkere di meclîsa Tirko de bê qebûlkirin (ku sedî sed piþtî vê êrîþa provokatîf wê bê qebûlkirin), wê artêþa Tirk kîjan seeta bixwaze karibe êrîþî baþûr bike û bi namûsa Kurdekan bilîze. Wê xaka baþûr bombebaran bike, gundan biþewitîne û bi mahneya hebûna êrîþên PKK malikê li baþûrîyan biviritîne.

   Bala xwe bidinê, çi cara ku di derbarê baþûr de biryarek bê dan yan di derbarê baþûr de dek û dolabin bigerin, hew we dît provokasyonek hat lidarxistin û zemîna êrîþa baþûr hat amadekirin.

    Yanî, sayin hevaller yekê li nêl dixin û yekê li bizmêr dixin wesselam.

 Ê de lêxin bavê min lêxin, serê Kurdên ehmeq di qûna kerê xin…. Hernêêêêêêêêêêê!

--------------

 

 

Muhsîno jî lotikek li Ocalan xist

 

 

Ehmed Beyan- 06/10/08- Enqere- Serokê Partîya Yekîtîya Mezin û faþîstê naskirî Muhsîn Yazicioglû, hew tehamulî derewan kir û çend lotik ji devê xwe pekandin. Yazicioglû di derbarê rêxistina Ergenekonê de dîtinên xwe anîn zimên û behsa pêwistîya makzagonek sivîl û demokratîk kir.

 

Lê a herî balkêþ, Yazicioglû di derbarê Ocalan û PKK de tiþtê ku heta îro negotibû û vediþart, got. Cîgerim li ser namûsa xwe sûnd xwar û got:”Berî 12 ê Îlona 1980 î Ocalan ji bo ku li dijî tevgera çep û li dijî Kurdan þer bike ji hepsê hat berda. Ji xwe îstîxbarata dewleta me destê xwe xistibû nav gellek rêxistinên çep û bi lotikên xwe tirr ji wan berdidan. PKK jî yek ji wan bû” filan û fîstan.

 

Yazicioglû di rojnama Zamanê de bal dikþîne ser tevgerên çep û vê jî dibêje: “Îstîxbarata dewleta me di nav her tevgerê de ji xwe re hîzîp û grûp çêdikirin. Lê dibe ku piþtre hinek ji wan grûpan ji kontrolê derketibin. Ez wek îmana xwe zanim ku Ocalan bi vê meqsedê hat bikaranîn” filan û

fîstan.

 

Welhasilî kelam, êdî serokên partîyên faþîst, serokên MÎT ê û eskerên dewletê jî hew karin rola Ocalan û bikaranîna wî înkar bikin, venaþêrin û dibêjin. Îcar PKK ji kontrola dewletê derketibe derneketibe ew û xwedê li hev û hûn sax!

 

Heger yekî wek Yazicioglû jî hew karibe rastîya Ocalan veþêre û dest bi lotikan bike, fêhm bikin bê çi tofan hatiye serê Kurdên xwelîliser û xelas.  

 

Madem þahîn dixwazin êrîþî kevokên we bikin, bela kevokên we jî êrîþî çûkên wan bikin qardeþim!

 

Ehmed Beyan-17/10/07- Enqere- Þer û atmosfera navbera DTP û dewleta Tirko germ û gur dibe, dikele. Xuyaye rewþa Kasimpaþalî Receb nebaþ e. Piþtî ku Abdûllah Gul ê AKPî bû serekkomar, êrîþ û kampanyên li dijî AKP zêdetir bûn. Ji alîyekî partîyên Kemalîst û ji alîyekî jî PKK zor dane AKP û Kasimpaþalî Recebo da ku cîh lê teng bikin, wî û partîya wî ji desthilatdarîyê bixin. Kasimpaþalî Reco jî vê rastîyê wek îmana xwe zane. Zane bê çi xefk, dek û dolab li derûdora wî hatine danîn. Lê xuyaye tirsoneko jibo ku xwe li ser lingan bigre, xwe zêdetir dixe paxila artêþê û newêre gavên zêdeyî xwe bavêje. Neyse, rewþa herêmê, Tirkiyê û Kurdistanê bûye wek agirê cehnemê. Xuyaye artêþa Virqo biryara xwe daye, biryar daye ku destketinên baþûrê Kurdistanê têk bibin, têkevin Kurdistanê û Mûsil û Kerkûkê têxin nav sînorên xwe yê Mîsakî Millî.

 

Heger bê bîra we, Aysel Tûglûka DTPî berî demakê di daxuyanîya xwe ya meþhûr de gotibû “Mûsil di nav Mîsakî Millî de ye” û rûn li ser nanê dewleta Tirk kiribû. Serekerkanê sermezin Yaþar Buyukanit jî wek gellek rayedarên Tirk bi eþkereyî gotibû ku, “Mesela me ne PKK ye, ji me re ya herî bi xeter baþûrê Kurdistanê ye. Emê tucarî rê nedin ku li wir welatek bê avakirin” filan û bêvan. Werhasil, jibo rê li ber dagîrkirina baþûrê welatê me bê vekirin her cûre provokasyon tên kirin.  Her çiqasî mahne PKK be jî, lê dewleta Tirk venaþêre û bi eþkereyî baþûrê Kurdistanê û bi taybet jî malbata Barzanî û PDK kiriye armanca xwe. Ew wek îmana xwe zanin ku yên hestên Kurdewarî li ser lingan digrin malbata Barzanî û PDK ye. Ew karin sedî sed bi serê qûnekê li Anitkabîrê sûnd bixwin ku heger ne ji malbata barzanî û PDK be, wê li baþûr hêz û daxwazên Kurdewarî nemînin. Ji ber vê jî bi mahneya PKK tunekirina baþûrê Kurdistanê, malbata Barzanî û PDK dane ber xwe. Ji xwe  Serokê Rêvebiriya KCK Mûrat Karayilan jî vê rastîyê disediqîne û sedema êrîþa Tirkan ne hebûna PKK lê serketina baþûrê Kurdistanê dibîne. Werhasilî kelam, rojev germ e, Tirk bûne wek pizotên êgir lê ka ewê têkevin baþûr yan nekevinê tenê Xwedê û Lotikxane zane.

 

Ez serê we neêþînim, tiþtekî balkêþ jî ev e ku di vê dema germ û bilindîya tansîyonê de, endamê rêvebiriya KCK Dûran Kalkanê Tirk jî radibe di daxuyanîyên xwe de dibêje “Hodrî meydan!” û artêþa Tirk dawetî þerê li baþûr dike. Mêrik di þûna ku berjewendîyên baþûrê Kurdistanê biparêzi, radibe ji artêþa Virqo re dibêje: “Ma tu ne li tunekirina baþûr û destketinên Kurdên vir digeri? Aha ji te re fersend, ê de were haaaaaaa” û bang li generalên Tirko dike. Lê  ji alîyê din Mûrat Karayilanê Kurd jî radibe baþûrê Kurdistanê diparêze û dibêje:”PKK ji wan re mahne ye, dewleta Tirk dixwaze baþûrê Kurdistanê dagîr bike, destketinên Kurdan têk bibe û bajarê Mûsil û Kerkûkê têxe nav axa xwe” û rastîyê meselê radixe ber çav.  

 

Werhasilî kelam, dibêjin Serokê Grûpa DTP Ehmedê Mala Sîno di beyana xwe de gotiye:” Tirk tehamulî hebûna me nakin. Dewlet cesaretê diçe çeteyên dijberên DTP. Þahînan (Generalan) xwe jibo þerê li dijî kevokan (DTP û PKK) amade kirin” filan û bêvan. Helbet ev gotin rast in, gotinên xweþ in. Ê baþe kekê mino, madem þahînên wan xwe amadeyî þerê kevokên we dikin, ka çima kevokên we (Teyrên Bazên Kurdistan) êrîþî çûkên wan nakin hêê? Ma hema bi teqandina çend tenekeyên zibil bû? Madem ew dixwazin perçeyekî welatê te yê azad têk bibin, de ka bela kevokên we jî bajarên Tirkiyê serûbinê hev bikin canim cîgerim! Ma heta kengî bratî û aþitîya bi derewan, wîî! Lao wî þerî ji Kurdistanê derxin bavê min, derxinnnnnnnnnn! Wille û bille we em beicandin.......