Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

                         

Evdo Dîno

 

Evdo-dino@hotmail.com

 

PDK-YNK-KERKÛK

 

Xwiþk û birayên hêja,

 

Wekî hûn dizanin, di dawiya sala 2007an de referandûma Kerkûkê û deverên din yên Kurd, ku niha ne di bin rêveberiya HHKê de ne heye. Ev referandûm di nerîna min de weke mifteyekê ye. Ew mifteye ku wê bi saya wê deriyên bihiþtê bo me kurdan vebin û deriyê cihnemê bêne girtin. Kerkûk zaten ji serî heya binî petrole û petrol jî çeka herî mezin ya di destê dewletan de ye. De ku min wanî got bila kes þaþ fêhm neke. Yanî ma Kerkûk devereke xerîbe û em dikin dagîr bikin? Na estaxfirillah. Kerkûk bajarê kurdane û bi salane di bin zilma cinawirê Sedam de dinale. De îcar mijar ne tenê Kerkûk e, hemû deverên din in. Yanî Xaneqîn, Þêxan, Þengal Telefer û hwd jî. Ev derên min qal kirine sê paran ji parekê Kurdistana Iraqê ne.

 

De ya ku ez dixwazim bibêjim ne evin. Çend rojin min hin bername temaþe kirin û hinek agahî magahî hatine guhê min, ku ez ji dîn û îmanê derxistim. Min goþtê xwe gez kir. YNK û PDK a ku em bi serê wan sond dixwun, li Kerkûkê ji bo partiya xwe dixebitin. Yanî li wir xebata xwe bi ser navê partiya xwe dikin. De îcar ev ne probleme; problem ewe ku kîjan malbat bibe endamê kîjan partiyê, ji wir aborî alîkarî malîkarî distîne, û partiya din jî dibêje madem tu nebûyî ji me, here ji xwe re bilîze û kefa(dest) xwe bialêse, û ji ber van xeletiyan li Kerkûkê Kurd pir bi þûnda mane, karê wan negihaye encamek baþ.

 

Birayên delal! Ma þîret ji YNK û PDKê re hewce dike? Tabîkî na. Ê de ev birakê me çima bi navê Kurd û Kurdistan xebat nakin, destê xwe nadin hev û nabêjin “jehr di partiyan de be, bila Kerkûk vegere ser axa Kurdistan çi dibe bila bibe”. Hê? Ne wisa ye ma? Ka bêjine min!

 

Wele ku namûs û xîret di me de hebe, emê ji bo berjewendiyên Kurd û Kurdistan dev ji berjewediya xwe ya þexsî berdin. Çi ku em eger bo berjewendiya xwe ya þexsî bixebitin, ti zibil bi dest me nakeve, ne Kurd xêrê dibînin û ne jî ew tiþtê em þopê ketine bi dest me dikeve. De ku me ji bo Kurd û Kurdistan xebat kir, wê  çaxê emê bibînin ku wê her ferdekî Kurd bi qezenç û bidesketî derkeve.

 

Min çima rabû xwe ji bo Kerkûkê westand? Çi ku ez dizanim Kerkuk vegere ser xaka Kurdistan wê çaxê Kurdistan azade û Kurdistan dewleteke azad û xurte. De ku li baþûr Kurdistanek xurt hebe wê demê li bakur jî wê Kurd xurt bibin, li rojava jî û rojhilat jî wê Kurd xurt bibin.

 

Min got ha Kerkûk weke deriyekî ye ku, emê bi saya wê ew deriyên ku bi ser me de hatî girtin pê vekin, û ew deriyên ku bi ser me de hatî vekirin û di wan re zibil bi ser me da dibare emê pê bigrin.

 

 Sivîl toplim qonfederasyonî

 

Berê digotin “Serokê Dinê” dûre dîtin ku nabe gotin “Serokê Miletên Mezopotamya”. De îcar dîtin ku ew jî nabe. Çi ku xelk û alem bi wan dikene. Anîn hatin kirin “Serokê Xelkê Kurd”. Yanî di dest xwe de þaþ bûne. Wele ew jî nizanin bibêjin çi.

 

De em werin ser demokratîk ekolojîk û mekolojikan. Bavê min, yaw bi Kabê, bi Laleþ, bi Kuds yaw bi þeref ku min heta niha tiþtek ji gotina “ekolojîk”  ti zibil fêhm nekir. Min çiqas ji ewên ku dibêjin HZ.Þêxê me  Selalahû Eley Weselem dipirsî, wan jî tiþtek ji min re nedigot. Heta hîna jî min tiþtek fêhm nekiriye.

 

Ez zanim hinekan niha diranên xwe qîç kirine. Ê law Xwedêkî, bibêjin yanî we ji “demokratîk konfederalîzm” ê çi fêhm kir?  Ku we fêhm nekir, kesî qe ji dora we fêhmkirî hebû? Na na na.

Lê pekî “sivîl toplum konfederasyonu” çiye? Serê xwe bera jêr nedin,bibersivînin.Hûn jî nizanin çiye ne? Û hûn jî dizanin ku pir pir wê 3 mehan bajo ev teorî.  Bi Xwedê êdî min bi sedî sed yeqîn kir ku ev zilam yanî Þêxê me nexweþe. Yanî bi telaqê jinberdanê eger ew bi hemdî xwe xeber dide demeg ez tiþkî nizanim.Yan sîlehê didin ber devê wî bi zorê vana didine gotin,yan parêzarê xwe ne saxlemin û derewan dikin, yan jî ev zilam bi rastî nizane bê çi dibêje

 

Ê lawo qaþo min fakulte xwendiye, qaþo bi salane ez di nava tevgera kurdî de me, qaþo ez têra xwe, xwe nivîskar û ronakbîr dibînim, bi þeref û namûs ku min gotinên vê dawiyê yê Þêx xwendin, dûre min serê xwe wa berjor kir min got ka çi di serê min de maye ,yan min çi ji Þêxê xwe fêhm kiriye.Bi telaq ku qasî biþkulekê dîsa di serê min de nemabû. Ê yaw qardaþ, madem ez wanî me, yan jî, ma ezî bêfêhmim? Yan ev gotin dûrî fêhm û ferasetê bûn, min hîna biryar nedaye.

 

De ez pir najom ser Þêx. Ew û ûjdana xwe û xwendevan û ûjdana wan.

 

Navê min Evdo Dîno ye , lê ji bîra mekin ku ji bo Sokrat û  Einstein jî digotin ev dîne.!!!!!!

 

 

  Wehþet û Þexsiyet  

Dewleta tirk pir û pir zilm û neheqî li me kir. Mal û gund û bajarên me þewûtand. Yanî li vir hewce nake ez qala wehþeta tirkan bikim. Zatan hewce jî nake. Yanî ma wê kesê wehþî qey birehm û dilovanî tevnegerin. Jixwe karê wan ewe. Ma Çîn qey ji ber wehþeta kê ew dîwar lêkir, ku li gor pisporan , di fezayê de tiþtê ji dinê xuya dike tenê ewe.

 

De ewana yanî tirka, mixabin ji me kurdan berekî mezin yan berekî biçûk bêþexsiyet kir. Em kirine psîkolojî ye ke wer ku, me xwe gundî û wehþî û tirk jî bajarî û zana û modern dît.

 

Dema em zarok bûn xweþ tê bîra min, heta hîna jî ez lê rast têm, ku dema yek xwarina xwe wilo kibar kibar dixwe jê re dibêjin “law tu çi xwe weke tirkan dikiye”. Ax û ax …. Weke tirkan ha…de bila wilo be.

 

De îcar birano û xuþkino, em hevalên kurd dema dikin karekî bikin yan li cihekî xwarinekê bixwun yan dikin danûstandinekê bikin em dixwazin bila nehf û fêda me bigihê yekî kurd.

Ji ber vê armancê em diçûn loqantayek ya kurda, ku hemû xebatkarên xwe kurdin. Êþte carek du cara em çûn. Me dît xebatkar dema tiþkî jime re tîne wek ku em gundî bin yan bextereþ û pepûk bin wilo toq toq xeber dide heta pir caran daxwaza me nake û tiþtê me jê xwest guh nadê.tevlî ku em pênc ,þeþ kes bûn û xwarina me dixwar mere fedî dike bibêje qasî sed milyonekî tirkan digirt. Lê min dît rojekê yekî tirk li teniþt me rûniþt. Yan dikir çayek vexwara yan jî tiþkî wisa biçûk bû. Ê law vî qeþmerê min izzet û îkramek, zimanekî nerm û pahn, miamelek ew qas xweþ nîþan da ku ez dikim bimrim. Min xwe zorê digirt ku di nava çavan de lênexim.

 

Werhasil birano û xûþkino ew psîkolojiya wî xebatkarî mixabin li ser pir kesa weha ye. Yanî xwebixwe biçûk û bêþexsiyet dibînin û ji ber wê kurdan hemuyan  jî weke xwe dibînin,rêz raber nakin.

 

De ya xerab. Min digot belkî ev fikr û ev rewþ tenê li ba gundî (qesda min ji gundî ewe ku kesê nezan)ya heye lê ez bala xwe didimê ku li ba kesên xwe zana dibînin û siyasetmedar û rewþenbîr dihesibînin jî heye.

 

Belê gihayê hundirê malê tahle lê weke Cegerxwîn di helbesteke xwe de dibêje “þekirê xelkê jî þor e”

 

Tiþkî din, dema ez zarok bûm, wexta min navê birakî xwe xelet digot (wek ji Ehmed re bibêjim Ehmo) bavê min digot “kurê min heke tu bibêjî Ehmo wê xelk ji navekî Ehmo xerabtir bibêje û navê te jî xera bike” belê niha ez vê hîn kûr fêhm dikim.

 

Gotina min ya dawî tevlî ku ez dizanim wê ev nivîs bi kêrî kesekî neyê, ewe ku divê berî giþ em ji þexsê xwe re rêz bigrin û xwedan kesayetî bin, paþê jî ji milet û ferdê miletê xwe re. Ji bo ku xelkên din jî ji me re rêz bigrin.