Lotikxane  

 

 

Farûqê Devliken 

faruqedevliken@yahoo.com

 

 

Zor gîzerê radike

 

 

   Xêr û bereketa 17 SANTÎMan

 

Ode 17 santîm biçûk bû, dinya li ser serê Tirkîyê bû dojeh!

17 santîm girtina DTPê bi xwe re anî!

Parlamenterên DTPê jî nêvî bi tîpên Kurdî, nêvî bi tîpên Tirkî daxwaznameyên xwe nivîsîn, ketin rêzekê, dan dûv hev û berê xwe dan parlamentoyê, da ku îstifa bikin.

 Gotin: “Ne hûn bin û ne xêra we be, parlamentoya we jî serê we bixwe!”

 

Birêz Ahmet Neturk rahiþt darikekî, mîna þefê orkestrayê li pêþiya koma xwe sekinî û parlamentên DTP ê jî bi rêkûpêkî li pey hev rêz bûn û bi kilkirina darikê birêz Ahmet Neturk re, giþan bi hev re bi dengekî dawidî slogana xwe gotin û dubare, sêbare û heta çarbare kirin... “Sîne-î Milet, Sîne-î Miliet, Sîne-î Milet, Sîne-î Milet”

Slogana “Sîne-î Milet” bû sedema serhildana zarokên rojê!

Serhildana zarokên rojê tirs û xov xist nav dilê rêvebirên Tirk!

Rêvabirên Tirko, xwe avêtin bext û dexlê birêz Öcalan û ji wî xwestin ku avekê li vî agirî bike.

 

Birêz Öcalan ji odeya xwe ya 17 santîm biçûk bûbû, tiliya xwe ji parlamenterên DTP re kilkir û gote wan: “Bes e! Êdî bes e! Em gîhan heqê xwe û berî ku ew daxwaznameyên we herin ber destê þahê kûçikan Bahçelî û dizê Elokan Baykal, biçirînin û heta agir bidin bin û biþewitînin. Ez we pîroz dikim û yek bi yek têm çavên we cîgerlerim...”

   

17 santîm ev ba û bahoz bi xwe re rakir! Lê rakirina vê bahozê her wiha tiþtên xweþ jî bi xwe re anî.

Mînak:

Derîyê odeya birêz Öcalan ê ku dikir zîqezîq, guherîn û deriyekî polad li ber xistin.

Ew dîwarê odeya wî ê ji nem û hêwîbûnê kufikî bûbû û boyaxa wî jê çûbû, ji nû ve boyax kirin û xemilandin.

 

Tejikên kevn rakirin. li dewsa wan xalîçên nû raxistin.

Frekansên radyoya wî du-sê frekans lê zêde kirin.

 

Gelo jimar zêdetir bibe wê çi biqewime?

 

18 santîm biçûk bibe, bi kêmanî li bajarên Kurd lê dijîn wê bi milyonan kes derkevin kolanan û wê meþ û çalakî bên lidarxistin...

Li pê van meþ û çalakiyan; sarinç, telewîzyona pirqenal û ne rojnameyên doh û pêr, ên nû bi awayekî rêkûpêk her sibe wê here ber destê birêz Öcalan...

 

19 santîm biçûk bibe wê çi biqewime?

 

Keç û xortên Kurd giþê berê xwe bi çiyê vekin; wê bajar ji pîr û kalan û zarokan re bimîne...

Pîr û kal û zarokên reben, wê ji bêçaretî herin stûyên xwe li ber rêvebirên Tirk xwar bikin. Bi wê helwesta pîr û kal û zarokan, dilê rêvebirên Tirk wê bi wan biþewite û wê bang wan keç û xortan bikin da ku ji çiyê vegerin nav pîr û kal û zarokên xwe. Lê ew ê venegerin û wê dîsa bar têkeve ser milê birêz Öcalan...

 

Ji bo þer gurtir nebe, rêvebirên Tirk wê herin xwe bavêjin bext û dexlê birêz Öcalan.

 Birêz Öcalan wê wan keç û xortan yek bi yek ji çiyê daxe û girîngî û mezintiya xwe nîþanî Tirkiyê û dinyê bide.

 

Li pê van tiþtan, wê dvd, kompîtur, înternet û jakûziyek here odeya wî...

 

Tew ku 20 santîm biçûk bibe hûn dizanin wê çi biqewime?

                                                                                                                                                      

Wê Kurd û Tirk bi hev re derkevin kolanan. Wê kar û þixul bisekine. Wê ji Colemêrgê heta Edirneyê piçûk, mezin, qîz, xort, giþê bi hev re ji bo þermezarkirina 20 santîman derkevin meþ û çalakiyan. Wê pergal têk here. Li ser xwestek û daxwazên gel, wê birêz öcalan  ji girtîgehê rizgar bibe, wê di demek pir nêz de li dewsa Erdogan rûnê û wê biratiya gelan pêk bê...

 

De îja dua bikin ku ode 20 santîman biçûk bibe. Xelasiya me bi biçûkkirina odê ve girêdayî ye ellawekîl... Yan na, malik li me çû mîratê û hûn sax...

 

23.12.2009

 

 

 

MÊR JÎ AVÝS DÝBE!

Li gundekî Mêrdînê camêrek bi navê Benî hebû. Mirovekî qut, qalind û gulover...
Ji alîyê êqil xizan, lê xwedî þexsîyeteke xurt û heta tu bê bes  çav fireh bû.
Tenduristîya wî baþ bû, lê di ser zikê xwe de mirî bû; çi dýket ber av lê venedixwar, dadibelihand. Roj bi roj zik lê mezin dibû. Ji ber zikê xwe ne rûniþtin lê hebû, ne jî rabûn; ku rûdiniþt, nema dikarîbû rabe, gava þipîya bûya jî heta xwe bera erdê dida çav lê dirjîyan. jixwe xew lê tune bû...

 

Benî lê dinêre ku beþera wî ne ber bi xêrê ve dihere. Zik lê dibe meþk û dibe qerf û henekên devê zarok û mezinan, çavê xwe li çareserîyekê digerîne...

Êvarekê þîvê dixwe û xwe paþ ve dikþîne. Piþta xwe dide bahlifê û destên xwe li ser têra zikê xwe dibe û tîne. Ji kûr keserekê dikþîne û ji jina xwe re dibê:

- Malevê, ev tu ji min re nabêjî ev zikê min çima wiha mezin dibe; weleh ez wek berê nên jî naxwim keçê? Êdî ji ber têra zikê min, ker jî nema li hêla min dinêrin û serê xwe bera ber xwe didin. Ez ê çi xwelîyê li serê xwe kim.

Bi qedandina gotina wî re, jinik dibê:

- Wehhhh! Ma qey ez dilê te rehet nakim! Kurmê te nema bi min diþkê, tu diherî bi dora kera dikevî, hihi?

 Benî dibê:

- Keçê ev tu bi hiþê xwe yî? Kerê çi halê çi qîzo? Ma tu ji alîyê qûnê de fahm dikî, hihi? Ez gilîyê xwe dikim, gilî! Ji bo ku rewþa xwe raxim ber çavên te ez qala kerê dikim hey ji kerê kertirê...

Serê xwe bera ber xwe dide û wek neh-deh sanîyan li valayê dinêre. Xortanîya wî di bîrê de tê.. Þivantîya wî di bîrê de tê... Kerên gund ji ber wî ne di tu halî de bûn... Serê xwe hêdîka kil dike û di ber xwe de dibê:

- Erê! Eeeerê! Ew jî wextek bû. Bi namûs nîhandina keran sed carî ji nîhandina te xweþtir bû! Xwelî li serê min be, xwelî! Ma mejî di serê min de hebûya ez dizewicîm!

Ji bo ku pevçûn zêde nebe, qut dibire. Mijarê dîsa tîne ser zikê xwe, dibê:

- Keçê ji ber vî zikî ez berê xwe bidim ku? 

Jina wî serê wê di ber de, tew li xwe danîne li hêla mêrê xwe binêre, dibê:

- Ma ez ji ku zanim lo! Tê bê qey ez textor im.

Di ber xwe de devê xwe dibe û tîne:

- Zikê bênamûsa mezin dibe...

Benî dibê:

- Te go çi çi çi?

Jina wî jî têra xwe heye. Yekser peyvê diguhere û dibê:

- Ji xwe re sibê here cem textor mextorna, ma ez ji ku zaným zikê te ji bo çi mezin dibe.

Benî radibe ser xwe û ji bo çûna nav gund xwe amade dike. Her çiqas jin dibê çay tê, çaya xwe vexwe û talîyê biçe jî, Benîyê me lê ho venade û xwe li derî diqewimîne.

Þênîyên gund pirtirîn li mala hecî Remo þevbuhêrka xwe dikirin, her wiha Benî jî berê kerê xwe bi wir vedike.
Ji dixana cixareyan, çav çav nabîne, hundurê odê mîna þikeftan dixûye. Bi gavavêtina Benî ya hundur re, qerf û henek li hewa dilîzin. Zikê Benî yê mîna meþka dew dibe qerf û henekên devê gundîyan. Têr bi Benî dikenin û Benî bi fisekî dihere xwe li cem Hecî Remo xwe bera erdê dide.
Li hal û wextê hev dipirsin û pêve, Benî devê xwe dixe guhê Hecî Remo û dibê:

 Hecî tu bi qedrê xwedê dikî, tu textor mextorên nas tune ye, ji bo zikê xwe ez biçûma, min zikê xwe rê bidaya...
Hecî Remo dibê:

- Wehhh! Ma çawa tune ye. Qelender Baþoglî textorekî pir jêhatî ye û her wiha dostê min e. Silavên min lê bike ew ê te baþ û pir xweþik mihîne bike.

Ku Benî radibe û pê ve, Hecî Remo telefonî textorê xwe dike û jê re qala zilamê xwe dike. Dibê:

- Tu bi qedrê xwedê dikî, sibê zilamek wê bê cem te, navê wî Benî ye. Ji bo mezinbûna zikê xwe tê, ji kerema xwe wî hinekî bitirsîne û bê zikê te ji ber avisbûnê mezin dibe...

Textor dibê:

-Baþ e.

Sibê zû Benîyê me hîna mirîþkê zelq nekirîye, dikeve derîyê miayanexaneya textor Qelender. Silav dide û dest bi vegotina nexweþîya xwe dike. Dibê:

- Textor beg, ev zikê min ji ber çi mezin dibe, ji bo xwedê û pêxember çareyek...

Textor dibê:

-Vekeve ez ê te mihîne bikim.

Textorê me semeha xwe dixe guhên xwe û dest bi mihînê dike. Mihîne bi dawî dibe û pê ve dibe:

- Weleh tu avis î! Û heta du mehan tê bizê

Benî bi awayekî þaþ û matmayî dibê:

- A ev ji me kêm e haa! Avisbûna çi halê çi textor beg! Ma tu bi hiþê xwe yî?

Textor bi awayekî cidî dibê:

- Ez ji te re dibêm kuro! Ma tip qet derewan dike!..  

Benîyê me difiskirîne û ji cem textor derdikeve û dikeve rêya gund. Tê mal, jina wî hevîr distirê. Heta êvarî jî deng ji Benîyê me dernakeve.
Þîvê dixwe naxwe, dihere dikeve nav nivînê xwe û lihêfê dikþîne serê xwe.
Jina wî ku karê xwe diqedîne û pê ve, lempeyên xwe vedimirîne û ew jî dihere xwe radide kêleka mêrê xwe.
Di bin lihêfê de ufeufa Benî ye. Jina wî lê dinêre ku rewþa mêrê wê ne baþ e. Diniqurçîne wî û dipirse:

- Þiiþþþþ efendî! Çi derdê te heye? Ma ev çi ufeufa te ye? Ji êvar de te xwe radaye nav nivîna.

Benî berê xwe bi wê vedike û dibê:

-Keçê! Ev min fam nekir, ma min dikir te ya te dikir min?

Jina wî bi awayekî þaþ û matmayî dibê:

- Çima? Çi bû? Çi qewimî?

Benî bi dengekî hêvîjikestî dibê:

- Ez avis im avvvissss!

 

03.12.2009-

 

QEBHETÎ

Dinya ne dinya berê ye.
Dinya bi rastî jî tê guhertin.
Li Tirkîyê çepgir û rastgiran cî guherîn.
Faþîst ber bi demokratbûnê ve çargav diherin.
Demokrat jî ber bi faþîstbûnê ve çargav diherin.
Jixwe lîberalan ber avêtîye...



Xwedê teala bi ser Erdogan de dibarîne û barandîye.
Erdogan bi zaneyî xwe lê diqewimîne.
Ne bawer im bi dilrehmî van tiþtan dike.
Jixwe tiþt di destê rebeno jî de tuneye.
Rebeno paþpaþîko li kerê siwar kirine û berê wî bi rêya nevegerê vekirine.
Lê ji bo me baþ kirine...
Erdogan di daxuyanîyek xwe de;
Kesên ku tilya wan di komkujîya Dersimê de hebû, bi qesabî tawambar kir û qûna Denîz û Onûr jî dax kir...
Got ‘Eyy Elewîyên bê çav, bê guh û bê zar, çima hûn nakin hewar! Ma hûn ji bav û kalên xwe þerm nakin! Û Bipirsin gora Seyit Rizo ji berpirsîyarên xwe...’
Jîyan li ser serê Denîz û CHP ê kir dojeh.  
Ji tirsa Erdogan, Îlker Baþbûg xwe hefat kir û ket nav nivînê jina xwe.

Eskerîyê dest bi nimêjê kirîye, ez dibêm qey!
Lê ditirsim him ji dêrê û him jî ji mizgeftê bimînin...
Ahmet Altan qûþ li Îlker Baþbûg qetandîye.
Ji tirsa Ahmet Altan nema efendîyê Baþbûg radibe bi serê min û we.
Baþbûg tenê difîkîne!
Lê mixabin tenê bi fîkandinê çûk nafire.
Bi þerefa Kerbodibo Ahmet Altan Îlker Baþbûg ji mêranî xistîye.
Bawerîya we ji rebê jor hebe, Ahmet Altan jimara 31 jî li Îlker qedexe kirîye.

Lewent Kýrca roja ku ji jina xwe veqetîya ye, biborin, roja ku Oya xanimê wî pihên kirîye, nema bi ser hiþê xwe ve tê.
Xurifî ye...
Berê çê xerab çend qeþmerî jê dihat, lê hezar mixabin, niha ji bo ku milet bikenîne, dikeve her dilqî...
Xwe dike ker, dibe hîrtehîrta wî, kes pê nakene...
Xwe dike kûçik, dibe kewtekewta wî, kes lê ho venade...
Xwe dike qeþmer, tilîka davê qûna xwe, dîsa kes pê nakene...
Kortika serê wî wek hêlîna leglegê vebûye.
Por li serî bûye hirî...
Qûn lê bûye wek ferên aþa...
Û ne eyb û ne fedî, bi wî aqilkê xweyî sivik, bi wî mejîyê xweyî nermijî tew henekê xwe, qerfê xwe bi xelkê dike.
‘Gurîyo navê min li te û kumê min li serê te!’

Wê rojê necamêro henekê xwe bi pirsgirêka Kurd dikir.
Wisa xuyaye ku, gavavêtinên çareserkirina pirsgirêka Kurd zora qûna wî biriye.
Li ser vê mijarê skêçek çêkiribû.
Ji bo çend qirûþan qezenç bike henekê xwe bi xwe dikir.
Wî li cem xwe digot qey ez mîzahê dikim, lê mixabin xelk bi qûna xwe pê dikenîyan.

Di skêçeke xwe de jî li ser gorbuhuþtê Ahmet Kaya sekinîbû. Xwe kiribû qurbana min û axa ser tirba Ahmet Kaya, henekê xwe bi wê þeva nebixêr dikir.
Wê þeva ku Ahmet Kaya xelat wergirt û bi wergirtina wê xelatê re li ser serê wî bû vize viza çetel, kêr û kevçîyan... henekê xwe bi wê þevê jî dikir.
Þaþ û çewt fahm nekin ha! Êriþên wan nijadperestan, êriþên wan faþîstan rexne nedikir.
Qerf û henekên xwe bi nemir Ahmet û þêwaza wî ya wê þevê dikir.
Bi rastî jî rî û bi xwe da...
Rî û xwe edem kir...
Rî û bi Serdar Ortaç da...
Rî û bi wan kesên nijadperest, rî û bi wan kesên neînsan da...
Bimre hîna mirin erzan e!

19. 11.2009

 

HUNERMENDÊ BÊHEMPA

Þeva çûyîn mêvanê bernameya ‘Bûka Baranê’ hunermendê bi nav û deng, hunermendê bêhempa endam û berpirsîyarê Koma Wetan brêz Kerem Gerdenzerî bû.
Bi pêþkêþvanîya hunermenda xweþik, bedew û dengxweþ Nîlufer Akbal û li gel Kerem Gerdenzerî þeveke taybet me derbas kir. Bi rastî jî þeveke taybet, ji ber ku cara yekem e ku hunermendekî wisa bi nirx, wisa hêja û giranbuha dibe mêvanê bernameyek TRT 6 ê…
Spas ji bo Nîlufera delal!


Spas ji bo Nilufera þêrîn û sewtxweþ, ji ber ku, vî hunermendê abadî bi rêya bernameya ‘BÛKA BARANÊ’ kir mêvanê me!
Bi rêya bernameya ‘BÛKA BARANÊ’ ew xist hundurê dilê me!

Koma wetan di sala 1974 an de li paytexta Gurcîstanê li Tiflîsê di bin berpirsîyara Kerem Gerdenzerî  de û li gel Rafael Þamil, Omer Sebrî Receb û Livan Þaxbazyan de ava bûye û albumek bi navê ‘Welatê Me’ derxistine.
Endamên Koma Wetan piþtî çen salan ji ber pirsgirêkên þexsî, aborî, civakî û sîyasî belav dibin. Û berpirsîyar û rêberê komê Kerem Gerdenzerî bi tena xwe dikeve bin vî barî û xebatên xwe didomîne.

Koma Wetan bi muzîka xwe ya nûjen, bi stranên xwe yî welatperwer bi salan di dilê me de cîyekî taybet girt. Ji 74 a û heta niha hê jî bi heman coþ û kêfxweþîyê ji alî çûk û mezinan ve tê guhdarîkirin.

Koma Wetan tu carî nebû mirudê  rêxistin, sazî û þexsîyetan. Bi muzîka xwe yî nûjen, bi muzîka xwe yî gerdûnî dengê xwe gîhandin her çar perçên Kurdistanê… Heskirîyên wan ne tenê Kurd, her wiha Tirk, Rûs û Ewrûpîyan jî li wan guhdar dikirin…

Kerem Gerdenzerî li gel hunermendîya xwe, wek þexsîyet jî gelekî bi nirx, gelekî giranbuha ye. Staranên wî li nav milyonan mirov belav bûye, ji alî milyonan kes tê guhdarîkirin û tê heskirin. Hêja Gerdenzerî li gel vê navdarîya xwe, bi dilnizmîyeke bê sînor tevdigere. Dilê kesî ji xwe nahêle. Bi her kesî re dide û distîne. Bi wî zimanê wî yî nerm, germ û þêrîn, mirov bêhemdê xwe radestî wî dibe…
Bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin e…
Ne qure û ne jî bozbilind e…
Dilê wî mîna behra Wanê mezin û paqij e…
Muzîka wî, stranên wî mîna pêlê behra Wanê li hev diqulipe û mirov dide ber coþ û hêza xwe. Mirov bi stranên wî diherike.
Ber bi Kurdistan ve…
Ber bi mirovahîyê ve…
Ber bi evînê ve…
Ber bi aþtîyê ve…
Ber bi zarokatîyê ve…
Ber bi xwe ve diherike…

Ez bi naskirina hunermendê hêja Kerem Gerdenzerî xwe gelekî bextewer hîs dikim. Deh rojên ku min û wî bi hev re derbas kirin, di jîyana min de tim û tim bi biþirîn wê bê qalkirin. Wek bîranîneke taybet her û her wê bi min re bijî…
Hêja Kerem Gerdenzerî niha amadekarîya albûmeke nû dike. Bi albûmeke bêhempa pir nêzîk wê li me vegere…
Spas ji bo wî!
Spas ji bo muzîka wî!
Spas ji bo Kurdperwerîya wî!

18/10/09

 

 

 

 

 

LÊPÝRSÎN

 

Min ji bo xwendekarên Lotikxanê bîst pirs amade kir. Kî her pîst pirsa jî rast bibersivîne, li ser navê lotikxanê ez ê wî/wê biþînim Kurdistanê û li wir ew ê bi Mazlûm Dogan re þevek taybet derbas bike. Mazlûm li hêvîya we ye…

1- Pisîk bera miþk dide û miþk jî ji ber direve. Pisîk li ku wî bigre ew ê wî bixwe. Miþk di cî de disekine û li pisîk dizîvire. Gelo miþk ji pisîkê re çi dibê?

a) Ji kerema xwe çavên xwe bigre heta ez xwe vediþêrim…
b) Bes bera min bide, bêhn li min çikîya
c) Tu belasebeb bera min dide ez ne miþk im
d) Ez rê bi ser qula xwe naxim

 

2-‘Kurmê darê ne ji darê be dar narize’ wateya vê biwêjê çî ye?

a) Dar ji mervantîya kurman acize…
b) Çavê kurm li darê dibire
c) Kurm bê fesal e, nanê wî li ser gûzika wî ye
d) Kurm dost û dijminê xwe ji hev nas nake.

 

3- ‘Sê cara wê maç da min, sê cara wê lêv da min, sê cara wê çav da min’ Ciwan Haco ev stran ji bo kê gotîye?

a) Eyþika Ereb
b) Pîra Fatê
c) Hulya Awþar
d) Emîna Sadûno

 

4- Kê nav li Evdî kirîye?

a) Paldûza wî ya biçûk  
b) Jina xalê wî
c) Hevalê wî yê eskerîyê
d) Jina wî ( Navê wî yê rasteqîn Evdila ye, lê jiber ku kêrnehatî ye, jina wî jê re dibê Evdî)

 

5- Silêman ji bo çi bi xwas digere?

a) Sola wî tune ye.
b) Sola wî heye, lê qêmîþ nake wê têxe pê.
c) Naxwaze bêhn ji lingên wî bê
d) Zivistane û binê sola wî qul bûye

 

6- Hemdîn çima bê paþnav e?

a) Jiber ku tim û tim pêþ ve dehere
b) Sutuyê wî firk ketîyê nikare li paþ xwe binêre.
c) Nasnameya xwe winda kirîye, paþnavê wî nayê bîra wî
d) Hemdîn bê bav e.

 

7- Zarok çima digrîn?

a) Ji ber mezinên xwe fedî dikin
b) Ji xwarina þîr aciz bûne, doza xwarinên din jî dikin.
c) Bin xwe edem dikin, nav þeqên wan diþewite.
d) Þorbe bi ser xwe de rijandine.

 

8- Bilbil ji gulê re çi dibê?

 

a) Ez ya te me, tu ya min î.
b) Hezar heyf ku ez li ser te distirêm.
c) Ez ê nema bi bêhna te bixapim
d) Ji îro û pêve, ez li mala xwe, tu li mala xwe.

 

9- Dik ji bo çi azan dide?

 

a) Qayîþê bi mele re dikþîne.
b) Ji bo xwe têxe çavên mirîþkan.
c) Dilê wî heye albumekê derxe.
d) Dê û bavê wî dengbêj in ji loma.

 

10- Mirîþk ji bo çi dike qareqar?

 

a) Xwedî kêr daye ser sutu.
b) Dike hêk bike.
c) Ketîye menopozê.
d) Mêrê xwe di ser hineka de zevt kirîye.

 

11- Stranbêj Beytocan gava strana dibêje çima xwe dihejîne?

 

a) Ji kêm qawetî
b) Ji bê edebî
c) Cerîyan pê digre.
d) Canê wî dixwre.

 

12- ‘Gurî gurî qaqa, serî bi simaqa’ ji bo çi hatîye gotin?

 

a) Li ser serê kesên gurî simaq þîn nayê.
b) Simaq serê gurî diþewitîne.
c) Gurî gelekî ji simaqê hez dike.
d) Gurî ji simaqê aciz e.

 

13- Jin doza xwe û çi dikin?

a) Ji ber mêrê pîs aciz in.
b) Dixwazin mêr jî zarokan bînin.
c) Dixwazin du mêra bînin.
d) Ne yek jî.

 

14- ‘Dengê defê ji dûr ve xweþ e’ wateya vê biwêjê çî ye?

 

a) Ev bêbextîya Heynderê aþiq e.
b) Reqsa li ber defê ne tu hawe ye.
c) Sed metroyî dûrî defê bireqisin.
d) Ji bo þabaþa defvan nê dayin.

 

15- Elok û Alîya çî hev in?

 

a) Pismam û dotmamê hev in.
b) Ne tiþtekî hev in.
c) Elok ji ezbeta Alîyevan e. Ji bo li Azerbaycanê doza desthilatdarîyê neke, terkîwelat bûye.
d) Alîya navê stranek Elokê ye. Minak: Elo Elo AAAlllîîîyaaa!

 

16- Sofî Brahîm gava radikeve rîha xwe çi dike?

 

a) Dixe bin lihêfê
b) Kevnekî lê digerîne.
c) Wê azad berdide
d) Wê li hev dipêçe.

 

17- Serê Xeto çima berjêr e?


a) Ji bênamûsî
b) Ji xwe re li pera digere
c) Pozê wî xwîn jê te naxwaze edem bibe
d) Serê wî ji qûna wî girantir e.

 

18- Osman çima xwe dicivîne ser hev?

 

a) Mîzê zor dayîyê.
b) Serma girtîye.
c) Dike fisekê bike.
d) Hundur teng e, cî ji hevalê xwe re çêdike.

 

19- Kûçik çima li ser dêla xwe rûdinê?

 

a) Ji bo kes dev dêla wî neke.
b) Têdigîhê ku tiþt ji xerabîyê dernakeve.
c) Lêborîn xwestine
d) Xwe qure dike.

 

20- Qurequra beq ji ber çî ye?

 

a) Birçî bûye.
b) Dil girtîye.
c) Hinek wî di avê dadikin.
d) Zikêþî bûye.

 

14.09.2009- Mêrdîn

 

 

 

 

 

Ezbeta Mahfelîtî û Kurd Paketî

 

‘’Kurd Açilimi’’ yanî ‘’Çareserkirina Pirsgirêka Kurd’’
Hin kes jî dibên, ‘’Kurd Paketî’’ yanî ‘’Tîtok-Mîtokên Kurd’’
Ji her serîyekî dengek derdikeve…
Kes jî nizane mesele çi ye…

 


Di hundurê wê pakêtê de kundir heye, petex heye, em wê jî nizanin..
Nakeve serê min û ber bi aqilê min de nare ku ev pirsgirêka bi salan nehatiye çareserkirin, di wê pakêtê de hilê.
Ditirsim talîya talî ‘’Xîyarek’’ jê derkeve.
Tê wî xîyarî bixwe an biebîne derek wan, nizanim!..
Tew ez dibêm ji xilaf Çareserkirina Pirsgirêka Kurd, her tiþt di wê pakêtê de heye, hûn dibên çi loo?
Hela hineka bi xêra dê û bavê xwe ew pakêt vekira û me jî berî mirinikê bi çavên serên xwe bidîya gidîno!
Me lê nerî ku em nikarin tu tiþtî ji hev derxin. Me xwe avet bextê çend rîhspîyê Mahfelîtî…
Xwedê Teala ji wan razîbe, pirsên me bê bersîv nehiþtin.

 

Pirsa me ev bû: Gelo çi di hundurê wê pakêtê de heye û hûn çi hêvî dikin?

 

Xelefê Hemo

Yabo heyran pakêta wan serê wan bixwe!
Ma ew ê çi here hundurê wê pakêtê. Tu þelwerê min û binderpîyên min xweþik bipêçî û têxê, nakeve serê min tê de hilê. Pakêta ku þelwerek û binderpîyek tê de hilnê, ew ê çawa ew zirecêba pirsgirêkê tê de hilê hey we xwelî li serê min kirno!
Derewan dikin û agir bi malê xwe dixin! Pakêta ku Erdogan û Gul bê alîkarî karibin hilgirin ew ê çi gûyê dîya we herê law!

 

Fexrîyê Hecî Ehmed

Heyrana çavên wê, ne Kurd Paketî, ew bên Kurd Telîsî jî ez ji wan bawer nakim wey! Law ma min go Telîs, ditirsim Þêxê Hecî Hisên dilê xwe bigre. Telîs xalê wî ye. Law Þêxê bibore, ez bi þekala te avê vedixwim. Bêhemd ji nav lêvên min pekîya.
Welhasil-î kelam, ne ji pakêta wan û ne jî ji telîsê wan bawer bikin.

 

Osmanê Hecî Evdo

Ez pakêta wan di nav lingên dîya wan kim!
Pakêta wan tije tir û fis in!
Pakêta wan serê wan bixwe!
Ew pakêt ji me re ne lazim e. Bila civînekê lidarxin, giþ li hev vehewin û wê pakêtê ji xwe re vekin. Hela bê bêhna tir û fisên wan bi wan xweþ e!..
Nebû ez karim ji wan re pakêtek taybet çêbikim û biþînim. Belkî bi tir û fisên Kanîsorkî hiþê wan bêbe serê wan. Jixwe  girmînîya tirê min çûye di Emerîkayê re derketîye û nav û dengê min li seranserî dinyê belav bûye.
Neke ku ez li wan bêbim xezebê haa! Weleh, weleh! Ez ê kerrên wan di qwîrên wan re derxim!

 

Bûbê Malgir

Çi, çi çiiiii?
Pakêt?
Kurd Paketî?
Law ji bona navê xwedê ez jî Kurd im.
Gelo çi di wê pakêtê de heye?
Bixwir, sindik, nîsk, petat, pîvaz…hihi?
Xorto ji kerema xwe ka navê min jî binivîse.
Ma ji ku radihêlinê? Þaredarî dide an muxtarê taxê?
Bi serê min û we çend meh berê min navê xwe di wê lîsteyê de nivîsîbû.
Qey ji bo vê bû kuro!
Weyle ku min serê Xeto di pîrka Xeto kirî! Hayê min jê çênekirîye û ji sedî sed li ser pakêta ku ji min re hatîye, rûniþtîye.
Xwedê ji min û te re mezin e Xeto efendî!
Heger min ew pakêt ji qula çavê te dernexist bila navê zilamtîyê li min heram be kero!

 

Evdirhîmê Hecî Emîn

Waa! Kurd pakêtî! Îja tew Kurd Paketî haa!
Ev pakêt çi wext derket law!
Bi telaq min nebîhîstîye!
Bi qûnik in ya na?
Min semsûr, melebiro, perlento û mûrado kiþandine, lê cara yekem e ku ez navê vê pakêtê dibihîzim.
Law wê rojê Salih axayê Çelengo û xwedênehiþtê ajovanê gundê Mîlanê Heso cixareyek dan min û heta gotin ev cixare hê nû derketîye pîyasê, dibe ku ev be gelo!
Pelê wê hebekî qalind û tûtina wê dendî dendîyî bû. Heta Heso go tûtina vê cixarê tenê li ser serga þîn tê…

 

Sofî Brahîm

Ma niza di hundurê wê pakêtê de viegra jî tuneye. Mîratmayo nema radibe!..

Spas ji bo rîhspîyên Mahfelîtî…

 

07/09/09-Mêrdîn

 

 

 

 

 

XEWN LÝ WAN BÛ KABÛS!

 

Dostekî min heye, ji haziran ne çêtir be, gelekî hêja û di xwîya xwe de ye. Mirovekî heta tu bê bes maqûl û heta tu bê bes mêrxas e. Wekî Baqîyê Binxetî tê naskirin, lê ez jê re dibêjim ‘Mamoste’

Çima Mamoste?

Ji ber ku di jîyanê de tiþtekî ku nejîyabe nîn e. Bûyerên bi serê wî de hatine, nakeve serê min bi serê Îsa, Mûsa û Mihemed de hatibe, lê taybetîyek wî heye, tiþtekî ji xwe re nake kul û derd û xem û mitalan nake. Por bi serî ve nemaye, lê dîsa jî devji qerf û henekên xwe bernade. Sal duwazdeh meh jê re çardehê nîsanê ye…

 

Xêr û guneh di sutuyê Mamoste de be, ez derewçînê wî me. Gunehên xwe roja qîyametê xist sutuyê min da ku ez li ser vê meselê binivîsim.

 

Mesela me li ser sê nivîskarên me yî Kurd e: Firat Cewherî, Brahim Seydo Aydogan û Evdila Keskîn.

 

Ê de ka em xwe lê biqewimînin, bê xwedê çi dike…

 

Çîrok dest pê dike:

 

Nivîsakarê me Firat Cewherî, gava xwe davê hundur û silavekê dide civatê, yek bi yek destên hemûyan dihejîne û dehere li ser kursîyekê cîhê xwe xweþ dike. Destê xwe dide inîya xwe û keserekê ji kûr dikþîne. Derdor lê dinêre ku Firat bi fikar e û mahdê wî ne xweþ e. Ji wan kesên rûniþtî berîya hemûyan Mamoste nikare bi zimanê xwe û dipirse:

“Çi bûyî heyra? Çima mahdê te ne xweþ e? Ma qey tiþtekî ne xweþ qewimî ye, hii?”

 

Firat Cewherî destê xwe ji inîya xwe bera dide û yek bi yek hevalên xwe di çav re derbas dike. Bêhna xwe dide û berdide û dibê:

“Ma ku ez ne bi fikar bim gelo kî yê bi fikar be, hey we xwelîya ber van tenûran li serê min kirno! Doh bi þev min xewnek tije-wate û ecêb dî. Rahmetîyê Celadet Elî Bedirxan mêvanê xewna min bû û gazin û gilîyê xwe dikir.”

 

Mamoste bi awayekî ecêbmayî dibê:

 

“Êêêê!.. Ka pê de were, ma ne digot çi?”

 

Firat Cewherî dibê:

“Gote min, Firatê min, nevîyê min, ez di bextê te û xwedê de me, li min, li berhemên min û li tîpên latînî xwedî derkeve. Min û hevalên xwe pir ji wan Erebên fahþ û ne baþ kiþand, temîya min li te, bila tîpên latînî jî ji ber tîpên Erebî nekiþîne û ji kerema xwe berhemên min yek bi yek berbihev bike da ku tu rojekê wan çap bikî. Ez têm herdu çavên te û qewet be ji te re. Ez carekê çengbûm ser xwe ku xewn e. Rabûm li ser nivînê xwe çarmêlkî rûniþtim û li ser gora nemir Celadet min du fatîhe bi Kurdî xwend. Min soz da xwe da ku ez daxwaza wî bînim cîh û bi qayîla xwedê ez ê bînim cîh jî”

 

Civat belav dibe û her kes diçe malên xwe…

 

Çend roj derbas dibe, weke her car dîsa nivîskarên Kurd li hev civîyane û li ser wêjeya Kurdî serî li hev gêj dikin. Vê carê Brahîm Seydo li civatê zêde bûye. Ez nizanim hayê Firat Cewherî û Brahîm Seydo ji hev hebû an na? Mamoste jî bi qudra xwedê di neqeba herduyan de rûniþtîye û ji xwe re li wan guhdarî dike. Mijar tê ser nevîyê Mîr Bedirxan. Brahîm Seydo destê xwe li maseya ber xwe dixe û bi peroþî dibê:

“Bisekinin! Nû hat bîra min! Xewna minî doh bi þev nû hat bîra min!”

 

Mamoste xwe davê ser kulêmeka xwe yî çepê û bala xwe giþî dikþîne ser Brahîm

Seydo, dibê:

“Êêê!.. Bi çi kul û derdan bûbû mêvanê te gidî? We çi bi hev da fêm kirin?”

 

Mamoste weke ku hayê wî ji Firat û xewna Firat tuneye, xwe kerr dike û di bin simbêla de dikene. Di ber xwe de dibê:

“Min di te kiro, he la ka tu jî bêje bê te rahmetî çawa dîye”

 

Brahîm Seydo ewil bi þêwaza pirsa Mamoste hebekî xwe aciz dike, lê nahletekê li çavê þeytên tîne û dest bi vegotin û þîrovekirina xewna xwe dike:

“Mîrê nemir gote min, Brahîmo law, tu pisporê ziman e û di vî warî de tu kes nikare avê jî li tareta te ke. Eman û eman! Wêje, wêje, wêje… Ziman, ziman, ziman… Berhemên min, berhemên min, berhemên min… Ez bi xwe hisîyam ku xewn e, ewil min rehma xwedê bi ser de barand û dûre jî min soz da ku ez van daxwazên wî bi cîh bînim.”

 

Li dûv çend þitexalîyên din, ev civat jî belav dibe…

 

Pazdeh-bîst roj derbas dibin, rojekê ji rojan li Beyoglûya Stenbolê li dora maseyekê çend rewþenbîr û nivîskarên Kurd rûniþtî ne û li ser pêvajoyê dipeyivin. Evdila Keskîn bi kul û derd e. Li ser ziman brîn e û kul û derdên wî tev rabûne. Cixareya xwe di nava lêvên xwe de bi cîh dike û bêhnekê jê dikþîne, bi wê bêhnê re cixareya wî tê li nêvî disekine. Dixana cixarê di dev û firnikên xwe re bera dide û dibê:

“Min doh bi þev xewna Celadet Eli Bedirxan dî. Wechê wî tirþ, awirê wî tûj û gelekî bi hêrs bû. Min got ya mîrê min çi derdê te heye?

Gote min: Hûû! Ma dawîya kul û derdan tê loo! Û berdewam kir.

Heyrana çavên te, kî çi dibê tu guh nede wan. Di warê ziman û wêjeyê de ez di ser te re tu kesî nabînim û ez berhemên xwe û nirxên vî miletî dispêrim te. Nehêle ev ziman xera bibe û ber xwe bide, bixebite da ku ev ziman, ev wêje bigîhê asta herî bilind.

Xwedê bê erê, ez ê Mîrê xwe fedîkar dernexim û ez ê di rêya wî de bimeþim.”

 

Li dûv valakirina çend þûþe araq û þitexalîyên gibgibe û qelew, civata wan belav dibe.

 

Bi qudra xwedê Mamoste rojekê li kolana Îstîklalê li her sê nivîskarên me rast tê. Li hev disekinin û destên hev xweþ dihejînin; te yê sond bixwara ku pez difroþin hev… Mamoste bi wî kenê xwe yî taybet mejîyê wan dileqîne. Hê kenê wî baþ nesekinîye, dibê:

“Law doh min Celadet Elî Bedirxan di xewna xwe de dît”.

 

Her sê nivîskarên me weke þeytan bi wan bikene li wechê hev dinêrin û sar disekinin.

Mamoste didomîne:

“Mîr Celadet ji min re go here ji wan derewçînan re bibêje, ez qet neçûme xewnên wan û bêbextîyan dikin, agir bi malên xwe dixin. Û bila li ser navê min jî xwe nenepixînin û quretîyan nekin, da ku ez li wan neyêm xezebê! Jixwe gava ez herim xewnên wan, ez baþ zanim ez ê çi bispêrim wan!..”

 

Her sê nivîskarên me bi hev re dibêjin:

“De here ji xwe re karekî bike loo! Karê Celadet tuneye ewê bibe mêvanê xewna te.”

Mamoste dibê:

“Çima yabo! Çawa hat xewnên we, hat xewna min jî. Ma ez ji Eyþika Ereb im? Gazinên xwe ne li min, heger carek din hate xewna we, ji kerema xwe li wî bikin û jê re bêjin bes here xewna Mamoste û qedîya.”

 

Mamostê me bi hakehak ji cem wan dide rê…   

 

18/08/09- Mêrdîn 

 

 

 

 

AHMEDO Û REMZÎ

 

Ahmedo û Remzî ji binya xetê, ji Efrînê ji ber xizanî û belengazîyê didin rê û berê xwe bi Bûlgarîstanê vedikin.

 

Li Sofyayê, li restorantek yekî Kurd dest bi kar dikin. Ahmedo dibe firaxþo, Remzî jî alîkarîya çêkirina xwarinê dike.

 

Rojek, du roj, hefteyek, du hefte... hestên wan mejî û dilên wan dîl digre û agir bi navranên wan dikeve.

 

Êdî çare nîne û pêwiste aveke cemidî li vî agirî bibe.

 

Dibe êvar, karê xwe diqedînin, derdora xwe didin hev û derdikevin sikak û kolanên Sofyayê.

 

Tarî ketîye erdê û þênîyên Sofyayê li wan sikak û kolanan pahn bûne. Keç û jinên Bûlgar, weke karxezalan fer bi fer, cot bi cot, vir de û wê de zîz dibin.

 

Çavên Ahmedo û Remzî mîna radar û dûrbînê li ser qûn, çîp û pêsîran digerin.

Ahmedo ji niþkê ve di cîh de disekine û bi çavên þaþ û matmayî li herdu jinên miqabilî xwe dinêre.

Jin ne jin in, mîna du horîya nin. Porê wan zer heta noqê, bejn û bala wan mîna spîndarên qiraxa çemê Þêxan, pêsîrên wan ji wan sêvên ku dengbêj û mitirbên me li ser distirên mezintir û gulovertir, mîna ku tu du tûyên þêmî dîne ser hev lêvên wan sor zepitî û tew çav, ji çavên pezkovîya ku bûbû sedema kuþtina Siyabend xweþiktir û melûltir...

 

Ahmedo di jîyana xwe de, cara yekem e ku li jinên wisa rast tê.

Çav li ser jinan, lêv tenê li hev dikevin: ''Remzî, Remzî! Tiþtê ku ez dibînim, tu jî dibîni hey lawê quzê?

Remzî li Ahmedê xwe difitile ku Ahmedê wî sar û matmayî di cîh de hiþk bûye. Mîna peykerê Misto rawestîyaye, girêz bi dora devê wî ketîye û ziq li miqabil dinêre.

 

Remzî jî bi awayekî ecebmayî li hêla ku nerîna Ahmedo lê asê maye dizîvire. Weke tu satilek ava cemidî bi ser serê wî dake, ji binê lingên wî heta mûyên porê wî diricife.

Dev lêva xweyî jêrîn dike û dibê: ''Eeeerrrriiiiikkkkkkkk!.. Ev çi ne kuro? Horîyên ku di kitêbên pîroz de derbas dibe qey ev in law! Weyle min berzik û binberzik alastino...!''

 

Jin fahm dikin ku, ev herdu qeþmer di jîyana xwe û sed bavê xwe de rastî tiþtekî wisa nehatine. Çav didin hev û ber bi wan ve diherikin.

 

Ji xweþikbûn û bedewbûna wan, ji þehwet û bêhna wan serî li herdu barûtan gêj dibe. Herdu jin tevî kabikên þekalên xweyî bilind, rehet du metro hene. Ahmedo û Remzî li ber wan mîna du berxikên virnîmayî dixuyin. Wan didin ber xwe û berê xwe bi mal vedikin.

 

Ahmedo û Remzî sincirandine, efendîyên wan bêyî vîna wan bi çargav xwe li rêya mal radikiþîne.

 

Digihên mal, derî li ser xwe diqifêlin û her yek yekê dixe odeyekê….

 

Ahmed ji Remzî jêhatîtir derdikeve û di bêhnekê de cil û kincên karxezala xwe jê diþeqitîne. Herdu tenê bi binderpîyan dimînin. Dibe kefte lefta Ahmedê me û dixirpiþe ser dilê wê. Ji jor dest bi firkandin û alastinê dike û hêdî hêdî ber bi jêr ve dadikeve. Carekê destê xwe davê bin derpî ku wî jî jê biþeqitîne, xîyarekî weke zirecêbekî bi destê wî dibe û bêhemdî xwe hiþk bi wî xîyarî digre.

 

Xîyar di dest de, mîna þeytan pê bikene, þaþ û matmayî bi hêl bang alîyê oda din dike: ''Law Remzî ev ji me ne, ji me kurooooo!''

 

Helkehelka Remzî, bêhn lê çikîyaye. Hayê wî ji bayê felekê tune, dibê: ''Waa! Ew jî ji Efrînê ne haaaa?''

 

Ahmedo hê jî xîyar bernedaye, dibê: ''Kuro çi Efrîn û çi quzê kerê! Ji yên me bi wan jî ve heye, hay ji xwe hebe, hîna ku nekutaye te bireve û xwe xelaske law.''

 

Herdu mîna Ademê baþewala (tazî) xwe li derîyê kolanê diqewimînin... Birevvvvvvvv lingo ez bi qurban birevvvvvvvvv!..

 

Îcar qurbana serê we bim. Vê heyamê jin û mêr hew ji hev tên naskirin. Haya we ji xiyarê nav lingên jinên porzer hebe wesselam…..

 

 22/07/09-Mêrdîn

 

 

 

 

XWEKUÞTÝN

 

''Þûr simbêlê wî nabire!''

 

Yanî camêro geleki ketîye çav xwe

Yanî camêro tu kesî bi tiþtekî nahesibîne

Êdî ser pozê xwe re ye û di bin Xweda re xwe dibîne

Ji bilindbûn û mezinbûna pozê wî Xweda jî jê xuya nabe

Ji rokê jî hez nake, jixwe di bin sîya pozê xwe de dijî

Tu kîjan kevirî radike ew ji bin derdikeve

Kevirê ji bin derdikevi jî bi ser derdora xwe de gindir dike

Tirs û xov ji çavên wî diçûrise

Ew tirs û xova ji çavan diçûrise ne ji bo dijmin e

Tenê ji bo berjewendîyên þexsî derdora xwe dikuje

Ne kelemê çavên neyar e jî

Çavên dost û hevalên xwe dirjîne

Ew mar e

Gewdeyê wî sar û cemidî

Jehra hundurê wî mîna agirê dojehê laþê mirov diqemirîne

Ew tûpiþk e

Dêla wî li ser piþta wî bi dizîka bi mirov vedide

Pirça serê mirov diweþîne

Jehra wî mirov nakuje

Mehdê mirov ji mirovahiyê dixelîne

Ew destbiraktîyê bi pelçimokan re dike

Bi roj radizê

Bi þev nêçîrê dike

Du wechên wî hene

Yek ji bo rojê

Yek jî ji bo þevê ye

Tim û tim bi wechê kenok û germok digere

Lê di bin wî wechê kenok û germok de

Tîranî - Xayînî - Zalimî veþartî ye

Diran tim û tim mivredkirî ne

Xwîn ji serê diranan dinuqute

mirovahî diqîre

mirovhezî dinale

Camêrî û Maqûlî li xwe digere

Bawerî xwe dikuje

Hest ber davê

Rastî koç dike

Divê êdî wechê wî bê qeliþandin

Divê êdî wechê wî yê rasteqîn bê xuyakirin

Divê êdî nema karibe me bixapîne

Û em ê êdî xwe nexapînin

Em ê nema xwe ji wî bitirsînin

Û em ê nema wî dînin ser serên xwe jî

Dê þûr simbêlê wî bibire

Di nav civakê de ew ê bihetike

Ne yên bi simbêl wî vedihewînin

Û ne jî yên bê simbêl

 

03/07/09