Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

fuadsipan@yahoo.de

 

 

 

DENGÊ XWE BIDIN PARTIYA ÇEP

 

Kurdistaniyên hêja!

 

Di 27.09.2009an de (vê heftê roja yekþemê) li Almaniyayê hilbijartina parlamena Federal çê dibe. Partiyên Alman yên mezin CDU-Christlich Demokratische Union (Partiya Hevgirtina Filehên Demokratên Alman), SPD- Sozialdemokratische Partei Deutschlands (Partiya Sosiyal Demokratên Alman), Die Grünen (Partiya Keskan), FDP-Freiheitlich Demokratische Partei  (Partiya Azadîxwaz ya Demokratî) ji niha de li peyî dengê Kurdan e. Ew beþdarî komele û civînên Kurdan dibin, ku Kurdên li Almaniyayê hemwelatî ne, dengên xwe bidine wan.

 

Min bernamên (Programên) hemû Partiyên navê wan li jor e, xwendin. Hemû Partî jî di bernamên xwe de bi nivîsîkî dipejirînin, ku Almaniya welatê koçberan-mihaciran e. Hemû partiyan jî nivîsandiye, ku divêt mafê wekhevî ji bo hemû biyaniyan bê dayîn, û Întegrasyon di navbera Almanan û koçberan de çêbibe. Bernamên wan Partiyan hemûyan jî kêm zêde wek hev in, diþibine hev.

 

Lê mixabin di piratîkê de ne yek ji van partiyan wisa ye, wek ku wan li ser eniyên xwe nivîsîne. Partiyên li jor navborî heya niha kesayetiyeke Kurd tenê jî di lîstên xwe de nekirine namzet.

 

Ango van Partiyana hemû jî yek tiþtî tenê dixwazin, ew jî di hilbijartinan de dengên Kurdan e. Ew dengên kurdan dixwazin, lê Kurdan wek Netew napejirînin.

 

Ew Partiyana baweriya xwe bi biyaniyan nayînin, wan naxin namzet, ku em bi hev re vî welatî birê ve bibin. Ew dixwezin bi dengên me her tiþtî bi dest xwe ve bikin, bînin. Em jî vêya napejirînin.

 

Çimkî ev 20-30 û 40 sal e, ku em li vî welatî dijîn, li gel hemwelatiyên Alman xizmeta vê civakê dikin û di avakirina vî welatî de beþdar in. Em bacên xwe didin û keda xwe dixin nava hemû karên pêþketina civatê. Ne Alman ji me zêde ne û ne jî em ji wan kêmtirin. Ji ber vê yekê divêt mafên me jî hebin, ku em di nava desthilatiyê de jî bibin xwedî bi gotin.

 

Van Partiyên navên wan li jor in, heya niha ti demê ji dil de guhên xwe nedane kul û êþên  milletê Kurd. Tew wan Partiyan bi salan alîkariya rejimên Rojhilata Navîn, rejimên Tirk, Faris û Ereban kirine û hê jî dikin, ev rejimên ku pê li mafên mirovan sereta dikin û li ser gelê Kurd xerabiyên herî mezin dikin.

 

Ji bo van sedemên jorîn divêt heya ew Partiyana ji dil de, di karên xwe yên piratîk de me Kurdan û biyaniyên din nexe namzetên ku cihê wan di garantiyê de be, me wek hev negire, dengê me jî ji bo wan tin be.

Divêt em dengê xwe bidine PARTIYA ÇEP-DIE LINKE. Bi taybet mijareke gelek girîng ji bernama PARTIYA ÇEP-DIE LINKE heye, ku ji bernamên Partiyên din cida ye. PARTIYA ÇEP-DIE LINKE, ew Partîye, ku di bernama xwe de pejirandiye, heger ew bibe desthilat û di nava hukumetê de cih bigire, dê lê bixebite, ku mafên hemû biyaniyan li ser bingiha etnîkî pirçandî-kultirî di zagona Almaniya ya bingehîn de mîsoger-garantî bike. Di bernama PARTIYA ÇEP-DIE LINKE de dinivîsîne, ku Kurd jî wek gelên din milletekî etnîkî ye û divêt mafê wan li gor pîvan û biryarên Navneteweyî di zagona Almanî de cih bigire.

 

Wek gelek biyaniyên din, Kurd û ji wan jî yek, ez ji PARTIYA ÇEP-DIE LINKE di hilbijartina mehelî de di 30.08.2009an de li herêma Nordrhein Westfalen ji bo civata Þarederiyan hatime hilbijartin.

 

Ji bo þandî-mepûs di parlamenê de di 27.09.2009an de jî pir kesên biyanî di lîstên garantî de cihên xwe girtine û ewê di PARTIYA ÇEP-DIE LINKE de wek parlamenter bêne hilbijartin.

 

Partiya CDU û FDP ji bo hilbijartina 27.09.2009an ti kes koka wî koçber e, nexistiye namzet. Partiya SPD jî jineke Tirk, ku guman-îhtîmal e, neyê hilbijartin, di lîsteke wisa de bi cih kirine. Tenê navê jineke Tirk di Partiya keskan ji herêma Bavyera di lîsta pêþiyê de ye. Belkî ew bê hilbijartin, ji ber ku mêrê wê Alman e.

 

Koka Cem Özdemir Tirk e, û ew serokê Partiya keskan e. Gumaneke-Îhtimaleke pir mezin e, ku ew jî li bajarê Stuttgart neyê hilbijartin. Çimkî Partiya wî ew wek namzetê dîrkt daye xuya kirin. Heger ne di lîsta Partiyan de be, ji bo Partiyên biçûk gelek zehmet e, ku wek namzetê dîrekt bêne hilbijartin.

 

Bê guman mirov dikare PARTIYA ÇEP-DIE LINKE jî di pir mijaran de rexne bike. Lê ji bo me koçberên, ku niha hemwelatiyên Almaniya ne, bi taybet xala here girîng ew e, ku PARTIYA ÇEP-DIE LINKE mafên me yî demokratîk dibejirîne û ji me re dibêje, werin em bi hev re vî welatî bi rê ve bibin û ew di nava desthilatiyê de me dike xwedî bi gotin.

 

Heya mirov di nava welatekî din de nebe xwedî bi gotin, ew welata zêde guhê xwe nade daxwazên mirovan jî.

 

Va ye, ev þansê me di nava PARTIYA ÇEP-DIE LINKE de çêbûye û divêt hemû Kurdên li Almanyayê hemwelatî ne, dengê xwe bidin PARTIYA ÇEP-DIE LINKE ku em di nava vê Partiyê de zêde bibin, bibine xwedî gotin û maf.

 

 

Ji bîr nekin, roja 27.09.2009an de (vê heftê roja yekþemê) dengê xwe bidin DIE LINKE

 

 

 

 

 

 

QET NIYETA GENERALÊN TIRK NÎNE BIBIN MIROV

 

Kurdistaniyên hêja!

 

Rojnama Tarafê di roja 12.06.2009-an de tevdîreke-pilaneke nû ya generalên Tirk bi îmza generalê bi navê Dursun Çiçek derxist holê û ev bû çend roj rojeva Tirkiyê li ser wê pilanê diheje.

 

Baweriyeke pir mezin di raya giþtî de heye, ku ev plan ne tenê ji aliyê generalekî ve, ji aliyê Genelkurmay-serleþkeriya Tirk ve hatiye amade kirin.

 

Li gorî wê pilanê serleþkeriya Tirk amadehiyeke nû di meha Nîsanê de çê kiriye, ku çawa partiya AKP û civata Fetulah Gulen ji kokê ve xelas bike. Navê tevdîra generalan jî “Ýrtica ile Mücadele Eylem Planý” (Plana Tekoþînê ya li dijî çalakiyên îrtîca-paþverûtiyê). Ev belge ji aliyên polêsê Stenbolê li mala Serdar Ozturk, ku niha di pirsa rêxistina terorîst ya Egenekonê de tê tawanbarkirin hatiye dîtin. Serdar Ozturk bixwe jî leþkerekî teqawit e.

 

Generalan xwestine bi vê tevdîrê ajanan têxin nava AKPê û civata Fetulah Gulen û bi dizî çek û sîlehan di mala berpirsiyar û desthilatdarên AKPê û yên civata Fetulah Gulen de veþêrin û paþê jî di ser mala wan de bigirin, saziyên wan wek rêxistinên çekdar rayê bidin, bi îftira bibêjin ku goya ew lê dixebitin bi þerê çekdarî þerîetê li Tirkiyê ava bikin, di çapemeniyê de bidin xuya kirin ku têkiliyên wan bi PKKê re jî heye û wan herdu aliyan wek rêxistinên terorîst eþkere bikin û derînin pêþiya dadigehan, wisa dawî li siyaseta Erdogan û ya Gulen bînin.

 

Sawciyê generalan jî bi awayeke lez û bez li ser eþkerebûna wê pilanê di rojnama Tarafê de fermana qedexebûna rojnama Tarafê derxist. Rojnamê jî îtiraza xwe pêþkêþî dadigeha Stenbolê kir.

 

Di vê navberê de partiya APK jî li dijî wê pilanê li ba sawciyê komarê li Enqerê dawa lêpirsînê li dijî tawanbaran, ango leþkeran da vekirinê.

 

Niha li ser vê mijarê nîqaþ û gengeþiyên mezin çê dibin. Her alî dibêjin heger ew pilana rast be divêt hesab bêye xwestin. Pir balkêþ e ku partiya CHP û MHP jî eynî tiþtî dibêjin.

 

Lê generalan dîsa bi ya xwe kirin, pirsgirêk serobino kirin, serî û ba lê dan ku ser pîsiyên xwe bigirin. Sawciyê generalan di 24.06.2009an de dawî li lêpirsîna xwe anîn û dosya girtin. Ji ber ku belge kopî bû, sawcî jî goya xwe gihandiye wê encamê, ku îmza general Dursun Çiçek sedî sed nehatiye tespît kirin.

 

Di 26.06.2009-an de jî serleþker Baþbûg li ser vê pirsgirêkê axivî. Ewî tiþteke nû negot. Tew di ser de jî tiliya xwe li ba dikir û bi gefan tirovoroyên xwe berdewam kir.

 

Hingiya komara Tirkan ava bûye tevdîrê generalan xelas nabin. Çimkî ew xwe tenê xwediyê komarê dibînin û dixwezin li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê her kesî bikin dîlê tevdîrên xwe û bandora siyaseta xwe li ser wan ferz bikin.

 

Generalan di dawiya goya lêpirsînê de bi dek û dolaban pêþî lê girtin, ku wan tiþteke wisa nekiriye. Belku jixwe armanc û tevdîra generalan ew bû, pilanê serobino bikin, ku partiya APK di bin tawanbariyan de bihêlin, wan bi vê pilanê li ber çavê xelkê reþ bikin û paþê AKPê tawanbar bikin, ji wan re bibêje hûn bi îftiran dixwezin heriyê biavêjin leþkeran.

 

Niha dê sawciyên di pirsa rêxistina terora Ergenekonê de pêwirdar in li vê pirsgirêkê mêze bikin, Lê ez bawer im, ku generalan hêsabê wê jî kirine, ku çawa pêþî li sawciyên dadigeha sivîl jî bikin kirine.

 

Belê her çiqas hemû pîsiyên generalan li meydanê ye, lê ne hukumeta Erdogan û ne jî ti hêza, ku li himberî generalan derê tine. General jî vê rewþê ji bo xwe baþ dizanin û her carê bi metodek din lê dixebitin hukumeta li ser texte ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Hukumetên Tirkan jî ji tirsa generalan newêrin ji aliyê dadmendî de rewþa generalan biguherîne û wan têxe bin bandora siyaseta sivîl.

 

Ev çend sale hêzeke xwurt di destê Erdogan de heye ku hefsarê generalan biþidîne, lê ji ber ku Erdogan bixwe ne durist e, loma ew jî ji dil de naxwaze pir guherînên bi bingeh çê bike. Heger Erdogan wek bi gotineke Ewrûpiyan dibêjin bi siyaseta “nan û þekir” li hemberî generalan tev negeriya dê bikarîba bi guherîna zagona bingehîn hefsarê generalan têxe bin desthilatiya sivîl. Lê Erdogan wisa nekir, belku bi vê siyasetê dawiya xwe jî bîne.

 

Generalên Tirk xwe pêþverû û þayan-layîq dibînin û xelkê jî paþverû dibînin. Lê ew êdî nikarin bi bixapandoziyê siyaseta xwe berdewam bikin, her kes dizane ku goya pêþverûtiya generalan çek û gefên wan e. General di bin talda çek û sîlehan de xwe digijgijînin xelkê. Di rastiyê de hemû general newêrek in. Jixwe wan di dema doza Ergenekonê de ezmûneke wisa rayê dan ku ew mirovên tirsonek in û di rojên teng de nikarin xwedî li kirinên xwe yên bi kirêt derên. Çimkî ew cewher di wan de tine. Ew dîktator in, dijminê demokrasiyê ne.

 

Heya agir û alav nekeve mala generalan ew þîret nagirin û nabin mirov. Çimkî generalan ji despêka komarê ve xwe bi qanûnan dane garantiyê û heya niha hukumet ji bo xwe wek mostere bi kar anîne. Generalan bi qasî misqalekê jî hesap nekirine dê rojekê bixwe jî hêsab bidin.

 

Lê general êdî çi dikin bila bikin, rastiyeke bêyî dudilî derketiye meydanê, ku xelkê Tirk jî êdî îtîbar bi generalên xwe nake. Pergala generalan, îdeolojiya Kemalîzimê ya bi kirêt êdî roj bi roj ber bi rizyayiyê ve dimeþe.

 

Heya hukumeta Erdogan hêza xwe ya siyasî wek qamçî û þûr li ser stûyê generalan ferz neke, dê general hê pir tevdîr û pilanan çê bikin.

 

Di 25.06.2009-an de bûyereke nû û pir balkêþ qewimî. Faþîsteke wek Deniz Baykal jî êdî dibêje, divêt hêsab ji generalên 12. Îlonê bê xwestin û divêt mada 15an ya destûra bingehîn, ku nahêle generalên 12. Îlonê bêne darizandin bê guhertin.

 

Lê Erdogan jî bi bihaneya ku Deniz Baykal ne ji dil de ye û pêþniyariya wî red kir. Erdogan bi derewa xwe wisa parast ku, Deniz Baykal berê ne amadebûye pir madên destûra bingehîn biguhurîne, loma ew pêþniyariya Deniz Baykal wek heneka bi av dibîne.

 

Ez ti demê di nêrîna xwe ya li ser Erdogan de þaþ nemam. Ev helwesta Erdogan ya dawî jî îspata wê ye. Ev helwesta Erdogan nîþanî me dide ku ew di rastiyê de naxweze navbera xwe û generalan xerab bike. Hukumeta Erdogan loma çû ser pirsgirêka terora Ergenekonê, çimkî Ergenekonê dixwet Erdogan xelas bike. Erdogan tenê di berjewendiyên partiya xwe de xizmetê dike.

 

Di vê navberê de mîmar û serkêþê cûnta 12. Îlonê faþîst Kenan Evren jî bersiva Deniz Baykal da û got, heger rêya darizandinê ji wî re vebibe, dê xwe bixeniqîne.

 

De gidî, kanê em wê rojê bibînin, ku qatîlê 700 hezar mirovî Kenan Evren bixwe xwe xeniqandiye.

                   Almanya, 27.06.2009

 

 

 

 

 

 

Televizyona Roj TV û rojnama Azadîya Welat çawa cîh didin vî bêedebî?

 

 

 

Kurdistaniyên hêja!

 

Îkram Balekanî xebatkarê Roj-TV û nivîskarê rojnama Azadiya Welat di nivîsa xwe ya dawîn de li ser veqetandina stranbêja Kurd Rojînê disekine, wê rexne dike û nêrînên xwe wiha dinivîsîne:

 

Encama TRT’ê jî ji destpêkê xuya bû. Rojîn dibêje: “Ez çûm, min dît û derketim” (Mala Xwedê ava, piþtî ku tiliya xwe xistin çavên te, tu þiyar bûyî. Yadê jixwe ne hewce ye ku mirov ji bo pê bihese û bibîne, here bikeve hundir. Hema çavên xwe veke û li êrîþên li ser gelê kurd binêrin, tê her tiþtî bibînî.” TRT jî dibêje: “Ew hat, me x...ê û derxist!”

 

 

 

Çavkanî, binêrin Azadiya Welat http://welat.com/nivis.aspx?n_id=1815

 

 

Bê guman mafê herkesî heye Rojînê û pirsgirêka TRT 6ê rexne bike. Min heya niha li ser vê babetê sê gotar nivîsîn, naxwezim dîse têkevim wê mijarê.

 

Lê helwesteke wisa bê edeb li dijî jineke Kurd nayê pejirandin. Ev heqaret e, biçûkxistin e. Îkram Balekanî çawa di xwe de wî mafî dibîne, ku wisa bê edeb êriþî jineke Kurd bike.

 

Ti kes di cih de nabîne, ku mirovekî wiha di saziyeke Kurd de kar bike. Loma ez bangî hemû kesayet û saziyên Kurdan, bi taybet jî hûnermend û saziyên jinan dikim, ku li dijî bê edebiya Îkram Balekanî derên û ji Roj-TV û rojnama Azadiya Welat daxwaz bikin, ku careke din nivîsên vî bê edebî neweþînin û di televîzonanê de dernexin.

 

Almanya, 16.04.2009

 

 

 

 

 

 

ERDOGAN BI HELWESTA XWE LI DIJÎ NIHEQIYÊ ÇIQAS JI DIL DE YE?

 

 

Almanya, 03.02.2009

 

Kurdistaniyên hêja!

 

Serokwezîrê Tirkan Recep Tayyip Erdogan li Siwîsre, bajarê Davosê di civînekê de roja 29.01.2009-an li hemberî serokkomarê Îsraîl Peres mêranî kir, jê re got “hûn baþ dizanin mirovan bikujin” û hwd. Erdogan di heman demê de civîn li ser sedemên ku mafê axaftina wî hatiye birîn protesto kir û ji civînê derket. Ev helwesta Erdogan bi taybet li Tirkiyê, welatên Îslam û di cîhanê de dengek pir mezin da û Erdogan ji niha de di cîhana Îslamê de kire leheng.

 

Ez vê helwesta Erdogan li dijî niheqiya terorîzma dewleta Îsraîl li hemberî sivîlên Filistîn pir baþ dibînim. Neheqî, neheqî ye. Mirovên bi wijdan neheqiyê napejirîne. Neheqiya olan-dîn, zav-mezhep, gel, millet, hindikayî, çep, rast, xwar, berjêr û berjor tine. Neheqî li dijî kê dibe bila bibe, ew cihû dibe, xiristiyan dibe, yan jî misliman dibe, divêt mirovatî, însanetî li dijî hemû neheqiyan derê. Lê pirs ev e, Erdogan li dijî neheqiyê çiqas durist e? Divêt em hinekî li ser durûtiya polîtîka Erdogan bisekinin.

 

Erdogan ji sala 2002-an de destpê kir û got, “pirsa Kurd tine ye”. Wî di sala 2004-an de got, “heger Kurd li Arjantînê jî Kurdistanekê damezrînin dê herin li wê derê jî li dijî Kurdan þer bikin”. Erdogan heya niha hemû neheqiyên leþker û generalên Tirk li dijî Kurdan bi biryar û qanûnên parlamenê alîkarî daye leþkeran.

 

Heya Erdogan bi mêranî generalên 12. Îlonê dernexe pêþiya dadigehê û hêsabê nêzîkî 700 hezar mirovên mexdûr bûne, di bin zilma îþkenca generalan de debas bûne, hatine kuþtin, pirsgirêka terora JITEMê, terora Ergenekonê, 17.500 kuþtiyên qesasên wan nediyar e, hemû pirsgirêk û niheqiyên li dijî Kurdan û yên din, pirsgirêka siyasî ya milletê Kurd û Kurdistanê jî di nav de çareser neke, dê Erdogan wek durû li ber çavê alema Kurdan bimîne.

 

Erdogan tenê bi TRT 6ê dest bi guherîneke nû kir, lê ev ne biryara wî tenê bû, ya generalên ku êdî nizanin di pirsa Kurd de çi bikin bû. Lê hê jî ne belû ye, ku dê TRT 6 heya kîderê bimeþe. Çimkî hê ti rê û rêbaz ji bo TRT 6ê çê nebûne.

 

Ez dîsa dubare û sêbare dinivîsînim û dibêjim baþ e, ku Erdogan helwesteke wisa hiþk rayê niheqiya cihûyan da. Lê divêt Erdogan êdî baþ jî bizanibe, heger heya niha nebûbe, dê ji niha û pêve çavê alemê li ser wî û kirinên wî be. Heger Erdogan durûtiya xwe berdewam bike, dê cîhana demokratîk bi wî henekên xwe bikin û wî wek alîgirê rêxistina terorîst ya HAMASê bi nav bikin.

 

 

 

 

 

 

 

DÎSA ÇEND GOTIN LI SER TRT ÞEÞê

 

 

Kurdistaniyên hêja!

 

Hin kes dinivîsînin û dibêjin dewleta Tirk bi destpêka TRT 6ê ji Kurdan lêborîna xwe, uzrê xwe xwest. Ev nîrêna pir þaþ û seqet e. Û herwisa bêwijdanî ye, heger Kurd dîrekt an jî în dîretkt lê bixebitin, pesnê dewleta Tirk û hukumeta Erdogan ji bo damezirandina televîzyonekê bidin, spasiya xwe bînîn ziman, dê hestiyê bi sedhezaran þehîdên Kurd û Kurdistanê bilerizînin. Bedelê hovîtiya 88 salan ne televîzyoneke. Heger hin nivîskarên Kurd ji niha de bi helwesteke wisa tewþik tevbigerin û dewleta cinawiran û hukumeta Erdogan þêrîn rayê bidin, dê hemû Kurdan û di serî de jî malbatên þehîdan birîndar bikin.

 

Dewleta Tirk bi awayekî bendefîêl, pexîlî derewên ku wan heya niha ji raya xwe û ji raya cîhanê re kiribûn bi alastina tûka xwe þûnde girt. Damezirandina TRT 6ê nayê wê wateyê, ku dewleta Tirk ji Kurdan lêborîna xwe xwest. Kurdên bi vê helwestê tevbigerin di serî de ji xwe re neheqî dikin. Gelê Kurd ewqas bedelên giranbiha dane, beramberî wê ne televîzyoneke. Heger meriv xerabiyên dewleta Tirk li hemberî Kurdan bide ber çavan damezirandina televîzyona bi zimanê Kurdî qasî dilopekê ye. Bê guman heger dewlet durist be û bi niyeta guhertineke nû tevbigere dê bi televîzyona TRT 6ê, hêdî hêdî be jî, qeþa di mêjûyên Tirkan de di derbarê Kurdan de bihele.

 

Heya dewleta Tirk rasterast ji Kurdan lêborîna xwe nexweze, di destpêkê de hemû mafên Kurdan yên rewa di zagona bingehîn de nepejirîne, pergala cerdewanan belav neke, leþkeriya xwe ya hov ji Kurdistanê nekiþîne, bi destûr û îmkanan ji bo Kurdên bi destê zorê surgunî rojavayê Tirkiyê kiriye þûnde venegerîne, dawî li polîtîka xwe ya asîmîlasyonê neyîne, navên Kurdan û navên bajar û gundên Kurdistanê lêvenegerîne, destûr nede, ku Kurd bixwe biryar bidin, ka ew bi referandûmekê çi dixwezin, hemû zerar û ziyana ku dewleta Tirk li ser Kurdan çê kiriye bi tezmînat li Kurdan venegerîne, dê pirsgirêk çareser nebin.

 

Belê baþ e, ku TRT þeþê dest bi weþanê kir. Ez bawerim dê ji ziman û hûnera Kurdî re xizmetê bike. Lê heger dewlet bi taktîk li meselê binêre dê dîsa bixwe wenda bike. Ma komando di destê Kurdan de nîne? Heger dewleta Tirk hemû pirsgirêkan çareser neke, ew 66 televîzyonan jî bi zimanê Kurdî damezrîne dê dîsa jî bi ser nekeve.

 

Dewleta Tirk bi riza dilê xwe û ji bo çav û rûyê Kurdan TRT 6 danemezirand. Dewleta Tirk di pirsa Kurd û Kurdistanê de kilît bûye, ew mecbûr man, ku gavek wisa biavêjin. Loma divêt em Kurd ewqas xeyalperest nebin, heya Tirk gavên din jî biavêjin dê çilka çavên me birijînin. Û divêt em ji bîr nekin, maf ti demê wisa bi hêsanî nayê dayîn, bi tekoþînê, bi zorê tê stendin.

 

Lê divêt em Kurd jî ji niha de xwe ji demên pêþ re amade bikin û li gor wê tevbigerin, ku em çawa dikarin vê pêvajoyê bi leztir bikin.

 

26/01/09

 

 

 

GENERALÊN TIRK HIQÛQÊ WEK MAÞIK JI BO XWE BI KAR TÎNIN

Almanya, 14.08.2008

Kurdistaniyên hêja!

Generalên Tirk ji destpêka komara xwe ya dandîk ve heya niha hiqûq li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê wek maþika xwe bi kar anîne û tînin. Generalan bi taybetî di pê faþîzima 12ê îlonê 1980-an de hevsarê hiqûqê wisa bi xwe de þidandine, ku êdî ne hewceye ew bi xwe dest biavêjin hukumeta goya sivîl jî,  yan jî înqilabeke leþkerî çêbikin. Ne hewceye êdî general xwe biêþînin, tenê pêwiste ew li fîtikê bixînin. Hiqûq di nava lêva generalan de maye. Hevsar her demê di destê generalan de bûye, hukumetên heya niha hemûyan li defa generalan dane, general him tîr dikin û him jî ron dikin, sawciyên wek mifird û sawanên wan jî her tiþtî ji bo wan hasil dikin. Li hêsabê generalan çi hatiye bi kar anîne. Dema ji bo generalan pêwistbû ola îslamê ji bo xwe goya li dijî Komînîzimê bi kar bînin, qet dudilî nekirin, dînê îslamê ji bo xwe bikar anîn û îro jî wek bela serên xwe dibînin û nizanin xwe çawa jê xelas bikin.

Generalên Tirk xwe tenê xwediyê bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dibînin. Generalan her dem xwestiye hukumeteke goya sivîl li ser text hebe, ku ew her karên xwe yên pîs û gemar bi wan bidin kirin. Generalan saziyeke wisa bi pergal-sîstem ava kirine, dema þaþî û nebaþî hebin, her kes hemû sûc û tawan dixe hustiyê hukumeta sivîl. Tevî ku berpirsiyarên hemû tiþtên xerab generalin, lê dema tiþteke li rê neçe ji çepan bigire heya muhafazakaran, hemû alî êriþî hukumetê dikin. Generalan hema hema her kes anîne ser xeta xwe û xistine þirîgê polîtîka xwe ya bikirêt. Kes newêre ji generalan re bibêje sola we xwar e.

Generalên Tirk bi destê zorê Bakurê welatê me xistin bin kolonyalîzima xwe. Lê generalên Tirk wisa prîmîtîv in, ku bakurê Kurdistanê wek welatekî kolonyalîzim jî nas nakin. Ew welatê me wek milkê bavê xwe dihesibînin. Heger mirov qiyasekî ji welatên kolonyalîst yên wek Înglîstan, Fransa û hwd. bide, wan welatana tevî ku bi destê zorê welatên din xistibûn bin nîrê kolonyalîzima xwe û li wan welatan zext û zor dikirin, lê ji alîkî din ve jî ziman, çand û þaristaniya xwe birin wan welatana û lê xebitîn, ku ew welatana bi her awayî pêþve herin.

Heya niha hemû sazî û dezgehên dewletê di destê generalan de bû. Bê guman hê jî kontirola generalan li ser wan saziyan heye. Lê ew êdî ne wek berê dikarin di nava wan saziyan de cirîda biavêjin. Çimkî roj bi roj eþkere dibe, ku yên di serî de hiqûqê didin nava lingên xwe û dipelixînin general bixwe ne.

General çi jî bikin niha hêsabên wan tevlihev bûye, ji ber ku her tiþt li gorî daxwaza dilê wan nameþe û roj bi roj, hêdî be jî kelayên di destên generalan de ne, ji dest diçin û ew jî neçar mane, ku êdî bi çi metodê tevbigerin, xwe biparêzin. Cîhan li generalan teng bûye, gotinên wan yên wek “Vatan Millet, Sakarya” (Welat, Millet, Sakarya) jî êdî pere nake. Rojnama Tarafê, bi taybet Gerînendeyê giþtî yê Rojnama Tarafê Ahmet Altan bîhna generalan çikandiye, her roj tiþtekî nû li ser planên wan yên bi gemar belav dike, kincên wan yên bi qirêj dertîne meydanê. Yanê bi kurtasî Rojnama Tarafê generalên Tirk xistiye tengasiyeke wisa, ku ew dîn û har bûne, nizanin ji bêzariyan çi bikin û çi bibêjin. Êdî wek berê ewqas qîmeta generalan li ber çavên Tirkan jî nemaye.

Pir kesan bawer dikir û hê jî dikin, ku serokwezîrê Tirkan Erdogan serbixwe tevdigere û dê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hin guhertinên posîtîv çê bike. Lê mixabin ew kesana naxwazin qebûl bikin, ku ew qudreta Erdogan, ya ku ew guhertinan, bi taybet jî di pirsa çareserkirina pirsgirêka Kurd de çêbike nîne. Çimkî xwediyê siyasetê general in, ne Erdogan e. Heya general xwe mecbûr nebînin dê guhertinan çê nekin. Wekî din her tiþt beredayî û bê wateye.

Qet ti kesî îhtîmal nedida, ku li dijî partiya Erdogan AKP dadigeh ji bo qedexebûnê vebibe. Generalan di vê mijarê de jî dîsa dane îspat kirin, ku xwediyê desthilatê li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê ew tenê ne. Lê êdî hêsabê generalan wek her dem li sûkê nayê û nehat. Tevî ku wan dixwest AKPê qedexe bikin, lê em bawerin ji aliyê din ve jî li hêsabên wan jî nehat partiya hukumetê qedexe bikin. Armanca generalan ew bû ku dersekê bidin partiya Erdogan, per û baskên wî biþkînin. Loma dadigeha Zagonê tenê bi cezayê peran hiþyarî-îhtar da APKê û ew qedexe nekir. Nêrîna kesên bi aqilê selîm hemûyan ew e ku heger hukumeta Erdogan bi wêrektî guhertinan çêbike, dê bi ser bikeve, lê heger Erdogan ji xeta generalan dûr nekeve û hefsarê generalan bi hukumeta sivîl ve neþidîne dê di dawiya dawîn de bixwe wenda bike û têk here.

***

Terorar Ergenekonê

Me li jorê jî behs kir, ku roj bi roj pîsiyên generalan dertên ser avê. Ev ji salekê zêdetire pirsa rêxistineke terorîst bi navê Ergenekonê derketetiye. Heya niha nêzîkî 50 kesî hatine girtin û di zîndanê de ne. Di nav wan de di serîda Dogu Parinçek serokê partiya çep, hin generalên teqawit, rojnameger û karmend hene.

Bê guman hukumeta Erdogan ji alîkî ve lê dixebite hin kirinên generalan yên tarî derîne meydanê. Lê li gorî tiþtên heya niha, Erdogan û hukumeta wî tenê li ser bûyerên ku di dema hukumeta wî de qewimîne disekine. Li gorî daxwiyaniyên çapemeniya Tirk generalên Tirk yên teqawit û ew nokerên li der û dora wanin, sê caran xwestine hukumeta Erdogan wergerînin.

Wisa tê xwiya kirin, ku Erdogan û hukumeta wî tenê lê dixebitin xwe ji qedexebûnê xelas bikin an jî rola xwe di raya Tirkiyê de zêde bikin. Loma ew naxwazin zêde têkilî generalên li ser textin bibin. Heya hukumet têkilî wan leþkerên bi desthilat in nebe, pirsgirêk jî çareser nabin. Çimkî ew hemû xerabiyên bi destê generalên teqawit bûne, hatine kirin, bi daxwaz û biryarên generalên hên jî li ser textin têne kirin.

Divêt hêsab di serî de ji generalên 12 îlonê 1980-an Kenan Evren bê pirsîn. Þefên cûntaya faþîst Kenan Evren û hevalên wî berpirsiyarê kuþtiyên 600-700 kesên bê sûc û guneh in û hê jî li jiyanê ne. Heger ev pirsgirêka terora Ergenekonê nîvco bimîne, tariya 12 îlonê dernayê rûyê rojê.

Wek tê zanîn îdîanameya Ergenekonê ji bal sawcî Zekerya Öz ve hate eþkere kirin. Dê dadigeh di 20ê meha 10-an de dest pê bike. Îdîaname 2455 rûpel e. Me Kurdan kêm zêde li ser kirinên generalan heya niha dizanî bû, ku dewlet ne dewlet e, dewleteke cirto û virto ye. Me dizanîbû, ku general her tiþtên bi kirêt bi dizî, bi destên kesên tarî didin kirin, lê vê carê hukumeta Erdogan û sawciyên wan eþkere behsa wan kirinên bi gemar dike. Hêviya me ew e ku her tiþt derê meydanê. Ez naxwazim di vê gotarê de kûr û dûr li ser îdîanamê bisekinim. Çimkî heya niha pir tiþt hatine nivîsandin. Hêjaye ku gotara Salihê Kevirbirî bi zimanê Kurdî di derbarê mijarê de bê xwendin. http://www.netkurd.com/gotar_bixwine.asp?id=1712&yazid=137

Di vê navberê de hate eþkerekirin, ku li Tirkiyê ne Ergenekonek, ji xêncî wê 25 rêxistinên tarî yên wek Ergenekonê hene. Ersonmez Yarbay mepûsê partiya AKPê yê berê û di heman demê de Serokê komîsyona di derbarê Ugur Mumcû de lêkolîn çêkiriye, di pirsa Ergenekonê de ji çapemeniyê re di 08.08.2008-an de got, wan di salên 90-î de lêkolîn çêkiriye, tespît kirine, ku 25 rêxistinên wek Ergenekonê yên dewleta kûr-nehênî hene.

Binêrin çavkanî. http://www.netkurd.com/nuce_bixwine.asp?id=12981

http://yenisafak.com.tr/Gundem/?t=08.08.2008&i=133547

Belê dewleta generalan tê kilandin, diçelqe, diheje, dilerize. Heger Erdogan û hukumete wî durist bin û bi duristî herin ser generalan û hefsarên wan biþîdînin, dê ricaf bi nava dilê generalan bigre û dê hêsap ji wan bê xwestin, na heger Erdogan û hukumeta wî ne bi cesaret tevbigerin dê wenda bibin û general ê dîsa wek berê hovîtî û saltanata xwe berdewam bikin.

 

 

Nivîsên berê

 

 

Almanya, 13.07.2008

 

 PKK dîsa bivir li lingê gelê Kurd xist

 

Kurdistaniyên hêja!

 

Di dîroka tevgera rizgarî û azadiya ti gelekî de çê nebûye, ku rêxistineke wek PKKê ewqas zerar û ziyanê bigihîne gelê xwe. Bê guman ezê di vê gotarê de li ser bûyerên berê nesekinim. Mijara me vê carê bi destê zorê revandina 3 Almanên ku di 08.07.2008-an de ji serê çiyayê Arartê ji aliyê PKKê ve ye. PKK bihaneya revandina wan sê Almanan bi qedexebûna buroya Roj-TV li Almanya ve girê dide û daxwaz ji hukumeta Almanya dike, ku li hemberî wan siyaseteke nerm bimeþînin.

 

Qet nayê fêhm kirin, ku tevgera rizgariya azadiya gelê Kurd çawa qîma xwe bi metodên wisa pirimîtîv tîne û çawa di xwe de wî mafî dibîne, bi navê tevgera Kurd azdiya wan kesên bê sûc û guneh radipêçe-xesp dike. Ev bûyera revandina sê Almanan bi destê zorê ji xêncî xerabiyê li dijî gelê Kurd ji ti tiþtekî re nabe. Ev bûyera han dijminên Kurdan kêfxweþ dike, alîgirên dijminan jî di ser de dike neyarên Kurdan.

 

PKK bi kirinên wisa leke tîne ser Kurdan. Çimkî di dîroka Kurd û Kurdistanê de rapêçandina azadiya kesayetiyê tine. PKK bi van metodên ne durist, ne dikare xwe ji teror û kirmînalîzimê xelas bike û ne jî karekî baþ ji gelê Kurd re dike.

 

Bê guman em dewlet û hukumeta Almanya baþ nas dikin. Polîtîka Almanya li dijî Kurdan, bi taybet Kurdên Bakur ne dostane ye. Dewlet û hukumeta Almanya her demê alîkariya Tirkan bûne û bi çekên Almanan li dijî Kurdan qetliyam jî hatine kirin û hên jî çekên wan ji aliyê Tirkan ve li Kurdistanê tên bikaranîn. Hingiya ji sala 1993-an vir de PKK li Almanya qedexe bûye, hukumeta Alman bêyî ku ferqê bixe nava Kurdan li dijî hemû Kurdên li Almanya polîtîkayeke pir pirîmîtîv, reþkirina Kurdan yek bi yek û bi sîstem Kurdan terorîze û kirmînalîze dike.

 

Divêt gelê Alman ti carî nebe hedefa Kurdan. Hinekî sempatiya gelê Alman ji tevgera Kurd re hebû, ew jî bi saya xerabiyên PKKê ve ji holê rabûn. Ev bûyera revandina sê Almanan jî niha bû xwê û îsota wê.

 

Heger PKK dixweze ji gelê Kurd re xizmeteke baþ bike, waye generalên Tirk li meydanê ne. Bila þer ji Kurdistanê derxin, hemû hedefa xwe bidin hemberî generalan, ne zarokê Tirkan yên feqîr û belengaz.

 

Heger PKK dixwaze ji gelê Kurd re qenciyê bike, li dijî hukumeta Almanya û xerabiyên Almanya bisekine, bila dest ji metodên xwe yên wiha seqet berde, ti carî sîvîlan hedef negire, raste rast berjewendî û menfiatên hukumeta Almanya û yên sermiyandarên wan ji xwe re bigire hedef. Bêyî ku ez wan Almanan nas bikim, ji kûrahiya dilan bawer dikim, ku sempatiya wan jî ji bo Kurdan heye, yan jî hebû. Çimkî kesên derdên wê herêmê kêm zêde nizanibin, naçin wê derê. PKK bi vê metodê ji bo neyarên Kurdan bi kevirekî li du çûçikan xistin. Him Kurd li ber çavên xelkê reþ kirin û him jî wisa kirin ku êdî xelkê ecnebî ji derva neçin Kurdistanê û halê Kurdan yên xerab nebînin.

 

Divêt PKK bê þert û bê merc wan sê Almanan di heman demê de berde û aqilê xwe topî serê xwe bike.

 

---------------

ÇÛ SEFERÊ, HAT DÎSA Ê BERÊ

 

Almanya, 31.05.2008

 

Kurdistaniyên hêja!

 

Sernivîs ji gotinên pêþiyên me ye. Pêþiyên me helbet ev pend ji ber sedemekê afirandine û ji wan kesan re gotine, yên ku bi sal û deman ji dîroka xwe, ji tecrûbên xwe, ji kar û xizmetên xwe ders dernexistine û her dem bi îsrar þaþîtî dubare kirine.

 

Apocî û hin kes ji çepên Tirk di 26ê meha Nîsanê 2008-an de li Almanya (Düsseldorfê) civînek ji bo îlana damezirandina Meclîsa Aþtiyê ya Ewropa amade kiribûn. Xwediyê malpera Nasnamê Þukru Gulmuþ jî di wê civînê de beþdar dibe, ku wek berpirsiyarekî çapemeniyê li ser wê Meclîsê binivîsîne. Lê berpirsiyarên înisyatîva wê Meclîsê, ku goya ew Meslîsa Ewropa ji bo Aþtiyê çê dibe, nahêlin mamoste Þukru civînê guhdar bike. Ew jî naletê li wan û Aþtiya wan tîne û ji civînê dertê.

 

Wek tê zanîn mamoste Þukru hemû jiyana xwe di riya tevgera Kurd de daye û bi salan di zîndanê de maye, ku di encama îþkenê de hê jî nexweþiyê dikiþîne. Ew demeke dirêj di nava PKKê de maye, herwisa endamê Navenda PKKê bû. Lê ji ber ku niha ji PKKê re muxalefetê dike û rexnan dinivîsîne, ew ji aliyê PKKê ve wek dijmin tê hesibandin. Ev nexweþiya paranoîd ji perwerda Kemalîzimê û çepîtiya Stalînîzimê tê, ku wek pîsî di Kurdên Bakur geriyaye. Qet niyeta wan tine xwe jê xelas bikin, çimkî wan hemû hebûna xwe li ser vê qirêjiyê çêkiriye. Em bawerin ku ev siyaseta paranoîd hemû bi têkçûna Kemalîzim ve girêdayiye.

 

Weha Kurd li pê boçika Kemalîstan herin, bibin dûvikê Kemalîstan, ne dikarin ji mirovatiyê re xizmet bikin û ne jî ji Aþtiyê re. Gotina Aþtiyê ne wisa gotineke sivik e. Barê wê pir giran e. Divêt Kurd berî her kesî û her tiþtî di nava xwe de Aþtiyê çê bikin, ji hevdu re rêz û hurmetê bigirin, hingê bi xwelkê re li rêya Aþtiyê bigerin. Heger ne wisa be, dê daxwaza Aþtiya Kurdan hergav û herdem li ba wan û li ba xelkê li hewa bimîne.

 

Ji ber ku ez di wan rojana de ne li Almaniyayê bûm, loma haya min dereng bi bûyerê bû.

 

Bi hêviya ku careke din bûyereke wisa neqewime.

 

 

DÎSA ÎFTIRA Û GEF

 

 

Almanya, 30.01.2008

 

Kurdistaniyên hêja!

 

Rêxistina PKK-ê ya leþkerî “Hêzên Parastina Gel” di malpera xwe ya înternetê de bi îmzeya Aram Masîs di derbarê ronakbîr û siyasetmedarê Kurd Ibrahîm Guçlu de nivîseke bi navê “Ajanê dewleta kûr” belav kiriye û wî bi gotinên gef, heqaret, biçûk dixe, herwisa bê delîl û îspat wek “ajanê dewleta kûr” îlan dike. Ew mirovê bi navê “Aram Masîs” di ser de jî di dawiya nivîsa xwe de li ser ji bo holê rakirina birêz Ibrahîm Guçlu wiha dinivîsîne, “Pir gotin ne pêwist e bê gotin. Ciwanên welatparêz baþ dizanin û dinasin, çawa ev seyên ku xwe gur dihesibînin û dizûrin bêdeng bikin”

 

Çavkanî malpera HPGê

 

http://www.hpg-online.net/ku/rojevi/rojevi_7.html

 

Bi rastî hin caran mirov dixwaze pê bawer bike ku PKK û rêxistinên der û dora wan li gorî rewþa cîhanê xwe diguherînin an jî dê lê bixebitin xwe biguherînin. Lê mixabin dema ew li dijî welatparêzên Kurd wek her caran bi siyaseta xwe ya bi gef, ji holêrakirin, biçûkxistin û îftiran dubare dikin dîsa mirov ji wan sar dibe, hêviya mirovan diþkê. Ev gefa nû jî dide îspat kirin ku PKK hên di pey ewqas tercûbeyan de ders ji dîroka xwe negirtiye û qet niyet nîne dersan jî jê bigire.

 

Lê vê carê metodê PKK-HPG ne wek ya hercaran e. Ew di malpera xwe de rasterast mirovekî bi awayekî eþkere wek mirovê dewleta kûr bi nav dikin û dibêjin, ewê wî bikujin. Em bawer in di lîteratûra PKKê de tiþtekî wiha nû ye. Çimkî PKK-ê ti demê kuþtina welatparêzan bi awayekî vekirî ji raya giþtî re nepejirandiye, qebûl nekiriye.

 

Bi rastî nayê fêhm kirin ku partiyeke ewqas bi hêz e, mezin e û bi hezaran xwedî bi leþker û derfetan e, mîlyonan temsîl dike, çawa xwe dixe vê sewiya nizim û erzan, bi hêsabên biçûk tevdigere. Gef û tehdîdên wiha bi nivîskî ji raya giþtî re gumaneke pir girîng-ciddî li ser PKK-ê dihêle. Kirinên wiha tenê ji neyarên Kurdan re bi kêr tên û derfetên nû didin destê dijminên Kurdan. Em bawer in ku PKK-ê û HPG-ê vê carê palte li lingê xwe xistiye û dê tengasiya wê him li Kurdistanê û him jî li derva bibîne.

 

Divêt PKK-HPG baþ bizanibin ku tehdîdên bi vî awayî vekirî ji raya giþtî re ji xêncî terorîzimê pê ve tiþtek nîne. Ev çavkorî ye, mirov nikare navekî din li wê nivîsa di malpera HPG-ê de hatiye belav kirin bike.

 

Divêt PKK-HPG zûtir dev ji van xwîyên xwe, dest ji siyaseta gef, biçûkxistin û îftiran berdin. Tehdîdên wiha dê serê PKK-ê di qada navneteweyî de pir biêþîne.

 

Ti kes napejirîne ku PKK-HPG bi vî awayî mamoste Ibrahîm Guçlu di bin tawanbarî û tehdîdan de bihêle. Divêt PKK-HPG yan îspat bikin û an jî ji mamoste Ibrahîm Guçlu lêborînê bixwezin û careke din jî tiþtekî wisa nekin.

 

Êdî dema þerê sar qediyaye. Dîwar hatine hilweþandin. Ne mafê rêxistinekê ye û ne jî mafê ti kesî ye ku bi mantiqa ku "heriyê biavêje bila qilêra wê pê de bimîne" tevbigere. Ewên bi îsrar vê siyaseta dijminan bidomînin bila hêsabên xwe baþ bikin ku hên dor nehatiye wan.

 

Ez dixwazim di dawî de ji PKK-ê û hêza wan ya leþkerî re bibêjim, heger hûn dixwezin ji gelê Kurd re qencî û baþiyê bikin, gelê Kurd ji tengasiyê xelas bikin, ji çareseriyê re xizmetê bikin û serê gelê Kurd li hemberî dijminan bilind bikin, ji kerema xwe, xwe ji xeta Abdulah Ocalan ya Kemalîzimê xelas bikin û fermana generalên Tirk, ewên bi namûs û hisyeta Kurdan dilîzin derînin, ne ya welatparêzan.

 

DADIGEHA ALMANYA AZADIYA KALÊ 69 SALÎ RAPÊÇANDIYE (XESIP KIRIYE)

 

Almanya, 12.07.2007

 

Kurdistaniyên hêja!

 

Polêsên istixbarata bajarê Münchenê di roja 05.07.2007an de nivîskarê Kurd Haydar Iþik binçav kir û dadigeha bajarê Münchenê jî rojekî þûn de mamoste Haydar bi endametiya Kongra-Gel tawanbar kir û ew þande zîndanê. Wek tê zanîn PKK di sala 1993an de ji aliyê wezareta Almanya ya hundir ve hate qedexkirin. Ev bû 13 sal ku li ser PKKê qedexe berdewam e û PKK ji aliyê istixbarata Almanya ve tê teqîpkirin. Heta niha bi deh hezaran Kurd li Almanya hatine binçavkirin, zîndankirin û cezakirin. Bê guman PKKê û rêxistinên dev û dora wan þaþiyên pir mezin li Almanya kirin û mixabin hên jî dikin. Lê heger mirov siyaseta dewlet û hukumetên Almanya bi giþtî þîrove bike, Almanya li hemberî Kurdên li Almanya dijîn û li hemberî gelê Kurd bi tevayî bê hiqûqî û niheqiya herî mezin dike.

 

Van rojana hukumeta Almanya û piraniya Almanan li ser Xortekî Alman (Marco W.) ku di dema tatîlê de li Tirkiyê bi tawanbariya ku keçikeke Îngilîz 13 salî tecawiz kiriye û niha di zîndana Antalyayê de ye, qîyamet rakirin ser pîya. Bê guman ez ne li dij im ku Alman li hemwelatiyên xwe xwedî derkevin, ne xêr, ez pir baþ dibînim û li gel im ku ewropî li hemwelatiyên xwe xwedî dertên. Lê Almanan xwestin goya dersa hiqûqê bidin Tirkan, ji aliyê din ve Almanya durûtiyê dike, hukumet û dadigeha Alman bê hiqûqiya herî mezin kir û kalê 69 salî ku ev çil sale li Almanya dijî, hemwelatiyê Almanya ye, jina wî Alman e û xaniyê wî li ser axa Almanya heye avête zîndanê. Yanê bi kurtayî cihekî ji Almanya pêve ku mamoste Haydar lê bijî nîn e. Loma ew sedemên ku mamoste Haydar pê hatiye tawanbarkirin nayên pejirandin ku dadigeha Almanya azadiya wî xesip bike û wî bixe zîndanê.

 

Ew tawanbariyên li dijî mamoste Haydar Iþik bê bingeh in. Her kes wî baþ nasdike. Ew ne ew mirova ye ku zerarê bide kesî. Ewî ti kes nekuþtiye, biryara kuþtina ti kesî nedaye, ti kes neþêlandiye. Loma mafê dadigeha Almanya nîne ku yek saniyekî jî azadiya wî xesip bike.

 

Divêt dadigeha Almanya nivîskarê Kurd di heman demê de ji zîndanê serbest berde, zêde kîn û nefreta Kurdan qezenc neke. Em Kurd dizanin ku hukumeta Almanya dixwaze qenciyê ji dostên xwe yên Tirk re bike, lê divêt dewleta Almanya ti carî ji bîr neke potensiyala Kurda li Rojhilata Navîn ne hindik e, dê îro be, yan sibê be, çerx wê bêye guhertin û Kurd jî bibin xwedî desthilat. Heger Almanya naxweze di demên pêþ de zerarê bide xwe, divêt destên xwe ji nava siyaseta bi kirêt þûn de bikiþîne û êdî Kurdan li Almanya zêde aciz neke.

 

Heger di nava çend rojan de mamoste Haydar serbest neyê berdan, divêt Kurd bi sed hezaran herin pêþiya zîndana ku ew têde ye. Va ye ev derfet heye ku Kurd hukumeta Almanya li ser zîndankirina kalê 69 salî bilerizînin. Ez bangî hemû rêxistinên Kurdan li Almanya dikim ku li azadiya mamoste Haydar xwedî derên û ji bo wî çalakiyên bi aþtiyane bi sed hezaran amade bikin. Heger ev derfeta baþ bêye bikaranîn, dê ji istixbarat û dadigeha Almanya re wisa ne hêsan be êdî Kurdên bê sûc û guneh zîndan bike. Hukumeta Almanya jî dê mecbûr bibe ku li ser siyaseta xwe ya li hemberî Kurdan guhertinan çêbike.

 

 

Çavkanî malpera Polêsê herêma Bayern (München)

 

http://www.polizei.bayern.de/muenchen/news/presse/aktuell/index.html/45215

 

 

 

 

 

 

 

 

EZ HEYRANA ÇAVÊN MÊRXASA ME

 

Almanya, 24.02.2007

 

Kurdistaniyên hêja!

 

Serokê DTPê yê þaxê Amedê Hilmi Aydogdu li ser Kerkûkê li Amedê di 22.02.2007an de got, ku “Kerkûk, ji bo tevaya Kurdan bajarekî gellek girîng e. Em tu ferq di navbera Kerkûk û Amedê de nabînin û ger êriþek li dijî Kerkûkê were bikaranîn, li ba dilê me wek ku eriþek li dijî Amedê hatibe bikaranîn e.” Çavkanî malpera www.pukmedia.com

http://www.pukmedia.com/latininews/23-2/news5.html

 

Waye serokê þaredariya Batmanê birêz Huseyin Kalkan jî daxuyaniyek daye ku ew dibêje ”Dîtinên me jî wek yên Aydogan e”

Çavkanî, malpera www.netkurd.com

http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=5848

 

Li ser daxuyaniya birêz Hilmi Aydogdu dewleta Tirk di 23.02.2007an de bi lez û bez ew derxist pêþiya mehkemê û þande zîndanê. Sûc û tawanbariyên li dijî birêz Aydogdu jî ew e ku goya wî ”civak bi kîn û nefret fît, tehrîk kiriye”

 

Niha pirs li vir ew e ku dewleta Tirk ji kîn, nefret û fîtkirinê çi fêhm dike? Yên þûrên xwe tûj kirine û her roj li dijî Kurdan bi gef û tehdîdan Kurdan biçûk dixin, Tirk bixwe ne. Roj nîne ku mirov di çapemeniya Tirkan de daxuyaniyên leþker û siyasetmedarên wan nebihîze ku ew dibêjin, divêt Tirkiye têkeve baþûrê Kurdistanê û nehêle li wê derê Kurdistaneke serbixwe ava bibe. Bi rastî aqilê mirovan disekine, ku Tirk çawa di xwe de wî mafî dibînin ku li ser Kurdan ewqas zimanê xwe dirêj bikin, ji serokên Kurdan re heqaret û dijûnan bikin.

 

Gelo dê Tirk ji binê vî barî çawa derên? Geh siyasetmedarên wan û geh jî leþkerên wan bi gazî û hawar diçin Amerîka, bi bihaneya PKKê lavayî DYA dikin ku êriþî Kurdistana azad bikin. Tirkan hên pirskirêka Kurdan di nav xwe de çareser nekiriye, dê çawa herin li baþûrê Kurdistanê pirskirêkên xwe çareser bikin. Tirkan wisa birînên kûr li ser xelkê hîþtine, nikare ji wan daxwaz bike ku ew ji Tirkiyê hez bikin û ji wan re loyal bin. Tirk mecbûr in winda bikin, çimkî ne fêm û ne jî feraseta di wan de heye. Çimkî Tirk bi bi çavê dijminatî û koletiyê li xelkê dinêrin.

 

Ka li vê bêehlaqtiyê, bêedebiyê binêrin, ku îro jî serokê ANAPê Erkan Mumcu li Stenbolê heqaretên bê perwa ji serokê Kurdistanê birêz Mesût Barzanî re dibêje. Heger hinekî hisyeta wan Kurdên ku endam û alîgirên ANAPê hebe, dê li ser vê bûyerê hemû jî ji ANAPê îstifa bikin û ANAPê li Bakurê Kudristanê bê serî û bê berate bihêlin û berê ANAPê li Kurdistanê bidin ber bayê sayî.

 

Ew gotinên birêz Hilmi Aydogdu ku dibêje ”êriþek li dijî Kerkûkê were bikaranîn, li ba dilê me wek ku eriþek li dijî Amedê hatibe bikaranîn e” ji rastiya nava dil û hinavên Kurdan dibêje. Ne ew tenê hemû Kurd wisa difikirin. Heger Tirk êriþî Kurdistana azad bikin û serokê Kurdistanê bi daxuyaniyekê fermanê li dijî wan îlan bike, ezê wê hingê halê Tirkan bibînim. Dîrok, firsend û derfet her roj nakeve destê Kurdan. Ez bi kûrahiyan dilan di wê baweriyê de me dê yek leþkereke Mehmetçîk ne vegere mala xwe û serê çiyayên Kurdistanê dê ji wan re bibe goristan.

 

 

 

REJIMA ÎRANÊ XWE XWEDIYÊ ATOMA NÛKLÛEERÊ ÎLAN KIR Û MEYDANÊ JI AMERÎKA Û CÎHANÊ RE DIXWAZE

 

Almanya, 18.01.2007

 

Serokkomarê Îranê Ahmedînecad bi daxuyaniya xwe di 11.04.2006an de li bajarê Meþhedê bi awayekî fermî ragihand ku wan Ûranyûma zengînkirî bi dest xistine û Îran êdî xwediyê Atoma nûklûer û tevî 8 hêzên mezin yên cîhanê bû. Cîhan ji wê demê heta niha li ser babeta Atoma Îranê di þokê de ye, lê hên jî li hemberî Îranê bi yek dengî bê bersiv e. Di wan rojan de di qada navneteweyî de gengeþiyeke pir mezin li ser pirsgirêka Atoma Îranê hate despêkirin. Wek tê zanîn ev pirsgirêk ne nû ye, dinya ji zû de dizane ku Îran lêdixebite bibe xwediyê Atoma nûklûer. Ji vir heta demek berê jî dan û standinên siyasî û dîplomasî di navbera Îranê, Almanya, Firansa û Îngilistanê de hebûn. Ev daxwaza Dewletên Yekbûyî yên Amerîka(DYA)  bû, ku Ewropî bi Îranê re li ser pirsgirêka çareserkirina Atomê çareseriyeke aþitiyane bibînin. Îranê berê bi van hersê welatên Ewropa re peymanek îmaza kiribû, ku Pirsgirêka Atomê bi pêwendiyên dîplomatîk çareser bibe. Lê ji ber ku Îran li peymana ku wan îmaza kiribûn xwedî der neket, loma wan hersê dewletên Ewropa ji vir demek berê biryara diyalogê bi Îranê re birîn. Paþê goya Ûris kete dewrê, ku Îranê qane bikin, ew ji Îranê re ûranyûm çêbikin û Îran jî ûranyûmê ji bo armancên sivîl bikar bîne. Di vê navberê de Konseya Ewlekariyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî jî li ser rapora Rêxistina Enerjiya Atomê ya Navneteweyî li Vîyanayê (IAEO) heta dawiya meha 4an derfet da Îranê, ku ew dest ji çêkirina ûranyûm berdin. Li aliyê din baþ tê zanîn, yên bingeha santirala Atomê ji Îranê re amade kirin Ûris bixwe ne.

 

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Navneteweyî El-Baradai jî, ev di meha çaran 2006an de li Îranê bû, ku ji pirsgirêkê re çareseriyekê bibîne. Lê hewldanên El-Baradai jî encam nedan.

 

Sedema wê çi ye, çima Dewletên Yekbûyî yên Amerîka(DYA) çavê xwe di destpêkê de ji vê bûyerê re li hemberî Ûrisan girtin, ku ew santirala Atomê ji Îranê re çêbikin hên ne diyar e. Lê di meha yekê 2006an de Kovar û rojnameyên Almanya yên wek ”Der Spiegel”, ”Die Welt” û hwd. li ser vê pirsgirêkê nivîsîbûn, ku DYA bi xwe bi dizî, bi awayekî fêlbazî, bi dek û dolaban xwestiye bi rêya CIA ji Ûrisan re gotine, bingeha derfetên santirala Atomê ji Îranê re çêbikin, lê hemû înformasyonên ku Îran paþê pêwîstî bîne û bixwe bikaribin Atomê çê bikin nedin wan û Amerîka jî ji vê derfetê îstîfade bike û pirsgirêka Atomê li dijî Îranê bi kar bîne ku rejîmê bike bin tawanbariyan û wek rejîma Sadam ji holê rabike. Çavkaniya weþanên almanî jî rojnameya amerîkî ”The New York Timse” bû. Li gor ragihandinên rojnameya amerîkî "Washington Post" desthilatiya George W. Bush ji zû de plana li dijî Îranê amade kiriye.

 

Jixwe helwesta Amerîka li ser daxuyaniya serokkomarê Îranê Ahmedinecad ku wan gavên dewlemendkirina ûranyûm avêtine pir hiþk bû. Berpirsiyarê Qesra Sipî got, ku rejîm bixwe xwe di cîhanê de îzole dike. Wekî din daxuyaniyên hemû dewletên Ewropa - Almanya û Firansa jî di nav de - kêm zêde wek daxuyaniya Qesra Sipî bûn.

Serokê DYA George W. Bush heta niha pir caran di mijara pirsgirêka Atoma Îranê de gotiye, ku deriyê wan ji lêdana þerê çekdarî re li dijî Îranê ne girtiye.

Her çiqas helwesta Çîn û Ûris heta niha li dijî þer bû û hên jî ne zelal e, lê ez bawer im dê helwesta wan di vê mijarê de bêye guhertin. Jixwe hêdî hêdî dengê qeliþî jî ji Çîn û Ûris dertê. Êdî çerxa þerê li dijî rejîma Îranê dest pê kiriye. Bê guman ji vê çerxê re demek pêwist e. Amerîka heta niha lê xebitî ku bi rêya dîplomasiyê endamên Konseya Ewlekariya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bide alî xwe, wan qane bike û bi alîkariya wan ”Resolution” yanê bi biryarên embargoyê rejîma Îranê bîne rê. Jixwe di meha 4an ya 2006an de nûnerê DYA John Bolton li UNO-Rêxistina Neteweyên Yekbûyî lê xebitî ku biryarekê li gorî beþa 7an ya Karta-UNO li dijî Îranê bikar bîne. Heger rejîma Îranê daxwazên Konseya Ewlekariyê bi cih neyîne û li dijî Îranê li gorî beþa 7an biryarek derkeve, ev tê wateya ku Amerîka dikare li gorî biryara navneteweyî li dijî Îranê þer îlan bike û dest bi bombebaranê bike. Çavkanî rojnameya almanî "Frankfurter Allgemeine Zeitung". http://www.faz.net/s/RubDDBDABB9457A437BAA85A49C26FB23A0/Doc~E84FA53C084124C578BE1F8CF15A775F3~ATpl~Ecommon~Scontent.html

 

Amerîka bi hemû derfetên xwe yên dîplomatîk di pirsa Îranê de bi ser neket. Bê guman hukumeta Bush dixwaze - beriya ku dema wê temam bibe - rejîma Îranê ji holê rabike. Lê li aliyê din êdî piraniya nûnerên hukumeta Bush ne wek berê di Senatorê de û di Kongrê de cih digirin. Wisa tê xuyakirin ku Bush ji biryara ji holê rakirina rejimê re amade ye. Ger pêwîst be, dê bêyî biryara Kongresa Amerîka li Îranê bide.

 

Rewþ wisa tê xuyakirin, dê ne serokkomarê Îranê Ahmedînecad û ne jî civata wî ya bi desthilat li hemberî Amerîka çok bidin û ala teslimyetê ra bikin. Di dawiya dawîn de dê Amerîka piþtgiriyê ji pir dewletan bigire (heger negire jî) dê li rejîmê bide û rejimê ji hev bela bike. Bi awayek îronîk, bila helal be ji Ahmedînecad û mêraniya wî re. Emê niha mêrxasiya wî jî bibînin. Sadam jî ji dinyayê meydan dixwest. Di dawî de bi mêrxasiya xwe di qula miþkan de derket û bi biryara dadê li hewa libabû, hate dardakirin. Belkî Ahmedînecad qasî Sadam bi þans jî nebe û qula miþkan jî bi destê wî nekeve.

 

Serokkomarê Îranê Ahmedînecad bi agir dilîze. Jixwe Amerîka bi çar çavan li hêviya wê rojê bûn ku ji devê rejîmê tiþtekî wiha bibihîse. Hêjayî gotinê ye ku Richard Perle di 05.02.2006an de di televîzyona Alman ARD - bernama Sabine Christiansen de beþdar bû û li ser rejîma Îranê wiha got,

„Iran ist der größte Einzelsponsor von Terrorismus weltweit. Sie Verteilen überall ihr Geld um Terrororganisationen zu unterstützen. Sollen wir dagegen nichts haben? Sollen wir nicht versuchen, das abzustellen?“

(Îranê di cîhanê de sponzorê terorîzmê yê yekem û mezin e. Ew li her derê ji bo ku alîkariya rêxistinên terorîzmê bikin pera belav dikin. Gelo divêt em li dijî wê tiþtekî nekin? Divêt em lê nexebitin vêya bitemirînin?) Çavkanî malpera Sabine Christiansen

http://www.sabine-christiansen.de/archiv.jsp?datum=2006-02-05

 

Bi gotineke pêþiyan mirov di axaftina Richard Perle de jî dibîne, ku Amerîka li esmanan li hêviya daxuyaniyeke wiha bû, lê Xwedê li erdê da wan. Richard Perle bi koka xwe cihû ye. Ew mirovekî întelektûel e û di nava siyaseta Amerîka de pir bi hêz e. Ewî heta niha þêwirmendî ji serokê Amerîka û pir wezîran re bi taybetî jî wezareta parastinê re kiriye. Richard Perle niha serokê Enstîtûta American Enterprise Institutee, ku wek fabriqa aqil têye hêsab kirin.

 

Rejîma Îranê ji du aliyan de alema xiristiyanan û ya cihûyan ji xwe re kire dijmin. Serokkomarê Îranê Ahmedînecad him raste rast dijminahiya cihûyan dike û dibêje, divêt dewleta Îsraîl ji ser nexþê bêye rakirin û him jî li aliyê din înkariya Holocaustê li dijî cihûyan dike. (Bingeha gotina Holocaustê ji zimanê Yewnan têye û tê wateya, qurbanên ku bi tevayî bi agir hatine þewitandin) Faþîzma Hitler di dema þerê cîhanê yê duyem de cihûyên li Almanya û cihûyên hemû deverên Ewropa li Almanya kom kirin, bi pilan û proje, bi gazê 6-7 mîlyon mirovên bê sûc û bê guneh di komkujiyê de derbas kir. Rejîma Îranê û serokkomarê wê Ahmedînecad înkariya komkujiya cihûyan dikin. Ev çi mantiqek îrasyonal e, ku serokkomar û dewleta wî înkariya komkujiya ku bi delîl, îspat û dokûmentan hatiye destnîþankirin bike. Yên komkujî li dijî mirovatiyê, li dijî cihûyan kirin Alman bûn. Ev 27 sale ku ez li Almanya me. Min heta niha li ser komkujiya cihûyan bi dehan pirtûkên Almanan xwendine û bi sedan jî bernameyên televîzyonê yên dokûmenter temaþe kirine. Ewên komkujiyan înkar bikin, ne dikarin bibin îslam û ne jî dikarin bibin mirov. Ahmedînecad dixwaze bi înkariya komkujiya li dijî cihûyan faþîstên Ewropa ji bo doza xwe ya ne mirovane qezenc bike. Lê ev hêvî û daxwazeke vala ye. Li aliyê din dewleta Almanya komkujiya Holocaustê pejirandiye. Almanya ji sala 1945an vir de her salê bi mîlyaran perên ziyanê (tazmînatê) komkujiyê dide dewleta Îsraîl. Dewleta Almanya lêborîn ji cihûyan xwestiye û hê jî dema behsa Holocaustê li dijî cihûyan li cem Almanan tê kirin, hustiyê wan li ber cihûyan xwar e. Rejîma Îranê û serokkomarê wê Ahmedînecad goya dixwezin bi înkariya Holocaustê alîkariya Filistîniyan bikin û heyfa Elo ji Welo derînin. Bi tehdîd û înkariyan ti tiþt çareser nabe. Rejîm Îranê tenê ji xwe re gorê dikole û hindik dem maye têkeve çopa cîhanê.

 

Rejîma Îranê ji þerê Iraqê jî dizane ku dê zû an jî dereng Amerîka li dijî wan þer destpê bike. Loma vê dema dawî di bernameyeke taybet de di televîzyona Almanya ZDFê de jî diyar bû, ku rejîma Îranê ji niha ve xwe ji bo þer Amade dike û di pirsa þer de hatiye kilîtkirin.

 

Siyaseta rejîma Îranê li ser baþûrê Kurdistanê jî wek ya Tirkiyê ye. Yanê heger hêza Îran û Tirkiyê têr bikira, dê di rojekê de Kurdistana azad daqurtandana. Serokê parlamena Îranê Gulamali Haddad Adil di 12.04.2006an de ji bo konferansa îslamê ya 4an hatibû Stenbolê. Di eynî rojê de rojnamegerê Tirk Mehmet Ali Biran ji bo nûçeyên êvarê televîzyona Kanal D (çapemeniya medya Dogan) bi wî re hevpeyvînek weþand. Serokê parlamena Îranê Gulamali Haddad Adil li ser pirsekê di dermafê baþûrê Kurdistanê de eynî wiha got ”Ramanê Tirkiyê di dermafê bakurê Iraqê de çi ye, yê me jî ew e”

 

Di cîhanê de êdî cin jî dizanin ku ramanê Tirkiyê li ser Kurdistana azad ji bilî dijminahiya wê tiþtek nîne. Ramana rejîma Îranê jî ew e. Herdu dewlet jî ji hev hez nakin, lê di pirsa Kurdan de bi hev re tevdigerin, ji destê wan were dê nehêlin Kurd di Rojhilata Navîn de rojekê jî bijîn. Heta niha bi sedan dan û standin û bi dehan peymanên bi dizî li ser Kurdan hene û hên jî ev rewþ berdewam dike.

 

Êdî kî çi dibêje bila bibêje derfeta ku rejîma Îranê li ser piya bimîne nîne. Tenê jê re dem pêwist e. Rejîm di wê baweriyê de ye, ku dema Amerîka li dijî þer bike, ji alema Îslamê alîkarî bigire. Lê ez bawer dikim ev hêvî û daxwaza rejîmê jî hêviyeke vala ye. Nêrîna pir dewlet û kesan li ser rejîma Sadam jî wisa bû. Ger qiyasek di navbera mislimanan de bêye kirin, Îraq ji mislimanan û bi taybetî jî ji Ereban re ji Îranê, ji Eceman nêzîktir bû. Kê ji dewletên misliman, ji Ereban ji bo ku rejima Sadam neyê rûxandin çi kir?

 

Niha dîsa pir dewlet û pisporên wan di der mafê Rojhilata Navîn de li eynî defê dixin, analîza çêdikin û dibêjin Îran ne Iraq e. Heger DAY li dijî Îranê þer bike dê bi ser nekeve. Ewên niha li ser Îranê van tiþtan dibêjin berê di dermafê Iraqê de jî eynî tiþt digotin. Baþ tê bîra min beriya wan rojên þerê li dijî rejima Sadam senaryoyên wisa ku bingeha wan valabûn dihatin digotin - aqilê mirovan disekinî. Niha pirs ev e, çima rejîma Îranê ne ya Iraqê ye? Wek tê zanîn rejîma Îran û ya Iraqê di navbera salên 80î û 90î de 10 salan li hemberî hev þer kirin. Madem ku herdu rejîm jî pir bi hêz û quwet bûn çima aliyekî di navbera deh salan de nikaribû 10 km li aliyê din pêþde here. Ji ber ku Kurd bê parêz bûn, quweta wan digihîþt Kurdan û Quweta herdu rejîman tenê gihîþt ku ji hevdu mîlyonek mirov bikujin. Lê herdu rejîm jî di warê leþkerî de ji bilî mîlyonek wendayiyên xwe gavek neavêtin. Ew rejîma Îranê ku nikaribû li dijî rejima Sadam bi ser bikeve, dê çawa li dijî dewleta sûper yanê li dijî Amerîka ser bikeve? Amerîka jixwe li herêmê ye, ne hewce ye ji nû ve hazirî ji bo þer çêbike. Ev ji bo Amerîka avantajek pir mezin e. Bi gotineke din dewleta ku di cîhanê de ewqas bi hêz be, jixwe ketiye nava avê, êdî çi li çokê, çi jî li navê, çi cidahî ji Amerîka re heye? Bi gotineke rast Îran li ber gula topan e, êdî ti kes nikare xelas bike. Jixwe wa ye keþtiyên amerîka yên þer dîsa berên xwe dane Basrayê.

 

Gelê Kurd xerabiyên rejîma Îranê ji bîr nekirine. Gelê Kurd bi niyeta pir paqij bi deh salan e bi pêþengiya PDK-I lê dixebitî bi rejimê re bi awayekî aþitiyane pirsgirêka Kurd çareser bike. Lê mixabin rejîma Îranê di her derfetê de bersiva niyeta gelê me ya bi niyeta durist, bi awayek hovane dayê. Rejîma Îranê di ser de jî serokên PDK-I Dr. Abdurrahman Qasimlo û Dr. Þerefkendî li dû hev bi keleþî û bêbextî li Vîyana û li Berlînê qetil kirin. Hukumeta Nemasa ji bo berjewendiyên xwe yên bi kirêt li ser qatîlên Dr. Abdurrahman Qasimlo tiþtek nekir. Lê qatîlên Dr. Þerefkendî li Berlînê hatin girtin û di salên 90î de dadegeha Almanya ya bilind li Berlînê him ceza da qatîlan û him jî rejîma Îranê wek rejîmeke terorîst bi nav kir. Ev gotinên ku rejîma Îranê rejîmek terorîst e di biryara dadegehê de derbas bû. Di destpêkê de li ser vê bûyerê di navbera Almanya û rejîma Îranê de pirsgirêk çêbûn, lê paþê herdû dewletan jî ji bo berjewendî û menfîatên xwe ev mijar tepis kirin. Wek tê zanî serokkomarê Îranê Ahmedînecad wek mîmarê terora li dijî lîderên Kurdan, þehîdên nemir wek Dr. Abdurrahman Qasimlo û Dr. Þerefkendî têye tawanbarkirin. Van rojana di çapemeniyê de hate ragihandin ku qatîlê Qasimlo li Hewlêrê hatiye girtin. (Ezê têkiliyê Rejima Îranê û ya Kurdistana Azad di gotareke din de þîrove bikim)

 

Ne rejîma Îranê û ne jî ti kes nikare ji Kurdan gazinan bikin, Kurdan tawanbar bikin û ji wan daxwaziya alîkariya li dijî Amerîka bikin. Kurd mecbûr in mafê xwe, rûmeta xwe li dijî dijminan biparêzin û ji holê rakirina rejimê re alîkar bin. Alternatîva Kurdên Rojhilat tine. Ez bi kurahiya dilan di wê baweriyê de me ku gelê me dê derfeta ku têkeve destan li dijî rejimê wek Baþûrê welatê me baþ bikar bîne û bi lehengî li dijî rejimê þer bike û bi ser bikeve.

 

Ez dixwezim vê gotara xwe bi gotinên Xanima hêja Dr. Roya Tilûî bi dawî bînim:

 

Ez dê vegerime welat, lê tevî hemû Pêþmerge û þoreþvanên welatê xwe yê serfiraz, Rojhilata Kurdistanê. Ez bawer nakim di vê rewþê de, çi di warê navneteweyî û çi di warê hundirîn de ku bi ser Komara Îslamî ya Îranê de hatiye, ev vegeriyane heyemeke gelek dirêj bikiþîne. Ceribîna Talebanan li Efxanistanê û Sedam li Îraqê û pirojeya Rojhilata Navîn ya mezin ji me re dibêje, ku guherîn dê pêk bihê. Her wekî hûn dizanin dosya Etomî ya Îranê ji aliyê Ajansa Vejena Atomê ya Navneteweyî ji bo Konseya Ewlekariya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hate þandin û rengê vê hindê nade rojên ronahî û geþ di pêþerojê de li benda Komara Îslamî bin.

 

Çavkanî rojnama Agirî

http://www.kurdistanmedia.com/kurmanci/siyasi/file/2.php

 

)))))))))))))))))))))

 

KERÊ ME ÇÛ SEFERÊ, HAT JI SEFERÊ, DÎSA KERÊ BERÊ

 

Kurdistaniyên hêja!

 

Sernûçeya vê gotarê ji gotinên pêþiyên me ye. Ev gotin li ser axaftina serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan e, ku wî li New Yorkê dîsa mafê Kurdan daye bin lingê xwe û di pelixîne. Wek tê zanîn, hingiya Erdogan bûye serokwezîrê Tirkan bi taybetî di pirsgirêka çareserkirina Kurdî de potan li ser potan diqirçîne. Gotinek me dîsa heye û dibêjin, “ma bêarî bi peran e? Mirovek bêar be jixwe bêar e.” Belê ev jî tifaqa Erdogan e. Ji mirovên wek wî re bêar tê gotin. Çimkî du gotinên wî hevdu nagirin. Ji bo wî geh Kurd hene, geh tine ne, geh Kurd birayên wî ne, geh Kurd dijminên wî ne û heger ji destê wî were, dê nehêle li Arjantînê jî Kurdistaneke serxwibixwe ava bibe. Rojnamegerek li New Yorkê ji Erdogan dipirse, “mafê ku hûn ji Tirkên Qibrisê re dixwezin, hûn amade ne ku eynî mafan bidin Kurdan jî?” Li ser vê pirsê Erdogan wiha bersivê dide:

 

Mafê Kurdan nîne ku li Tirkiyê daxwaza pirsgirêka mafên xwe bikin. Ji 50 zêdetir hemwelatiyên me yên Kurd endamên parlamenoyê ne.

 

Û filan û bêvan.

 

Belê niha pirs ev e, li wî welatê ku serleþker kirîmînel û terorîst be, serokwezîr derewçîn û þovenîst be, mirov çi dikare bi rêya Aþtiyê ji wî welatî bixwaze? Niha ew 50 kesên ku Erdogan behsa wan dike ku goya eslê wan Kurd in û endamên parlamenê ne, çi ji Kurdan re dikin? Ew parlamenterên ku nikarin bi awayek wêrektî, bi mêr û mêrxasî pirsgirêka gelê xwe bînin ziman, hejmara wan çi dibe bila bibe, ji bo Kurdan bi 50 quriþî jî nakin.

 

Receb Tayîp Erdogan niha serokwezîr e û xwe ji bo serokkomariyê amade dike. Ew çi dibe bila bibe, dê ji bo Kurdan her dem wek kerê berê bimîne.

 

----------------------------------

MEHMET AGAR QATILÊ BI DEH HEZARAN WELATPERWERÊN KURD Û KURDISTANÊ YE

 

Almanya, 23.11.2006

 

Kurdistaniyên hêja!

 

Di van demên dawîn de serokê DYPê Mehmet Agar di her firsend û derfetê de bi daxuyaniyan xwe wek mirovekî demokrat, mafparêz û hema hema maye ku xwe wek Kurd-parêz jî îlan bike. Beriya ku ez niyeta wî þîrove bikim, divêt em dijminahiya wî ya li hemberî gelê Kurd ji nêzîk ve nas bikin:

 

Mehmet Agar di sala 1951an de bûye û ew bi eslê xwe Kurdê Xerpûtê (Elazîzê) ye. Ew dijminê Kurdan yê sondxwarî ye. Stêrka Mehmet Agar bi taybetî di sala 1993an de bi Tansu Çiler re destpêkir. Çimkî wê hingê pêwistiya Tansu Çiler bi mafya û qatîlekî wek Mehmet Agar hebû. Armanca leþkeriya Tirk ew bû ku bi destê Tansu Çiler, Tansu Çiler jî bi destê Mehmet Agar doza gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bitemirîne. Loma serleþkerî û Tansu Çiler bi zanetî Mehmet Agar ji vî karê qirêc re hilbijartin. Ji pirsgirêka bûyera Susurlugê bigire heta hemû mirovên wek Abdullah Çatli, ku bi navê dewleta kûr-nehênî bi metodên mafya kar kirine û komkujî li dijî welatperwerên Kurd bi kar anîne hevalên Mehmet Agar in û di bin emirê Mehmet Agar de kar kirine, Kurd qetil kirine. 

 

Di salên 90î de plan û amadekariya ji holêrakirina 15 hezar kesî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi destê Mehemet Agar ve hatiye avêtin.

 

Mehmet Agar qesas û qatilê bi deh hezaran welatparêz û pêþengên(elîtên) Kurd e. Mehmet Agar xerabiya herî xerab bi Kurdan re kiriye. Destê wî bi kirêt e û dîroka wî tarî ye. Îmza wî bi taybetî di bin 15 hezar welatperwerên Kurd yên bi navê faîlên wan ne diyer e de heye.

 

Hêsabên Mehmet Agar li ser hilbijartinan e. Lê bila Mehmet Agar qet kedera neke, gelê Kurd wî baþ nas dike û dê durûtî û sextekariya wî di qirika wî de bihêle.

 

Hêja ye ku di malpera www.netkurd.net de gotara birêz Gernas Amedî jî li ser Mehmet Agar bêye xwendin. http://www.netkurd.com/nivisar.asp?yazid=122&id=1000

 

 

ÎTALYA BÛ ÞAMPIYONÊ KÛPA SALA 2006AN

 

Almanya, 11.06.2006

 

Havîna sala 2006an li Almanya bi heycan û coþeke pir mezin derbasbû. Hemû taximên di maça Kûpayê de beþdar bûbûn ji bo ku Kûpayê werbigrin li ber xwe dan. Ew hêsabên ku di despêkê de li ser Kûpayê dihat kirin hemû tevlihev bûn û di dawî de di roja 09.06.2006an de li Berlînê Îtalya li hemberî Firansa berê 1-1 ma û paþê di pê nîv saetê dirêjkirinê de bi golên penaltî 6-4 bi ser ket, Kûpa sala 2006an wergirt û di cîhanê de bû þampiyonê yekem. Di navbera dema lîstika topê de bûyereke tirajedî jî qewimî. Zîdanê bi koka xwe Ereb e bi hemû quweta xwe serê xwe kulpand singê lîstikvanê Îtalya û ew giran birîndar kir. Di despêkê de hakem ew tevgera wî nedîtibû, paþê ji hakemê dev û dorê pirsî û di dawî de karta sor rayê Zîdan da û ew ji nava maçê avêt. Zîdan bi vê tevgera xwe ya xerab rewþa xwe xiste gellek aloziyê.

 

Baweriya pir kesan di serî de ew bû ku yan Arjantîn û an jî Brazîl, dê bibe þampiyonê Kûpayê. Jixwe faforiyê min û yê bavê min jî Birazîl bû. (Bavê min 72 saliye û gellek kêfa wî ji topê re tê û me herduyan bi hev re li topê temaþe dikir. Dema wexta min tineba ku li maçan temaþe bikim, min hemû înformasyonên xwe ji bavê xwe werdigirt.) Lê Birazîl vê carê perfomanasa xwe ya hostatiya lîstika topê rayê neda. Birazîl li hember Firansa qels ma û di dawî de 3 gol xwar û ji maçê derket.  Hêjayî gotinê ye, ku toplîstin li welatên Amerîkaya Latînî pir pêþ de çûye û lîstîkvanên di cîhanê de yên herî baþ jî ji wê derê dertên. Lîstîkvanên berê yên wek Pelê, Maradona û yên niha Ronaldo, Ronaldînyo û hwd. yên herî navdarin. Spor, lîstika topê êdî di civata hemû gelan de perçeyek ji çand û kultura gelane. Cihê kêfxweþî û serfiraziyê ye. Spor herwiha reqabete û reklama herî mezin ya cîhanê ye.

 

Xwezil bi wan rojan ku taximeka Kurdistanê jî rojekî bi rengê pîroz, bi ala Kurdistanê kesk, sor û zer di cîhanê de bêye li bakirin. Hêvîdirim ku ev dengê me bigihîne hukumeta Kurdistanê ku di demên pêþ de ji bo taximeke Neteweyî li Kurdistana azad haziriyan çêbikin ku em Kurd jî bi wan rojan bi ser bilind û kêfxweþ bin.

 

Ji ber ku maça cîhanê li Almanya bû, Alman hindik mabûn bi taxima xwe ya qels bi manîpûlasyonan, bi dek, bi dolab, bi fêl û fêlbazan bibin þampiyonê cîhanê. Ji bilî wê van dawiyanan Almanya li ser maça topê em biyanî hetikandin. Pozbilindî, quretî û Arogantî li Almanya serî girtibû û dawî nedihat xuyakirin. Hema hema her Almanekî/ê aleke xwe dabû destê xwe, li ser erebe-seyare û malên xwe de dardakiribûn, li ser çavên xwe çêkiribûn, li xwe alandibûn, pêçandibûn. Beriya maça ku Almanya û Îtalya bi hev re bilîze, rojnameyên Almanan bi sernûçan hinika digotin, ewê Îtalya wek Pizza bixwin û yê din jî digotin, ewê Îtalya wek makarona daqultînin. Almanya ji wan êriþ û kirinên xwe yên bi kirêt re jî digotin, ku goya ew mazûvanên gellek baþin. Yên ku nizanin bila werin ji me biyaniyan pirs bikin, ku Alman çiqas mazûvanin? Alman ji bo quriþekî bîst û pênc teqlan didin, dê çawa bibin mazûvan? Ew kesên ji dev re ji bo maça topê hatibûn Almanya tûrîst bûn û wan jî ji kîsên xwe dixwar. Min di jiyana xwe de qasî Almanan gellekî birçî û çav li derve nedît. Mentalîta Almanan eve, ”jixwe re ji xelkê çi dikarî bigirî, bigire, lê ti tiþtekî xwe nede kesî” Mezinên Almanan zarokên xwe bi vê mentalîtê perwerde dikin, hîn dikin. Mazûvaniya Almanan jî eve. Almanan maça topê êdî ji sînorê edebê derxistibûn, bi awayeke nemerdî êriþî Îtalya dikirin. Lê di nîvfînalê de Îtalaya derzî di pa hustuhê Almanya re kir, kêfa Almanya vemirî, temirî, xewn û xeyalên wan yê Kûpayê ketin nava avê.

 

Ji çep Fabio Grosso û Alessandro Del Piero

 

Ez heyrana çavê wî bim, Fabio Grosso di 04.06.2006an de li Stada Dortmundê di pê nîv seat dirêjkirina maçê de di xuleka 119an de gol avête Almanya kêfa Almanan di ber wan de hîþt û hundirê alîgirên taxima Îtala hênik kir. Xulekekê di pê gola Grosso re vê carê jî Alessandro Del Piero gola duduyan avête Almanan û guhê me çend rojan ji dengê tûtik û fîtikan Almanan qirand. Îtalya di pê gola dudiyan de êdî bûbû agir û pizot di Almanya geriya. Heger lîstika topê hinekî dîsa jî berdewam bikira, dê Îtalay di serê her xulekê de golek biavêta Almanya. Alman wisa pijyanîne ku di pê lîstika bi Îtalya re mirov dibêje heft heramê reþ qet tiþtekî li Almanya nebû û qet Almanan ew gotinên bi kirêt li hemberî Îtalya negotin, qet nijandperestî nekirin û Alman bi yekcarekî  lê dixwebitin ku ew hemû kirin û gotinên xwe yên pîs ji bîr bikin. Niha jî destpêkirine pesnê xwe û qaþo mazûvaniya xwe dikin.

 

Ez qet wan Kurd, Tirk û biyaniyên din li Almanya fêhm nakim ku bûbûn alîgirê Almanya û ji Almanan re þelafîtî-dalkavukluk dikirin û don di nanê Almanan de didan. Almanan ti demê ew hîs nedane biyaniyan ku ew perçek ji civata Almanane. Hin beyanî hene ku ev 50 sale li Almanya dijîn, lê Alman hêjî wan ji civata xwe hêsab nakin û ji wan re dibêjin “Gast” yanê mêvan. Alman nikarin du rojan mêvanekî xwedî bikin, dê çawa 50 salî mêvanan xwedî bikin, hey gidî?  Çewtiya Almanan di vir de ye.

 

Ji destê topê nijadperestiyeke wisa li Almanya dest pê kiribû ku sînorê wê nemabû. Almanan ji nijandperestiya xwe re digotin welatperwerî. Rastiya civata Almanan ew e ku di civata Almanan de nijandperestiya latent(veþartî) kok girtiye û dema derfet û firsatên wiha jî dikeve destê Almanan niyeta wan ya ji dil bi yekcarî derdikeve ser avê. Bi raya min ne Alman, ne jî Tirk xwedî mafdarê tiþtên wiha nin. Çimkî dîroka Tirkan û Almanan bi kirête û ew sînorê welatperweriya xwe nas nakin, bîhna nijandperestiyê û faþîzimê ji welatperweriya wan tê. Mirov dikare bibêje ku Alman û Tirk li ser komkujiyan li dijî gelan dibin pismamên hev.

 

Destê Swîserland (isviçre) sax be ku wan sala par xezebeke wisa anî serê Tirkan ku ew qet vê carê nikaribûn têkevin maça Kûpayê jî. Û Tirkan di ser de jî li ser kirinên xwe yên xerab li dijî lîstikvanên Swîsre cezayên giran wergirtin.

 

Alman li ser wendakirina lîstika topê li hemberî Îtalya hinekî lûvandin û vê carê jî hemû quweta xwe dane ser rêza sisiyan û li hemberî Portekîz roja 08.06.2006an de li bajarê Stuttgartê bi 3-0 golan bi ser ketin. Alman niha lêdixwebitin ku dilê xwe bi rêza sisiyan li ber dilê xwe didin, dixwezin moralê bidin xwe. De bila Alman herin bilûvînin ku çima ew di maça topê de nebûn þampiyon. Mirov dikare tenê di warê organîzasyonê de hinekî pesnê Almanan bide. Jixwe wekî din wan qet heq nekiribûn ku têkevin nava maça cîhanê jî. Lê ji ber ku maç li Almanya bû, loma bi awayeke automatîk mafê wan yê lîstikê di maça cîhanî de hebû.

 

SPAS HULYA XAN

Almanya, 15.05.2006

Wê ne derew be, ger ez bêjim min di jiyana xwe de ev cara yekeme di televîzyoneke Tirk de bi kêfa dilê xwe bernameyeke magazîn temaþe kir. Ez ji bilî nûçe û hin bernameyên siyasî temaþeyî televîzyonên Tirkan nakim. Lê bi piþadîbe jî hin caran rastî bernamên magazîn jî dibim. Di êvara 13.05.2006an de di televîzyona TGRT de bernama Hulya Show bi hozanê Kurd Ciwan Haco re hebû. Ciwan Haco berê jî di bernama Hulya Avþarê de derketibû, lê wê çaxê min temaþe nekiribû. Tiþta her balkêþ ew bû ku Ciwan Haco bi zimanê Kurdî diaxivî, wergerek jî ji Kurdî werdigerand zimanê Tirkî. Hulya Xan jî bi xwe hin pirs bi Kurdî amade kiribû û ji Ciwan Haco dipîrsî, wî jî bersiva wan pirsan dida. Li ser pirsa Hulya Xan Ciwan Haco nerazîbûna xwe anî ziman û gazênê xwe kir û got, ku ewî bawer dikir li Tirkiyê hin tiþt çareser bûne, lê mixabin ew dîsa jî rastî gellek astengiyan hat, ew klipên wî çê kirine ji bilî televîzyona Starê ti televîzyonên din eleqa kilîpên wî nekirine. Her wiha Ciwan Haco bi zimanekî gellek xweþik û delal, bi awayek dîplomatîk got, ku divêt pirsgirêka Kurd li Tirkiyê çareser bibe. Dîsa li ser pirsa Hulya Xan Ciwan Haco got, ku ew 48 saliye, 27 sale li Ewropa dijî, ev bû 5 sal ku ew zewicîye, 2 keçikên wî hene û jina wî 37 saliye. Lê Hulya Xan çavê xwe berdabû Ciwan Haco û jê re digot, Tu çima zewicî, cara berê dema Tu di bernama min de beþdar bûyî, wê hingê ez zewicîbûm, lê vê carê jî ez bê mêrim, Tu zewiciye. Divêt Tu jina xwe berdî. Yanê Hulya Xan raste rast zewicandin pêþniyarî Ciwan Haco dikir, li dev û dora wî çû û hat, lê Ciwan bi awayek hostatî xwe ji Hulya Xanê xelas kir û du stranên Kurdî gotin.

Hêjayî gotinê ye ku bavê Hulya Avþarê Kurd e û diya wê Tirke. Navê bavê wê Celal Avþar e û ew bi xwe ji Qersê ye. Diya Hulya Avþarê ji Rojavayê Tirkiyê ji bo stajê dihere navça bajarê Qersê Ardihanê ku niha bûye bajarekî serbixwe. Diya Hulyayê û bavê wê li wê derê hevdu nas dikin û bi hev re dizewicin. Nivîskarê Kurd birêz Rohat Alakom di nivîseke taybet de Hulya Avþarê dide naskirin û wê wek Amazoneke Kurd bi nav dike.

Çavkanî malpera Net Kurd: http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=2549

Armanca vê nivîsê ne ew e ku pesnê Hulya Avþarê bidim û wê derînim ser rûyê ezmanan. Jixwe hewceyî wê jî ji pesindariya min re tine ye. Lê rastiyek heye divêt bêye gotin. Hulya Xan xwe di civata Tirkan de daye qebûl kirin û di karê xwe de serketiye. Bê guman mirov bi bernameyeke televîzyonê nikare Hulya Avþarê wek welatparêzeke Kurd jî bide naskirin. Lê rastiya ku ez behsê dikim ew e ku ew cesareta di wê de heye di pir stranbêj û kesên bi navdar de ku esilên wan ji du aliyan ve jî Kurde nîne. Divêt mirov pesnê cesareta Hulya Xan bide û ji vê karê wê re serkeftinê bixwaze.

Hulya Xan xanimeke gellek ciwan, xweþik, bedew, delal, þêrîn û rindike. Her wiha ew xanimeke narîn û nazenîne. Lê mixabin bê mêrtiyê niha li serê wê xistiye. Ewê çiqas jî lê xebitî ku dilê Ciwan Haco bigire, bi ser neket. Îcar divêt malpera www.lotikxane.com ji vê pirsgirêka Hulya Xan re çareseriye bibîne. Heger malpera lotikxanê layîq bibîne ez xwe wek namzet îlan dikim. Çimkî Hulya Xan dil ji min bir, dil ji min.