Gabar Çiyan

zarathustra@telia.com

Þerê taybetî

û

tedbîr

 

 

Tirkiyê, biryarek e fermî ji bo operasyonên leþkerî li ser xaka pîroz, a Kurdistana Azad da. Gelek kes li ser bersivekê kur dibin: Tirkiyê dê operasyonekê bike, an na?

 

Pirs, ji aliyekî xwe, bi þerê psîkolojîk yê Tirkiyê ve girêdayî ye. Tirkiyê, di kirina þerê psîkolojîk, tehdîtkirin û þantajê de tecrûbeya xwe a dewletî heye, piralî ye. Biryara Tirkiyê, bi helwêsta rast a Kongreya Emerîkayê ve, ku dixwaze Iraq bibe sê parçe, ve girêdayî ye. Armanca xwe: Sistkirin û paþdexistina pêþniyara Emerîkayê li ser pirsa qirqirina ermeniyan e. Pasîfkirina hêzên Emerîkayê, li rojhilata navîn e. Qelskirina dezgeh û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Tirkiyê, serê revebirên PKK ê dixwaze û berê hêzên kurda dide hev...

 

Hêza PKK a li baþûr û cihên ku lê ne, sînorên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji gelek xeteran diparêze. Helwesta rêvebirê PKK ê Murat Karayilan, ji bo têkiliya bi rêvebir û parastina Herêma Kurdistanê, erênî ye...

 

Herêma Kurdistanê, ji gelek awiran ve, dezgehên xwe yê dewletî ava dike. Hejmarek dewletên mezin, konsolosxaneyên xwe li Herêma Kurdistanê vedikin. Arteþa Kurdistanê, roj bi roj bi hêz dibe û dibe artêþek e modern. Ev yek, ji aliyê Tirkiyê ve tê raçavkirin. Tirkiyê, ji PKK ê bêhtir, pêþketina li Herêma Kurdistanê ji xwe re xeter dibîne û gelek caran îndîrek be jî, wê, muhatabê xwe dibîne. Divê alî neyê jibîrkirin.

 

Pirsa giring ev e: Em çi bikin ku, Herêma Azad a Kurdistanê biparêzin?

 

Di demên wisa hesas de, girtina tebdîran, destpêka têkçûna planên neyaran e. Mirov dikare, di destpêkê de çend gavên esasî bavêje:

 

- Sûriyê di serî de, beþek ji erebên li Iraqê û li Herêma Kurdistanê, bi biryara Tirkiyê kêfxweþ bûne. Ev yek derdixîne holê ku, erebên nasyonalîst, ji kurda re xeter in. Lewma sînorkirina hejmara ereban li Herêma Kurdistanê, raçavkirina wan, û xurtkirina sînorê Kurdistanê yê li ser sînorê ereb û tirka, pirsek e giring e.

- Divê têkiliya turkmenê li Iraqê bi kurda re, ji nû ve û bi þêweyek e sîstematîk bê raçavkirin/nirxandin. Têkiliyên dostanî, bê xurtkirin. Lîstikên Tirkiyê li ser turkmena, bê sînorkirin.

- Hêza asayiþa Herêma Kurdistanê, ji destê partiyên netewî bê derxistin. Asayiþ, bê netewî kirin û bi þêweyê herî modern ji aliyê Hikûmeta Herêmê ve bê organîzekirin.

- Serokomarê Iraqê û Serokê YNK ê Celal Talebanî di beyana xwe a dawî de qala 4 ûs anku navendên leþkerî yê Tirkiyê li ser xaka Iraqê kiribû. Pir giring e ku, hêza Tirkiyê a li Herêma Kurdistanê bê sînorkirin. Çalakiyên wan bêne raçavkirin. Hejmara hêza Tirkiyê li Iraqê û Herêmê, gav bi gav ji holê bê rakirin.

- Her konsolosxaneyekî Tirkiyê, weke navendek e îstîxbaratê kar dike. Vekirin û pirkirina konsolosxaneyên Tirkiyê li gelek deverên Iraqê û Herêma Kurdistanê, dikare were rojevê. Sînorkirina balyozxaneyên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê, pirsek e giring e.

- Mixabin e ku hejmara dezgehên perwerdekirinê yên "turkî îslamî", li bakur û baþûrê Kurdistanê pir zêde dibin. Mentalîta îslamiya kurdî a Ehmedê Xanî, cihê xwe dide a turkî îslamî anku a Fethullah Gülenî ûhwd. Li Silêmanî, Hewlêr û Kerkûkê hejmarek mezin dibistanên turkî îslamî hene. Ew li hemberî alfabeyek e yekgirtî a kurdî, tîpên erebî diparêzin. Bi vê yekê, rê li ber tîpê latînî digirin.

Pir eþkereye ku, îdeolojiya turkî îslamî, li pêþiya zimanek yekgirtî, hizirkirina bi kurdî, Kurdistanek e azad û demokratîk, û pir rengbûna Kurdistanê ji awira çand û olî ve, xeterek pir mezin e.

Divê programa perwerdekirina xwendevanên kurda li dibistanan, netewî be û ew ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bê amadekirin û raçavkirin. Sînorkirin û ji holêrakirina dezgehên perwerdekirinê yên turkî îslamî, xebatek e pir giring e.

- Nirxandina sîstematîkî ji awira berjewendiyên netewî li ser têkiliyên aborî bi Tirkiyê û welatê cînar re, pirsek e giring e.

- Parastin û raçavkirina mafê mirovan li Kurdistanê pirsek e giring e. Divê neyê jibîrkirin ku, xeletiyên Hikûmeta Herêmê li ser pirsê, ji neyaran re dibe navgînên dijayetiyê.

- Ji bilî Xabûrê, vekirin û peydekirina deriyên alternatîf, pirsek giring e.

- Tirkiyê, pêþerojê, ji operasyonên artêþî bêhtir, dê giraniyê bide çalakiyên terorî, yên li derveyî sînorên xwe. Çalakiyên wan, dê ji êrîþên taybetî û sînorkirî pêk were. Ew dê çalakiyên xwe, bi rêya endamê îstîxbarat û tîmên taybetî bide kirinê.

Pir giring e ku, rêvebir, dezgeh û hêza PDK, YNK û PKK ê þiyar bin. Hevkariya xwe a îstîxbaratê kur bikin. Ne li benda wê bin ku, êrîþ were ser wan. Lê ew, cî û kesên bi þik û þûphe diyar bikin û mafê jiyanê li ser xaka Kurdistana Azad ji wan re nehêlin.

- Avakirina dezgehek e hiqûqî pêwîst e. Ew dê Tirkiyê û welatên cînar ji awira "îhlalkirina sînorê Herêma Kurdistanê" û "çalakiyên wan yên terorî li Herêma Kurdistanê" raçav bike û raporan amade bike. Dezgeha hiqûqî dikare, îhlalkirina sînoran û çalakiyên wan yên terorî bîne rojeva dezgehên navnetewî û hwd.

 

Divê mirov ji bo þerê psîkolojîk û yê fîzîkî jî amade be, tedbîrên mirov hebe. Tedbîr, dermanê êþa rûhî ye. Ew tirsê dixe dilê nayaran û jiyanê li wan dike dojeh.

 

Pirs giring e û dem hesas e. Di demên wisa de, xurtkirina yekîtiya netewî pir giring e. Xwedî derketina li rêvebir, dezgeh û xaka welatî, helwestek û kirinek e pir pîroz e.

 

 22/10/07

 

 

Nivîsên berê

 

Human Rights

û

PDK & PUK

 

 

Human Rights Watch-HRW bi çavdêrî û lêkolînên xwe yên li ser mafê mirovan tê nasîn. Di 1978 an de ava bûye. Di destpêkê de giraniya xebata xwe li ser Soviet û alîgirên wê bû. Paþê berê xwe fireh kir û bû dezgehek e navnetewî. Navenda xwe li New Yorkê ye. Raporên xwe ji aliyê pisporan ve tê amadekirin û çavkaniyên xwe pir xurt in. Lewma lêkolînên wan ji aliyê Yekîtiya Netewan-UN, Yekîtiya Ewropa-EU, dezgehên Emerîkî û welatên din ve cidî têne girtin.

 

Rapora nû a di bin navê "Hêzên Ewlekariya Kurdistanê îþkencê li girtiyan dike" di meha temûzê de bi dawî hatibû û berî niha hate belav kirin. Beþek ji raporê wisa ye:

 

Hêzên Ewlekariya Kurdistanê, li girtiyên ku di bin çavan de ne îþkence û miameleyên nebaþ dikin. Daxwaziya me ji Hikûmeta Herêmê ew e ku rê li ber îþkencê bigire. Pêwîst e rêvebirên kurda di çarçoveya standartên navnetewî de kêmasiyên xwe ji holê rakin û mafê dadgehkirina girtiya bi þêweyekî adîl (li gorî heq û hiqûqê/ bi edalet) biparêzin.

 

Rapora bi navê "Înkarkirin û pêlkirina mafê dadgehkirina adîl û kirina îþkencê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Kurdistanê"ê ji 58 rûpelan pêk tê. Rapora HRW îspat û delîlek e pir mezin e ku, hêzên ewlekariyê gelek caran û bi þêweyekî sîstematîk ji girtiyan re ne baþ in û mafê wan yê dadgehkirinek e bi edalet li ber çavan nagirin. Rapora HRW piþta xwe dide hevdîtina zêdeyî 150 kesên girtî û lêkolîna xwe a li Herêma Kurdistanê.

 

HRW, xemgînî/þikên xwe ji Serok Mesûd Barzanî re û rêvebiriya Herêma Kurdistanê re anî zimên. Barzanî, ji bo serdana girtîgehên navendî û kontrolkirina wan, komîteyek ji endamên hikûmetê da ava kirinê.

 

Dîtina Dîrektora Giþtî a HRW, þaxê Rojhilatanavîn Sarah Leah Whitsonê li ser pirsê wisa ye: Hêzên ewlekariyê bi þêweyekî sîstematîk û bê westan îþkencê li girtiyan dikin. Rêvebirên kurda ji bo ku li girtîgeha rewþê baþ bike û rê li ber îþkencê bigire çend gavên erênî avêtin. Lê ji bo rawestandina îþkencê tedbîrên hene têr nakin. Pêwîst e hikûmet, berpirsên miameleyên nebaþ ku ew kes di zindan û navendên raçavkirinê de wezîfedar in, ceze bike.

 

PDK û PUK li Kurdistanê du partiyê sereke ne/ bingehîn in. Her yek ji wan hêzekî xwe yê ewlekariyê û taybetî, bi navê "Asayîþ"ê heye. Hêzên asayiþê yên PDK û PUK ê bi Wezareta Karê Navxweyî a Hikûmeta Herêmê ve ne girêdayî ne. Ew bi þêweyekî serbixwe û di navendên girtîgehên xwe de kar dikin. Di girtîgehên wan de bi sedan kesên girtî hene. Gelek ji wan bi terorîzmê têne sucdarî kirin.

 

HRW, li navendên asayiþê bi girtiyan re hevdîtin pêk anî. Mirovên Girtî di dema hevdîtinê de anîne zimên ku, hêzên asayiþê bi copên (doqik) hesinî îþkencê li wan dikin. Ew demek e dirêj di bin zordestiyê de dimînin, çend rojan çav û destên xwe girêdayî têne hiþtin. Girtî wextek e zêde di hucreyan de têne tecrît kirin (îzole). HRW di serdana xwe de tesbît kir ku, di girtîgehan de hejmarek bilind mirovên girtî hene û paqijiya wan deveran xirab e.

 

HRW di dema çavdêriya xwe de derxist holê ku, kesên hatine girtin mafê xwe û prosesa hiqûqî tune ye (girtiyên bê demî ne), mafê xweparastina li dijî girtina xwe (itiraz) û dadgehkirinek e bi edalet tune ye. Rêvebirên Kurdistanê sucê girtiyan diyar nakin û îcazê nadin girtiyan ku ew, malbata xwe û parêzgerê xwe bibînin. Kesên girtî îfadeyên xwe ji aliyê darazdêr ve nayêne girtin û ew di demek e makul de nayêne dadgehkirin. Çi dezgehek e fermî tune ye ku kesên girtî pirsên wisa li wir bînine zimên...

 

HRW tesbît kiriye ku, rêvebirên (wezîfedar) kurda ji bedêla (di þûna) "kesên ji sucê terorê têne lêgerîn" de, xizmên wan weke rehîne didine girtin. Ji aliyê din, girtiyên ku cezeyên xwe bi dawî hatine, di dema xwe de nayêne azad kirin, ew li ser sedema berdewama zîndanûbûn û rewþa xwe çi tiþtekî nizanin.

 

Li gorî Whitsonê, pêwîst e birêbirên Kurdistanê, an sucê girtiyan diyar bikin an jî wan azad bikin. Giring e ku kesê girtî li dijî girtina xwe, mafê xwe û parastinê hebe, sedema girtin û sucên wan, ji wan re zû bê gotin û ew bi þêweyekî adîl bêne dadgehkirin.

 

Di temûza 2006 an de Parlementoya Herêma Kurdistanê qanûna li dijî terorê pejiranibû. Li gorî qanûnê çalakiyên terorî suc e. Lê qanûn, rewþa girtiyên kevin diyar nekiriye. Ji ber ku di nava girtiyan de kesên ji aliyê hêzên Emerîkî û Iraqê ve hatibûn girtin hene.  Li gorî Whitsonê, pêwîst e rêvebirên kurda, rewþa wan girtiyan ronî bikin. Komîteyekî serbixwe bide avakirin ku li ser dosyayên wan kur bibin.

 

Divê em bêjin ku, di dema amadekirina vê raporê de hevdudîtinên me û rêvebirên Kurdistanê bi rêk û pêk derbas bû. Hevkariya di navbêra me û rêvebirên PDK û PUK ê erênî bû. Hem PDK û hem jî PUK ê rê vekirin ku em xwe bighêjînin navendên girtîgehên asayiþê. Ji bilî vê, rêbevirên asayiþê, midûrên girtîgeha, þewirmendên hiqûqî û kesên berpirsiyar alîkariya me kirin. Rêvebirên Kurdistanê li ser þik/xemgînî/kêmasiyên di raporê de bi awayekî cidî radiwestin. Rêvebirên asayiþê, sala derbasbûyî rewþa girtiyan ji nû ve kontrol kirin, gelek kesên ku di dema xwe de nehatibûn dadgehkirin, berdan.

 

Em bi erênî li hevkariya rêvebirên Kurdistanê dinêrin. Lê ev hevkarî têr nake ku li girtîgehên asayiþê rewþa girtiyan baþ bibe. Hevkarî dê çi caran cihê pêþniyara me negire. Avakirina komeke serbixwe pêwîst e ku, prosesa girtiyan a lêpirsinê û pirsgirêka wan a hiqûqî çareser bike...

 

***

Rapora Dezgeha Mafê Mirovan, bi gelek zimanan li tevayê cîhanê belav bû. Di raporê de vekirî xuyanî dike ku, serok û birêvebirên PDK û PUK ê li dijî îþkencê ne û dixwazin pirsê çareser bikin. Lê endamên di asayiþê û girtîgehan de wezîfedar in, hayê xwe ji mafê mirovan tune ye, li ser mafê girtiyan yê hiquqî û birêvebirina girtîgehan, zaniyariya wan kêm e. Mafê dadgehkirinê ji xwe re nakin derd. Xebatkarên asayiþê, yên girtîgeh û dadgehên Kurdistanê, raporên navnetewî, rexnekirina kurda û rêvebirên kurda nabînin, an jî naxwazin bibînin...

Divê ez Hikûmeta Herêmê þiyar bikim ku, pirsa girtîgeha û îþkencê îndîrek diçe ber destê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Di rojnameya "Sesam" a swêdî hejmara 26 ê  îlonê de, kurdekî penaber li ser pirsê wisa nivîsî ye: ... Bûyera me naskirî ye û Human Rights li ser nivîsî ye. Li Herêma Kurdistanê pêlkirina mafê mirovan bi þêweyekî pir cidî pêk tê. Ez dixwazim pirsê bibim Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê...

 

Pirs cidî ye. Beyanên niwênerê hikûmetê têr nake ku rê li ber îþkencê û raporan bide girtinê. Çend gavên bi biryar dikare barê Hikûmeta Herêmê sivik bike:

- Pir giring e ku, serokatiyên PDK û PUK ê hevkariya xwe xurt bikin. Weke partiyên demokratîk, rê ji reforman re vekin. Berpirsiyariya asayiþê û girtîgeha bi tevayî bidine Hikûmeta Herêmê, anku Wezareta Karê Navxweyî û Wezareta Edaletê. Hikûmeta Herêmê pirsa perwerdekirina personelên girtîgeh, ewlekarî û dadgehan ji awira mafê mirovan ve cidî bigire.

- Pirsa "girtiyên sucê terorê" pisporiyê dixwaze. Pir giring e ku îfadegirtin, lêpirsîn û lêkolînên girtiyên terorê ji aliyê kesên pispor ve bê kirin. Prosesa raçavkirin, lêpirsîn û lêkolînê demek e xwe hebe û daweyên wan di wî wextê diyarkirî de bi dawî were. Kesê girtî mafê xwe û hilbijartina parêzgerekî hebe, parêzgerê xwe bibîne û di wextê xwe de bê dadgehkirin. Girtîgeha terorîstan taybetî be. Navendek ji bo berhevkirina zaniyarî û dokumentan li ser pirsa teror, terorîzm û terorîstan bi þêweyekî modern bê ava kirin...

- Kesên bêsuc, ji ber þik û þûpheyan, bi helwestên kêfî di girtîgehan de bi dirêjî neyêne girtin. 

- Piþtî têkçûna Sadamî li Iraqê û Kurdistanê, ji awira ewlekarî, hiqûqî, avakirina dadgeh û girtîgeha valahiyek çêbû. Prosesa rêk û pêk kirina dezgeh û kêmasiyan demek e baþ girt. Hejmarek ji hemwelatiyên Kurdistanê ji bilî sucên terorê, sucên din kirin. Ew ji ber dizî, birîndarkirin û kûþtina mêran/jinan û sucên din bûn qûrbana hîsên xwe yên xelet û niha cezayên xwe dikþînin.

Mehkûmên me yên wisa pêwîstiya xwe bi efûyek e giþtî heye. Efûyek e giþtî dê germahiyek e xurt di navbêra Hikûmeta Herêmê û hemwelatiyan de pêk bîne. Efû dê gelek birîna derman bike û barê Hikûmeta Herêmê sivik bike...

 

Raçavkirin û parastina mafê mirovan li Kurdistanê wezîfeyekî pîroz e. "Zarathustra News Service" ku navenda xwe li Stockholmê ye, pirsê ji nêz ve raçav dike. Li ser pirsê, raporên pir alî tên navenda servicê. Mafê raya giþtî, partî û dezgehên netewî heye ku hayê xwe ji rewþa zindan û girtiyên li Kurdistanê hebe. Ez dê bi hevkariya "Zarathustra News Service" li ser pirsê kur bibim û raporên wisan bi awayekî sîstematîk pêþkêþî we bikim. 

 

 

Ji Serokên bi rêz Celal Talebanî û Mesûd Barzanî r

 

Hêja Barzanî, Talebanî û Endamên Parlementoya Herêma Kurdistanê...

 

Weke hûn jî zanin, ji bo ku li Tirkiyê efûyek bê îlankirin çend roj in beyanên cewaz têne belav kirin. Kevnedîplomatekî Emerîkî jî dîtinekî wisan însanî anîbû zimên. Li Iraqê efûyek sînorkirî jî be ji bo mehkûman hate îlankirin. Lê li Herêma Kurdistanê ji bo efûyekî ku mehkûmên kurda hemêz bike bêdengiya heye berdewam dike.

 

Ji Tirkiyê tê xwestin ku, mehkûm bên efû kirin. Li Iraqê, bi biryara derxistina efûyê dê girtiyên ereb, turkmen, asurî bêne azad kirinê. Lê ji bo efûkirina zîndaniyên kurd li Herêma Kurdistanê çi tiþtek nehatiye gotin/çi agehdarî nehatiye belavkirin!?

 

Bi salan e em bi germî nêzî dagirkêrên welatê xwe dibin. Wan, ew germahî, li me kir dojeh, em pê þewitîn/diþewitin. Þewata wê, gund, bajar, dar û çiyayên me rapêça ye. Ji erd û ezmên ve agir li me barandin/dibarînin. Ne kal, na pîr, ne jî zarok, dilê wan bi pîrekên hamîle jî neþewitî/naþewite. Xwe ji çiya û newalan ve avêtin xwarê qîz û xortên kurd, di çemên kur de fetisîn, di nav pêlên har de winda bûn ji bo ku nekevin destê dijminî...

Neyarên me nizanin merhamet çiye. Giring e ku em jibîr nekin: Ew dixwazin me jî bikin mîna xwe!?

 

Rêvebirên me yek bi yek, beþek li welatê xwe, beþek jî li welatê xerîbiyê. Ji ber destê neyaran, derketin serê çiyan an bûn biyanî. Ji bo azadiyê fedekariyên mezin kirin. Di gel malabata xwe, dost, xizm û þerkerên roja giran ve dest bi þerê azadiyê kirin. Gelek kes winda bûn, þehît ketin an seqet man, bûne êsîr. An jî li xerîbiyê nexweþ ketin û mirin. Neyaran, welatê me li me kir zîndan. Gepa nanê me li me kir jehr. Ne însaf, ne wijdan û ne jî îman. Ne însanetî û ne jî tirsa Xwedê nekete dilê wan.

Divê neyê jibîrkirin! Þerê me kurda ji bo azadiyê bû/ye. Em tî bûn/ne, tiyê azadiyê ne. Û niha girtiyên me pêwîstiya xwe bi azadiyê heye. Divê birêvebirên me, dûhî jibîr nekin, nirxê azadiyê bînîne bîra xwe û mehkûmên kurd ji azadiyê bêpar nehêlin...

 

Pêwîst e em dîroka zindana Amedê jibîr nekin! Ji zarokên xwe re bêjin. Bikin fîlm û romana binîvisînin li ser lehengên kurda. Li ser wan salên ku di reþahiyê de derbas kirin. Ne xew, ne xwarin, ne vexwarin, ne dîtina mirovan, ne jin, ne dêûbav û ne jî zarokan. Mafên wisan qedexe kiribûn. Tenê îþkence kiribûn paya ciwanên kurda, ji bedêla taþtê, firavîn û þîvê. Saet li wan kirin roj, roj bûbûn meh, meh jî bûbûn sal. Peyva "wext, dem, þev û rojê" li wir bê wate bûbû. Xwedayê wir bûbû Esat Oktay. Cendekê ciwanên kurda kiribû meydana ceribandina þêweyên îþkencê û hovîtiyê. Lê kurdên ciwan a xwe kirin yek. Serî dan ji bo ku reþahiya zindanê bikin ronahî. Berxwe dan ji bo pêþerojên ronîtir. Agir xurt bûbû di bedenên zindî de, ji Mazlûman dest pê kir hetanî çaran û rengên me yên din, dîtinên cewaz.

 

Neyaran, Amedê, dilê Kurdistanê li ciwanên me kiribû dojeh. Navê neyaran bi barbarî li cîhanê belav bû. Pir giring e ku birêvebirên welatê me berevajiyê neyaran gavan bavêjin û zindanên herêmê bikin cihê perwerdê, karxane û qezenckirina mehkûman. An bi efûkî zindanan vala bikin û girtiyên kurd azad bikin.

 

Efûkirina girtiyan nîþana mirovahî, hezkirin û mezinahiya dewletekî ye. Mirov þensekî dide mehkûman. Þensekî din, ji bo ku li sucê xwe poþman bibin û weke tevayê hemwelatiyan, ji welêt re xizmetê bikin.

 

Hûn jî baþ zanin ku, dewletbûyîn û mezinantiya birêvebiran ne bi cezekirinê, lê bêhtir bi hezkirinê diyar dibe. Hezkirina hemwelatiyan: Karker, gundî, cotkar, hunermend, nivîskar, dadgêr û girtîyên zindanan... û belavkirina hezkirin û edaletê di nav wan de...

Pêwîstiya girtiyên kurd bi hezkirina we pir heye. Giring e ku ew neyêne jibîrkirin. Merhamet û hezkirina We û Hikûmeta Herêmê ji ser wan kêm nebe. Xebata me tevan ne ji bo cezekirina girtiyan, lê ji bo qezenckirina kesên poþman be.

 

Birêvebirên Welatê Me...

Meha îlonê ji bakur ê welêt re xwedî wateyekî taybetî ye. Bi sedan ciwanên kurda piþtî cunta leþkerî ya 12 ê îlona 1980 î hatibûn girtin û zindanî kirin. Îþkenceya li ser wan ku bi salan berdewam kiribû, di meha îlonê de hatibû plankirin.

 

Meha îlonê destpêka meha ramazana pîroz e. Dema mirov poþmaniya xwe bîne zimên, Xwedayê heq, di vê mehê de tevayê gunehên mirovî efû dike.

 

Û cejna ramazanê li pêþiya me ye, nêz dibe.

 

Di van rojên bi wate de, em li benda gavekî însanî ne. Ku ev gav bi piþtgiriya Serokomarê Iraqê birêz Celal Talebanî û pêþengiya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bê avêtin. Pir giring e ku Endamên birêz yên Hikûmeta Herêmê jî li piþt vê gavê rawestin û piþtgiriyê bikin:

 

Derxistin û îlankirina efûkî li Herêma Kurdistanê pêwîst e. Efûkirina mehkûmên kurd li zîndanên Herêma Kurdistanê karekî pîroz e. Gavek e wisan ji gelek awiran ve pozîtîf e û dê bandorekî mezin li ser welatê cîran û cîhanê bihêle.

 

Hêviya me ew e ku hûn rêberiyê gavekî wisan însanî re bikin.

 

 Stockholm

  

Hikûmeta Herêmê û îþkence

 

Ev demek e nûçeyên cewaz li ser rewþa zîndanên Iraqê û yên Herêma Kurdistanê dighêjin destê me. Nûçe, ji dezgehên mafê mirovan, beyanên welatên cewaz û ji Kurdistanê dighêjin "Zarathustra News Service" ku navenda xwe li Stockholmê ye. Li gorî îdîa û zaniyariyên dighêjin navenda nûçeyan a Servicê, di zîndanan de îþkenceyekî sîstematîk (rûhî û fîzîkî) heye û mafê girtiyan yên dîtina parêzger, serdana malbatê a girtîgehê û mafê parastina þexsî tê sînor kirin. Kesên zîndanî, demek dirêj li ser þik û þûpheyan ji bo raçavkirinê ûhwd. girtî dimînin...

 

Kesên sucdar ji bo ku bedêla gunehên xwe bidin û xwe ji gunehên xwe pak bikin, tên zîndanîkirin. Sînorkirina azadiya kesan û derbaskirina jiyanekî di navbêra çar dîwaran de, ji malê, dêûbav, jin, mindal, dost û xizman durketî û îzolekirî bi xwe cezeyekî pir mezin e.

Bêwijdanî ye ku kesên di zîndanê de ji bo sucekî, ji bilî cezeyê xwe, her roj bi þêweyên guhertî bêne cezekirin. Kesên girtî, di welatên demokratîk de cezeyên xwe dikþînin, lê ji mafê hemwelatî jî ne bêpar in û li gorî qanûnan mafên xwe bikar tînin. Hovîtiyek vekirî ye ku kesên zîndanî bi hîs û helwestên þexsî û hewildanên li dijî mirovahiyê weke qûrban bêne hilbijartin. Divê bê zanîn ku, zîndan eyneya (neynik) welatan e. Eyne, rastiya dilê mirovî li hemberî girtiyan derdixîne holê. Wêneyê hizirkirina mirovî di helwesta mirovî de dide derve. Rastî dikare di nava hîs, dil û mêjiyê mirovî de bê veþartin. Lê eyne, anku rewþa zîndanan tercumanê hîs, dil û helwesta birêvebiran li welatekî ye. Biryarên birêvebiran li hemberî mehkûman sergirtî namîne û ew kirin dereng an jî nêz derdikevin holê...

 

Peyva "zîndanîkirin, îþkence, mafê dîtina parêzger û a malbata xwe" ji Gelê Kurd re ne xerîb e. Bi hezaran kesên kurd di zîndanan de hatine îþkence kirin, beþek ji wan þehîd bûne û hinek jî seqet mane. Mafê wan û dîtina parêzger, xwe-îfadekirina azad û dîtina malbata xwe herdem bi sînor bûye, an qet nebûye. Pêwîst nake mirov li dîroka zîndanîkirina kurda bi dirêjî binêre. Ya nêz bi nimûneyên piralî li ber çavan e: Hovên mîna Saddam Hisêyn, Kenan Evren û Hafiz Esad kesên girtî winda dikirin. Þopa gelek kesên windakirî îro jî nehatiye dîtin.

 

Hejmarek mezin ji birêvebirên kurda jî di dema xwe de hatibûn girtin û îþkence kirin. Birêvebirên Herêma Kurdistanê bi xwe jî ji ber zilma neyaran derketine serê çiya. Gelek caran dijminên hov, welatê wan, li wan kiribû zîndan.

 

Îro di nava birêvebiriya giþtî a Iraqê de hejmarek kurd hene. Pêwîst e rêvebirên kurd hewil bidin ku rewþa zîndanên Iraqê bê kontrolkirin, tedbîrên pêwîst bêne girtin û rê li ber bêheqiyê bê girtin.

Herêma Kurdistanê jî hikûmetekî xwe heye. Divê vekirî bê gotin ku, qalkirina îþkencê di zîndanên li Herêma Kurdistanê de û îþkencekirina kurda eybekî pir mezin e. SKANDAL E?! Kurdên ku hetanî duhî bi hejarî dihatine nasîn, bûbûn qûrbana îþkence û hovîtiya Sadam, Evren û Esadî îro hatine ser hikûm û zilmê li girtiyan, li kurda, li nijada xwe dikin. Ev yek kirêt e! Ne karê mirovan e! Pêwîst e ev eyba mezin bê dîtin û pirs pir cidî bê girtin.

 

Beyanên niwênerên Hikûmeta Herêmê ji bo îdîa an kirinên wisan têr nake. Li ser pirsê, ji bo "bersivek aqilane ji raya giþtî re" û "amadekirina raporekê ji bo Serok û Hikûmeta Herêmê re" û "çaraserkirina pirsê" pêwîstî bi komîsyonekî serbixwe ku ji hiquknas û endamên dezgeha/ên mafê mirovan pêk tê, heye. Li hemberî îþkencekaran û kirina îþkencê li zîndanan pêwîstî bi qanûnekî hiþktir heye. Pir giring e ku zîndanên me ji çavdariya navnetewî re vekirî bin û em li hemberî îþkencê peymanên navnetewî îmze bikin û cihê xwe di nava welatên pêþketî bigirin.

 

Dema pirs cidî neyê girtin û li Iraq û Kurdistanê neyê çareserkirin dê dezgehên însanî yên navnetewî û welatên demokratîk pirsê bînin rojevê. Ji xwe ji aliyê Wezareta Karê Derve a Fransayê ve sînyelekî wisan li hemberî rewþa zîndan/iyên Iraqê hatiye belavkirin. Bi raporên xwe, Amnesty International-AI jî qala pêþketinên li Iraqê dike...

 

Rewþek wisan, ne erênî ye û diyar e ku dê cî û nirxên welêt û bi teybetî birêvebiran kêm bike.

 

                                                                                         

 Encama Tuðluk ê

 

Di serî de divê ez bêjim ku ez dostê DTP ê me. Hayê wî jê hebe an tune be, ne giring e, lê weke kes û malbat hezkirin û rêzdariya me ji bo Ehmed Türk bûye, heye. Bavê min gelek caran qala dostaniya xwe û rehmetiyê Evdirrehîm Türk kiriye...

Lê hezkirina þexsî û rêzgirtin nikare bibe sedem ku mirov qala þaþîtiyan neke. Ji xwe dostên rastgo, bi rexne, pêþniyar û peyvên xwe yên tehl gelek caran dikarin dilên dostên xwe ji xwe bihêlin. Lê paþê tê fêmkirin ku dostên esîl, ji hevalên þelaf û "kûndîtiya wan ya serxwêr" baþtir e.

Ne tenê DTP ê, ez xwe dostê hêz, dezgehên netewî û xebatkarên medîa kurdî dibînim. Ez wek xebatkarek serbixwe ji yê medîa kurdî, piþtgiriya xebatên wan yên erênî dikim. Pîvana min parastina berjewendiyên netewî ye. Dema þaþitî bên kirin, wezîfeya medîa serbixwe û netewî ew e ku xeletiya wan bîne bîra wan û helwesta xwe diyar bike. Ji li aliyê din jî bi lêkolîn, îstatîstîk û xebatên cewaz alîkariya wan bike. Bê guman weke însan, dikare xeletiya me jî çêbibe, mîna ku em rexneyan dikin, pêwîst e em jî ji rexneyên erênî re vekirî bin.

Li hemberî xeletiyan bê helwêstmayîn ne karê me ye. Rexne û helwesta me, rêyeke erenî û tilînîþandana xeletiyan e, û xwestina guhertina metodên þaþ e, piþtgiriya pêþketin û konaxeke nû ji bo hevkarî û serkevtinê ye... 

 

Wekîlê hevserokê DTP ê Nurettin Demirtaþ diyar dike ku DTP di hilbijartina 2007 an de ne winda kiriye û ne jî serketî ye. Di daxuyaniya xwe de qala kêmasiyên partiyê dike û dibêje ku, ew ê ji bo serastkirina xeletiyan tiþtên pêwîst bikin...

 

Helwêsta Demîrtaþî li hember xeletiyan cihê kêfê ye û bi nirx e. Lê dema DTP, ji hilbijartina 2007 an, ji xwe re paya serkevtinekê derxîne, þaþ e. Ji ber ku îstatîstîkên li ber destê me tiþtekî din dibêjin.

Divê bê gotin ku nirxandina þaþ û xebatên li ser nirxandinên þaþ bêne ava kirin piþtî demekê dê çi sûdan negihêjîne xwediyê/n xwe. Pir giring e ku DTP ne bi berçavka xwe, lê ji awira normên cîhanî ve hilbijartinên 2007 an binirxîne. Hilbijartin ne mîna bilêta milli piyango ye (lotto) ku car carna ne qezencê bide û ne jî xesarê, û ji mirov re "amortî" derkeve.

Istatîstîka ku ji aliyê "Zarathustra News" ve hatiye amadekirin berevajiya nirxandina Demirtaþî derdixîne holê. Îstatîstîka bajarên Amedê, Hakariyê, Mêrdînê, Agiriyê, Bîngolê, Erziromê, Qersê, Mûþê, Rihayê, Wan ê, Batmanê, Þirnexê û Dêrsimê dîtinên Demirtaþ napejirine:

 

Li Kurdistanê (bajarên jimartî) bi qasî 2 824 311 deng hatine bikaranîn. Partiya AK ê, kêm zêde li tevayê bajarên Kurdistanê (%) serkevtinek mezin bi dest xistiye. Dengên girtiye bi tevayî 1 419 406 e. Di navbêra hilbijartina 2002-2007 an de 806 828 deng li yên xwe zêde kiriye. Li Amedê, Agiriyê, Bîngolê, Erziromê û Rihayê bi dengên girtiye û li gorî hejmara rûniþtvanan (%) piþtgirya ku bidest xistiye ber bi rekorê ve çûye. Dema mirov dengên hatiye dayîn bide serhevûdû dê bibîne ku kurda ji % 46.23 dengên xwe dane Partiya AK ê.

CHP û MHP li Kurdistanê ber bi îflasê ve diçin, rengên wan hêdî hêdî winda dibe. Herdu partiyan di navbêra herdu hilbijartinan de zêdeyî 120 000 deng winda kirine. Ev yek nîþan dide ku Gelê Kurd neyarên xwe baþ nas dike û dawiya wan tîne.

DTP ê ji bilî Colemerg û Þirnexê pêve, li tevayê bajarên din deng winda kiriye. Dema mirov dengên winda têxe ser hevûdu dê bibîne ku di navbêra hilbijartinên 2002-2007 an de dengên xwe ji % 8.35 kêm bûne. Ev kêmbûna dengan bi tevayî li dora 170 000 î ye. Ew rastiyekî tîne zimên ku baweriya bi DTP ê kêm bûye.

Di hilbijartinên 2002 an de Dehap ê li Kurdistanê û li Tirkiyê ji % 6.22 deng girtiye. Encama dengên 2007 an diyar e. Namzetên serbixwe li tevayê Tirkiyê (Muhsin Yazicioðlu, Mesut Yýlmaz, Kamer Genç ûhwd. jî di nav de) ji % 5.20 deng girtine. Li gorî vê DTP dikare tenê qala têkçûnê bike...

Îstatîstîka tevayî ya bajarên Kurdistanê wisan e:

Amed:  Hejmara dengan, di 2002 an de 615 103, di 2007 an de 674 136 e. Hejmara dengên hatiye bikaranîn, di 2002 an de 437 595, di 2007 an de 471 006 e.

Dehap ê, di 2002 an de 236 689 (% 56. 13), DTP ê di 2007 an de 200 747 (% 43. 5) deng girtine. Dengên hatine windakirin 35 942 (-% 12.63) e. DTP, li Kurdistanê dengên herî bilind ji Amedê girtiye. Lê dema bilindbûna dengan (%) li gorî nifûsa bajêr bê hesibandin, Amedê, bajarê 3:em ku bi xurtî piþtgirî daye DTP ê.
Partiya AK ê di 2002 an de 67 298 (%15. 96), di 2007 an de 190 313 (%41. 23) deng girtiye. Dengên ku zêde girtine 123 015 (+%25.3) e. Amedê di nav bajarên Kurdistanê de bajarê 3:em ku bi hejmara dengan û bilindbûna dengan li gorî nifûsê (%) piþtgiriya xwe daye Partiya AK ê. 
CHP ê di 2002 an de 24 963 (%5. 92), di 2007 an de 8 884 (% 1. 92) deng girtine. Dengên hatine windakirin 16 079 (-% 4) e. 
MHP ê di 2002 an de 6 415 (%1, 52), di 2007 an de 13 186 (%2, 86)  deng girtine. Dengên zêde bûne
6 771 (+%1. 34) e.

DTP ê li Amedê baweriya bi xwe her ku diçe winda dike. Partiya AK ê pêþ ketiye. CHP ê winda kiriye û MHP ê ji DTP ê bêhtir pêþketin (%) bi dest xistiye.

Colemerg (Hekarî): Hejmara dengan, di 2002 an de 95 937, di 2007 an de 103 150 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 77 662, di 2007 an de 89 284 e.

Dehap ê di 2002 an de 33 881 (%45. 10), DTP ê di 2007 an de 43 830 (%50.11) deng girtine. Dengên zêde bûne 9 949 (+%5.01) e. Hekarî bajarê 2:em e ku li gorî nifûsa bajêr (%) piþtgiriya DTP ê kiriye.
Partiya AK ê di 2002 an de 5 115 (%6. 81), di 2007 an de 28 937 (%33. 08) deng girtine. Dengên zêde bûne 23 822 (+%26. 27) e. 
CHP ê di 2002 an de 6 121 (%8.15), di 2007 an de 3 080 (%3. 52) deng girtine. Dengên kêm bûne 3 041 (-%4. 63) e.
MHP ê di 2002 an de 2 994 (%3. 99), di 2007 an de 1 658 (%1. 90) deng girtine. Dengên kêm bûne 1 336 (-% 2. 09) e. 

DTP li Colemergê li gorî girtina hejmara dengan hêza 1:em e. Lê ji awira pêþketinê ve (%) piþtî Partiya AK ê tê.

Mêrdîn: Hejmara dengan, di 2002 an de 312 132, di 2007 an de 311 655 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 236 836, di 2007 an de 244 355 e.

Dehap ê di 2002 an de 89 113 (%39. 58) , DTP ê  di 2007 an de 84 021 (%34. 86) deng girtine. Kêmbûna dengan 5 092 (-%4. 72) e. 
Partiya AK ê di 2002 an de 34 716 (%15. 43), di 2007 an de 105 535 (%43.  78) deng girtine. Zêdebûna dengan 70 819 (+% 28. 25) e.
CHP ê di 2002 an de 26 151 (%11. 62), di 2007 an de 16 535 (%6. 86) deng girtine. Dengên kêm bûne 9 616 (-%4.76) e.
MHP ê di 2002 an e 6 241 (%2. 77), di 2007 an de 3 179 (%1. 32) deng girtine. Dengên kêm bûne 3 062 (-% 1.45) e.

Partiya AK ê serkevtî ye. DTP û CHP deng winda kirine, xesara MHP ê hindiktir e.

Agirî: Hejmara dengan, di 2002 an de 210 094, di 2007 an de 218 439 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 153 636, di 2007 an de 165 516 e.

Dehap ê di 2002 an de 51 947 (%35. 06), DTP ê di 2007 an de 37 316 (%22. 86) deng girtine. Dengên kêmbûne 14. 631 (-%12.2) e.
Partiya AK ê di 2002 an de 26 219 (%17. 70), di 2007 an de 103 362 (% 63. 34) deng girtine. Dengên zêde bûne 77 143 (+% 45.64) e. Li gorî hejmara nifûsa xwe (%) bajarê 3:em ku piþtgirî daye Partiya AK ê.
CHP ê di 2002 an de 14 230 (%9. 61), di 2007 an de 4 231 (%2. 59) deng girtine. Dengên kêm bûne 9 999 (-%7.02) e.
MHP di 2002 an de 7 835 (%5. 29), di 2007 an de  5 988 (%3. 67) deng girtine. Dengên kêm bûne 1847 (-%1.62) e.

Partiya AK ê serkevtî ye. DTP, paþê CHP û MHP piþtgiriya xwe piralî winda kirine.

Bîngol: Hejmara dengan, di 2002 an de 119 040, di 2007 an de 133 561 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 94 211, di 2007 an de 113 454 e.

Dehap ê di 2002 an de 19 709  (% 22. 18), DTP ê di 2007 an de 15 330 (%13. 76) deng girtine. Dengên kêm bûne 4 379 (-% 8.42) e.
Partiya AK ê di 2002 an de 28 198  (%31. 73),  di 2007 an de 79 738 (%71. 57) deng girtine. Dengên zêde bûne 51 540 (+% 39.84) e. Bajarê 1:em ku li gorî hejmara xwe (%) piþtgirî daye Partiya AK ê.
CHP ê di 2002 an de 6 998 (% 7. 88), di 2007 an de  4 684 (%4. 20) deng girtine. Dengên kêm bûne 2 314 (-%3. 68) e.
MHP ê  di 2002 an de 7 801 (%8. 78), di 2007 an de 2 779 (%2. 49) deng girtine. Dengên kêm bûne 5 022 (-% 6. 29 ) e.

Partiya AK ê serkevtî ye. DTP, paþê CHP û MHP piþtgiriya xwe piralî winda kirine.

Erzirom: Hejmara dengan, di 2002 an de 458 895, di 2007 an de 451 506 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 346 146, di 2007 an de 373 909 e.

Dehap ê di 2002 an de 33 291 (%9. 84), DTP ê di 2007 an de 16 878 (%4. 56) deng girtine. Dengên kêm bûne 16 413 (-%5. 28) e. Li Kurdistanê, li gorî nifûsa bajêr (%) piþtgiriya herî kêm daye DTP ê.
Partiya AK ê  di 2002 an de 184 870 (%54. 65), di 2007 an de 251 939 (%68. 09) deng girtine. Dengên zêde bûne 67 069 (+%13. 44) e. Bajarê 2:em ku ji aliyê dengdayînê û li gorî rûniþtvanan (%) piþtgiriya Partiya AK ê kiriye.
CHP ê di 2002 an de 19 495  (%5. 76), di 2007 an de 17 311 (%4. 68) deng girtine. Dengên kêm bûne 2 184 (-%1. 08) e.
MHP ê di 2002 an de 36 749 (%10. 86), di 2007 an de 50 231 (%13. 58) deng girtine. Dengên zêde bûne
13 482 (+% 2. 72).

Partiya AK ê serkevtin bi dest xistiye. MHP bi pêþ ketiye. DTP ji CHP ê bêhtir deng winda kiriye.

Qers: Hejmara dengan, di 2002 an de 176 648, di 2007 an de 170 527 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 126 085, di 2007 an de 125 503 e.

Dehap ê di 2002 an de 23 659 (%19. 58), DTP ê di 2007 an de 16 014 (%12. 94) deng girtine. Dengên kêm bûne 7 645 (-%6. 64) e.
Partiya AK ê di 2002 an de 20 831 (%17. 24), di 2007 an de 51 625 (%41. 72) deng girtine. Dengên zêde bûne 30 794 (+% 24. 48) e.
CHP ê di 2002 ande 20 227 (%16. 74), di 2007 an de 16 655 (%13. 46) de deng girtine. Dengên kêm bûne 3 572 (-%3. 28) e.
MHP di 2002 an de 14 257 (%11. 80), di 2007 an de 24 493 (%19. 79) deng girtine. Dengên zêde bûne 10 236 (+ % 7. 99) e.

Partiya AK ê serkevtin bi dest xistiye. MHP bi pêþ ketiye. DTP ji CHP ê bêhtir deng winda kiriye.

Mûþ: Hejmara dengan, di 2002 de 168 085, di 2007 an de 181 137 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 133 873, di 2007 an de  143 003 e.

Dehap ê di 2002 an de 49 302 (%38. 09), DTP ê di 2007 an de 47 248 (%33. 67) deng girtine. Dengên kêm bûne 2 054 (-%4. 42) e.
Partiya AK ê di 2002 an de 21 876 (%16. 90), 2007 an de 54 041 (%38. 51) deng girtine. Dengên zêde bûne 32 165 (+% 21. 61) e.
CHP ê di 2002 an de 8 067 (%6. 23), di 2007 an de 4 395 (%3. 13) deng girtine. Dengên kêm bûne 3 672 (-% 3.1) e.                                                                                                          MHP ê  di 2002 an de 3 999 (%3. 09), di 2007 an de  3 230 (%2. 30) deng girtine. Dengên kêm bûne 769 (-% 0.79) e. 

Partiya AK ê serkevtî ye.      

Riha: Hejmara dengan, di 2002 ande 570 168, di 2007 an de 553 032 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an 444 163, di 2007 an 451 796 e.

Dehap ê di 2002 an de 83 600 (%19. 28), DTP ê di 2007 an de 27 125 (%6. 10) deng girtine. Dengên kêm bûne 56 475 (-%13.18) e.
Partiya AK ê  di 2002 an de 98 331 (%22. 90), di 2007 an de 266 408 (%59. 86) deng girtine. Dengên zêde bûne 168 077 (+%36. 96) e. Li Kurdistanê bajarê 1:em ku bi hejmara dengan piþtgirî daye Partiya AK ê.
CHP ê di 2002 an de 42 946 (%9. 90), di 2007 an de 21 502 (%4. 83) deng girtine. Dengên kêm bûne 21 444 (-%5.7) e.
MHP ê di 2002 an de 34 442 (%7. 94), di 2007 an de 24 436 (%5. 49) deng girtine. Dengên kêm bûne 10 006 (-%2.45) e.

Partiya AK ê piþtgiriyek xurt ji rûniþtvanan girtiye. Ji awira baweriya dengdaran xesar li DTP ê, paþê li CHP ê û MHP ê bûye.

Wan: Hejmara dengan, di 2002 an de 341 562, di 2007 an de 414 681 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 268 840, di 2007 an de 313 227 e.

Dehap ê 2002 an de 105 320 (%41. 05), DTP ê di 2007 an de 92 443 (%30. 21) deng girtine. Dengên kêm bûne 12 877 (-% 10.84) e. Bajarê 2: em e ku bi dengên xwe piþtgiriya DTP ê kiriye.
Partiya AK ê 2002 an de 66 797 (%25. 86), di 2007 an de 163 142 (%53. 31) deng girtine. Dengên zêde bûne 96 345 (+%27. 45) e.
CHP ê di 2002 an de 13 371 (%5. 21), di 2007 an de 12 646 (%4. 13) deng girtine. Dengên kêm bûne 725 (-% 1.08) e.
MHP ê di 2002 an de 8 297 (%3. 21), di 2007 an de 9 918 (%3. 24) deng girtine. Dengên zêde bûne 1 621 (+% 0.03) e.

Dengên bilind gihiþtiye DTP ê. Lê baweriya li DTP ê kêm bûye. CHP winda kiriye. Partiya AK ê serkevtin bi dest xistiye. Biçûk be jî pêwîst e qala serkevtina MHP ê jî bê kirin.

Batman: Hejmara dengan, di 2002 an de 201 528, di 2007 an de 213 03 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 152 854, di 2007 an de 161 207 e.

Dehap ê di 2002 an de 70 027 (%47. 10), DTP ê di 2007 an de 61 694 (%39. 01) deng girtine. Dengên kêm bûne 8 333 (-% 8. 09) e.
Partiya AK ê di 2002 an de 30 654 (%20. 62), di 2007 an de 73 137 (%46. 25) deng girtine. Dengên zêde bûne 42 483 (+%25. 63 e) e.
CHP ê di 2002 an de 10 229 (%6. 88), di 2007 an de 6 059 (%3. 83) deng girtine. Dengên kêm bûne 4 170 (-%3. 05) e.
MHP ê  di 2002 an de 2 942 (%1.98), di 2007 an de 1 481 (% 0. 94) deng girtine. Dengên kêm bûne 1 461 (-%1. 04) e.

Ji bilî Partiya AK ê pê ve, partiyên din tev baweriya bi xwe kêmtir kirine.

Þirnex: Hejmara dengan, di 2002 an de 142 173, di 2007 an de 151 874 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 108 530, di 2007 an de 129 040 e.

Dehap ê di 2002 an de 47 567 (%45. 94), DTP ê di 2007 an de 68 198 (%53. 57) deng girtine. Dengên zêde bûne 20 631 (+% 7.63) e. Li gorî hejmara nifûsê (%) bajarê 1:em ku piþtgirî daye DTP ê.
Partiya AK ê di 2002 an de 14 512 (%14. 02), di 2007 an de 35 520 (%27. 90) deng girtine. Dengên zêde bûne 21 008 (+% 13. 88) e.
CHP ê di 2002 an de 4 876 (%4. 71), di 2007 an de  8 159 (%6. 41) deng girtine. Dengên zêde bûne 3 283 (+%1.7) e.
MHP ê di 2002 an de 2 979 (%2. 88), di 2007 an de 2 549 (%2.00) deng girtine. Dengên kêm bûne 430 (-%0.88) e.

DTP pêþ ve çûye, bawerî bi xwe aniye. Lê baweriya zêde li gorî pêþketina partiya (%) dikeve paya Partiya AK ê.

Dersim: Hejmara dengan , di 2002 de 57 002, di 2007 an de 55 351 e. Hejmara dengên hate bikaranîn, di 2002 an de 42 420, di 2007 an de 43 013 e.

Dehap ê  di 2002 an de 13 437 (%32. 58), DTP ê di 2007 an de 11 515 (%27. 11) deng girtine. Dengên kêm bûne 1922 (-% 5.47) e.
Partiya AK ê di 2002 an de 2 727 (%6. 61), di 2007 an de  5 275 (%12. 42) deng girtine. Dengên zêde bûne 2 548 (+% 5.81) e. Bi dengên xwe piþtgiriya herî kêm daye Partiya AK ê.
CHP ê di 2002 an de 10 144  (%24. 59), di 2007 an de 7 052 (%16. 60) deng girtine. Dengên kêm bûne 3092 (-% 7.99) e.
MHP ê di 2002 an de 4 057 (%9.84), di 2007 an de 2 767  (%6. 51) deng girtine. Dengên kêm bûne 1290 (-% 3.38) e.

Di rastiyê de, li Dersimê baweriya li hemberî partiyan kêm bûye. Bi taybetî piþtgiriya herî kêm ji bo AK ê û têkçûna CHP ê gavekî herî bi wate tê hesêp.

Encam

Îstatîstîk nîþan dide ku DTP di hilbijartina 2007 an de çi serkevtin bi dest nexistiye. Xesirî ye. Dilê xelkê ji xwe hiþtine. Xelk di pratîkê nehatiye qanîkirin ku DTP weke partî li ser pirsên aborî, bijîjkî, þaredarî, hevkariya bi hêzên kurdan re, kêmasiyên navxweyî ûhwd bersiva pêdiviyên wan bide.

Partiya AK ê hedefa bidestxistina belediyên Kurdistanê daniye pêþiya xwe. Hêviya mirov ji DTP û partiyên kurda heye ku ew tifaqekî li ser presîbê rêzgirtina hevûdu û pirengbûna dîtinan pêk bînin. Ji bo berjewendiyên netewî, heza xwe û ya gelê xwe kanalîzeyî cihekî bikin da ku mirov karîbe encamên mezintir û baþtir bi dest bixîne. Divê neyê jibîrkirin ku her belediye dikare rola dewletek biçûk bilîze.

Niha jî îdîayên cewaz dighêjin ber destê çapemeniyê. Li gorî yekî ji wan, "aboriya hinek belediyên DTP ê, ji aliyê hinek kesan ve ji bo berjewendiyên þexsî tê bikaranîn an talankirin". Malê belediyê pîroz e, divê tenê bibe xebat û li bajêr û rûniþtvanan vegere! Pêwîst e ev îdîayên wisan ciddî lê bê kolandin.

Pêwîst e DTP xwe bighêjîne kesên dilmayî û wan bîne nava partiyê. Weke partiyên modern, xwedî programekî hemdem be û li gorî wê programê, bi beþên xwe yên cewaz û aqilmendiya pisporên xwe, xebatê pêþ ve bibe.

Pir giring e ku ki ji bo xurtkirina DTP ê, niqaþa xeletiyên hilbijartina 2007 an û tezekirina baweriyê, birêvebiriya DTP ê, partiyê bibe kongrê û ji wir bi xurtî derkeve. Di kongrê de rê ji endamên xurt re vekin da ku bi birêvebiriya DTP ê bi hizirên rengîn bersiva demê bide.

Piþtî sundxwarina li meclîsa Tirkiyê bi serê "Kemalê li ber dilê Tugluk ê þêrîn û ezîz e", pir giring e ku DTP navenda xwe bi þeweyekî ciddî li Amedê bi cî bike, xebata xwe li Kurdistanê xurt bike. Taktîka pevçûna li meclîsê û rûniþtina li ser kursiyên nerm û germ jibîr bike. DTP, di gel hêzên kurda xebatên xwe ji Amedê bide meþandin. Li ser pirsgirêkên navçê kur bibin û bi belediyan re li çareseriyan bigerin. Ji bo çareseriya pirsên giring, li Amed ê û dema pêwîst be li Enqerê, bi piþtgiriya gelê kurd yên li welat û derveyî welat û dostên xwe yên li Tirkiyê û cîhanê, zoriyê bidin hikûmetê ku gavan bavêje...

 

---------------------

Hogir û Tuðluk

Ez li Xelîl Xemgîn guhdarî dikim. Li Stirana "Ax Hogir Hogir". Dengê wî min bi xwe re dibe, li çiya û zozanên Kurdistanê digerîne:

 

"Erê Hogir Hogir...

Þehîdê me ye Hogir...

Dilovanê ber dilê dayikan e Hogir..."

Hogir navê þervanekî ye. Þehîdek Kurdistanê ye Hogir.

Ew, berdewama vejandina helwêsta Seyid Riza, Þêx Seîdê Pîran û Qasimlo ye...

 

Bi baweriya min, romana lehengên kurda piralî nehatiye nivîsîn. Fîlmê wan nehatiye kiþandin. Hîsên hilgirtina tivingê, ajotina beran ber bi lûleya wê, ketina tengasiyê û xefka bêbext, çûna bi ser mirinê, mirina cemidî û tehl piralî nehatiye zimên. Êrîþa ser neyaran, li hemberî firokên li esmên û agirê ji devê timatîkên li kemînan ku weke baranê dibare, rola sîxûrên xwefirotî û serfiroþ neketiye ser rûpelên spî. Evîna þervanên kurda, hesret, kul û keserên wan pir nehatiye nivîsîn.

Pêwîst e romanên wisan bê nivîsandin û fîlm bên kiþandin ku hinek ji "zanayên me yên nezan" ji xew þiyar bibin...

 

"Mizginî ketî nava welat

Keçû xort tevde rabûne...

Ax Hogir Hogir..."

 

Gelo Hogir kî ye? Min lêkolînek kir. Pêþî ez li navekî geriyam. Ez tê gihiþtim ku Hogir sembolek e. Bi dehan xortên kurdan di bin navê Hogir de bûne fedayî. Þehîd bûne. Ji Mêrdînê, Amedê...

Gera min li Hogirekî, "bersiva Rizo yê Dêrsimî ji bo birêvebirekî" anî bîra min. Min mezinbûna Seyid Riza baþtir fêm kir: "Li serê çiyayên Kurdistanê bi sedan Rizoyên Dêrsimî hene. Tu li kîjan Rizoyî digerî, dipirsî!..

 

Ez li Xelîl Xemgînî guhdarî dikim. Stiran bi hîsên kurdî hatiye barkirin. Xemgîn, bi zimanek kulûkeser barkirî û xwezayî mêjiyê mirovî bombebaran dike. Hêstir û hîs tevlîhev dibe û agir bi kezeba mirovî dixîne...

Stiranên wisan, pir rengînbûna zimanê kurdî derdixînin holê: Evînî, mêranî, derd, kul û keser û wêneyên dîrokî.

Ez bi xêra berhemên wisan bi kurdî hizir dikim û hez ji hîsên kurdî dikim. Em bi zimanê xwe û çanda xwe hene. Dîroka me ye ku me li ser kesên baþ û nebaþ, buyerên serkevtî û yên têkçûyî agehdar dike...

 

Min cara pêþî di stiran û serpêhatiyan de navê "Kemal", anku bavê tirka bihîstibû, nas kiribû. Paþê jî ji dîrokê: Biratî û nêzîkbûna kurda li Kemal. Rizgarkirina Komara Tirkiyê bi saya serê þervanên kurda. Paþê bêbextiya wî tê: Bicîkirina sêdaran li kolanên Amed ê, Dêrsim ê û Agirî yê û daleqandina rêberên kurda. Û înkarkirina ziman, çand û dîroka kurda. Polîtîkayên asîmîlasyonê û qedexeyên ku berê xwe dide hebûna kurda. Kûþtin, nefîkirin, zinadnîkirin û îþkence. Bomberankirina gundan, wêrankirina deveran û destavêtina jinan, bêhurmetiya li hember ixtiyar û zarokan.

Çi kes mîna kurda ne aþtîxwaz e, nirxê nade biratiya gelan. Lê tê jibîrkirin ku îdolojiyên mîlîter û hiþk mîna yên Kemal nikare bibe dermanê çi birînan. Tenê birînan xwirtir dike û kurtir dike...

 

"Ax Hogir Hogir

Dergevanê ber devê çiya ye Hogir

Þehîdê me ye Hogir..."

 

Ez Li Aysel Tuðluk ê difikirim. Berendama parlementoyê. Wek namzetek serbixwe, "ji Amed ê" dê tevlî hilbijartinan bibe!?.  Beyanên Tuðluk ê têne bîra min. Bi zanabûn anjî nezanî: Nêzîkbûna wê ya erênî li îdeolojiya mîlîter ya Kemal û sînorên misak-î milli. Û dijîtiya statûya baþûrê Kurdistanê...

Li aliyê din, Hogir tê bîra min. Bi simêlê nûderketî û xwêdangirtî li erdê razayî û dilopên xwînê ji êniya wî xwe berdide ser simêl û bedena wî. Hogir, ji bo azadiyê serê xwe da, lê serî netewand. Armancên wî hebû: Ji bo rizgarkirina kulmek axa azad berxwe da. Ji bo þikandina zincîra qedeya li ser ziman, çand û dîroka kurda têkoþîn da...  

Du wêneyên cewaz ji ber çavê min naçin: Hogirê ji bo armanca xwe ava þehadetê vexwarî. Û Aysela ku vê rastiyê nabîne û bi evîna kursiyekî ji meclîsa Tirkiyê diþewite...

 

Spas ji wan re ku ji siyaseta rojane bêhtir, bi dirêjî li çareseriya pirsê dinêrin. Berfirehtir hizir dikin û xebatên xwe dikin. Berjewendiyên gelê xwe û lehengên xwe jibîr nakin. Spas ji Gelê Kurd re ku bi derengî anjî zûtirîn wext "zanayên me yên nezan" nas dikin û wan ji xew þiyar dikin. Piþtre ji ser text dihênin xwarê. Xwedî li ziman û çand û hebûna xwe derdikevin...

 -----------------------

 

Firat Cewerî

 

Min cara pêþî wî li taxa Kiþlê, salên piþtî 70 î li Nisêbînê nas kir. Taxa Kiþlê, navê xwe ji avahiya dîrokî ya leþkerî digire. Îro, ew avahî xirab bûye. Tenê dîwarek Kiþlê li ser nigan maye. Ji mitirbên Nisêbînê, ji ``Eþîra Sivûk`` çend malbatan xaniyên xwe bi dîwarê Kiþlê ve girêdan e, lêkirin e. Îro, bi saya serê ``Þemo``, ``Sorê`` û ``Dolmîþo`` dîwarê dîrokî yê Kiþlê li ser nigan maye. Piþtre malbat mezin bûn, ``Piftî`` û ``Hesenê Kinê`` ji wir barkir.

 

Taxa Kiþlê bi yekîtî û tifaqa xwe ya xurt bûbû cihê parastina gelek malbatên mexdûrbûyî. Malbatên ku bardikirin wir, diketin bin þemsiya parastinê. Piþtre pirsgirêkên wan dihate niqaþkirin û çareserî dihatin peydekirin. Girêkên kor û birînên nû bi bêhnfirehî dihatin çareserkirin. Dema êrîþ diçû ser malbatên mexdûrbûyî, kesên li taxê di rêberiya muxtêr û giregirên taxê ve rêya têkiliyê bi êrîþkaran re peyde dikirin û rê li ber bûyerên nû digirtin. Problemên wan bi þêweyek mirovahî çareser dikirin. Ev aliyê Kiþlê dibû sedem ku ew bibe taxek parastî û dayiktiyê ji gelek malbatên cewaz ku ew ji gelek aliyên Kurdistanê hatibûn, bike.

Li wir sûryanî bi hunera desta, bi dirançêkir û zêrkeriyê, Tixûbî û Qelenderî bi çandiniyê û firotina sewêl, Omerî bi dikandarî, Sêrtiyê Botanê bi kaçaxê û bazirganiyê dadiketin. Pirengiya pîþeyî û dewlemendiya xwezayî ya derûdora Nisêbînê wek erdên bi bereket, pemboçandiniyê, tirî û beniyê Omeriya, dehlên Bûnisra, mast û þîrê ``malê Dala`` û hwd. nirxê bajêr bilind dikir.

 

Siyaset! Ew jî dihat kirin. Wê demê, Eþîra Sivûk bi Kawa re bûn. Bi taybetî ``Gûro`` dijminê ``herdû super dewletan`` bû. Bi 50 mêrî dimançek wan hebû. Ew jî xirabe bû. Beþek ji Omeriya bi koma serbixwe, Rêya Azadî, KDP ê û KUK ê re bûn. Piþtre PKK ê jî alîgirên xwe çêbû...

 

Dîn! Dînê bajêr gelek jê Kiþle ji xwe re kiribûn navend. ``Xelîlo`` xeberên nexweþ digot.  Li gorî ``Ehmedê Heramî`` pisîtiya mirovan ``hineya buhiþtê`` bû. ``Heçikçiko``, þifêrtî dikir, lê bê kemyon. ``Henano``, haletê xwe û xeyaran, anku ``termosê binê deryayê`` tevlu hevûdû dikir. ``Hesenê mala Sivûk`` stirana xwe digot, hem jî jina mirovan dihanî perakî. Li gorî ``Saliho`` ku ew bi xwe kurd e, Kurd nanê cehî dixwin. Lewma ew nikarin baþ bifikirin. ``Xerîbo`` ne dîn e lê xarîban e. Tamîra motoran dike. Motorsîkletên nû di nav destê wî de qûnek dibûn. ``Piftî`` bi riha xwe ku çend muyên wê hene, kêfa taxê ye. ``Ramazano`` seqet e, dikûle, lê pir diþibe Yilmaz Guney. Bi çavê Yilmaz li xwe dinêre...

Kêf bê Þemo û Sorê ku hûnermendê kemançê û daholê ne, nedibû. Belekirên taxê jî hebûn: Dîk, Atamûto, Jîjo, Qîqîyo, Keftaro, Hitiko, Çeyno, Þêxo Dîno û hwd...

 

Taxa Kiþlê ji rûniþtvanên rengîn pêk dihat. Malbatên li wir bi cî dibûn ji ber sedemên guhertî dihatin taxê. Lê ji sedemên hatina wan bêhtir, qala exlaqê cîrantiya malbatan dibû cihê pirsê. Kurd dibêjin, ``ne li xanî, lê li cînarekî baþ bigere``. Lewma ye gelek caran li ser rola cîrantiya malbatan dihate rawestandin.

Malbata Firat Cewerî li taxa Kiþlê, di kûçeya ``Þêxo Bêzo``, ``Xezebo``  û ``Gozelê`` de bi cî bibû. Bêzo, kaçaxçiyek navdar bû. Nîvê lingek wî bibû qûrbana mayinekê. Paþê tobe kir û nema keçaxî kir. Ji mala Þêxo bêzo wir de, malbata ``Qanûndirêja`` û ``Pîro``, di kûça teng de malbata ``Sofî Incas`` hebû. ``Mêhdî Xoce`` þoreþger û kurdçiyek nasdar e. Ew lawê Sofî ye. Germ e, kêfa xorta jê re tê. Ji mala Incas bi wir de, Kiþle heye û Eþîra Sivûk li wir bi giranî bi cî bûne.

 

Li gorî muxtarê taxê, bavê Firat Cewerî mirovek mêr bû, lê wî hez ji pevçûnê ne dikir, ji belê dûr bû, hez ji dostên xwe dikir û qiymet dida wan. Bi gotinek din, bavê Cewerî melekek ji yê Xwedê bû. Yezdan, wî wek nimûnek baþiyê þandibû nav mirovan. Birayên Cewerî M. Elî û Remazan mirovin bê deng, hurmetkar, mirovhez bûn. Malbat, ji aliyê Dêrika Çiyayê Maziyê hatibûn taxa Kiþlê. Hêza taxê û tifaqa wir, bi malbatê xurtir bibû.

Firat zaroktiya xwe li aliyê Çiyayê Maziyê derbas kiribû. Bingeha zimanê xwe yê xurt ji dayika xwe, der û dora xwe girtibû. Di navbêra zaroktî û xortaniyê de, bi malbata xwe re hatibû Nisêbînê.

Cewerî, di salên xortaniya xwe de hez ji xwendinê dikir. Qiymet dida têkiliyên hevaltî û dostaniyê. Aktîf bû. Hevalên wî û derûdora wî hez jê dikir. Xortek lihevhatî, bi peyva ``bajariyan``, ew jî mîna gelek xortên taxê `` kisîr yaqiþiklî`` bû.

 

Taxa Kiþlê kaniya welatperweriyê bû. Serdanên siyasetvanên nasdar Mûsa Anter, Zûbeyir Yildirim, endamên KDP ya bakur ji taxê qût nedibû. Mala beþek ji wan kesên welatperwer li taxê bû. Pir rengînbûna taxe û xwezaya bajêr ya welatperwerî bandora xwe piralî lê kir. Zilma li ser gel, ziman û çanda qedexekirî dît. Weke gelek ciwanên bajêr, mezinbûn, kûrbûn û xweþbûna zimanê kurdî û çanda kurdî di helbestên Cegerxwîn, di pirtûka ``Brîna Reþ`` de ya Mûsa Anter, di çalakiyên Newroz ê û hwd. de dît. Û di destpêka xortaniya xwe de biryar da ku jiyana xwe têxe xizmeta gelê xwe û li ser çand û zimanê kurdî xebatek bê westan bike...

 

Belê, ziman û çanda qedexekirî bala wî bêhtir dikiþand. Pir dixwest li ser wan kur bibe. Rojekê Firat Cewerî winda bû!? Paþê em pê hisiyan ku ew çûbû welatê xerîbiyê. Derketibû Ewropayê. Li Swêdê bi cî bûbû û bi kurdî dinîvisî. Pirtûkên wî belav dibûn...

 

Firat Cewerî hejmarek pirtûk nivîsand. Beþek ji klasîkên cîhanê wergerand kurdî. Kovara Nûdêm ê bê westan hejmarek sal weþand. Xebatên pir alî ji bo ziman û çanda kurdî kir. Kutûpxaneya kurdî dewlemend kir. Berî niha jî ji bo endamê Komîteya Karger ya PEN a Swêdê de hate hilbijartin...

 

Cewerî di xwezayek pirçandî de xortaniya xwe derbas kir. Xwend û xwe bi pêþ xist. Nivîsand û cihê xwe bi nirxtir kir. Da pey þopa bavê xwe û qiymet da heval û dostên xwe. Mirovheziya wî ji nêz ve tê nasîn. Lewma ye Nisêbiniya hez jê kir û wek nivîskarek Nisêbînî wesfê wî da. Ew bû zavayê Nisêbîniya û îro Nisêbînî bi zavayê xwe serbilind in...

 

Pîroz be, salvegera bûk û zavatiya Ceweriyan. Ji bo wezîfeya nû ya PEN a Swêd ê em Cewerî Pîroz dikin. Ji Yezdanê Heq jiyanek dirêj û bi sihet jê re dixwazin ku ew di rêya xwe de bê westan bimeþe û em bi Cewerî û xebatên wî gelek carên din serbilind bibin...

 19/06/2007

 

 

Terorîzm

 

Wateya terorîzmê diyar e. Wateya xwe ji þêweyê çalakiya xwe werdigre. Lê binavkirina hêzên cuda bi terorê, pirsek ne zelal e. Girik e. Yekîtiya Milletan gelemþeya ji bo binavkirinê hîna jî çareser nekiriye. Hêzên terorîst bi çalakvanên xwe, li gorî hinekan gunehkar, li nik hinekan jî leheng in. Kesên ku terorîst tên nîþandan dikarin piþtî demekê bi hilbijartinên demokratîk bên ser hikûm û di karên dewletê de bixebitin. Ev pêþketin bi xwe re pirsên bêbersiv tîne holê...

 

Di rojên derbasbûyî de li Hewlêr û Mexmûr ê du çalakiyên terorî pêk hatin. Hejmarek hemwelatiyên kurd hatin kûþtin. Piþtî bûyerê, hinek kes ji ber çalakiyên hemreng li Silêmanî, Germiyan û Þarezûrê hatin girtin. Li ser sînorê baþûr û rojhilatê Kurdistanê jî, grubek terorîst bi cilên leþkerê Iraqê êrîþ birin ser gundekî kurdan, 13 kes hatin kûþtin...

 

Divê neyê jibîrkirin ku xêrnexwazên me pir in. Dora me hatiye pêçan. Li benda fersendekê ne. Ew li dijî xurtbûna kurdan û avakirina dewletek kurdî ne. Dema mecalê peyde bikin ji bo qelskirin û têkbirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê çi pêwîst be dikarin bikin. Lewma ji bo bûyerên Hewlêr û Mexmûr ê jî, mafê me heye ku em ji plan û provakeyên dilnexwazan þikê bikin. Divê ev awir, bi dirêjî bê kolandin. Þûphe û þopên hene bên þopandin. Hêz û kesên hene bên e raçavkirin...

Hetanî lêkolînên kur û dirêj neyên kirin, delîl û ispat nayên peydekirin, -hêzên terorîst jî di nav de- pir þaþ e ku kes anjî hêz bên e mahkûmkirin. Weke sucdar bên nîþandan. Ji ber ku em miletek aþitîxwaz in û çi niyeta me tune ye ku em neyartiya hinekan bikin...

 

Divê vekirî bê gotin ku têkoþîna li hemberî terorê ne karekî hêsan e. Ji bo rêlêgirtina hizir û çalakiyên ekstrêm (terorîzm, plan û provakisyonên neyaran, îstîxbarat û kirinên neyênî) li Kurdistanê, di destpêkê de sê kar divê bê kirin:

 

- Kesên nexwende û hejar dikarin bibin navgînên hêzên ekstrêm. Pêwîst e þerê nezanî û xizaniyê bê westan bê kirin. Piþtî perwerdeya bê alî û serbixwe, mecalên kar bên e peydekirin. Gel, ji dewlemendbûna welatê xwe payê wergire.

Pir vekiriye ku mirovên civatên pêþketî zû bi zû li dijî welatê xwe kar nakin...

 

 - Çalakiyên provaktîv anjî terorê, bi saya ewlekariyek xurt dikare bên e rawestandin. Ewlekariya modern, ne tenê ji bo parastinê ye. Ew bi îstixbarat û tedbîrên xwe, rê li ber çalakiyên neyênî digire û mecalên pêþketina wan qût dike, helwesta wan têk dibe. Hikûmeta Herêmê ji bo ewlekariyek xurtir dikare bingehê ji bo kirinên jêr amade dike:

* Diyarkirin û kontrolkirina sînorên Kurdistanê. Raçavkirin û bisînorkirina çûn û hatina nav Kurdistanê,

* Kontrolkirin û raçavkirinek sîstematîk ji bo cî û kaniyên aborî,

* Berhevkirina zaniyariyê li ser þîrket û þixûlkêrên biyanî ku li Kurdistanê kar dikin. Raçavkirina wan û îcazeya rûniþtin& karkirina wan,

* Berhevkirina zaniyariyê li ser hemwelatiyên nenijad kurd. Kontrolkirina xebatên wan yên neyenî,

* Perwerdekirin û raçavkirina hêzên ewlekariya Kurdistanê ji bo pirsa mafê mirovan, rêzdariya qanûnên welêt û rûniþtvanan,

* Bêçekkirina hemwelatiyan. Qedexeya peydekirin, hilandin, bikaranîn, li ser xwe gerandina çekan li Kurdistanê,

* Li hemberî provekayên navxweyî, hevkariya Hikûmeta Herêmê bi tevayê partî û hêzên netewî re.

 

- Kontrola aboriyê: Stabîlîzekirin û kontrola ekonomiya herêmê di bin rêberiya pisporan de. Kontrola li ser çûn û hatinên aborî. Rawestandina trafîka perên reþ û bazara reþ li Kurdistanê...

 

Ji me gotin. Hêviya me ew e ku birêvebirên me pirsên wisan giring ciddî bigirin, li ser pirsê wisan gavên erênî bavêjin...

 23/05/2007-Swêd

 

Xezeba giloverî

 

Cîhanek wisan bifikirin ku herku diçe germ dibe. Çiyayên qeþayê dihilin, derya bilind dibin û girav di bin avê de dimînin. Tîrêjên rojê bi þewat in. Xwêdan ji ser çavan diherike, nefes li mirov diçike, ji firnikên mirov hilma germ, agir dide der. Ax tî ye, li benda baranê ye. Çem û golên hene her ku diçe ziwa dibin. Ava vexwarinê giranbûha dibe. Darên gulan hiþk dibin. Bilbil nema dixwaze bixwîne. Li zozana þînahî kêm dibe, dijwar e ku þivan cihê çêriyê peyde bikin. Bêrîvan nema karin herin bêriyê. Pez qels dibe, þîr di guhanan de kêm dibe. Qeymax û pênêrê bisîrik nayên ser sifran, di xewn û xeyalan de mane.

Li bajaran otomobîl zêde dibin. Bêhna gaza þewitî ya giran tevlî zibilê bajêr dibe. Darê parkan hiþk dibin. Kûlîlk nema þîn tên. Zarokên biçûk dibin qûrban. Vê carê ne li Helebcê. Ne ji bêhna gazên xerdelê. Lê belê ji ber yên otomobîlan û lûleyên fabrîkan.

Baran dibare. Carna dike berfebaran, carna jî teyrok. Dibe lehî. Lehî çi navnîþanan nas nake. Pêþî mal, paþê goristan, cihên çandî û dîrokî dibin hedef. Gelek ji wan bi erdê re dibine yek.

Li gelek welatan hawar e. Ji bo rawestandina germa giloverî. Lê girî fêde nake. Trên rabûye. Rawestandina wê ne hêsan e. Hinek kes ji germa, hinek ji ber lehiyê, beþek jî dibin qûrbana bahoz, pêlên deryayê û erdhejiyê. Dîrok deriyê xwe ji bo çend pelên dawiyê vekirî ye. Wênekêþ peyde nabin. Edebnas winda ne. Hîs xerîkê rih e, canê nabîne. Dîrok ji ber bahoza nû westiya ye, tabloyên xwezayê bûne mîna bextê min, reþ e, nayên kiþandin, çîroka wê nayê nivîsîn. Cîhan ji dest diçe, gazin, nalîn, derman têr nake, xêr nake. Cihê dûeyan hatiye girtin, qûrban û xêr pere nake. Ne mizgeft, ne sînagok ne jî dêr derda derman nakin. Qûbeya jorîn, deriyê xwe vekiriye. Ne ji bo rehmê, ne ji bo bereketê, ne jî ji bo guhdarîkirina mirovan û dermankirina birînan. Xezep dibare, baranê kiriye lehî, carna jî teyrok, gunehên mirovan paqij dike. Xweza, heyfa xwe distine. Tola qilêrkirin û jehrdayînê.

Çi perda parastinê nema ye. Trên rabûye. Mecalên rêlêgirtina germbûna giloverî bisînor bûye...

***

Belê, ev ne xeyal in. Kêm zêde senaryoyên pêþerojê ne. Li ser bingeha gotinên pisporan ava bûne.

Germbûna cîhanê bandora xwe li hemû deveran dike. Kurdistanê jî hêdî hêdî paya xwe werdigire. Berî niha bi demeke kurt baranê xesarek mezin da bajarê Batmanê. Niha jî Cizîra Botan, Mûþê û cihên din ketine dorê. Li hinek cihên Serhedan, çandinî, ji ber berfê di xeterê de ye. Niha jî li Hekariyê erdhejî destpêkiriye û çend roj berê bi hezaran mêþên hingûv mirin.

Ev bûyer yên destpêkê ne. Mirov divê ji bo bûyerên mezintir jî amade be...

 

Mirov nikare bûyerên wisan tenê bi germbûna giloverî ve girê bide. Çend tiþtên din hene ku cihê lêkolîn û pirsê ne:

- Li bakur, Projeya GAPê bi xwe re guhertinên xwezayî anî. Beþek mezin ji erdên bejî bûn avî. Guhertina nû bandora xwe li siriþtê, anku iklîmê dike.

- Dewletê bi taybetî di 20 salên dawî de çiya neman ku bombebaran nekir. Dar þewitîn, heywan mirin û xwezayê xesarek mezin dît. Ji bo ku xweza li xwe vegere, birînên xwe derman bike pêwîstiya xwe bi demek dirêj, alîkarî û aramiyê heye.

- Li ser pirsa paqijiya bajaran tiþtek zêde nehatiye kirin. Pirsa paqijkirina pîsîtiyê û zibilê li gelek belediyan nehatiye çareserkirin. Li wan deveran nepaqijî dibe sedema peydabûna nexweþiyan, qirêjiya derûdor û xwezayê.

- Li Kurdistanê, nexweþiya kirîna otomobîlan dest pê kiriye. Kevn anjî nû. Bajarên me, gundên me tên dagirtin.

- Li gorî îstatîstîkek UN ê, Tirkiyê ji ber bêtedbîrabûna xwe welatê yekem e ku cîhanê genî dike. Îstatîstîkek din qal dike li baþûrê welêt mecalên peydekirina kaniyên petrolê yên nû pir bihêz e.

 

Xetera ku genîbûna li Tirkiyê heye derbasî Kurdistanê bibe, pir mezin e.

Derxistina petrolê bi xwe re dewlemendî û qilêriyê jî dikare bîne. Li hemberî qilêriyê gavên modern pêwîst in.

Li Kurdistanê, bi taybetî li baþûrê welêt dema tedbîr neyê girtin, ji niha û nêz dikare zibilxaneya otomobîlên kevn bi qasî çiya bilind bibin, hejmara wan zêde bibe.

Rêya kontrolkirina lehiyan, germa giloverî û li xwe vegera xwezayê bêhtir bi hebûna daristanên mezin mûmkûn e. Danîna daran, pêkanîna daristanan ne karê rojekî anjî mehekê ye. Sal jê re divê. Dilxwazî, fedekarî, hevkarî, zanyarî, welathezî û programek piralî pêwîst e.

 

Li hemberî germa giloverî û buyeran, belediyên me nema dikarin mîna berê bê helwest bimînin. Pêwîst e programek wan hebe. Programek ku destên xwe yê alîkariyê dirêjî gundan jî bikin. Programek wisan ku di navbêra belediyan de hevkariyê xurt bike. Bajaran, gundan û çiyan þîn bike. Rê li ber qilêrkirina bajaran bigire. Zibil û pisîtiyê li cihekî kom bike û wê bê xeter bike. Xelkê li ser aliyê bikaranîna otobîlan yên neyênî agehdar bike.

Gava duwê ew e ku, pêwîst e kanalên pîsîtiyê û yên ava vexwarinê li bajar û gundan ji nû ve kontrol bikin. Xet bên nû kirin ku li hemberî lehî û erdhejiyê bihêz bibin. Her wisan li der û dora çeman û golan bendên bilind bên kiþandin ku xeterên biserveçûna avê kêm bikin. Bihêzbûna avahiyan li hemberî bûyerên xwezayê pirsek giring e. Divê ev pirs neyê jibîrkirin.

 

Belê, ez jî zanim ku ev kar bê hêza aborî nabe. Xebatên belediyê yên din jî hene. Karên wisan pêwîstiya xwe bi pisporan û çavdêran heye. Lê rastiyek din heye. Trên dimêþe. Divê li cihekî rawest e. Çi kes nikare vê rastiyê nebîne. Kesên ji bo çareserkirina pirsên giring ne amade bin, bila birêvbiriyê nekin...

 

11/05/2007-Swêd

 

Ahmed Arif

 

Di nîsana1927 an de li Amedê hatibû dinyê Ahmed Arif. Navê wî yê berê Ahmed Önal e. Bavê wî Arif Hikmet li aliyê Haranê mûdirtiya nahiye û qeymaqamî dikir. Bavê wî tirk e. Dayika wî Sarê kurd e. Bavê wê Îmam Yahya Ebdulqadir di dema xwe de kesek navdar bû.

``Ahmed Arif diaxife`` pirtûka Refik Durbaþ e. Di berhema Durbaþ de Ahmed Arif, wisan qala zaroktiya xwe dike: ``Zaroktiya min li Sîweregê derbas bû. Li wir ez fêrî kurdî bûm, li aliyê Haranê jî ez fêrî erebî bûm. Bavê min ji aliyê Rumeliyê ye. Dayika min kurdek e esîl e.``

 

Arif, di dibistana navîn de dest bi nivîsîna helbestan dike. Wan rojan wisan bibîr tîne: ``Sal, 1943 e. Ez 16-17 salî me. Min bê westan helbest dinîvisand. Rojê 8-10 rûpel. Hinek jê li cem qîzan û hinek jî li cem polîsan man. Paþê nedane min.``

 

Ahmed Arif, di sala 1946 an de xwendina lîseyê bi dawî tîne. Piþtî bûyera``33 gule`` bi sê salan parlementerê Amedê Mustafa Ekinci pirsê tîne meclîsê. Beþek ji rastiya bûyerê derdikeve holê. Bûyera qetilkirina 33 kesên kurd wî dihejîne. Di wan rojan de helbesta ``33 kurþun`` anku 33 gule dinîvisîne. Wê demê 33 gule li çi deveran nehatibû weþandin, lê ew di nav xelkê de belav dibe. Arif, di dawiya sala 1950 î de tê girtin û îþkencekirin. Wê demê xwendevanê Zanîngêha Enqerê bû. Piþtî salên 50 î helbestên wî piralî tên weþandin. 1968 an de pirtûka wî ya navdar ``Hasretinden prangalar eskitim`` ji çapê derdikeve. Pirtûk, bi dehan car, bi hejmarên pir mezin tê çapkirin û belavkirin. Ahmed Arif li ser pirtûka xwe ya duwê jî dixebitî. Hejmarek mezin ji helbestên wî yên nû amade bibûn. Lê wî ew xebat û gelek xebatên din di cî de hiþt û di 2 ê hazîrana 1991 de ji nav me barkir...

 

Dîtinên Arif li ser damara wî ya kurdîtiyê, li ser helbestê û hunerê pir dewlemend in. Ji bo damara xwe ya kurdî qala serpêhatiya xwe dike:

``Ez xwendevanê lîseya Afyonê bûm. Tirkek ji aliyê Bulgarîstanê jî bi me re dixwend. Rojekê ji min re got, kurdê ker! Min nema xwe girt û rahiþte sêlika sobê û li serê wî xist. Lawik di nava xwînê de ma. Wî rakirin nexweþxane. Paþê mûdirê dibistanê gazî min kir. Min jê re got, ez bi malbat û welatê xwe serbilind im. Mafê wî tune ye ku min biçûk bixîne...`` 

 

Li ser þêweyê nivîsîna xwe wisan dibêje:

``Ez helbestê di serê xwe de, di dilê xwe dinîvisînim. Ew li wir rengê xwe yên dawî digirin. Paþê, rojekê ez rûdinim û wan dirêjînim ser rûpelan. Guhertinên pir bi biçûk di wan de dikim...

Helbest bê naverok nabe. Lê helbest hîsên xweþikbûnê ye. Pêwîst e ew xweþikbûn bê peydekirin, derkevin holê...

Mirov bi rêya perwerdê dikare dewlemend bibe, bibe mîljonêr. Dikare bibe xerat, bibe hesinkar. Di hemû þeweyên kar de biserbikeve. Lê nikare bibe helbestvan. Dibistana helbestê tune ye. Dibistanek wisan hebe jî helbestên li wir bê nivîsîn zêde nirxên xwe tune ne...

Helbest bi zimanekî tê nivîsîn. Wergêra wê ji bo zimanê din nabe...

Diyarbekir kalesinden notlar ve Adiloþ bebenin ninnisi, helbesta þexsê min e, ya çend kesên ji malbatê ye, ya bajar û welatê min ê þêrîn Amedê ye...

 

Bi destpêka xwe, suprîzên jiyanê û dawiya wê, jiyana min tev di nava peyvên vê helbestê de veþartî ye:

 

Ku ez bêm kûþtin, bêm e windakirin, ez dibêjim,

Rût û tazî, di þerekî de,

Bila bi mêranî be, ez dixwazim,

Dostanî jî û neyartî jî,

Lê yek ji wan jî nabe di rastiyê de,

Ber tê ajotin berbi lûlêya çekê

Destpêdike dewriya evarê ya cendermeyan...``

 

Salbûna te pîroz be Ahmed Arif. Em bi helbestên te mezin bûn. Bi wan re bi hêvî bûn, gavên me xurtir bûn û helwesta me zelal. Tu bilind bûyî, em jî bi te serbilid. Tu kûlîlkek ji yê nîsanê ye. Di meha nîsanê de di dilê me de vedibî, xweþikbûnê belav dikî. Îro, di roja salbûna te de em te re ne. Tu jî di dilê me de. Sibê jî dê zarokên me bi te re bin. Cihê te di dilên wan de. Wê salbûna te pîroz bikin...

 28/04/07-Swêd

 

Demokrasiya bi lotik

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di rojên derbasbûyî de li ser pirsa Kerkûkê, mafê Kurdan yê netewî û hewildanên Tirkiyê ji bo operasyonên nav baþûrê Kurdistanê çend beyan dan. Lê mixabin e ku ji aliyê Tirkiyê dengên bêhnpêketî yên mîna berê bilind bûn.

Rojnameya "Hürriyet"ê û yên mîna wê, bi sernivîsên derveyi etîka çapemeniyê û bi helwestek mîna niwêneriya istixbarata Tirkiyê xebatên xwe yên rojnameviyê (!) bi cî anîn. Serokwezîr û wezîrê dewleta Tirkiyê jî, bi gef û peyvên derveyê exlaqê polîtîk nêzî pirsên bûn...

 

Di nava çapemeniya Tirkiyê de normên çapemeniyê yên etîkî têk çûne. Zimanê wan kopiyek ji siyaseta dewletê ya kurd e, zingar girtiye, genî bûye, bêhn pêketiye, xitimiye û nikare gavên nû bavêje. Çapemeniya Tirk di ferhenga xwe de peyvên "rastbîn", "rastgo", "etîka dualîbîn", "toreya amadekirina nûçevaniyek bi pîvan û exlaq" tune ye. Pêwîstiya xwe bi peyvên wisan tune ye. Çapemeniya Tirk, ji bilî xwe pê ve naþibe çi çapemeniyên din yê cîhanê. Ji ber vê taybetiya xwe bûne mîna beqa bêfedî:

Pîrê di ber gola avê re derbas dibe. Beqa bêfedî wê dibîne û henekê xwe pê dike û dengek ecêp ji qirika xwe derdixe:

- Qwak!.. Qwak!.. Qwak!..

- Qwak û mirin! (tif dike ser çavê beqa bêfedî). Ma tu fedî nakê, henekê xwe bi min dikî?!

- Pîrê, rûwê min ji ava gola þil nabe. Ma dê ji tifa te þil bibe?!

 

Ji bo terbiyekirina çapemeniya Tirkiyê têr nake ku mirov tenê wan rexne bike. Pêwîst e gavek e din bê avêtin. Pir giringe ku pirsa bêexlaqbûna wan here ber destê dezgehên navnetewî yê çapemeniyê û hwd. Ji bo vê yekê hevkariya rojnamevanê kurda pêwîst e. Pir gring e ku mirov ji tecrûbe û têkiliyên hevûdu sûdan wergire û gavên bi hêz bavêje.

 

Dîroka demokrasiya Tirkiyê ji dubarekirina lotikan pêk tê. Lotikên hêzên spî û yên hêzên reþ: Her ku lotikek ji bizava pêþverû xwariye, du gav berepêþ çûye. Li hemberî vê, dema lotikek ji paþverûwan xwariye, gavekûnîvê berepaþ vegeriya ye. Li gorî gavên tên avêtin, demokrasî bi qasî meþa gêrikekî xurt diçe. Tirkiyê, bi demokrasiya ku `yek xera dike û yek ava dike` diþibe çîroka xanima di kerxanê de:

Mêrik, piþtî serdana xwe ya kerxanê, meraq dike û ji xanimê dipirse:

- Ewqas mêr tên cem te, çawa çêdibe ku tu hemîle namîne?

- Heyran! Pirs ne weke ku ji derve xuyanî dike ye. Kesek mîna te bingeha wê datîne, yê din tê pê de dirî û wê bingehê xira dike. Çawa ez ê hemîle bimînim!?.

 

Pirsa demokrasiya Tirkiyê di gava ewil de pirsa tirka ye, ya Tirkiyê ye. Cihê niqaþê ye ku em wextê xwe bikin qûrbana prosesa demokratîzekirina Tirkiyê. Demokrasî þiklek jiyanê ye, kulturekê dixwaze. Ji bo bicîhbûna çandek wisan dilxwaziya hatin, bicîhbûn û bilindbûna vê çandê û sebir pêwîst e. Ji min re, ji demokrasiyê bêhtir, têkiliyên nav me û wan balkêþ e. Ji bo têkiliyên bi derve re divê gavên modern bên avêtin. Di gava yekê de, pêwîstiya me li Herêma Kurdistanê bi dezgehek e nû heye. Enstîtûyek nû, "Enstîtûya Raçavkirina Polîtîka Derve" pêwîst e. Enstîtûyek wisan dikare têkiliyên Hikûmeta Herêmê û welatên cîran (derve) raçav bike. Zaniyariyên têkiliyê, yekser ji serok û wezaretên kurdan wergire û wan bicivîne ser hevûdu. Pisporên kurda, li enstîtûyê li gorî welatan dê þaxên xwe ava bikin û li ser wan zaniyariyan bixebitin. Ew dikarin bi pêþniyazên xwe bibin alîkarê Hikûmeta Herêmê, wezareta karê derve û konsolosxaneyên kurda. Enstîtû dikare bibe cihê perwerdê ji bo pêþketina xebatên dîplomatîk. Ew, ji bo perwerdekirina dîplomatên pêþerojê dikare bi zanîngehê Kurdistanê re jî bixebite...

13/04/07-Swêd

 

 

Beasiyên Kerkûkê

 

Hikûmeta Iraqê berî niha biryarek însanî wergirt. Li gorî wê, erebên ku di dema Saddam de li Kerkûkê hatibûn bi cîhkirin dê vegerin cihên xwe.

Biryara hikûmetê însanî ye. Ji ber ku çi kes naxwaze bi zorê ji cihê xwe bê rakirin û li welatekî din bê bicîkirin. Diyar e ku jiyana li sirgonê mîna mirinê ye...

Kurd, bi zorê ji Kerkûkê hatibûn rakirin û ajotin. Armanca baasiyan guhertinek demografîk bû. Îro, piþtî biryara hikûmetê dê li cihê xwe vegerin. Ev erênî ye. Lê birînên kurdan, ji awira kesên windabûyî, yên kûþtî, birîndar û sirgonkirî nikare di rojekê de bê dermankirin. Ew êþ hetanî mirinê dê bi wan re be û bidome...

Ji bo ereban rewþ ne wisan e. Ji xwe tê zanîn. Beþek ji erebên ku li Kurdistanê hatibûn bicîhkirin, bêhtir baasî bûn, ew neteweperest û nijadperest in. Baasî ji bo armanca erebkirinê hatibûn Kerkûkê. Erd û cihên bi bereket bi dest xistibûn. Rejîmê ji aliyê aborî ve alîkariya wan dikir. Îro, biryara vegerê ji bo wan erênî ye. Ji xwe, têra dewlemend bûne. Bi ser de jî, dê ji bo vegerê alîkariya aborî ji hikûmetê wergirin. Pir vekiriye ku dema ereb hatin Kurdistanê, bi mal û perên mezin hatin xelatkirin. Îro ji bo ku ji Kurdistanê derdikevin dîsa bi pera tên xelatkirin!.. 

 

Dîroka ajotina kurdan û bicîkirina biyaniyan li welatê me, ji me re ne xerîb e. Ismet Paþayê kerr, piþtî serhildanên kurda, hejmarek tirkên mihacir li Kurdistanê bi cî kiribû. Erdên herî bibereket dabû wan. Tirkên li Kurdistanê, têra xwe pere ji rejîmê wergirtibûn. Tiþtek hatibû jibîrkirin: Kurd ji awira ziman û çanda xwe ve pir kûrtir û xûrtir bûn, û li ser xaka xwe bûn. Asîmîlekirina kurdan ne hêsan bû. Piþtî demekê derket holê ku ji bedêla kurda, mihacir asîmîle bûn, û ew di nav kurdan de hiliyan. Lê di rastiyê de beþek ji adet û çanda tirkan di nav ya me de hiliya, bandora xwe li çand û toreya kurda bi þêweyekî neyênî kir. Nîvkurdên ku nikarin xwe li gorî pêþketinên cîhanê serast bikin, bêsedem êrîþ dibin ser kesên din û berevajiyê normên civakî gavan davêjin, bi beþek ji rehên xwe dighêjin Turan a.

Ez naxwazim, ereb jî mîna tirkan li Kurdistanê bimînin û di nav me de asîmîle bibin. Asîmîlekirin, bi xwe re nexweþiyên kesînedîtî tîne. Bi taybetî ku ereb di nav me de asîmîle bibin, berê me ne li xêrê ye.

 

Divê bê gotin ku beþek ji ereban ji bo pêkanîna armancên guhertî dixwazin li Kerkûkê bimînin. Di rewþek wisan de mafê mirovan dikare bê pêþiya mirov. Pirs bi mafê mirovan ve ne girêdayî ye. Di nava sînorên Kurdistanê de du cure kêmnetewe hene. Hinek jê, dîroka xwe bi qasî kurdan li wir kevnare ye. Hinek jê bi zorê û bi armancên polîtîk bi cî bûne. Kêmnetewên kevnare, mafê xwe yên pêþxistina ziman, çandê ûhwd. li Kurdistanê dê hebe. Yên din bi zorê li Kurdistanê hatine bi cî kirin, li ser mal û milkê xelkê rûniþtine. Ew ne ji Kurdistanê ne. Mafê wan tune ye bê wîze li welatê me kar bikin û bijîn.

 

Kesên ku mîna min nafikirin, tenê ez dikarim bêjim: Însaf!.. Ereb bi zorê dê li welatê me bên bi cî kirin. Paþê dê sîxûriya dewletê bikin û li ser mal û mûlkê kurda rûnin. Di girtin, ajotin û kûþtina kurdan de dê rola xwe hebin. Û ya herî nexweþ jî, wê li ser pêþeroja Kerkûkê xwedî deng bin, tesîrê li me bikin. Ev yek nikare bê pejirandin!

Çîroka erebên li Kerkûkê, serpêhatiya Xocayê Nisredîn tîne bîra min:

 

Seydayê Nisredîn kera xwe dide pêþiya xwe û diçe bazarê. Kera wî di nîvê bazarê de, ji aliyekî dizire, ji aliyê din zîtirka dide û geza ji xelkê dide, lotikan li bar û cihê xelkê dixe, fêkiyên wan dixwe, dirjîne...

Dostek ji yê Melayê Meþhûr tê cem wî û jê re dibêje:

- Xoce ji bo çi te ev ker aniye bazêr. Çi kes kerên wisan har û hov nakire.

- Heyra, min ew ne ji bo firotinê aniyê bajêr. Ji bo ku bê dîtin ka ez ji destê kera xwe çi dikþînim. Û di rewþê de me, û jiyan çawa li min kiriye dojeh...

 

Pir vekiriye ku jiyana bi erebên biproblem, mîna jiyana Melayê Nisredîn e.

 

Pirsa erebên li Kurdistanê di çarçoveya qanûn û biryarên demokratîk de dikare bê çareserkirin. Pêwîst e Hikûmeta Herêmê ji bo hevwelatiyên Iraqê (yên ku ne ji Kurdistanê ne) ku dixwazin bên Kurdistanê, wîzeya taybetî bikar bîne. Wîze, ji niwêner, anku konsolosxaneyên Kurdistanê dikare bê wergirtin. Pir giringe ku erebên li Kurdistanê jî bi nav û navnîþên xwe bên tesbîtkirin. Kesên di dema baasiyan de hatine Kurdistanê, di demek e kin de bi paþ ve bên þandin. Kesên xwedî þixûl jî, bi wîzeyê li Kurdistanê bimînin...

 04/04/2007-Swêd-

 

Azadiya Welat

 

Nemrûd, li aliyê Haranê bi hovîtî û zilmê xwe kiribû Xwedayê xelkê. Ji bo berdewambûna text û kûrsiyê xwe, rê li ber hizirkirina azad digirt û kesên li dijî xwe ji holê radikir anjî ceze dikir. Lê Hz. Brehîm derdikeve holê. Rêya rast pêþ xelkê dike. Mizginiya rojên xweþ dide mirovên dilpak. Di dema reþahiyê de, dibe ronahî û rê pêþ mirovan dike. Ev yek li hesabê Nemrûd nayê. Ew kaþekî ji êzinga ava dike û pê, agirek xurt vêdixe. Hz. Brehîm davêje nav êgir.

Dibêjin moriyek, anku gêrikek vê hovitiya Nemrûd dibîne. Li hemberî kirinên wî, hercar devê xwe tije av dike û wê avê bi ser agir dadike, ji bo ku vemrîne. Jê re dibêjin:

- Ev agirê wisan xurt, bi ava devê te nayê vemirandin. Karê tu dikî çi sûda xwe tune ye...

- Ji bo ehmeqê mîna te û Nemrûd wisan e. Ji ber ku hûn ne li hunera mirov, lê hêza mirov dinêrin. Ez dixwazim bighêjînim Nemrûd ku, ez jê natirsim û li hemberî zilma wî ne bê deng û helwest im...

 

Li dîroka rojnameyên kurda binêrin. Kurdistan, Jîn, Hawar, Ronahî ûhwd... Derketine û bi saya wan xebatên hêja hatine kirin. Ji ber sedemên cuda, an weþana xwe rawestandine, anjî hatine rawestandin. Birêvebirê wan, xebatên xwe yê rojane li gorî pîvana rojnamevaniya modern kirine, lê ji awira toreya berdewambûna weþanê, jiyankin in û xwe negahindine roja me.

Azadiya Welat bi fedekariya þixulkêrên xwe, mîna gelek rojname û kovarên kurdî yek ji wan weþana ye ku ji awira ziman, çand, huner, wêje û dîroka gelê me xebatên hêja dike. Pêþî li Stenbolê, niha jî di dilê Kurdistanê de, li Amedê xebatên xwe birêve dibe. Cewaziya wê ji weþanên me yê toreyî ev e: Ew, mîna rojnameyên modern yê cîhanê di dema xwe derdikeve, belav dibe û dighêje destê xwendevanan. Ne dadgehkirin, ne girtin, ne jî kûþtin nikare rê li ber weþan û belavkirina wê bigire.

Tirkiyê dixwaze rê li ber tradisyona nû ya rojnamevaniya kurdî bigire. Ev yek nikare bê pejirandin. Li hemberî kirinên dewletê, ez jî mîna "mîro" anku "gêrikê", helwesta xwe diyar dikim: Ez li cem Azadiya Welat im. Piþtgiriya wê dikim...

 

Ez gelek caran diçim Kurdistanê. Lê îsal, ne mîna salên din bû. Berê, axaftina bi tirkî, di nav xortan de, di dema xwendina navîn de dest pê dikir. Bêhtir li dibistana û der û dora cihên fermî dihate bihîstin. Lê vê carê, li kolanên bajarên Kurdistanê bi tirkî dihate xeberdan. Zarokên kurda bi dengekî bilind bi tirkî diaxifîn. Dezgehên þexsên tirk yê perwerdekirinê, di bin navên cewaz de li gelek bajaran, cî û otelên navdar kirine pansiyonên xwendevanan. Li wir pirs bi tirkî tê niqaþkirin. Li Kurdistanê li hemberî axaftina bi kurdî, hizirkirina bi kurdî û jiyana bi kurdî xebatên pir alî tên kirin: Gelê kurd, bi hêza program û rêzefîlmên tv yî, rojname, radyo, dibistan û têkiliyên fermî û aborî ûhwd. bi tirkî tên bombebaran kirin.

Ji bo parastina kurdan li hemberî helwesta tirkîkirinê, zirxek pêwîst e. Pir giring e ku hevkariya di nav hêz û dezgehên me de xurtir bibe. Di gel hevkariya wan, programên piralî yên tv û radyoyî, xurtkirina rojname û malperên bi kurdî, bihêzkirina kampanyayên xwendin û nivîsan bi kurdî ûhwd. pêwîst e.

Azadiya Welat di dilê Kurdistanê de weþana xwe rojane, bi zimanê kurdî dike. Ji bo fêrbûn, axaftin û hizirkirina bi kurdî xebatên hêja dike. Li hemberî tehdîtên dewletê, bi israr, bi eks xebata xwe didomîne. Piþtgiriya Azadiya Welat, piþtgiriya hizirkirin, xwendin û nivîsîn û axaftina bi kurdî ye...

 

Li Kurdistanê gefên li hemberî rojname û rojnamevanên kurda îro jî didome. Doh Mîr Celadet û Kamîran Bedirxan hatin ajotin, Mûsa Anter û Hüseyin Deniz hatin kûþtin, û niwêneriya rojnameyan hate bombekirin. Îro jî rojnameyên me tên rawestandin û gerînendeyê wan tên dadgehkirin.

Mirov di demek wisan de çavên xwe li peyvên Mûsa Anter û dîtinên wî digerîne. Ez bawer im, wî jî dê mîna min kiriba û bigota: Kurdino, li xwe, li zimanê xwe û li rojnameya xwe xwedî derkevin. Dengê xwe li hemberî neheqiyan bilind bikin!

Ez jî bi dengekî bilind dibêjim: Biryara dewleta Tirkiyê li hemberî Azadiya Welat li dijî hizirkirina azad e. Ev yek nikare bê pejirandin. Li hemberî kirinên dewletê, ez li cem Azadiya Welat im, piþtgiriya wê dikim!..

 

 

Mihemed Þêxo

 

 Tenêbûn, hîsek e, carna nayê parvekirin. Peyv têr nake ku ew bê bi navkirin, þirovekirin. Dibe ku dosta mirov ne dur be. Lê ew nêzîkayî, qeysa ber çavan e. Di rastiyê de, ew dûr e û mirov li cîhanek e din e. Ji ber ku rê winda ye, û hîsên diçin ser dil û mêjî bê navgîn in. Di demên wisan de deng û awazê wî dibe dermanê dilan:

 

Min bihîstî tu nexweþ e, dilo / Ez çi bikim bextê min tim reþ e, dilo

Dilê min herdem bi kul e, dilo / Carekê nebûye geþ e...

 

Gelek caran di nav hizran de winda bûme. Ez li bersifa ``Felek``ê geriya me. Ji dema zaroktiyê de hetanî îro. Qîre-qîr û nale-nalê dayikan, mîna tîrekê, dem bi dem, cî bi cî, di guhê min de firiyan e, çûne hetanî ser mêjî. Gazin û nifirên dayikan li hember felekê ye, ku bûye guhar di guhê min de. Ez gêj bûme, kezep diperite, dil diþewite. Di demek wisan de dengê wî bilind dibe. Ev dibe rêber, ronî dike pêþiya min, derman dike birîna min:

 

Ey felek ji bo te dinalim / Ji bo çi nêrgiz çilmisîn

Ew çima bextê me wiha ye / Em bê dost û bê kes in...

 

Zewaca bê dil, mirina zindî ye. Ne hêsan e bê pejirandin. Jiyanek e dirêj, carna bi gotinê nexweþ, gelek deman bi peyvên çavan û bi hêstirên wate, dibe dojeh. Carna xwestina mirinê. Hinek deman duayên xelasbûnê. Nifirên li dê û bavan. Çêrên ji bo ap û xalan. Tev hewildanin. Helwestên cewaz in li hemberî zewaca bê dil. Lê têr nekirine ku hîsên zewaca bê dil bînin zimên. Tenê awazek heye ku bibe dermanê dilan:

 

Bilbilo...

Min go, tembiya min li te bê, tê çi car nexwîne li ser dara bê gul...

Dara bê gul, mîna evîna evîna ne jil, weke zewaca tev kul...

 

Gewr hene, sipî hene, esmer hene. Xweþikbûn, gul e, kûlîlk e. Dana Yezdanê heq e. Ku rûdine û bi hosteyiya xwe dineqiþîne. Qalkirina xweþikbûnê, bi dilên bê evîn nabe. Bi pêtên wolkanê lêdixe evînî, dest diçe ser pênûse, xweþikbûn dikare derkeve der. Evîndarî, mêjî û çavan kor dike, dil esîr digire. Di dema dîlîyê de wesfê xweþikbûnê dikare bilind bibe, bighêje esmên. Min pir li stiranên evîniyê guhdarî kiriye. Lê tu kes nikare mîna vê stiranê, mezinbûn û bilindbûna gewran îfade bike:

 

Carek min ji xwe re dî gewrek / Çavên wê reþ û belek

Xwe berda ser dilê min / min jê hez kiribû gelek...

 

Qala gewran tê kirin, lê esmer nayên jibîrkirin. Di bexçeya wî de kûlîlkên pir reng hatibû çandin. Xweþikbûna wan rengan, bêhna xwe dabû dilê wî, jiyana wî û stiranên wî. Wisan dihanî zimên, xweþikbûna esmeran:

 

Were were reng esmerê / Wek kûlîlka li pencerê

Þev û rojê di xeyala wê de / dil û hinav hatin derê...

 

Mihemed Þexo ne tenê hozan bû. Ew kaniyek bû. Kaniyek ku welathêz, evîndar, jar û perîþan, dayikên bi keser, zarokên perîþan, evîndarê bê çare, jê av vedixwarin. Dermanê dilan, di nava stiran û awazê wî de veþartî ye. Hezkirina te, hêja Mihemed Þêxo, ne wek hezkirina li hemberî hunermendekî ye. Girêdana bi te ve, mîna pirekê ye, ku ji dilekî dighêje dilê din. Û hevwelatiyan bi hevûdu girê dide. Ew girêdana nav wan dilan, dikare wê hezkirina te bîne zimên. Hêja Mihemed Þêxo, tu dilê me de dijî. Zarokên me bi stiranên te wêjegeþ dibin. Hezkirina te, sînoran nas nake, belav dibe, mezintir dibe. Agirê azadiyê ku bi destên hatiye pêxistin, îro geþtir û xurtir bûye:

 

Kurd in me azadî divêt / Xwînê dirêjin ji bo welêt

Sundê dixwin xew me nebêt / Heya ji cî rakin neyar...

 

21/03/07 Swêd

 Rapora MÝT ê ya Kerkûkê

Di dema þerê Îsraîl û ereban de, xurtbûna Îsraîlê piþta xwe dida zîrektiya dezgeha îstixbaratê. Hayê wan ji çalakiyên ereban çêdibû, û di zûtirin demê de rê li ber wan digirtin. Ji bilî wê, bi êrîþen pir alî û plankirî tevayê daxwaziyên wan têk dibirin.

Rojekê, birêvebirên ereban biryar didin ku civînekî bi dizî li Misirê pêk bînin. Berpirsiyarên ereban, roja civînê li cihekî dicivin û dest bi niqaþê dikin. Ereb in, mîna herdem qûltu-qûltuyên wan dirêj dibe û civîn bi dawî nayê. Kesek ji endaman dixwaze here tiwaletê. Lê serokê civînê û yên li dora wî:

- Nabe xeyo! Hinekî xwe bigire exûyî! Wilehî, hetanî civîn bi dawî newe, çûna tiwaletê qedexe ye, memnû e, ya exî!

Mêrik, xwe dide vî alî û aliyê din. Civîn dirêj dibe û bi dawî nayê. Rewþa yê ereb nexweþ dibe, nema kare xwe bigire û bi xwe de berdide, dirî. Bêhna gûyê wî li salonê belav dibe. Û civîn dibe qûrbana bêhnê. Mêrikê ereb, diçe derve ku xwe biþo û çavê xwe li cilên paqij bigerîne. Dinêre ku xanima wî, cilên wî di dest de ye, tê ber bi wî de. Mêrik ecêp mayî dimîne:

- Ev çi cil in te anîne vir?

- Cilên te ne. Radyoya dengê Îsraîlê berî niha qala civîna we kir. Ji bilî qalkirina niqaþên we, navê te anî zimên ku te di civînê de bi xwe de gû kiriye!..

 

Nirxandina polîtîka Îsraîlê ne karê min e. Lê ez qala hêz û giringiya îstixbaratê dikim. Ez dixwazim bi serpêhatiya cihû û ereban bala xwendevanan bikþînim ser cî û rola xebatên îstixbaratê. Bi baweriya min, îro jî cihû ji awira îstixbaratê zîrek in. Di welatê xwe de têra xwe demokrat in, ji bo hevwelatiyan rêya rexne û rexnegirtinê vekiriye. Ew, têkiliyên xurt bi dost û dijminan ra datînin. Lê têkilîyên baþ anjî neyênî, nikare rê li ber îstixbarata wan bigire.  Ji ber ku îstixbarat tedbîr e, rêgirê çalakiyên neyênî ye. Hizûr û kêfxweþiya hevwelatiyan bi saya dezgeha îstixbaratê dikare pir baþtir bibe. Berjewendiyên netewî, cihê xwe, bi hebûna îstixbaratek e xurt, tekûztir dike. Îstixbarat, zaniyariya rojê ye, ya adinî rojê ye, ya pêþerojê ye. Bêyî wê, xebatên wezareta parastin û ewlekariyê, ya navxweyî, ya derve nikare baþ kar bike.

 

Dema referandûma Kerkûkê nêz dibe û Hikûmeta Herêmê jî xebatên xwe li ser qanûnên nû xurtir dike. Beþek ji wan qanûnan li ser netewîkirina Petrolê û pirsa Kerkûkê ye. Pirs, giring e û ji awira îstixbaratê ve balkêþ e. Dezgeha Netewî ya Îstixbata Tirkiyê-MÝT jî li herêmê bi dizî kar dike û zaniyariyên di derheqa qanûnên nû, hêza leþkerî ya Kurdistanê, armanca serokên kurda, bi hêzbûn û qelsbûna kurda bi dest dixîne. Ez dixwazim çend malikan ji rapora MÝT ê ya nû ku li ser pirsa Kerkûkê amade kiriye pêþkêþ bikim. Rapor di hefteya derbasbûyî de ji aliyê ``Zarathustra News`` hatibû bi dest xistin.

 

Rapora bi dizî ya Kerkûkê, ji aliyê þêwirdarê MÝT ê Cemal Uzgören ve hatiye amadekirin. Paþê ji dezgehên dewletê re hatiye þandin. Di destpêka raporê de wisan tê gotin: ``Statûya Kerkûkê di gel rol û nefta wê, ji aliyê Tirkiyê ve bi baldarî tê raçavkirin. Li ser vê bingehê, MÝT, xebatên giring yê îstixbaratê li wir pêk tîne, li ser xeterên pêþerojê dezgehên Tirkiyê þiyar dike``. Wisan didome rapor: ``Hikûmeta Herêmê qanûnên Petrolê ji bo herêma kurda amade dike. Bi vê jî xuyanî dike ku Hikûmeta Herêmê dixwaze Hikûmeta Navendî ya Iraqê ji dewrê derxîne û mîna dewletek serbixwe bilive. Pêþketinên li wir ji aliyê me ve bi þêweyek peljenî tê raçavkirin. Pir bi sûd e ku Tirkiyê ji awira berjewendiyên xwe tedbîran bigire.``

Rapor bi firehî qanûnên ku Hikûmeta Herêmê li ser kar dike, dinirxîne û diyar dike ku cihên petrolê di bin du navan de hatine analîzkirin. ``Cîhên di dest herêmê de`` û ``Cihên pêþerojê``. Cihên di dest de, ew cîhin ku ji tebaxa 2005 an û vir ve dixebitin û rojê 20 hezar warîl petrol ji wan tê bidetsxistin. Deverên li derveyî vê bendê dimînin, dikevin nav rêza pêþerojê. Aliyên ku dikevin ber qanûna petrolê, bêhtir Herêma Kurdistanê ye. Lê ji bilî wê, ``Cihên hinekî bi ixtilaf`` jî hene. Kerkûk jî di nav cihên ixtilaf de ye û ew jî ji cihên pêþerojê tê hesêp. Li ser vê bingehê, gava mirov berî referandûmê bawerî pê bîne (bi hilbijartinek erenî bawer bike) ku Kerkûk dê bi herêmê ve bê girêdan, bêyî çêbûna referandûmê Kerkûk dê bibe cihek ji yê pêþerojê. Hikûmeta Herêmê bi vê gavê li ser petrola wir dê bibe xwedî gotin, li ser nefta Kerkûkê û ya heremê dibe xwedî maf ku peymanan bi welatên 3 an re îmze bike. Hikûmeta Herêmê li ser xeta boriyên neftê jî dê bibe xwedî biryar. Dikarin bê îcazeya Hikûmeta Navendî, mîna welatek serbixwe xebatê bikin...

 

Weke ku tê xuyanî kirin, MÝT hayê xwe pir alî ji naveroka qanûnan heye. Li ser biryar û dîtinên Hikûmeta Herêmê têr înformasyon e. Xebatên Hikûmetê pir alî raçav dike. Ji bo ku rê li ber xebatên Hikûmeta Herêmê bigire bi dezgehên Tirkiyê re kar dike. Di raporê de qala hêzên biçek yê Kurdistanê dike. Li ser biryara Serokatiya Mesûd Barzanî ya Kurdistanê û armanca li dû vê biryarê dikole. Zaniyariyên aborî bi dest xistine. Bi vê raporê diyar dibe ku MÝT li Herêma Kurdistanê bi hêsanî kar dike, zaniyariyên cewaz bi dest dixîne.

 

Ez serkevtina Hikûmeta Herêmê ji dilê xwe dixwazim. Ez piþtgiriya têkiliyên dostanî bi welatên cîhanê û cînaran re dikim. Girêdanên dostanî û aborî pir giring in. Lê pêwîste pirsa têkiliyê bi ya ewlekariyê ve neyê girêdan. Divê ez vekirî bêjim ku rapora MÝT ê kêmasî û qelsiya Hikûmeta Herêmê ji awira ewlekariyê ve derdixîne holê. Pêwîst e Kurdistan nebe cî û meydan ji bo îstixbarata neyênî. Pêwîst e rê li ber xebatên wisan bi zûtirîn demê bê girtin.

Ez bi xwe jî zanim ku çareserî ne hêsan e. Îro li baþûrê Kurdistanê 1200 þîrketên Tirkiyê hene. 15 hezar karkerên wan li wir dixebitin. Ew, bi beþek ji nijadperestên turkmenên Iraqê re jî dixebitin. Çalakiyên wan yên îstixbaratê pir alî hene. Ne tenê Tirkiye, welatên cînar tev hewil didin ku li ser wê xaka pîroz xebatên gemar bikin, dikin.

Di rewþek wisan de mafê Hikûmeta Herêmê heye ku:

- Qanûnên ewlekariyê xurtir bike û li dijî xebatên îstixbaratên neyênî gavên manîkêr û modern bavêje.

- Li hemberî ``sîxûrî û îstixbarata aborî, ewlekarî û leþkeriyê`` xwe ji nû ve organîze bike.

- Pêwîst e dezgehek nû ku tenê ji aliyê pisporên aborî, îstixbarat, ewlekarî, leþkeriyê ve bê îdarekirin ava bibe.

- Ji bo parastina birêvebir û kirina operasyonên taybet, perwerdekirina komek polîsên elît jî pêwîst e.

 

Pirs, hasas e. Giring e. Gavên modern pêwsît e. Dema gav neyên avêtin çi cewaziya me ji erebên di civîne de namîne...

  17/03/2007-Swêd

 

Lotikxane

 Ez bawer im hayê gelek kesan ji çîroka ``Qralê tazî`` heye. Wersiyona ku min bihîstiye wisan e: Dibêjin ku qralek hebû. Mîna hinek birêvebiran, li dora wî jî hejmarek þelaf hebû. Sultaniyetiya wî li ser keda rûniþtvanan, bi bac û xercê li ser nigan dima, didomiya. Þelafên li dora wî jî, bi cambazî û derewên xwe jiyana xwe didomandin. Li derve, piþtî demekê, xweþiyê cihê xwe da zilm û qedexeyên li ser þêweyên jiyanê. Lê ji ber nepixandin û zaniyariyên bê bingeh û derewên þelafan, xelkê gelek caran nema dikaribû dengê xwe bighêjînin qralê xwe.

Rojekê kesên þelaf dest dane hevûdu ku dawiya qral bînin. Di wan rojan de rûniþtvanên bajêr amadekariya cejna xwe ya herêmî dikir. Cejn li bajêr dihate pîrozkirin. Qral wê rojê derdiket nav gel, silav li wan dikir û rêzên xwe nîþanî wan dida. Serokê þelafan berî roja cejnê bi çend rojan li gel hevalên xwe ve tên cem qral:

- Qralê hêja, drûnkêrek nû hatiye bajêr. Mîna wî çi kes nikare cilan bidirû. Þêwe û rengên qûmaþê di destê wî de ye, li çi deveran peyde nabe. Tenik e, xuya nake. Li ser bejn û bala mirov rûdinîne, radipêçe ku hemû xetên laþê mirov bi þêweyek xwezayî rengê xwe didine derve. Ji bo roja cejnê, pêwîstiya te bi bedlek cilê wisan heye...

 

Dirûnkêr û þelafan dest dane hevûdu. Çi cil ji qral re nedihate dirûtin. Lê dirûnkêr wisan nîþan dida ku ew bedena qral dipîve, qûmaþ jê dike û didirû. Cilê dirûtî lê dike, bi meqes, derzî û tayê di dest xwe de, wê kin û dirêj dike. Yên dora wî tev xweþikbûna qûmaþ dihanîn zimên. Qala hosteyiya dirûnkêr û buhabûna qûmaþê wî yê kesî nedîtî dikirin. Qral rastiyê dibîne. Lê ji ber þelafiyan, derewan û nepixandinê rê li ber winda dibe, perdeyek dadikeve ber çavên wî û rastî û þaþîtî tevlû hevûdu dibe. Þelaf jî, ji aliyekî bi þelafbûna xwe cihê xwe zexmtir dikirin. Li aliyê din tev bi hevûdu re, di bin simbêlan de bi rewþa qral dikeniyan, henekê xwe pê dikirin. Li benda roja cejnê bûn ku wî tazî derênin nav xelkê. Û cihê wî ji xwe re bigirin.

 

Qral, di roja cejnê de, piþtî ceribandina dawî ya cilê xwe, hêdî hêdî xwe amade dikir ku derkeve nav xelkê. Wî, ji bo cara dawî li cilê xwe, paþê li þelafan û kesê dirûnkêr nêrî. Tevan, wesfê cilê wî dan.Qral gav bi gav ji qesra xwe derket derve. Tazî ye. Pirça laþê wî di gel halet û hêlikan ve, tev li derve, li meydanê ne. Rûniþtvanên bajêr pê dikenin, lê newêrin rastiyê bînin zimên. Zarokek biçûk çav li qral dike û nema xwe digire. Bi dengekî bilind diqîre:

- Qral tazî ye. Qralê me tazî ye, qûna wî xuyanî dike!

Rûniþtvanên bajêr, ne ji bo tazîbûna wî, lê ji bo ku ji xew þiyar bibe, peyva yê biçûk dubare dikin:

- Qral tazî ye. Qralê me tazî ye, qûna wî xuyanî dike!..

 

- Diyar e ku li çi deveran bê birêvebir kar nikare baþ bimeþe. Li welatê me, mixabine ku berî birêvebir tên ser kar, þelaf pir alî peyde dibin. Gava kar li gorî dilê wan bê kirin, xeletî jî dê çêbibin. Di rewþek wisan de, mîna welatên din, li welatê me jî erk û wezîfeya çapemeniya serbixwe girantir dibe. Pêwîst e raçavkirina dezgehan bê kirin, þaþîtiyên wan bê nirxandin, berjewendiyên gel bê bibîranîn, rê li ber rojevên bi pirsên bê wate bê girtin, dizî û dewlemendbûna bê ked bê kêmkirin, çareserî ji hejartiyê re bê dîtin û derman ji nexweþiyên civakî re bê dîtin...

Lotikxane, bi helwêst e. Di demek wisan ku kurd ber bi azadiyê ve diçin, li welêt û derveyî welêt dezgehên neteweyî ava dikin, xebatên çandî û hunerî berepêþ diçe, polîtîkayên baþtir tên bikaranîn de, bi rexneyên xwe yên dostanî dixwaze bibe alîkar. Bi gazinên erênî bala mirovan dikþîne ser xeletiyan. Rê li ber jiyana li ser þelafiyê digire...

 

- Wêjeya kurd hêza xwe ji jiyana gelê kurd digire. Þopên ji dîroka gelê kurd wê bi xwîn û goþt dike. Di wan de em hene, rastiya me, daxwazî û hêviyên me bi saya wan hatine parastin. Wêjeya kurd ya devkî bi hatina olên cewaz xurtir bûye. Nehatiye sergirtin. Evîn û eþqa di nav kesên olcewaz û kurdan de, di berhemên guhertî de bi hemû xweþikbûna xwe li ber çavan in. Olperestên konservatîf doh jî, îro jî xwestine ku li gorî dîtinên xwe û bi fitûyên xwe wê sergirtî bikin. Ev gavên neyênî ne. Di gel gavên wisan nayênî, mirov dikare qala sansûrek veþartî ku ji beþek nivîsevanên kurd hatiye/tê bikaranîn bike. Wan, bi zanabûn anjî ji ber hesabên din, nexwestine ku aliyê vekirî yê wêjeya xwe bibînin û wê þopa toreyî bidomînin. Wan ji awira vekirîbûnê xwe ji rastiya xwe, ji rastiya wêjeya xwe, xwe bi dur xistine û dixwazin bi çarþefên reþ ser wê bigirin. Helwêstek wisan nikare bê pejirandin.

Lotikxane, wêjeya kurdî ya devkî ji xwe re bingeh girtiye. Bi xwendevan, dost, nûçevan û nivîsevanên xwe xwedî tecrûbeyek berfireh e. Bi zimanek qerfî dide pey þopa wêjeya xwe ya toreyî. Parastin û vejandina wêjeya kurdî, beþek ji karê xwe yê bingehîn dibîne.

 

- Neyarên gelê kurd pir in. Hov in. Ji mirovahiyê dûr in. Lotikxane, bi þêweyê xwe, li dijî xebatên wan yên ne însanî radiwest e. Bi zimanê xwe yê xweþ û nûkteyî malikê li wan xirap dike, ocaxa wan vedimirîne. Gavên wan yên erênî jî dibîne, û gelê xwe li ser pêþveçûnan înforme dike.

 

- Diyar e ku hejmarek kovar, malper, tv. û rojnameyên me hene. Di metbexa wan de hemû cureyên xwarinê hene. Lê gelek caran, program û nivîsên mîna hevûdu diweþînin. Kêmbûna alternatîfên ``dev bi ken`` dibe sedem ku mirov çavê xwe li yên guhertî bigerîne. Mirov dikare ji awira metbexê dewlemend be. Lê çênabe ku tenê þêweyek xwarinê bê ser masê. Her roj tirþika fasoliyên hiþk nayê xwarin! Mirov bi programên yek ziman, yek reng, kopiyayên mîna hevûdu nexweþ dikeve û difetise.

Lotikxane, di vê bêhntengiyê de, hilmek xwezayî ye. Pacek e ku tê de hemû rengên xwezayî xuyanî dike. Bêhnek guhertî dide mirovan. Mirov pê bêhnfireh dibe û cîhana kesan ji tengasiyê derdikeve, ber bi firehiyê ve diçe. Lotikxane pirek e ku ji Kurdistanê dirêjî tevayê cîhanê dibe. Bi zimanê xwe yê xweþ bûyera dinirxîne, zaniyariyê belav dike, xelkê dilxweþ û kêfxweþ dike. Moralek bilind ji kurdan re pêwîst e. Lotikxane, fabrîkeya moralê ya herî mezin e.

 

Lotikxane 1 salî ye. Bi piþtgiriya gelê xwe rabû ser nigan û dest bi meþê kiriye. Gavên erênî avêt. Mîna zaroka biçûk di çîroka qral de, þaþîtiyên hene dît û anî zimên. Hinek caran xelet hat fêmkirin ku ew li dijî dezgehên me ye. Lê derket holê ku ew ne li dijî çi hêz û dezgehên me ye. Lotikxane, berjewendiyên neteweyî diparêze, parastina wê ji xwe re bingeh digire. Dide pey þopa wêjeya kurdî ya devkî. Civatek paqij xeyal dike. Li dijî neyaran e.

Salbûna Lotikxane pîroz be. Rêya wê ronî be. Em pê re ne, dilê me pê re ye...

 

Êzîdîtî

 

Berî niha bi çend rojan li qeza Þêxanê, jinek hate kûþtin. Paþê jî êrîþ birin ser navenda çandî ya Lalêþa Pîroz... 

 Divê hemû kes, bi taybetî gelê kurd hayê xwe jê hebe: Li Herêma Kurdistanê parlementoyek heye. Li wir, qanûnên ji bo parastina azadiya raman û hwd. tên peyde kirin û pejirandin. Ew qanûn, ji bo birêvebirina herêmê ye, ji bo raçavkirin û parastina mafê mirovan e. Ji bo cezekirina kesên gunehkar e, û parastina kesên bê guneh e. Mafê hemû kesan heye ku pirsên xwe bibe ber destê dezgehên parêzger û ewlekariyê. Lê çi kes, çi eþîr, çi birêvebir heqê xwe tûne ye ku ji bo berjewendiyên/pirsgirêkên xwe yên taybetî derkevin derveyî sînorên qanûnî. Pirsên taybetî ku di navbêra mirovên olcewaz, netewecewaz de peyde dibe, nikare bibe bingeh ji bo êrîþek tevayî li ser kes, anjî cihên pîroz! Cihê çareserkirina pirsgirêkên rûniþtvanan, dezgehên ewlekariyê û parêzgêriyê yê Kurdistanê ne!

 

Êzîdîtî û xwedîderketina li Êzîdîtiyê, xwedîderketina li kurdayetiyê ye. Ew, delîlek ji yên herî xurt ya hebûna me ne. Ew, sembola lehengiyê ne: Li hemberî bahozên herî xurt û êrîþên herî hovane li ser nigan man e û çanda Êzîdîtiyê parastine. Êzîdîtî, ne tenê baweriyek, nasnameyek, anjî çandek e. Kefxweþiya wan, me dilxweþ dike, serêþa wan me xemgîn dike. Ew, azayek ji laþê me ne. Êþa wan, êþa me ye. Nirxên wan bilind e, û bi çi cewaziyên bawerî anjî olî nikare kêmtir bibe. Divê vekirî bê gotin ku, êrîþa li hemberî navenda çandî ya Lalêþa pîroz ne helwêstek însanî ye. Nikare bê pejirandin. Li dijî hebûna me ye. Bûyerên wisan, rê ji provakeyên nû û tevlûheviyê re vedike. Kirinên wisan êrîþkar, bi zanatî anjî nezantî, xizmetê ji neyaran re, ji netehemûlkirina rengên Kurdistanê û dîtinên cewaz re dike...

 

Helwêsta birêz Celal Talebanî û Mesûd Barzanî kêfxweþiyek mezin da me. Pêþî niwênerên xwe þandin Þêxanê. Paþê jî Serok Barzanî li Selahedînê li ser navê xwe, û yê Serekomar Celal Talebanî, bi mîr û nasdarên olî re rûniþt û li wan guhdarî kir. Barzanî, nerazîbûna xwe bi hiþkî li dijî kirinên bêqanûnî anî zimên û wisan got: Bûyerên wisan berê jî pir caran çêbûne, lê belê her ji despêka Þoreþa Îlonê ev bûyer kêm bûne û dikare bi þanazî bête gotin ku þoreþa Îlona ew lêbhurîna olî ya li Kurdistanê hebû, kûrtir kiriye. Eger ku her Musilimane, yan Êzîdî , yan jî Mesîhîparêzek þaþiyek kir; çê nabe em li ser hemû Musilman, Êzîdî û Filehan te'mîm bikin, tu hêzek jî niye ku tadeyê li kurdên Êzîdî bike. Tedbîrên tund jî hatine girtin ji bo ku yên rola wan di vê bûyerê de heye bi tundî bêne cezakirin da ku bibin îbiret û tu kes careke din hizra karek wisan xirap neke.

Ne ez û ne Mam Celal û ne jî serokatî ya PDK û YNK ê, em qet rê nadin ferhengek wisan xerîb bête nav Kurdistanê. Ji ber ku bawerî ya me bi azadî ya olî û dîtinên cûda heye, yê ku li dij vê yekê jî raweste , em ê jê qebûl nekin û dê bi tundî jî bête muhasebekirin. Kurdên Êzîdî wek beþeke resen ya gelê kurd tê qebûl kirin û bila piþtrast bin ku hêzeke mezin li piþta wan e, ew jî gelê kurd e.

Rastiya dîrokê vê yekê diselimînin ku Êzîdî kurdên resen in, em bi zorê întîmayê ji wan re çê nakin. Êzîdî ji diyarkirina wê întîmayê azad in, heman tiþt jibo kurdên þebek jî. Qanûn dê bête pêkanîn û tu kesek jî di ser qanûnê re nîne û çênabe jî tu kes li ser alîdarî ya neteweyî yan olî yan jî dîtinên cûda bikeve ber lêpirsînê û yê ko divê lêpirsên lê bête kirin ew kese yê ku bawerî bi qanûnê nayine û dijî qanûnê serederiyê dike. Her wisan destûra Îraqa federal û destûra Kurdistanê jî ku di van nêzîkan dê derbikeve, dê van mafên pêkhatên Îraqê û Kurdistanê biparêze.

Tundigirên ko bûne sedema çêbûna bûyera qeza
Þêxanê jî ne tenê dijî mirovatîyê , lê belê dijî kurdatîyê ne jî, û tu car di wê bawerê de nebûm kesên weha di nav gel de mabin û em dijî wê ferhengêne ko kuþtina bi navê olî wek karek rastî qebûl dike û ev yek ne tenê dîtina mine, lê belê dîtina Mam Celal û parlemento û PDK û YNK ê ne jî, lewra divê ferhengek bête avakirin her kesê bête ser deshilatê, ev ferhenga lêburîna gelê Kurdistanê her bimîne
(Kurdistan tv).

Gavên wan, gavek e pîroz e. Cihê serbilindiyê ye. Gavên wisan stabîl, anku cîhgirtî pêwîst in. 

Pêwistiya civatê bi gavek e din heye. Ew jî parastina mafê jinan e. Jin, bi hejmara xwe nîvê civatê temsîl dikin. Jin jî mîna mêr, li hemberî qanûnan mîna hevûdu ne. Pêwîst e li Kurdistanê pirsên namûsê ne bi kûþtinê, lê bi rêyên hikûqî bên çareserkirin. Normên civakên pêþketî bibin pîvana me. Divê rê li ber kûþtin, anjî windakirina jinan bê girtin. Bûyerên wisan bala cîhanê dikþîne ser Kurdistanê. Em nikarin çavên xwe ji bûyerên wisan re bigirin. Yek ji erk û wezîfeya Hikûmeta Herêmê ew e ku ji bo parastina mafê jinan çareseriyên erênî peyde bike...

 

 Emrullah Cin

Mamoste Emrullah Cin serokê belediya Wêranþehîrê ye. Qeza Weranþehîrê bi ser Rihayê ve ye. Li bakurê welêt e. Hejmara bajêr zêdeyî 120 hezaran e. Cin, 44 salî ye. Tecrûbeyên wî li ser xebatên sendîqeyan jî heye. Ji ber sedema sirgonkirinê, karê mamostetiyê û sendîqeyê bi dawî anî. Paþê dikeve nav xebatên polîtîk. Ji 1999 û vir ve, du caran ji aliyê xelkê ve hate hilbijartin. Ji dema ku bûye serokê belediyê hetanî niha, gelek kar û xebatên hêja kirine. Ez dixwazim qala çend liban ji wan bikim:

 

- Demokrasî û wekhevî ji malê destpê dike. Jin jîn e, weke hejmar nîvê civatê temsîl dike. Pirsa zilma li se jinê, pirsek civakî ye. Nikare di malê de bê veþartin û bê sînorkirin. Hiþkbûna kevnar e nema dikare bê pejirandin. Gavên hemdemî pêwîst in. Belediya Wêranþehîrê berî niha ji bo mafê þixûlkêrên xwe bi sendîqeya DISKê re rûniþt. Xebatkarên belediyê mafên pir baþtir bi dest xistin. Hêja Cin, gavek nû avêt û bendek li peymanê zêde kir. Li gorî wê bendê, kesê ku hiþkiyê li hemberî xanima xwe bi kar bîne, dê nîvê maaþê xwe bide wê. Gava Cin, ji bo destpêka li dijî hiþkiya li hember jinê, gavek e bi nirx e, lê hêja ye. 

- Aboriya belediyan dibe xizmet û li gel vedigere. Diziya malê belediyê û li ser navê belediyê bidestxistina berjewendiyên taybetî, bê exlaqî ye. Bi rêz Cin ji bo bikaranîna aboriya belediyê têra xwe zana ye. Belediya Wêranþehîrê, berî niha bi çend salan navendek bijikiyê vekir. Di sala derbasbûyî de 26 hezar kesên nexweþ, bê heq li wir hatine mûayenekirin. Navenda bijijkiyê, ji nexweþxaneyekê bêhtir xizmetê dide. Ji ber vê xebata hêja, serokatiya belediyê xelatek wergirt.

- Gelek caran rêya min di ser Wêranþehîrê derbas dibe. Wêranþehîr bi rastî jî ji dûr ve wek bajarek e wêranbûyî xuyanî dikir. Zêde, dar û þînayî tê de tune bû. Lê di van çend salên dawî, ne wisan e. Hewildenak baþ xuyanî dike ku qedera bajêr, rûwê bajêr bide guhertin. Belediyê, îsal 110 hezar darên teama çand. 

- Xizmetên çandî li bajêr bere pêþ diçe. Xebat û cihên ku xebatên çandî lê dibin, zêde dibin. Parkên li nav bajêr xweþtir û mezintir dibin. Park li wir wateyek nû distine. Li wir fîlm tên nîþandan. Ji bo belavkirina weþanên kurdî helwestek erênî heye. Ji ber van xebatên hêja, rûniþtvanên li bajêr, bi awirek nû li wateya jiyanê dinêrin. Ciwanên me, hunera xwe didin nîþandan. Ziman û çand tê parastin, bi pêþ dikeve.

- Berî niha bi demek e kin li Batmanê baranek pir xurt bariya. Bajar di bin avê de ma. Xelk perîþan bû. Di wê demê de belediya Wêranþehîrê çû bi hawara xwîþk û birayên xwe ve. Koma belediyê, xwarin ji xelkê re çêkir, alîkariya rûniþtvanên Batmanê kir. Bi vê yekê derket holê ku, belediya bi hêz, dikare jiyanê ne tenê ji rûniþvanê bajarê xwe re xweþ bike, lê belê dikare alîkariya bajarên cînar jî bike.

- Hêja Cin bûye sembola aþtiyê. Hejmarek malbat û eþîrên ku dijminên hevûdu bûn, bi saya Cin û fedekariya wan kesan, bûn mîna bira, bûn dost. Bi vê jî xuyanî dike ku mezinantî, ne tenê rûniþtina li ser kursî ye û þelafiya çend kesên li dora serokatiyê ye. Berpirsiyartî, bi nasîna civatê û pirsgirêkên civatê û peydakirina çareseriyan bi wate dibe.

 

Belê, xizmetên bir rêz Mamoste Cin pir alî ne. Belediyên me, pêwîstiya xwe bi serokên wisan heye. Dikare hinek xeletiyên birêz Cin jî hebin. Lê ew, diçe nav xelkê. Bi partiyên mûxalîf re rûdine. Li wan guhdarî dike. Cin bi vê helwêsta xwe dikare xeletiyên xwe di demek kin de kontrol bike, serast bike...

 

Li bakurê welêt dema hilbijartinê nêzîk dibe. Erk û wezîfeyên partiyên me ew e ku berendamên xwe nas bikin. Piþtî hilbijartinê jî, xebatên wan ji nêz ve raçav bikin. Pêwîst e rê li ber dewlemendbûna bê ked bê girtin. Pir giring e ku dewlemedbûna wan ya berî hilbijartinê û piþtî hilbijartinê bi çend salên din bê raçavkirin.

Diyar e ku ``Hevalê qijakê niklê xwe ji nav pîsîtiyê dernakeve``. Belediyên me jî bi Enqerê ve girêdayî ne. Hetanî qilêr û genitî li Enqerê hebe, bertîl bê dan û dewlemendbûna bêked hebe, em ê jî nikaribîn xwe ji pisitiya li wir bi hêsanî rizgar bikin. Mixabin e ku di belediyên me de jî dê kesên bê exlaq peyde bibin.

 

Ji baþûrê welêt jî deng û behs dighêjin mirov. Li belediyan û li cihê parastinê qala rûþwet û bêheqiyan tê kirin. Lê hêviyên me ji wir mezin in. Hikûmeta Herêmê çend roj berê li Zaxo û Dihokê operasyonên mezin pêk anî. Hejmarek kesên rûþwetxwar ûhwd. ji kar hatin avêtin. Pêwîst e Hikûmeta Herêmê ji bo rêlêgirtina rûþwet û bêexlaqiyan aktîftir bixebite.

 

Di xebata belediyan de belavkirina bi edalet û raçavkirina mafê mirovan pir giring e. Raçavkirina normên exlaqî di xebatên belediyê de û di kirinên birêvebiriya belediyê de, giring e. Ez dixwazim vê nivîsê bi serpêhatiya Melayê Meþhûr ve bi dawî bînim. Serpêhatî qala zilma birêvebirekî dike û nêrîna xelkê li hemberî wî tîne zimên:

 

Tîmûr û Melayê Meþhûr bi hevûdu re diçin hemamê. Xwe tazî dikin, pêþmalkên xwe didin pêþiya xwe û li ser kevirê girover rûdinin. Dest bi sohbetê dikin. Tîmûr:

- Mele Nisredîn, te dinya dîtiye. Tu mêrê çê baþ nas dike. Bi baweriya te, buhayê min çiqas e?

Xoce, û rûniþtvên bajêr ji ber zilma Tîmûr têra xwe jê aciz bibûn û li tiþtek wisan digeriya ku wî di nav heriyê bide:

- Buhayê te ji bilî du mecîdiya çi tiþtek din nake.

- Mal xirab! Ev pêþmalka li ber min tenê bi du mecîdîya ye!

- Ji xwe min jî hesabê wê kir û bersiva te da...

 

Tirkiyê dibe Kurdistan

 

 Tirkiyê dibe Kurdistan. Xwediyê vê dîtinê ne ez im. Malpera Çêpê Tirk e. Li gorî wan, navenda bizava kurd ji Amed ê serî rakiriye û berê xwe dide Serhedan. Paþê ber bi aliyê sînorên Iraq û Îranê ve diçe, fireh dibe. Piþtî serkevtina vê qonaxê, hedefa bizavê bidestxistina aliyê Anatoliayê ye. Kurda, ji xwe bajarên li ber derya serya sipî hetanî Ege û Marmarayê bi hejmara xwe ya bilind dagir kirine. Armanc a wan ew e ku Kurdistana pêþerojê sînorê xwe ne bê derya be. Ew, bi rêya deryayê bazirganiya xwe dê bere pêþ bibin. Kurd, bi zêdekirina hejmara xwe û çêkirina zarokan çar caran ji tirkan xurtir in. Gelek ji vê hejmarê li Kurdistanê dijî, beþek jê jî ji bo dagirkirina Anatoliayê diçin li wir bi cî dibin. 1990 û vir ve zêdebûna tirkan ji % 24 e. Lê ya kurdan ji % 40 e. Li aliyê Derya sipî û Navenda Anatoliayê hejmara tirkan her ku diçe kêmtir, lê ya kurdan zêdetir dibe. Kin û kurt, kurd di çend salên pêþiya me de bê þer dê Tirkiyê dagir bikin û têxin bin bandora xwe...

 

Berî ku ez dîtina xwe li ser analîza wan bêjim, ez dixwazim vekirî bînim zimên: Ji dema ku ez xwe nas dikim, kêfa min ji çepên tirk re nayê. Bîr û baweriya min bi biratiya wan û taybetî hevkariya bi wan re qet nayê. Ji ber ku ji Kemal bêhtir Kemalîst in. Mîsalên li ber çavan hene: Fermo, Kemal nema dikare avê li destê Perinçek, Küçük û Baykal bike. Ji ber ku mamoste, mamoste dimînin, lê xwendevanên wan dibin profesor, doktor û hwd. Lewma çepê tirkan ji awira cîhana Kemal ve wî li dawiya xwe hiþtine. Genîtiya wan ne bi vê tenê sînorkirî ye. Ew, ji rastên tirk bi deh caran zêdetir ultra neteweperest û nijadperest in. Di pirsa kurd de yekalîbûna wan ji doh ve diyar bû. Ew gunehê xwe naxwazin bibînin. Û bi vê yekê diþibin cîranên Xoceyê Meþhûr kesê diz:

 

Rojekê dizek dikeve mala Seydayê Nisredîn, çi tiþtekî tê de nahêle, dide hevûdu û dibe. Car û cînar tev tên û yek bi yek berê xwe didin Melayê Meþhûr:

- Pacên we ji textên riziyayî ne. Hemû kes dikare biþkîne û têkeve hundir!

- Ev deriyê mezin û kilîda biçûk. Deriyê vekirî ji vê kilîda biçûk pir bi ewletir e!

- Hûn li mala xwe qet nasekinin. Ev jî bes e ku diz têkeve mala we!

Xocayê Nisredîn, têra xwe hêrs dibe, çavê xwe digire û devê xwe vedike:

- Baþ e, heta cihekî ez sûcdar. Ma qet suc û gunehê diz tune ye?!

 

Li gorî çepên tirk, anku kemalîstan, çi çalakiyek nebaþ li Tirkiyê bibe destê kurdan tê de heye. Wan rojekê berê eynikê nedane riqayên xwe, û pîneyên xwe yê peritî nedîtine ku tê de eyba qûna wan xuyanî dike. Cîhan tev eyba wan dibîne, gunehên wan tê xuyanîkirin, lê dîsa jî xêr nake. Wan pîneyên ber qûna xwe ji xwe re kirine berçavk û berepaþ, anku ji paþ ve li buyeran dinêrin...

 

Dîtina min li ser analîza malpera Çepê Tirk wisan e:

Mala Xwedê ava. Ji deh salan carekê be, rastiyek dîtine, û anîne zimên. Rast e, kurd zêde dibin. Daxwaziya min jî ji kurdan ev e: Ne tenê bi þev, bi roj jî bixebitin. Qet vala nemînin. Dema xwe bi tiþtên vala derbas nekin. Di her fersendê de, bi deqa, saetan û rojan di çêkirina zarokan de bifikirin. Pirçêkirina zarokan garantiya hebûn û pêþeroja me ye. Diyar e ku xwedîkirina wan berxwedanek e baþ dixwaze. Lê rojên xweþtir nêzîk in. Nefta Batmanê û ya Kerkûkê besî wan e. Zankoyên me jî pir dibin. Zorî bidin çêkirina zarokan, dilê van segbavan li me rehet nekin!

 

Kurd, ne kurdên doh in. Bi þêweyê þerê we yê hovane zanin. Li hemberî we þêweyê þerê xwe gav bi gav didin guhertin. Çi niyeta wan tune ye ku hejmarek Egîdên din di vê rêya bi nirx de þehîd bidin. Ew, we baþ nas dikin. Pir dijwar e ku hûn çavên wan bi biratiya doh ya derewan bigirin.

 

Textê li ser zilm û hovîtiyê ava bûbe, çi demê be wê bi erdê re bibe yek, têk here. Zilma ku ji aliyê serdestên tirk, ereb û farisan li kurdan tê kirin, derveyî mirovahî ye. Û Yezdanê kurdan li jor selikan çênake. Ew bi firotina îsot û petêxan danakeve. Yezdanê hêja, segbavan (ji ber ku nijadperestên tirk xwe ji dola segên berrî dihesibînin)  nas dike. Vê carê berê xezeba xwe daye wan. Doh dora baasiyên Iraqê bû. Û sibe jî dora yên din e...

 

Dengê leþkerên Yezdan tê min. Ez bi xwe deng û mizgîniya wan dibihîzim: Ew, bi cilên xwe yê spî ku rengê xwe berfa bilindahiya Zagrosê girtine, silavê didine me. Ne dijwar e ku mirov Seydayê Ehmedê Xanî, Þêx Mahmûdê Berzencî, Þêx Ehmedê Barzanî û Seyid Rizo bibîne. Ew, melekên parastinê ne û li esmên in, bi keskeperdeya xwe þervanên kurdan, leþkerên me yê nijadZerdeþtî diparêzin. Lehengên me, mizgîniya welatekî wek zêrê zer bi nirx didin e me. Agirê ku wan li Zagrosê vexistiye sor dike, bilind dibe û belav dibe. Doh li Zagrosê îro li Agirî û Xelatê...

Hilweþandina textên zilmê nêzîk e, ne dûr e. Ew roj bi tîrêjên xwe her ku diçe bilind dibe û tarîbûnê ji holê radike. Hûn nikarin bi qilêra destên xwe rê li ber tîrêjên rojê bigirin...

 

``Ronakbîr`` 

Behlûl dixwaze lawê xwe bizewicîne. Di gel birayê xwe Harûn Reþîd diçin xwestinê. Piþtî sohbetê dor tê pirsa bingehîn, anku xwestina qîzê. Behlûl berê xwe dide bavê keçikê:

- Bi emrê Xwedê û qewlê Resûlê Ekrem em hatine qîza te ji lawê min re bixwazin, ji bo ku li cem wê raze û têkiyê de.

Harûn Reþîd di serî de, tev bi hiþkî diçin bi ser Behlûl:

- Ma ne eyb e tu wisan dibêjî?!. Ev çi þêwe qîz xwestin û çi bê terbiyebûn e?!.

 

Qîz tê xwestin. Paþê jî guhestin. Lê Behlûl þîreta lawê xwe dike ku nêzî qîzê nebe. Diya bûkê, piþtre ji keça xwe dipirsê, tê digihêje ku lawik li cem wê radize lê destê xwe nadiyê de. Bi rêya diya kûrik, dixwaze ku bûk û zave, dema razanê xwe li hevûdu rapêçin û maç bikin. Lawê Behlûl wisan dike. Lê dernakeve derveyî sînoran. Çend rojan wisan didome, lê zava beyî îcazeya bavê xwe çi elaqeta cinsî bi wê re nake. Dayika bûkê zoriyê dide mêrê xwe ji bo ku pirsgirêkê çareser bike. Mêrik jî nema xwe nagire û tê cem Behlûl:

- Bêje lawê xwe, ne tenê razan, lê belê bila têke qîza min! Baþ e! Dilê te rihet bû?

- Min ji serî de rastî ji te re got. Li rastî bi te nexweþ û tehl hat...

 

Behlûlbûyîn, peyvek hêja ye. Li gorî hinekan, ji ehmeqan re tê gotin. Ev dîtinek yek alî ye. Serpêhatiyên Behlûl dîtînên wisan yek alî bê wate dike. Îro, peyva Behlûl bêhtir wek biwêjekî bikar dihênin. Li gorî wateya biwêjê û naveroka serpêhatiyên wî: Behlûl, ne berjewendîperest e. Baþ difikire. Rastiyê dibîne. Cewaziya hêzên hene raçav dike. Lê çi hêz nikare rê li ber dîtinên wî bigire. Rexnegirek civakî ye. Di nava hejartiyê de dijî, qîma xwe bi jiyanek wisan tîne lê ji rastiyê dûr nakeve. Rûþwetê napejirîne, kêfa wî ji þelafiyan re nayê. Rastgo ye û çawa bibîne wisan jî dibêje...

Di dema îro de pêwîstiya me ji aliyê civakî, polîtîk, çandî, edebî û hwd. bi kesên mîna Behlûl heye. Ji ber ku ew neynika (eyne) civatê ne. Bi saya wan, rastî zelaltir tê xuyanîkirin.

 

Îro min pirtûka Laleþ Qaso ya bi navê ``Ronakbîr`` xwend. Û min hinekî li Qasoyê derve yê di nava civatê de nêrî, anî ber çavên xwe. Paþê jî berhema wî careke din serûbinî hevûdu kir. Gava ez li Laleþê derve û Qasoyê afirêner didim ber hevûdu ez tiþtekî dibînim: Raçavkirina wî ji hinek aliyan ve diþibe ya Behlûl.

Dikare li gorî cîhana xwe, dîtinên xwe bîne zimên. Û carna rê ji rexneyan re veke. Ev aliyek pirsê ye ku dikare bê niqaþkirin. Lê werin û li ``Ronakbîra`` wî binêrin. Temaþe bikin ku çawa pirsgirêkên kurdan ji awira jinan ve, bi raçavkirinek pisporî, bi zimanek xweþ û kêþar aniye zimên. Li ser pirsgirêkên me yên li welatê xerîbiyê kêm hatiye nivîsîn. Ew, bi Ronakbîra xwe, ne tenê berhemek wêjeyî diceribîne, bi wê re problemên me yên li derveyî welêt bi berfirehî analîz dike. Laleþ, bi cesaretek e mezin vê nexweþiyê mîna hekîmekî zana kontrol dike û hewil dide ku dermanê wê peyde bike: Bi vê helwesta xwe têra xwe rastgo ye. Natirse. Çi sînoran li pêþiya xwe nabîne.

 

Ceribandinên wisan pêwîst in. Rastîdîtin û gotin jî karek e bi nirx û hêja ye. Û pêwîstiya civata me bi Behlûlan jî heye. Em bi wan re bin anjî li dijî wan bin, divê em karîbin li hevûdu guhdarî bikin. Dîtinên wan li ber çavan bigirin û sûdan ji hevûdu bigirin. Pêwîst e sebir û semaxa me li hemberî hevûdu firehtir bibe, û rexneyên me li hevûdu ji tixûbên etîkî bi dur nekeve.

Giring e ku Behlûl qise bikin. Ji ber ku kesên mîna Behlûl garantiya azadiya hizirkirinê li welatê me ne. Ew eynika welatê me ne. Rastî bi saya wan diyar dibe. Ew gulên me ne. Ji xwe darên gula bê stirî, dirk nabin. Ew, bi stirî, dirk anku sincikdarî û bêhna xwe ya xweþ gulên civata me ne...

Çi gotiye nemir Mihemed Þêxo:

Ay ay Bilbil, wa bilbilo!..

Tenbiya min li te be, tê çi car nexwîne li ser dara bê gul

Dara bê gul, mîna evîna ne ji dil,  zewaca tev kul (e)...

 

 

Ez ne Dink im

 

Te êþ û brîna mamosteyê min Musa bi nû kir: Bedilê nû, bi ser bejna zirav berdayî. Dev bi ken, dost hez. Stilîlê tê bîra min, mala wî, kûlîlkên pir reng, giyayê þîn, maseya nêzî hawûzê biçûk û mêvanên li dorê. Pirtûkxaneya wî tê bîra min, makîneyek nivîsînê, kovarên jîn û destnivîsên amadekirî, notên daleqandî. Em bi hevûdu re li dora sifrê kom dibin. Xwarinek pir bi tam. Çandek bilind, serwîsek hemdem, çêjêk guhertî. Sohbet destpê dike. Tîrên demhejmêrê diherike, peyv bi dû ya din tê. Dibin libên þekir, me bi xwe girê didin. Di nav bîranînên wî de ji stilîlê derdikevin rê. Dibin hevalê wî. Ileri yurtê xurt dikin, û li hucreya 38 ê dibin mêvan. Dibin þahidê çîroka Kimilê û Brîna reþ. Û li welatê xerîbiyê dibihîzin, bi kabûsan þiyar dibin, dighêjînin me xebera reþ.

Hêja Dink. Cihê te di dilê min de ye. Tê herdem di dilê me de bijî. Lê ez nikarim bibim Dink, hetanî cihê Musa vala be.

 

Ez dikarim bibim merþ li ber þikalên Mîdhat û Evdirehman Bedirxan. Ne Evdirehman Bedirxan bû ku konê wî li nav milê wî. Ji ber destê zalimê Evdilhemîd welat bi welat geriya. Namûsa rojnamevaniya kurdî li erdê nehiþt. Meþaleya azadiya hizirkirinê gihand roja me. Dikarim bibim siya Evdirehîm Bedirxan, merþa li ber pêlavên wî. Lê ez nikarim bibim Dink. Min efû bike.

 

Ez nikarim xwe têxim þûna te hetanî êþa Celadet û Bedirxan hebe û li ber çavan be. Bi fermana mirinê, ji welatê xwe têrnebûn, hatin ajotin. Li sirgonê mirin herdû jî. Bêyî ku carek e din Bohtanê bibînin. Lê bi mêranî berxwedan. Nivîsandin, afirandin, kurdîbûn bi me þêrîn kirin. Ew in Xanê yê hemdem, bavê rojnamevaniya nûdem. Belê, em pir bi çûna te êþiyan. Bibihûre. Lê hetanî kûl û keserên sirgonê hebe, ez nikarim bibim Dink.

 Bi qasî zarokên xwe ez nirxê didim yên te. Hez ji wan dikim. Lê xortên bêmirad tê bîra min. Peyva min ne ji yên zewicî re ye. Ez ji wan re dibêjim: Ku ber di mêjî de, li ser dev li erdê mayî, bi wan simbêlên nû xwêdan dayî. Bêyî ku þerbika zewacê têxin destê evîna xwe û bêyî ku biþkînin. Û darka zavatiyê bixemilînin. Bi miradê xwe þa nebûn. Ne ketin dîlana, ne lîlandin ne jî cilên zavatiyê li xwe kirin. Ji nav me barkirin û çûn. Cengîz, Hafiz, Çetin, Yahya, Huseyin, M. Sait, Namik, Kemal, M. Ihsan, Ferhat. Beþek zewicî, hinek nû zewicî, beþek li benda roja xwe. Stêrikên wan þahid in. Ew li esmanan li me temaþe dikin. Çawa karîbim bibim Dink, hetanî êþa wan dil de be. Cihên wan vala be.

Ev çend sal in ku li ser we dinîvisînim. Bi hîsên te li pirsê dinêrim. Carna dibim Sasûnî û carna jî Naîm Faîk. Kûl û kesera sala fermanê. Zarokên bê dê, xaniyên þewitandî. Cihê bazdanê jî nemabû. Dost bibûn dijmin, mal bibû zindan. Ez dikarim te di dilê xwe de bidim jiyandin, di mêjiyê xwe bikolim, carna jî bibim dengê te. Cihê te bilind bikim. Û nirxê te bûha. Lê dîsa jî ez nikarim bibim Dink, hetanî êþa Musa hebe. Þûna wî neyê dagirtin.

 

Saddam û Perinçek

 

Saddam Hisêyn bi rêya þelaf û alîgirên xwe helbestek xwe gihandiye ``Aydýnlýk``a Perinçek. Pê re jî mesajên baasiyan hene. Perinçek di qûncika xwe ya vê hefteyê dibêje ku Saddam þehîd bûye. Tirsa wî ew e ku piþtî rizgariya baþûrê Kurdistanê, bakûr ji destê wan here. Ev, plana Emerîka ye û li gorî wî tenê rihê kemalîzmê dikare wan ji vê xeterê rizgar bike...

 

Nebêjin: Saddam û helbestvanî! Kûrahiya helbestvaniya wî bi qasî pisporiya wênekêþandina Kenan Ewren bilind e. Her malek tiwaletek e xwe heye. Di cîhana wêje û hûnerê de pêwîstiya mirovan bi tiwaletan, dîmenên bêhnpêketî û qirêjî heye. Gava mirov çav li berhemên wan dikeve, xwîn, kîn, girî, qirkirin, þkence, bidarvekirin, windakirin û hovîtîya heywanên di sûretê mirovan de tê bîra mirov. Gelek kesên polîtîk hene ku di mêjiyê xwe de ne kêmî Saddam in. Lê hêza wan tune ye.Yek ji wan jî Perînçek e. Û Perînçek baasiyek bi tirkî ye...

 

Baþ e ku helbesta xwe bi taybetî ji Perinçek re þandiye. Ji hineka din re bihata þandin, minê jî hêdî hêdî ji þehîtbûna Saddamî bawer kiriba. Perinçek li bavê xwe hatiye. Endamê dadgehê ye. Mohra bavê wî jê re mîras maye û wek ya Saddam bikar tîne. Her hefte hinekan sîxûr, hinekan xaîn, hineka dost, hejmarek kes welatperwer û yên weke xwe jî, miriyê zindî, þehîd nîþan dide. Diyar e ku kesên wek Saddam, kaniyên nûçe û nirxandinên wî ne. Gava mirov çavkanîyên xwe û dostê mîna xwe winda dike, hêrs dibe. Ji kontrolê derdikeve. Çi tê ber devê wan dibêjin, dinivîsînin. 

 

Du kerên Mele Nisredîn hebû. Yekî jê benê xwe qetand û bazda. Yê din jî, xwe bir û anî lê nikarîbû benê xwe biqetîne û bireve. Seydayê Nisredîn pey kera filitî ket, lê negaheyê. Rahiþt darekî û hat li yê girêdayî xist.

- Xoce, kerê din bazda tu li yê girêdayî dixe. Ma ne gûneh e?!

- Kuro, ku ev kerê girêdayî bifilite, dê ji berdayî xeraptir bike û wêdetir here. Bihêlin ku ez dilê xwe lê rehet bikim...

 

Saddam ket destê adaletê û cezayê xwe dît. Mîna kerê Melayê Meþhûr, bazdan jî bi destê wî neket. Lê Perinçek yê beredayî ye. Jê xiraptir e. Cîhana wî, ji rengên reþ û spî pêk hatiye. Ji bilî peyvên kûþtinê û teoriyên komployan pêve çi rengên din nabîne. Saddamek bê hêz li Anatolîayê ye. Kopîa Saddam Hisêyn li Tirkiyê ye. Diþibe rûpelek kopîekirî ku bi makîneyeke xirab hatibe kiþandinê: Rû reþ e, ne zelal e, tevlûhev e, xesar e. Kaxezên wisan li welatê pêþketî didin hevûdu û bi paþve diþînin fabrîqê û dikin kaxedên tuwaletê...

 

Cî û nirxê þehîdbûnê nikare bê pîvan. Lê þehadet bû benîþt û kete devê we, bû mohr kete destê we! Di nav destên we de rengê xwe guherand û bê wate bû. Îttihad û terakkiyan li ser navê ol û þehîdbûnê li aliyê Serhedan xwîn dane rijandin. Paþê kemalîzmê ji wan xiraptir kir. Û baasiyên Iraq û Sûriyê xelkê ro nîvro direvînin, ji holê radikin. Hûn, di rûpelên spî yên dîroka mirovahiyê de peþkên reþ in. Ne dikarin bibin mirov, ne jî yezdanhez. Di bin cil û bergên mirovan de, herku diçe dibin hirç û hov.

 

Kemalîzm nexweþiyek e. Bêhtir li aliyê Anatolîayê tê dîtin. Lê þopa nexweþiyê car carna li welatê cînar jî dikare di bin navên din bê binavkirin, dîtin. Diþibe nexweþiya Parkînsonê. Jehr e, di laþê mirovan de ye. Li Tirkiyê, biçûkanî bi derziya li qûnê dixin. Di mezinbûnê de, nexweþî berepêþ diçe û mêjiyê mirov dixwe bin bandora xwe, xirap dike. Çi kesan nas nake, çi çep, rast, sosyalîst, sosyal demokrat, faþîst hemû kesan dike êsîrê xwe. Rê li sîgnalên hizirkirinê digire. Çi îdeolojî anku dîtinên cewaz di mêjiyê mirov de nahêle. Mirov dike zindiyê mirî, mêjîkor, papaxan û berdide dinyayê.

 

Îdeolojiya baas û Kemalîzmê li we pîroz be. Û Yezdanê heq, gunikreþên mîna George Bush ji ser serê we kêm neke! Amîn!

 

 

Saddam çû aqûbet li serê Esad û Evren

 

Kelehên zilmê yek bi yek hildiweþin. Dereng be jî, axîn û nalîn cihê xwe didin kêf û þahiyê. Dûayên bêkes û hejaran digihêjin cihê heq, û qatilê mirovan yên mîna Saddam dighêjin cezayên xwe. Çiqas mirov li dijî îdamê be jî, ev qonax bi dilê kesên mirovhez e. Lê diyar e ku kesên berjewendiyên xwe diparêzin û li pirsê bêalî nenêrin dê dengê nerazîbûna xwe bilind bikin. Ev jî normal e.

Saddam hate bidarvekirin. Niha dora hevkar û þelafên dora wî ne. Hinek kes mirinek e nazik û nazdar ji Saddam û dora wî re dixwazin. Hineka jî Muebbet. Saddam kûçikek har û hov bû. Pêwisîtiya wî, û kesên li dora wî bi mirinek bi çîçek û gulan tune ye. Pêwsît e cendekê wan têxin bingaha tuwaletekê li Helebceyê. Û her roj bi ser wan de bê gû kirin.

Ez li dijî îdamê me. Lê ji bo mirovan. Hovên wek Saddam ne tenê îdam, gav bi gav kûþtinê heq dikin. Saddam piþtî qirkirinên mezin hatibû girtin û paþê bidarvekirin. Ji bo hatina vê qonaxê gelek kesan serî dan, ava þehadetê vexwarin. Bi hezaran kes birîndar bûn. Seqet man. Silav li wan þehîdan, li kesên seqet man. Bi nav anjî bênav, spas ji wan kesan re. Cihê we di dilê me de ye. Hûn nayên jibîrkirin.

Saddam çû. Lê rejîmên sergirtî û dîktatorên li ser hikûm pir in. Zilm û hovitiya wan didome. Ez napirsim ku vê carê dora kî ye? Mirov zane ku sedsala me nema dikare xwînrêjên wisan bipejirîne. Ew, dûr anjî nêzîk yek bi yek rêwî ne. Bi zorê anjî xweþî ji ser text dê dakevin. Çawa ku Xalê Xezebo zanîbû ku Têliyê çi dixwaze, rastiya sedsala me jî diyar dike ku dema têkçûna wan nêzîk bûye.

 

Xalê Xezebo, li êþ kar dikir. Kin û qût bû. Aþê wî li ser hêza avê dizîvirî. Ji sibê hetanî êvarî kar dikir. Barkirina genim, hêrandina wê, girêdana devê çiwalên êrd û bicîhkirina wan li ser piþta erebê, anjî qantiran karê wî bû. Karê bajêr li ser piþta wî bû. Ew, têra xwe diwestiya û dihat malê. Hetanî ku ciwan bû û li ser xwe bû, piþtî kar di fersendên herî biçûk de diçû nav livînê. Wî û jinxala Têliyê mîna du ferþikên êþ, bi çav, lêv û ramûsanan nêzî hevûdu dibûn. Xezebo xwe dihavêt ser zikê wê û dest bi çûn û hatinê dikirin. Ji pêlên wan textê razanê dikire zîqe-zîq. Lê piþtî ku Xalê Xezebo di nav salan de çû karê wan jî bêçêj bibû. Tam tê de nema. Textê wan nema dikir zîqe-zîq. Û çi tir di Xezebo de nemabû.

Rojek înê piþtî ku reþ kete erdê, rabû ser xwe û qirþik da binê beroþa avê. Agir li qirþikan gur bû. Av hêdî hêdî germ dibû. Berê xwe da dikana Emer Pinê û ji wir qalibek sabûna zeytilxar anî. Paþê jî lûfikek ji Hesenê Eloka kirî. Mirîþkek serjêkir, dane ser êgir û nanek qemirî ji firna Cemîl Xencero anî. Hate malê û li ber eynikê rûniþt, xwe hemra-bodre kir û li benda Xezebo ma. Xalê Xezebo hate malê. Çav li jinikê kir, fêm kir ku jê re ne xêr e.

- Xezebo, îþev þeva înê ye. Ma jibîra te çû bû?

- Na, ez zanim. Îro îne.

- Min av da ser êgir. Serþoka me jî têra xwe germ e.

- Ez dibînim.

- Çi kes li mal tune ye.

- Erê bes e, bes! Eger Xezebo ne kurê kerê be, fêm kiriye bê tu çi dixwazî...

 

Mesaja bidarvekirina Saddam bi qasî mesaja jinxala Têliyê vekirî ye. Vê carê dora dîktatorek din e. Ew bi xwe zanin ku dora wa ye. Lê nikarin texmîn bikin ku Ezraîl dê bibe mêvanî kî. Dîktatorê Kore!? Lîbya!? An jî Pakîstan!? Lê dûayên min ji bo yê Sûriyê ye. Bila dora Beþar efendî be. Lê mirina wî bila ne wek ya Saddam be. Avakirina dadgehek taybetî. Mesrefa dadgêr û dadmendan. Bi rojan nivîsandin û xwendina gunehên wî. Lê nehêjaye ku meserefek wisan lê bê kirin. Bila Xwedê rihê mîrê Þam û Helebê Beþar efendî li Tîwelatê, di ser gû de bistîne û hew...

 

Piþtî mirina Saddam hejmarek kesên mîna wî kabûsan dibînin. Waswasên di mêjiyê wan de xwêdanê di serçavên wan de dide avêtin. Berê qûna xwe didin jin û dosta xwe û radizin. Lê bi qarîn û girîna Saddamê li ber sêdarê þiyar dibin. Çixare û vexwarin dibe dostê wan yê herî nêz. Dibin mîna barûdê, çi kes nikare nêzî wan bibe. Bi rehetî dilê kesên herî nêz ji wan dimîne. Û ya herî xirab jî demekê ji xwarinê qût bibin. Wek çêleka Xalê Neîma bajarî li wan tê:

 

Mihemedê Þivan Xort e. Li gundekî dijî, ne erd û ne karê wî heye. Pere jê re pêwîst e ku ji xwe re çixaran bikire. Çend rojan fikirî. Wî çi rê nedît ji bilî firotina kayê pêve. Rojek erê yek na, ji ser sergoyê gund hinek kaya mirî dida hevûdu, lepek kaya teze û zer dihavêt ser kaya genî, dixiste selikekê û berê xwe dida Nisêbînê. Li taxa Mazilevdîn digeriya û bang dikir:

- Werin ka! Kaya firotinê. Erzan e.

 

Pîra Neîma bajarî tê pêþiya wî û bi kurdiyek xirab pê re diaxife:

- Kayê te bi çiqays? Paqij e, ji bo çêlekê me?

- Xaltîkê, kaya min pir baþ e. Pir paqij e. Binêr e çiqas zer û teze ye. Bi weraqak û nîvê ye.

- Buha ye. Ez ê weraqak û deh kuruþa bidim ser te. Here kayê birijîne ew odeya li wir.

 

Mihemedê Þivan wê þevê pir nîsk xwaribû. Di ser de jî hejîrên Stilîlê. Nîsk û hejîr li ser dilê wî bibû weke betonê. Zikê wî diçû. Dixwest karê xwe zû biqedîne da ku bê qeze û bele vegere gund. Mihemedo, perê xwe ji Xalê Neîma distîne û diçe hewþê. Ji bilî du odeyan pê ve çi çaviyên din nabîne. Dikeve hundirê pêþî. Tev xalîçe û mobîlya ne. Diçe odeya din. Xalîçe, maseya xwarinê û dolabek tije qedeh û tepsik dibîne. Li hewþa Pîra Neîma çi çêlek an jî axur xuyanî nake. Nema zanê dê çi bike. Ji aliyekê nebûna cihê kadînê, ji aliyê din zikê wî diçe û pêwîst e here tiwaletê. Nema xwe digire û diçe odeyekê. Kayê li erdê vala dike. Nava kayê vedike. Cihê qûna xwe li gorî wê navê eyar dike. Dengê tirtira qûna wî weke topa ramazanê bilind dibe, bêhn bi hindûru dixîne. Piþtî ku xwe vala dike, rehet dibe. Bi lepek ka qûna xwe pakij dike, þerwalê xwe li ser zikê xwe diþidîne û bi bazdan derdikeve derve.

 

Mihemedo, piþtî çend rojên din dîsa tê bajêr. Xalê Neîma wî dibîne û nêzî wî dibe:

- Ne tu bû ka firote min?!

- Çi ka? Ka... pir baþ bû...

- Qetîa li ser te û kayê te (jehr di kaya te keve). Ew kayê te î bi bêhn! Pêþî çêleka me dixwar ka. Niha çêleka me ji xwarina kayê jî qut bû!

 

Heq kirin e. Bila mîna çêleka Xalê Neîma ji xwarinê qûtbibin. Ne tenê Saddam û yên dora wî, lê kesên wek Beþar û Kenan Evren jî bila dadgehkirin û bidarvekirinê bitirsin. Bila kezeba wan ji tirsa biqete. Ez hêvîdarim ku mehkemeyên navnetewî zilma van kesan bibîne û di heqê wan de dest bi mehkemevekirinê bike.

 

Zarokên jinbavê: Baþûrê biçûk

 

 Dibêjin ku mirovên pêþî wek skelet, cendek, serûçav ne wek yê neha bûn. Hinekî guhertî, lê bêhtir nêzî meymûna, ji awira mêjî ve jî weke giyandarên berrî bûn. Qonaxa rizgarbûna ji mentalîta heywantiyê û çûna ber bi hizirkirina mirovahiyê têra xwe dirêj e: Însan ji çiya dadikevin beriyê. Koma ava dikin. Dewlet tên avakirin. Þerê cîhanên dest pê dike. Xelk, qira hevûdu dihênin. Birçîbûn û nexweþî li hemû deveran peyde dibe. Cendekên mirovan bi rojan li taxa avêtî dimînin, genî dibin. Piþtî qirkirinê, ji xew þiyar dibin. Dibînin ku karê dikin ne însanî ye. Wê demê gavek nû tê avêtin. Yekitiya Miletan tê ava kirin. Mafê mirovan ji aliyê gelek welatan ve dihêt pejirandin. Paþê, ji bo parastina mafê mirovan jî hejmarek peyman dihên îmzekirin...

Îro rewþa mirovahiyê çawa ye? Qonaxa ji rizgarbûna ji heywantiyê û çûyina ber bi însanetiyê berdewam dike. Her kesek bi xwe pîvana xwe diyar dike ku çiqas dixwaze bibe mirov. Hinek jê giraniyê didin zaniyariyê, ji bo mirovahiyê bi zûtirîn þêwe berepêþ diçin. Beþek jê hêdî hêdî dimeþin. Hinek heywan jî, bi cil û bergên mirovan di nav me de ne, lotika li vî dixin, gezekê ji yê din didin, xaniyê yekî bi ser yê din dixînin û ocaxa xelkê vedimrînin...

 

Ji salên 60 î û vir ve li Baþûrê Rojavayê Kurdistanê zilm û hovîtiyek sîstematîk tê meþandin. Piþtî bidestxistina leþkerî li Sûriyê, hêza Baas berê xwe da kurda. Girtin, windakirin, nefîkirin, talankirin û înkarkirin bû polîtîka wa ya rojane. Hovîtiya wan bê westan îro jî didome.

Berî niha bi demek e kurt bi munasebeta ``roja mafê mirovan li cîhanê`` meþ çêbûn. Li Qamiþlokê jî meþek aþtiyane hate organîzekirin. Lê leþker û endamên istîxbarata Sûriyê êrîþ kirin ser meþê û ji partiya yekitiyê Ismaîl Heme û Ibrahîm Biro û hejmarek kesên din brîndar kirin. Niha jî ji yekitiya demokrat Þêx Elî hatiye girtin û winda kirin.

Dema mirov van bûyeran dibihîze ji xwe dipirse: Kesên ku hêza Baas birêve dibin hayê xwe çiqasî ji mafê mirovan heye? Çiqas paya xwe ne hirç û hovîtiyê, lê ji însanetiyê girtine? Kû ne kerê berê bin, ji dema cehaletê anku Mihemmed û virve li nav wan weke mêjî, çi hatiye guhertin? Mixabine ku ez gelek caran bê bersiv dimînim. Lê pêkenokek tê bîra min. Ew dibe alîkarê min. Rast anjî xwar ez nizanim. Lê bêbersivbûna hêza Baas li ser vê pirsê çi mecalên din nade min ku ez wisan nefikirim.

 

``Dibêjin ku li dikanek e modern mêjiyên mirovan dihate firotin. Bûhayê wan ne mîna hevûdu bûn. Bi kilowan, li gora neteweyan û kesan, buhayê wan jî dihate guhertin. Lê mêjiyên ku buhayên wan weke hevûdu jî hebûn. Ji xwe her mêjiyek lewha buhayê wê li ser bû:

- Mêjiyê emerîki, fransî û elmaniyan 1 kg bi 10.000 dollaran e

- Mêjiyê tirkan 1 kg 30.000 dollaran e.

-Mêjiyê farisan 1 kg 30.000 dollaran e

- Mêjiyê kurdan 1 kg 15.000 dollaran e.

- Mêjiyê birêvebirên baasiyên ereban 1 kg 400.000 dollaran e, ûhwd...

Mirovek kurd di ber dikanê re derbas dibe û li buhayê mêjiyan dinêre. Buhabûna mêjiyê ereban li zora wî diçe. Pê nexweþ tê. Xwe nagire û ji bo pevçûnê berê xwe dide kesê bazirgan, anku xwediyê dikanê:

- Tû bi vê bazirganiya xwe heqaretek mezin li me kurdan dike! Çawa çêdibe ku mêjiyê baasiyan ji yê me bi nirxtir e û bûhatir e!?

- Bise heyran, hêrs nebe û li min guhdarî bike. Ji kesekî emerîkî 1 kg mêjî derdikeve. Lê erebên baasî bêmêjî ne. Em sed erebên baasî dikûjin, bi zorê û heft belan dikarin ji sed serê wan 1 kg mêjî derxînin, bidin hevûdu. Em pê dixesirin``...

 

 

Ez nikarim beþek ji ereban fêm bikim bê çi dikin. Bi kirina xwe çi dixwazin. Di dema cahiliyê de zarokên biçûk bi saxî binerd dikirin. Yezdanê Heq bi erebî sûretê ``Beqer``ê da wan. Lê wan qîma xwe pê nehanî. Ew, mîna kesê êzingvan dibêjin, ``barê kerê min``. Di sûretê meymûnmayinê de israr dikin. Weke ku hûn jî zanin,

 

``Yê êzingvan barê êzingê xwe li ser kerê dike û ji bo firotina êzingan berê xwe dide bajêr. Di rê de kesek westiyayî yê ezingvanî dibîne û pê re dikeve bazarê::

- Barê kerê te bi çiqasî ye?

- Bi sê çerxiya ye.

- Fermo ji te re ribik. Êzingên xwe li vir deyne. Ji bedêla êzingan, ez ê li kera te siwar bibim.

- Bazarek baþ e. Lê êzingê min, anku barê kerê min?!``

 

Mafê mirovan li hemû deverên cîhanê wek peymanek pîroz tê nasîn. Lê ji dema cahiliyê û virve guhertinên li cîhanê çi bandora xwe li wan nekiriye. Erebên baasî nehatine guhertin. Tenê rengek li wan zêde bûye. Ew jî hovitiyek bêsînor e. Doh baasên baþûrê mezin bi hezaran kurd bi saxî jehr dan. Îro jî baasên baþûrê biçûk berê xwe didin gelê kurd ku aþtiyê, mafê mirovan dixwazin. Û wan winda dikin. Îþkencê didine wan. Hz. Mihemmed bi wan re westiya, lê nebûne mirov. Ma lotikên me dikarin çi bi wan bikin, ez nizanim.

 

Gazina min bêhtir ji me kurdan e. Ji nivîsevan û siyasetvanên me ne. Hejmarek mezin ji entelektûel û rêvebirên me di dema tangasiyê de bûne mêvanê kurdên binxetê.  Ji girtinê, zindanîkirinê, îþkencê û kûþtinê rizgar bibûn. Gelê kurd deriyên xwe bi rojan, bi mehan ji wan re vekir. Gepa nanê xwe bi wan re pay kir. Dema pêwîst bû bi can û malê xwe fedekarî kirin û tevlî þerê azadiyê bûn. Lê ji bedêla piþtgiriyek xurt em weke zarokên jinbavê nêzîkî wan dibin. Di demên dawî de rejîma baas li Sûriyê dest bi provakisyonan dike. Îþkence, bi þêweyek vekirî tê kirin, girtin dibe, xelk tên windakirin, hevkariya hêza baas bi rejîmê cînar re xurttir dibe. Lê çi protesto zêde ji aliyê me kurdan ve nayên kirin. Em bi nivîsên sînorkirî rojeva xwe didin seyandin. Mixabine ku bêdengiya me cesaretê dide wan û hovitiya wan zêdetir dibe. Dikare ev gavên wan sibê bibe sedema qirkirinên plankirî. Ez bawerim niha dema wê ye ku em helwêsta xwe nîþan bidin. Bi çalakiyên xwe yên demokratîk û curbecur li cem wan bin û nîþan bidin ku kurdên binxetê birayê me ne, û ne zarokên jinbavê ne.

 

Xeyalek û tirek

 

Ji þivantiyê û derdê gundiyan têra xwe hêrs bibû. Hate malê û di ber xwe de jî qise dikir:

-``Bes e! Þivantî ne karê min e. Hinek dibin sixye, hinek mûdîrê nahiyê. Hinek jî bekçî. Ma þivantî bû qedera min. Ev çi kar e ku mîna mehra filehan bi min ve zeliqî ye: Ne dihête berdan, ne kûþtin, ne jî hiþtin. Bes e! Ma ji bilî vî karî çi karên din nema!``.

Hinekî bêhna wî fireh bû. Hat ber eynê û bi tifa xwe serê tilîkên xwe þil kir, û pora xwe þahîk kir. Di ber de jî li bejn û bala xwe dinêrî:

- ``Ev bejna zirav. Çavên reþ. Ez zanim bê çi tirtirê bekçiyan dê ji min derkeve``.

Destê xwe da lama (çene) xwe ya jêr:

-``Hinekî dirêj e. Li yê sekbavê xalê min çûye!``

 

Mihemedê Þivan di 16 saliya xwe de bi dergistî bibû. Apê wî, çi qelen jê nexwestibû. Ber êvarkî diçû mala xezûrê xwe. Li aliyekî rûdiniþt. Dema mêvan dihatin hundir, cihê xwe dida wan. Paþê çay, dendik, benî ûhwd dihanî ber wan. Car carna di bin çavan de li dergistiya xwe dinêrî û ji xwe re digot:

- ``Mastê ku dimeyîne ecêb xweþ e. Hevirkirina wê û newqhejandina wê di ber de, jê nayê gotin. Jin e, jin! Tenê eybek wê heye. Hinekî bêvila wê dirêj e. Çareya wê jî heye. Dema razanê ez ê perdayekê bi ser çavê wê dakim. Cîrana me Fadîmayê bînim ber xeyala xwe û li cem wê razim``.

 

Adinî rojê çûbû Nisêbînê. Þifêrê Qeymeqamê Nisêbînê dîtibû û pirsa xwendina dibistanê li Mêrdînê jê kiribû. Þaþ an jî rast, lê niha zanîbû ku li wir dibistanek dewletê heye. Mirov li wir dixwe, vedixwe, radize û dixwîne.

Bi bavê xwe re qise kir. Jê re qal kir ku dixwaze bibe mûdîrê nehiyê. Bavê wî madê xwe tirþ kir û aqil da lawê xwe:

- ``Li çi deverê hatiye dîtin ku ji þivana mûdîr çêbûye!? Ya herî baþ pêþî bibe sixye, paþê bibe mûdîr!``.

Wî biryar dabû ku bibe mûdîr. Bi kêrî welatê xwe were. Belkî jî bibe siyasetmedar.

 

Wê þevê gundî li mala xezûrê wî civiyabû ku bi hungûlîskê bilîzin.Her ku kesek dihate hundir, Mihemedo radibû ser xwe û cihê xwe dida wî. Cî di hundir de nemabû ku rûne. Li ser þikalan rûniþt. Gava mêvanê dawî hat, rabû ser xwe û cihê xwe da wî. Cî jê re nemabû. Çavê xwe gerand, li ber derî misînek ji sifirê dît. Cihê qûna xwe li ser qûla misîn xweþ kir û rûniþt.

 

Gundî bûn du alî û dest pê kirin. Hungûlîsk hate gerandin. Bi dizî xistin destê Mihemedo. Pêwîst bû ku koma din texmîn bike ka di destê kî de hatiye veþartin.

Li odeya hemberî wan, jin rûniþtibûn. Dergistiya wî û jinên din Mihemedo didîtin. Ji ber hingûlîskê û nerîna dergistiya xwe heyecanekê girt ser Mihemedo. Sor bû. Sipî bû. Xwêdanek hûr girte ser rûwê wî. Nefes car carna lê diçikiya.

Serokê koma din di bin çavan de li wan dinêrî. Hejmarek kes pûç kir û derêxist derveyî lîstikê. Hayê wî ji Mihemedo hebû. Xwedana ser çavên wî, lebta wî jê re ne xerîb bû. Berê xwe da Mihemedo û bi dengek bilind:

- ``Mihemedo! Hungîlîsk li cem te ye, derxîn holê!``

Weke ku ji darekê bikeve. Kezeba wî ji tirsa qetiya. Heft xencer lê ketiba, xwîn jê nedihat. Ji kontrolê derket û tirek kir. Bi dengê tira xwe, ji xew þiyar bû. Lê dereng bû. Tira ku ji qûnê derkeve nema bi paþve dihêt. Mihemedo, rabû ser xwe û bêyî ku li dawiya xwe meyze bike, bazda devî derî. Hetanî gihiþte ber devê deriyê hewþê, hîna jî dengê tira wî ji hundirê misîn dihat. Bêhn bi hundirê misîn ket. Misîn ji destmêjê ket, bi heft ava nedihat helalkirin, pê nema destnimêj dibû. Þewibî bû.

 

Mihemedo bi lezê hate mal. Bi bavê xwe re qise kir. Bavê wî wisan go:

- ``Tiþt nabe lawê min. Tu xortî. Tê jibîrkirin``.

 

Navê tirekbûnê zor e. Mirov bi heft ava jê nayê þûþtin. Nav, bi heft mewlûda ji ser mirov naçe. Weke toqa lanetê dikeve sikura mirovî. Nema dikarîbû bi dergistiya xwe re jî bizewice. Dikarîbû sibê di nava civatê jê re bêje:

``Tireko! Ma ne tu bû ku li mala bavê min li hember gundiyan tirek di misîn de kir``.

 

Mihemedo hetanî berê sibehê raneza. Deh fikir xirab dikir, deh jî ava dikir. Tir tenê ba xem nedikir. Weke topa ramazanê ya Nisêbînê deng jê derketibû. Hema deng tenê ba ne problem bû. Gundî bi bêhna wê serxweþ bûn, ji ser hiþên xwe çûn. Pacên hundir tev hatin vekirin. Lê bêxwediya bêhnê, bi dîwaran ve zeliqî bû, dernediket.

Mihemedo, berê sibehê ji rêya dostmama xwe derket û barkir bajêr û li wir bi cî bû.

 

15 sal bi ser bûyerê re derbas bibû. Mihemedo ji xwe re got:

- ``Ev 15 sal in ku ez neçûme gundê xwe. Gelek kes mirin, hinekan ji gund barkir. Ji bilî pismamek û dotmama min pê ve çi kes li gund nema. Niha mesela tirê hatiye jibîrkirin. Ez ê herim gund``.

Berê xwe da gund. Gihiþte ber kaniya gund. Bi xêrhatin pê dan. Navê dotmam û pismamê xwe ji wan re got û li cihê mala wan pirsî:

- ``Ev  lawkê 10 salî yê dostmama te ye. Ew dikare rê nîþanî te bike``.

Bi rê de dimeþin û lawkê biçûk jê dipirse:

- ``Xalo tu kî yî?``

- ``Dayika te dotmama min e. Navê min Mihemed e``.

- ``Mihemedê Þivan!?``

``Belê, yê Þivan``.

- ``Xalo, ez qurbana te bim, wê mesela xwe ya tirê ji min re bêje``.

- ``Ez çi bêjim lawo. Eger ne ji vê qûna tirek bûna, niha tu lawê vî k... bû î. Îca ez çi bikim. Ez k... te di vê qûna tirek kim.

***

Belê xeyalên Mihemedo bi vê tirê têk çûbû. Nebû mûdîr, ne sixye, ne jî bekçî. Lê bibû henekvanek hêja yê aliyê Torê. Serpêhatiyên wî yên rengîn belav bibûn. Têra xwe hatibû nasîn. Mihemedê Þivan berî niha çûbû rehmetê. Rehma Xwedê lê be. 

 

 

Casanova kurdan: Robîn

 

 

 Melayê Nisredîn û hevalê xwe derengê þevê di ber dikanekê re derbas dibin. Çend kesên ciwan ji bo diziyê, dikin ku xilqa dikanê biþkînin da ku têkevin hûndir. Hevalê wî çavqels e û hêza wan têr nake ku rê li wan bigirin. Yê çavqels dipirse:

- Ev meriv çi dikin?

- Li kemançê dixin.

Bersiva Melayê Meþhûr têra wî nake:

- Ev çi awayê lêxistina kemançê ye xoce?! Qet dengê kemançê nayê.

- Dengê bilind û teqîna mezin sibê dê bê bihîstin, ne îro! Hinekî bi sebir be...

 

Lokman Polat jî, nivîsî û nivîsî û nivîsî. Lê bombeya xwe ya dawî di 50 saliya xwe de û piþtî 27 pirtûkan teqand. Di romana kurdî de bahozek rakir. Hilmek nû dayê. Navê romana wî Robîn e. Lê di rastiyê de Robîn, Casanovayê kurdan e.

Weke tê zanîn Casanovayê îtalî bi tolaziya xwe nasdar e. Gerok, nivîsevan, spîyonî dikir. Lê bêhtir bi zimanxweþiya xwe tê nasîn. Pisporiya wî li ser qîzên bejinzirav û fêkiyên deryayî bû. Lê wî hemû cûre çêjên avî nedixwar. Bêhtir, tamiþkên avî yên ku hîsên cinsî radikin ser piyan, û xwestina hezkirinê û çêjê zindî dihêle, dihate ser sifreya wî. Bi þerabê dest pê dikir.  Ji lêvên keçên xweþik þerap û fêkiyên deryayî tam dikir. Û bi bêhnkirina sîng û berên wan jî reng dida þeva xwe. 1750-1770 de li hejmarek welat geriya û xatiratên xwe ku 122 zeriyan re derbas kiribû, kire pirtûk û belavkir. Xatiratên wî îro jî popûler in û bi gelek zimanan dihên xwendin.

 

Casanova kurdan Robîn, bavê xwe kurd, dayika wî rûsî ye. Navê bavê wî jî Robîn e. Dayika wî Rosalîn e. Dê û bavê wî li Bulgarîstanê tên cem hevûdu. Hayê bavê wî ji hemîlebûna Rosayê tune ye. Robîn mîna sêwiyan mezin dibe. Kalikê (dapîr) wî ajanê KGB bû. Di derheqê cihê bavê wî de ne bê xeber e. Li ser soza ku cihê bavê wî jê re bêje, dibistana bilind dixwîne û dibe ajanê KGB. Piþtre diçe Sûriyê û Tirkiyê. Di gel xebatên ajantiyê, têkiliyê bi kurdan re datîne û fêrî kurdî dibe. Dide pey þopa bavê xwe. Bavê wî jî Robînê biçûk di xewna xwe de dibîne û hewil dide ku li Rosayê û lawê xwe bigere.

Lêgerina herdûwan ji dil e. Lê tolaziyên bav û law, vexwarina þarabê, kirina dansê û bêhnkirina dîlberên cewaz dibin sedem ku planên wan bi derengî bikeve. Romana Robîn bi dawî tê. Lê hesreta hevdûtina Robîn û Rosalînê, û lawê wan di nêvî de dimîne. Emê çîroka wan ya hevdûdîtinê di gel kêf û eþqên nû de di cildê duwê de karîbin bixwînin.

Çîroka hevdûdîtina wan hinekî diþibe kutilkên meta min: Meta min kutilk çêdikirin. Ez digihiþtim nîvê wê, lê hîna jî navik xûyanî nedikir. Îca dawiya wê hûn bifikirin...

 

Wêjeya kurdî ya devkî herdem bala min kiþandiye. Berhemên wêjeyî bi saya serê dengbêjan hatiye hetanî roja me. Di wan berheman de dîrok û çanda kurdan, hêza zimanê kurdî derdikeve pêþ mirovan. Di beþek ji wan berheman de qala xweþikbûna dîlberan tê kirin. Ew, têra xwe vekirî ne. Lê çi girêdana xwe bi berhemên erotîkî tune ne. Berhemên erotîkî, jinê dike navgînek cinsî û wê bikar tîne. Lê etîka di wêjeya kurdî ya di devkî de heye, buhayê xweþikbûna zeriyan bilindtir dike.

Di wêjeya kurdî ya nivîskî de ev vekirîbûn zêde tûne ye. Erozyonek bi ser wan de hatiye. Hatine þûþtin û paþê jî li seradê ketine. Bejn û balên zirav, hinarkên mîna sêva, lêvên mîna þekir, bi saya serê berhemên nivîskî bi çarþevên erebî tên ser girtin û derdikevin bazarê. Ev helwêstek þaþ e! Wêjeya kurdî bi wêjeyên cînaran re daye û standiye. Lîberal e. Hejmarek ol li Kurdistanê bi xweþî anjî bi zorê bi cî bûne. Ola kurdan bi zorê dane guhertin. Lê kurdan bi þêweyek konservatîv wêjeya xwe ya devkî parastiye. Bi ola xwe ya nû re ketiye eksê. Etîk û bilindbûna wêjeya xwe ya devkî gihandiye redeyekî berztir. Çand û ola xwe ya kevn, di gel ya nû de hunandiye û versiyonek li gora xwe derxistiye holê. Divê careke din bê gotin ku Kurdistan nikare bibe Îran an jî Watîkan! Wêjeya kurdî vê vîzeyê nade çi kesan.

Berhema Lokman Polat dikare hinek kêmasiyên xwe hebe. Dikare car carna derkeve derveyî sînorê wêjeya devkî. Lê dîsa jî destpêkek bi wêrek e. Xebatek pîroz e. 50 saliya te pîroz be Lokman. Em li benda cilda dûwê ne...

 

Ey Reqîp û dermanê Emînê Weysîkî

 Li Baþûrê Kurdistanê ji awira xebatên çandî, ziman, edebiyatê gavên pir baþ û erênî tên avêtin. Hikûmeta Herêmê ji awira, bihêzkirina leþkerî û mafê kurda li ser Kerkûkê, danûstandinên dîplomasiyê xebatên hêja dike. Ev çalakiyên wan, heyecaneke mezin dide mirov. Mîna azadiya welêt, parastina azadiya ramanê jî pir giring e. Belê, li baþûrê welêt gelek pirs tên niqaþkirin. Biryarên hêja têne wergirtin. Ev, cihê serbilindiyê û kêfxweþiyê ye. Lê hinek xal, an ku pirs hene ku ne tenê bi rewþa baþûr ve girêdayî ye. Mîsal, pirsa guhertina Ey Reqîp. Bi baweriya min, mafê her kurdekî heye ku dîtina xwe li ser vê pirsê bîne zimên û li raya wî bê guhdarkirin. Dema pirsên wisan di çarçoveyeke teng bête girtin, ji aliyê pisporan ve neyê analîzkirin, raya tevayî neyê guhdarîkirin, dê ev pirs bibe wek dermanê dirana yê Mihemed Emînê Weysîkî. Ku derman hêviyên mezin dide mirov. Lê çi sûdan nagihêjîne êþa bingehîn û êþên nû peyde dike.

Ez wisan difikirim ku ne wextê niqaþkirina vê pirsê bû.

 

Çima zû ye: Di meha derbasbûyî de salvegera mirina nivîsevanê sirûda Ey Reqîb, hêja Dildar bû (1918-1948). Wî, piþtî xwendina bilind, bêhtir giraniya xwe dabû edebiyata kurdî. Xebatên pir alî kirin. Hejmarek klasîkên cîhanê wergerandibû kurdî. Her wisan helbestên giranbûha di dû xwe hiþt. Di ciwaniya xwe de çû rehmetê. Li Hewlêrê hatibû bicîhkirin. Belê, ji bedêla bîranîna kesek wisan hêja, di salvegera mirina wî de, pirsa guhertina Ey Reqîp anîne rojevê. Pirs, li cihê ku gora wî lê ye, li Hewlêrê û hinek cihên din hate niqaþkirin. Ev, cihê xemê ye.

 

Ey Reqîp ji aliyê tevahiyê ve hatiye pejirandin. Nirxek e ku kurdan bi yek dengî jê re gotiye, erê. Ey Reqîp, bangek e kurd didin pey. Alek e ku di bin wê de kom dibin. Ji sûdên partiya û koman bêhtir, sûdên netewî derdixîne berepêþ. Û yekîtiya kurdan xurttir dike. Keç, xort, pîr, jin, kal, mêr, em tev, li welat anjî derveyî welat pê serbilind dibin. Hîsên me pê hildikiþe, em pê re nefesê distînîn.

 

Mafê þehîdên me, kesên ku heta roja mirina xwe xebat kirine jî li ser vê xakê heye. Hejmarek mezin ji wan kesan di bin ala rengîn û bi xwendina sirûda Ey Reqîp hatine definkirin. Di nav wan navdaran de kesên mîna Qadî Mihemed, Qasemlo, Mistefa Barzanî, Leyla Qasim, Egîd, Büyükkaya, Musa Anter û her weha zarokên Halebce û yên sînema Amûdê, zindaniyên Amedê jî hene. Li ser vê pirsê ew, ne bê maf in. Ey reqîp ne tenê ya me ye, lê paya wan jî tê de heye. Nexwe divê bersivek ji bo wan jî hebe.

 

Pirs tevayê kurdan, li welat û li derveyî welat girê dide. Bersivek ku tevahiyê dilxweþ bike pêwîst e. Rewþa kurdan li ber çavan e. Mirov nikare du rojan de biryarek wisan wergire. Lewmaye ku guftûgoyên li ser vê pirsê, ne di wextê xwe de dest pê kiriye. Xebatên giringtir hene ku bêne kirin.

 

Diyar e ku helbesta kurdî herku diçe bilindtir dibe. Hebûna helbestên bihêz nikare bibe sedem ku mirov her roj sirûda xwe bide guhertin. Û wê weke pêlavek (þikal) kevn bavêje aliyekî. Di demek wisan de erkê Hukûmeta Herêmê ew e ku li gorî daxwaziya gel û berjewendiyê tevayiyê dîtina xwe bîne zimên. Xalên wisan bi pisporên pirsê re niqaþ bike, paþê bîne rojevê...

 

Mihemed Emînê Weysîkî: Ji gundê Weysîkê ye. Gund niha bi Nisêbînê re bûye yek. Taxek wê tê pejirandin. Emîno, dînekbiaqil e. Kes nizanê bê çiqas perê wî di Waqiflar bankeya Nisêbînê de razandiye. Li ser kîsî diya xwe dixwe. Çay û qola, bi xweþî an jî bi zorê ji kîsî kerîzan vedixwe.  Perê xwe dixe bankê. Pintî ye. Deh wereqe jê dernakeve. Ne perê xwe dixwe û ne dide hevalan. Wan, di bankê de genî dike, dê bavêje newalan.

Emîno, dermanê dirana li termînala otobûsê ya Nisêbînê difroþe. Kîsikên dermanên wî bi qasî serê deziyê biçûk in. Kes nizane ku çawa devê wan kisîkên biçûk girê dide. Dermanê xwe bi zorê difroþe xelkê. Gundî, dermanê wî bi hêviyek e mezin dikirin. Bi diranên xwe difirkînin ku wan sipî bike. Piþtî bi çendakê, zik êþî dibin. Virik, di bin wan de dihavêje. Agir bi devê wan dikeve û þewata derman diçe hetanî nava mirov. Ji ber ku ew ne dermanê dirana ye. `Omo`` û ``Tursil 76`` e. Dermanê cilþûþtinê ye.

 

- Emîno, ev ne dermanê dirana ye. Ma tu fedî nakê ku tiþtê sexte difroþê mirovan! Ev çi ye tu dide xelkê?!

- Dermanê q... diya te ye. Min di diya te kiro. Lawê qehpê. Ma te karek din nedît ku pê dakeve...

 

Pirsa Kerkûkê û Þemo

 

 

Kanala Tv ya ``Türkmeneli`` ji Iraqê weþana xwe dike. Di vê kanalê de ev demek e ku li ser pirsa pêþeroja Kerkûkê pir tê rawestandin. Weke tê zanîn, di sala 2007 de li ser statuya Kerkûkê dê biryarek bê dan. Wisan xuyan dike ku her ku ev dem nêzîk dibe, nerehetiya turkmenan jî zêdetir dibe. Li ser vê pirsê, rojnamevan û  aqilmendên polîtîk ji Enqerê û Stenbolê vedixwînin studyoya xwe û li  wir didîtinên xwe tînin zimên.

 

Rojnamevan û aqilmendên ji Tirkiyê, pirsgirêkên aborî û polîtîk li Tirkiyê nabînin. Bala wan nakþîne. Eyba qûna xwe, doh bi bulgarîstan û grêkê, berî niha bi ermanistanê, niha jî bi pirsa Kerkûkê riqa dikin, digirin. Her roj, ji xwe re rojevekê tînin holê. Pirsa ku ne pirsa wan be, dibe pirs. Cihên ku mafê wan têde tunebê, ji xwe re dikin cîh.

Li ser vê genîtiya wan, her car exlaqê min xirab dibe. Ez dikim ku ji wan re çêran bikim, di wê kêliyê de destbirakê min Þemo tê bi hawara min ve. Serpêhatiya wî, min disekinîne. Dîtin û gotinên wî, têra wan rojnemenevanan û kêmaqilmendan dike.

 

Þemo kî ye: Ji Nisêbînê ye. Kengî çêbûye ne diyar e. Lê bi ihtiamalek mezin,  di sala 1965 de hatibê dinyê. 43.5 kg giraniya wî heye. Ji ber vê yekê eskerî nekiriye. Çirûk kirin. Berî niha bi çend salan zewicî. Pîreka wî, xweha min bê û xwêdê ji xwediyê wê re bihêle, bi rehetî 120 kg heye. Þemo, pîrê kemançê ye. Li Nisêbînê, ji bilî Dolmîþo pê ve çi kes nikarê pê re berberiyê bike. Dengê wî zêde nexweþ e. Îdare ye. Vê dawiyê çav berdabû mezinantiya eþîreta ``Sivûk`` lê jê re neserifî.

 

Serpêhatiya wî: Eger hûn ji Þemo bipirsin, kesek mîna wî nikare bi jokêr bilîze. Lê heger win ji pisporê jokêr, Xerîbo û Hitiko bipirsin Þemo ``ji paþ ve`` ji lîstika jokêr fêm dike. Bi gotina wan, ``saf kerîz e``.

Lê Þemo jî nikare xwe bigire. Divê bilîzê. Herku dilîze dixisire. Lê bixesire jî, pere jê dernakeve. 

 

Rojekê diçe qehwexana ``Atamûto`` û dikeve nav lîstikê. Dikeve feqa guran. Gurên mehela Kijlê: Qîqiyo, Jîjo û Keftaro. Yek ji wan dibe hevalê Þemo. Hevalê sexte. Yên din jî, dibin benda din. Bi joker dilîzin.

Þemo, bê pere ye. Tev bê pe re ne. ``Kezeba wan ji derve ye``.

 

Çay tên ser masê. Koka qola tên. Ji mevanan re vexwarinê dixwazin. Hesabê masê giran dibe.

Kesê ku hevalê Þemo ye, alîkariya benda din dike. Û kaxetan dide yê bin destê xwe, ji bo ku destê xwe veke. Sifir bike. Þemo, cara ewil vê yekê dibîne, lê deng dernaxe. Cara didûwan nema xwe digire. Ji hevalê xwe re çêra dike:

- Min ev di diya te kiro, çima te kaxez dayê de. Ma hevaltî ev e!?

 

Berî pevçûn derkevê ez ketim navbêra Þemo û hevalê wî. Min hesap da. Paþê min ji Þemo re got:

- Pir eyb e Þemo. Diya wî, meta min e. Ma te fedî nekir ku ji dayika wî re wisan got.

 

Þemo, li min vegeriya got:

- Ji bo xatirê te, ez ji dayika wî derxînim...

 

...