|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
|
Soza xwe bîne cî, emê te li ser serê xwe kin xaltîka Emîne
B Rast û derew, xêr û guneh di stuyê rojnama Azadîya Welat de be, lê heger xaltîka me Emîne xanim ev gotin gotibin û li ser soza xwe bimîne, bi hersê telaqên mêrberdanê ezê wê li ser kolîna xwe kim û ji bo xatirê çavên wê li ber strana “oynama þiqidim þiqidim” govendê bigrim. Henek li alîyekî xaltîka Emîne, lê nasname û ziman hebûna milletekî ye. Îcar li ser soza xwe bimîne, dev ji wî zimanê “þildim-bildima Tirkîya Kemalîstan” berde û kêfa cewrikên dêlegura Asenayê li me neyne qurban. Bi vê wesîlê ez salvegera rojnama Azadîya Welat jî silav dikim û xizmeta wan a di derbarê zimanê Kurmancî de pîroz dikim.
TEVKURGê da bin dûvê dewletê
Beþdarên civînê ewqasî xweþ peyivîn, gotinên rast û xweþ gotin ku bawer bikin hêsir ji çavê me gindirîn. Bi taybet parêzer Sitqi Zîlan pir eþkere hebûna Kurd û Kurdistanê parazt û da xuyakirin ku divê Kurd êdî rastîyên xwe eþkere bêjin û li hebûnên xwe xwedî derkevin. Di serî de Sitqi Zîlan, Îbrahîm Guçlu, Mihyedînê Batmanî û gellek ji beþdaran dîtinên xwe anîn zimên û brînên me kewandin.
Sitqi Zîlan di gotinên xwe de anî zimên ku piþtî îdamkirina Þêx Seîd û hevalên wî ne Kurdayetî û ne jî misilmantî winda nebûye û nabe jî. Tirk, Ereb û Farisan tu maf nedane Kurdan û ev maf ne di dijî hiqûqa mirovatîyê ye. Wek her milletî mafê Kurdan jî heye ku bibin dewlet û di dewleta xwe bi bi azadî û serfirazî bijîn” filan û bêvan.
Werhasil, TEVKURDê dîsa lotikek bêîman li dewletê xist û tirr ji wan berda. Bawer bikin heger her Kurd bi vê mêranî û bi vê dilgermîyê li doza xwe xwedî derkeve, wê tirr ji Kemalîstan bê berdan û emê rojek zûtir ji wan xelas bin
Çi ji pakêta Recebo derket?
Ez serê we neêþînim. Ji zûde min ji Lotikxanê re nenivîsandibû. Ma yabo siyasetmedarên me dihêlin? Em bûne wek mirîþka gêj bavê mino, wîî! Me xwe li Lotikxanê û Kurdperwerîya wê girt lê li xweþîya hinek alîyan neçû. Rabûn kozik û kemîn danîn pêþîya me çend lotikvanan û ji me re gotin "hûn îlkel mîllîyetçî ne - neteweperest in, Lotikxane ruhê Kurdayetîyê di dilê we de geþ dike, serê we diþo û dike wek çeqilmast" filan û fîstan.
Werhasil, me jî hinekî xwe sisto-misto kir û xeletîyek kir. Piþtî me fêhm kir ku çeqilmastê Lotikxanê ji dew û mastê gellekan xweþtir û þîrîntir e, em li xeletîya xwe poþman bûn û va dîsa em dibin îlkel mîllîyetçî bavê min! Ez bi serê bav û brê xwe kim, Kurdayetî, Kurdayetî û heta bi mirinê jî dîsa Kurdayetî! Kuro ma serê bênamûs dire gorê qardaþim? Hema bila rojek bi namûs be û ne jiyanek bênamûsî be û hûn sax!
Werhasil,mijara min li ser sermezinê Recebo bû. Sermezinê ku bûk di çavê wî de hatiye û çavê wî bûye wek zotika mirîþkê, hat Amedê û dîsa çend derewên qirase kirin. Îcar qaþo bi pakêtekê hatibû haaa! Me jî digot qey birastî mêrik biaqil bûye û wê hinek reformên demokratîk bike. Lê çi aqil û çi hal. Mêrik dîsa rabû wek papaxan gotinên xwe dubare kirin û got: Pirsgirêk aborî ye lan! Pirsa Kurd, mafê wan dîsa bi aborîyê ve girê da.
Bi kurt û Kurmancîya gewrik, Recebo dîsa tirrek kir û ji pakêta wî çi derket hûn zanin? KUNDIR!
|
|