<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Pîra perçiqî dixwaze xwe bike wek keçek 14 salî

Semal Amedî-07/06/08- Ev karîyer û ezezî çi tiþtekî xirab û nexweþîyek bêdermane ya rebbî! Çima insan qîma xwe bi hebûna xwe a xwezayî naynin? Nizanim! Piranîya kesên ku binavûdeng dibin û çend qirûþ dikevin bêrîka wan, li wan radibe û hema dixwazin xwe têxin bin neþter û kêrên textorên estetîkê. Meselen lotikvana Danîmarkî Brîgîtte Nîelsen.

Nîelsena ku bûye 44 salî û wek sêvek xerabe perçiqî ye, dixwaze têkeve bin kêr û neþterên textoran û xwe bike wek keçek 14 salî. Lê nizane ku ew bibe wek keçek 14 salî jî êdî ewê wek berê nikaribe lotikan li xwe xe û xortan li dora xwe bicivîne. Pir pir wê gayên nav garanê çend lotik û poþan lêxin û hew.

Brîgîte xanim dibêje:“Ezê ji serî heta bi binî xwe nûjen bikim û nehêlim ku tu qisûr di bedena min de bimîne. Erê ez 44 salî me lê dilê min çargopal lêdixe û ez hîna xwe wek keçek 14 salî dibînim“ filan û bêvan. 

Werhasil, xuyaye nexweþîya estetîk û guhertina laþ û bedenê di nav hinek hunermendên Kurdan de jî bûye mode. Li gor tê gotin hinek hunermendên Kurd ên jin jî memikên xwe mezin yan biçûk dikin û piþtî 37-38 salîya xwe dinya li ber dilê wan þîrîn dibe.

Ê helbet ev mefê wan e jî. Ma ku pîrek wek Brîgîtte Nîelsen piþtî vî temenî xwe bedew bike, çima wê Kurd nekin qurban!? Ma Kurd ne ji Eyþika Ereb in, wîî!