<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Lotikxanê ew û vîlla wê kirî

Hesen Almas- 29/06/08-Waþîngton- Dibêjin hemwelatîya Emerîkayê Deven Traboscîa xanim vîlla xwe daye ber bazarê û derxistiye mazatê. Lê tuþtê ecêb ew e ku xanimê texsîr nekiriye, xwe jî di ser vîllaya xwe re difroþe û dibêje:”Werin werinnnnn, heçê vîllaya min bikire ezê jî pêre bimînin, werin malê belaþþþþþþþ” filan û fîstan. Traboscîa dayika du keçln 14 û 21 salî, 41 salî ye û tam di kemla lotikavêtinê de ye. Lê xanimê negotiye ka ewê herdu keçên xwe jî bi vîllayê re bide yan na.

   Li ser vê sosretê, me wek Lotikxane nûnertîya Waþîngtonê destûr ji serok Bûþh xwest û me xwe gihand Traboscîa xanimê. Piþtî nîqaþek dûr û dirêj em bi hev germ bûn, xwîna me li ser hev kelya û me lihevhatina xwe îmze kir. Lê me di soznameyê de xalek vekirî hiþt û got:”Heta em laþ û bedena Traboscîa xanimê saxtî nekin (kontrol nekin), emê qirûþekî nedin”. Piþtî her tiþtî, me bilêta Traboscîa xanimê birrî, li balafirê siwar kir û berê wê da navenda Lotikxanê da ku, pisporên Lotikxanê wê kontrol bikin bê ka estetîk bûye nebûye, keçike yan na, çaroxe yan sola nelixwekirî ye filan û bêvan.

Haaaaa, li gora lihevhatina me, herdu keçên wê jî di vîllayê de dimînin û bi xêr û selamet emê wan li du xortên Lotikxanê mehr bikin û nifûsa Kurdan zêdetir bikin.