Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

Farûqê Devliken 

              faruqedevliken@yahoo.com

 

 

Ji Euro 2008 ê pêkenokek

 

Farûqê Devliken- 02/07/08-Baku-

 

Evdile Gul û Angela Merkel berî maça Elman û Tirkî bi þert dilîzin.

Evdile Gul ji Angela Merkel re dibê: “Heger hûn bi serkevin û em di bin we de bieciqin, ezê pêþ çavên we giþa li meydana Berlînê þipîyakî di kerê nim!”

Angela Merkel bi kêfxweþî dibê: “Baþ e. Tu camêr lawê camêra yi.”

Evdila Gul dibê: “Xanima xweþik, rindik û navnig hênik, bes ku em bi serkevin û hûn di bin me de vezelin, tê çi hunerî pêþkêþî min û vê cimhetê biki?”

 

Angela xanim wek navê xwe dizanîbû xwedê teala jî li piþta Tirko rabe, yeka Tirko nabe dudu û xelasîya Tirko ji dest wan nîne. Dikene û li hundurê çavên Evdile Gul dinere û lê vedigerîne, dibê: “Heger hûn bi serketin û bêlomebe, ku em jî di bin we de eciqîn û pelixîn law, bila Micheal Platini þahit be, ezê li dûv maçê li ber çavên hewqas mirov xwe þiftî tahzî bikim û kerkî bimîzim.”

 

Evdile Gul dike tiketik û dikene, di ber xwe de dibê: “Weyle ku min di te kirê! Û min nav nigên te alastê! Bi elawekîl fikra te xweþ û bes e. Bi saya me dinya alem ewê berzika te yî zergulî bibînin û bi saya te jî gelek azib ê di serþokan de bi xwe xweþbînin û ez bi xwe jî di nav de…”

 

Dûre herdu radibin ser pîyan, li pêþ çavên Micheal Platini bi destên hev digrin û þertên hev dipejirînin. Micheal Platini jî di bin simbêla de bi wan û aqilên wan dikene. Di ber xwe de dibejê: “Weyle ku min di mejîyên we de mîstino!”

 

Belê, maç bi dawî dibe û wek hûn giþ dizanin Eleman li hember du golên Tirko sê xeritan radide wan û wan li ser diedilîne. Merkel û Eleman bi serdikevin, Evdileko û Tirk bi nav destên xwe de berdidin û vijikî dibin.

 

Bi qudra xwedê çima yekî Mêrdînî jî ne li cem wan e. Bi lez diçe nig Merkel xanim û pêþnîyara xwe pêþkêþ dike, dibê: “Xanim Merkel ez ji Mêrdînê me û kerên Mêrdînê gelekî navdar in. Ji kerema xwe re destûrê bide bila ji Mêrdînê ji bo serokkomar Evdile kerek Merdînê were.”

 

Merkel pêþnîyara wî diecibîne û destê xwe li piþta wî dixe, dibê: “Weyle ez bi heyran bûmo! Ma ji vî tiþtî xweþtir tiþt heye gelo!”

 

Werhasilî kelam, ez serên we haziran neêþînim, Merkel xanim emir dide û balafirek xusûsî ji bo kerê diçe Mêrdînê, kerê bar dike û di nig de vedigere. Taybetmendîyeke kerê yî din jî, hîna tu kerên nêr û azibên gund heta wê rojê bi dorê neketibûn, yanî ker qîz bû…

 

Evdile Gul bi riþma kerê digre û berê xwe dide meydana Berlînê. Li hember milyonek însan -ji xilaf yên ku di telewizyonan de temaþe dikirin- pantor û bin derpîyê xwe ji xwe diþeqitîne û þeqên kerê dide nava xwe û berê kerê dide rebbê jor. Neqilekê, du neqila, sê neqila… Çav lê vedimirin û çong lê sist dibin. Dîyar dibe ku Evdila yê me pê de diteqîne, girêz ji devê wî diniqute nav nigên kerê. Efendiyê xwe ji nav nigên kerê dikþîne û destê xwe bi nermikî bi pirça kerê dide, di ber xwe de dibê: “Oooxxx çi xwesbû law! Bi telaq nîhandina vê kerê ji ya diya zarokan xweþtirbû loo!..”

--------------------------------------

 

 

Nivîsên berê

 

 

ELÎ YÊ KALO!

 

Elî yê Kalo, bi navêkî din: Elî Kalo...

Milîs û xiltê Mele Mistefa Berzanî...

Bela serê dewleta tirko...

Bela serê dewleta Sûrî...

Tirs û xova dewletên ereb...

Kilê çavên qîz û jinên beradayî...

Hevalbendê mahkûm û qaçaxçîyan...

Kedkarê wêje û mîzaha kurdî...

Xulamê Kurd û Kurdîstanê...

Ji we haziran ne çêtir, Elî Kalo...

 

Berê, di bin axa ku serxet û binxet ji hev qut dibû bi milyonan mayin hatibû bicîhkirin; jixwe hîna jî hene ew mayin. Wan mayinan herdu erdnîgar ji hev cuda dikir. Bi serbestî tu kes nikarîbû ne ji serxetê derbasî binxetê û ne jî ji binxetê derbasî serxetê bibaya; ji xilaf yên rêya xwe naskiribûn...

Ji yên rêya xwe naskiribûn yek jê jî Elî Kalo bû. Nebê Eli Kako, bê mizawirê herdu dinya...

Elî Kalo li serxetê rûdiniþt, lê xezûranên wî li binxetê dijîyan. Ji ber vî hawî jî nigekî Elî Kalo li serxetê û nigê din jî li binxetê bû. Heþayî wî, eyn wek kûçikên ser dêlikan bû, qûna wî erd nedigirt. Taybetmendîyek wî yî din jî; mîna kûçikên bêhnê þop digerand, bi çavgerînkê û lêpelînkê yek bi yek dizanîbû mayin li ku hatibûn bicîhkirin.

Di pêvajoya þerê Mele Mistefa Berzanî yê ku li hemberî ereb û farizan de, hew xwedê dizane bê Elî Kalo çi qas mayin ji wî û þervanên wî re kiþand. Bi kîsên xiþiko mîna mere ceh, genim û niska bar bike, heta dev tije dikir û davêt ser milên xwe û dibû çireçira qûna feqîro heta digîhand cihê cîh. Di wî þerî de gelek ked û xizmeta Elî Kalo jî heye wek her pêþmergeyî. Xwedê teala wî bi rehma xwe þa bike rebbi!

 

Elî yê Kalo, pismamê kalikê min...

Xezûrê apê min...

Û bavê ca pismam û dotmamên min...

 

Ew xizmeta ku Elî Kalo ji bavê serok Mesût re kirîye, li Kurd û Kurdîstanê xweþ helal be! Em di þexsîyata Elî Kalo de bejna xwe li ber hemû þehîdên Kurdistanê ditewînin!

 

Ji bilî welatperwerî û kurdperwerîya Elî Kalo, rihê wî yî qerfî û mîzahî jî gelekî xurt bû. Qerf û henekên Elî Kalo dikir, bê hudûd û bê serhed bû. Elî Kalo behra qerf û henekan bû. Te çi qas bi sobanî bilîsta, tu nedigîha serî û te çi qas qam bikira jî, tu nedigîha binî... Ku derfet hebûya, þêst heftê sal berê ji alî Elî Kalo ve dê bingeha þanoya kurdî hatibû danîn. Lê hezar mixabin em him bê xwedî û him jî bê xweda nin.

 

Çend serpêhatî ji jîyana Elî Kalo:

 

Eli Kalo rojekê dehere mêvanîya camêrekî.

Camêr bi çûna Elî Kalo gelekî kêfxweþ dibe.

Li hev rûdinên, qerf û henekan dikin, dixwin û vedixwin.

Dûre nizanim çi diqewime, dibe qal û behsa zilamekî.

Ew zilamê ku li ser diaxivîn qey li cem Elî Kalo ne tu tahjî ye. Dibe ku neheqî jî li Elî Kalo kiribe, ez nizanim...

Elî Kalo ye, ma tu carî dibû ku rehet bisekinîya; nikare bi zimanê xwe û xwe lê diqewimîne.

Dibê: Ez terikê xwe di nav nigên jina filankes kim...

Mahzûbanê wî þaþ û matmayî devî lêva xwe dike û dibe niçeniça wî.

Dibê: Apê Elî, apê Elî! Jina filankes metika min e, ma bû wek te!

Elî Kalo dibê: Law bibore! Li qusûra min mêze neke! Min nizanîbû metika te ye, madem ku metika te ye law, min terikê xwe jê kiþand û ne lazim!

Mahzûbanê wî dibê: Te îja etirand ha! Te him xistê û him jî jê kiþand! Seeta te xweþ be!

Bi hev dikenin û diterikînin.

 

Rojekê jî Elî Kalo hîna 12-13 salî ye.

Qey Elî Kalo wek her car dîsa digere û li mêvanderîyekê ye.

Ez ne þaþ bim, mala ku lê ye ya mala xalê wî yan jî mala apê wî ye.

Jin û mêr ewê bigîhên heta derekê, lê nabe ku zaroka xwe jî bi xwe re bibin.

Ji Elî Kalo re dibên: Berxê min emê bigîhên heta cem mala filankes, çavên te li vî sêlekî be.

Elî Kalo dibê: Erê, erê...

Jin û mêr diçin û veger nayê hiþê wan; rêya mal jibîr dikin. Seetek, du seet, sê seet deng ji wan dernakeve. Zarok nema disekine û dest bi girî dike. Feqîrê Elî nan dixe dest wî bi derewa ye, pîvazê dixe dest wî bi derewa ye, memikê dixe devê wî bi derewa ye... Hema derpîyê xwe ji xwe diþeqitîne û terikê xwe diepiþîne devê wî, dibe leqeleqa sêleko û dimêje.

Dê û bavê sêleko ku derî vedikin çi bibînin, leqeleqa zarokê wan e û terikê Elî dimêje.

Dê û bav dibê: Ev çî sosret e xwedênehiþto!

Elîyê me xwe naêþîne û dibê: Nesekinî, ez çi bikim!

 

Heta serpêhatîyek Elî kalo yî din bimînin di xêr û xweþîyê de.

Ewê bidome.

 

05/05/2008-Mêrdîn

 

 

 

 Dîyarî ji bo Hêmo!..

 

ÇÝLVÝRÎ

 

Serê peyvê, binê peyvê, em dibên "çilvirî"...

Çilvirandin; ji dest derketin e...

Çilvirandin; ji ber hev çûyin e...

Çilvirandin; pêþî nelêkirin e...

Çilvirindan; rojeva tirko ye. Belê belê, çilvirandin; rojeva tirko ye. Rojeva tirko bûye jina qûnde û ji bo berjewendîyên xwe her yek bi hêla xwe de dikiþkiþîne.

Sererkan û grûba xwe bi hêlekê ve dikþîne...

Serok wezîr û grûba xwe bi hêlekê de...

Denîz û grûba xwe bi hêlekê de...

Bahçelî û grûba xwe bi hêlekê de...

Apocî bi hêlekê de...

Fethullahçî bi hêlekê de...

Û yên neliberçav û nexwîyan jî bi hêlekê de...

Evdila Gul jî wek filehê di xwesûya xwe ne, li ser terikê xwe de diponije.

Welhasilî kelam rojev dikele!

Xwe biparêzin!

Xwe bisitirînin!

Û li xwe miqatebin gidî!

Ji qewla rahmetîyê Kemal Pîr: "Kî þemitî, þewitî!"

 

Wek me di destpêkê de gotibû, çilvirandin bûye pizik û di serê zimanê me de þîn hatîye. Serê peyva me, binê peyva me, em dibên çilvirî.

Em bi xwe çilvirînin...

Raman çilvirîye...

Dîtin çilvirîye...

Nerîn çilvirîye...

Hest çilvirîye...

Kurdîtî û kurdewarîtî çilvirîye...

Çand û huner çilvirîye...

Ziman çilvirîye...

Evîn û hezkirin çilvirîye...

Kesayet û þexsîyet çilvirîye...

Çilvirî, çilvirî, çilvirî,... Her tiþt çilvirî...

Mirovayî çilvirî...

Maf û edalet çilvirî...

Ewrûpa çilvirî...

Dinya çilvirî...

Ya rebbî ma qey tu jî çilvirî?

 

De ka îja ez ji we re çîroka çilvirî bibêjim. Bê çilvirandin ji ku hatîye û çawa derketîye bi kurtayî þîrove bikim û hûn jî gohdarî min bikin.

 

Jin û mêrek hene, herdu jî bi xwe de dimîzin. Dikin û nakin nikarin di xwe de bigrin. Rojek ji rojan herdu li hev rûdinên û li ser vê mijarê radiwestin. Kûr û dirêj diaxivin, talîya talî çareyekê ji mîzmîzoka xwe re dibînin. Mêr ji jinê re dibê emê li ber hev nobetê bigrin, ku mîzê zor da me kê, emê hev þîyar bikin. Herdu jî dipejirînin û bi rehetî û bê tirs serî davên xewê.

Ewil mêr radikeve û jin li ber nobetê digre. Seatek-du seat derbas dibe, derbas nabe, terikê efendîyê me rep dibe û xwe li bin zikê wî dixe. Jin fêm dike ku mîzmîzoka efendîyê wê dike biteqe, diniqurçê û wî þîyar dike. Mêr radibe û dehere destavê, destmêja xwe diþkîne û bi kêfxweþî tê nav nivînê xwe pal dide.

Dor tê jinê û serî davê xewê, mêr jî li ber digre nobetê. Mêr çavên xwe ji nav nigên xanima xwe qut nake. Seatek, du seat, sê seat û pijînî ji nav nigên xanimê tê.

Mêr dibê, hat hat hat... bi derewa ye. Bi destên xwe ser efendîyê wê digre, mîz di nav tilîyan de dide der.

Jin dibê: "Çer bû, çer bû?"

Mêr dibê: "Nahlet li dê û bavê te bê! Çi çer bû û çi hal! Çilvirî, çilvirî, çilvirî..."

12/04/2008-Mêrdîn

 

 

 

                    NÊRÎYÊ KOL!

 

 

Ev serê hefteyekê ye ku her roj rojname û telewîzyonên tirko li ser mêrê du jinan, der barê Osman Ocalanê ser papor nuçe li ser nûçeyan, agahî li ser agahîyan diweþînin. Rojname û telewîzyonên tirko bi hev re ketine pêþbazîyê…

Nêrîyê kol jî, xema wî ne ji terikê wî, haya wî ji bayê felekê tune, por û simbêlê xwe reþ biriqandibû û li kêleka bûka nûgîhayî bi çavên xapînok û xayînok li dora xwe dinerî. Þûr simbêlê wî nedibirî!..

 

Osman Ocalan, birê serok û rêberê kurdên bakur…

Osman Ocalan, endamê serokatîya Partîya Karkirên Kurdistanê…

Osman Ocalan, kelemê çavên artêþa tirko û hêvîya dil û mejîyekî bindest…

 

Hevalno, xwiþkino, birano, helwesta min ne eciqandin û pelixandina þexsîyet û rêxistinan e.

Helwesta min ne ji bo tiþtên pûç û vala ajotina ser wan e jî…

Dibe fikirên mere ji hev cuda be…

Dibe dîtin û nerînên mere jî ji hev cuda be…

Û dibe nema peyv û þitexalîyên mere jî bi serên hev de here…

Divê ev nebe sedema þer û pevçûna navxweyî.

Ev pirsgirêk di nav her þexsîyet, rêxistin, sazî û dezgehan de heye. Divê mere pirsgirêk û nakokîyên navxweyî bi zimanekî nerm, germ û bi niqaþên erênî bikaribe çareser bike.

Divê mere ked û xebata mirovan jî bi çewtîyek wan, bi xeletîyek wan yan jî bi ehmeqîyek wan binpê neke.

Divê mere destên xwe bi ser wijdanê xwe de, baþî û xerabîyên mirovan wek hev binirxîne.

Tu tenê nebaþîyê bibê û baþîyê jî veþêre, nabe.

Lê tiþtin hene, tu çiqas mirovhez, demokrat û tu çiqas entellektuel û rewþenbîr be jî bi awayekî aþîtane çareser nabe. Tim û tim zimanþêrînî û sutunermî pere nake.

Mînak jî: Ser papor Osman Ocalan…

Tenê ji bo fikir û ramanên xwe mere xwe bi alî de normal e…

Tenê ji bo nefs û çilekîyên xwe jî mere xwe bi alî de normal e…

Lê gava tu dirûtîyê li xwe bike…

Tu dirûtîyê li qewmê xwe bike…

Tu dirûtîyê li axa xwe bike…

Û tu xwe bike lîstok û dijmin te li hemberî qewmê te bikarbîne, çênebû û çênabe.

Heger tu lotikek werê bavêji, em ê jî terikê te di ber de jêbikin, mîna Bulent Ersoya hunerqûnde qelîþteyekê jî di nav nigên te de vekin û li Cîhangîra Taksîmê te bi cîranê Alî Poyrazoglû kin.

 

Belê, Osmanê me xebitî, keda xwe ji bo qewmê xwe rijand, lê dawîya emrê xwe, xwe edemkir û xwe lewitand…  

Ji bo dîtin, nerîn û fikiran mere ji hev veqete, wek me di serî jî de gotibû normal e. Lê gava mere:

Xwe bike goka nav lingê xelkê…

Þexsîyet û kesayeta xwe binpê bike…

Berjewendîyên xwe yî þexsî li ser yên neteweyî re bigre…

Xwe bi benîþt ke û ji devekî têkeve devekî…

Û xwe bi qeþmer ke…

Dar ji binî de tê birîn. Jixwe te birî jî…

Divê mere zimanê yên wek Osman jêbike û di derek wan ke!

Divê mere terikê yên wek Osman jêbike û nehêle zurîyet bi dû wan keve…

 

Heger rev û lotikên te ji ber doxînsistîya te bû law, te yê ilmê me gîhandibayê, me yê ji bo te hewdikek tije avik bikira û þev û roj te tê de biþuþta… Na ku tu bi wê jî nehata ser, her þevê me yê te bi mêvanê kerek Mêrdînê kira…

Heger rev û zikmezinîya te ji ber nefsekî û çilekîyan bû law, ceh jî di kadînên me de pir bû, ka jî…

 

Ez te bi qurbana þehîdên Kurdistanê kim û xwîna te çar çipik li inîyên wan xim!

Ez te bi qurbana þervanên Kurdistanê kim!

Ez te bi qurbana te kim!

Ez te bi qurbana xwe kim!

Ez te bi qurbana me kim!

Ez te bi qurbana dijminên xwe û te kim!

 

Em li hember kar û xebata te yî pîroz bejna xwe ditewînin!

Ji ber dîtin, nerîn û fikirên te yî qirêj û gemarî; ji ber xwefiroþtin û dirûtîya te yî dawî jî te þermezar û qûna te jî dax dikin Osmano!..

 

24/03/2008-Mêrdîn-

 

 

ÞANÊN KURDÎ Û KURDEWARÎ

 

Êþ, xem û dijwarî

Tî, birçî û qefilî

Fikarî, keslanî û tiralî

Jixwenehez û mirovhezî

Girtî, sêwî û merezî

Kwîrî, kerrî û lalî

Bêhiþî, ehmeqî û nizanî

Ne dost dîyar û ne jî dijmin dîyarî

Ji bo murittîya hin kes, þexsîyet û rêxistin bi hev re dikin pêþbazî

Ji bira kujîyê re serkeftî

Li ber tayê tolikê direqisî

Ziman xav û çand herimî

Ji bixudandin û nepixandinê re kes ser re tunî

Nas nake kîrê xwe ji masî

Di ser zikê xwe de mirî

Nade parîyek nan bi tu kesî

Xwe dike qurbana min û we ji bo berjewendîyên þexsî

Ne ez û tu hez dikin ji hev, ne jî tu rêxistin û sazî

Ji xilaf kolandina mezelên hev nakin tu karî

Em lîstok in li ber destên her kesî

Ji nîhandina keran re jêhatî

Ji anîna jinan re serketî

Ji anîna zarokan re kêroþkê kedî

Þêx, melle û hecî, ji alîyê qûnê de ne safî

Û xwarina me yî gelerî jî Hûr û Rêvî”

 

Heft meh berê xwedê kurek dabû me. Wek hûn dizanin keçek me jî hebû û ev keça me li paytexta Azerbaycanê li Bakuyê ji dayik bûbû. Hewce nake em ji we re ta bi derzî vekin. Jixwe nivîsara min î bi navê “Otoasîmîlasyon Dergûþa Asîmîlasyonê ye” ku berî nuha bi çendakî hatibû weþandin de min her tiþt þîrove kirîye.

Min çawa nehiþtîye keça min asîmîle bibe, di wê nivîsarê de bi firehî li ser sekinîme.

Mijara me ne ev e.

Mijara me yî îro mizgînîyek din e...

Ev mizgînî jî hûn dizanin çî ye?

Kurê min jî êdî xwe nas dike û dibê ez kurd im. Mîna bav û kalan dê ew jî li ser sifreyan çarmêlkî rûdinê û bi qurpika rêvîyan digre û diepiþîne kemçika devê xwe.

Jixwe þertê kurdbûnê ê yekem xwarina hûr û rêvîyan e.

Tifika ku beroþ nere ser…

Beroþa ku hûr û rêvî tê de nekele…

Malbata ku ji hûr û rêvî hez neke…

Û kesê ku ji xwarina hûr û rêvîyan bireve, ne ez jê re dibêm kurd û ne jî tiþkî ji kurdbûna xwe fêm dike.

Kurdîtî bi axavtina zimanê xwe û bi xwarina hûr û rêvîyan pez û dewarên xwe dîyar dibe. Mirovê ku bi kurdî bizanibe lê hûr û rêvîyan nexwe, nîvkurd e.

Mirovê ku bi kurdî bizanibe û hûr û rêvîyan jî bixwe, kurdekî tûj û ser pozê xwe re ye.

Mirovê ku bi kurdî nizanibe û hûr û rêvîyan jî nexwe, dijminê qewmê xwe ye.

 

Waye Cemîlê min jî bi qurpika rêvîyan digre û diepiþîne devê xwe.

Mala xwedê hezar carî ava!

Law ku mohra min lê be, divê xerab dernekeve.

De tewkel bi xwedê!

Bi xwedê nerîn nerîna min e…

Durb durbê min e…

Derb derbên min nin…

Ji doxînsistîyê jî re li min bêbe, divê qîz û jinên tirko li xwe miqatebin, yan na bi elawekîl her ji zayîna deh jinan heyþt ê dola wî bin.

 

TÊBÝNÎ:

Ew xalên ku di destpêkê de me li dû hev rêzkirine, divê werin binpêkirin û em nehêlin di kesayet û þexsîyeta zaroyên me de rûnên.

 

19/03/2008-Mêrdîn

  

 

 

 

HECHECÎK

 

 

Dewleta Tirko dewletek ecêb e.

Ne ji çepger û rastgerên wê tê fêmkirin…

Ne ji demokrat û lîberalên wê tê fêmkirin…

Ne ji netewhez û nijadperestên wê tê fêmkirin…

Ne ji þêx, hecî û sofîkên wê tê fêmkirin…

Û ne jî ji qûnde, qûnek û beradayîyên wê…

 

Mînak: Þenay Akaya nermik, rindik, bejn û bal xweþik û nav nig hênik…

Xanimê ji xêndî me nivîskarên Lotikxanê tu kes nema ku nekiþand ser xwe; tu kes nema ku þeqên wê nedan navên xwe…

Ciwanikê tu kes ji pêsîr, qûn û çîpên xwe bêpar nehiþt. Li podyiman tu kes wek wê wêrek tevnegerîyan, ji çav firehî û comerdîya wê terik li gelek mêran qerimî, qurifî û girêz bi ser de herikî…

Hew xwedê dizane bê vê kafirbavê çi qas malbat ji binî de hilweþand?

Hew xwedê dizane bê vê kafirbavê çi qas zewac serobin û mar jî betal kir?

Û dîsa hew xwedê dizane bê ji ber bedewbûn û fahþîya vê kafirbavê çi qas xortan heta navoser û kalan di serþokan de bi xwe xweþanîn û di nava avika xwe de can dan?

 

Xanimê îroj rabûye dibê ez dixwazim pêþerojê biçim Hecê tewaf bikim mala xwedê.

Xanimê dixwaze biçe Hecê, biebîne xwe terikên xêrê û bifire mîna hechecîkê…

Tu kes nema ku bera ser xwe neda xanimê, ji zebenîyan bigre heta minafiqan yek bi yek li ser dilê wê re derbasbûn mîna gundorên ser xanîyan û ne eyb û ne fedî. Navnigperitîyê bi zimanekî wek ê nav nigên Evdê apê min Þêxê dibê: “Ez dixwazim pêþerojê biçim Hecê û li ber sîya kevirê Kabê bikim nîhandina xêrê.”

 

De oxirbe ji te re qîzo!

Çi qîz û çi hal ezbenîyo, qasî porê serê min berxwedan kirîye bêbavê, qîz li ku maye û hal li ku maye te xwelî li serê min kiro. Heger berxwedanên xwe giþ bi teliqandin xemilandiba nuha qasî artêþa Çînê zaro bi dû ketiba…

 

Heger tu çû û bi silametî ji nav lepên wan Hecîyên birçî û terik mertal vegerîya law, ez ê jî tobe bikim. Na, ku tu qul qulî bû û nema karibi vegeri, bi qayîla xwedê ezê fîstanekî spî bikþînim xwe û berê xwe bidim Mekkê ji bo te…

 14/03/2008-Mêrdîn

 

 

 

 

 

Zarokên rojê û helwesta Mamê me!

 

Dewleta Tirko, li kesî gohdarî nekir û xwe li baþûrê Kurdistanê qewimand. Armanc: PKK ji xwe re bi mahne ke û Kurdistanê dagirker bike!

Lê mixabin, hesabê malê û sûkê li hev derneket, devji dagirkerina Kurdistanê berde, sînorê xwe jî derbas nekirin. Zarokên rojê gû li wan kir þima!

Nijadperestên kûçik bi awayekî nêçîrane xwe li wî çîyayê bê îman, li wî çîyayê ku zarokên rojê ji ber gur û çeqel û rovîyan ji xwe re kiribûn stargeh qewimandin.

Govendek lidarxistin û derketin nêçîra kew, keroþk û pezkovîyan, derket pêþîya wan qîz û xortên Kurdistan. Go bi rehetî em ê dest di qirikên wan xin û serên wan hilqitîne ji laþên wan, lê nizanîbûn wan qîz û xortên dilsoz û qehreman sond xwarine ji bo axa Kurdistan! Helal kirine xwîna xwe li welatê bav û kalan!

 

Artêþa Tirko bi çekên xwe yî teknolojîk, bi cil û potînên xwe yî sermê derbas nake û Emerîka û Ýsrail jî da piþta xwe û êriþî ser þervanan kir. Þervanên dilsoz kêmasîyên xwe ji xwe re nekirin mahne. Ne çekên dijmin yê teknolojîk, ne hejmara leþkerên wî û ne jî hêza hevalbendên wî tirs û xov ji wan re çêkir. Tenê tiþtek di dil û mejîyên wan de derbas dibû:

KURDÝSTAN DAKÝRKER NABE!

TU KES NÝKARE AZADÎYA ME JÝ ME BÝSTÎNE!

Û BERXWEDAN JÎYAN E!

 

Welhasilî kelam, em karin hezar û pênsed quzilqurtên din jî rêz bikin, lê nahlet li wan û fihêlên wan î genî û fisek bêbê. Jixwe nav nigên dê û jinên xwe baþ dîtin û naskirin…

Kerrên wan çû di qwîrên wan re derket. Yên mir in, yên brîn man û yên jî dîn bûn û bi çolan ketin…

Li hember þervanan qudûmê wan nema þixulî, çongên wan fisîyan, dil bi mejî re xayîn ket, lê nema dizanîbûn dê çi rêyê pê xin.

Talîya talî þervanan bi ser ziravên wan de mîst û zirav bi wan de teqand, revî revî xwe li nav nigên dê û jinên xwe qewimandin.

 

Rêvebir û rayedarên Emerîka sonda wan xwar, divê seatekê berî seatekê hûn çek û leþkûçikên xwe ji baþûr bikþînin.

Li ser peyva Emerîka, leþkûçikên Tirko dêlên xwe kirin nav nigên xwe û çûn ketin bin binkirasên jinên xwe!

Her çi qas qeþmerên weke Denîz Baykal û Dewlet Bahçelî derketina baþûr bi Emerîka ve girêdan jî, mesele ne Emerîka bû kakecan! Mesele ne ev e kek bi qurban! Silav û rêz li hunermendê hêja Ebbas Ehmed…

Kek Ebbas dûre em ê li kilama te gohdarî bikin.

Baþ e?

De bimîne di xêr û xweþîyê de.

Em vegerin ser mijara xwe…

Mesele hûn dizanin çi bû hevalno?

Tirs mêrga rovî ye!

We fêm kir?

Yanî, Tirko û leþkûçikên xwe têgîhan ku nerevin, avê here qûnên wan û kerê têkeve dê û jinên wan, yeko yeko ewê vecerehî zîntreh bibin.

Wek hûn dizanin qeþmerbavê Buyukanit jî bi zimanekî wek ê nav nigên kûçik gotibû: “Em ne  bi peyv û biryara Emerîka derketin, dê tir li me bû fis, zirav bi nava me de teqîya û me bi nav destên xwe de berda, me bin xwe edem kir!”

Bi telaqê Mele Bûb, cara ewil e ku teresbavê Buyukanit rast diaxive.

Her bijî ji we re þervanino! Tirs û xova ku we xist hundurê wî teresbavî, êdî nema tiþtekî di xwe de dihêle, çi diqewime, wê jî dibêje. Zarên bavan werê dêlê li me re rast dikin brako…

 

Em werin ser mijara mamê xwe;

Hey te di þimikê niyho!

Hey min te bera ser dê û jinên Evdila, Tayip, Denîz, Bahçelî û Buyukanit dao!

Hey te di qirdikê min nîyho!

Hey min xwelîya ber wan tenûrên Qoserê giþ bi serê xwe dao!

Hey xwedê bi ser de keto û di bin xwedê de pelixîyo, hîna gûyê ku leþkûçikên Tirko li baþûr belapahn kiribû iþk nebûye, ma xêr bû, ma ilam bû te xwe ricimand mamocan!

Divê mere hebekî bi kesayet be!

Divê mere hebekî bi þexsîyet be!

Divê mere hebekî rica zilamtîyê ji xwe bike!

Divê mere hebekî wêrek be!

Divê mere hebekî bi Kurd be!

Ji heft salîyên wan heta heftê salîyên wan kes nema ku dev neavêtin te…

Ji heft salîyên wan heta heftê salîyên wan kes nema ku te nericimandin…

Ji heft salîyên wan heta heftê salîyên wan kes nema ku qerf û henekên xwe bi te nekirin…

Ji te re gotin pêþmergeyekî qûncilik, te li wan ho veneda…

Ji te re gotin serokeþîr, te guhên xwe ji wan re girt…

Ji te re gotin rovîyê zexel, tu di bin simbêla de kenîya…

Navê Kurdistan nehat ser zimanên wan û yên gotin Kurdistan jî bi kêrek ko zimanê wan qut kirin, te dîsa li xwe ho veneda…

Te ezibandin welatê xwe û min jî xistin himêzên jinên xwe, lê ne bi awayekî fermî…

Ji bo ker û qantirên Ereb, Efrîkî û misilman pêþwazî lidarxistin û bi hev re kirin pêþbazî…

Ji bo ker û qantirên Ereb, Efrîkî û misilman dev, qûn û nav nigên jinên xwe boyax kirin bi awayekî teresî…

Lê hezar mixabin, te nexistin dewsa zilama û devji pêþwazîyê berde, tereha sor jî li ber nigên te ranexistin…

Ji nav hewqas rêvebir û rayedar Cemîl Pîçek e, Çiçek e, çi rêxa dahþê ye, wî hat te pêþwazî kir. Ew Cemîl e ku ji te re digot serokeþîr…

 

Ez tu ba ma mam Celal:

Berî ku ji teyarê peya bibama, min ê serê xwe derxista, heger tereha sor xûya nebûya, min ê zincîra pantorê xwe daxista û bi serê xîyarê xwe bigirta û bibeliqanda nav çavê Cemîlo û yên derdora wî. Dûre min ê tilîya xwe yî navîn ji wan re nîþan bikira mîna minafiqên Emerîkî û Îngilizî!..

Lê wek em dixwazin nebû.

Te xwe firot…

Te pêlî kesayet û þexsîyeta xwe kir…

Te ji bo berjewendîyên þexsî berjewendîyên netewî binpêkir…

Te xwe kir xulamokê xulamokan…

Te xwe nizm kir û Tirko li ser me re gav kir…

Te xwe kir gundorê ser xanîyan û Tirko te li ser me re gindirkir…

Dê ap û brazîtîya me nema…

Tu ne mamê me û em jî ne brazîyên te…

Tu li xwe, li ometa xwe û li Tirkên qeþmer pîroz û bimbarek be mamo…

 

08/03/2008-Mêrdîn

 

 

 

 

REWÞENBÎRÊN TÝRKO, LEÞKÛÇÝKÊN MÝSTO

 

 

Rewþenbîrên tirko

Nahlet li qûna Misto

Mistoyê bêjî

Mamostê civaka tirkên zebenî

Kar û xebatên wan fiqûrî

Nahlet li dê û bavê wî û þagirtên wî

 

Rewþenbîrên tirko

Bawer nekin ji dek û dolabên Misto

Mistoyê bêjî

Da ser piþta rovî

Hîn bû ji rovî zexelî

Qetand qûþ li tirkên bê mejî

 

Rewþenbîrên tirko

Zimanên wan dirêje wek ê nav nigên qolo

Qolo kûçikê ber pezê mala Soro

Soro bazda ser Misto

Misto ma mamoste û rêber ji bo yên wek qûþim Aydin, Fatîh Urek û Arto

 

Rewþenbîrên tirko

Ser mezin û mejî biçûkno

Derxin serên xwe ji qûna Misto

Biedilin ser nigên xwe wek Evdo

Û wêrekbin ji bo pirsgirêka Kurdo

 

Rewþenbîrên tirko

Av çû bin qûna Misto

Mistoyê bêjî

Nahlet li wî û hefsed bavên wî

Ji ber wî me nas nekir terikên xwe ji masî

Masî jî talîya talî þemitî qûnên tirkên bê mejî

 

Rewþenbîrên tirko

Min beliqand nav çavê Misto

Go rahme li dê û bavê te Devlikeno

Te rizgar kirim ji vê rimilk û gemarê lo

 

Rewþenbîrên tirko

Yek ji yekî kertir e lo

Dike wan Mahmûdê Rizo

Li piþta wan dike barên êzingê sed kîlo

Û tew li xwe jî hayil nabin ehmeqno

 

Rewþenbîrên tirko

Cehemî çû û em xelas nebûn ji Misto

Mistoyê bejî

Ker ket jina wî

Jinikê nerî ku ne mêr î

Þelaqîyak dawþand der qûna wî

Û çû bera ser xwe da qeraseyekî Erbanî

 

Leþkûçikên tirko

Berê xwe dan welatê kurdo

Kordo kir qûna tirko

Û berê wan da bêjî Misto

 

Leþkûçikên tirko

Qudûm neþixulî û bin xwe edemkirno

Bêhna gûyê wan em fetisandin lo

Nahlet li we û operasyona we hatno

 

Leþkûçikên tirko

Li hember þervanan bûn lolo

Hewar û gazîya wan gîha mala Kano

Kano jî tenê çêdike wêneyên jinên þût û rût we gû bi min dano

 

Leþkûçikên tirko

Jan bi serê Yaþaro keto

Ew reben qefilîn yeko yeko

Dê û bavên wan bi qurbana Bulent Ersoy

02/03/2008-Mêrdîn

 

 

 

       MAM CELAL

 

Mam Celal, tê kengî ber xwe bide?

Mam Celal, tê kengi li ser xwe biedile?

Mam Celal, tê kengi wek Kurdekî bifikire?

Mam Celal, tê kengi wek Kurdekî tevbigere?

Mam Celal, tê kengî bi Kurd be, Kurd?..

 

Qey bira Kurmanc û Soran ji hev cudane?

Qey bira dilê te li ser Kurmanca naêþe?

Qey bira tu me Kurmanca ji xwe nahesibîne?

 

Jixwe Tirk, Ereb û Farizan me ji hev tîþtîþî kirine!..

Jixwe Tirk, Ereb û Farizan me ji ber hev xistine!..

Jixwe Tirk, Ereb û Farizan me ji hev perçe perçe, qet qetî kirine!..

 

Heger em jî li hev wer bikin û li ser hev negirîn…

Heger em jî destên xwe li çavên hev xin…

Heger em jî dest di qirikên hev xin…

Heger em jî li hev xwedî dernekevin…

Heger em jî pêl serên hev bikin û mejîyên hev di çavên hev re derxin…

Heger em jî bi mirina hev þa û kêfxweþ bibin…

Heger li ser hewqas serpêhatî, bobelat, ixanet, xapandin û têkçûyin hîna jî hiþê me bi serên me de nehatibe…

Heger, heger, heger… Heta sibê heger…

Gur, çeqel û rovî ew ê me li hev hilînin mamê min, me li hev hilînin.

 

Devji qesr û qonaxan berde mamê min…

Devji nav û dengê dinyê berde mamê min…

Devji qelewbûn û bixudandinê berde mamê min…

Devji berjewendîyên þexsî berde, berjewendîyên þexsî mamê minnn!..

 

Em bi ser komara Ýraqê de bimîzin!

Em bi ser qesr û Qonaxên Bêxdê de bimîzin!

Em bi paþ sutuyên Erebên qûnreþ jî de bimîzin!

 

Ne komara Ýraqê dixwazin…

Ne qesr û qonaxên Bêxdê dixwazin…

Ne jî dost û alîkarîya wan Erebên qûnreþ dixwazin…

Tenê li ser xwe biedile…

Tenê wek Kurdekî binere…

Tenê ji bo berjewendîyên Kurd û Kurdistanê tevbigere mamê min, ronîya çavên min…

 

Artêþa Rom bi deh hezaran leþkûçik xwe êriþî ser zarokên rojê dikin. Bi tanq û top û tuvengên xwe li çîyayê Kurdistanê pahn bûne.

Ji bo ku zarokên rojê di çîyê jî de nesitirin, þerekî qirêj û gemarî dajon li hemberî wan.

Zarokên rojê berxwe didin!

Zarokên rojê wan li hatina wan poþman kirîye!

Zarokên rojê bûne tirs û xov û di dil û mejîyên wan de rûniþtine!

Zarokên rojê þev li wan kirîne roj!

Zarokên rojê ne ji bo xwe tenê, ji bo we jî þer dikin mamê min…

Zarokên rojê dizanin ku dawî li wan bê, ne Kurd dimîne û ne jî Kurdistan mamê min…

Zarokên rojê nekin firavîn mamê min!

Ku ew bi firavîn bin, hûn ê jî bi þîv bin mamê min!

Bedilê xwe ji xwe bike, qerewata xwe ji sutuyê xwe derxe û rahêle þal û þapika xwe. Kurdistanî xwe girê bide û berê xwe bi Kurdistan de…

Tirko li hatina wî poþman bikin…

Hatin bi dest wan ket, bila veger bi dest wan nekeve…

Bila gur, çeqel û rovî bizanibin ku dagirkirina Kurdistanê ne henekoye!

Bila qewmê faþîst bizanibe ku destxistina Kurd û Kurdistanê ne mumkune!

Bila gurên faþist bizanibe ku me çawa kûçik kedî kirin, rojekê em ê wan jî kedî bikin!

YEKÎTÎ, YEKÎTÎ Û DÎSA YEKÎTÎ; JÝ HER WEXTÎ BÊTÝR YEKÎTÎ!

 

29/02/2008- Mêrdîn

 

 

BÝJÎ CÝVAKA QÛNEKAN!

 

Di destpêkê de ez lêborîna xwe ji nîvxanima Bulent Ersoyê dixwazim.

Beri nuha bi salekê min li ser vê nîvxanimê nivîsarek nivîsîbû û bi zimaneki tund min ew rexne û þermezar kiribû. Lê xuyaye nîvxanimê lotikxanê diþopîne û bêje bi bêje, hevok bi hevok, quncik bi quncik dixwîne jî. Xuyaye nîvxanimê nivîsara ku min li ser wê nivîsîbû xwendîye, lê hebekî dereng hiþê wê bi serê wê de hatîye.

Tiþt nabe yabo! Bila bi serî de hatibe, ew jî nahmete…

De tew îja hin bêbavan malik li xwe xera dikirin û agir bera malên xwe didan, digotin Bulent nîvxanim bi kurdî nizane.

Çawa nizane yaboo!

Bi telaqê bêjî Misto, nîvxanimê bi kurdî dizane û qûnê li gelek “welatparêz”, “rewþenbîr”, “sazî”, “rexistin” û “hunermend”ên me diqetîne…

Bulent nîvxanim, spasîya te dikim!

Bulent nîvxanim, bejna xwe li ber te ditewînim!

Bulent nîvxanim, zimanê te di kewara hinguv û zimanê wan teresbavan jî bi nav nigên te bidim!

Bulent nîvxanim, ewên ku dibên “Yek dimre, hezar çêdibin” nav nigên te balêsin!

Bulent nîvxanim, ewên ku dibên “Xwîna zaroyên me li dewleta me helal be” nav nigên min û te bixwin!

Bulent nîvxanim, ewên ku dibên “Welat sax be” terikê te yî jêkirî di derek wan þîn bêbe!

Bulent nîvxanim, ewên ku dibên “Þehît namirin, welat perçe nabe” sê roj û sê þevan di himêza te de rakevin!

 

Bi þerefa Kerbodibo, qûnekên tirko ji jin û mêrên tirko namûstir û baqiltirin.

Bi þerefa Kerbodibo, qûnekên tirko ji jin û mêrên tirko wêrektirin.

Bi þerefa Kerbodibo, qûnekên tirko ji jin û mêrên tirko bîrbir û zanatirin.

 

Ji dêleva Yaþar Buyukanitê ser mezin û qafqantir, Bulent Ersoyê sererkan baya…

Ji dêleva Evdila Gulê ser papor, Fatîh Urek serok komar baya…

Ji dêleva Recep Tayip Erdoganê quzjinge, Arto serok wezîr baya…

Ji dêleva Denîz Baykalê kewaþe, qûþim Aydin serokê partîya bêjî Misto baya…

Ji dêleva Dewlet Bahçelîyê kurdûnde û qûnde, Cemîl Îpekçî serokê partîya hestîya baya…

Û ji dêleva Nûretîn Demîrtaþê “eskerqaçaxî” jî kalikê min Evdo xencero serokê DTP baya…

Ne Ewrûpa, nuha me qûn li Emerîkayê jî qulqulî kiribûya, lê em çi bikin, ev dolkeranan nahêlin law, nahêlinnn!

 

                                             * * * * *

 

ÊDÎ BES E!

 

Tiþt ji meþ û daxûyanîyan dernakeve ezbenîno!

Tiþt ji stran û mitranan dernakeve heyrana çavên we!

Tiþt ji bername û bolvirîyên pûç û vala jî dernakeve, bêaqilno!

Êdî bes e, bi van fihêlên pîs û genî nabe bes, welatparêzno!

Êdî bes e, bi bergerîn û sutunermî jî nabe bes, demokratno!

Waye zarên bavan di welatê me de pêlî serên me dikin, hevalno!

Waye zarên bavan di welatê me de gû li me dikin þima, hogirno!

Waye zarên bavan dikin çîyê bi ser serên me de xera bikin, tirsonekno!

Waye zarên bavan dikin Kurdistana azad jî bidin ber nigan, netiþtikno!

Ero welatparêzno!

Ero welatperwerno!

Ero þoreþgerno!

Ero bindestno!

Ero, ero, ero…

Ka? Kaa? Kaaa? Kaaaaaaaaaa?

Ka we yê metropolên wan li ser serên wan xera bikrana!

Ka we yê dinya li wan bikira dojeh!

Ka we yê jîyana wan serobino bikiraya!

Ka we yê tirs û xov têxista hundurên wan!

Ez bira jî dibêm: “EDÎ BES E!

Ez ji dilekî þewat dibêm: “EDÎ BES E!”

 

26/02/2008-Mêrdîn-

 

 

 

 

 Dilþad Ebdulrehman”!

 

 

Me gotibû çi?