|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
|
DAXUYANIYA XALÊ GUHBEL
Roja panzdehê Hezîrana 2008an, rojeke bi teþqele ye. Dîsa Xalê Guhbel daxuyaniyek bo me þandiye û ji me xwestiye ku em di malpera Lotikxanê de biweþînin. Eger em neweþînin, Xalê Guhbel em tehdîd kirine û gotiye: Bi sê telaqê mêrberdanê, eger hûn vê daxuyaniya min neweþînin, ezê Satelîta Lotikxanê ji ezmanê banî terakim dengizê. Hingê ne Hecî Bûþ dikare we xilas ke, ne jî nefta Kurdistanê...
Îcar em wek Lotikxane neketine heyra xwe û sîstema rojê, lê em ketine heyra ku bi tirilyonan Dolar û Ewro pere di hesab û kaseyên Lotikxanê de ne, wê þifreya wan wenda bibe û kase venebin. Me jî bi bêgavî biryar da ku emê daxuyaniya wî biweþînin.
Xalê Guhbel weha gotiye:
1- Gelî Kurdan! Îsal xuya ye ku wê saleke hiþk û hêla be. Kurdan hemi þîrê xîç vexwariye. Zarûkên xelkê gava mezin dibin, tevî welatê xwe dibin dewlet. Lê belê zarûkên Kurd gava mezin dibin, pêre pêre dibin bindest. Heta niha xezeba Tirkan li ser serê we bû, va ye xezeba Xwedê jî da serê. Hay ji xwe hebin ku Xwedê jî bi Tirkan re berê xwe nede we. Lêxistina Xwedê ne wek ya Tirkan e; camêr nayê jêrê û berik bernade, lê dibêje Esrafîl "baranê nebarîne." Ev e we xwar...
2- Gava we Xwedê kir dijminê xwe jî, emanet emanet devereke vekirî di navbera xwe û wî de bihêlin. Ji ber ku ez dizanim Kurd çu carê alternatîfa 2, 3, 4., 5, 6 û hîn zêdetir ji xwe re nahîlin. Hema dibêjin, "yan ev û yan nooo".
3- Ev gotinên min, ne ji Kurdên jin û zarok re ne, ne ji Kurdên kal û seqet re ne jî, ha wilo ne ji Kurdên zana û xwenda re ne jî, yanî ev gotinên min ji Kurdên serhiþk re ne. Bila ew di vê germa havîna bi xezeb de, serê xwe nerm bikin û hertim mast bixwin, pir li ber bayê guvguvoka perwanê rûnenên, xasma ev qilîma ye yan çi jehr û ziqûm e li berê rûmenin, hertim pincar û zebeþan bixwin, goþtê sore, tiþtên qelandî, yan xwarina giran yêmûþ nekin haaaa!!!!!!!
4- Bila kes mebê ku sala 2009an jî wê baran nebare û em zeviyan naçînin. Bila her kes tovê xwe hazir bike, þûvên xwe biqelêbin û di meha dehan de gava rewa ket, tov bireþînin. Lê bila kes netirse, eger genim þîn nebe jî, wa ye Hikûmata Kurdistanê gotiye ku wê ew rojê yek milyon bermîl nefta xav derxîne û bifroþe, pê Kurdên birçî têr bikin.
Va ye ji min gotin û ji we jî guhlêkirin. Ji xwe hûn dizanin ku mesele çi ye û wê bibe çi, îcar hûûûûn dizaniiiiinnnnn...
|
|