<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Bêrya kevrê bin qûna min kiriye!

Oskê gurrî- 20/06/08-

 

Ji bîst û pênc salan de, hevdû nedîtibûn. Bê hemdî xwe rokê li çola bajarê bapîrên xwe li hev rast hatin. Bi destê hev girtin û pozê xwe di hev dan, herkê li ser kevirekî li hemberî hev rûniþtin û behsa namûsa xwe kirin.

 

Natalya qehpik sê çar zarokê min jê man, xwezî rokê van quzdêkana bigotana em Kurdin, yan xwezî zanîbana lefzek Kurmancî û banyana ser zimanê xwe. Vê qûnekê Rûsîyet bi þîr re dida wan, heta ne dihiþt rokê kutilka bixun, digot yeeq bêhna Kurda ji wan tê. Ewê bêrya xiyarê Ûris mûrisa kir û tev wan bêjyên xwe li wir man. Min jî bêrya vî kevrê bin qûna xwe kir û ez hatim vir.

 

Maryana bêbav, hîn her pênç zarokên min biçûk bûn, min kir nekir min nikarîbû ez wê þermotê bînim welat, wê dûrî lotikên Berlînî bixînim û zaroka bi mastê pîra Nûrê mezin bikin. Heeey dunyayê, berî ez herim Elmanya rehmetya diya min tim ji min re digot: „Biner law, tu jina ji gawira neyni ha ,welle wê zarokê te bi ava zikê xelkê çêbibin ha. Tê biteebi, wan mezin biki û wê ji wan re bimînin ha. Lawê mino, siwarê hespa xelkê tim peyayi kezeba mino“. Ax ..ax felekê ,dawî emir jî ez kurdûnde mam.

 

Bi xwedê Natalya tu wek þebeþê kal bû. Erê çavê te þîn bûn, tu sor û gewrik, nermik û nazik bû û livîna te germ û bi ecêb bû, lê ez jî dîn û har û çav girtî bûm. Wek Erebê ku çav li penêrê terr kevi li min hatibû. Lê dîsa bi xwedê, tam di te de tunebû.

 

Tu ka serê xwe rake li ezman binere kuro, çûk û beytik ref ref bi hev re difirin û berê xwe dane qublê. Yek ji wan ji refê xwe maye, ma ev bi kude difirin heyran?

 

De yella lo! Qey wilo hatîye û wê wilooo herin ha!?