|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Þekir ji lêvan dibare

Lêvzan- 09/07/08- Florîda-Dibêjin Þîrketa Înternetê "TV One" ankêtek çêkiriye û 10 jinên esmer û çîkolatayî hilbijartine. Tabî serê hefsêr lotikvana xwînþîrîn û lêvþekirî Halle Berry kiþandiye. Berry xanim yekemîn derketiye û xwendevanan ew wek "þîrîna ber dilan" hilbijartiye.
Li ser vê xeberê, me xwe gihand Berry xanimê û me sedema hilbijartina wê jê pirsî.
Ciwanikê dilê me nehiþt, derîyê xwe ji me re vekir û rêzek mezin da Lotikxanê.
Werhasil, xanimê got: "Helbet di nav esmer û qemeran de a herî þîrîn û germ ez im. Ez wek çîkolata bi þîr im. Tama ramûsanên min ji mewîjên Hibabê, ji penîrê sîrik ê Colemêrgê, ji tirî û bastêqa Mêrdînê, ji îsotên Ruhayê û ji sêvên Meletê xweþtir û lezîztir in. Awirên min ji tîr û kevanên Robîn Hood, ji gurz û mertalê Ristemê Zal û ji þûrê Elîyê Þêr dijwartir in. Sîng û berên min ji zebeþên Diyarbekrê, ji petîxên Midyadê û ji pirteqalên Israîlê mezintir û tamdartir in. Lotikên min ji pehînên kerên Þamî, ji zîtirkên qantirên Cizîrê û ji mîkutên deþta Sirûcê bihêztir û xerabtir in. Ma ev taybetmendî li cem kîjan esmerê hene? Ma ez neyêm hilbijartin wê kîjan kezîkur bê hilbijartin ez bi qurban?" filan û fîstan.
Werhasil, min bi xwe jê bawer nekir. Li ser þika min, xanimê derî li min û xwe xilqand, xwe þût û rût kir û got: "Va þar û va miþar, Þam dûr e ma miþar jî dûr e! Heger tu bawer naki keremke biceribîne" û bi qerpika stuyê min girt ez kiþkiþandim nav nivînê.
Îcar encama lêkolîna min jî hûn texmîn bikin gelî xwendevanan!

