<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

Þerê gû

 

 

Jîndar Zozan- 07/06/08-Ixdir-

Gelo we þerê gû bihîstîye? Dewleta Tirkan û hikûmata wê AKP bi sîyasetê neþêt Kurdan bîne rê. Lewre êdî çi derfet di dest bikeve li dijî Kurdan bikar tînin û Kurdan ceza dikin. Li Ixdirê taxek ku temamê wê ji Kurdên gundên wan hatine xurabkirin pêk tê, kanalîsasîyona wan teqîyaye. Ava qanalîyasyonê di nava kolan û kûçan re diherike. Çend çaran xelkê taxê serî li þaredarîyê dane lê þaredarîyê gotiye: Ew tax bê destûr hatiye avakirin û ruhseta wê nîne. Lewre em nikarin tiþtekî bikin.

 

Li wê taxê 14. 700 kes lê dijîn û % 80 tapoyên xanîyên xwe hene. Dewletê sê dibistanên pêþîn, lîsek û nexweþxanek lê ava kirine.  Beledîyê kanalîzasyon çêkiriye, av biriyê û TEDAÞ ê cereyan dayê. Hemi jî bi awayek fermî hatine kirin.  Lê beledîye dibê taxek bê rûhsat e, wan ceza dike ji ber ku dengên xwe nedane AKP ê. Tiþtê xirab ew kanalîzasyon di nêzîk mekteban re diherike. Tirsa mezin ewe ku zarok tê de dilîzin û wê bi nexweþîyên wek tîfo, tûfûs û kolera jê çêbin û pêþîya mirina ji van nexweþîyan bê neyê girtin. Gelwekîl Perwîn Bûldan doz bir meclîsê lê wezarata eleqeder di bersiva xwe de got: Taxek qedexe ye û bê ruhsat hatiye avakirin. Lewre em nikarin tiþtekî bikin. Bi kurtî,  di navbera me û hikûmeta Tirkan de þerê gû destpêkiriye.

 

 Nîyeta wan ewe me di gû de bifetisînin. Nêzde wê hilbijartinên herêmî jibo þaredarîyan çêbibin. Di van hilbijartinan de pêdivîye em wusan bikin ku wî gûyî bi wan bidin xwarin. Baþe ewê çawa bibe? Divê çi kes dengê xwe nedin partîyên Tirkan, bidin Kurdan. Kesên naxwazin dengê xwe bidin apoyîyan, bila bidin HAK- PAR, KADEP û kesên serbixwe. Em dizanin  apoyî  bi çi partîyên Kurdan re hevkarî û piþtgirîyê nakin. Lê pêdivîye HAK- PAR, KADEP û kesên serbixwe hevkarî û piþtgirîya hev bikin. Rê nedin ku reyên Kurdan jibo partîyên Tirkan (çi çep û çi rast ) biçin. Lê tirsa min ewe wê apoyi li dewsa Kurdan Tirkan tercîh bikin û wek hercar bibin asteng, kelem û stirî li pêþîya partîyên Kurdan ên derveyî xwe.  

 

Kurdîno! Heçî Kurdê hindî serê derzîyê Kurdayetî, wijdan, þeref û haysîyeta wî hebe, divê dengên xwe nedin partîyên Tirkan û rê ji wan re venekin. Heke em dengên xwe nedin partîyên Tirkan û bidin Kurdan, emê wî gûyî bi wan bidin xwarin.  Lê ku me  dengê xwe neda Kurdan, wê Tirk me di gû de bifetisînin. Di þerê gû de wê bi ser kevin.

 

JI BÎR NEKIN, “XÊRA MALÊ BIÇE MIZGEFTÊ JÎ BETAL E.

Ji me gotin, hûn dikin an nakin hûn û Kurdînîya xwe û hûn sax!