Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

jirmn@hotmail.com

Madona ji van cilan fedî dike

Jîrko-21/12/08- Kurdistan- Li Sûrî bajarê Þama Þerîf,  li bazara Himêdiyê sitiyan (bersing) û kelsonên li ser elktrîkê çêdikin ku ji bo zilam germ bibin û pîrek lotikan bidin mêrê xwe.

Wa kirine ku mêr kare ji dûrve bi kepseke elktrîkê cilê jina xwe jê bike û kare bi kêfa xwe memkê jina wî sitrana bêje û bibe lempa .

Ev þemlê pîrekan di þevê çira, lempa û li mûsiqê jî didin ji bo kêfa mêrik xweþ bibe û qenc bibeze ser jinê, dilê jikê hînik bike.

 Li ser bextê jinikên ser tenûrên kolanên Þamê be, dibêjin ji bo mêr ne çavlider be (xweþ  xebere lê min jê ne behwere) van tiþtan dikin.

Li gor behis dikin, hingî keçkê Þamê peritîne û bi zilamê wan re ranabe, rebena dirabin van tiþtik û miþtikên seksî li xwe dikin ji bo karibin lingan wek beyreqa Sûrî  hildin, qîrqîr û nalnalê wan bighêjin ezmanê hefta.

Wey hûn bixêr hatin cîhana cilên taybet yabo qurban. Li ser bextê misilmanên Þamê be, xêr û guneh di sruyê wan de be rebbî..!

 

 

 

 

 

Ker û Gîzer

Jirko- 04/12/08- Kurdistan-

Berî çend sala me li Sûrîyê li mektebê dersên bi Erebî dixwend. Em qûnaxa dû bûn. Dema me dersek bi navê Ker û Gîzer dixwend, wê demê me nizanîbû çima rejîma Sûrî vê babetê bi taybet me hîn dike û di fikra me de ku ev ji bo pêkenînê ye .

Liê wa xuya dike ku hikûmeta Sûrî lotikek li van zarokan dide û wan pê nîzanîbû ji ber ku gelek zarok fêrî rola kerê kirin û çi gîzer bi devê wan nakeve. Tenha lotikê ji xwedayê xwe dixwin û neqûþka dixwin. Siwar li ker siwar dibe lê rebenê ker çi bi devê wî nakeve. Îcar halê me Kurda eve ku gelek xort û gencên me bûne kerê hikûmeta Sûrîyê lê bi xwe nizanin ku çi ker in.

Ez kerkî nasdikim ku çiqa xelk lê siwar dibe lê rebeno qaþûlê gîzera dixwe û nanê ceyî dixwe. Xelk hêvîya didiyê lê wek kerê me yê di dersê de naxwe, tenha gîzera xwe dibî ne.

 Baþe gelo ji vê lotikê gambaxtir heye?  Ev kerê me nimûnek herî normal a ji wan kerê ku hikûmeta Sûrîyê ew fêrî kerîtiyê kirine ku li dijî tevgera xwe kar dikin û ew pê nizanin ku çima wa dikin.

Hema ya rebî ti gîzera me bi me de û ti sax...

Nivîsên berê

Lotikvan nikarin nixumandî bimênin

Jirko- 14/10/08-Kurdistan-

Ji xwe hûn lotikvana herî bi nav û deng û ya ku singê wê wek peqpeqonkane Pamêla Andersona 41 salî nas dikin, û hûn dizanin ku çend lotikvanên cuda cuda lotik li ciwnkê xistine û çend mêr berdane ser xwe. Lê hermetê tihna wê neþikest rabû çû xwe di nav mîvanan de, di ahenge salvegera jidayîkbûna qewadê herî mezin û xwedanê kovara bi nav û deng "PlayBoy” Hîw Hîfnerê 82 salî de þilfî tazî kir. Xanimê xwe rût xemiland û pepsî û çoqolat belav dikirin.

Lê tiþtê herî balkêþ di vir de ew bû ku "Pamêla" û zarokin wî  bi navê "Hiw" /Apooo) bandikirnê. Lê hûn dizanin û her kes dizanê ku "Hîw" ne apê Pamêla ye. Ji ber ku di kovara wî de çend wêneyên ku Pamêla tê de tazî ye bilav bûbûn û bêbavê "Hîw" çend nameyên seksî jê re þiyandibûn û dawa lotika lê kirbû, bûbû apê wê.

Lê hermetê ji xwe ne xema wê ye û va dîsa radibe rêklaman ji xwe re belav dike û li ser kuna xwe reklama çêdike. Ma em çi bikin ji van bêbava re ku bav bûye qewadê keça xwe û jêre bûye derhêner. Vêca serok û þerpa nema lotikvana dinixumîne û nema cil û rîs wan karin bistirênin.

Hema xwedê  rihê me bistînê û me ji nav van bêbavan bibe û hûn sax . 

 

 

 

 

 

Jinên xwe bi hev diguhêrin

 

 

Jîrko- 08/10/08- Kurdistan-

Li vê acêba kesanedî binerin, berî demekê serokwezirê Danêmark çû serdana Berliskonê serokwezirê Îtaliya û di pêþwaziya wî de destpêkirin ku jinên xwe bihev biguhêrin.

 

Lê lotikavanek Brîtanî Katrîn Tawnsnd ku pila profisor wergirtiya got: “Ev kar karê Inglîziya ye ne yê Îtalîya ya bavo” û lotikek avêt.

 

Rojnameya Independent belav kiriye û gotiye ku li telefizyona Britanî de ev demeke em vî karî dikin û bernameyek bi navê (guhertina jinan) diweþînin.

 

Ma hûn dibêjin ku ev jiyan ber bi dawî de diçe yan jiyan sererast dibe?

 

Kurdin me ji ne ew bixwe jinên xwe duguhêrin lê xelkên din jinên wan ji xwe re diguhêrin û ji xwe re dibin.

 

Hema xwedê me bistirîne û hûn sax!

 

 

 

 

 

Hemwelatîya Kurdên Sûrîyê

 

 

 

Jîrko- 06-10-2008-Kurdistan-

Rebenên Kurd li çi welatî bin halê wean ne tu hal e. Ev bû nêzîkî 50 sal in Kurdên me yên li Kurdistana Sûrî bi sed hazaran bê nifûs û cinsî ne, tazî û birçî ne.

 

Rejîma Sûrî ya faþîst di vî warî de ji rejîma Turkî,Îraq û Îranê gelekî derbas kiriye. Li van parçên din Kurd carekê tên kuþtin lê li Kurdistana Sûrî ev bû 46 sal in 300,000 hemwelatiyên Kurdên Sûrî her roj dimirin. Her yek ji van rebena pelek sor dane wan û bi kêrî tuþtekî jî nayê. Li van bajar û welatan penaber bûne, birçî û tazî bê nifûs, bê nav û bê regez  dijîn û na jîn. Mirovin lê bê tiþtek. Hikûmeta Sûrî ne tawanbar dibe û ne tu kes serê xwe bi van kesan dêþîne.

 

Welhasil, Kurd bûne wek goka nav lingên çar dewletên xwînmij. Heryek ji alî xwe de lotik û pehînan li wan dixe û wan ji hevre bi virde wêde davêjin.

 

Û em Kurd?

 

Em jî ketine xema xwe, wey li wî ye ku çawa zik û bêrîka xwe dagre û serê xwe bi Kurdên din neêþîne. Wey xwelîya heft gundan li serê me û bavê me be erê wele û hew!