<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

60 xizmetkarên wê hene, pekkk!

Miradê Torî- 12/08/08-Parîs- Li ser bextê fitne û Beko Ewanên kolanên Parîsê be, dibêjin lotikvana navdar û seksî Angelîna Jolîe û mêrê xwe Brad Pîtt li þatoya xwe bi cîh bûne û kêf kêfa wan e. Dibêjin herdu lotikvanên navdar û dewlemend, bi zarokên xwe re bi xar û qirûþ, bi xezalê û bi çavgirtînkê dilîzin û dinya serûbinê hev bibe ne xema wan e.

   Herweha tê gotin ku 60 xizmetkar di bin emrê Angelîna Jolîe de ne û xanimê destê xwe ji ava germ naxe ava sar. 60 xizmetkar peppûkê, pekkkk! Law bi namûs paþayên Osmanî jî ne xwedîyê 60 xizmetkaran bûn bavo, waweylê! Ê tabî canim, çawa be pere pir in, her serê kiþandina flîmekî 20 milyon dolar ji wan re tê, ma wê çima xizmetkaran negrin.

    Ma çima Lotikxane xizmetkaran ji xwe re nagre, pere tune! Me go de belkî çend bîdon petrola Kerkûkê ji Lotikxanê re bên û em jî xizmetkarekê ji koçka xwe re bigrin, lê kaaaaaa, derew e. Ji berê de gotine “Çavê li derîya xwelî li serîya” kaka.

   Werhasil, madem em nikarin xizmetkarekê ji xwe re bigrin, emê jî serî li Angelîna Jolîe xanimê xin û bibin xizmetkarê wê ma em çi bikin.