Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

 Brîna reþ ( Pençeþêr - Kanser)

 

  Brîna reþ, ji malzaran (hucre) destpêdike. Malzar wek karxaneyek (febrîqe) piçûk e. Malzar ji xwarinê enerjiyê çêdikin. Ji bo vê bi cîh bînin, divê di nava malzaran de perçeyên pirr piçûk ku, bi mîkroskopên Elektronê tên dîtin, hebin. Ji van perçeyên piçûk re Mîto kondrî tê gotin. Gava Mîtokondrî xera dibin yan brîndar dibin, malzar nikarin oksîjenê bistînin û bi vê re dan û stendin çênabe. Ji bo vê jî malzar bêgav dimînin ku bê oksijen bijîn û li ber xwe bidin. Ev malzarên ku bê oksjen dimînin û li ber xwe didin, di nava demê de dibin sedema brîna reþ - kanser - . Malzarên ku ji van malzarên kanserê dizên jî dibin malzarên kanserê. Heta îro tu çareseriyek ji bo brîna reþ nehatiye dîtin. Derman'in henin ku pêþketina brîna reþ li paþ dixin lê wê bi temamî ji holê ranakin.

  Pisporên vê nexweþiyê li dijî vê nexweþiyê van pêþniyazan dikin:

1-) Gava yekem:  xwarina hêþînayiyan. Divê rojê 600 - 800 gram xwarinên bi niþadir û hêþînayiyên bi proteîn bên xwarin. Di nav wan de nan, birinc, meqerna, baqil, fasûlî, petat, fisteq û bindeq hene. Li gor pisporan, di nava hêþînayiyan de wîtamîn, mîneral û maddeyên din yên girîng yên li dijî kanserojenên kanserê hene û ev rê nadin ku, zû bi zû kanser çêbibe. Hêþînayîyên ku, kêm rûn û kalorîne, hem nahêlin ku kanser çêbibe û hem jî pêþiya kîlogirtin û qelewbûnê jî digrin.

2-)  Gava duyem : Xwarina sebze û fêkiyan. Divê her roj zêdeyî 400 - 800 gram cûrbecûr fêkî û sebze bên xwarin. Têrxwarina sebze, fêkî û hêþînayîyan %20 rîzîko'ya kanserê kêm dike. Bi taybet jî Þelim, Kundir, Gêzer, Firingî (bacanê sor) û cûreyên narinciyan ( pirteqal, lîmon, mandalîn, greyfurt û.w.d) li dijî kanserê bandorekê baþ dilîzin.

3-) Gava sêyem: Parastina kîloyan û jiyanek aktîf a fîzîkî. Kîloyên zêde û kêm rîsk'a kanserê zêde dikin. Ji bo vê jî li kîloyên xwe miqatebin û xwe bilivînin, tevgerê bikin. Heger hûn karibin, rojê seetekê bimeþin yan jî bibezin.

4-) Gava çarem: Tûtin û Alkol. Hem tûtin û hem jê alkol rîsk'a kanserê zêdetir dikin. Divê alkol zêde neyê vexwarin. Tûtin qet neyê kiþandin.

5-) Gava pêncem: Rûn û Xwê. Xwe ji rûn û xwêya zêde biparêzin. Ji xwe, di xwarinên pakêtkirî û hazir de xwê û rûn pirr e. Vêna jibîr nekin. Rûn û tewaþê zêde hem rîsk'a qelewbûnê zêdetir dike û hem jî ev qelewbûn dibe sedemek ji yên kanserê.

6-) Gava þeþem:Xwarina kevnikgirtî û þewitî.Xwarina kevnikgirtî - kufikbûyî - û a þewitî nexwin. Divê xwarin di sarinc'ê (buzdolab) de baþ bê parastin. Xwarinên ku wextê wan derbasbûne nexwin. Goþt û Masî zêde neqelînin, neþewitînin. Ji þewat û qelandina zêde maddeyên kanserojenê çêdibin. Heta ji we bê xwarina þewitî û zêde qelandî nexwin.

  Li gor pisporan, goþtê braþtî û qelandî di laþê meriv de malzarên kanserojenê çêdikin. Xazên jehrîn yên di nava komir û tupxazê de bi goþt ve dizeliqin û dikevin bedena meriv. Jib o vê jî pispor bale dikþînin ku, goþtê ku li ser komir û tupxazê tê braþtin û qelandin, neyê xwarin. Maddeyên xazê yên wek: karbonmonoksît, kukurtmonoksît û dîoksît’ê bi riya qelandin û braþtinê, bi goþt ve dizeliqin û dibin bedema meriv de kanserojenan çêdikin û dibin sedema kanserê. Li gor tê gotin, divê germiya agirê goþt 250 dereceyî derbas neke. Gava 250 derece derbas bû, îcar maddeyên kanserojenê derdikevin holê û dibin sedema gelek cûreyên kanserê. Jib o vê, gava goþt bê qelandin yan braþtin, divê ew 15-20 cantîmetre ji êgir dûr be da ku ev maddeyên kanserojenê sererast nekevin nav goþt û zêde bi zirar nebin.

  Hêþînayî, fêkî ,sebze û þaraba sor dijminên kanserê ne û rê li ber çebûna kanserê digrin. Heta ji we bê, xwe ji van xwarin û vexwarinan kêm nehêlin û li xwe miqatebin.