|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
|
Kêmûþa Havînê
Xalê Guhbel-15/06/08-Pisporên Lotikxanê yên kêmûþa germa havînê, ketin nava lêkolîn û lêgerîneke bi lezûbez û ji bo Kurdan hin tiþtên nû peyitandin. Ji ber ku îsal zad li nih herêmên Kurdistanê þîn nebûye, tavil Kurdên li van herêman ji ber desttengiya dinyalikê xwe jibîr bikin, yan jî xwe sinet bikin û li ba jinên xwe ranekevin. Tirsa me ji tiþtekî tune, lê tirsa me ev e ku di dawiya salê de jinên Kurd jî ber negirin û nivþek ji Kurdan kêm bibe.
Îsal ji xwe zad ji ber xezeba Xwedê tune. Xuyaye ku wê germa kelekela havînê jî wek xezeba Tirkan bi kefteleft be. Îcar eger xezeba neanîna zarûkan jî bi ser Kurdan ve were, bi sê telaqê bê fitû, ne Stenbola Siltanan Kurdan dihewîne û ne jî demokrasiya Ewrûpa Kurdan disitirîne. Pêþniyarên Lotikxanê ji Kurdan re ev in: 1- Çi gava we xwest ku hûn dest bi kêmûþa xwe bikin, li devereke hênik, cihên wek kewar û kadînan bikin. Da zarûkên we li ber sar û seqemê zexm bin. 2- Çi gava we xwest ku hûn dest bi kêmûþa xwe bikin, qet û hîç li zadê þewitî yê di zeviyê de neþêwirin. Da zarûkên we li ber birçîbûnê bi semax bin. 3- Çi gava we xwest ku hûn dest bi kêmûþa xwe bikin, bila girregirra balafirên cengê were hêj bikin. Da zarûkên we li ber top û tangên dijmin wek Ristemê Zal bin. 4- Çi gava we xwest ku hûn dest bi kêmûþa xwe bikin, bila bîhna xwîdanê ji we bê hêj bikin. Da zarûkên we eger bi mehan bê þûþtin bimînin jî, ne xem be. 5- Çi gava we xwest ku hûn dest bi kêmûþa xwe bikin, pir bi hiþkî û serbestî karê xwe bikin. Da zarûkên we bi mêrantî her tiþtê xwe bikin.
Gelî zilaman, ji me gotin û ji we kirin. Bi sê telaqan kîjan jina ku li dij van pêþniyarên me tevbigere, em ê jineke wisa ji mêrê wê re bînin ku cewrên mêrxas jê bikevin.
|
|