|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Ay felekê te çima li me wa kirrrrrr!
Ehmedê Kezebperitî- 12/05/08-Swêd- Erê dinyayê....Dibêjin tacirên Cihû (Yahûdî) gava li pataxê dikevin (top davêjin) li defterên kevin vedigerin. Îcar xuyaye ev jî mesela me û KUKî ya ye.
KUKê wextekî bakurê Kurdistanê dihejand. Bi welatparêzî, dilpakî, þoreþgerî û Kurdperwerîya xwe di dilê xelkê Kurd de þax berdabû- Lê dem û dewran hat û çû, cûnta eskerî hat ser hikim, serok û kadirên me wek kîroþkên ku ji ber tajî birevin pijiqîn, wek noka li kevir kevin teriqîn û meydan ji çeqel û keftaran re hiþtin.
Werhasil, pêvajoya Sûrî, têkilîyên partîyên cuda, nakokî û berjewendîyên þexsî hiþt ku KUK bibe wek rêxistina “nalet lê hatî” û ji hev tarûmar bû. Yan jî hat tarûmarkirin, ji çapa xwe ket û bû benîþtê devê xelkê, bû çîroka ser zimanê zimandirêjan û kêfa dost û dijminan li me hat.
Werhasil, gellek rêxistin û partîyên me ev pêvajo derbas kirin. Lê tofana ku hat serê KUK ê yan jî anîn serê KUKê nehat serê gurê serê çiyê. Te digot qey hinek bi zanatî wê wek libên tizbîyê dikþînin û wê lib bi lib ji hev diqetînin.
De neyse canim, dîsa kul û derdê min fûriyan, mûyê serê min bûn wek strî û derzîyên ser eyarê jojî û çavê min wek zotka mirîþkê sor bûn. Yaw her ku ev navê KUKê derbas dibe 10 sal ji emrê min kêm dibin qardaþim! Ew rêxistina qirase, ew lotikvanên canfeda, ew xwelîliserên ku þev û rojên xwe dikirin yek bi kude çûn? Kîjan melle yan sêhrbazî li ser wan xwend? Kê ji wan re devgirêdan û bazbendên naletî çêkir?
Wey liminnnnnnn....! Kuro tu dibê qey erd qeliþî û ketin binê erdê law, mirin bavê min wille û bille mirinnnnnnnnn! Ketin gorê û hew rabûn law! Ne li keda xwe xwedî derketin, ne pozê wan þewitî, her yek ji wan li mala xwe rûniþt, ê ket nav partîya Xela û Celo, ê ji qehran re mirin, ê ji kêfa re zik li xwe mezin kirin û ê wek min kezebþewitî û xwelîliser jî hîna xeyalên rabûna KUKê dikin. Wey tirrrrrrrr li bin qûna min û bavê min be û hew! Law ma mirî ji gorê radibin qardaþim?
Werhasil, çima min behsa KUKê kir yaw!? Haaaaaaaaa, erê lo. Dibêjin di 10.05.2008an de komela PDK þevek li Stockholma Swêdê çêkiriye û nêzîkî 200 dost, kevne KUKî û PDKî beþdarî þevê bûne. Piranî jî kesên ku di dema himehima KUKê de hevalên hev bûne, xwe di ber hevde didan kujtin filan û bêvan.
Lê îro salê carekê yan hevdu dibînin yan na. Salê carekê yan telefonî hev dikin yan na. Ê ji betalî bûne nivîskar, ê bûne bazirgan, ê bûne çîroknivîs, ê bûne zimanzan, ê bûne þêwirmend û hinek jî wek min hîna jî himal û esker. Çima? Ji ber ku tirr di me de nemaye. Ew ked û hevaltîya berê ji me re bûye wek qîmetê pîvazek xirabe. Bawerî nemaye û tew gellek ji me jî hîna ji tirra xwe danakevin û her dibêjin “Ez û ez” qardaþim!
Lê dibêjin “Piþtî hasil gihaye Mûsilê” hêdî hêdî kevne KUKî û PDKî yên me xwe dilivînin û dixwazin ji nû ve serê govendê bikþînin. Dibêjin mirî bawer nakin ku mirî ne. Gava serê xwe radikin serê wan li kevirê gorê dikeve û nuh bi xwe dihisin ku mirine.
Îcar gelo sayin KUKî yên me bi xwe hisyane ku mirine yan dixwazin axa gora sar ji ser xwe bavêjin û dîsa zindî bibin?
Ê de a bi xêr çibe bila xwedê wê bike rebbî! Dil dixwaze ku dîsa wek dem û dewranên berê KUK lingê xwe li erdê xe, bide lotikan û fîþekê bide ber devê keleþkofê. Lê kaaaaaaaaaa!?????
Werhasil gelî xwendevanan,
Bav û kalên me dibêjin “Meriv bi xwezîya nagihê baqê kezîya” qurban.
Ê min jî xwezî ye cîgerlerim.
Û heger hat û xewna min ciriya!?
|