<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Mêrik qûtê salê derxist

Satilmîþ Eþekguden- Ê qardaþim, ez dinerim herkes xwe li Lotikxanê digre û kela dilê xwe tê de hênik dike.

De min go ma ez ji Eyþika Ereb im babam, hema ezê jî carekê lotikekê di vê malperê de bavêjim ma dinya xera nabe!

Neyse cîgerlerim, dibêjin li bajarê Afyonkarahîsara Tirkiyê, li kendalên Çiyayê Sûltanê kumikek (kuvark) 11 kîloyî hatiye dîtin. Kadir Ceylanê ku kumik dîtiye behitî maye û ji tirsan re bêhiþ ketiye, bûye tirre tirra qûna wî.

Werhasil, Kadir beg ew kumika 11 kîlo mezin anîye malê nav zarokên xwe û ji jina xwe re bi Tirkîyek teqlo meqlo gotiye:” Qiz Fatmaaaaa, bax ne bûldim avrat! Hele gel bax gel bax. Dînime îmanime bû kumik senin qalçalerinden daha buyuktir lê, wîî! Hîç qorxma, me qûtê îsal çixarmîþ kir yawrûmmmmm!” û daye lotikan.

Werhasil, kumika 11 kîlo kuro!? Law ma îcar ev jî ne elameta qiyametê ye babam?