|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Ev lotikek pîroz e
Serdar Mirad-11/05/08-Amed- Îro (14.05.2008) Roja Zimanê Kurdî ye. KURDÎ-DERê bi vê lotikê pêwistîyek pîroz anî cîh û tiliya xwe xist çavê dijmin û Kurdên ku bi zimanê þildim-bildima Tirkî diaxivin. Endamên Komeleya Lêkolîn û Pêþdebirina Zimanê Kurdî KURDÎ-DER daxuyanîyek da çapemenîyê û ji Kurdan xwest bi bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, li zimanê xwe xwedî derkevin û vê tirrê ji dewleta virqo re nehêlin.
Serokê komelê Mazhar Aktaþ jî bi taybet bang li Kurdan kir û got ku xwe bêxîret nekin û li zimanê bav û kalên xwe xwedî derkevin. Aktaþ got ku „Hebûn û pêþeroja gel û civakan, bi dewlemendîya çand û zimanê wan ve girêdayî ye“ filan û bêvan. Werhasil, zimanê Kurdî her ku diçe aloz û winda dibe. Hem dewlet û hem jî hinek alîyên ku qaþo li ser navê Kurdan lotikan davêjin, malik li vî zimanî viritandine û bi navê bratî û demokratîk quzêkerê qûþ li zimanê Kurdî qetandine.
Em jî wek Lotikxane þaxê Amedê piþtgirîya ve helwesta KURDÎ-DERê dikin û ji Kurdan re dibêjin: Kurdino! Xwelîliserno, peppûkno, rebenno! Ne tenê bi zarokên xwe, lê bi pez û dewarên xwe re jî bi Kurdî biaxivin. Wî zimanê þildim-bildima Tirkî, wî zimanê dêlegura Asenayê ji devê xwe bavêjin. Heger hûn nikaribin wî zimanî ji devê xwe bavêjin, qe nebe zimanê xwe di kokê de jêkin û zimanekî paqij, xalis muxlis Kurdî têxin devê xwe qardaþim!
Heger we zimanê xalis muxlis Kurdî peyde nekir, serî li Lotikxanê xin. Emê bê pere, belaþ zimanekî Kurdî têxin devê we. Heqê neþter û emelîyatê jî li ser me!
|