<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Dil ji min bir lêvên şîrîn!

 

 

Di spehî û bedewbûna jinê de lêv rolekî mezin dilîze. Heçê lêv in, di hezkirin û hevdugevizandinê de jî roka xwe dilîzin. Lêv di ser lêvan re ne.

    

Lêvên zirav û tenik zêde zewq û germaya maçîkîrinê nade. Lê lêvên qelew û têrgoşt zewqê dide meriv û meriv jê têr nabe. Çawa ku hestîyê bê qoşt meriv têr nake, wilo jî lêvên tenik meriv coş nake.

  

Niha nizanim lê berê di civaka me de ji lêvên tenik dihat hezkirin. Di dellek stranan de pesnê jinê bi lêvên wê yên tenik dihat dan û lêvên tenik jê re dibû xemla pesindanê. Werhasil canim, ji min re ferqa tenikbûn û qelewbûna lêvan tuneye, bi namûs kîjan lêv têkevin ber min ez avê lê venaxwim û hew, wîî! De neyse, em vegerin ser mijara xwe.

 

   Dibêjin li Brîtanyayê lêkolînek ji alî zanyarên Zanîngeha Loûîvîllle Prof. Mîchael Cûnnîngham û hevalên xwe ve hatiye çêkirin. Lêkolîn li ser lêvên tenik û qelew hatiye çêkirin. Cûnnîngham dibêje:”Kesên xwedî lêvên qelew in seksî û balkêştir in. Bi lêvên xwe xwêsîya meriv di qirika meriv de dihêlin û tirê ji meriv berdidin. Lê kesên xwedî lêvên tenik in, sar in, wek şorba kellê û savara bê goşt in, zêde ne balkêş in. Ji xwe qet bêhna seksîbûnê ji wan nayê” filan û bêvan.

 

   Ez serê we neêşînim, di dema îro de teknîk bi pêş ketiye. Emelîyatên estetîkî êdî lêvên qelew jî tenik dikin û ê tenik jî qelew dikin. Lê gava bê tam û lezîzbûna lêvê, helbet ezê jî wek Prof, Cûnnîngham bêjim:”Lêvên bi qoşt û savarek bi rûn jî pê re, oxxxxxxxxxx!”