<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Heta ev qûn li ser me be em xêrê ji xwe nabînin

 

 

Cembelîyê Botî- 08/06/08-Wan- Doh ez jî çûm bajarê Wanê û beþdarî mitînga kedkaran bûm. Lê xwezî ez neçûbûma û min ew xwelî li serê xwe nekira. Min digot qey hinekî hiþê hevalan hatiye serê wan û ewê helwestek Kurdewarî deynin, lê mixabin dîsa bi çîrokên bratîyek sexte dest bi meþê kirin. Berê digotin “em û Tirk wek goþt û nenûkê ne”. Lê vêcarê ew goþt û nenûk bû “em wek daristanekê ne” filan û bêvan. Em wek daristanekê ne kuro!?

 

Ê qardaþim, çi îþê Tirkan di nav daristanên Kurdistanê de heye hêêê? Bila kedkarên wan herin li nav daristanên Tirkiyê de meþ û mitîngên xwe bikin babam, ma Kurdistan axurê bavê wan e ku bên li welatê me lotik û zîtirkên xwe bavêjin, wîî!

 

Yaho wille û bille em Kurd mexlûqatên ecêb in. Ev 30 salin ez diþopînim, çiqas dewleta Romîyan zilmê zêde li me dike, sayin hevaller nav û dûriþmên “goþt û nenûkbûnê”, “bratî û yekdewletbûnê” diparêzin û her pêþdetir dibin.

 

Tirkan her em qetil kirin, em piþavtin, bajar û gundên me bonbebaran kirin, hebûna me inkar kirin, lê hercarê biçûkên Ebdila û Kemalîstên Tirk digotin “em wek goþt û nûk in, em nikarin ji hev veqetin“ filan û fîstan. Ê çima em nikarin ji hev veqetin babam? Ma em jin û mêrên hev in? Yan me xistiye hev û hew karin ji hev derxin? Yahewlelwela qiwetillebillehil ezîm! Yaw qardaþim, raste em û Tirk wek goþt û nenûk in, lê her dema ku nenûk dirêj bûye, hatîye jêkirin û goþt her bihêztir û xweþîktir bûye, wey! Îcar niha jî tiþtekî nû afirandine dibêjin “em wek daristanekê ne, emê bi bratî pevre bijîn”. Raste em wek daristanekê ne, lê em dar û ew jî darvanin babam! Emê her daran bidin û ewê her bibirin û xwe pê germ bikin, xwarin, vexwarin û hemi hewcedarîyên xwe pê biqedînin.Emê li þûna darên jêkirî þitilên nû bidin, wan bi rondikên çavê xwe avdin, di sîbera xwe de mezin bikin û bînin hasilatê, û ewê çi bikin? Ewê jî wan þitilên ku me anîne hasilatê bibin ji xwe re, bikin kepir (çardax), di bin sîya wan de rûnên û kêfa xirrê xwe bikin!  

 

Yabo bi telaq em hew qebûl dikin cîgerlerim, em jî ji we re dibêjin: Êdî beseeeeeee! Ji yekîtîya daristanan re êdî bes e! Ji goþt û nenûkê re êdî bes e! Ji leqleqa hecî leglegê re êdî bes e! Ji þildim-bildimê re êdî bes e! Bese û heta bi mirinê bes e!

 

Werhasil, dibêjin çûcikên leglegê jêre gotine: Dayê, bêhn ji hêlîna me tê. Dîya wan: Xem nake emê yeke nû çêkin. Radibin hêlînek nû çêdikin, piþtî heyamekê  dîsa çûcik ji dîya xwe re dibên: Dayê, bîn ji hêlîna me tê. Dîya wan: De xem nake emê yeke nû çêkin. Radibin dîsa yeke nû çêdikin. Piþtî heyamekê çûcik ji dîya xwe re dibên: Dayê, dîsa bêhn ji hêlîna me tê. Dîya wan vê carê dibê: Zarowên min, heta ev qûn li ser me be, wê her bîn ji hêlîna me bê.  

 

Îcar qardaþim, divê em berî her tiþtî qûna xwe biþon û paqij bikin, qûna xwe! Divê berî her tiþtî em mejîyê xwe biguhêrin, yan herroj bi guhertina navê partî û sazîyan, bi gotinên ekolojîk û sloganên demogojîk kes negihiþtiye meqseda xwe canim cîgerim. Bi kurt û Kurmancî, heta em bi Kurdî nefikirin, bi Kurdî nejîn û bi Kurdî xwe nelivînin, emê her û her bi xwe de birîn û hûn sax!