|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
Me xwest û wan neda

Þemal Amedî- 18/10/08- Hollywood- Piþtî ku fîrma Vîktorîa Secret bersîngek bi 5 milyon dolar derxist mazatê, me wek bazirganên Lotikxanê bi xwedîyê þîrketê re hevdu dît û me çend lotik li hev xist.
Di hevdîtinê de bazarîyek pir germ di navbera me û xwedîyê þîrketê de derbas bû.
Wan go bersîng bi 5 milyon dolar, me go na bi telaq bi 4 milyon û 999 dolaran.
Wan go kêmî 5 milyonan nabe, me go lotikvana þekirî Adrîana Lîma jî ne li ser be em qebûl nakin.
Wan go lotikek Adrîana Lîma tenê hêjaye 5 milyon dolar babam, me go ji xwe lotikên Lotikxanê bi 10 milyon dolaran jî nayê.
Wan go êêêêêê, em çi bikin? Me go em virde wêde nizanin qerdeþim, yan Adrîana Lîma jî li ser û yan emê bersîngên we bidizin.
Welhasil, bi namûs gava me behsa dizîya bersîngan kir, xwedîyê þîrketê ba ji ber çû go "pûûûûkkk" û ji qidûm de ket. Îcar me 24 seet wext da þîrketê.
Heger di nava 24 seetan de Adrîana Lîma neyê Lotikxanê û em lêkolînek hûr û kûr li ser can û bedena wê nekin, bizanin go bersîngên bi 5 milyon dolar di xurcika me de ye û xelas!


