Tendirustî amade dibe   

Dr. Mihyedîn

 Brîna reş ( Pençeşêr - Kanser)

 

  Brîna reş, ji malzaran (hucre) destpêdike. Malzar wek karxaneyek (febrîqe) piçûk e. Malzar ji xwarinê enerjiyê çêdikin. Ji bo vê bi cîh bînin, divê di nava malzaran de perçeyên pirr piçûk ku, bi mîkroskopên Elektronê tên dîtin, hebin. Ji van perçeyên piçûk re Mîto kondrî tê gotin.

   Gava Mîtokondrî xera dibin yan brîndar dibin, malzar nikarin oksîjenê bistînin û bi vê re dan û stendin çênabe. Ji bo vê jî malzar bêgav dimînin ku bê oksijen bijîn û li ber xwe bidin. Ev malzarên ku bê oksjen dimînin û li ber xwe didin, di nava demê de dibin sedema brîna reş - kanser - . Malzarên ku ji van malzarên kanserê dizên jî dibin malzarên kanserê. Heta îro tu çareseriyek ji bo brîna reş nehatiye dîtin. Derman'in henin ku pêşketina brîna reş li paş dixin lê wê bi temamî ji holê ranakin. >>>>>

 

Dil

 

 Malzarên laşê mirov hewceyî xwarin û Oksîjen'ê ne. Ji bo ku, çêbûna maddeyên bi zirar bên bidûrxistin, pêwiste xwîn bêwestan li lêş bigere. ji vê tevgerê re gera xwînê tê gotin. Divê xwîn ji avzêmekê bê pimpekirin da ku li temamê laş bigere.

   Gava ev pimpekirin tunebe xwîn nikare tevgera xwe bike û li lêş bigere. Lebata ku xwînê dilivîne û li laş digerîne dil e. Dîwarên dil ji sê tebeqan pêk tê. Tebeqa hundur, a nêvî û a der. Mezinbûna dil wek buks'a mirovekî ye. >>>>>

Nexweşiya  Şekir

  Nexweşiya şekir ji ber xirabûna bikarhatina lûf'ê Pankreas'ê çêdibe. Ev lûf (bez - paç) hinek maddeyên ku, erkên cûrbecûr dibînin, tînin holê. Ev jî du şikil in.

1-) Lûf'ên ku maddeyên çêkirî bi riya hinek cok'ên (kanal - rê) taybet davêjin der. Wek: Lûf'a tif'ê, tifê valadikin valayiya dev. Lûf'a aşik'ê, maddeyên avê valadikin êş. Ev maddeyên ku tên holê maddeyên heyvan'î ne. Bi riya van heyvan'an xwarin di hundur de perçe dibin û dikevin nava xwînê.

2-) Lûf'ên ku sererast maddeyên çêkirî bera nav xwînê didin. Ji van re Lûf'ên hormonê jî tê gotin. Ev hormon di laş de erkên girîng dibînin. Wek: Lûf'ên stû, lûf'ên ser Gurçik'an û.w.d.  >>>>>

Apandîsît

Li gor îstatîstîkan, ji kesên ku ji ber apandîsîtê serî li nexweşxanan dixin, sedî 40 ê wan zarok in. Bûyerên apandîsîtê bi piranî rastî demsala havînê tên. Zarok gelek caran ji êşa navê gazindar in. Ji bo vê jî meriv zêde guh li wan nake û dibê qey tiştekî normal e. Lê divê em zanibin ku, ji du salan û pêde her zarok kare êşa apandîsîtê bikşîne.

   Apandîsît hem berfireh û hem jî bi tirs e. Piştî êşa wê bi 12-36 seetan go operasyon çênebe, apandîsît kare biteqe û di xavka zik de înfeksiyonê belav bike, Ev bûyer ku, jê re "perîtonît" tê gotin, kare bibe sedema mirinê. Kesê ku apandîsîta wî biteqe xwîna wî jehrî dibe û mirina wî an wê ne dûr e. >>>>>

Allerjî

Allerjî zîzbûna lebatan a li dijî maddeyên biyanî ye. Ji van maddeyan re Allergen tê gotin. Hinek maddeyên di nava xwarinan de, derman û maddeyên ku bi hewê re dikevin nava Sorsorkê (kezeba sor) hinek ji wan in. Ev madde ji lebatan re biyan tên. Laş li hember van maddeyan -dijmadde-yan diafirîne. Ji van dijmaddeyan re -Antîkor- tê gotin.

   Ev madde di lêş de bersivên bi hinner (bi hêz) didin û ji pevçûna herdû aliyan allerjî çêdibe. Ne şerte go laş allergenan ji derve bistîne. Carna mîkrobên ku, di laş de bi cîh bûne û parazîtên di nava roviyan de jî, karin van allergenan bînin holê.

   Li dijî van maddeyan reaksiyona her lebatê ne wek hev e. Xirabûna hormonan û a aşik, rovî û kezebê jî gelek caran dibin sedema allerjî yê. Mîkrob (bakterî), acizî û qehr, guherîna demsal û hewayê jî hinek sedem in. Zekem, astim û.w.d di vî beşî de ne. Allerjî kare îrsî jî (ji malbatê derbas bibe) bibe. Hêk, masî, çîlek, şîr û toza hundurê malê hinek ji van allergenan in. >>>>>

Derew nayên veşartin

Ger hûn di famkirina derewan de zahmetiyan dikşînin û ev jî ji we re serêşiyan dike wê gavê vê nivîsê bixwînin. Hin îşaretên derewan hene ku mirov didin dest. Li hereketên mirovê bi we re diaxife binêrin, şiklê axaftina wî an kenê dike bê ku hay jê hebe wî bi we naskirin dide.

   Psîkolog Derren Brown îdia dike ku bi teknîkên psîkolojîk dikare ramanên mirovan bixwîne û dibêje: “Bedena me di derbarê ku em xwe bi rastî jî çawa his dikin delîla dide.  Ger hûn zanibin lêbinerin, hûnê ji hereketên bedena kesekî bi rehekî têderxin ku rast an derew diaxife. “ . >>>>>

  

 

Zingîniya guh

Car caran xuşînî û zingînî ji guhên meriv tê. Karakter û xurtbûna vî dengî çi dibe bila bibe, bi gelemperî ji zingîniya guh re "tînnîtus" tê gotin.

   Zingîniya guh bi serê xwe ne nexweşiyek e. Nêzîkî %30 însanî car caran ji zingîniya guh gazindar in. Ev deng piraniya caran ji ber xweve winda dibe.

   Zingîniya subjektîf li derûdorê nayê bihîstin lê a objektîf ku, ji livandina bazû (kas) yên guhkê navîn tê, gellek caran ji alî merivekî nêzîk de tê bihîstin. Hinek sedemên zingînî yan çingîniya guh ev in: >>>>>

Xwarinê hêdî bixwin û zeîf bibin

Xwarina xwe bê lezandin, hêdî hêdî bixwin û xwe ji kîloyên xwe yên zêde rizgar bikin. Hêdî xwarin him dihêle ku mirov xwe kontrol bike û him dibe sebeb ku tahmê ji xwarinê bistîne.

   Piştî destpêkirina xwarinê mekanîzmeya kontrolkirina birçîbûnê jibo ku xwe têr his bike piçekî wext divê. Pir caran û hindik bixwin û nehêlin ku hûn xwe pirçî his bikin.>>>>>

Bi xewê spehî bibin

Xew, dermanê xweşik û spehîbûnê ye. Çermê meriv li gor rojê, bi şev bêhtir xwe nûjen dike. Hucre û rehên (damar) meriv bi livbazî (aktîfî ) dixebitin û dikşin.

   Heger hûn dixwazin aşika (mîde) we newestandî û hêsan be, berî go hûn razên xwarina giran nexwin.  >>>>>