Prof.Dr.Xaltîka Fatê  

fate@lotikxane.com

 Fatê Were civatê

Pispora: Jinekologî, Mêrekologî, Dînekologî, Zarokologî, Seksokologî,Qûnekologî, Femînîzm, Marksîzm, Lelînîzm, Maoîzm, Troçkîzm, Kemalîzm, Barzanîzm, Kurdîzm, Tirkolojî, Virqolojî û Tirrolojîyê ye.

Herweha xaltîka me Fatê ilmê civaknasî, rojnamevanî, ekolojî, xwerist, hewalojî, hunermendî û zirnevanîyê xwendiye. Ewê bi bersivên xwe yên kesanedî derd û kulên we derman bike.

Jê re binivîsin û derdê xwe derman bikin......

 

 

Fatê were civatê-15

 

 

Silav xaltîka Fatê

 

Tu çawayi ez bi qurbanê?

 

Ez Kanîwarê guhbel im, min bêrîya te kiriye û kezeba min li ser te diþewite. Çima tu bersiva min nade, qey te yekî din ji xwe re dîtiye keçê? Binere, zimanê min ji haletê Afrîkanîyan dirêjtire, willeh, billeh û tilleh ku te yekî din ji xwe re dîtibe, ezê pozê te jêkim hey keça nizam çi!

  

Welhasil xaltîla minî seksî û agirpêketî

 

Serê min ketime belayek mezin û min dev ji jina xwe jî berda. Tu zani ji ber çi? Ji ber Paltalkê.

 

Tu zani go ez nexweþê Paltalkê me newlo? Ev 7 salin ez bi nexweþîya Paltalkê ketime û evê Paltalkê ji nexweþîya AÎDSê xerabtir tirr ji min berdaye. Nîknama min Qulopazî ye. Yanî, qazî mazî qilopazî. Carna navê xwe dikim Kanîwar, carna dikim þoro, carna dikim haro, carna dikim qehremanê bê mertal, welhasil min mal û zarok li ser vê bêxwedîka Paltalkê kir û ez bûme wek hemi Kurdên Sûrî. Yanî, bûme Pêþmergeyê Paltalkê!

 

Îcar ez di bextê doxîna te de me xaltîka Fatê, ka þîretekê li min bike bê ez çi bikim û çi nekim. Gelo ez dev ji malmîrata Paltalkê biqerim wê jinik li min vegere, te go çi?

 

Ê bê jin jî nabe haaaa, wîî! Bi namûs, ji roja go jinik çûye girêza devê min wek çemê Feratê diherike û hew nemaye gundî û cîrana li ber xwe bibe. 

 

Îcar ez dexîlê namûsa te bim, jinikê li min vegerîn.

 

Kanîwarê Paltalkê (Pêþmergê yekem li ser Paltalkê)

13/11/08-

-----------------------

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Bismillahirrehmanirrehîm

 

Law Kanîwaro, weyla xwedê topek li nav þeqê te xisto, ez û tu kengî bûne dostik û yarik yewel? Me kengî tirr ji hev berdaye law, wîî! Law ez dibê te xewnên nexêr dîtine kuro, yan na tu li ku û Fatê li ku? Ma ew qûn li ser te heye tu xwe li ber lotikên xaltîka xwe Fatê bigre çeqilmasto!

 

Welhasil canim,

 

Îcar te go Paltalkê tirr ji te berdaye û jina te bi te daye berdan? Wey weleddddddddd, çima nabê te pê girtiye Kanîwaro, pekkkk! Law madem tu nexweþê Paltalkê ye, madem tu Pêþmergeyê Paltalkê ye, ma qet te di Paltalkê de qûnekek yan jinek nedît go tu pêre bizewici û hûn tirra ji hev berdin exûyî? Kuro de here looooooo, bi telaq tu bi kêrî pîvazek xerabe nayê û hew, wîî!

 

Law go ez bûma, go ez di Paltalkê de bibûma Pêþmerge, ma minê tirr ji Paþmergan berda, pehhhhh! Ez bi wî serê te ê keçel kim, minê her þev jinek ji internetê daxista cem xwe û meyê bikira qîr û qiyamet. Jin tunebûna jî hema minê qûnekek keremî malê bikira, minê lempe vemiranda, û meyê wek golkê nav garanê banya serê hev. Îcar di reþka þevê de kê dixist kê ew û siûda xwe û xelas, waweylê!

 

Te go ev 7 salên te ye tu di qûna Paltalkê de bi kurkê ketiye û wek zelqa mirîþkê pêve zeliqîye? Pekkkkkkk! 7 salên berdî berdayî law!

 

Ê de ka bêje yabo, ji xeynî fitne û fesadîyê pêve te çi ji Paltalkê fêhm kir û te çi gû bi ser xist belqityo? We çend Kurdistan di Paltalkê de safî kir? Kuro Paltalk ji tenûrên gundan xerabtir bûye wî, bûye hêlîna betal, tiral, zimandirêj, tirrek, fesad, newêrek û bikêrnehatîyan law. Ma kê xêr ji Paltalkê dîtiye go tu xêrê jê bibîne, hey te gunikê Mam Celal xwaro! Law te di 7 salan de rojê helbestek binivîsanda, tê ji Cegerxwîn mezintir bibûya perpityo, wîî!

 

Îcar çima wê jinik te bernede yabo, i ihiiii! Dua ji xwedê re bike go jinikê singek nexistiye qûna te û di devê te re dernexistiye law. Bi sê telaqan go ez jina te bûma, minê derpî ji te bikira, minê pirça qûna te bê sabûn-ziwa ziwa-bida ber gûzanan, minê bikira wek mirêka erd û ezmên û minê kerekî Þamî bikira mêvanê te. Pekkkkkk bê wê çi kêfa wî kerê Þamî ji te re bihata, tewwww!

 

Axir kanîwaro,

 

Tu dixwazi ez jinikê li te vegerînim newlo?

 

De baþ guhê xwe bide min û guhdarî bike. Biner ez vê þîretê li kesî nakim haaaa, qencîya min ji bîra meke temam!

 

Îcar, jibo jinik li te vegere:

 

1- Her ber devê deryê wê, tembûrekê têx destê xwe, strana “Min bihîstî tu nexweþi dilooo, ev çima bextê min reþi diloooo” bêje û qûna xwe virde wêde bihejîne.

 

Heger jinik ji jor de þûþe avêt serê te û serê te þikenand, îcar:

 

2- Kemançê têx destê xwe, li ber devê derîyê wê here û were û wek Seîd Ûsiv bêje “Yaboooo çi çav  li ser te ne, newêrim li te binerim”  û zîtirkan bide xwe.

 

Heger jinikê ji jor de kevirek avêt nav serê te û xwîna sor herikî, îcar:

 

3- Zirnê têx devê xwe, gelpikên devê xwe û firnikên pozê xwe wek nepoxê binepixîne, here wî alî, were vî alî û meqamê “Zirav zirav ziravê leylo leylo ziravê” lêxîne û carna jî di ber zirnê re çend tirr û fissan jî bike.  

 

Heger dîsa jinikê þûnik avêt nav serê te û çavekî te derxist, îcar:

 

4- Derî biþkîne, tembûr, kemançe û zirnê di serê wê de perçe perçe bike û di kefenê sed bavê wê ne û xelas.

 

Te fêhm kir Kanîwaro?

 

Heyla te qûna minî reþ alasto rebbî û hew!

 

 

 

Fatê were civatê-14

 

Silax xaltîka minî delal û xweþik

 

Birastî pirsek di serê min de diri û tê. Hema min go de a baþ ezê ji xaltîka xwe bipirsim bê ka ew dibê çi. Lê berî pirsa xwe, ezê meselekê ji te re bêjim.

 

Dibêjin hebû tunebû, kerekî boz, kûçikekî reþ û mirovekî bênamûs hebû. Lê mixabin mirovan ne ê bênamûs û ne jî ker ji hevdu derdixistin. Ker jî dizirre û ê bênamûs jî li ser piþta kerê dizirrîya. Kûçik mêze kir di vir de xeletîyek heye, bazda pêþîya kerê û ê bênamûs û got: Þooooþþþþþþ! Min fêhm nekir kî ji we ker e û kî bênamûs e wîî!

Rabû kerê kir zirre zirr û got: Bi sê telaqan min jî fêhm nekir bê kî ji me ker e qerdeþim! Ê li min siware jî wek min dizirre û ez jî dizirrim. Min digot qey ez tenê ker im, lê xuyaye ê ji min kertir jî hene qurban.

 

Welhasil, rebenê kûçik behitî ma û xwe bi xwe got: Hella hellaaaaa, law ma qey insan jî carna dibin ker?

 

Îcar xaltîka Fatê, porsora min, li gora te ker çiye û ew kerê li ser kerê kî ye?
 

Wan lêvên te yên þekirî radimîsim

 

Serdarê Omerî

05/11/08- Nisêbîn
 ---------------------


Bersiva xaltîka Fatê

 

 

Yahewlelwela quwetulle billehil ezîm...

 

Law Serdaro, heyla pisîka gunikên te xwaro, law ma te ji mijara keran pêve tu tiþtekî din nedît oxlim! Te behsa pisîk û miþkan bikira, behsa bergîl û qantiran bikira, behsa gur û dêlegurên wek Tansû Çîller bikira, te behsa kerxanecî Misto bikira, ma hema ker?

 

Axir canim, madem te stuyê xwe þikenandiye û kernameyek ji min re þandiye, ez jî mecbûrim te destvala venegerînim heyatim.

 

Te go ker newlo?

 

Lawkê mino, xwedê agir bi doxîna te xisto, ker ker e. Ker ew tiþte ku tu sê þev û sê rojan  mîrkutan li serê wî jî xe biaqil nebe û dev ji zîtirkên xwe bernede. Yanî, çi kesê ku serê wî hiþk be, çi mexlûqatê ku ji a xwer neyê xwarê, çi mexlûqatê ku neyê rayê, ker e.

 

Îcar ker kurên kerê jî hene haaaa. Ker kurên kerê kî ne? Ew jî ewên ku ji bavê xwe kertir in, ji bavê xwe serhiþktir in û ji bavê xwe re dibêjin bi wê de here. Meselen Denîz Baykal, Dewlet Bahçelî, Ewren, Baþbûx, Buyukanit û ê wek wan ji vî tuxmî ne.

 

Îcar ez bêm ser bersiva pirsa te cîgerim.

 

Law oxlim, li gora texmîna min ew kerê li ser kerê diþibe Erdoganê ku jina wî Ereb û bi xwe jî Çerkez e. Li gora ku sermezino ji Kurdan re dibêje “kesê ala me qebûl neke bela bicehime li welatê me derkeve”, ez dibêjim ew kerê li ser kerê sedî sed Erdogan e û ji wî pêve jî kes nikare vê kerîtîyê bike.

 

Îcar te go çi Omerîyo? Texmîna min raste yan na?

 

Carek din behsa lêvên min meke ha, kundir!

 

05/11/08

 

------------------------------------

Fatê were civatê-13

 

Xaltîka Fatê,

 

Wê rojê di civatê de min û çend hevalan mesela êrîþa ser Bêzelê û provokasyonê nîqaþ kir. Min digot ev êrîþ provokasyon e, wan digot naaaaaaa. Min digot ev êrîþ bi kêrî qirûþekî nayê, wan digot belêêêêêêê. Min digot divê þer ji Kurdistanê derkeve û têkeve nava Tirkiyê, wan digot yooxxxxxxxx. Min digot êdî bes e, hinekî metropolan jî bikin þorbe, wan digot olmazzzzzz û hezar quzilqurtên din.

 

Îcar çi aqilê te ji nîqaþa me dibirre xaltîka delal? Kê ji me lotikên baþ avêtine?

 

Ehmedê Pozmezin

17/10/08- Stenbol

--------------------

 

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Bismillahirrehmanirehîm

 

Olan oxlim, pozmezin, heyla min di nav pozê te de mîzto, ev tu provokatori çi quzê kerêyi kundir! Yan tu dixwazi min û hevalan bîne himberî hev û min jî bîni provokasyonê haa! Law ma serê min bi êrîþa ser Bêzelê û mêzelê ketiye ewladim, ma ez pispora teror û tîmên taybet im qerdeþim, hella hellaaaa! Ez xanimek aþtîxwaz, nermik û germik im, wekhevîya insanan (Tirk, Ereb û Ecem ne têde) dixwazim, ma ez rebena xwedê çi ji provokasyon û dek û dolaban fêhm dikim aþqim, waweylê!

 

Axir canim, madem te stuyê xwe þikenandiye û name rêkiriye, ezê jî stuyê heft bavê xwe biþkînim û bersiva te bidim yawrûûûmmmmmm..!

 

Te go mesela êrîþa ser Bêzelê newlo? Ok!

 

Lawkê mino, pozmezinê mino, mesela êrîþa ser Bêzelê wek þerê miþk û pisîkê ye. Çawa miþk û pisîk di malê de neyarên hev in, hevdû dibin û tînin û carna jî ji bo malxweyê malê tê dernexe li hev tên û hevdu dalêsin, ev quzilqurt jî wilo ye. Ê tabî canim, hilbijatinên herêmî nêzîk dibin, tirsa biserketina AKP heye, navûdeng heye, xweispatkirina li meydanê heye, lotik û zîtirkên veþartî hene, hene û heta sibê hene. Ê tabî hevallerimiz jî bûne pispor dînime îmanime.

 

Neyse oxlim,

 

Provokasyon mirovokasyon û radyasyon nizanim, Lê ez zanim go evê radyasyona Bêzelê kîmya Tirkan kir þorbe, doxîna wan sisto misto kir, tirr di wan de kirin fiss û Tirk mecbûrî çûna ber lingê Kurdekanên baþûr kir. Ma ka ji vê provokasyonê xweþtir cîgerim? Heger provokasyon Tirkan mecbûrî hevdîtinên bi serokê Kurdistanê re bikin, heger provokasyon nehêlin ku Tirk bi rehetî di ber jinên xwe de razên, heger provokasyon serekerkan Îlker Baþbûg dîn û har bikin û bikin go weg segê ser sergo kef bi devê wî keve, heger provokasyon bikin go serþûnikên wek M.Alî Birand bêjin "PKK kîmya me kiriye þorbe“, û heger provokasyon bikin go eskerên Tirk (mixabin gellek ji wan jî Kurd in)  di çiyayên Kurdistanê de ji tirsa bi xwe de bimîzin, bijî provokasyon!

 

Ê helbet go provokatorên me di metropolên Tirkiyê de jî doxîna Tirkan sist bikin wê xweþtir be. Lê pozmezinê mino, ma çiya û zinar li metropolan hene go Dûran Kalkan, Mistoyê Qeresû û E.Heyder Qeytanreþ xwe têde veþêrin oxlim? Ma wê bên li metropolan kê fêrî Tirkî bikin û kê asîmîle bikin cîgerim? Ma ne divê li Kurdistanê bin ku karibin Kurdan fêrî Tirkî bikin babam, wîî!

 

De neyse pozmezin, oxlim, biner vê roja xêrê te ez jî anîm provokasyonê haaaa.. Ê de siktirrrrrr……

 

-------------------------------

 

 

 

Fatê were civatê-12

 

 

Xaltîka Fatêêêêêêê....

 

 Wey xaltîkê, ka go serokên dewleta jî weke te bûna, ez dibêm hema qey wî çaxî tu þer çênedibûn. Meqseda min eve go tu hema bi lez û bez derdên birazîk û xwarzîkên xwe çareser diki û bi wan re eleqedar dibi. Wey rebbî  xwedê miradê te biki û mêrekî baþ bi ser te veke welê! 

 

Îcar em bên ser mijarê vêca!

 

Min ji diya xwe pirsî û min got: “Ma tu ji vî bavê minî evqasî kevn aciz nebûyi?” Û min got eger go tu bixwazi  ezê ji te re yekî nû peyda bikim. Hetta min got xuþka te û xaltîka minî delal Fatê jî silavan li te dike û got eger bixwaze ezê qiraseyekî nû hîna di nav kaxetê de jê re birêkim.

 

Diya min çi bêje baþe xaltîka delal?

 

Got: “Herin tu û wê serqura Fatê pêþî yekî ji xwe re bibînin!” Got go zaten ew ji vîna aciz bûye vêca ma dora yên din. Di dawî de jî got: “Keçam, ezê þîretekê li te bikim, ez diya te me û baþ bizane go ez xêra te duxwazim. Dev ji mêran û qirasan filan berde keçam. Guh jî nede wê dînika Fatê” filan û bêvan.

 

Vêca birastî jî ez nizanim bêjim çi yanî! 

De xwedê me hedayet bike wele. Ez gellekî ji te hez dikim û silavên germik û nermik li te dikim.

 

Haaaaaa, birastî keçko têbê qey tu Omerî ye bavo, ji ber go xwîna min gelekî li te dikele, tu dibê çi lê?

 

Sîya Bêxwedî

06/10/08-

----------------

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Ya xwarzîka delal, kezîkurê, agirpêketyê

 

Te pêþniyazek baþ ji diya xwe re biriye. Ez karim bi serê xwe û te sûnd bixwim go diya te sedî sed ji bavê te ê qurmiçî aciz bûye û ew li ber çavê wê bûye wek tenya binê beroþê. Lê tirrê li xwe danayne go bêje “xwezîîîîîîî bi qiraseyekî din” ellawekîl.  Wilo li gotin û naziyên wê nenere. De ka ji dilê wê bipirse, xwedê zane gava behsa mêrekî din dibe bê çawa çargopal lêdixe. Ma ez pê nizanim, waweylê! Keçê ma herroj tirþik tê xwarin peppûkê? Wille, bille û tille, diya te ji lotikên bavê te kerixî ye, dilê wê jê dixele lê kezîkurê newêre û li xwe danayne rastîyê bêje û hew.

 

Te go diya te gotiye tu û Fatê ji xwe re mêrekî bibînin piþtre ezê bifikirim? Wîîîîîîî, keçê ma ji mêran pirtir çi mexlûqat hene qirikê? Hema destê xwe ji wan re bihejîne û te îþ pê tune. Bi xwedê û pêxember kim wê dev ji jinên xwe jî berdin. Ma go keçek weke te û jinek weke min cendirme doza lotikan li wan bikin, bi telaq wê Kurdistanê jî bikin bi qurbana lotikek me. Ma ez bi qûna mêrên Kurd nizanim? Ji xwe ê go piçek perê wî çêbûbin, tewwwwww...Yan wê jinekê bînin û yan wê mêrekî bikujin. Îcar qet xema mexwe, ezê ji xwarzîka xwe re qiraseyekî þahîk û qeþartî, bê çermik bibînim û te lê mehr bikim. Hem ezê qelenê te jî ji qûna wî derxînim haaaaa..Hem lotik û hem pere, pekkkk xêra xwedê ye!

 

Ya xwarzîka delal,

 

Guh mede wê diya xwe a hophopî keçko. Ev dinya bi qanûn û rêbaz bi rêve diçe. Qanûna zewacê jî lotik û zîtirk in. Ne jin bê lotik karin bijîn û ne jî zilam bê zîtirk karin debar bikin. Ma go jin xiyar û zilam jî bacanê nexwin çi dibe tu zani? Yan wê tiliya xwe têxin qûnên xwe û qûnek bibin, û yan wî wê hevdu balêsin û bi zimanan þerê hevdu bikin. Ma go dîk nefisikîne mirîþkê mirîþk hêkan dike? Naaa! Fisikandin, fisikandin û heta bi mirinê fisikandin. Xelas!

 

Te go tu dibê qey ez Omerî me û xwîna te li ser min dikele? Hella hellaaaa! Keçê ev kerametên te tunebin xwarzê?

 

Law pîrka min Omerî ye, kalkê min Mehelmî ye, xalê min Torî ye, apê min Serhedî ye, brayê min Þêxbizinî ye, xuha min Dekþûrî ye û ez bi xwe jî Mehmûtkî û Etmankî me. Îcar tu ji hev derxe bê çi pelûl bi serê me Kurdan de rijiyaye xwarzêêêêêêêê....! De îcar zîwana nav genim bide hev û biniqniqîne.

 

De ez têm çavên te û wan rukên sorgulî radimîsim, okey!

 

Heta carek din bimîn di nav xewnên xiyar û tirozîyan de. Amînnnn!

 

----------------------------

 

 

Fatê were civatê-11

 

Eûzûbilahimineseytanir recim, bismillahir rehmanir rehîm.

 
Li ser dîwana xaltîka xweyî por sor, çavbelek û anî bi deq te silav dikim.

Ez qurbana xaltîka xwe. Ez li wan kolanên Ewropa ji baþûr heta bakurê wê gerîyam, lê min ti derfet nedit go ez konê xwe lê deynim. Bê çare mam û min li Swîsre li ber çiyayên alpa konê xwe danî.

 
Werhasilî kelam, ez koçber im, ev dora heft sala ye ez li Swîsre dijim û penaber im (penabertîya min hatiye naskirin). Kem zêde min rêka xwe dîtîye, dixebitim û ez ji ber serbilind im.

Ez bêm ser sewala xwe, berî go ez bêhna xaltîka xweyî porsor, gulîdirej anîfireh teng bikim.


Wek min got, ev demeki go ez li vira dijîm. Wek ez çawa nû hatimim vira, hîna ez bi tenê mim. Ji xwe bi hevaller re naqedi, wek xaltîka min dizani. Îcar yekcarê hew bêhna min derdikevi, ez timî aciz im, bêhnteng im. Xulqê min û ti tiþtê min nemayi.
Gelo kemasîya min çiye, çî min þaþe?

Li ser dîwana xaltîka xwe ez li çareserîkê digerim û hewcedarê þîretê xaltika xwe mim. Ji kerema xwe re çareserîkê bi ber mix. Te dermanik ji min re dît, xelata te ji Omerîya mevîjê zeytî û reþik, bastêqa wek þimma zer û wek hunguv þêrîn, çikûlatê Swîsreyî bi nav û deng ezê ji tere rêkim. 

De a bi xwer bi rebbî.

Ez têm dest û ruwê xaltîka xwe

 

Çiya Azad- 21/09/08-Swîsre-

 ------------------------------

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Bismilrahirrehmanirrehîm...

Bi navê Lotikxana mezin û dilovan...

 

Law oxlim, navê te çiya ye, deþt e, berî ye, teht û zinar e çi quzê kerê ye, derdê tenêbûnê derdekî giran e.  Ji ber ez di vî warî de xwedî tecrûbe û serpêhatî me, ez zanim bê tenêbûn çi tirran ji mero berdide û qûþê li mero diqetîne. Îcar guhdarîya xaltîka xwe bike û bilasebeb perên xwe nede textor û psîkologan.

 

Axir,

 

Kesê bi tenê, wek çiyayê bê dar û ber e.

Kesê bi tenê, wek goka nav lingê Maradona ye, heçê tê pehînekê lê dixe û qûnê lê dike çaroxa kalkê min Seroxanê Omerî.

Kesê bi tenê, wek golika nav garanê ye, çi ga û gamêþ hebin wî didin ber poþ û lotikan û pêde dirîn.

Kesê bi tenê, wek xaltîka te Fatê di qulika oda reþ û tarî de li ber flîmên germik û nermik“ax û oxê” ji xwe tîne, xortanîya xwe tîne bîra xwe û dikeve ber taya mirinê.

 

Kesê bi tenê, wek sayin Ocalan di hucreya xwe de þevreþkî dibe û dest bi lêkolînên li ser Kemalîzmê dike, rêya xwe winda dike, bi dest û lingan ji xwe re li çareserîyekê digere û dadikeve xiþxiþê. Hem xwe û hem jî derûdora xwe çelqo-belqo dike, virde diçelqîne, wêde diçelqîne, lê dawîya dawî dîsa li dijî dewletbûna Kurdan disekine.

 

Kesê bi tenê, wek gellek Kurdên li Ewrûpa dibe hêsîrê înternetê, ji betalî dibe nivîskar, yekser  xiyarê xwe dixe destê xwe û êrîþî xelkê dike. Yan dibe qumarbaz û perên xwe davê otomatîkê, yan dibe homoseksuel û hînî tilîavêtinê dibe, û yan jî li ber vê bêxwedîka înternetê, li ber van xanimên xweþikên Rûs ji xwe berdide û bi xwe xweþ tîne.

 

Ma ez hîna bêjim oxlim Çiya?

 

Îcar qerdeþim, cîgerim

 

Heger tu jî naxwazi bibi wek van Kurdên go min li jor behsa taybetmendîyên wan kir, rojek berî rojekê ji xwe ri bizewic û hefsar têx stuyê xwe. Yan na, bi ellawekîl hew te dît rojekê tu bûyi endamê “Komela Qûnekparêzên Swîsreyê” dînime îmanime!  

 

Berî mirinekê hay ji qûna xweyî germik û nermik hebe ewladim. Her Kurd û Kurdistan li ber avê çem û çem çû. Qe nebe em li qûna xwe xwedî derkevin canim cîgerim, wîî!

 

Heger piþtî van þîretên min laþê te dîsa xuriya û bêhna te dîsa teng bû, xeberê bide xaltîka xwe. Heger te jinek nedît tu pêre bizewici, yan jî te jin dît û li te ranebû, ezê wî çaxî li kera xwe siwarêm û bi taybet ji bo te bêm Swîsreyê. Piþtî tehlîl û analîzên qirase, ezê dermanê “rakirin û sistkirinê” ji xwarziyê xwe re binivîsim û te îþ pê tune. Heger tu bi wan dermanan nebû wek “Kerekî Þamî” ji xwe ez bi tiþtekî nizanim û xelassssssssssssssssssssssssss!

 

Ê de serketin yabo qurban..

 

 

________________________________

 

Fatê were civatê-10

 

Silav xaltîka Fatê

 

Ez geriyam negeriyam min dermanê derdê xwe nedît xaltîkê. Vêca min nerî go tu dermanê hemi derdan e, îþele tê ji min re jî çarekê peyda biki. Derdê min dikeve kîjan kategoriyê nizanim, tê wê jî çareser biki. Ez duxwazim binivîsînim lê sîteyên Kurda bêxwedîya hemi jî xeterin. Tê bêji çima? Ez ji xaltîka xwe re bêjim bê çima. Tu li kîjanê binivîsi tu dibe alîgirê hina, partîna. Tabîî tu dibi dijminê hinan jî. Ma mîratê  yek serbixwe nîne gelo? Ez Kurdek serbixwe me û duxwazim wilo jî bimînim, tu dibe çi? Ji ber go ez ne lotikvanim lotikxane jî bi kêrî min nayê  xaltîka delal. Û yên din jî tevde dibêjin “ez mêrê diya we me û ez bavê we me”. De ka were vî halî, lê ma ezê xwediyê çend bava bim? Ma heqê min jî weke Qado Þêrîn filan û bêvano nîne? Hema heçê radibe dibe nivîskar, ma çî min kêmî wa ne ya xaltîke? Ez di bextê te de me, çareyekê!

Xwarziya teyî  bêçare te maçî dike

 

Siya Bêxwedî

09/09/08-Ezmanê hefta

 -------------------------

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Bismillahirrehmanirrehîm, neuzûbille mîna þeytanilrecîm!

 

Ya xwarzêya delal, peppûkê, kezîkurê, belqityê! Heyla topa heyva Remezanê li bin guhê te ketyê, ma li vê dinyayê kesekî serbixwe maye hêê? Heta bi dûpiþk û maran, heta bi miþk û pisîkan, heta bi kêç û qijnikan jî xwe dane alîyekî, bûne hevalê partîyekê û lotikan davêjin keçko, waweylê! Ma ji te weye kesek wek te bêaqil û teradînî maye? Na bavo! Vî zemanî heçê serbixwe be, heçê bê teref be, heçê ne heval û xulamê Xelo û Celo be, qûn lê diqete û wek min rebena xwedê di mala bavê de dimîne. Tî û birçî, bê mêr û bê lotik, birçî û tazî û bi ser de virikî dibe û derpî jî dadigre.

 

Welhasil,

 

Te go tu dixwazi di malperên Kurdan de binivîse lê malper hemi ne serbixwe ne, xulam û mirîdên Xelo û Celo ne? Û hem jî dibêjin “ez mêrê diya we me û ez bavê we me” haaa! Peekkkkkkk! Ma ka ji vê xweþtir keçko? Ma bila rebena diya te bi mêrekî tenê bide lotikan? De ka ji diya xwe bipirse heger negot “Amînnnnnnnnn,wey xwezî bi xiyarekî din” ji xwe ez bi tu gûyekî nizanim, ihiiii! Êdî jinên me jî doza “azadîya jinê” dikin û qîma xwe bixiyarekî tenê naynin xwarzêêêêêêêê, çawa ku qûnekên zilamên me 4-5 jinan tînin û di ser û binre jî zîtirkan didin xwe, jinên me jî dixwazin cot cot, sisê sisê û hetta “garankî” biçelqînin bavoooooo.... Navê vê gûxwarinê jî “azadî û demokrasî” ye haaaa, pekkkkk!

 

Welhasil, xwe nexeyidîne xwarzê, bila du-sê bavên te jî çêbibin ma dinya xera nabe bavo, wîî! Hinekî li rebena diya xwe jî bifikire keçko, okey cîgerim!

 

Îcar em bên ser kategorîya nexweþîya te.

 

Heger tu dixwazi serbixwe bimîni:

1-     Wê qûþ li te biqete, tê bibi wek golika beþ û herkes ji alîyekî lotikan li te xe.

2-    Tê bibi wek Bulent Ersoy, Fatîh Urek û mecbûr bimîni cinsiyeta xwe biguheri, yan bibi qûnek û yan jî bibi lezbîyen û dest bi alastinê biki.

3-    Tê nikaribi di malperên Kurdan de binivîsi û qaþo wek hinek nivîskaran çîrok û çîvanokan bitewtewîni. Tê nikaribi qûnê li zimanê Kurmancî biqetîni, pêþerojê biki paþeroj, Hesen biki Hesenî, nêr biki û zimanê Kurmancî biki wek þorba nîskê.

 

Û gellek tiþtên din

 

 

Îcar ev nexweþîya te a serbixwebûnê dikeve kategorîya çi tu zani xwarzê?

 

Dikeve kategorîya “Xwedêjêstendinê”. Yanî, di dema me de Kurdên go serbixwe bimînin xwedê ji wan distîne û tirr ji wan tê berdan.

 

Îcar aqilê xwe bide serê xwe, dawa xwe li serê xwe bipêçe û serbixwe nemîne.

 

 De biner bê hunermend û siyasetmedarên me, nivîskar û rewþennebîrên me, gundî û axayên me çi biaqil in rebenê. Hem neyar in û hem heval in. Hem ji dewletê dixwin, hem ji hevalan dixwin. Keçê bûn milyoner peppûkê bûn milyoner hayhooooooo!

 

Stuyê xwe biþkîne û were bibe Lotikxanecî berî go ez bêm poz û guhên te jêkim haaaaaa, temam xwarzê!

 

 --------------------------

 

 

Fatê were civatê-9

 

Rojbaþ Xaltîka Fatê,

 

Ez têm çavên te, lêvên te, memkên te, dest û lingên te. Hema kuderê te xweþ be ez bêm wanderên te. Werhasil, berî go ez zêdetir gunehkar bibim, dixwazim bêm ser mijara xwe.

 

Navê min Mihoyê Gerdenzer e. 38 salî me û têra xwe lihevhatî me. Lê ez dikim û nakim malmîrata jina min xwe nêzîkî min nake. Ew jina go em dil ketibûn hev û me bi ramûsan û lotikan hevdu diþewitand, îro xwe dûrî min dixe, ji ber televizyonên Tirkî ranabe û destê wê ji rêzeflîmên Tirko nabe.

 

Bawer bike, ez rojê þûþek lewento û parfûmê bi ser xwe dadikim, xwe himra û bodra dikim, nav þeq û binþeqê xwe tiraþ dikim, rîha xwe kur dikim, lê dîsa jî li kafirbavê ranabe.

 

  Îcar ez ketime bextê te û xwedê xaltîka Fatê. Biner bê tu çareyekê ji vê jina min re nabîni û wê bi min germ naki gidî!

  

De Zerdeþtê Kal li piþta re be rebbî!

 

Mihoyê Gerdenzer- 16/08/2008- Amed-

 ----------------------------

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Bismillahirrehmanirrehîm

 

Law Miho! Heyla agir bi nav þeqê te keto. Law ma îþ û karê min nemaye ez bi pirsgirêkên nav doxîna te û jina te dakevim oxlim! Te go tu 38 salî û qiraseyekî lihevhatî ye? Ê naxwe çima ew qehpika jina te li te germ nabe û lê ranabe kurê kerê?  Law tu ne qûnek bi? Yan na çima wê jinik bi yekî lihevhatî germ nebe û nebe pizot qardeþim, wîî!

 

Werhasil,

Te go jina te ji ber televizyonê û ji ber wan rêzeflîmên Tirkî ranabe newlo? Ê naxwe li xaltîka xwe guhdarî bike û tiþtê ez ji te re bêjim, sedî sed pêk bîne ok.

 

1-     Berê ji xwe dest pê bike. Meselen xwe wek papaxan û þalûlan rengo rengo bike. Porê xwe þînboyax bike, simbêlê xwe sor bike, çavê çepê lensa sor û çavê rastê jî lensa zer têxê. Guharekî mezin têxe guhê xwe, xizêmek wek nalê kera mezin têxe pozê xwe. Piþtre pantolê xwe biqetîne û terîþ terîþî bike. Nîvê zikê xwe berde çolê. Piþtî te ev kirin û xwe kir wek wan qûnekên go bi navê “Rap” “Rep” û “Rock”ê qûnê li muzîkê diqetînin, îcar mîkrofonekê têxe destê xwe, li ber jina xwe here û were û wek Tarkan qûna xwe virde-wêde bibe û bîne. Stranê ji bîr neke haaaaa. Meselen strana “Min bêrîya te kirye bawerke bêrya te kirye” bêje.  

 

2-    Te dît go li jina te ranebû û tu li ber dilê wê þîrîn nebû, îcar porê xwe li qwîzan û ûstûra xwe, bila çermê serê te wek mirêkê bibiriqe. Qe nebe hem tê serzelûtkirina sayin Ocalan protesto biki û hem jî tê li ber dilê jina xwe þîrîntir bibi.Yanî, hem ziyaret û hem ticaret oxlim. Piþtî te serê xwe zelût kir, îcar wek çêleka go li ser tehtê xwê balêse, serê xwe bide ber devê jina xwe û bila jina te serê te balêse. Tê bibîni, heger jina te wek Pamela Anderson dîn û har nebû ji xwe ez bi tiþtekî nizanim cîgerim.

 

3-    Te dît go ev derman jî çare nekir, hema rahije televizyonê û di serê jina xwe de biþkîne, di kefenê sed bavê wê ne. Ma jina go ji ber televizyona Tirko ranebe û dil têkeve qiraseyên xwînheramên Tirk, ma jin e? Îcar piþtî te televizyon di nav serê jina xwe de þikenand, rahije tembûrê, li derûdora jina xwe here û were û wek Seîd Ûsiv bêje: “Ma ev jî jin e, na welleee..Ma jin wer hene, na welleeee, Ma ev jî jin e agir kete mala minê” filan û fîstan.

 

    Werhasil,

Van þîretên min têxe serê xwe û dest pê bike. Heger jina te ji ber derba þikenandina televizyonê mir û berê xwe da cehnemê, ji xwe xwedê da te û tê jinek din yek nermik û germik bîni. Na heger serê jina te hiþk be û bi derba televizyonê nemir, dîsa were cem xaltîka xwe Fatê û emê li çareserîyek baþtir bigerin û tu sax!

 

 

 

 

 

Fatê were civatê-8

 

Merhaba xaltîkaminî delal û por sor

 

 Qisûra min nener, nikarim bêm ciwata te. Birastî min dixwest ez bêm civata te lê ferq naki, çawa bi teknolojî gellekî bi pêþ ketiye, em li ser mekina xwenin û wek mero biçi mala hevdu. Îþev jî ez hatim mala we,yanî dîwanxana te. Li qisûra min nenerin, ez destvala hatim (mêvanê destvala ne bixêr ne bi ahla) tiþkî wilojî heyi bi xwedê, ez nema karim ji nav derkevim. Neyse, ez bêm ser pirsa xwe.
 
Li ser vê quzilqurta ERGENEKONê dibên him bi him têkiliyên Ergenekonê bi hinek hevalên çolê re jî henin. Ji wana ri dibêjin ANKARA GURUBU. Gelo tu li ser vê yekê ji devleta Tirkî re dixwazi çi bêji?
Heta derbek dî li xwe baþ binere ez bi qurbanê ...
 
Haaaa, porê te jî gellekî xweþik û delali. Kengî go hinna te xelas bû, ji min re bêje ezê ji te re ji Nisêbînê ji nav sûka qeçakçiya têra te hinne biþînim 
 
 Þoreþê Derwêþ

25/07/08-Nisêbîn

 -----------------

 

Bersiva Xaltîka Fatê

 

Bismillahhhhhhh

 

Law Þoreþê Derwêþ, weyla xwedê te ji pîrka te Tirko re hiþto, law madem salê carekê tu hatibû dîwanxana xaltîka xwe Fatê, hema te çend kulm mewîjên Hatxê, kîlok nîskên Gurik û çend serî pîvazên Qûzo bi xwe re baniya kundir! Yan te tûrikek hejîrên çola Mexela banya ma dinya xeradibû oxlim! Yan te çend çewal kereng ji Newala Gur hilkira, pêre zembîlek pîvok bikira zerazeng û ji xaltîka xwe re banya malnexerab!

 

Werhasil, tu bi xwe dibêji “ Mêvanê destvala ne bi xêr ne bi ahla”. Îcar law Þoreþo, weyla Mihemedê Helîmê û Hûto lotikek li te xisto, carek din gava tu hat dîwanxana xaltîka xwe, stuyê xwe biþkîne û destvala neyê, temam!

 

Neyse, te go Ergenekon newlo? 

 

Yaw qardeþim, çavê te lêye Ergenekon, dewleta sererd û binerd, têjik û cewrikên Asenayê bi tenq û topan êrîþî ser dîwanxana min bikin cîgerim? Yaw ez xwe ji van dêqehpan disitirînim babam, wîî! Ji xwe grûba Enqerê, ya starrrrrrrr bêlome be rebbî! Ez bi serê bavê te Derwêþ kim, ji xwe çi derketibe ji Enqerê derketiye. Xêr jî ji wir derketiye û þer jî. Ergenekon jî û Quzê kerê jî.

 

Bi ellawekîl, ji xaltîka te Fatê re her Tirk Ergenekon e. Îcar çi Tirkên ku di nava hevalan de li çiyê û berîyê ne, ne ji bo xêrê ketine nava wan qurban. Law ma Hirç ten post, Tirk ten dost olir cîgerim? Naaaa! Olse olse qûnekên wek Dogû Perînçek û Yalçin Kûçik olir.

 

Îcar ez ji dewleta Virqo re dibêjim

 

Sayin Elî Osmanin torinlerî, û sayin tajî û rûvîler.

 

Ev sîh salin we Ergenekona xwe xistiye me, êdî bes e, ji me derxin oxlim! Ma meriv sîh salî tiþtekî di yekî de dihêle yawþaqlar! Ji me derxin law, ji me derxin em beicîn ey hewarrrrrrrrr!

 

Te go porê sor û hinna serê min?

 

Kuro law, hinna serê min li sûka qaçaxçîyên Nisêbînê peyde nabe cîgerim. Tu zani hinna serê min ji kîjan boyaxê ye? Ji rîxa gamêþa ye peppûko, ma rîxa gamêþan li cem qaçaxçîyên Nisêbînê beyde dibe xeþîmo, wey! Law bi namûs hertiþt ji qaçaxçîyên Nisêbînê tê yabo, hew we dît ciwamêran dest bi qaçaxa rîxa gamêþan jî kir ellawekîl, pekk!

 

 

 

Fatê were civatê-7

 

Sayin Xaltîka Fatê,

Piþtî min nav û dengê te di Lotikxanê de bihîst û ez çav li wan awiran xincerî ketim, agir bi kezeba min ket û ez bûm serxweþê te. Lê derdê min ne tuyi, derdê min pirsgirêka min e. Hêvîdarim tê çareserîyekê ji vî derdê min re bibîni.

 

Pirsgirêka di serê min de ev e xaltîka Fatê.

 

Min heta niha jî fêhm nekiriye bê ka ev "Ergenekon" e çi quzê kerê ye, çiye. Gelo Ergenekon çiye ka tu nabêji?

 

Wê rojê hevalekî min digot: "Kuro lao bi namûs Ergenekon navê heywanekî xerîb e. Ev navê ecêb li derûdora me tune bavo, hebin nebin wê ev heywan li derdora Çîn û Moxolistanê hebin" filan û bêvan.

 

Îcar ji kerema xwe bêje ka Ergenekon çiye û çi þikil teba ye?

 

Ez lêvên te maç dikim

 

Sofî Ehmedê kurê Silêmanê kurê Cemþîd

22/07/2008-Geverê

--------------------

 

Bersiva Xaltîka Fatê

 

Bismillahirrehmanirrehim, naûzûbille mina þeytanil recîm

 

Law yawrûm, sofîko, ma te navekî dirêjtir nedît hey xwedê agirek bi rîha te xisto? Sofî Ehmedê kurê Silêmanê kurê Cemþîd kuro? Law ma ev nav e oxlim? Te navê xwe bikira "Sofî Ehmedê kurê Silêmanê kurê Cemþîdê kurê Sergolikê kurê Fatima serçêlek" ne xweþtir bû?

 

Neyse, te go Ergenekon çiye?

 

Ergenekon, Ergenekon, Ergenekon, aha bi namûs min dît! Ergenekon dêlegura Asena ye. Niha tê bêji "Îcar Asena çiye gidî" newlo? Ez zanim, ma qûnekên mîna te çi ji Asena û Ergenekonê fêhm dikin. Neyse, Asena dêlegurek e. Yanî gura mê ye. Ew gura go gurên nêr bazdidin ser lo, te fêhm kir ne? Temam.

 

Îcar, dibêjin gêlegura Asena li çiya û newalên Çîn, Moxolistan û Tataristanê serberdayî digeriya. Lê rabûbû, hatibû gonxwarinê lê dikir û nedikir gurek nêr peyde nedikir. Îcar dibêjin Asena xanim radibe êrîþî ker, hirç û kûçikan dike, wan bera ser xwe dide û dibe qehpika heywanan. Piþtî go ji van heywanan têr gon dixwe, îcar avis dibe, zik lê dinepixe û þevek ji nîvê þevê dizê, çend cewrikên heram tîne û dibe dê. Piþtî go ew cewrik bi firê dikevin û mezin dibin, ji ber go bîjîyên ker, hirç û kûçikane, hov û dirinde dibin, dest bi qetilkirina insan û qewman dikin û navê "Hacûc û Macûc" li wan tên kirin. Yanî, qewmekî go bejna wan nîv metro, kose, çavsînî, rûtirþ û har ji van cewrikan dixuluqe.

 

Piþtî go di nava demê de xurt dibin, îcar bi çavsorî milletên din qetil dikin, welatê wan talan dikin û qûnekên wek Cengiz Xan, Tîmûrling, Hûlagûûûûûû û wekî din dibin serokên wan û heta bi Kurdistanê tên. Ê tabî Kurdên me jî ehmeq û nezanin, radibin dibin zilamên wan, derîyê welatê xwe ji wan re vedikin û xwelîyê li serê xwe û bavê xwe dikin.  Îcar piþtî go

medenîyeta li Kurdistanê talan dikin û li ser rûdinên, dikevin þiklê insanan lê di mejiyê xwe de dîsa hirç û hovên berê ne.

 

Werhasil oxlim, piþtî go qûnekên heram bitir dibin, ax û erdên zêdetir dixwazin. Radibin berê xwe didin rojava û heta bi Awistirya jî dagîr dikin. Îcar hingî zarokê xelkê didizin, direvînin û dikutin wan, xwîna wan zêdetir dibe þorbe. Ji vê þorbê îcar zarok û neslek doþirme, bîjî û xwînheran dixuluqe. Ev bîjî di nava demê de desthilatdarîyê dixin destên xwe, dibin mîr, paþa, beg û axa û generalên wek Kenan Evren, Hurþît Tolon, Þener Erûygûr, Abdullah Çatli, Turkeþ û Kerên Reþ ji wan derdikevin. Îcar ji bo go rê li ber Kurdan bigrin, wan asîmîle û tune bikin, radibin "Rêxistina Bîjîyên Asenayê" saz dikin û xwe di nava dewletê de dihûnin, dikin rêsî.  Piþtre navê vê rêxistinê kirine Ergenekon, yanî "Ciyê ko ew bîjî jê derketine".

 

Te fêhm nekir Sofî? Haþayî kerema hazir, law Ergenekon quzê dêlegura Asena ye kurê kerê!

 

Werhasil, hinek dibêjin van bîjîyan destê xwe xistiye nav þerwalê Kurdan jî û xwe di qûna hinek kes û rêxistinan de kiriye ristik. Li ser bextê wan be.

 

Ûlan oxlim Sofî, ma ez rabim çîroka 100 salî ji te re bêjim qûnek? Law Ergenekon bîjî ne bîjîîîîîîîîîû! Hema çi kesê go xwîna wî heram be, çi kesê go dijminatîya Kurdan bike, çi kesê go destê wî di xwîna Kurdan de hebe endamê Ergenekonê ye û xelas!

 

Kuro law tu jî ne endamekî vê rêxistina segbavan be oxlim Sofî?

 

 

 

 

Fatê were civatê-6

 

Xaltîka Fatê,

Navê min Circîsê kurê Silêmanê Kercosî ye. Hevalekî min behsa te ji min re kir û bi xêra wî ez vê nameyê ji te re diþînim. Berî salekê (haþayî kerema hazir) min bi xwe de dimîzt. Ne rojek, ne du roj, ne sê roj, werhasil dêya min bi çeplê min girt û ez birim cem mellê. Dêya min hal û mesela min ji mellê re got û xwest ku qaþo min rehet bike. Melleyê min û te rabû devê quranê vekir, çend ayet xwendin, niviþtek ji min re çêkir û berê me da malê.

  

Ez serê te neêþînim, þev nîvê þevê bû qurqura zikê min û wek dengê eksoza terektorekê ji rûvîyên min hat. Min kir û nekir go ez karibim xwe bigrim çênebû. Talîya talî doxîn li min sist bû û min go "pîîîîîjjjjjjjjj" û min bi xwe de rît. Toz û dûman bi xênî ket, bêhna mirara li odê belav bû. Rebena dêya min jî ji bêhna tirr û fissên min bû wek mirîþka gêj û hew nemabû ku emir bide haziran.

  

Werhasil, rojek, du roj, sê roj, me nerî wilo nabe. Rabû me dîsa berê xwe da mala mellê û dêya min jê re got: "Melle, te kurê min ji mîzê qut kir lê îcar dest bi gûkirinê kir bavo. Ka dîsa bîne ser sêhra berê qurban, wîî!" 

 

Ez serê te neêþînim, mellê dîsa niviþtek ji min re çêkir û em hatin malê. Þev nîvê þevê dîsa bû qurqura zikê min û vê carê dengê dîk û mirîþkan ji hinavên min hatin. Îcar niha ez ne karim gûkim û ne jî karim mîzkim. Ji bo xwedê û pêxember dermanekî bêje yan jî þîretekê li min bike. Wille û bille zikê min ji zikê Mam Celal mezintir bûye.

 

Ez li bendî bersiv û þîreta te me xaltîka Fatê

 

Wey ez bi qurbana wan çavên teyî xumalî bim rebbî!

 

Circîsê kurê Silêmanê Kercosî

17/07/08-Kercosê

-----------------------

 

Þîreta Xaltîka Fatê

 

Law oxlim, weyla tu bi qurbana gunikên Mam Celal bûyo, ma çima berî çûna cem mellê tu nehat ba min hêê? Ma tu nizani go melle ayet û yasînan paþûpê dixwînin xiyar! Lawkê mino, du çare hene. Madem zikê te nepixiye û bûye wek dahola Þemoyê mitirb, bi a xaltîka xwe bike û vê reçetê bi kar bîne:

 

- Serê sibê beroþek fasûlî û nokên hiþkkirî bixwe. Bi ser de meþkek dewê cemidî vexwe. Piþtre 10 deqîqan poz û devê xwe bigre û hewê nede û nestîne, bêhna xwe biçikîne. Xwe biesirîne (zorî bide xwe) heta go çavên te sor bibin û tu bibi wek ciwangeyekî Ispanî. Piþtre bila dêya te paçekî rengsore pêþ te bike û tu jî serserîkî êrîþî paçê sor bik. Qederê seetekê bi vî awayî here û were. Te dît go te gû nekir û zikê te zêdetir nepixî, îcar:

 

- Here ser serê banê xênî û xwe ji xênî bavêje ser ferþekî kevirî. 10 caran dubare bike heta go zikê te qenc biçelqe û rûn û tewaþ bi ser gûyê te keve. Wê ew rûn û tewaþê di nava zikê te de bihêle ku gûyê re ruhn bibe û wê zorî bide qûna te heta go "vîjînî" ji qûna te bê. Heger ev reçete jî fêde nekir, îcar:

 

-  Derkeve ser serê sergo û xwe ji sergo bigindirîne jêr. 25 caran xwe bigindirîne heta go rûvîyên te nerm bibin û rê ji gûyê te re vekin. Lê go qûna te "vîze  û bertîlê" ji te bixwaze, hema xiyarekî ji xiyarên Mêrdînê wek bertîl têxe qûna xwe û sînor derbas bike. Heger ev reçete jî fêde nekir, îcar:

 

- Li kera xwe siwarê û were cem xaltîka xwe Fatê. Ezê berê bi dûrebînê li qûna kurê xwe binerim û tehlîl û analîzek pisporane bikim. Piþtî tehlîl û analîzê, îcar ezê fatîhayekê bixwînim, tiliya xwe têxim qûna kurê xwe û hêdî hêdî rûvîyên te ji hev vekim. Heger min dî go rûvîyên te serhiþkîyan dikin û qelen û nextê dixwazin, îcar ezê kerê xwe ê þamî bînim, we herduyan têxim axur û hûn û xwedê li hev.

 

Van þîretên min bi cîh bîne û te îþ pê tune.

 

Heger kerê þamî jî fêde nekir, emê piþtre li hev rûnên û li çareserîyek baþtir bigerin.

 

Te fêhm kir newlo?

 

 

 

Fatê were civatê-5

 

Mertalê kurê Gurzo di pirsa me derxist

07/07/08-Batman- Yabo qurban, bi telaqê bê fitû min di pirsa we derxist. Lotikxanê gotiye: "Fîdel Castro li çi dinere?" Kî pê derxe, bilêtek Kenyayê diyarî dike. Min pê derxistiye, ew li firêze û þopa xwe dinihêre û xwe bi xwe dibêje: "Hewqas sal in ka min çi kiriye, çi nekiriye."
  
Eger ev bersiva min rast be, ez bilêta Kenyayê naxwazim, lewre ez dizanim
ku çima Sayîn Evdile Ocalan dane destên Tirkan û wî bi balafira Cawîd
Çaxlarê diz ê mensûr jî anîne Tirkiyê.

Lê ez tenê tayek mû ji porê Xaltîka
Fatê dixwazim. Lewre ez dil ketime wê û hedana min bê wê nayê.

 Mertal kurê Gurzo
- BATMAN

---------------

 

Bersiva Xaltîka Fatê

 

Yahewlelwela qiwetille billehil ezîm!

 

Law Mertalo, weyla topa qiyametê li nav þeqê te keto, tu çi bela xwe ji min venaki oxlim? Law tu ji wan "qijnikên Kongo" xerabtir bi min dizeliqi bavê mino, wey! Law dawa min berde keçelo, ma li Batmanê jin qelyane oxlim? Çend qirûþan bide û ji xwe re xurcikek jin bîne, tu çi wek rûvîyê go pêjna mirîþkê kiribe li dora min dire û tê belqityo, wey!

 

Yaw qardaþim, îþê min û pirsên Lotikxanê pev tuneye wîî, law tu nikari bi Lotikxanê îcar tu bela xwe di xaltîka xwe didi, ma ev bû zilamtî!

 

Kuro tu Batmanî bû newlo? Temam, temam, temam, bi namûs îcar jetonê min  ket û hat bîra min.

 

Kuro ew ne tu bû ewê go xaltîka xwe revandibû, biribû cem mellê û doza mehrê lê kiribû? Bi telaq tu bû lo0000! Tê bîra te gava mellê ji te re got:"Kuro mehra bi xaltîkê re çênabe qûneko, te çawa xaltîka xwe revandiye?" Û te çi bersiv dabû? Te jî gotibû:"De wêde here lo melle, gava din min li piþta wê tehtê çêkir çêbû, çawa çênabe!" û 

te lotikek li xaltîka xwe xistibû.

 

Binere Mertalo, ez ne wek wan xaltîka me go tu li piþt teht û zinaran lotikan li min xi ha, doxîna xwe bijdîne û bela xwe di hinekan din bide.

 

Te behsa porê min kir ne?

 

Ê yabo de bela xatirê Lotikxanê be, ne tayek ezê sê ta porên xwe ji te re biþînim.

 

Law Mertal, ma go ez tayek mûyê rûvên xwe biþînim ne çêtire oxlim? Bêhna tayê rûvê min wek misk û emberê ye ellawekîl. Hema sibê, nîvro û êvarî bêhn bike û xelas!

 

 

 

Fatê were civatê-4

 

Xaltîka Fatêêêêêê..... 

 

Çirtoyê kurê Virto di roja 04/07/08an de ji Mêrdînê nameyek ji te re hinartiye û teklîfa zewaca bi te re kiriye. Te jî bersiveke rind daye wî bîjîyê mêrê çar jinan.

 

Ez bi neh telaqên jinberdanê sond û selewat dixwim ku Çirtoyê kurê Virto derewan dike, ew nikare bersiva tofana te bide. Lewre her çar jinan tirr tê de kirine fiss. Elawekîl dema jinik Çirto davêjin erdê,  nikare rabe û nikare mêþan ji serçavî xwe bide rakirin. Lê ezzz, tu zanî ez kî me?

 

Ez Mertalê kurê Gurzo me, mêrê sê jinan bûm. Lê her sê jî xwe li ber qiraseyê min ranegirtin û her yekê di þevekê de bûn qurbana dîtineka te. A niha ez di tehtîlê de me, hacetê min rawestiyaye û tenê li benda dîndara te me. Tu guh nede Çirto- Mirtoyan, lê guh bide Mertalê kurê Gurzoyan, tenê ew dikare kezeba te hênik bike, dikare wî agirê te yê wek yê Newroza Kurdan geþtir bike, dikare te ha li vî alî ha li wî alî ji êvar heta banga melê biqulibîne û serobin bike. Di wê dema kêmûþê de wê derî û cînar tev ji xewê rabin, wê mirîþk û dîkên taxê tev þiyar bin û wê bêjin ku ev çi dewr û dûman e, dinya dilerize yan dîsa top û gulebarana Sedam e? Yan dîsa bêjiyên Mistoyê Makedonê rabûne pêdarê? Yan jî wê bêjin Esrafîl li dûdûka roja dawîn dixe....

 

Gelo tu bi wan gotin û derbên rostemî razî dibî? Yan tu dê çewa ku te bersiv daye Mamê Çirtoyê fissek, bersiv bidî min jî?

 

Ez naxwazim dest ji nameya te berdim, lê dixwazin herdu çavên te yên mêrkuj maç bikim, serê herdu HECERILESWEDan bigirim û tewaf bikim, xwe berdim bîra ava ZIMZIMa ku bapîrê me Berhîm Pêxember vekiriye û xwe tê de hênik bikim. Ax Xaltîka Fatê, xwezî tu carek bihatayî vê civatê. Hingê wê emrê min ê 18 salî bighana 188 salan. Destê min ji te nabe, lê ez nema zanim çi bêjim. Xaltîka Fatê, gotineke pêçiyên me heye, dibêje: Yê dixwaze ruyekî xwe reþ dike, yê nade herdu ruyên xwe reþ dike. Ez hêvî dikim ku hertim wê ruyê min reþ be...

 

Mertal Gurzo / 05/07/2008-Batmanê

 ------------------------

 

Bersiva Xaltîka Fatê

 

Bîsmillahirrehmanirrehîm!

 

Law Mertalê kurê Gurzo, belqityo, doxînqetyao..

Law ma ev gotinên xweþ, ev edebiyata axirzemana, ev senaryoya erotîzma kesanedî ji ku hat bîra te oxlim? Ez dibêjim sedî sed te Quran, Tewrat, Zebûr û Incîl pel bi pel serûbinê hev kiriye heta go te ev gotinên hevduçirandinê anîne ber hev newlo! Law ma li tehtîlê ev senaryo ji ku hat bîra te ya starrrrrr, pekkkkk! Bi telaqê bê fitû tu vê senaryoya xwe biþîni Hollywoodê cem derhênerên flîmên porno û seksê, wê xelata Nobelê bidin te, wîî!

 

De neyse, em vegerin ser lotikên xwe û Mertalê kurê Berzoyê Batmanî

 

 Sayin Mertal beg, binere oxlim, ez ne hersê jinên te me ku wek pisîkên buharê bikim “miyew miyew” û xwe di bin cendekê teyê çermolaqî de bavêjim erdê. Min Çirto kurê Virto bi qûna xwe paqij nekir û darek xist qûna wî. Bi mertalê xwe û gurzê bavê xwe bawer nebe. Bi hersê telaqên jinên te, ezê bi lotikekê bikim go zelzele û tsûnamîya Çîn û Taylandê li serê te rabe ellawekîl! Li cem me dibêjin “Pîra neelimînin kîra” iki gozim. Ez bi serê Brahîm pêxember kim, ezê bi lotikekê bikim go dengê tirrên te ji dengê topa roja qiyametê, ji dengê topa heyva Remezanê, û ji dengê atombombeya Emerîkayê xerabtir deng derxe. Ez xaltîka te me, min di þevekê de tirr ji 12 mêrên wek te berdaye. Heger tu bawer naki, ji Eyþana jina melle Mihemedê Êlihî bipirse. Ewê derbên xaltîka te ji te re bitefsilîne.

 

Naxwe tu jî wek Çirto kurê Virto lotikekê dixwazi û dixwazi di bîra ava zemzemê de xwe hênik biki haa!?  Kuro oxlim, bîra ava zemzem di nav þeqê min de ye. Hem jî di vê heyva havînê de wek sarincên çiyayê Omerya cemidî û hênik e. Tu zebeþan bavêji nav wê bibin du telaþ. Îcar madem te bêrya hênikbûnê kiriye û tu dixwazi di vê germa Batmanê de serê xwe biþo, hema xwe “masîkî” bavêje nava bîrê. Lê binere tu di bîra ava zermzem de bixeniqi ne sûcê min e haa, okey!

 

Yabo qurban, Mertalo, qûnxwaro...

 

Madem tu çavê min maç diki û dixwazi ez bêm civata te, hema min bi qewlê resûlê xwedê qebûl e. Lê bi þertekî qardaþim.

 

Þertê min ev e yabo qurban. Ji min re bêje:

Çend mû bi qûna Denîz Baykal ve hene?

 

Binere, mûyên qûna Denîz Baykal yek bi yek li cem min hejmartî ne, di sindoqa min de arþîvkirî ne. Nebêje ezê xaltîka Fatê bixapînim û çend mûyan kêm bêjim haaaa, na!

 

Heger te pirsa min rast bersivand û te di mûyên qûna Denîz Baykal re derxist, bi soz ezê bêm civata te, maçekê bidim te, û êvarî jî emê derî li xwe bixilqînin. Îcar kî qûnê li hev diqetîne ew û þensê xwe canim cîgerim!

 

 

 

 

Fatê were civatê-3

 

Xaltîka Fatê, ez bi qurban bûmê...

 

Navê min Çirto kurê Virto ye. Ez zewicî me, 4 jinên min hene, xwedê bê erê berî mirinekê ezê bikim 5. Piþtî min bihîst ku tuyê di malpera Lotikxanê de dest bi lotikên kesanedî biki, tew nemabû per û baskên min çêbibin û ez ji kêfa re bifirim. Bawer bike ji roja ku min wêne û sûretê te dîtiye, her 4 jinên min li ber çavê min reþ bûne, bûne wek dê û xuþkên min. Ew porê teyê hinekirî, ew awirên xincerî, ew þekirlêvî, ew berçavka ber çavê te, ma tu dibê min serxweþ dikin!

 

Ez bi serê te kim, çi gava ku ez çav li wêneyê de dikevim, li min radibe û rojê sê caran bi xwe xweþ tînim ellawekîl! Bi kinayî û kurtasî; ez mirîyê te me û xelas! Bi herçar telaqên jinberdanê, ezê mal û milkê dinyayê bikim bi qurbana lotikek te û hew. Îcar tu dibê çi?

Gelo tê bi min re bizewici û bibi jina min a 5 an yan na Fatê xanim? Ez li bendî bersivek lezûbez im..

 

Çirto kurê Virto- 04/07/08- Mêrdînê

 

 

Bersiva xaltîka Fatê

 

Kuro Çirto kurê Virto, ker kurê kerê!

Lao ma 4 jin têra xiyarê te nakin hey xwedê agir bi nav þeqê te xisto? Ma lao kê gotibû te stuyê xwe biþkîne û li wêneyê min binere haa? Ma te nizanîbû go awirek xaltîka Fatê tirrê ji yekî berdide kundir? Te go tu li wêneyê min dineri û rojê 3 danan ji xwe berdidi? Wîîîîîîî, kuro ma tu jî zilami cîgerim, kurê ciwamêran li ber wêneyê min her seet bi xwe xweþ tînin û dibe virqe virqa qûna wan, îcar rojê 3 caran çiye? Te go tu dixwazi bi min re bizewici û min biki jina 5 an?

Yabo min qebûl e, lê bi þertekî.

 

Þertê min ev e ya Çirto kurê Virto

 

Ezê cigareyek ji tûtina Xursê bipêçim, bi çeqmaqê muxtaran vêxim, heta bi nîvê cigarê bikþînim ser kezeba xwe, piþtre ezê doxîna te vekim, derpî ji te bikim û serê cigarê bi serê xirrê te ve bizeliqînim. Heger te nego "Ayyyyyyy" ji xwe ezê bi te re bizewicim. Na heger te go "Hewarêêêêêêê" ji xwe ezê tiliya xwe têxim qûna te û em ji ber hev.

 

Baþe cîgerim?

 

 

 

Hevpeyvîn – II

 

Ev bû demek dirêje ku me bi xaltîka xwe Fatê re hevpeynîna duyem li dar nexistib