|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
|
Muhterem LOTIKXANE
Sofî Keleþ Dodorî 26/06/08-
Ez yextiyar im, li dora 76 sala me, lê jina min li dora 29 salan e. Ez ji hindava ku Lotikxane derketiye, bûme xwendevanê wê. Bi piranî ez li wan keçikên halo delal dinerim ku dema mewîja reþ dixwîn, di gewriya wan de tê dîtin.
Berî çend rojan nûçeyek halko di Lotikxanê de derket: "Dermanê derdê bê derman, Maç!" Min jî ev nûçe tev xwend û ji jina xwe re jî bi Tirkî got. Încar dema min behsa ku "maç ruyê însên delal dikin" kir, hema qîr dan û bi zimanê þildim bildim got: Morix, lê te çima heta niha nedigot min?
Îcar ji wê rojê û heta îro kevir û kuç li min bariyan, xêr û xweþî jî bila li Lotikxanê bibarin. Jina min nahêle ez pênc deqe rihet bimînim. Hema dibêje: Maaaç û maç... Êdî ez wisa bûme ku zimanê min ji maçan zuha bûye, lêvên min hiþk bûne, tif di devê min de nemaye.
Ez ji we rica dîlemîþ dikim ku hûn carekê binivîsin û bêjin: Maçên zêde qanserê çêdikin. Eger na, bi sê telaqên jinberdanê ez ê Lotikxanê bidim dadgeha jinebiyan.
Ez silavên xwe ji Lotikxanê re gondermîþ dikim û hew...
Sofî Keleþ Dodorî
|
|