<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 XWEPARASTINA MIN E

 

 

Ji Serokatiya Lijneya Dadgeha 2. a Sulh Ceza  Re

                                                              Sultanahmed

 

 

Birêz serokatiya lijneya dadgehê, birêz dadgerna;

 

Di destpêkê de ez, ji ber derfetdayina xweparastinê ku dadgeh daye min, rêz û spasiyên xwe, di þexsê serokatiya lijneya dadgehê de, ji feraseta dadê re pêþkêþ dikim. Hêvîdar im ku hemû bêdadiyên nava mirovahiyê, bi dada pîroz werin çareserkirin. Bi hêvîdariya pêkanîna dadê, ku di nava mirovan de tu pirsgirêkên dadî nemînin, parastina xwe pêþkêþ dikim. Hêvî dikim ku bêdadiyên li Turkiyeyê jî, wek destpêka avakirina biratiya gelan; bi ferasetek hemdem û nêzîktêdayinek mirovane, bi helwesta demokrasiyek bi temamî were çareserkirin. Ez bi bawer im ku ev kar jî di serî de dikeve ser saziya dadê. Lewre, dema ku dad peywira xwe pêkneyne, pirsgirêkên nava civkê dibin asteng û di kesayeta wê civakê de, pêþveçûna mirovahiyê tê astengkirin. Her wiha, hin kes an sazî, di nava civakê de îstîsmariyê dikin; bêmafiyên xwe, bi navgîniya erka xwe ya nava civakê, vediþêrin. Bi vê yekê jî namînin, berevajî dikin; tevî ku ew sûcdar in; kesên ku ew dîtine û sûcdariya wan dibêjin; sûcdar dikin. Tiþtê herî kirêt jî, sazî û erkên rêveberiyê, di vê riyê de wek amûr bikar tînin. Eve bi navgîniya vê dozê em bi pirsgirêkek wiha re rû bi rû ne, wek wiha;

Min, di mêjûya 04.04.2006an de wek dozdarek, di derheqê dozgerê komarê yê Amedê Muammer Ozcan de, ji ber ku di derheqê civaka Kurd de bêrêzîtî kiriye, daxwaznameya banga sûc nivîsî. Lê belê çi ecêb e! Ez dozdar bûm lê ez bûm bersûc! Belê, kivþ e ku tu erk nikare îfadeya dozger bigire! Tu kes nikare wî bîne vêderê li vir bide rûniþtandin! Ji ber ku ew “dozgerê Komarê ye!” Lê belê ew sûcdar e. Li hember civaka Kurd bêrêzîtî kiriye. Ez dîsa dozdar im. Ev doza ku ez jê dozdar bûm, weke “di leza dest de marîfet heye!” ev doz berevajî bû li min vegeriya û min 6 meh jê ceza girt. Cezagirtina min a ji vê dozê, nuxamtina sûcên dozgerê komarê ye. Ji ber veþartina sûcên dozger, diviyabû ku min sûcdar bidana nîþandan. Her ku min israr kir, diviyabû ku ceza l imin bihatana birîn! Bi awayekî derhiqûqî, derzanistî û asosyalî ez hatim sûcdarkirin, cezakirin, wek wiha; li gor “muxalefeta zagona …pejirandina tîpên tirk…” ez hatim darizandin. Di serî de divê xeletiyek bê gotin; ev tîp ne yên tirka ne! Ev tîp yên latînî ne ku piþtî avakirina komarê li turkiyeyê hinek jê hatine pejirandin. Ango ji elfabeya erebî derbasî ya latînî bûye Komara Tirkiyeyê. Bi vê pêdiviyê, hinek îpên latînî yên li gor teþegirtina gewriya civakê, ji tîpên latînî hatine neqandin. Ev yek jî li gor teþegirtina gewriya piraniya civakê hatiye pejirandin. Ji ewrûpa, hinek tîpên latînî hatine neqandin û ew weke elfabeya Turkiyeyê hatiye pejirandin. Tîpên Tirk nînin û tîpên Turkiyeyê jî nînin. Her civak li gor teþegirtina gewriya gel, tîpan ango elfabeyan pejirandine. Digel vê yekê, hin tîp nexistine elfabeya xwe lewre, di teþegirtina gewriya wî gelî de ew deng nîn in. Wek mînak; di gewriya gelê Tirk de dengê; X, Q, Ê, W nîn in. Lê belê ji beriya zayinê bi 10 hezar (BZ:10 000) salan vir ve civaka Kurd li ser vê axê van dengan bikar tîne. Hin kes li Turkiyeyê nikarin van dengan bilêv bikin! Belbî hûn jî nikaribin bilêv bikin! Hin deng, li gor elfabeya heyî nîn be, qey dibe sûc gelo!? Na. Qet jî wisa nayê nirxandin. Divê wisa neyê nirxandin. Lewre, di pêvajoya þaristaniya civakê de her rêveberî, li gor rasteqîniya pêdiviyên civakê, zagona di derheqê elfabeya ku bikar bîne û perwerdeyê de diyar dike. Ew zagon, pêdiviya wê civakê sererast dike, ne ku elfabeyên din red dike û dijminantiya elfabeyên din dike. Na. Ev yek li Turkiyeyê jî wisa ye. Navên bi Îngilîzî, Erebî û hwd. di nivîsên fermî de jî têne nivîsîn. Wek Axaoyak û hwd. Lê belê pirsgirêk ji kur dertê? Pirsgirêk; ku min sûcdariya dozger dît û bi riya dadî min daxwazname nivîsî, dozger ji bo sûcê xwe veþêre vê yekê dide pêþ. Ji bo ku hûn jî sûcê wî veþêrin divê ku hûn min bidarizînin û ceza li min bibirin. Lewre ku mijar bû kurdî, ji bo cezadayînê sedem çêdibin. Ez Kurd im, zimanê min ê dayikê Kurdî ye. Ez dixwazim bi zimanê xwe parastina xwe bikim, bi zimanê xwe bixweynim, bi zimanê xwe binivîsim, bi zimanê xwe perwerde bibim. Ev yek mafê min ê mirovane ye. Lêbelê ku daxwaznameya min bi vî rengî were nirxandin, ev hewldana hiþkirina civaka Kurd dide nîþandan. Ev yek jî serdanpê pirsgirêka siyasî ye. Siyaseta li hember civaka Kurd hetanî neyê guhertin ango, ji civaka Kurd lêborîn neyê xwestin çareserkirina demokratîk mixabin pêknayê. Lewre ev nêzîktêdayina neyînî ya rêveberiyê, hemû pirsgirêkên Turkiyeyê berevajî kiriye. Di serî de jî hemû mafên civaka Kurd binpê kiriye. Eve ev doza sosret jî li ser vî hîmî derketiye holê. Loma, axaftina bi Kurdî jî weke ecêbmayinek tê dîtin, ceza lê tê birîn. Xweparastina bi Kurdî, dîsa wisa. Ev yek wek pirsgirekek ango, weke pirsgirêka Kurd ji serê sedsala çûyî ta niha berdewam dike ku; EV PIRSGIRÊK, TEQEZ DIVÊ BI RÊBAZEK DEMOKRATÎK Û AÞTIYANE BÊ ÇARESERKIRIN! Heke na û bi derengî bikeve, pêþî ewê bi navê îslamiyetê bibe munafiqiyek herî kirêt ku li ba yezdanê dilovan jî ewê gunehê herî mezin be. Lewre þerxwazî; lihemberderketina yezdanê dilovan e. Bi vê nêrînê dema lê bê nihêrtin ewê bê dîtin ku, rewþa hikûmetê, ya serokwezîr, ya serokomar û ya serokê fermandariya hêzên leþkerî di vî warî de dibin mînak. Lewre, qedexekirina zimanê Kurdî, qedexekirina parçeyek mirovahiyê ye, wek wiha;

Vekirina vê dozê, di pîvanên azadiya ramanê û dîroka dadê de karesatek mezin derdixe pêþberî mirov. Bêguman ev doz, ne dozeke hiqûqî ye dozeke siyasî ye.

Di vê pêvajoya ku em gihîþtinê de, pir baþ diyar bûye ku tevlîbûna demokratîk a civaka Kurd pêk neyê, nabe. Bi vê mebestê, di destûra bingehîn de ravekirina nasnameya civaka Kurd nebe nabe. Kivþ e, ji bo aþtiyek civakî jî teqez rawestandina hemû pevçûnan jiyanane ye. Di destpêkê de, ev operasyonên ku tên domandin, cudakariyê pêktînin û li hember çareserkirina demokratîk a pirsgirêka Kurd astengiyên xitimînker pêktînin. Ji ber vê yekê di kurtirîn demê de, bi lezgînî divê bên rawestandin. Astengiyên axaftina bi zimanê Kurdî bi zagonî divê bên rakirin. Her wiha li hemû adliyeyan divê wergerê Kurdî yê sondxwarî were perywirdarkirin. Ji ber vê yekê jî divê perwerdeya wergêran, bi awayekî fermî were kirin. Ev kêmasiyek herî bingehîn ya Turkiyeyê ye. Dema ev nebe, li hember zimanê Kurdî jî li her deverî nêzîktêdayinên sûcdar derdikevin holê ku ev yek ne li gora Turkiyeya me ne. Bi vê mebestê; astengkirina axaftina bi Kurdî ya girtiyên girtîgehan þermezar dikim. Astengkirina axaftina bi Kurdî ya Birêz Abdullah Ocalan, þermezar dikim. Axaftina bi zimanê dayikê, herî mafê mirovane ye. Astengkirina wê, þerma Turkiyeyê ye, rûreþiya Turkiyeyê ye, yekser divê bê rakirin. Ez vê xwesteka xwe jî pêþkêþî dadgehê dikim. Ji bo çareserkirinek demokratîk pêk were, di hilbijartina serokê fermandariya hêzên leþkerî yên gelemperî de, wek kesayetek demokrasîparêz, aþtîxwaz û rêzdarê rengîniya Turkiyeyê ango, bi Kurdî bizanibe divê bê hilbijartin û diyalogekî bi dorfirehî bê meþandin.

Sedemên ku pirsgirêka kurd di nava neçareserkirinê de didin sekinandin, bingeha vê dozê pêk tînin. Kivþ e ku hetanî tevlîbûna komarê ya demokratîk a gelê Kurd pêk neyê ewê dozên wiha her berdewam bikin. Her çiqas ji rêzê xuya bike jî ev doz di tixûbê; demokrasî an dijminantiya gelan, hiqûq an bêmafî, þer an aþtî, kî þerxwaz e kî aþtîxwaz e ango; parastina paþverûtiyê an parastina hêvî û xwestekên gelan de, rû daye. Ji ber vê helwestê ev doz dikare roleke cuda jî bilîze, ango; pîvanên dada hemdem bikar bîne, li hember zilmkariyê mafê dadî û mirovane biparêzîne, ez bi bawer im ku pirsgirêkên giran jî ewê bikevin riya çareseriyê. Bi vî awayî ez vê parastina xwe jî wek; Projeya Çareserkirina Demokratîk A Pirsgirêka Kurd pêþkêþî dadgehê dikim.

Wek encam;

Ev doz; ji ber ku dozeke siyasî ye, diviyabû mercên dozê ji bingeha xwe de bihata zelalkirin. Di nêzîktêdayina vê dozê de, siyaseta þerxwaz û siyaseta aþtîxwaz divê bên zelalkirin. Hiqûqa ku tê bikaranîn jî divê naveroka wê bê zelalkirin. Ji ber vê yekê min xwest piralî nêzî dozê bibim û parastina xwe jî wek hêzdarê aþtiyê pêkwerînim. Bi vî awayî, bingeha vekirina vê dozê dahûrînim. Ev doz, bi her awayî divê bê betalkirin. Ez dixwazim ji bo aþtiyek mayînde ya Turkiyeyê xebat bikim.

 

“An demokrasiya bi temamî, an qet û qet!”

 

 Digel rêzên min                                                                           

                                                                                                       17/06/2008

 

 Mehdî Tanrikûlû