<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

             Bersivek ji bona Sanoger Selamo

 

                     KÛSÎ Û TEYRÊ BAZ

 

 

 

Mahmûdê Bûbê /29/05/08-

 

Dibêjin: Eger ku baskên kûsî çêbiba, wê bi teyrê baz re bifirya.
Lê rastî tim rastî dimîne. Lewma jî kûsî her timî li kenarên çeman û golên kufnikgirtî dijîn. Û teyrê baz jî li ser serê çiyayên bilind û li nava asîmanên þîn serbest û azad fir û perwazan dide!

 

Belê, di roja 26.05.08 de  SELAMO di bernama rojbaþ Kurdistan de bi awayekî tunde êrîþî þanogerê bi nav û deng Bavê TEYAR û koma wî ya sanogeriyê kir.
Xwedêgiravî Selamo xwe weke sanogerekî dibîne, lê ne li ser bextê min be!
Selamo di vê dema dawî de çû kurdistanê û bi cavên serê xwe dît ku filimê Bavê TEYAR di her malek Kurd de heye û bi sedan car dubare lê guhdar dikin!
Ev yeka jî xuyaye li xweþiya Selamo necûye, di dilê xwe de gotiye weyla xwelî li serê minbe, evqas îmkan û derfeta ku di destên minde ye dîsan jî ez nikarim bigêjim toza Bavê TEYAR kuro!


Ez jî dibêjim raste... Eger ew îmkanên ku di destê te de ye ji %20 di destê Bavê TEYAR û koma wî deba, wê niha aktorê sînema Kurdan jî hebana. Hêja Selamo bawer bike ku tu 50 salên din jî teqlîda xelkê Amûdê biki, dîsan jî tu nagihê riba riba suhret û nav û dengiya ku Bavê TEYAR girtiye!


Þanogeriya hêja Selamo tenê 7 deqene her hefte di bernama bi navê Þaneþîn a ku Berzan Þahsiwar pêþkêþ dike derdikeve ser ekranên Roj-tv. Bawer bikin pistî wan 7 deqan Selamo û hunera Selamo tê ji bîr kirin.
Lê ezbenî, ev heqîqete kesek nikare înkar bike. Bavê TEYAR û koma xwe bi hunera xwe bûne etîkêt!

 

Bavê TEYAR û koma xwe ji nava civaka Kurdan derketine, lewma jî hemi serpêhatiyên
civaka me Kurdan bi komîya pirî nazik û xwes pêþkêþî hezkiriyên xwe dikin.
Li dawîyê hêvîdarim ku  hêja Selamo dilê xwe ji min negire. Ji ber ku te ya di dilê xwe de
li ser ekranên Roj-tv got û min jî li vêderê hinekî ji bîr û baweriyên xwe anîn zimên.
 
silav û rêz


 Mahmûdê Bûbê

m_bubi@hotmail.com
29.05.08