<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Jina melayê Karabukê tirr ji mêrê xwe berda

Mela Mihemedê Sêrtî- 11/06/08-Sêrt- Hûn dev ji jinên sosyete, model û hunermendên Tirkan berdin, îcar jinên melayên wan jî lotikan li mêrên xwe dixin û tirrê ji wan berdidin. Eva çend carin ku jinên melayên Tirk dawa xwe li serê mêrê xwe digerînin û piþtî mêrê wan dirin xutbê zilamên din bera ser xwe didin.

Yek ji wan xwelîliseran jî melayê bajarê Karabukê S.C ye. Mela S.C berî çar salan dizewice û jinek li gor dilê xwe tîne. Lê jin çi jine. Çi roja ku mêrê wê diçe xutbê, ew jî telefona xwe derdixe, xortên bajêr dixe dora tenûra xwe û xwe dinermijîne. Ne yek, ne du, ne sê, hema kî dikeve xefk û tora jinika bi navê K.D, efû nake û xanimê tirrê ji wan berdide. Werhasil, gotin û qal û qult li bajêr belav dibe, jina melê ji serokwezîr Erdogan jî meþhûrtir dibe ta ku pepûkê mela S.C bi jina xwe dihese. Erê pê dihese lê heta pê dihese jî hasil digihê Mûsilê û melayê min û we di nava bajêr de dibe qirdik, rezîl û riswa dibe.

Îcar melayê me doza berdanê li jina xwe vedike û ji hakimê dadgehê re dibê:”Hakim beg, heger jina te wek jina min qehpîtîyê bike tê çi biki?” Li ser vê gotinê hakim hêrs dibe û dibê:”Behsa jina min neke ûlan, teres! Tu zilam bûya û te hefsarê jina xwe bigirta. Ma go xiyarê te têra jina te neke sûcê kê ye oxlim!” filan û bêvan.  

Werhasil, hûn li çarçef û sergirêdana jinên van kafirên Tirkan nenerin. Li ser bextê min û bavê min be, di binê wê çarçefê de bi sedan xiyar û tirozî  seyranê dikin û hûn sax! Îcar tembîya min li melayên Kurd be, bi telaq heger hûn bi jinên Tirkan re bizewicin, bizanibin  her roja hûn biçin xutbê li mala we govend û dîlane. Hûnê di mizgeftê de behsa namûs û 70 horîyên bihuþtê bikin, lê wê xanima we li bendî 70 zilamên axretê nemîne û wê di vê dinya gewrik de serê govenda xiyar û tirozîyan bikþîne û xelas!