Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

Me li hev kir

Þemal Amedî- 16/09/08- Hollywood- Wek hûn zanin xanima Amerîkî Natalîe Dylana 21 salî keçkanîya xwe derxistibû mazatê û gotibû:“Heçê min ji hev biçirvirîne û perda keçkanîya min biqetîne, divê 250 hezar dolarî bide min. Heger hûn bawer nakin ku ez keçik im, werin lêkolîna xwe li ser can û cesedê min bikin“ filan û bêvan. Piþtî vê daxuyanîyê, pisporên seksê ê Lotikxanê ketin ser dilê wê û lêkolîna xwe kirin. Di lêkolînê de dîtin ku birastî jî perda keçkanîya wê nehatiye dirûtin û wek zêrê zer e, nermik û germik e. Îcar em pêre ketin bazarê û me bi 200 hezar dolarî li hev kir.

 

Lê me þertê xwe avêt ber û got:“Niha di destê me de 1 dolarê hazir heye. Kengî ku ji petrola Kerkûkê çend bîdon ji me re hatin û me ew petrol firot, emê perê te bidin te“. Wê jî serê xwe hejand û got:“ De ka wî 1 dolarî bidin min ez pê çûmik benîþt bikirim bavo, heta petrola we bê firotin xwedê kerîm û rehîm e“.

 

Welhasil, me dolarek dayê û em vegeriyan mala xwe.

 

Îcar ji petrola Kerkûkê galon û bîdon ji me re tên nayên, baþûrî û wîjdanê xwe. Helbet heger Tirk û Ereb bihêlin û dest daneynin ser galonên me haaa…..