|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Mamosteyê ku bikute bizinê, çawa wê nekute zarên dibistanê
Merheba LOTIKXANE!
Berî du rojan gava min di qezeta Lotikxanê de xwend ku mamostekî Tirk bi navê Necatî Gutlaq li DIDIMa turistan a Tirkiyê tecawizê bizineke bakîre kiriye û qîzantiya wê rûxandiye, hema ez rabûn çûm dibistanê û min qeyda hersê zarûkên xwe xirakir. Çimkî ez fikirîm, me welat û zimanê xwe guraxwarî kirine, qene em qûna xwe jî li wê rê nedin.
Ew mamosteyê ku dest avêtiye namûsa bizina ku Tirk þîrê wê vedixun, çawa wê wî dest neavêtibe zarûkên ku li ba wî xwendine! Hahoooo! Eger mamoste bikutin bizinê, nexwe wê ker jî rabe ser çêlekê.
Încar diyar bû ku mamosteyên Tirk, di avêtina lotikan de ferq naxin navbera zarûk û bizinan.
Min mureceetê sawciyê bajarê DIDIMê kir, da ew zarûkên dibistanê tev li ba textoran bide mueyenekirin, ka Necatî Gutlaq lotik li çendan xistiye.
Sayin LOTIKXANE
Tirsa min ji lotikên mamoste Necatî tune, lê tirsa min ev e ku nivþek Tirk ji bizinê çêbibin û tev bi qiloç bin. A ha wê hingê mala me Kurdan xira dibe. Lewre em serê bi Tirkên bê qiloç re dernaxin, ma em ê çawa serî bi Tirkên bi qiloç re derxin?
Silav li we dikim û hêvîdar im ku hûn vê mektûba min di qezeta Lotikxanê de biweþînin.
Ji bajarê DIDIMê, Serbilind Kurdnijad |