<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Dr.Mihyedîn 

Nexweþiya  Þekir

 

  Nexweþiya þekir ji ber xirabûna bikarhatina lûf'ê Pankreas'ê çêdibe. Ev lûf (bez - paç) hinek maddeyên ku, erkên cûrbecûr dibînin, tînin holê. Ev jî du þikil in.

 

 1-) Lûf'ên ku maddeyên çêkirî bi riya hinek cok'ên (kanal - rê) taybet davêjin der. Wek: Lûf'a tif'ê, tifê valadikin valayiya dev. Lûf'a aþik'ê, maddeyên avê valadikin êþ. Ev maddeyên ku tên holê maddeyên heyvan'î ne. Bi riya van heyvan'an xwarin di hundur de perçe dibin û dikevin nava xwînê.

2-) Lûf'ên ku sererast maddeyên çêkirî bera nav xwînê didin. Ji van re Lûf'ên hormonê jî tê gotin. Ev hormon di laþ de erkên girîng dibînin. Wek: Lûf'ên stû, lûf'ên ser Gurçik'an û.w.d.

 

Pankreas, maddeyek taybet û tevlihev e. Ji aliyekî heyvên çêdike û valadike roviyan û ji aliyekî din de jî hormonê çêdike û dide xwînê. Ji vê hormonê re "Însulîn" tê gotin. Nexweþiya þekir ji ber ku, Pankreas însulînê têr çênake, tê holê. Erka hormona Însulînê ev e ku, þekir û maddeyên bi Karbonhîdrat (wek: xwarinên ji hevîr, nan, petat, þîr) li bêjingê xe, wan di laþ de biþewitîne û kaloriyê bîne holê. Gava ev pêk neyê, þewta maddeyan çênabe û ev dibe sedema pêkhatina nexweþiya þekir.

 

Di xirabûna pêkhatina hormona însulînê de, bandora hinek nexweþiyên lûf'ên hormon û damaran jî heye. Wek: Lûf'ên hormon û damarên dil, aþik, kezeba reþ û.w.d. Gava têkilî, rê û rêbaza nava ahenga van lebatan xirab dibe, nexweþiya þekir peyde dibe. Di nexweþiya þekir de ji xeynî Pankreas'ê, hinek lûf'ên din jî xirab dibin. Ji ber vê jî, þekir baþ naþewite û di laþ de hinek nexweþiyên din jî dest pê dikin.

 

 Ji aliyê din, di peydebûna nexweþiya þekir de, hinek tiþtên din jî giraniyê dilîzin. Di serî de xwarina zêde tê. Sedemên giyanî (rûhî) jî girîng in. Þekir û niþadir wek benzîna motora jiyana mirov in. Ev madde, di bazên meriv de diþewitin û dibin sedema tevger û bikarhatina wan. Di vê þewatê de, þekir bi temamî diþewite û dibe av û asîtkarbonîk. Asîtkarbonîk bi riya bêhnê û av jî bi riya mîzê tên avêtin. Bi vî awayî di laþ de maddeyên bi zirar namînin. Ji bo ku þekir qenc biþewite, divê di nava xwînê de hormona însulîn'ê hebe. Ji ber ku di nexweþên þekir de însulîn kêm heye, þekir tam naþewite û di laþ de kom dibe. Zêdebûna þekir, bi þekirê nava xwînê kifþ dibe. Di nava xwînê de tim hinek þekir heye ku, jê re xwîna þekir tê gotin. Nîþana þekir di xwînê de kifþ dibe. Di mîzê de þekir dîtin ne hevqasî ewlekariye.

 

Hinek mirov hene di mîza wan de þekir heye lê di xwîna wan de tuneye. Nexweþiya bingehîn a þekirê xwînê ye. Hinek mirov nexweþên þekir’in lê di mîza wan de þekir nayê dîtin. Ji bo vê jî nexweþiya þekir nexweþiyek tevlihev e. Kifþbûn û ewlekariya vê nexweþiyê bi tehlîl û lêkolîna xwînê ve girêdayiye. Di 100 gram xwîn de 120-130 mîlîgram þekir peyde dibe. Ango; di nav lîtreyek xwîn de 1,2- 1,3 gram þekir peyde dibe. Lê di nexweþên þekir de ev ne wilo ye. Di wan de Pankreas baþ Însulînê nade. Di van nexweþan de bi zikê birçî, di xwîna wan de 0,15 – 0,30 þekir peyde dibe. Carna jî zêdetir e. Gava xwarnê dixwin ev hîn jî zêdetir dibe. Ji ber ku ne têr Însulîn’in þekir baþ naþewite û nakeve rewþa xwe a normal. Gava di wextê xwe de çareserî lê neyê kirin laþ tije þekir dibe û jehriya þekir destpêdike.

 

Însulîn dihêle ku þekir di laþ de biþewite. Erka wê a duwemîn jî ev e ku, Însulîn þekirê zêde di laþ de depo dike. Ev þekir di kezeba reþ û di bazû’yan de tê depo kirin. Ev þekir di rewþa xwe a Glîkojenê deye. Gava Însulîn baþ naxebite, laþê mirov nikare þekirên cîgir jî biafirîne.

 

Girîngiya vî tiþtî mezin e. Ji ber kêmasiya Însulînê þekir naþewite û afirandina yên cîgir jî xirab dibin. Ji ber vê jî rûn û tewaþên ku, bi xwarinê re dikevin nav lêþ, baþ bi kar nayên. Rûn û tewaþ jî diþewitin û kaloriyê didin. Bi wê þewatê re asîtkarbonîk û av tê holê. Gava þekir neþewite û çêkirina Glîkojenê raweste, ev rûn û tewaþ jî tam naþewitin û nahilin. Ji nîvþewata van rûn’an hinek madde çêdibin, di laþ de dicivin û kom dibin. Ji vê jî bandora jehrê çêdibe. Ev madde, Aseton, asît’a Aset’ê (sîrke) û asît’a beta oksîbutrîk’ê ne. Divê di dema xwe de rê li ber van bên dirtin û çareser bibin, yan, di laþ de jehrî û bêhiþketina koma’yê destpêdike û dibe sedema mirinê.

 

  Li elametên diyabetê miqate bin

 

 

Nexweþiya þekir li dinyê sal bi sal zêdetir dibe. Ji her sê kesan nexweþek bê ku hay ji cidiyeta nexweþiya xwe hebe wek ku tu tiþteq neqewimîbe jiyana xwe didomîne.  Glîkoza (þekir) ku bi miqtarek zêde di damarên nexweþên diyabetê de heye dibe sedema hiþkiya damar û nahêle ku xwîn qasî pêwîste biçe ser dil, ev jî dibe sedema qrîza dil û mirinên kardiyak ku bi derbekê tê. Ligel vê telûkê ji her sê nexweþan yek kes bê ku zanibe di bin rîskek wiha de ye jiyana xwe didomîne.


Elametên nexweþiya þekir

Gelekî û zû birçîbûn

Bi awayekî zêde xwestika xwarina þêraniyê

Kilo stendin û gelek av vexwarin

Zuhabûna dev

Zû westandin

Ji niþka ve jar bûn (kilo dan)

Bilindbûna tansiyonê

Bi zahmetî kewandina birînên çerm

Zêde derketina destavê

Zuhabûna çerm

Di dest û lingan de xur


 Qaîdeyên ku divê lê bên miqatekirin

Her sal çavên xwe bidin kontrolkirin

Di her sê mehan carekê de tahlîla îdrara (mîza) xwe bikin

Di her þeþ mehan carekê de kontrola dil û damaran bibin

Ger nexweþiyên sinir bi we re peyda bûbe, serî li textorekî bidin

Dest û lingên xwe kontrol bikin û ger nexweþiyek peyda bû serî li dermatologekî bibin

Ger tu ducanî bi (bi halekî ) an dixwazi bibi, bi textorê xwe biþêwire

Cigarê nekiþînin û ji alkolê dûr bikevin

 

Ger piþtî hemû tedbîran hûn hizûrê nabînin, serî li psîkologekî bidin.