|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
Zingîniya guh

Car caran xuþînî û zingînî ji guhên meriv tê. Karakter û xurtbûna vî dengî çi dibe bila bibe, bi gelemperî ji zingîniya guh re "tînnîtus" tê gotin. Zingîniya guh bi serê xwe ne nexweþiyek e.
Nêzîkî %30 însanî car caran ji zingîniya guh gazindar in. Ev deng piraniya caran ji ber xweve winda dibe. Zingîniya subjektîf li derûdorê nayê bihîstin lê a objektîf ku, ji livandina bazû (kas) yên guhkê navîn tê, gellek caran ji alî merivekî nêzîk de tê bihîstin.
Destpêk û windabûna zingîniya guh ne kifþ e. Carna ew deng heta bi mirinê berdewam dike û carna jî ji ber xweve winda dibe û diçe. Hinek sedemên zingînî yan çingîniya guh ev in:
-Xwîn baþ nagere û ev bandorê li guhê tenik dike û dibe sedema kilsgirtinê.
-Hem tansiyona bilind û hem jî a nizm dibe sedema zingîniya guh
-Hestiyên guhê hundirîn kils digrin
-Nexweþiya þekir
-Gava damarên xwînê teng yan fireh dibin
-Nexweþiyên damarên ser û stûyê meriv ku nahêlin xwîn baþ bigere
-Deprasyon û stres jî gelek caran dibe sedema zingîniya guh
-Qîrewîr, trafîk, dengê mekîneyên kar jî gelek caran dibin sedema çingîniya guh. En deng carna di xewa þevê de jî berdewam dikin.

Heger zingîniya guh ji niþkê ve derkeve holê, zêdeyî du rojan bajo û bibe sedema sergêjî û serêþiyê, divê meriv zû xwe bighîne ser Doktorekî û li xwe bipirse. Yan ev kare bibe sedema kerrbûnê.