|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
|
Oskê Gurrî oske-gurri@hotmail.com
Filmê Tirko ye, bi zimanê Virqo ye û temaþevan ehmeqê Kurdo ye!
Têbînî: Min ev nivîs ji zimanê çepel û nexweþ yê jina xwe wergerandîye zimanê xwey hepkî xweþ!
Ev heye demek Þamî mamyên firing û kulûja, destpêkirini filmê Tirka yên erzan werdigerînin zimanê xwe û di van tilfizyonên bê hejmar de diweþînin. Xwezya van filma çîrokin ji rewþa wan jî pêþkêþ kiribana, menê bigota „de yella hey tirrekê ne kirye mal, bela xortên me yên ku mezin bûnin û perê wan tunenin ku bizewicin, ji xwe re li lemîs û nûrika agirpêketî temaþe bikin, bi nîv laþê wanî rût agir bi dilê xwe xin û di serþokan de camêrê mêrik bi xwe bikenînin“. Wilo jî menê bigota „de yella, bela ev rebenên keçikên me yên ku di malên bavê xwe de mezin bûnin, ji ber van xortên mey serbênamûs ku di çol molan re derdikevin û van keçkên delal bê mêr dihêlin, ew jî ji xwe re bi Yihyayê simbêlreþ û Mûhenedê çavþîn,yên ku nîvê wan xwedê giravî Turkin û nîvê din xwedê zani bê ji xiyarê çi qewmînin,agir û pîþot bi dilê xwe xînin û hinkî ji þewata mehrûmbûnê vemrînin“.
Law bi serê Oskê minî gurrî, ev dîsa giþ ne xem e, xortin, qîzin, kurdonin û çav li penêrê terr ketine!! Ji berê de Misrî, Þamî û zikreþên Tirka, tev wî qûnekê Mîþêl oonê qûn bi gûûû, dibêjin Kurd ehmeq û serhiþk in, lê a ku ez ji ber ecêbmayî dimînim û nava min diperitîni zarokên menin. Qurmiçya sûretê van agirpêketya heta li defter û kitêbê xwe xistinin û ev kezepperityana îja av di gunê wan de jî digere û hawê wan qûnekan dikin,
Do qurmiçyê lawê cîranê me ku emrê wî biqesifi, emrê wî neh sali, keçka minî biçûk zeft kiribû û devê xwe dixist devê wê û jê re digot: De ka emê jî wek Lemîs û Yihya hevdû avis bikin û dûvre emê bizewicin. Ku ez di wê çaxê de negihama ser wan, wê anha wî qurmiçî belak anîba serê me û emê bibana qurbana van qehpik mehpikên Tirk û Þamîya.
Tew ev giþ li alîkî û harbûna Oskê minî çepel û jehir li alîkî dine, ku inþa ellah turumpêlek Tirka lê biqelibi û ez ji pit pit û seravdê wî xelas bim, ku ev heyi serê du mehan wê her û bê û wê ji van gotinên wilo di ber xwe de bêji: Ma a min jî jine na welle, ma jina Ûsko jî jine na bi xwedê, tu ji xwer li memkê Lemîs biner weke du sêvên xelatê nin û ê jina min wek þebeþê dêrê nin, ma yabo þensê min baþba ezê ne gurrî bama û wê jina min ne þemloka qûnqermiçî ba.
Bi xwedê vê qehpika Lemîs ez li ber çavê gurrîko reþ kirmim, ezê her ku bibe þev xwe têde bidim, carê wê dehfekê û pêhnekê li min xîni û wê bêji „de bi wir de her tu wek kundirê qubalê yi, mero nizani bê ji kîjan alî de bê te“ û wê qûna xwey reþ bi min ve veki, wê bibe xir xira wî û wê di xew re heri!!
Ji wê roja lawkê cîranê me, ez nema dihêlim ku zarokên me li van filman binerin. Bes yadê bi xwedê ez bi gurrîko nikarim, ez çilo bikim ez nizanim? Ez ditirsim di dawî de jî ji bo van qehpika gurrîko min berdi. Þensê me yi yadê, wê xelk nîhandina xwe bikin, ehmeqên me jî wê avê li xwe kin, ma em çi bikin bavoo!!!!???.
01/07/08-
Xwepêþandanek li ber deryê me û lîre lîra jina min!!
Nîvê þevê ez ji xew rabûm, ji tirsa diranê min li hev diketin, dengê dilê min zarok ji xew rakirin, ez li yek hawî diricifîm, tirre tirra qûna min nema disekinî, min dikir hewar û min digot „serê min derman bikin, serê min xwîn jê tê, zû werin min ji vê wertê xelas bikin!“ Zarok tev diya xwe ji xew radibûn, hiþk bi min digirtin û digotin „Osko, çi bela te ye kuro, ma qey tu dawî emir dîn bûyi law, bêhna xwe fire bike, qedehek av vexwe, qey hiþê te ne li serê te ye bavo!“ Min av vedixwar, bêhna min piçekî fire dibû, zarok tev diya xwe li min kom dibûn, ji min dipirsîn: Qey çi çêbû rebeno? Min ji wan re digot: Rakevin, ne tiþtek bû, qey min xewnek dîbû, min dîbû ez dibûm qiyadî, dibûm serokê partîkê, nebixêr ez dibûm endamê deftera siyasî.
Yabo hema min dît jina min tev zaroka bi mi ve pijiqîn û gotin: Ev çiye Ûsiko, ev çi ye, çima nebxêr çima yabo? Ma qey eþîra me kêmî eþîra wan serok meroka ye, ah welle ev ro bû me dixwest! Haze elyom û çina enrîdo-û wê þevê misecele vêxistin û pê re stiran: Xiftan xiftan xiftano lo, serokê me Ûskano lo, û bû gurmi gurma wan reqisîn û xwe li erdê xistin. Carê jina min dibê: Nigê min di we de lo, gurrîkê min rêbere lo! û carê bi kêf û bi dengekî bilind dilîlîni. Ez jî carê ban wan dikim û dibêjim: Bise law, ez xewna xwe ji wer temam bikim, bese gurm gurma we, wê vê þevê xelk bêjin qey mala Ûsko dîn bûni, hûnê wan bêbava bi me bihisînin,welle hûnê min bi girtin bidin.
Min kir ne kir dengê min nebirin xwe û govenda xwe heta bi destê sibê berdewam kirin,heta ku ji haw haw ketin û li ser wê kêfê raketin.
Îja ezê jî xewna xwe, ji we re bêjim belkî hûn ji min re tefsîr bikin û mana wê xuya bikin, dilê min rehet bikin.
Yabo yabo!! Min dî carekê xeeelk û ber bi deryê me ve dimeþin. Wek pêlê behrê di cada me de kom dibin, hinan ji wan rahiþtinin tenekê çemento, hinan ji wan jî li ser enya xwe danînin „em xelkên di konan denin, ên li derdora Þamê benaber bûnin“. Qîzin ji wan cilên wan çilvirandî bûn, pêsîrên wan xuya dikirin û serîkî por xelekî lêvên wî reþþîî qalind bûn û pozê wî serî deqandî bû û li ser pêsîrên wan qîzan mexel hatibû. Keçikin biçûk jî serjêkirî bûn, xwîna stuwê wan dipijiqî deftera þeþ, heft partîyan. Pîrekin cilên reþ li wan bûn û digirîyan, xortin jê li ser sînga xwe danîbûn „em bê kar mane“, bêhna mazotê ji wan dihat û digotin: „Em birçî man, em tazî man, em bê xwedî man“.
Zarokin xwas û qermiçî jî bang dikirin „em zimanê wan fêm nakin“ û pênûsa xwe diþkenandin. Hinin ji wan jî cilin gewr li wan bûn û dewsa gulla di laþê wan de bûn û digotin: Ma ne bese!! Heta kengî!!
Yabo hema bi xwedê dê weledê xwe avêtibûn û li ber deryê me kom bibûn. Rahiþtibûn kevira, davêtin derî û digotin: Gurrî lawê gurrîya, tu derkeve, îro emê di diya hev kutin, ma qey heta vira û ne bes e? Bela me tev de ji bin serê we ye, her yek ji we dibên ez û ez û hûn incex di diya hev kutin û þerrê hev bikin. We halê me ji bîr kir ye û……? û yabo bi xwedê qerebalixa wan bû.
Her yekî ji wan û tiþtek digot. Min çiqeysî dengê xwe bilind dikir û min digot „bavo, xelkino, belengazino, bi xwedê ne ez im, we inwan þaþ kiriye, herin ha wa malên wan li filan derê ne, filankesî..û filankesî û bêvankesî û fila…..herin berê xwe bidin wan ma a min çiyi?“
Kesî guh li min nedikir, heta min dî qurmiçîkî darek di serê min de lêxist, þikenand û ez ji xew veciniqandim…!!
29/06/2008-
Ez û þînboza xwe û hevpeyvînek bê sînor
Carekê em li hev siwar bibûn û me berê xwe dabû çiyê. Em ber bi serxetê ve diçûn, hayê me ji bayê felekê tunebû. Min dilo lawikê xwe digot û þînboza min jî li zirnê dixist, heta ji niþkê ve em gihiþtin ber sînor û liklika tirênê em sekinandin. Îja di wê seknê de hevpeyvîna me destpê kir.
Þînboza min: Lo lo qey çavê te li çi ye Oskê keçel! Qey çavê te lê ye tu min derbasî serxetê biki,dawî emir navê min bibe eþekê,na na welle gurrîyo ez qet qebûl nakim. Li vira ku carna hinek ji min re dibêjin hîmar û tevî ku bi zimanê qurana pîroze jî, ez kirasê xwe diqetînim û sed tîzkî li wan dixînim, zirr zirra min heta a dinî rojê nasekine, îja eþek ji me kêm maye ha!!!
Oskê Gurrî: Þînboza min, delela min, çêre li welatê me nemaye, kar nemaye kar! Ma ezê çilo zaroka xwedî bikim lê lê, lê te serê minî gurrî alastê? Emê jî wek wan mêrxasên xwey çiyê li bajaran bibin medenî tirrek, û bela zarok bi Tirkî bipeyivin bipeyivin qizlek,ma xwene namûs li ser me tenê maye lê!
Þînboza min: Na bavo na! Berê carna hin ji ehmeqên me, ên ku bavpîrên wan ji berî sed salî ve li wan gundên jor ji quzê diya xwe derketine,ku paþnavê xwe vedigerînin wan deveran, ez vedirþim û girêza min diherike. Ez ji wan re dibêjim: „Ehmeqno!!hûn gotina dijminê me bi cî tînin,ya ku her wextekê dibêjin ev dever ne welatê we ye, baþûrê biçûkik ne Kurdistane, ah hûn ji me yeqîn nakin ji xwe re li gotin û nerînên xwe vegerin ku hûn dixwazin hevdû vegerînin serxetê“. Îja welle gurrîyo,ez bi çêre û perê Turka razî nabim û tu carî ziman û nasnama wan li ser esl û feslê xwe qebûl nakim. Navê hîþek oxlî hîþek di nav rêxa xwe de dernaxim!!!.
Deng ji tirêna me bilya û hevpeyvîna me rawestîya!
Þînboza min ji min xeyidî û bi paþ de vegerîya. Devê xwe xiste gîhayê ku di teht û kevira de þîn hatîye û çêrîya!! Guhê min jî bel bû û ji ê þînboza min dirêjtir bû. Piste pistek nenas tê de gerîya. Wan ji ber hev bixînin, wan ji hev tar û mar bikin, bela bimîne erdekî vala, kes nemîne ji van bê xwedîya.
Ev piste pist di guhê min de cî girt û tê de baþ meya. Min jî berê xwe zîvirand û guhê min wek ê þînboza min biçûk dibûn û serê min nuh destpê kir û bi dû wê de qêrîya!
Bi zîvirandina min re, tep repek hat û ji niþka ve gulak nenas di sînga min de teqîya!! Û þînboza min zirîya û zirîya û girîya, çêrîya û girîya û çêrîya!!. Û dengek ji dûr ve hat û wilo piþkîya.
Heevalno hooo, heeevalnoo hooooooooooo!!!????. 27/06/08-
Çima yabo ma em Eyþka Ereb in?
Herdû endamên deftera siyasî, li gazîno rûniþtîbûn, xwe xwas kiribûn û lingê xwe di nav ava sar de dibirin û tanîn. Dan û stendin dikirin û behsa siyaseta Kurda di warê nêçîra durust ya ku li ser sîngê têkirin, dikirin.
Nemre yek: Ka berî em dest bi civîna xwe bikin, em çi bixwin, em çi vexwin?
Nemre dido: Law bi xwedê em ditirsin heval! Law Oskê Gurrî bi me bihisi, bi telaq wê me di entirnêta de bifedihîni û tirro wê her û bê û bêji „hûn dibêjin perê me ji bo filan karî yan ji bo filan tiþtî tunenin, ka îja hûn li vî cihê buha çi dikin?“. De ka emê çi jehrî bikerifin û ji vî cihê buha zû derkevin çêtiri haa!
Nemre yek: Oskê Gurrî bi xwed dirrî ha, ma çima em Eyþka Erebin brê min? Ah wa ne ê partiya di ser xwer difirin li ser masa teref rûniþtini, û ah va ên partiya di binya xwer difirin li kêleka mey rastê rûniþtinin. Dûri ji heqê meyi bira, em diteebin, qey em ne xwin jî, ev xwarin û vexwarina me jî xebati bavo, hêê! Ma em wê keçika spehî û memik hildayî bi hevala xwe kin qey ne xebati law!
Nemre dido:malvirityo ew keçik ne kurdi, tê çilo wê bi hevala xweki!çavê xwe jê derxi îþev karê tey wekî din heyi ha!
Nemre yek: Ez jî zanim ne Kurdi looo, bes xweþik û çîm rûti ha. Bela ji mer sînga mirîþkê tevî guhanê wê bînin û du kîlo kubabê Helebê, du sê masiyê tazî þuxlê Izmîrê ûûûû wiskî Emrîkî bi, Skotlendî bi ferq naki. Hinek ji helawa Esfehanê, te go çi ne besi?
Nemre dido: Tu bala xwe bid wî alî malxerabo! Bi xwedê ha ewê gerson Oskê jehrî, ka em zû ji vir bicehemin û ji xwer bi cîkî din de herin û hew!
25/06/08-
Du þervanên westyayî
Li çayxanê rûniþtin û qûna xwe bi hev vekirin,yekî berê xwe da bakur,ê din berê xwe da rohilat û herkê ji xwe re gotin:
- lo me çi kir me çi kir me xewlî li serê xwe kir, ma ev doza me ji bo çi ye ,ma qey ji bo kê ye……aaxx..ax..ax, hiþ nema ye. Min stiran jî ji bîr kir. Hîn jî dibêjin divê tu rêber be. Yabo qurbano ,erê min siyaset kir û min baþ fen û fût dizanîbûn, gotninên minî qelew wek libên tizbîyê li pê hev ji devê min dihatin xwar, lê yabo heyran,diran di devê min de neman. Welle ew wext nema, ev wextê ha tirr di min de nema weh ,wey ma heta kengî law! Apê îsa wek dîsa,de ji wan re bêje ha bêje bela xwe jê vekin yabo,mêrik te’ebî ye ha, bela îja xwe rehet bike wey.
- Do qurmiçyê lawê min ji min re got: Hema bi xwedê yabo, tu xwe bixeyidîni, tu xwe nexeyidîni,we tiþtek ji me re nekir û hew. Eh, incex we bigota Markso wilo gotîye û lawê apê wî Enciliskê ser gurrî eh werrê nivisandî ye,tew wexta we qala hev dikir yabo yabo,we bi saet û roja dirêj dikir. Partîya filankeso zarokê xwe dixwe û a bêvankeso li ser serê xwe kevra davêje,rokê jî me nedî û me nebihîst û we ne got divê em di çarakê de bifikirin ku xortê me di welatê xwe de biþixulin, dûrî jehra nebî silêman bikevin û bihêlin Kurd xwe bi xwe ji hev hezbikin. We jî civaka kurdî li paþ hiþt yabooo! Neke piff piff,mêrê ca mino, bi serê þêx hema we rokê du malbat li hev neanîn û hew lo, wîî!
-Bise bise, sitran hat bîra min,lo me çi kir me çi kir, me xwelî li serê xwe kir, mane þerm û fedî ye,ma ev doza me ji bo çî ye? Apê îsa wek dîsa! Va stiran hat bîra min, hiþê min heye law,ez hîn xortim ha,ez bi kêrî rêbertiyê têm ne wilo, te go çi lo? De ka bi destê min bigir ,mîratê gopal tenê nema fêde dike,emê rabin herin malê,ro çû ava,ew camêr li benda meye ha
Bi destê hev girtin û hevdû rakirin ser niga û ketin rê. 21/06/2008
Bêrya kevrê bin qûna min kiriye!
Oskê gurrî- 20/06/08-
Ji bîst û pênc salan de, hevdû nedîtibûn. Bê hemdî xwe rokê li çola bajarê bapîrên xwe li hev rast hatin. Bi destê hev girtin û pozê xwe di hev dan, herkê li ser kevirekî li hemberî hev rûniþtin û behsa namûsa xwe kirin.
Natalya qehpik sê çar zarokê min jê man, xwezî rokê van quzdêkana bigotana em Kurdin, yan xwezî zanîbana lefzek Kurmancî û banyana ser zimanê xwe. Vê qûnekê Rûsîyet bi þîr re dida wan, heta ne dihiþt rokê kutilka bixun, digot yeeq bêhna Kurda ji wan tê. Ewê bêrya xiyarê Ûris mûrisa kir û tev wan bêjyên xwe li wir man. Min jî bêrya vî kevrê bin qûna xwe kir û ez hatim vir.
Maryana bêbav, hîn her pênç zarokên min biçûk bûn, min kir nekir min nikarîbû ez wê þermotê bînim welat, wê dûrî lotikên Berlînî bixînim û zaroka bi mastê pîra Nûrê mezin bikin. Heeey dunyayê, berî ez herim Elmanya rehmetya diya min tim ji min re digot: „Biner law, tu jina ji gawira neyni ha ,welle wê zarokê te bi ava zikê xelkê çêbibin ha. Tê biteebi, wan mezin biki û wê ji wan re bimînin ha. Lawê mino, siwarê hespa xelkê tim peyayi kezeba mino“. Ax ..ax felekê ,dawî emir jî ez kurdûnde mam.
Bi xwedê Natalya tu wek þebeþê kal bû. Erê çavê te þîn bûn, tu sor û gewrik, nermik û nazik bû û livîna te germ û bi ecêb bû, lê ez jî dîn û har û çav girtî bûm. Wek Erebê ku çav li penêrê terr kevi li min hatibû. Lê dîsa bi xwedê, tam di te de tunebû.
Tu ka serê xwe rake li ezman binere kuro, çûk û beytik ref ref bi hev re difirin û berê xwe dane qublê. Yek ji wan ji refê xwe maye, ma ev bi kude difirin heyran?
De yella lo! Qey wilo hatîye û wê wilooo herin ha!?
Bûk û xesû
|
|