|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Beranê kol!
Serdar Mirad-31/05/08-Amed- Hûn jê hez dikin yan nakin nizanim, lê bi namûs ez bi xwe jê hez dikin qardaþim. Mêrik Kurd e û hem jî Kurdekî qirase ye, beranê kol e. Kî? Osman Baydemîrê me lo, serokê þaredarîya Amedê ha, wîî! Osmanê me helwestên wilo Kurdewarî datîne, gotinên wilo Kurdewarî dibêje ku meriv dimîne ecêbmayî û carna dipirse:”Yaw babam çi îþê vî Kurdî di nava DTP de heye qardaþim?” Werhasil, ew di nava DTP de be yan di nava partîyek din de be ferq nake, lê ez wek îmana xwe zanim ku Osmanê me xalis muxlis Kurdekî temam, welatperwerekî xwedî îman e. Neyse, dibêjin di sempozyûma Navnetewî a Ehmedê Xanê de Osmanê me rabûye gotiye:” Heke Ehmedê Xanê berhemên xwe ne bi Kurdî, bi Farisî, Erebî yan jî bi Tirki nivîsandiba wê ewê jî îro wek Mewlana, Molla Cemil, Nizami Gencewî navdar bûya. Lê derdê wî ne ev bû. Wek wî jî gotiye, ew ne ji bo navê xwe ji bo zimanê Kurdî ala gelê xwe hildaye. Wî navdarbûna gelê xwe bi navdarbûna xwe tercîh kir. Loma jî Ehmedê Xanê ji serî heta binî namûs e“ filan û bêvan. Yanî, Osmanê me dixwaze bêje; “Kesên nav û dengê xwe, berjewendîyên xwe di ser berjewendîyên gelê Kurd re negrin xwedî namûs in. Kesên xizmeta zimanê xwe bikin xwedî namûs in“ û girîngîya paraztin û pêþdebirina zimanê Kurmancî tîne zimên. Îcar qardaþim, sayin DTP lî „Kurdçe bîlmeyenler û sevmeyenler“, gotinên serokê xwe têxin serê xwe û xwedî namûs bin law! Kurdî bavê min KURDÎÎÎÎÎÎÎÎÎ! Wî zimanê þildim bildima Tirkî jêkin û bavêjin teneka zibil. Xelaaaaassss!
|