|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
Ew jî ket nav garanê

Þemo- 09/11/08- Mêrdîn- Derhêner û lotikvanên Tirk bajarê Mêrdînê ji xwe re kirine mesken.
Bêbavan dev ji metropolên xwe berdane, îcar tên di bajarê Kurdan de, di dilê wan de lotikan li wan dixin û bi navê flîm û rêzeflîman Kurdan pîs dikin. Ne go ji Kurdan û adetên wan hezdikin haaa, na. Tenê ji bo go (adetên ku Kurdan ji Tirkan stendine) adet û toreyên Kurdan pîs û rûreþ bikin û nîþan bidin go Kurd paþdemayî ne, hov in, heywan û nijdevan in.
Halbûkî, çi adetek xerab û neinsanî hebe, Kurdan ji Tirkan û Ereban wergirtiye û di nava wextê de bi wan ve zeliqîye.
Îcar jî lotikvana Tirk Ozgu Namal dora xwe danîye ser tenûrê û wê li Mêrdînê qaþo rola keçek Kurd a bi navê Heda bilîze. Ê helbet rol Kurdî lê ziman Tirkî. Hûn zanin bê ev rêzeflîm çiqasî xizmeta asîmîlasyona xort û keçên Kurdan dikin?
Lê ka ew Kurdên bi namûs go nehêlin ev bêbav di bajar û gundên wan de flîmên asîmîlasyonê bikþînin? Tune!
