<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

51 salîya PDPKS pîroz be

 

Di ( 14.6.2008 ) an de, di ser damezrandina partiya me ya Dîmoqratî Pêþverû Kurdî li Sûriye 51 sal derbas dibin. Partiya me di vê rojê de, di sala 1957 an de derbasî xebata niþtimanî û netewî bû da ku bi hemi hêzên welatparêz û demokratên li Sûriye tekoþîna siyasî mil bi mil bike. Lewma damezrandina wê pêwistiyek niþtimanî û netewî bû, li gor xwesteka cemawerê Kurd bû da ku miletê Kurd jî karibê di nav hêz û partiyên niþtiman û pêþverû de li welêt rola xwe ya durust bistîne.

Ji destpêka wê de partiya me berê xwe da hemî qatên Kurdî da ku xebatê bikin ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî ( siyasî , rewþenbîrî , civakî )  û bi damezrandina vê partiyê, birekî mezin ji miletê Kurd yekser tev li refên partiyê bû, li hemî gund û bajar û bajarokên ku Kurd lê cîbicî dibin rêxistinên wê hatin çêkirin, û di demek kurt de bû hêzek siyasî û niþtimanî mezin û ber bi çav.

 

Ji destpêka xwe ve , her me bawermend bi pirensîbên xwe û wefadar bi armanên xwe re , ku di bernama xwe ya siyasî yekemîn de nivîsîbû û di sala 1957 an de belav kiribû,  xwe ji bo bicîkirina erkên xwe yên netewî qet neda paþ.  Me di hemî warên niþtimanî û netewî de xebatek bi rûmet û bê dudilî kir. Li gel rewþa nexweþ, xebata nehînî û dijwar ku têre derbas bû, nexasim di dema yekîtiya di navbera Misir û Sûriyê de, ji bo pêkanîna armanc û daxwazên netewî yên gelê Kurd qet xwe neda paþ.

 

Li ser asta netewî, partiya me ji dema damezrandina xwe ve her piþtgîriya xebata tevgera rizgarîxwaza niþtimanîya Kurdî kiriye. Bi hemi hêz û karîbûna xwe ji bo danîþandina rastiya kêþeya Kurdî qet xwe nedaye paþ û her hewl daye ku raya giþtî ya niþtimanî û netewî pê bide bihîstin. Her xwestiye ku rengekî bide dîtin ji bo alîkarî, yarmetî û avakirina pêwendiyên biratî di navbera hemi hêz û partiyên Kurdî li Sûriyê û di navbera parçên Kurdistanê yên din  de. Di gel rêzgirtina li taybetmendiyên xebata her parçekî , û di vî warî de ji sala 1991 ve partiya me her xwestiye ew ezmûna Kurdistana Iraqê were parastin û be pêþvebirin.  Daxwaz kiriye ku ji bo cîbicîkirina daxwazên miletê Kurd li vî parçî guhdan lê bê kirin.

 

 Li ser asta niþtimanî: Partiya me siyasetek durist daye meþandin ku lê bawere bi xebata bê rawestan li dijî desthilatên kevneperest, dîktator û þofînî. Bi alîkariyê li gel hêz û partiyên welatparêz û dîmoqrat di azadî, dîmoqratî û jiyanek xweþ û birûmet de ji bo pêkanîna hêviyên miletê Sûrî.  Ev nerîna xwe di riya avakirina pêwendiyên bi raya giþtî ya niþtimanî û danasîna wan bi pirsgirêka Kurdî li Sûriye bi kar aniye. Vekirina derî li ber diyalog, dan û sitandin, hevdîtin û semîneran re ku nûnerên piraniya hêzên siyasî li Sûriye têde beþdar bûne, ta ku gihiþte xurtkirina pêwendiyên niþtimanî. Beþdarî di damezrandina DAXWIYANIYA ÞAM ya ji bo guhertina niþtimanî û dîmoqratî li welêt kir ku di 2005 an de hat çêkirin. Ev çarçewa ku di bin baskê xwe de hemi rengê hêzên siyasî komkiriye û bi yek nerînê piþtgîriya pirsgirêka Kurdî kirine da ku bi rengekî dîmoqratî û bi durustî bête çareserkirin.

 

Li ser asta netewî Kurdî li Sûriye, partiya me xebat kiriye ji bo bidestxistina mafên netewî yên gelê Kurd li Sûriye û bê rawestan li dijî wan siyasetên þofînî sekiniye ku dixwazin hebûna Kurd û taybetmendiyên wan yê netewî bide hilanîn. Her  xebat kiriye ji bo yekbûna refê Kurdî. Ji Peymana Tevkariya Hevbeþ 1979  ta avakirina Hevbendiya Demoqrata Kurdî li Sûriye, di riya encûmena giþtî ya hevbendiyê ku piraniya endamên wê kesên serbixwe ne, biryar dan nûnerên civata Kurdî têde beþdar bibin ta ku bighête pêkanîna komîta giþtî ya navbera ( hevbendî û enî ) yê. Wan nerînek siyasî-hevbeþ sazkiribûn ji bo çareserkirina kêþa Kurdî li Sûriya û ev bixwe gavek giranbuha bû, di kêmkirina nakokiyên partîtî û sekinandina berberîtiyê û avakirina rengekî ji lihevkirinê di navbera aliyên tevgera Kurdî li Sûriyê rolek lîzt. Ev bidestkeftinên ku hin dixwazin lêxin, bi poþmanî ji dû vegerin û carna dixwazin berberîtiyê û nakokiyê vergerênin ku miletê wan xerabiyan qet nema qebûl dike.

 

Partiya me ji bo vê siyaseta xweya niþtimanî û nerînên xweyî durust , gelek zilm û zora netewî dîtiye, endam û kadirên wê hemi rengê zordestî, girtin û îþkencê li ser destê desthilatên kevneperest û þofînî dîtine. Herweha ji (51) salî ve rastî êrîþên dirinde bûye ku her dixwazin piropoganda xerab li dijî bidin meþandin û derew û bêbextiyên xerab pêve bikin. Ji bo baweriyên wê pûç bikin da ku rola wê di nav miletê Kurd de pûç bikin. Lê partiya me bi mêranî li dijî siyasatên zor û dijwar û li dijî êrîþên piropoganda sekinî û bi hestekî bilind li dijî sekinî. Ji armanc û baweriyên xwe qet dûr neket. Tevî dijwariya rewþa xebatê, di ber azadiyên dîmoqratî û di ber mafên netewî yên gelê Kurd de bi mêranî berevanî kir.

 

Ev ezmûna pirtir ji (50) salî xebata berdewam û bê rawestan, wê di ronîkirina ezmûna xebata me û ji bo rastkirina kêmasiyên ku hatine pêþ me bibe çiraxek geþ. Di van salên dirêj de ji kar û xebatê, ji van ezmûn, baweriyên niþtimanî û netewî, partiya me kiriye xwendegehek niþtimanî. Bi hezaran xebatker û welatparêzên bi rûmet di nav refên wê de fêr bûne,  xebat kirin û hîna jî bê rawestan di xebata xwe de ji bo bidestxistina armanc û daxwazên niþtimanî û netewî yên miletê Sûrî û yên miletê Kurd li Sûriye berdewamin.

 

Bijî 51 saliya damezrandina partiya me .

Bijî xebata gelê Kurd ji bo pêkanîna mafên xwe yên netewî .

Qamiþlo : 7.6.2008

                                 MEKTEBA SIYASΠ                   
Ya Partiya Dîmoqrata Pêþverû Kurdî li Sûriyê