|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Bêlome be
Pisînga bi per û bask-Dêrsim 2008 Cembelîyê Botî-10/05/08-Colemêrg- Me di hinek nivîsên xwe de bala xwendevanan û raya giþtî kêþabû ser çekên kimyevî yên ku dewleta Tirko li çîyayên Kurdistanê dibarîne . Herweha me gotibû ku “xwerista Kurdistanê xira bûye” û bal kêþabû ku hinek rabin dest bavêjin vî karî, lêkolînan bikin, tehlîlên axa wan cihên bonbekirî bidin kirin û bigehînin sazîyên Ewropî yên eleqedar. Lê mixabin kesî dengê me negirt micidahîyê (cidîyetê ) û di ser guhê xwe re avêtin.
Berî niha bi heyamekê li çîyayê Simbir ( sinbil) gumgumokên heta niha kesî nedîtibûn peyda bibûn. Par li Hekarya gundê Walto kulîyek hûr peyda bibû ku ew kulî jî heta par hîç nehatibûn dîtin û dera diketinê rût dikirin. Niha jî li Dêrsimê kêtikek (pisîng) hatîye dîtin ku bask û perên wê hene. Sedemên van hemîyan jî çekên kîmyevî ne. Lê ev hêjta lê lê ye û lo lo ji par ra maye. Ji tirsa þer kes dernakeve çîya, zozan û gundên terikandî. Lewre jî gelek heywanetên ecêb yên nûpeydabûyî nayên dîtin. Heke rojekê avek li wî agirê þerê qirêj bê dakirin, xelk dîsa karibin Pisînga bi per û bask- Çîn 2007 derkevin zozanan, gund ji nûve ava bibin, wê hingê ecêbên ecêban bên dîtin. Lê ew jî têr nakin, heta pêncî salên din jî ew çekên kimyewî wê li Kurdistanê tesîra xwe niþan bidin. Divê ji niha de tedbîr bên girtin, yan emê tev curmê wê bikêþin. Paþê nebêjin Lotikxanê em hiþyar nekirin babam. Em we þîyar dikin. Bi tenê bi þîyarkirinê jî namînin, wê roj bê emê hisabê van tiþtan hem ji sazîyên Kurdan yên pê eleqedar û hem jî dewleta Tirkan bixwazin û Lotikek ji Lotikên kesînedîtî û nebînayî li we xin qardaþim.....
|