|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Prîmakov bû Kurdekî qirase!
Þêrzad Zebarî- 11/05/08-Hewlêr- Gerçî bawerî bi Rûsan nayê de neyse. Xuyaye berjewendîyên dewletî carna mirov mecbûrî têkilîyên cuda jî dike. Dibêjin serokwezîrê berê yê Rûsyayê û Serokê Odeya Bazirganî û Sinaîya Rûsyê Yevgenî Prîmakov cil û bergên Kurdî li xwe kiriye û bi heyeta xwe re serdana gora Serokê Netewî M.Mistefa Barzanî kiriye. Di serdanê de Prîmakov gotiye ku “Divê herkes bi rêzdarî serê xwe ji Mistefa Barzanî re bitewîne” filan û bêvan.
Yabo wille û bille em bixwe wek xebatkar û eskerên Lotikxanê serê xwe jî û gewdeyê xwe jî li ber Serok Barzanî ditewînin brê min. Lê kesên netewînin jî ew û xwedê, ew û wîjdanê xwe, ew û Kurdayetîya xwe li hev kaka. Erê dinyayê. Ew M.Mistefayê ku ji alî Stalînê qûnek ve raserî gellek zilm û zehmetiyek mezin hatibû, îro ji alî rayedarên Rûs ve bi tacegulan tê ziyaretkirin. De ya bi xêr çibe bila xwedê wê bike û hûn sax! Xwezî bi wê roja ku Rûs tacegulan bînin þahîya pîrozkirina serxwebûna Kurdistanê jî. Lê kaaaaaaaaa!!!
|