|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
|
Qosarî kosari21@hotmail.com
Haho Bajarê Stenbolê
Ev demek bû ku ez ji we dûr ketime. Bila mala tunebûnê xera bibe. Cigerlerim, ez hina ji welat dûrim. Xeribî bi rastî jî zore. Bajarê mezin cigerlerim ne lý gor me ye. Her roj kesên ku dixwazin li ser þanoyê hîn bibin ji ber derîyê min naçin. Yek dere yek tê. Ez dibêjim yaho herin cem Kemal Orgun, Erdal Ceviz, Aydýn Orak dibêjin naaaaa. Cigerlerim na, baþe ez jî westiyam.
Min li wî bajarê Stenbolê gelek lîztik temaþe kir. Ne bi zimanê virqo ne jî bi Kurdî tu lîztik ne eciband. Cinê min ji min re dibêje tu biecibîne ji te re kêmanîye. Hew lîztika bi navê “Dilek“ min eciband. Ji ber ku ew jî ez têde dileyzim.
Keko, demek nêzde wê here Ewropa jî. Wê Ewropayî jî bi xêra wê lîztikê aktorekî mîna min nas bikin. Erê wele… Nuha hûn dibêjin evê han çiqas qureye ne? Quretiya çi bavê min, ez û quretî? Na cigerlerim, geleki dûrî hev e. Ez hew rastiyan dibêjim ew e.
Heger ne weha be, gelo çima keçên Stenbolê xwe tavêjin himbêza min qerdeþim? Ez dibêjim yaho dada min dûr bisekine, qaltaxan nasekinin. Bila hûn baþ dizanibin ez û Hecî Demoqrat Mesût, em ewqas himet jî dikin dîsa jî rojê deh neqla destmêj digirin. Nabe Cigerlerim, hemi har bûne yaho.
De îjar ew ne bes in, nêrmo jî gelekî zêde bûne. Mirov dibêje qey zilamê wan hemi mina nêrmoya ne. Xweda hefza mirovên Kurd ji wan bike rebbî!
31/10/08- Stenbol
Ez Li Ser Evîna Þanoyê bûme Penaber
Cigerlerim! Ez êdî ji bajarê qedim ji Amedê nuha dûr ketime. Ji ber ku di projeyek herî pêwist de min û du heb þanogerê dinê cih sitendiye. Ev proje li ser jinên ku xwedêgiravî ji ber bênamûsî kirine hatine kuþtin, e. De îjar mirov weha bêje çawa dibe gelo. Ev proje li ser wan bênamûsên ku jinên belengaz û bêqephet kuþtine ye. Cigerlerim, derhênerî û nivisa vê projê Celil Toksöz kiriye. Ew bi xwe karê þanoyê li welatê Holanda dike. Navê projeyê “Dilek”e Theatra Rast û Þanoya Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevra bi kar tînin. Ji ber ku di formata operetê de ye, ez bawer dikim wê tiþtekî balkeþ be.
We proje li gelek cihan were leyistin. Me jî xwest li herêma Kurdistanê were leyistin. Ji ber ku li ser êþa jinan bû. Ji ber ku dayik xweþk û evîndara me jî jin bûn. Min dest bi xebata tûrneyê kir. Ez bi gelek serokên þaredariyan re axivîm. Gelekan ji wan qebûl kirin. Lê bersiva du þaredaran bi mn gelekî pêwist hat.
Yek ji wan þaredara Sixkê birêz Gulcîhan Þimþek xan bû. Ewê di wan þertên xwe yê tunebûnê de þertên me qebûl kir. Gulcîhan xanim wê here salonê kirê bike. Wê xwarina bîst kesan temîn bike û wê bike û bike..
Lê bersiva serokê þaredarêkî birastî ew ji bi min gelekî pêwist hatiye. Ez wî bi nav nakim, ew xwe dizane. Ji me re got: “Karê hûn dikin ne rast e.” Me got çima? Got: „Bavê min, hem hûn dibêjin xwarin û vexwarin ayidê we ye û him jî hûn sê milyon pere dixwazin“.
De ka werin îjar safî bikin. Yahû cigerlerim, wê bist heb hunermend ji Stenbolê û ji Holanda werin . Ma qey wê ew bi keran bên? Helbet wê bi tirênê bên. Ma nikarin ji Holanda û Stenbolê bi peyatî bimeþin, wîî! De îjar cigerlerim, salonek wan jî heye. Lê li wir hew pîrebok dileyzin. Tew wê îjar Kurd ronesansa xwe lidarxin. Bi kîjan aqilî cigerlerim? Lotik avêtin ne bi deva ne, lotik bi gava ne ez bi qurban!
Heta ez vegerim Amedê ezê ji we re lotikên Frengî bavêjim.. Haydê bavo de yelahhh….
04/10/08-Amed-
Heware Heware… Bi nawê Yezdan dîsa Heware û Hey Heware…
Cigerlerim, bi navê Yezdan dikim min kir qêrin jî tu kesî dengê min ne bihîst. Bawerkin ez biteqim jî ne xema tu kesane.
Kekê min, cigerlerim, ronahiya herdû çavên min, weleh û bileh hûn neheqin bavê min. Hûn hem neheqiyê li xwe dikin û hem jî li gelê me dikin. De ka werin safî bikin.
Ji bona perwerdeya ziman li Amedê jî çalakiyek hat lidarxistin. Gelek kes beþdarî çalakiyê bûne, bi coþ û bi eþkq çalakî hatiye destpêkirin.
Giþtek baþe, de werin îjar ji xwe re li vê gosilmetê binhêrin cigerlerim. Di çalakiyê de siloganên hatine avêtin bi zimanê Tirkî ne. Stran bi Tirkî ne “Qizil guller açýnca Kurdistan Daðlarýnda”. Ma bavê min, ma qey tu staranên me neman heyrana çavên we? Paþê jî hevalê ku rêveberiyê dike, dibêje “Arqadaþlar yuruyuþ baþladi, düzenli yurumeye baþlayalým”. De werin safî bikin. Ne waye ez bi qurbana we bim, wille û bille ne wek we ye wey! Hewceye em di serî de ruh û mejiyê xwe paqij bikin. Hewceye ku ji por heta neynûka lingan em ruhê Kurdewariyê his bikin û bijîn.
Yek caran li þanoyê gava ku em lîstikên bi Kurdî dileyzin, di qulisê de em bi zimanê Tirkî diaxivin. Ez wê gavê ji lîstikvanên hevalê xwe re dibêjim „yaho hûn di lîstika bi Kurdî dileyzin lê hûn çima li qulisê bi Tirkî diaxivin?“ Ew jî dibêjin “ Tu rast dibêji lê ji me re bûye adet”. De werin îjar neqehire. Ez dizanim hinek kesên dilsoz û rewþenbîr jî ji vê rewþê aciz in. Lê acizbûn nerazîbûn hew têr dike.
Hinek tiþt hene hewceye ku em wan bi kar bînin. Ji vanan ya yekem hevceye ku li malên xwe bi zarok û kesên malbatê re bi zimanê xwe biaxivin, ji derve li kolan û pazaran, li her deran em bi Kurdî biaxivin. Bila Amed bi Kurdî were xemilandin. Bila Amed çalakiyên xwe, serhildanên xwe bi Kurdî lidarxe. Wê gavê wê Amed biserkeve. Wê Kurdistan biserkeve
Serkeftin ji te re Amed… 25/09/08-Amed
Rexnekirin û Rexnerakirin
Li gor min ev mevzûyek gelek taybet e, gelekî nazdar e. Ya cigerlerim yê ezîz, rexne can û qewetê dide hêzên siyasetan, ruh dide hunerê. Lê gava mirov tiþtek rexne kir ev þertên ku bi tevayî cîhanê ji xwe re kiriye bandor hewceye ku Kurd jî bikin. Bila êdî Kurd hew bibin dijminê qewmê xwe . Bila hew ji me re were gotin qewmê kew. Hew di zimanê Kurda de gotina “Birakujî” ji lîteratura Kurda derkeve.
Gava mirov di warê siyasetê de fikir û ramana xwe got, hewceye ku li hinek tiþtan haydar be. Wek dengê ku ji kolanên Amedê mîna tirêjên rojê dide dinê. Wek ew kesên ku di hepsa de xwe þewitandin. Wek gundên ku hatine þewitandin û bi milyonan kesên hatine koçkirin. Bi deh hezeran keç û xortên Kurdan hatine kuþtin.
De îjar cigerlerim, gotinek Tirkên rûreþ heye dibe ku ev gotin jî ji cîhna dizîne. Lê dîsa jî gotinek di cih deye. Dibêje: “ Ji dûr ve qesîde xweþ tê xwendin”. Raste ji dûr ve, li welatê Ewrûpa ev jiyana rengîn rexnekirin xweþ e. Xweziya rexne be ezê bêjim ser seran û ser çavan. Lê cigerlerim, ew ne rexne ye ew tiþtekî din e. Lê dibêje ku nizanim filan hêz bi Ergenekonê û nizanim bi Deniz Fenerî ve girêdayî ye. Yahû kekê min, heger weha be, heger ew hêz bi tevahî bi wan ve girêdayî be, ê wê gavê di serî de Amed navenda wan e. Ma we xêr e? Ez bi qurbana serê we bim, bila tu Kurd bi kuþtina tu belengazê Kurd kêfxweþ nebe.
Ma bavê min, çima ewqas hêzên Tirkan, yên Erebê qûntazî hene, yek yekî naxwe? Ma qey hema ew qedera me Kurda ye? Kî dixwaze siyasetê bike bila were welat bike. Kî dixwaze karê huner bike bila were li welat bike. Bawer bikin ew welat têra me giþtikan heye.
Hewceye ku em ji hev hez bikin. Em evînê nas bikin. Kîjan kes li hemberi Kurdan rabe em hunermend, siyasetmedar li wan kesan werin xezebê. Bila hezek Kurda weha xurt were qada camêriyê…
Amed li hêviya Evîndarê xwe ye
17/09/08-Amed-
Evîna Rîhsipiyên Heftê Salî
Xweza herçiqas qermîçokan li ser rûyen mirov, mîna neqþa bixemilîne jî hêsên mirov, tu car kal û pîr nabe. Mirov di her demê de, hêsên wî/wê zindî dimine. Tu car naxwaze ku mirin nêzi wan bibe. Tu car naxwaze ku destên wan û yê jîyane ji hev biqete.
Pîrek min hebû emrê wê li dor heftê an jî heyþtê salî hebû. Ji herdû çavan kor bû. Mêrê wê, yanî kalê bavê min ji “ Herba Ûrûs û” virda tu bersiv ji wî nehatibû sitendin. Ji bavê xwe jî hew bavê min mabû. Rojek bavê min hîna zarok e, ji pîrê aciz dibe û ji Pirê re dibêje: -Mirin Pîrê bersiv dide: -Hema xweþe bila mirin ji te re be. Pîra bavê min a dinê þaþ dimine û ji pîrê re dibejê: -Lêlê pîrê serê te kurbê. Ma te têra xwe emir kiriye, ma tu çawa ji vî gedeyî re dibêje mirin ji tere? Hem gedeye û hem ji du bava hew ew maye. Lê tu hem kor û hem jî te têra xwe emir kiriye. Pirê disa dibêje: -Ma mirin xweþe bila ji wî re be. Wele yadê dinya xweþe û þêrine. Ez naxwazim emrê min di ber yê tu kesî keve.
Dîsa min kal û pîrek naskiribû her du jî li dor heftê salî hebûn. Mêrik ji saziya “Tekel” ê teqawaut bibû. Dema ku herdû hîna cîwan bûn, bi evînek gelekî qerase ji hev hez kirine. Lê de wer binhêrin ku qisûrek camêr hebû ew jî qumar bû. Ew qisûr nedihat bexþandin. Ji ber ku gelek eyb bû.
Gelek caran bavê wî wan diçûn keçikê dixwestin, lê ji ber qumara camêr bavê qizê qîza xwe nedidayê. Camêre me ne dev ji qumara xwe berdida û ne jî dev ji evîna xwe berdida. Mîna me nuha em ne dev ji karê þoreþgerî berdidin lotikên qerase diavêjin û hem jî em dev ji jiyana xwe ya bi gemarî ji bernadin.
Neyse, sal derbas bûn herdû jî bûn qîz û xortên navsere. Herdû bi kesên wekî dinê re zewicîn. Bûn xwedî zarok. Zorokên zarokên wan bûn. Êdî ew bûn kal û pîr jina kalo mir, mêrê pîrê mir. Ew her du jî di kolanekê dijiyan. Dema ku di civatekê de herdu digihaþtin cem hev, haho haho wan civat dil digirtin. Lotikên ku davêtin hev, ji yê lotikxanê xerabtir bûn. Herkesî li wan guhdarî dikir. De îjar galgalên negotî ji hevra digotin. Tu kes nikare ji tu kesî re wan gotinan ji hevra bigotina. Heger ji hevre bi gotina, wê mêr li ser wan gotinan bihatina kuþtin. Lê wan tola evînek heftê salî ji hev hiltanîn. Hîna jî ji hev hezdikirin mîna beriya pêncî salên berê.
Evîn karekî ji agir e. Dema ku di mirov bigere xilasî nîne. Lê ew kesên ku evînî nasnekiriye jî, ji hêsên jiyanê ew pûçe.
Hewceye ku hemi Kurd nalenala “ Mem” ku di zîndana Mîr Êzdîn, qîreqîra “Xecê” ku li serê Sipanê Xelatê, hewara keça “Ezîdî” li çiyayê Þengalê, situxwariya “Sînem Xanýma” ku Amedî ‘û berxedana “Cembelî Mirê Hekariya” di dilê xwe de hês bike.
Bi Hêsên Evînî….
09/09/08-Amed
Kurê kerê di guhê gê de ne 04/09/08-Amed-
Ew komên ku bi þanoya Kurdî re eleqeder dibin wek tiliyên desta ne. Ji wan yek jî teatra Avesta ye. Wek hûn dizanin Aydin ORAK di komê de dixebite. Beriya bi mehekê Aydin hat Amedê û me hevdû dît. Me berê li halê hev pirsî û paþê jî min go: “Kekê Aydin, tu yê îsal bi kîjan listikê lotikan bavêji?“
Wî jî j imin re got: “Wele mamoste me îsal lîstika bi navê “Araf” Amade kiriye”.
Mingot: “Gelekî baþe cigerim, saeta te xweþ be”.
Neyse, me li ser lîstkan û li ser xebata wî hineki axivîn. Paþê kekê min çû.
Paþê wan rojan min di rojnameyekê de nûçeyek li ser lîstika “Araf” û li ser organîza wê xwend. Wey lo lo….. Ew çiye, di nûçê de dibêje: “Þaredariya DTP alîkarî bi koma Avesta kiriye. Ýjar Kurda dest avêt þanoyê jî, gelo hewceye ku mirov xofê bigre “ û falan û bêvan..
De ka gelî xwendevanên ezîz! Hûn bêjin, mirov bi wê nûçeyê bikene yan biqehire? Ma hey kurê kerê, qey hûn heta nuha di guhê gê debûn? Hûn kor bûn? Ew bi salane Þanogerên Kurd bi zimanê xwe karê xwe dikin. NÇM a Stenbolê, ya Amedê, Þaredariya Surê, Þaredariya Amedê ya mezin û saxê NÇM gelek ji wan ew bi salane karê xwe dikin babam, wîî!
Xwendevanên bi rûmet! Ez dizanim ku hûn nuha wiha difikirin ma wan kuçikbavana piþtî heftê salî hînbûn ku Kurd hene. Dîsa jî hene lê zimanê wan qedexe ye, hene lê çanda wan xofê dixe dilê wan, hene lê bavkuþtiyên wan e, henê lê ji hebûna wan re tehemul nayê kirin.
Îroj mudurê Þanoya Evlekariya Amedê bi yekî re gava sohbet kiriye gotiye: “Gelo ew karin klasikan bileyzin?”
Min jî bersiv da: “Em karin klasikan bileyzin, lê hûn karin bi zimanê Kurdi bileyzin ker kurê kerê! Na bi xwedan hun nikarin bileyzin ji ber ku ewê li ser serê we bûne rêvebir, hûn qûna wan dialêsin barkooooo!”
Gelî xwendevanan, ez bi qurbana serê we bim, heta ku dikarin ne di siyasetê de, ne di karê rojane ne, di karê hunerî de hevdû pîs nekin, alikarê bihevdin. Bihevdin ku em karibin lotikên qerase bavêjin wan bêbavan û hûn sax!
Qîrînek Ji Kezeba Þewat 31/08/08-Amed-
Gelî
xwendekarên delal, beriya du sê rojan ez çûme daweta dostekî bava û gala.
Ew kes dostê bavê min apê Hesen bû. Apê Hesen kurê xwe dizewican. De îjar ez
ji we ra behsa apê Hesen bikim hinekî. Apê Hesen keseki feqîr û belengaze.
Bê zerare. Dema ku bibhîze dostekî wî an mirovekî wî prisgirêkek wî heye,
diçe serlêdana wî. Zarokên wî jî eyn mîna apê Hesen wiha bi ahl in, feqîrin
û belengazin.
Ji ber vê yekê di daweta kurê apê Hesen de gelek kes hatibûn. Davet li kolana Amedê bû. Keç û xort bi kilamên þoreþgerî govend digirtin. Tew hinek xort bi rîtma muzikê re hew mabûn bi firiyana.
Wê demê bala min ket libasê wan. Di situyên wan de kolye hebûn mîna yê Tarqan, mîna yê qûnekê Ýsmail Y.Q. Serkurkirana wan dîsa mina yê wan bûn. Singên wan vekiri bûn heta ser nava wan. Por bi jole bûn.
Min got: “Xortno, ji kerma xwe re hûnê navên xwe ji kekê xwe re bêjin”. Yekî waha þeg derket got: “Mamoste, navê min Mazlum e, yê hevalê min jî ev Egît e ev Sozdar e û yê din jî Armanc e”. Lê wan galala bimin re bi zimanê Tirkî dibêje. Min got: “Xortno, ma hûn bi Kurdî nizanin gelo?” Yekî din got: “ Wele mamoste anliyix ama konuþamiyix”.
Kevçika dilê min kir hewar û qîrîn. De îjar werin safî bikin, Mazlum, Armanc, Sozdar, Berîvan, Dilhîv û her weki din bi Kurdî nizanin. Dema navê me Mehemed, Eli,Osman, Mahmûd bû me bi zimanê xwe dizanîbû . Haho hewar bavo li bajerê Amedê Kurd bi saxî xistine goran!
Dil þikiya, kezeba min heliya. Heyfa xortên Kurda ku îroj kesên wek qûnekên Ýsmail YQ û Tarqan ji wan re bûne model. Doh fermana me Kurda li Helepçê, li Dêrsimê, li Çolemergê, li mintika Berzan bû, îroj li bajarê Amedê keç û xortên Kurda bi saxî hatine kujtin.
Hewceye ku hunermendê Kurda, siyasetmedarê Kurda, çapemiya Kurda, rewþenbirên Kurda çivaka Kurda … herkes bêje ez ji dozê perpirsiyarim û karê xwe yê xwezayî bike.
Bila lotikên me bi zimanê me bin bawê min….! ----------------
“Yaþasýn Halqlarin Qardeþlixi” 27/08/08-Amed-
Gelî
xwendekarên Lotikxanê, ez di serî de dixwzim ku hûn min bibexþînin. Ji ber
ku min demek dirêj agahiyên hunerî ji we re nenivisandiye. Cigerlerîm, ji
ber ku karê min gelek bû, wek her camêrên bi nav û deng, em demek nêz çûne
bajarê Ýzmirê bajerokê Gumuldurê tûrneyê. Li vir gelek xortên çepê Tirkan
hebûn. Weke kampekê ava kiribûn. De îjar heyran, ji her herêmê keç û xortên
wan hebûn. Roja ewil em çûn tew wan bêbava nehatin negotin hûn bi xêr
hatine. Ji ber wê ez aciz bûm, hew mabû ez biteqiyama. Min di dilê xwede
digot: -Ûlan oxlim, kesekî wek min navdar were û tu kes eleqedar nebe? Gelo ew jî dibe li heyatê!
Neyse, paþê ez bi xwe ra xeyidîm û min hilma xwe fireh kir. Bu roja dinê me bi þev dest bi lîztika xwe ya bi navê “Mala Extiyaran” kir. Wana lîstika me temaþe kirin. Bi taybetî jî ji lîstikvaniya min tewþo mewþo bûn. Paþê li ser lîztikê me mîna panelekê da. Dema ku wan zanîstîya meyî entelektuelî dîtin, dev li zimanê xwe kirin. Ê wan di gotin qey Kurd hîna yê pêncî sal berê ne. Çiqas dilê min bi wan þewitî. Min di mejîyê xwe de got: “Lawo qaþo evana rewþenbîrê wan in, zanîstê wan in, gelo wê gelê wan çawa bin. Zanist û rewþenbirên wan hîn berî pencî sal berê dijin. Wey xwelî li serê xeribê wan”.
Bu ya dinî rojê, îjar giþtikê wan hatine dibêjin: “Birêz Qosarî, bi hatina we û bi taybetî bi hatina te em gelek kêfxweþ bûne. Te û hevalên xwe we þeref dayê me. We lotikên Kurdewarî l ime xist û hiþê me anî serê me”.
Wê rojê em bi rê ketin me berê xwe da Amed a rengîn. Dema ku em bi rê ketin, slogan avêtin gotin: “ Yaþasýn Halqlarýn Qardeþlixî”.
Dema ku wer gotin, di lîztika me ya bi navê “Mala Dînan” de karekterek bi navê Denîz heye. Denîzê me jî wek hevalên xwe yên din ew jî dîn e, aqilsivik e. Denîz du saetan di leyze. Lê di lîztikê de tu gotina wî tune. Hew yek caran dibêje: “Yaþasin Halqlarin Qardeþlixî” û hew. Ji wê gotinê pêve tu tiþtekî dinê nizane. Wek wan hevalên me yê kampê…
Çend rojên herêma Serhedê 10/07/08-Amed
Di van rojên germ de, mirov li Amedê dikeli cigerlerim. Em fikirîn û me da ber hev. Me got emê herin zozana turneyê. Belê me barê xwe bar kir û em ketin rê. De îjar di koma me de kî tuneye… Kekê Þahabetîn, artîstê me Vuralo, Heci Demoqrat Mesut, Apê Vizo Meheme, Xaltika Fatma Xan, Leyla Batxî, Elvanê û yê din.
Vesayetên me berê xwe dan Bazîdê. Em dûrî neh saetan gihaþtin Bazîdê. Xalê me Mistefa hat pêþiya me û me rast bir cihê rakêtine. Hay lo em duazdeh kes in. Lê cihe ku dane cihê deh kesa ye. Ji bîhna pîvazê mirov serxweþ dibe cigerim. Me li hev nerî de ka em çawa bikin? Hema Artistê me Vural got:
-Xale Mistefa ev bîhna çiye? Wi jî bersiv da û got: -Bîhna pîvazê ye. Paþe Vuralo: -Xalo pîvaz li min alerjî dike, gerek bîhna pîzza were. Yan na ez nikarim razêm. Xalê Mistefa: -Ha pîvaz ha Pîzza. Ma çi ferq heye? Paþê ji Hecî Demoqrat Mesut re got -Tu ne xwarzîye Agiriya ye? Mesudo bi kêf: -Belê. Xale Mistefa: -Lawo wele ew giþtik AKP lî ne. Kekê Mesut reþxeniqî. Min got: -Cîh têra me nake Xalê Mistefa cigerim. De ka em çawa bikin? Got: Bila Mesudo here mala xalê xwe.
Dema ku wer got, ez hêrs bûm. Dema wi dît ku kel dûman bi ser serê min ketiye, hema wî jî dest avet telefona xwe mîna mêrê berê ku dest tavêt demanca xwe. Li seroka þaredariyê birêz Muqades Kubîlay geriya. Ez bawerim wê, bi wî re gotin kiribe. Wî jî rast me bir hotela herî xweþ ya mezin. Ez bin av nakim ku bila nebe reklam. Paþê ya dinê rojê me bihîst ku qeymeqamê qûn bi gû hîna destûra salonê nedaye. Gotiye ku Qosarî zimandirêj e dibe ku lotikan li me xe. Min got ezê herim çend gotinên negotî bi wî re bikim. Xalê Mistefa nehiþt. Kûçikbav beriya lîstikê bi du saeta destûra salonê da û me dest bi lîstika xwe kir.
Me ji Bazîdê berê xwe da Pazarcixê. Ha ha hew. Tu her hebi Birêz Ayhan Erkmen. Bila Diya te û Bavê te tenê bêje em xwedî ewalad in. Ji me qet neqetiya ye. Ewî rojek mîna xeyalan, mina bêhna helbestan bi me daye jiyankirin. Hem kesekî þanohez e û keseki gelekî entelektul e. Xweziya þarevanê me giþtik mîna wî bana. Me li Pazarcixa herî delal û rengîn lîztika xwe lîzt û pêve, em bûn mîvanê xalê Feleme. Wey tu her hebi xale me Feleme. Li zozanê serhedê li bin çadýra dirokî ji me re mîhek serjêkir. Mirov li Amedê dikeliya lê li bin konê xalê Feleme diqerisî. Paþê em wê þevê bûnê mîvanê ew kesê delal û ezîz birêz Ayhan Erkmen. Bu sibe me xwirîniya xwe li mala bavê birêz Erkmên kir û pêve, em bi rê ketin û me berê wesayeta xwe daye Bajarê Wanê. Li Wanê em mîvanê seroka þarevanê Sixkê birêz Gulcîhan Þîmþek bûn. Me lîztika xwe di dilgermayiya wan de lîzt û ya dinê rojê me dîsa berê xwe daye Ameda ku mirov lê dikele.
De îjar cigerlerim, weleh û bileh ew bername ji min re bû Mîna tecrûbayek herî giring. Li her deverê Kurdistanê em li malbatên þehîdan rast hatine. Li hêlekê þahî û li hêla dinê jî hewarî. Ken û girî tev li hev bûye.
Ki Ji Kijan Xwarinê Hez Dike 24/06/08-Amed-
Min nivîsandibû ku Murat Batkî ji kutulka hez dike. Aydýnê me telefon kir û got “Kekê Qosarî, ma te çima ne nivîsand? Ez jî savara bi goþt hez dikim”. De îjar cigerim tarifâ wê jî da min. Ez tarifa wê nadim we wele. Ji ber ku min soz daye wî.
Paþê jî got “Kekê Qosari, wele ez qet ji kutulka jî hez nakim. Rojekê ez werim bibim mîvanê te tu j imin re savara bi goþt çêke dibe?” Min got „Ser çavên bajariya. Ma çawa nabe? Paþê Kemalê me yê Orgun li min geriya Got “Kekê Qosarî, bi xwedan ez ne ji savarê û ne ji kutulka hez dikim, ez ji þorba nîskê hez dikim. Gava mirov hinek tirþî û îsota Ruhayê li ser dike gelekî xweþ dibe. Ez werim Amedê tu yê ne kutulk û ne jî savar, tu yê þorba nîskê bide min”. Min ji wî jî re got ser çava cîgerim.
Paþê Osmanê me yê Dîcle Fýratê hat Got “Kekê Qosarî, ma te xêre tu weha di poniji?” Min got „Keko ma ez neponijim wê kî biponije. Ez difikirim emê çawa þanogerê Kurd li hev bicivînin cîgerim? Yek dibê ez ji kutulka hez dikim yê din dibê ez ji savara bi goþt hez dikim, yek dibe ez ji þorba nîskê hez dikim. De ka emê çawa wan bicivînin yabo?”
Kekê Osman bi wî porê xwe yê Qarîzmatîk ji ser aniya xwe bi þûn da û paþê got “Yahu keko dev jê berde ne xem e. Bila bicivin emê ji wan re hûr û rêviyan bi serdin û xilas. Kî dixwe kî naxwe ew dizanin wîî”. Min got “Dibe cîgerim? Got “Dibe hem jî bal gibî dibe”. Paþê jî got “Keko ruhê min di hûr û rêvîyan de ye”.
De îjar werin safî bikin. Ez dizanim Mehmed Gunduzê me jî ji þorbêþirê hez dike. Mesut Heci Demoqrat jî ji pîzza, kekê Þahabetîn ji merga pîvazê, Vuralê me yê artîst jî ji meyira kelandî, Selamo ji masîyên xavî, Erdalê me yê ceviz jî got „Ez ji babaqenuçê hez dikim“. Mirov dikare hina jî dûdirej bike
Û ez ? Yê min tirþik tunebe nabe.
De ka bêjin gelo wê þanogerên Kurda çawa karibin bi hevre bitefiqin, tu kes ji xwarina yê din hez nakin, ma ev bû hal!
Li Þernexê Bi Repinekê Hatin Pêþiya me.
14/06/08-Amed
Di rojên derbasbûyî de, ji bona em beþdarî Festîvala Þaredariya Bajarê Þernaxê bibin, dawetnameyek ji koma me ra hat. Roja ku em çûn wir, min dît berpirsyarê Festivalê got: -Kekê Qosarî, heger tu destûrê bidi emê beriya we konsera repê li darxin. Min got: - Rep! Law Þernex û rep?Çawa? Got : -Keko komek li wir heye. Koma müzikê ye, dixwazin li vir konserekê li darxin, em jî naxwazýn wan biþkînin. Me ji wan re gotiye erê Min di dilê xwe de got -Erê û girê..Yê min jî tew çi dihat bîra min bavê min. Neyse ez serê we neêþînim. Min got: Êêêê? Wî Got: -Heger tu destûr bidi … Min got: -Dibe bavê min, madem ku we soz daye gotin li min nakeve. Kekê min bi lez çû. Paþê dema wan hat û derketin ser dikê, Hay lo lo lo … Me dît û hûn ne bînin. Cigerlerim derketine çawa lotikan tavêjin, tu dibê qey qonsera kûçikbavê Ýsmail YQ ye. Toz û tirabêlk bi ser serê xwe xistin. Te digot qey moz û mêþên hingiv bi qûna wan vedaye, ewqasî ku lotik û zîtirk davêtin. De îcar hesab li cem we gelî xwendevanan, Þernex û REP û TERP!? Yaxmeye cîgerim.
Wele paþê mebûsa herî delal Sevahir Bayýndýr derket ser dike, bi guhên wan girt û ji ser dikê avêt. Paþê jî li kûlîsê min pihînek Amedî li der qûna wan xwist û avêtin derve. Piþtre li dor 500 temaþevanî lîztika “Mala Extiyara” temaþe kir û bi hiþ xwe ve hatin.
Gotina min ya dawin jî bona þaredarê Þernexê ye. Birêz Ertak, ji bona ku we em beþdarî festîvala xwe kirin em dîsa sipasiyên xwe pêþkêþî we û kesên ked dane wê festîvalê dikin..
MÝZGEFT Û ÞANOGEH
08/06/08-Amed-
Di dema Mihrîcana Amedê de zilamekî navsere hat pêþiya min. Ew bi xwe li þaredariyê karê boyaxa dîwaran dike. De îjar paþê wî pesnê Mihrîcanê da. Got: -Mamoste Mamoste…! Min got: -Kerem ke Cigerîm! -Mamoste, xwedan ji wan razî be ê ku di wê Mihrîcanê de alîkarî kirine. Wan tiþtekî gelek baþ ji bona vi bajarî kirine. Çanda me nîþanî alemê dane. Ez keniyam. Gava ez keniyam kêfa wî hat. Ruyê wi yê esmer wek gulekê vebû. Paþe jî got: -Mamoste! Min got: -Kerem ke qurban! -Tu dizanî ez çi difikirim? -Na -Mamoste di nav þanogeha we de kêmasiyek heye. Min got: -Wek çi? Got: -Gelo di bin þanogehê de mirov cihekî taziyê (þînê) vekira wê çawa be?
Wele Ez lal bûm. Min jî nema zanîbû ezê çi bêjim.
Mîhrîcana Amedê û rîhsipîyên me
03/06/08-Amed- Xwendekarên birêz û ezîz! Roja yekþemîyê Mîhrîcana Amedê ya 8. bi dawî hat. Kesekî wek min bi navdar û zanist dikare gelek tiþtan û rexneyan bîne zimên. Lê ezê hinekî behsa wan rîhspîyên ku bûne mîvanê me bikim
Cîgerlerim, mirov digot qey Lotikxanê navenda xwe anîye Amedê. Erê wele. Kijanê radibû lotikêk davêt, tew ew mîvanên rîsipî lotikin davêtin. Hay lo lo..
Di naw wan de dostekî min jî hebû. Kesekî bi navdar bû, ne bi qandî min be jî wek þanogerekî, wek fîlosofekî dihat naskirin. Hûn meraq dikin ne ku kîye? Ew jî “Theater an der Ruhr” Dr. Roberto Ciulli bû. Keko min nameyek þand ji “Theater an der Ruhr” re û min got: Silavên min li Roberto kin, bila ji bo mîhrîcanê nesekine û bi lez bê. Ewan kesekî ecêb þandin. Yekî por dirêj, rîh sipi, emrê wî li dor heftê heyþtê salî þandibûn. Ez çûm pêþîya wî, gava min wî dît min jê pirsî:
-Kuro tu kiyî? Got: -Ez Roberto me birêz Qosarî! -Kuro tu þerm naki qerfan bi min diki? Tu kalekî rîh sipî, tu weha mîna kesekî di rêzê de yi. Na keko tu ne Reborto yi. Hunermend gerek bilind bifirin. Gerek baskên wan negehêje erdê.
Rebona rabû peseporta xwe derxist. Min lê nihêrt. Erê wele ew e. Paþê çi qewimî hûn zanin? Em çûn cem seyarê, seyara min neþixulî. Hewceye ku bê dehfandin. Min çavên xwe gerand ku ez hinekan bibînim, min dît hema ewî dest avêt seyarê û dehf da. Paþê seyare þixulî û em çûn otelê.
Roberto sê rojan li Amedê ma. Ewî hem dersa hunermendîye û hem jî ya mirovahîyê da me. Bila deng here hinek hunermendên Kurd yên rîh sipî.....
Tu her bijî mamoste Roberto…
De ka bêjin, hûn dizanin Serokrezîl çima tê Amedê?
27/05/08-Amed- Yaho mirov gava meþhûr dibe jiyana mirov çiqas zor dibe. Ez wê rojê li þanoyê rûniþtî me, wek hercar min dest bi qonferansa xwe kiriye. þanogerê din jî li min guhdar dikin. Hew min dî telefona min a mobîlê lê xwist. Di nîvê qonferansê de kuro… De min wer þerm kir nayê gotin. Neyse, min vekir. Axaftin bi þeklî çêbû. - -Alo ez Reco, Kasýmpaþalî lan! - -Ez jî Qosari, ji taxa Baxleran, çiye tu çi dixwazi cîgerim? - -Qosari abê, ez bi qurbana te bim. Bûk di çavê min de hatiye, dibêjin li wanderan yên ku di çavên wan de bûk tên diçin cem jinek ku bi pismamê xwe re zeviciye. Ew jin jî serê guliyen xwe di çavê kul de bide rehet dibe. - -Êê…? - -Abê, gelo Pîra Emo dikare serê guliyê xwe di çavên min bide, tu kesekî navdar i, dibe te neþkîne? - -Lan oxlim Reco, ma qey tu nizani ? - -Ez bi çi nizanim abê? - - Lan oxlim, ma ne te di Newrozê de kûçikên xwe þand ser wê û ew birîn kirin. - -Na lo, birastî? - -A rastbûne raste. De îjar Pîra Emo miriye. Ew kûçikên ku wê birîn kirine hemi qidûz bûne. - -Na lo, wele doh yekî ji wan dev li hêta min jî kiribû. Wê gavê ezê ji bêm Amedê û hema ez kê bibînim ezê dev li wan bikim. Paþê got terq û telefon girt.
Îcar gelî Amediyan, bila haya we ji we hebe. Îro-sibe li xwe miqate bin. Min we hiþyar kir. Qonferansa min hat herimandin lê ez çawa bikim… --------------------- Þanogerê Kurd Qosarî silavek da me 24/05/08-Amed- Xwendekarên birêz û ezîz. Ji îroj bi þûnde ezê li karên Huneri, wek Þano, Wêne, Wêje û muzîka ku li derdora Kurdistanê bi kar tê anîn, rexnên xwe li ser bikim. Di serî de ez vê bêjim. Ez ne wekhev im. Yanî, hineki zimançepel im. Doxtor dibêjin qirika te bê dereceye. Ez bi ber neketim. Rabû min ji bavê xwe pirsî, ji min re got “Kurê min, tu nabe tu tiþtek ji ber ku hema çi tê ser zimanê te tu dibêji”. Ez fikirim fikirîm… Paþê min dest bi karê þanoyê kir. Ji ber ku tu karên din bi min nedibû. Ýjar ez bi ser jî ketim, ez li vir û xelife li Bexdê. Erê bi xwedê!… Ez diçim civatan tu kes cih nade min, lê ez baverim wê rojekê qedrê min bê fahm kirin. Neyse em îjar bên ser doza xwe. Keko, beriya du sê mehan desthevalekî min ji Elmanya l imin geriya. Ji min re got: “Birayê Ezîz, min nav û dengê te gelekî bihîstiye, ez dixwazim bi te re projeyekê li darxim”. Min got: “ser çava ma ezê çawa te ji vî hîstiran mahrûm bikim” erê wele. Bavo ma ez bûm min got. Mêrik di hundirê du sê rojan de hat Amedê, lîztika xwe amade kiriye û tew rolê heri zor jî daye min. Ez mame heyirî. Ka ezê çawa bikim. Wek hûn ji dizanin, gotin ji devê zilaman derdikeve ma ne waye! Me dest bi provayên xwe kir. Haho … haoooo.... Ev çiye rojên heyþt saet…! Roj derbas nedi bûn. Wele rojek me dada hev. Min ji wî re got: “ Binhêre kekê min, tu weha biki paþê emê hesba xwe li nava behçeyên hewselê bibînin”. Ewî fahm nekir. Paþê hevalêkî me heye em ji wî re dibêjin artîst. Ji wî re dibêje: “Kuro lawo ma qey te hiþ berdaye bavê min, evî ya dinê wîîî! Ji te re dibêje ezê te bkujim, ji ser vegere qardeþim!” Ya dinî rojê kekê min bu þima ellawekîl! Nuha lîztika me derdikeve. Di yekê mehê de emê bêjin ya ellahhhhh! Keremkin werin min temaþe bikin. Ya na hunê ji gelek tiþtan mahrûm bimînin cîgerim. Haaaa, navê lîztika me “Yaþar Ne Heye Ne Tuneye”. Ez dilîzim ji bîr nekin….! Nuha bes e, ezê paþê dîsa lingan radim brê minnnnnn!
|
|