
Rojda Aydin
Bi hêka hevala xwe û sperma (avika) yekî Hollandî cêwîk anîn
Rojda Aydin- 28/06/08- Stenbol- Lîztikvan û lotikvana Tirk (ne ji nêz û ne ji dûr eleqa wê bi Kurdbûnê re tune) Fusûn Demîrela ku di sala 1958an de li Enqerê çêbûye, bi hêka hevala xwe a jin û bi spermayên (avik) yekî Holandî avis bû û di encamê de cêwîk, keç û kurek anî dinyayê. Yanî bi gotinek kurt, kes nizane bê bavê zarokan kîye. We fêhm kir bê ez dibêjim çi newlo? Ji zarokên ku bavê wan neyê zanîn re çi tê gotin îcar hûn bifikirin.
Neyse, serê me bi cêwîk û pisîkên wê naêþe. Lê tiþtê ecêba min diçe ew e ku, em Kurd wek Silêman pêxember mohra me di bêrîka me de ye û hema kî biþibe Kurdan, kê tiþtek ji Kurdayetîyê re nekiribe, em mohra xwe li qûna wî/wê dixin û dibêjin “filankes yan bêvankesa Kurd”.
Yaw qardaþim, ma Kurdbûn tiþtekî ewqasî sivik û erzane ku hema hûn herkesî dikin Kurd babam? Selaheddînê Eyyûbî jî Kurd bû, çi ji Kurdan re kir? Bi xêra wî Ereb, Tirk û Ecem bûn hakimên me, Ewrûpî jî bûn dijminên me û kîn ajotin ta ku welatê me di nav çar dewletên hirç û hov de parçe kirin. Yanî, Ewrûpîyan kerbê xwe di serê me torinên Selaheddîn re derxistin.
Ismet Înonu jî Kurd bû, ji Kurdan re çi kir? Koka me anî! Celal Bayar jî Kurd bû, çi ji Kurdan re kir? Em dax dan! Abdulkadîr Aksoyê Diyarbekrî jî Kurd bû, çi ji me re kir? Da bin dûvê me! Hikmet Çetînê Licî jî Kurd bû, çi kir? Hêêççççç! Zîya Gokalp jî Kurd bû, çi kir? Zimanê Tirkî afirand û ker berda ser jina xwe! Serokê Azerbaycanê Haydar Alîyev jî Kurd bû, çi ji Kurdan re kir? Zirt! Lehmecûncî Îbo jî Kurd e, çi ji Kurdan re dike? Virt! Nûrî Sesiguzel jî Kurd e, bi sedan hunermendên Tirk Kurd in, çi ji Kurdan re dikin? Keç û xortên me teþwîqî asîmîlasyonê dikin, stran û çanda Kurdî didizin û dikin Tirkî! Bi sedan nivîskar û rewþenbîrên Tirk jî Kurd in, çi dikin? Xizmeta ziman û çanda Tirko dikin! Nêzîkî 100 parlamenterên Kurd di meclîsa virqo de ne, çi ji Kurdan re dikin? Qûna Tirkan dalêsin û li berjewendîyên xwe difikirin!
Êêêêêêêêê? Îcar em karin ji van tevan re bêjin Kurd qardaþim, wîî!
Divê em Kurd tiþtekî têxin serê xwe. Çi kesên ku xizmeta Kurd û doza Kurdistanê nekin ne Kurd in û xelas! Ew tiþtên din çîrok û çîvanokin branooooooo...!
| Nivîsên berê |
Xaltîka me Emîne xanim vê carê hiland!
Rojda Aydin- 19/05/08-Stenbol- Belê, ev xaltîkên me yên di partîya DTP de carna lotikên wilo çirto-virto davêjin ku meriv bi wan lotikan dibe wek serxweþên eraqvexwarî. Lê carna jî lotikên wilo Kurdewarî davêjin ku meriv dibêje qey qet bêhna Tirkayetîyê ji wan nayê. Werhasil, vê carê jî xaltîka me Emîne Ayna lotikek Kurdewarî avêt û pehînek li der qûna serokwezîrê Tirkiyê Erdogan xist.
Xaltîka me di civîna 1. a Meclîsa Jinên DTP de gotin anî ser anîna zarokan û got:”De ji xwe re li Kasimpaþalî Reco binerin. Mêrik radibe dibêje bila her malbat sê zarokan çêke. Çima hûn zanin? Ji ber ku bi çêkirina sê zarokan dixwazin nifûsa Kurdan kêmtir bikin û nehêlin Kurd zarokên zêdetir bînin. Ji xwe li bajarên ku Kurd lê dijîn heb û derzîyên stewrbûnê didin jinên Kurdan da ku zarok ji wan re çênebin. Ev jî projeyek li dijî azadîya Kurda ye” filan û fîstan.
Wille, bille û tille aferîn xaltîka Emîne!
Em jî wek Lotikxane ji jinên Kurdan re dibêjin:”Herî kêm 10-15-20 zarokan bînin. Hema her serê salê zarokekî berdin nav kolanên bajarên Tirko. Bila ew zarokên me wek tajî bidin dû zarokên Tirkan û wan tirrek bikin. Çawa be piranîya Kurdan betal û tiral in. Hema febrîqa herî mezin û bi xêr jin in. Di wan febrîqan de zarokên þiklo-miklo bînin ku civata Tirk bibe wek garana gund û kes nema zanibe bê kî ji kê ye qardaþim! Heger ne wilo em civaka Tirk serûbinê hev bikin û wan qûnek bikin, tu çara din tuneye ellawekîl!
Haaaaaaa, ji bîr nekin qurban, berê serê zarokên xwe bi jehra neteweparêzîya Kurdî dagrin û piþtre wan berdin nav kolanên wan ha eman eman! Na heger hûn serê zarokên xwe bi jehra Kurdewarî danegrin, wê piþtre zarokên me wek Bulent Ersoy û Fatîh Urek qûnek bibin keçko!
Ji min gotin heyran!”
Xaltîka me Aysel xanim dike nake nikare xwe li ber dilê Tirkan þîrîn bike
Rojda Aydin- 10/05/08-Stenbol- Belê. Birastî em nema zanin ne em bigrîn û ne jî bikenin. Hinek Kurdên me ji dîroka Tirko dersê nagirin û wek pisîkê dizîvirin nazîvirin lê dîsa li kulînê vedigerin. Ji alîyekî dilê meriv bi wan diþewite û dibêje “ê de çawa be Kurd e”, lê ji alîyê din ve jî meriv difikire û dibêje “law de qenc û xweþ pê hat lo, ma heta kengî wê rûn li ser nanê Tirko bikin qardaþim” û keserekê dikþîne. Lê çi dibe bila bibe, dinya ser û binê hev jî bibe, dewleta Tirko her bi ya xwe dike. Bila kesek jî xwe nexapîne.
Meselen xaltîka me Aysel Tûglûk xanima Tûncelîlî.
Xuyaye xaltîka me aqûbeta “Rêber” ê ku îxanet li Seyid Riza kiribû û piþtre ji alî dewletê ve hatibû îdamkirin ji bîr dike. Xaltîka me ji Kemalîstên Tirk zêdetir Kemalîzmê diparêze, ji Tirkekî zêdetir yekîtîya ax û sînorê Tirkiyê diparêze û ji Tirkekî zêdetir jî li dijî serxwebûna Kurdistanê û netewparêzîya Kurd e. Xelet fêhm nekin, ev gotinên me ne heqaret in. Em tiþtên ku Aysel xanim dibêje û diparêze tînin zimên.
Werhasil, ezê zêde dirêj nekim û serê xwe û we neêþînim. Dibêjin Dozgerê Komara Tirko ji xaltîka me Aysel xanimê re hetanî pênc salan cezayê hepsê dixwaze û dixwaze lotikek Tirkewarî li wê xe. Çima? Ji ber ku xwedêgiravî xaltîka me di her gotinên xwe de ji A. Ocalan re dibêje “sayin” filan û bêvan.
Xaltîka me Aysel xanim çi difikire çi nafikire nizanim, lê divê wek îmana xwe zanibe ku ew çiqasî pesnê Kemalîzmê, pesnê Sarioglan û dewleta generalan bide jî, ewê di çavê dewletê de her û her “terorîst û cudaxwaz ” be. Piþtî ku dewlet girêka xwe li piþt werîs xe, êdî Aysel xanim Kemalîst û dewletparêza herî mezin be jî fêde nake. Wê dawîya dawî aqûbeta wê û kesên wek wê ji aqûbeta “Rêber” ne çêtir be.
Çi Kurdê/a ku li dij berjewendîyên Kurd û Kurdistanê derkevin wê xwe bixapînin. Ji ber ku kesên bi kêrî millet û welatê xwe neyên, wê tucarî bi kêrî Tirkan û milletên din jî neyên û xelas! Yanî; kesên ku ji milletê xwe re “zelqan” û ji xelkê re “hêkan” bikin wê her û her stuyê wan li ber kêrê be.
De xwedê ahê xaltîka me Aysel Tûglûkê ji Dozgerê Tirko re nehêle rebbî!
Xaltîka me Aysel xanim dîsa verþîya
18/04/08-Stenbol- Baþûrê Kurdistanê û pêþketinên li wêderê di çavê dost û dijminên gelê Kurd de bûye pîj û kelem. Tirsa herkesî ewe ku li baþûr dewletek serbixwe avabibe û Kurdistan di dilê wan de bibe xincer. Ne tenê xincer, hetta bibe sing û li ser kezeba wan bisekine.
Niha meriv helwesta dijmin fêhm dike, tirsa dijmin fêhm dike. Lê Kurdên ku li ser navê Kurdan diçêrin û qaþo xwe wek berdevkê wan dibînin çima ji Kurdistanek serbixwe ditirsin, ciyê pirs û fikrê ye. Meselen xaltîka me Aysel Tûglûk.
Aysela me ji roja pêþîn de lotikên li dij baþûrê Kurdistanê davêje û bi zimanê dewleta Kemalîsta Tirk diaxive. Kêfa artêþa Tirk tîne û rûn li ser nanê wan dike.
Em wek hinek malperên Kurdî ji xaltîka xwe re nabêjin “Alçax”. Ev ji ehlaqê me dûr e. Aysel Tûglûk xanim baþ be, xirab be, jinek Kurd e û îro li ser navê Kurdan di meclîsa Tirko deye. Helbet dîtin û nerîna her Kurdekî ne weke hev e, nikare bibe wek hev jî. Lê ev nayê wê maneyê ku wê Kurd di her fersendê de êrîþî Kurdistana azad bikin û kêfa dijmin li me bînin.
Xaltîka me Aysela Tûncelîlî (nabêjim Dêrsim ji ber ku Dêrsim warê þêran, warê berxwedanê ye û ne warê teslîmîyetê ye) di bersiva pirsek rojnamevanê Elman de li ser baþûr dibêje:” Em avabûna Kurdistanek serbixwe ji Kurdên bakur (Tirkî) re maqûl û bi fêde nabînin.Kurdistanek ku Kurd di navenda wê de bin wê di rojhilata navîn de bibe sedema pevçûnên ciddî. Çareserî tenê ne avakirina dewletek serbixwe ye. Em çareserîyê di demokrasîyê de, di yekîtî û hevparîya xaka Tirkiyê de dibînin. Lê em dibêjin ku; divê Kurd bigihên mafên xwe. Helbet di nava Kurdên Tirkiyê de sempatîyek ji Kurdistana Federe re heye. Lê Kurdên bakur dixwazin bi gelê Tirk re bijîn û rêzê ji sînorên vî welatî re digrin. Lê þayet gavên demokratîk neyên avêtin, wê Kurd berê xwe bidin neteweperestî û radîkalîzmê. Em wek DTP vê helwestê xeter dibînin” filan û fîstan.
Werhasilî kelam, xaltîka me Aysel Tûglûk ev ne cara pêþîne ku van dîtinan dibêje. Û ji me re ne ecêbe jî. Lê êrîþa ser baþûrê Kurdistanê û bi taybet jî zimandirêjîya malbata Barzanîyan tu fêdeyê nade kesekî.
Sayin xaltîkê, sayin Tûglûk xanim, ka te li bakur çi safî kiriye ku tu êrîþî baþûr diki dêya minê? Tu hîna nikari çend gotinên Kurdî bîne ser hev. Gelo Kurdên ku bi Tirkî biaxivin, bi Tirkî bifikirin, bi Tirkî tevbigerin, bi Tirkî bixwin û vexwin, bi Tirkî xewnan bibînin, karin Kurdayetîyê bikin û wek Kurd li ser herçar parçeyên Kurdistanê bêþin qurban?
Gelo ev tenê dîtina cenabê te ye yan birastî jî dîtina DTP ye? Bawer nakim!
Ji kerema xwe li ser navê temamê Kurdên bakur neaxive û lotikan li me nexe. Ez wek Kurdek bakurî sînorên Tirkiyê diçirînim, naletê li bratîya Kurd û Tirkan tînim û serxwebûna Kurdistana mezin diparêzim. Çi heq û hiqûqê te heye tu temamê Kurdên bakur ji Kurdistanek serbixwe sar biki û baþûrê Kurdistanê di çavên wan de reþ biki keçko? Ma Kurdayetî ev e?
Cahil dixwazin cehaletê ji holê rakin kuroo!

18/01/08-Hikûmeta Kasimpaþalî Recebo serê hefsarê karmendên xwe berdaye û ha ha berê wan dide gund û bajarên Kurdistanê. Recebo ferman daye endam û neendamên partîya xwe ku bi her awayî xebatê li Kurdistanê bikin, xwe bi Kurdan bidin qebûlkirin da ku bandora PKK kêmtir bibe û nemîne. Ji belavkirina komir û êzingên belaþ bigrin, heta bi benîþt û þekirokan li xelkê belav dikin ku qaþo xwe li ber dilê Kurdan þîrîntir bikin.
Îcar niha jî dest bi þandima mamosteyên xwe kirine. Di bin navê „rakirina cehaletê“ de Kurdan didin ber lotik û pehînan û asîmîlasyona zarokên me ji xwe re kirine derd. Berî niha 4 mamosteyên jin þandin gundekî ji gundên qeza Çildêrana bajarê Wanê. Mamosteyên bi navê Nurten Pozan, Çiðdem Ünal, Gülbahar Tuncer û Gülnaz Toy kêfxwþîya xwe tînin zimên ku ew hatine vî gundê xir û xalî da ku cehaletê rakin û zarokên Kurdan fêrî medenîyeta Tirkoleran bikin. Gundîyên ku ji 32 salan û virde mamosteyên jin nedîtibûn, bi dîtina van mamosteyên jin þaþomaþo bûn û cara yekeme ku mexlûqatên bi navê mamosteyên jin nas dikin.
Bi taybet xortên gund ji roja pêþîn de dest bi lotikan kirin û li dora „xanim ogretmenler“an çûn û hatin. Xortên ku ji mêkeran pêve çav li cinsekî mê neketibûn, bi hatina van her çar mamosteyên nermik û germik bûn wek ciwangeyên nav garanê û li wan rabû. Li gor tê gotin, dibêjin xortên gund rojê sê carî xwe kur dikin (traþ dibin), porê xwe bi krêma arco dibiriqînin û simbêlê xwe badidin.
Werhasilî kelam, li Tirkiyê bi deh hezaran gundên ku bê dibistan û mamostene hene, lê dewleta virqo Kurd û Kurdistan kiriye armanca asîmîlasyona xwe. Bêbavan bi navê „rakirina cehaletê“ dev ji cahil û dînên xwe berdane, lê dixwazin bi çîrok û derewên Kemalîzmê biaqilên me dîn bikin, bikin wek xwe.
De neyse canim, wa xortên gund ketine dora tenûra mamosteyên wan ellawekîl! Heger di ciyekî tenha de kês li wan anîn, wê dawa wan li serê wan bipêçin û ji bûyera çewalên Emerîkê xerabtir bînin serê wan û xelas!

Nîþana bratîyê
26/12/07- Dewleta Tirko bi sedê salane dibêje:”Em brayên hev in, ferqa me û Kurdan ji hev tune, Kurd jî xwedîyê her tiþtî ne” filan û bêvan. Lê di emel û dîtinê de dixuye ku em dijmin in û bi çavê dijmin li me tê nerîn. Tirkên ku dewlemendîya sererd û binerda Kurdistanê dikþînin bajarên xwe û pê zarokên dewlemendên Tirkiyê xwedî dikin, me ji hebûnên me mehrûm dihêlin û wek zarokên jinbavê bi me re didin û distînin.
Werhasil, ji xwe tu daxwaz û libergerînek me ji wan tuneye. Lê li vî wêneyê jorîn binerin, binerin bê zarokên me bi çi zehmetî û dilêþîyê diçin dibistanên xwe û bi kîlometroyan rê dimeþin. Li gundekî Hezroyê (Kozluk) zarokên gund du kîlometro rê dimeþin ta ku digihên dibistanê û hînî çend pitik mitikên Tirkî dibin. Lê tiþtê balkêþ ev e ku ev pira ku di ser re derbas dibin, wek pira selatê xeter û tehlûke ye. Heta niha tenê xwedê zane bê çend zarokên Kurd ji vê pirê ketine û mirine.
De neyse, bila zarokên Tirkan bi trimbêl, otobus û trênan herin dibistanên xwe û bi selametî vegerin malên xwe, lê bela zarokên me jî ji piran bikevin û bimrin. Aha bratî û edaleta Tirko ev e ha!
De qede bi wilo bratî û edalet keve rebbî! Xwedê ahê me Kurdan ji Tirkoleran re nehêle û hew!
Sînanê kirîv!

Berî niha serokwezîrê Tirkiyê Erdogan gotibû:“Di nav partîya min de 75 wekîlên Kurd hene. Tu pirsgirêkek me bi Kurd re tuneye“ filan û fîstan. Îcar hesab bikin ku ewqas wekîlên Kurd jî di nava partîyên wek CHP, MHP û hinek partîyên din de jî hene. Yanî bi gotinek kurt : Heger xîret bi van wekîl û parlamenterên Kurd re hebe û destê xwe li masê xin, karin hikûmetê serûbinê hev bikin û tirrê ji dewleta Tirk berdin. Lêêêê ? Nakin ! Erê bi eslê xwe Kurd in lê qûnalêsîya partîyên dewletê dikin û li mafê gelê xwe xwedî dernakevin. Yek j iwan jî Sînan Yerlîkaya ye. Yerlîkaya bi xwe Kurdê Dêrsimê ye û bi salane endamê meclîsa CHP ye. Dîsa bi gotinek kurt : Piþtî ku meqam û çend qirûþên zêde ketin bêrîka parlamenterên esil Kurd, êdî milletê Kurd li ber avê diçe naçe ne xema kesî
Ji wan e. Piþtî van bûyerên dawî û li bakurê Kurdistanê têkçûna partîya CHP, rayedarên CHP (ku partîya Atavirqo û artêþa Tirk e) zimanê xwe hinekî nermtir kir û li çareyekê digere bê wê çawa di bakurê Kurdistanê de xurt bibe û bi navê dostanîyê dîsa Kurdan bixapîne. Sînan Yerlîkaya di hevpeyvînek xwe de radigihîne ku ewê wek CHP raporekê bi navê « rapora Kurd » belav bikin. Yerlîkaya dibêje : »Birastî ez fahm nakim. Weke ku me tiþtek jibo Kurdan nekiribe, em tên darizandin. Me di 1989, 1995-1999an de raporên erênî di derbarê pirsgirêka Kurd de belav kir. Me doza bikaranîna zimanên cuda li Tirkiyê kir » filan î fîstan. Yerlîkaya li ser pirsekê bersiv dide û dibêje : »Helbet, mafê Kurdan heye dibistan û entstîtuyên xwe vekin û bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Emê di vê rapora xwe a nuh de vî mafî jî biparêzin ».
Sînanê kirîv di pirsa ser « gelo ku li bakurê Iraqê Kurdistanek serbixwe çêbû hûnê qebûl bikin ? » jî dibêje : »Çima na ! Heger xelkê bakurê Iraqê bixwazin ji Iraqê veqetin û dewleta xwe damezrînin em nabêjin na. Helbet em alîgirên Iraqek yekparî ne. Lê ger Kurdên baþûr bixwazin ji Iraqê veqetin em nabêjin na û li dij dernakevin » filan û bêvan.
Ez serê we neêþînim, sîyaset malkambaxî ye. Heçê nikaribe derewên þahîk bike wê nikaribe siyasetê jî bike. Helbet siyaseta rast û dirust xweþ e. Lê siyasetmedarên Tirk xêr û bereket di siyasetê de nehiþtine û siyaset j iwan re bûye maka derew, zirt û fortan.
Ê law Sînanê kirîv, agir bi mala derewînan keve heger wek CHP hûnê bixwazin li bakurê Iraqê Kurdistanek serbixwe ava bibe ! Ma hûn wêrin bêyî artêþa Tirkiyê gavekê bavêjin ? Ev çi derew in, ev çi xapandin e, heyatim !?
Ji xêra Xwedê re, çi insanê go derewek bikira pê re tirrek bikira ku hew karîba derewan bike û hew! Lê kaaaaaaaa…..
27/11/07-Stenbol
De bersiva xwiþka xwe ya Tirk bide, ablacixim!
Rojda Aydin-26/10/07-Stenbol- Birastî jî em Kurd milletekî pir feqîr û belengaz in. Em ewqasî xwedîyê kompleksa koletî û bindestîyê ne ku nayê gotin. Nexasim em Kurdên bakur ji desthilanîn ketine û hema bêjin me kurtanê kerên Tirk li xwe kiriye û em bûne barkêþên wan. Bawer kin, heger di þûna me de milletekî din bûya, niha ji zû de cilika bêxîretîyê perçe perçe kiribûn û tirr ji van Tirkên dolheram berdabûn. Lê mixabin, em bakurî ji insanetîya xwe derketine û bûne hêsîr û peppûkên dergehên hin þêx û meþayîxên sextet. Werhasil, em vegerin ser mijara xwe û qamûþka brîna xwe venekin. Xwiþka me Aysel Tuglûk xanim yek ji wan kesa ye ku di “Tevizandina” Kurdan re rola xwe dilîze.
Di gellek daxuyanîyên xwe de (wek a paraztina Mîsalî Mîllî û Mûsilê) rûn li ser nanê dewleta Tirk kiriye û hetta berê artêþa Tirk daye baþûr, dagîrkirina Kurdistana azad li dewleta Tirk helal kiriye.
Emê defterên kevn venekin û brînan venejînin. Lê doh nivîsandina nivîskara Tirk, gewendeya heram û dêlegura çiryayî M- Sancaktaroglû ker ber çavê min. Nivîs li ser Aysel Tûglûk xanim e. Sancaktaroglû tiþtê nemayî anîye serê Tûglûk xanimê û dibêje:” DTPî bi lîztikên xwe yên neinsanî awira gelemperî meþxûl dikin. Qaþo keçika piçûk, esmera Apo dixwaze bazarîyê li ser wan 8 eskerên hêsîr bike, bêheysîyetê…. Ey Aysel Tûglûk! Tu li ku û bazarî li ku! Siyaset bi gotinên þelopelo nabe…Bi ketina meclîsê jî nabe.. Tu keçika piçûk, esmera Apo yî..Ji te ne gund çêdibe û ne beledîye..Zêde nepeyive û kînê li welatê min nebarîne” filan û bêvan.
Aha dêlegurên Demokratîk Cimhûrîyeta ku qaþo Kurdên me dixwazin, ev dêlegur in! Aha bratîya ku Kurdên me behsa wê dikin, wê bi van heywanan re bê kirin!
Îcar sayin Tûglûk xanim!
Xwiþka te ya Tirk, dêlika heram M.Sancaktaroglû kirasê te diçirîne û porê te hildiçine. Gelo hîna jî tu dixwazi bi van hirç û hovan re Demokratîk Cimhûrîyetekê ava biki? Gelo hûn wek wekîl û qaþo pêþewayên vî milletê reben, bi çi wîjdanî serê xwe datînin ser balîfa xwe û radizên?
De bersivê bide ablacixim! Bersivekê bide xwiþka xwe M.Sancaktaroglû û vê tirrê jê re nehêle keçko!
Lotikên Fransî jî lotikin haaaa!
Rojda Aydin

24/09/07-Stenbol- Lingê Tirkan dîsa li hev herbilî ye û agir ketiye nav navrana wan. Tirkên ku (çawa cin ji hesin ditirsin) ji navê K ditirsin û tîpa K yekser Kurd û Kurdistanê tîne bîra wan, xewnên kabûsî dibînin û xwêdana mirinê bi wan dikeve. Ji xwe gava dewletên Ewrûpî yan Emerîkî behsa Kurdistanê dikin, tir di wan de dibin fis û bêhn bi wan dikeve. Îcar niha jî pirsgirêka Fransa û qebûlkirina navê Kurdistanê ew wek mirþka gêj sewsî kirine.
Dibêjin balyozê Fransa ê Bexdayê Jean-Françoîs Graûlt, di serdana Serok Barzanî de nameya Wezîrê Derve ê Fransayê Bernard Kouchner pêþkêþî wî kiriye. Tu nabê wezîrê derve di nameya xwe de li Kurdistanê daxwaza vekirina balyozxaneya Fransayê li serok Barzanî kiriye û lotikek Fransawî avêtiye. Îcar yabo hûn çapemenîya Tirkên hov bibînin, wey liminnnnnnnnn ! Tu dibê qey Bernard Kouchner bazdaye ser dê û jinên wan, ewqasî ku kînê lê vedirþin û wek kerên Þamî dizirin.
Ez serê we neêþînim, Bernard Kouchner lotikek wilo li Tirkan xistiye ku tansiyon û þekirê di xwîna Tirkan de bilind bûye û hema bêjin fûriyaye. Ez bi Mazilevdînê nava Nisêbînê û Siltan Þexmûs kim, ji ber vê xebera nexêrê, heta mehekê jî wê Tirk nerin ser nivînên jinên xwe û wê wek xiyarê perçiqî li wan bê! Ji xwe Serokwezîrê Fransayê Sarkozî doxîn li wan sist kiriye û zû bi zû nahêle Tirk têkevin Ewrûpayê, îcar piþtî ku Bernard Kouchner jî bakurê Iraqê wek « Kurdistan » binavkir û nas kir, werin daweta dêya Tirkan!
Îcar bifikirin gava çend dewletên din ên Ewrûpî jî ji bakurê Iraqê re bêjin « Kurdistan » bê wê çi bê serê Tirkan! Wê çi bê serê wan hûn zanin gelî xwendevanan? Wê bibin wek qehpikên kerxana bajarê Selanîkê. Jibo ku kes behsa navê Kurdistanê neke, wê ha ha xwe bifroþin wan û wek bergîlên ku di nava toz û tirabêlkê de digevizin, toz û dûmanê bi ser serê xwe xin.
De xwezê bi wê rojê rebbî !
Di mala bavê xwe de nemînin canim, werin Lotikxanê!

24/08/07-Stenbol- Nivîskarê dîndar Îsmaîl Fatîh Ceylan, piþtî hevdîtin û guhdarîkirina pirsgirêkên keç û xortên dîndar (Keçên sergirtî û xortên ku qaþo bi navê dîndarîyê her tiþtî dikin) rabûye pirtûkek bi navê “Keçên nikarin bizewicin û xortên ku nazewicin) nivîsandiye.
Di pirtûkê de pirsgirêkên zewaca keçên sergirtî (tesettur) anîye zimên û tiþtên balkêþ derxistiye holê. Ceylan di pirtûka xwe de dibêje:”Wax wax wax, dostê her keçikê, dostika her xortî heye, lê zewac tune”. Di pirtûkê de grûpek keçên sergirtî ku li Beledîya Stenbolê dixebitin, dibêjin:”Ji ber ku em bi namûs in em di mala bavê de mane. Xortên vê heyamê ji keçên bênamûs hezdikin. Ma emê bekareta xwe (keçkanîya xwe) bi xwe re bibin gorê yabo, waweylê!” û gazindan ji xortan dikin.
Ceylan di pirtûkê de dibêje:”Di van 10 salên dawîyê de hejmara keçên bi tesettur (sergirtî) zêdetir bûye û ev keç di mesela zewacê de zehmetîyan dikþînin. Sedema wê jî ev e ku xort û zilamên dîndar jin û keçên vekirî, bi himra û bodra tercîhî keçên sergirtî dikin”. Îcar çima zilamên dîndar keç û jinên servekirî dixwazin hûn zanin gelî xwendevanan? Çend keçên dîndar dibêjin:”Sedema ku zilam bi jinên servekirî re dizewicin ev e ku ew dixwazin wan jinan hedayet bikin û ji rêya xerab vegerînin”.
De îcar yabo! Xaniman hem li defê dixin û hem li zirnê dixin ellahwekîl kuro! Ê keçko, madem xort û zilamên we yên dîndar (halbûkî ji wan zikreþtir û zinêkartir tunene) jinên servekirî tercîh dikin û ew jinên xweþik bêhtir wan tima dikin, hûn jî serê xwe vekin heyran, waweylê!
Ji dêvla ku hûnê di mala bavê xwe de biperixin û bibin wek sêvên kurmî, serê xwe vekin, cilên seksî li xwe kin, guharên mezin têxin guhên xwe, porê xwe boyaxa þiklo þiklo bikin, derpî û binderpîyên G-strîng (Tanga) li xwe kin, pêsîrên xwe hinekî berdin çolê, pantolên kont ên teng li xwe kin, solên kabikbilind têxim lingên xwe, benîþtê xwe bicûn û hûnê wî çaxî li kurê bavan binerin bê wê çilo li dora we bibin perwane! Bi Xwedê ne mêrekî, hûnê her hefte mêrekî bikin, wîîî! Keçê dîndarîya çi û halê çi keçko? Dinya dinya zilama ye, dewran dewrana wa ye, bi navê dîn û îslamê çi dikin û çi nakin xwezî we zanîba, hahooooooooo!
Werhasilî kelam, ezê gotina dawî ji we keç û jinên sergirtî ên ku nikarin bizewicin û di mala bavê xwe de mane re bêjim: Dîndarî, hezkirina Xwedê û namûs ne di cil û bergan de ye. Hûn sergirtî bin, nimêjkir bin, rojîgir bin, her roj herin mizheftê jî, gava di dilê we de xerabî hebe bêfêde ye! Namûs û hezkirina Xwedê ne di kitan û þerpê de ye keçkino. Hûn çiqasî vekirî û dinyayî bin, gava di dilê we de xerabî û zinêkarî tunebe, namûsa herî mezin ew e. Namûs ne tenê parîyek goþtê nava þeqê jinê ye. Namûs û xîret her tiþt e. Her tiþtê ku aqil û wîjdanê meriv ranegirê û qebûl neke, namûs e. Îcar hûn zanin.
Madem hûn ji zilamên dîndar û rîhdirêj gazinda zewacê dikin, werin xwe bavêjin tor û bextê Lotikxanê. Bi serê Recep Tayyib Erdogan, wê Lotikxane bê qelen we bizewicîne û xelas!
Xwe virde wêde nebin. Yan hûnê di mala bavê de biperixin, yan jî hûnê xwe nihekî dawþînin...Wekî din çare tune......